Guherîna peyvên îranî di erebî de

husein muhammed

Husein Muhammed

Tesîra erebî li ser zimanên din, bi taybetî zimanên misilmanan, bi berhefirehî tê zanîn û gelek tê behskirin jî. Lê pir kêmtir behsa tesîra zimanên din li ser erebî tê kirin.

Lê çawa ku erebî tesîr li gelek zimanên din kiriye, wisa gelek zimanan jî bandoreke mezin li ser erebî kiriye. Zimanên îranî yên wek farisî, kurdî, pehlewî û avestayî jî yek ji wan binemalên zimanan e ku herî zêdetir tesîr li erebî kiriye, bi taybetî bi wê yekê ku erebî gelek peyv ji zimanên îranî wergirtine.

Wek zimanên din jî, erebî gava ku peyvên biyanî wergirtine, ew kêm-zêde li gor şert û mercên xwe yên dengnasî guherandine.

Mijara vê nivîsara me dê çawaniya guherîna peyvên esil-îranî di erebî de be.

 

GIŞTÎ

Giring e were gotin ku hemû peyvên îranî ne yekser ji zimanên îranî ketine erebî. Bi taybetî peyvên ku ji mêj ve ketine erebî, pêşî ji zimanên îranî ketine aramî û paşî ji aramî derbazî erebî bûne. Sebeb ew e ku aramî berî du-sê hezar salan li Rojhilata Navîn zimanê danûstandinên bazirganî û îdarî bû.

Zimanê aramî bi xwe jî hinek guherandin li wan peyvan kirine berî ku ew derbazî erebî bibin.

Gelek ji navên riwek anku nebatan, kevirên bihagiran û berhemên din yên bazirganî ji zimanên îranî yan jî bi rêya zimanên îranî ji zimanên Hindistanê yan Çînê ketine erebî.

Bo nimûne:

  • bellûr (krîstal, cam) ji belûr
  • feyrûz (tebesî, turkuwazî) ji pîrûze
  • hal, heyl (kajîle, kakule) ji “hêl”
  • ‘ibrîq (misîn) ji “ab” (av) “rîxten” (rêtin, riştin, rijandin)
  • kenz (gencîne, xezîne) ji genc
  • lazewerd (lapis lazuli) ji laciverd
  • lîmûn (fêkiyekî tirş) ji lîmo
  • misk (madeyekî bêhnxweş) ji muşk
  • nisrîn (gulek) ji nesrîn
  • sebanix (riwekek xwerbar) ji spenax
  • sunbul (gulek) ji sunbul
  • xiyar (sebzeyek) ji xiyar
  • yaqût (gewherek) ji yaqût
  • yesmîn (gulek) ji yasemîn
  • zencebîl (riwekeke biharatî) ji pehlewî sengevêr

Piraniya van peyvan û peyvên din jî yên ji zimanên îranî wergirtî bi şikl û qalibê xwe cuda ne ji peyvên erebî yên xwemalî ku bi piranî ji rehên sê konsonantî (dengdarî) hatine çêkirin.

Hinek ji van peyvan wek hinek rehên peyvên xwemalî yên erebî diyar dibin. Bo nimûne, peyva “misk” wisa dixuye heçku rehê wê m-s-k be lê rehê m-s-k bi xwe di erebî de heye û peyvên têkilî “girtin, hilgirtin, dest kirinê” jê tên çêkirin. Herwiha peyva “xiyar” wisa dixuye heçku ji rehê “x-y-r” be ku wateyên têkilî “bijartin”ê jê tên çêkirin.

 

GUHERANDINA PEYVÊN WERGIRTÎ

Gelek cudahiyên dengî û dirûvî (şiklî) di navbera erebî û zimanên îranî de hene. Bi taybetî dengên zimanên îranî yên wek Ç, G û P di erebiya standard û di gelek devokên erebî de jî peyda nabin.

Ji ber cudahiyên dengî û dirûvî, gava ku peyvên îranî ketine erebî, gelek ji wan guherîne: hinek piçekê, hinek jî bi dijwarî. Guherîn ne tenê dengî lê herwiha kîteyî (heceyî) û avanî (struktûrî) jî bûne. Guherînên wisa dijwar an sivik herwiha hingê jî peyda bûne gava ku peyvên erebî ketine zimanên îranî lê ew ne mijara vê nivîsara me ya vê carê ye.

Li jêr em ê behsa sê guherînên bingehîn bikin ku du yên pêşîn guherînên dengî ne û ya sêyem jî guherîneke dirûvî ye.

 

GUHERANDINA G-YA DAWIYA PEYVAN

Di zimanên îranî yên berî îslamê û yekser piştî hatina îslamê de gelek peyv bi dengê G bi dawî dihatin. Bo nimûne ”bernameg” (bername, program) û ”pisteg” (fisteq).

Lê di erebî de dengê G tine bû loma G-ya di peyvên ji zimanên îranî ketî erebî de G bûye C yan Q. Bo nimûne:

  • bernameg > bernamic
  • pisteg > fustuq

Wek hemû zimanan, zimanên îranî jî bi demê re guherîne. Yek ji wan guherînan bo nimûne ew e ku ev dengê G ji dawiya gelek peyvan hatiye avêtin, bi taybetî di farisî de. Loma niha em dibêjin “bername” û di farisî de pisteg bûye ”piste, pistê”.

Lê ew guherîna di zimanên îranî de çêbûyî, ti tesîr li ser peyvên ku berê ketibûn erebî nekiriye. Loma C hê jî di peyva “bernamic” de li şûna G-ya ”bernameg” maye û Q-ya di ”fustuq”ê de jî li cihê G-ya ”pisteg”a kevn berdewam e.

Hinek nimûneyên din

  • benefsec ji benefşeg (niha binefş, binefşe)
  • beydeq ji peyadeg (niha piyade, peya)
  • nemûdec ji nemûdeg (niha nimûne)
  • tazec ji tazeg (niha taze, teze)

Ev nimûneya dawiyê herwiha wek “taze” jî ji zimanên niha yên îranî ketiye erebiya devkî û li şûna G-ya kevn ya îranî C tê de nîne.

 

GUHERANDINA Ç BI Ṣ (ص) YAN S

Dengê Ç di zimanên îranî de heye ku di erebiya standard û di piraniya devokên wê de peyda nabe. Niha gava ku peyveke bi dengê Ç ji zimanên din tê wergirtin, di erebî de ew bi piranî dibe Ş. Bo nimûne “şîk, şêk” ji inglîzî “check”.

Lê berê, gava ku erebî peyv ji zimanên îranî werdigirtin, dengê Ç di wan de dibû Ṣ (sad, S-ya qelew, ص) û kêm caran jî S.

Ev wek tiştekî nepayî dixuye û gelek kesan heyirî dihêle ku çima Ç nebûye C yan Ş ku gelek ji Ṣ zêdetir nêzîkî Ç ne.

Sebeb ew e ku di zimanên îranî yên berê de, bo nimûne di pehlewî û sogdî de, herfa aramî Ṣ bo nivîsîna dengê Ç yê îranî dihat bikaranîn ji ber alfabeya pehlewî û sogdî ji aramî bû û tê de ti herfeke taybet bo dengê Ç tine bû. Xwandevanên aramî jî ew deng ihtimalen di nivîsên bi zimanên îranî de bi Ṣ dixwandin û wisa ew peyv bi wî awayî gihiştine erebîaxivan jî.

Gelek nimûneyên wisa hene ku tê de Ç-ya îranî bûye Ṣ. Em li vê derê tenê çend nimûneyan bidin:

  • ṣirac (lampe) ji çirag (niha çira)
  • ṣarûc (hawin, sarox) ji çarûg
  • reṣaṣ ji pehlewî erçîç
  • ceṣṣ ji gêç/geç
  • Ṣîn ji Çîn

 

PAŞVESAZIYA PEYVAN

Di erebî û zimanên din yên samî de peyv ji hinek rehên konsonantî li gor hin qalib û dirûvên diyar tên çêkirin. Bo nimûne, ji rehê k-t-b herdu peyvên “kitab” û “mekteb” hatine çêkirin. Pirhejmariya gelek peyvan jî ji wan heman konsonantan bi rêya veguhastina vokalan tê çêkirin. Loma bi pirhejmarkî “kitab” dibe “kutub” û “mekteb” jî dibe “mekatib”. Wek ku tê dîtin, konsonant wek xwe dimînin, bo çêkirina pirhejmariyê tenê vokal tên guherandin .

Hinek peyvên ji zimanên îranî wergirtî dişibûn formên pirhejmar yên erebî loma erebîaxivan wisa texmîn kir ku ew formên pirhejmarî ne. Lê ji ber ku ew wek formên pirhejmarî hatin hesibandin, êdî pêwîstî bi çêkirina formên yekhejmarî bo wan peyvan peyda bû. Çare ew bû ku formên yekhejmarî ji formên pirhejmarî bên çêkirin.

Bo nimûne, erebî peyva “peyadeg” (piyade, piyon, di şetrencê de) ji zimanên îranî wek “beyadiq” wergirt (P bû B û G bû Q ji berk u P û G di erebiya standard de nînin.)

Lê gava ku mirov peyva “beyadiq” bide ber peyda “mekatib”, mirov dê bibîne ku vokalên wan wek hev in tevî ku konsonantên wan ji hev cuda ne jî.

Li ser bingehên wiha, erebîaxiv wisa tê gihiştin ku peyvên wek “beyadiq” ne yekhejmar lê pirhejmar in. Û madem ku “beyadiq” ya “pirhejmar” bi pirhejmariya xwe dişibe “mekatib” ya pirhejmar, divê yekhejmariya “beyadiq” jî hebe ku bi şikl û dirûvê xwe bişibe yekhejmariya peyva “mekteb”. Wisa peyva “beydeq” hat çêkirin ku vokalên wê jî wek yên peyva “mekteb” in.

Çend nimûneyên din jî yên ji zimanên îranî wergirtî wiha bi paşvesaziyê forma wan ya yekhejmar hatiye çêkirin û forma ji zimanên îranî wergirtî niha wek forma pirhejmarî tê hesibandin:

  • “camûs” ji “cewamûs” ji pehlewî “gawmêş” (gamêş)
  • “firdews” ji “feradîs” ji avestayî “perîdeyze” (biheşt – heman peyva îranî bi rêya yûnaniya kevn wek “paradise” ketiye inglîzî û gelek zimanên din jî yên ewropî)
  • “nibr” ji “enbar” ji pehlewî ”enbar” (embar, mexzen)

 

WERGIRTINÊN DERENGTIR

Piraniya peyvên li jor behskirî berî îslamê yan li destpêka îslamê ji zimanên îranî ketine erebî. Sebeb ew e ku hingê erebî hê nebûbû zimanekî bihêz û bihagiran û ew hewceyî gelek peyvên nû bû. Lê piştî ku erebî cihê xwe xurt kir, êdî kêmtir peyv ji zimanên îranî wergirtine.

Vê dawiyê erebî bi piranî peyvan ji zimanên ewropî, wek inglîzî û fransî werdigire. Lê niha jî erebî bi temamî dest ji wergirtina peyvan ji zimanên îranî bernedaye. Bi taybetî deverên erebîaxiv yên nêzîkî Îran û Kurdistanê gelek peyvan ji zimanên îranî werdigirin tevî ku kêm caran ew peyv êdî derbazî zimanê standard yê erebî dibin.

Ev devokên erebî ne tenê peyvan ji zimanên îranî werdigirin lê herwiha êdî wan dengan jî wek di zimanên îranî de dihêlin ku berê erebî ew deng diguherandin. Bo nimûne, êdî dengên Ç, G û P di peyvên ji zimanên îranî werdigirtî de di erebiya devkî de bi piranî wek xwe dimînin:

  • çadir
  • guldan
  • perde

Ev û gelek peyvên di erebiya Iraqê û ya deverên din yên nêzîkî farisî û kurdî de tên bikaranîn tevî ku erebiya standard dengên Ç, G û P niha jî qebûl nake.

 

Çavkanî:

Arthur Jeffery: Foreign Vocabulary of the Qur’an [Peyvên biyanî di Qur’anê de]. 1938.
Encyclopædia Iranica: Iranian Loanwords in Arabic. [Peyvên îranî di erebî de].
Husein Muhammed: Etîmolojiya peyvên erebî
Ștefan Ionite: Persian Loanwords in Baghdadi Arabic [Peyvên farisî di erebiya Bexdayê de]. 2019.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s