Saxtiman Dese le Kurdî Kirmaşanî

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 3

Rizgar

Řizgar Behadur

We baweř Çamskî[1] (1957) sîntaks yanî pey birdin we şîwey duris bîn saxtiman[2] cumłe. Wextî kesîg bitüenî we zwan xwey xas qise bikey û cumłeyl durisîg büşî yanî xerîk e le ser bineway qanûneyl zwan xwey qise key. Bełam eger le merdim bipirsîm çün cumłe duris bû kesîg nîetüenî xas cwawman biyey, çün ewan lerbarey zwan zanyarî agahane neyrin.

Herkes bî ewey xuey bizanî gi çiştîg derbarey zwan xuey zanî, yanî zanist naagahaneyg lebarey zwan dîrî. Îme tüenîm le řî qizawet merdim lebarey zwan pey we qanûneyl zwan biweym.

Eřa nimûne binûřin e î cumłeyle:

  • Meryem daştya kitaw xuenya.
  1. *Kitaw daştya Meryem xuenya.
  2. *Xuenya daştya kitaw Meryem.

ç. *Kitaw Meryem xuenya daştya.

  1. *Meryem xuenya daştya kitaw.

 

  • Elî xerîk e çû eřa mał.
  1. *Xerîk Elî e çû eřa mał.
  2. *E xerîk mał eřa çû Elî.

ç. *Mał eřa e xerîk Elî çû.

  1. *Eřa mał e Elî çû xerîk.
  2. *Çû Elî mał xerîk e eřa.
  3. *Eřa e çû mał Elî xerîk.

Le î nimûneyle cumłeyl bîsitare xassaxt[3] in, yanî her Kurdzwanîg ki zwan dałigî xuey xas zanî î cûr cumłeylîg üşî ya we řas zanîdeyan, bełam cumłeyl sitaredar gensaxt[4] in, yanî le naw qisey merdim î cumłeyle peyda nîewn û we î xatire sitaredar bîne.

Hełbet xassaxtî[5] û gensaxtî[6] îş dereceylîg dîrî, yanî biřîg le cumłeyl herçend xassaxt nîn, bełam le layen merdim üşiryen û ta endazeyg qabił qebûl in.

  • ?Daştya kitaw xuenya, Meryem.
  1. ?Eřa mał, Elî xerîk e çû.
  2. ?Elî eřa mał xerîk e çû.

Herçen î cumłey bane binkul xassaxt nîn, bełam çün merdim manayan famin, tüenîm büşîm ta endazeyg qabił qebûl in. Îme eřa ye nîşan biyeym cumełeyg binkul xassaxt nîe ya şik dîrîm xassaxt bû le nîşany pirsyar (?) istifade keym.

Hîçkam le îme le medrese destûrzwan Kurdî nexuenîme û le mał îş î baseyle eřaman nekirdine. Dey çün tüenîm büşîm cumłeyg le řü qanûneyl zwan Kurdî duris neüe û gensaxt e? Cwawegey ewe se îme insan îm û zwan îş beşîg e le zat insan.

We qewł Çamskî (1965), herkam le îme le naw zeyniman Wesîley Yadgirdin Zwan[7] dîrîm. Delîl î qise îş ewe se, minał le herkûrey dinya bû zwan yad girî û gişt minałeyl îş teqrîben le yey sin zwanyan tekmîlew bû. Yanî minał wegerd zwan nîetyey e dinya bełam wextîg hat e dinya werewere zwanîg yay girî. Eřa nimûne minał Kirmaşanî yad girî le düay’ daştya’ bayed büşî ‘xuenya’ û inca le lay xueyw tüenî büşî ‘daştya xuenya’ Kurdî Kirmaşanî e bełam ‘daştya xuenî’ Kurdî Kirmaşanî nîe.

Wey xatire wextîg xerîk îm sîntaks zwanîg şîwe keym, twaym ew çişteyle ki eřa nimûne yey Kurd Kirmaşanî we şîwey naagahane derbarey zwan xuey zanî desnîşan bikeym. Yanî zanyarîeyl îme lebarey sîntaks yey zwan le qizawet merdim le ser qabił qebûl bîn ya qeyrqabił qebûl bîn cumłeyl pîşnehad kirya tyen. Yanî le îre kar îme tenya tewsîf zanist ew qisekereyle se, ne ye ki büçîm ewan bayed çü qise biken.

Wextîg dîrîm pitekeney zanist zwanî kesîg keym, bayed hûşman bû le ew qiseyle çewpûşî bikeym ki merdim le wext mesî, gîjî, şeketî, xew ya serzwan girdin üşiney. Çün îme le îre haym e şûn zanist zwanî ne kirdey zwanî.

 

Zêdetir bixwînin!

Read More »

Peyvrêzî

Hevok (riste, cumle, sentence) ji peyvan (kelîmeyan) pêk tên. Di hevokekê de dikare yek, du, sê yan – wek prensîp – bêhejmar peyv hebin:

1)

1a) Çû.

1b) Were malê!

1c) Te kî dît?

1d) Bila ew jî sibê bi te re bên bajarî.

Anku hevok dikare kurt, dirêj yan navînî be. Anku mirov dikare hema-hema bi dûvdilî (keyfî, ixtiyarî, arbitrarily) peyvan li hevokê zêde bike yan jî jê kêm bike. Lê mirov nikare peyvekê li her cihê hevokê zêde bike. Bo nimûne, ev hevokên li jêr li gor kurmanciya giştî xelet in:

– * Malê were!

– * Dît kî te?

– * Te dît kî?

– * Dît te kî?

– * Bajarî sibê bila ew jî bi te re bên.

Gelo çima hevokên wiha di kurmancî de nayên qebûlkirin? Bo çi em dibêjin ku ew xelet in?

Bersiv peyvrêzî ye: hin peyv li cihê xwe yê di hevokê de nehatine danîn lê li cihê hin peyvên din in. Bi gotineka din, di hevokên nimûne de peyv ne di rêz û rista xwe de ne.

Lê gelo ev rêza peyvan di hevokên zimanê me de çi ne? Gelo em ê bikarin wan rêzikan peyda û diyar bikin? Gelo ew rêzik herdem wek hev in yan jî diguherin? Heke biguherin, li gor çi qeyd û bendan diguherin.

Ev nivîsar dê hewl bide bersiva van pirsan bide. Ev vekolîn li ser peyvrêziyê (word order) ye. Anku ev nivîsar li ser rêza peyvan di hevokan de disekine. Berî niha me nivîsarek li ser dengrêziyê nivîsiye ku qeyd û bendên rêzkirina dengan di peyv û kîteyan de vedikole.

Read More »