Kovara Kanîzar, hejmar 12

hejmar12

Sernivîsar

Kerem bikin hejmareke nû ya kovara zimanê kurdî Kanîzarê. Em vê carê bi qasî 270 rûpelan vekolînên li ser ziman û rêzimana kurdî bi kurmancî, soranî, zazakî û inglîzî pêşkêş dikin.

Di vê hejmarê de Husein Muhammed vekolîna xwe ya li ser rengdêrên (hevalnav, sîfet, adjective) di zimanê kurdî de didomîne. Ew vê carê bi taybetî li ser cihê rengdêran di komik û hevokan de radiweste û herwiha cudahiyên bikaranîna rengdêran di lehceyên kurdî de dide ber hev. Nivîsarên wî yên din di vê hejmarê de li ser hevdengî û pirdengiyê di nivîsîna kurdî de û herwiha li ser dengê C di zimanê kurdî ne.

Vekolîna Deham Ebdulfettah li ser lêkerên (kar, fiil, verb) kurmancî di vê hejmarê de jî didome. Seyidxan Kurij jî dûr û dirêj li ser lêkeran di zazakiya Çewligê de bi zazakî di vê hejmarê de dinivîse.

Emîr Hesenpûr li ser siyaseta zimankuj ya Bakurê Kurdistanê dinivîse. Ergîn Opengîn jî li ser parastin û guherîna zimanî li heman deverê vedikole. Michael Chyet dîroka ferhengsaziya kurmancî bi inglîzî pêşkêşî me dike.

Yaron Matras û Yay Gertrud Reershemius derbarê standardkirina zimanên bêdewlet dinivîsin û zimanê kurdî, qereçî û yidişî wek nimûne bi kar tînin. Em vekolîna wan hem bi orijînala wê ya inglîzî û hem jî bi wergera soranî ya Hesenê Qazî belav dikin.

Xanna Omerxalî remz û sembolîzma teyran di êzidîtiyê de behs dike. Newzad Valêrî li ser wergerandinê ji zimanekî li zimanekî din bi zazakî dinivîse.

Vê carê jî em du kitêbên kurdî didin nasîn û herduyan jî bi tevahiya wan dixin xizmeta xwandevanên kurd. Yek jê ferhenga mezin ya soranî-inglîzî ya Şefîq Qezaz e û ya din jî kitêbek li ser cinsê rêzimanî di kurmancî de ye ku ji aliyê jineke bi bernavê Keça Kurd ve hatiye nivîsîn.

Kerem bikin kovara xwe bixwînin û berhemên xwe bo wê bişînin!

Vekin û bixwînin! 

 

Naveroka hejmara 12

Husein Muhammed
Rengdêr di zimanê kurdî de, r. 3

Pêşkêşkirina kitêba
Zayenda mê û nêr, r. 28

Emîr Hesenpûr
Zimanê kurdî û zimankujî, r. 29

Ergîn Opengîn
Parastin û guherîna zimanî, r. 36

Pêşkêşkirina ferhenga
Şarezor kurdî-inglîzî, r. 57

Yaron Matras û Y. G. Reershemius
Standardkirdinî bê dewlet, r. 58

Seyidxan Kurij
Fekî Çewligî de antişî karan (fiilan), r. 92

Deham Ebdulfettah
Lêker di zimanê kurdî de, r. 122

Hevdengî û pirdengî
di nivîsîna kurdî de, r. 154

Newzad Valêrî
Açarnayîş û açarnayox, r. 178

Xanna Omerxalî
Sembolîzma teyran di êzidîtiyê de, r. 185

Dengê C
Peydabûn û guherîna wî, r. 200

Yaron Matras & Y. G. Reershemius
Standardisation beyond States, p. 207

Michael L. Chyet
Kurmanji Kurdish Lexicography, r. 236

Zarname
Ferhengoka zimannasiyê, r. 250

Çawa binivîsim?
Rêbera rastnivîsînê, r. 268

 

 

Kovara Kanîzar, hejmar 11

Hejmar11a

 

Vekin û bixwîn!

 

Sernivîsar

Bi berhemên nû û yên kevnar

Kerem bikin dîsa hejmareke nû ji kovara zimanê kurdî Kanîzarê, xwandevanên hêja. Di vê hejmarê de em  çendîn berhemên nû û çend vekolînên li ser zimanê kurdî bi kurmancî, soranî, zazakî û inglîzî  pêşkêşî we yên hêja dikin.

Di vê hejmarê de em dest bi belavkirina vekolîna Husein Muhammedî ya li ser rengdêrên (sifet, adjective) kurdî û bikaranîna wan dikin. Ev  vekolîn dê di hejmarên bên de jî berdewam be. Nivîsarên wî yên din di hejmarê de li ser cinsê rêzimanî (mê û nêr) û tesîra lerzê li ser guherîna dengan in.

Rêzevekolîna me ya din ji Deham Ebdulfettah e û  xebata wî ya dûr û dirêj ya li ser lêkerên (fiil, verb) kurdî ye. Ev vekolîn jî dê di hejmarên bên de jî bidome.

Vekolîna me ya dirêj ya bi zazakî nivîsara Seîd Verojî ya li ser berhevdan anku miqayesekirina zimannasî ya  navbera kurmancî û zazakî ye.

Bi soranî Cemal Nebez li ser ”birakujiya zimanî” anku neheqîkirina li lehceyên din yên kurdî dinivîse. Nivîsara din ya bi soranî derbarê guherîn û ketina dengan di kurdiya kirmaşanî de ye û ji kekê me yê hêja Elî Şahmuhemmedî ye.

Bi inglîzî Mehmet Şerif Derince û Ergin Opengin agahiyên bingehîn li ser kurdî (bi taybetî kurmancî) pêşkêş dikin û berhemên giring bo hînbûna kurmancî û vekolînên zimanê kurdî rêz dikin.

Di vê hejmarê de jî em du kitêban – yeke nû û yeke kevn – didin nasîn. Yek jê Ferhenga Zaravên Teknîkî ya bi kurdî – tirkî – inglîzî ye. Ya din jî ferhengokeke kurdî ya ji sala 1884 e. Em van herdu berheman bi temamî belav dikin û dixin xizmeta xwandevanên xwe û vekolînên li ser zimanê kurdî.

Kerem bikin kovara xwe bixwînin û bo me binivîsin:

kovarakanizar@gmail.com

 

NAVEROK

Sernivîsar
Bi berhemên nû û kevnar, r. 2

Husein Muhammed
Rengdêr û bikaranîna wan, r. 3

Ferhenga zaravên teknîkî
bi kurdî – tirkî – inglîzî, r. 18

Elî Şahmuhemmedî
Gorrîn û qirtandin le zarawey kurdîy kirmaşanî, r. 20

Seîd Veroj
Vacêkerdena zazakî û kurmancî, r. 23

Nasandin
Ferhengeke kurdî ji sala 1884, r. 51

Ziman û cins
Cinsê rêzimanî, r. 53

Cemal Nebez
Birakujîy zimanî, r. 64

Deham Ebdulfettah
Lêker di zimanê kurdî de, r. 72

Tesîra lerzê
li ser guherîna dengan, r. 124

Mehmet Şerif Derince & Ergin Opengin
Background information on Kurdish, r. 131

Zarname
Ferhengoka zimannasî, r. 144

Em wiha dinivîsin
Kurterêbera rastnivîsînê, r. 162

Vekin û bixwîn!

 

 

Hejmar û hejmarsazî (9)

Bo beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7beşa 8. 

_____________________________

Husein Muhammed

Seamless pattern with numbers

  1. ÇEMANDIN Û RAVEKIRINA HEJMARNAVAN

 

Navên hejmarên bingehîn di kurdî û gelek zimanên din de jî ji aliyê bikaranîna xwe ve ji hemû birên peyvan zêdetir dişibin navdêran û wek wan diçemin / ditewin.

Bo nimûne, di kurdî de hem navdêran û hem jî hejmarnavan bi zelalî formên xwe yên yekhejmar û pirhejmar hene. Wek mînak:

Navdêr Hejmarnav
Yekhejmar[1] Pirhejmar[2] Yekhejmar[3] Pirhejmar[4]
çav çavan çar çaran
pîvaz pîvazan pênc pêncan
sêv sêvan şeş şeşan
dest destan deh dehan
ser seran sed sedan

 

11.1. Pirhejmariya hejmarnavan

Di tevahiya kurmancî de sazkirina formên pirhejmar yên hejmarnavan jî wek yên navdêran e:

Hejmarnavên pirhejmar bi forma xwe ya neçemandî wek navdêrên pirhejmar jî bi forma xwe ya neçemandî bêyî ti paşgir in:

  • Heval hatin. (heval = navdêr)
  • Heft hatin. (heft = hejmarnav)

Hejmarên pirhejmar bi forma xwe ya çemandî anku tewandî wek navdêrên pirhejmar jî bi forma xwe ya çemandî paşgira ”-an” werdigire:

  • çar-an
  • pênc-an
  • deh-an
  • bîst-an
  • sed-an
  • hezar-an
  • milyon-an

Eger hejmar bi forma xwe ya xwerû bi vokalekê bi dawî were, hingê paşgir ”-yan” e:

  • du-yan
  • sê-yan
  • si-yan (sî + yan)
  • pênciyan
  • heftêyan
  • heştêyan

Di zimanê devkî de N-ya dawiyê dikeve:

  • çara, şeşa, deha, bîsta, seda, hezara…
  • sêya, duya, heftêya…

Di hin devokan de Ê-Y dibe IY

  • sêya(n) > siya(n)
  • heftêya(n) > heftiya(n)
  • heştêya(n) > heştiya(n)

Di hin devokan de Y-ya paşgira ”-yan”ê jî nayê gotin:

  • duyan > duya > dua (> duwa / diwa)
  • sêyan > sêya > sêa
  • heftêyan > heftêya > heftêa

Read More »

CINSÊ RÊZIMANÎ

Husein Muhammed

cins

Cinsê rêzimanî anku zayenda rêzimanî (mêyîtî û nêrîtî) yek ji mijarên serekî yên rêzimana kurmancî ye. Her navdêra kurmancî bi zerûrî yan mê ye yan jî nêr e yan jî herdu ye. Ji ber vê giringiya mijarê, hem kurdan bi xwe û hem jî gelek zimannasên biyanî qelem girtiye û li ser vê mijarê nivîsiye.[1] Min bi xwe jî berê dest avêtiye mijareke sinorkirî ya cinsê rêzimanî: cinsê heywanan yê rêzimanî.[2]

Di nivîsên bi kurdî yên derbarê cinsê rêzimanî de, giranî li ser wê bûye ka çi peyv mê ne û çi jî nêr in.[3] Kêmtir pûte û giringî bi wê hatiye dan ka cinsê rêzimanî di kurdî de çawa tê bikaranîn, kengî diyar e û kengî veşartî ye, çawa peyda bûye û çawa diguhere, têkiliya wî li gel zimanên kevn yên îranî û zimanên nû yên cîran û çawa ye.

Ev nivîs hewl dide ku bersiva hin ji van pirsan bide. Bersiva van hemû pirsan niha li ba min peyda nabe. Lê ji bilî bersivdanê, pêşkêşkirina hin pirsan jî giring e tevî ku niha bersiv ji wan re tine be.

Read More »