Cilên paşayî yên nû

o-HANS-CHRISTIAN-ANDERSEN-facebook

Hans Christian Andersen (1805 – 1875)
Wegerandin: Husein Muhammed

Berî çendîn salan hebû paşayek yê wa pir ji cilên nû hez dikir ku hemû pareyê xwe bi cil û bergan pûç dikir. Ne leşkerê wî û ne jî huner mereqa wî bûn, û ger ne bo nîşandana cilên xwe yên nû ba, ew ti car li nav gulistana xwe jî nedigerî. Her saet wî qapût û saqoyê xwe diguherandin, û dema li welatên dî dihat gotin: “Paşa li dîwanê ye”, li vî welatî dihat gotin: “Paşa li cilxaneyê ye.”

Li wî bajarî, yê paşa lê dijiya, cejn û şahî dihatin kirin, û her roj mêvan û gervan dihatin wir. Carekê du hîlebaz li bajarî peyda bûn. Ew qaşo cildirû û qumaşvan bûn û wan pesn û senaya xwe dida ku ew spehîtirîn cilên dinyayê didirûn. Hem reng û hem jî dirûv nedîtî bedew bûn û herwa di cilên ew didirûn de ev taybetmendiya seyr û sosret heye: ew mirov, yê ku nikare erk û wezîfeyên xwe bi cî bîne yan jî qewî bêaqil e, wan cilan qet nabîne.

– De bo Xwedê, aha ew in cil, paşa pûnijî. Dema wan li xwe bikim, ez ê tavilê pê bihesim ka kî di dewleta min de nikarin erka xwe bi cî bînin: ez ê di cî de bikarim ji hev bikim ka kî hişmend û kî jî bêhiş e. Bila di zûtirîn demê de ew cil bo min bên dirûn! Û wî têr pare dan fêlbazan daku dest bi karê xwe bikin.

Read More »

Mirina Baldassare Silvande, cîgirê kontê Silvanyayê

Marcel Proust

Marcel-Proust-001

wergerandin: Husein Muhammed

I

Apollo şivaniya terş û tewalê Admetosî dikir, helbestvan dibêjin. Di her mirovî de yezdanek heye ku zarî şêtan ve dike.
Emerson

– Alexisê birêzok, wisan negirîn. Hema dibe ku cîgirê kontê Silvanyayê hespekî jî bide we.
– Hespekê mezin an canîkekî?
– Belkî hespekê mezin mîna yê birêz Cardenio. Lê bi rastî jî dibêjim, niha wisan… li rojbûna çardehsaliya xwe… negirîn!

Çavên Alexisî ji pişt rondikan geş bûn dema ew ponijî ku dibe hespek lê bê diyarî kirin û rojbûna wî jî hat bîrê. Lê dîsan jî xemgîniya wî bi temamî xelas nebû çimkî diviyabû ew biçûya nik mamê xwe Baldassare Silvandeyî, cîgirê kontê Silvanyayê. Erê Alexis, piştî bihîstibû ku apê wî nikare sax bibe jî, çend caran çûbûn seredana wî. Lê piştî hingê tiştek wek berê nemabû. Baldassare hay ji nesaxiya xwe bûbû û dizanî ku wî, herî zêde, sê jînsal mabûn. Alexis tê nedigiha ka çawa vê piştrastiyê mamê wî bi xemgîniyê nekuştibû yan dîn nekiribû, û hest pê kir ku nikare li ber xwe bide û apê xwe bibîne. Ew diramî ku mam dê bêguman ji dawiya xwe ya nêz dibû bipeyive û wî dê nikariya xemên mamê xwe vebirevîne û ta dê nikariya rondik û hêsirên xwe jî newerîne. Wî herdem li hember apê xwe, mezintirîn, keşxetirîn, xurttirîn, şengtirîn û dilnermtirîn lêzimê xwe hurmeteka mezin hebû. Wî pir hez dikir ji çavên mamê xwe yên gewer, simêlên wî yên boz û çokên wî, yên ku jê re di dema zaroktiyê de penageheka bizewq û narîn bûn û dişibîn asêgeheka dijmin ticaran nikaribe xwe bigihîniyê, bi qasî hespikên hêsk û colankî xweşik û ji ayingehan jî pîroztir bûn. Bûneweriya reşbîn û tund ya bavê Alexisî jê re xerîb û neecibandî bû û ew di aşop û xeyalên xwe de li pêşerojekê bû ku bi berdewamî li ser pişta hespekî mîna xanimeka nazenîn qeşeng û hindî padîşahekî jî wurşedar be, û zelamên mengî û îdeal li ber wî kesên mîna mamê wî bûn. Wî dizanî ku bi xwe jî dişibe mamê xwe yê keşxe û lewend û dizanî ku ew mam jîr, qenc e, bi qasî metranan an generalan bihêz û bibandor e. Erê wî ji gotinên dêbavên xwe fam kiribû ku mamo xwedî hin kêmasiyan jî bû. Ta dihat bîrê ka mam çiqas bînteng bû dema pismamê wî Jean Galéasî henek pê dikirin, û herwiha dihat bîrê ka çawa çirîskên çavên mamê wî zewqa wî ya xweperestî peyitandibû dema kontê Parmayê soz dabû ku xwişka xwe bideyê (hingê mamî ji bo veşartina kêfxweşiya xwe didanên xwe çîrikandibûn û mîna berê lencîbû û girnijîbû ku Alexisî qet jê hez nedikir) û dihat bîrê ka çawa Lucretia, ya ku bi fermî jî ji muzîka wî hez nedikir, bênirx dihesiband dema pê re dipeyivî.

Read More »

Bilbil û Sorgul

Oscar Wilde

oscar-wilde_1215690c

‘Wê got dê li gel min bireqise ger ez jê re gulên sor bînim’, şagirtê xort got, ‘lê li hemû gulistana min gulek sor nîne’.

Ji hêlîna xwe ya li ser dara gûzê bilbilî dengê wî bîst û di nav pelan re li derê nerî û pûnijî.

‘Nîne ti gulek sor li hemû gulistana min!’ yê şagirt got, û çavên wî yên spehî tijî rondik bûn. ‘Ax, ji tiştên çend biçûk e dilşadî! Min xwendiye hemû hişmendiya mirovan nivîsî, û hemû nehîniyên felsefeyê yên min in lê ji ber daxwaza gulek sor jiyana min bûye kembaxî.’

‘Taliyê ev e evîndarekê rast’, bilbilî got. ‘Her şev ez li ser wî strîme tevî ku min ew nenasiye jî; her şev min çîroka wî ji stêran re vegotiye û niha wî dibînim. Pirça wî reş e wek gula simbilê, û lêvên wî sor in wek sorgula daxwaza wî; lê dildariyê rûyê wî mîna qerenfîlê zerik û spîçolkî kiriye, û xemgîniyê mora xwe li eniya wî daniye.’

Read More »

Rojavabûn*

image_db

Mehabad Qeredaxî

ji soranî: Husein Muhammed

Diyarî canên pelatînkan e yên zarokên enfalkirî, yên wan pelatînkan yên me nedizanî ka kîjan mêrg kiriye biheşt ta ku taliyê li roja zaroyên cîhanê – 1.6.2003 – ji dojeha çalgorên enfalkiriyan serik û hestîkên wan yên nazik û narîn li gel pêlîstok û yarîkên wan hatin dîtin… Bo canê wan yên ji bîra min naçin diyarî ye ev çîrok û her bîr û tîrê ji qelema min biçe. (**)

Dixwaze mirinê bibîne lê dîmenê rojavabûnê nebîne. Dema rengê narincî yê avabûna rojê dibîne, hindî jê bêt dike hawar û qîrîn ta biweste û gêj bibe. Êvaran dibin hindir daku rojavabûnê nebîne. Lê nebîne jî, hest pê dike. Hawar dike, hawareka wa ku pencere û dîwarên odeyê vedilerizîne. Dorberên xwe çol dike; pir car xwe rahiştiye kêrê û dixwaze xwe bikuje û aram bibe. Cigare jî lê hatine qedexekirin; çendîn car cigare bi leşê xwe venaye ta ku temiriye: bi her awayî xwe jan dide da ku fikr û endîşeyên xwe kêm bike. Ku cigare bi leşê xwe vedina, hesteka tijî aramî û asûdeyî ew digirt û rûyê wî vedigeşî.

Demek e neynik û awêne nedîtine. Nizane ew sîmayê esmerî delal, ku berê miştî şadî û hêwirî bû, niha reş dageriye û çendîn xetik û xîçikan li eniya wî nexşeya pîriyeka nedem nîgarandiye. Salek e li ber ti neynik û camên pencereyan rastî dêm û dîmenê xwe nebûye. Awêne lê hatine veşartin; pêşî dijminî bi awêneyan re hebû. Dema westayî vegerî, Wefayê wek her car bi rûgeşî ew hemêzand lê ew – mîna ku her ne li vê dinyayê be – bêyî peyvek ji devî derbikeve ket odeyê. Wefa ji westîn, nerehetî û xerîbiya wî haydar bû lê nedizanî ka çi qewimiye, çima rengê xwe avêtiye. Xwest wî dilşad bike bi wê mizgîna xêrê ya ew çar sal li bendê bûn:

– Mizgîn, me zarokek bûye!

Read More »