DÎROKA (ZIR-)ETÎMOLOJIYA KURDΠ-5-

(Bo beşên pêştir binêrin: 1, 23 û 4)

Husein Muhammed

Tsabolov1

Ruslan L. Tsabolov: Этимологический словарь курдского языка

Etîmologê rûsî Ruslan L. Tsabolov (yan Çabolov) li gor zanîna min bi berhema xwe Этимологический словарь курдского языка (Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî) (beşa I 2001 û beşa II 2010)[1] danerê yekem ferhenga kurdî ya etîmolojî ye.

Peyvên kurdî (kurmancî û soranî) bi alfabeya latînî (lê ne bi temamî li gor rastnivîsîna kurdî-latînî ya standard – li jêrtir binêrin) hatine pêşkêşkirin, paşî li rûsî hatine wergerandin, dû re nimûne ji zargotin an edebiyata kurdî ya nivîskî hatine dan û li dawiyê jî etîmolojiya peyvan hatiye diyarkirin (li gel şiroveyên bi rûsî).

Di ferhengê de hem peyvên kurmancî û hem jî yên soranî hatine pêşkêşkirin lê zimanê lehceya serdest di ferhengê de kurmancî ye. Eger hevreha peyva kurmancî di soranî de jî hebe lê ne bi temamî wek ya kurmancî be, danerê ferhengê berê xwandevanên xwe ji peyva soranî dide peyva kurmancî û li ber peyva kurmancî etîmolojiya wan peyvan diyar dike. Eger hevreha peyva soranî di kurmancî de tine be (yan hebe lê haya Tsabolovî jê nebûbe), hingê peyv û nimûne ji edebiyata soranî hatine berçavkirin.

Wek ku ji navê ferhengê jî diyar e, ew ferhengeke etîmolojî ye û berî her tiştî hewl dide reh û rîşên peyvên kurdî vekole tevî ku danerê ferhengê herwiha nimûneyan ji bikaranîna peyvê jî dide.

Tsabolov hewl daye bi awayekî zanistî û zimannasî nêzîkî meseleyê bibe. Eger li gor delîlên heyî peyva kurdî bi eslê xwe îranî yan hindûewropî be, wisa diyar kiriye; eger ji erebî yan tirkî hatibe jî, hingê wisa xuya kiriye.

Tsabolov2

Bi awayekî giştî mirov dikare bibêje ku Tsabolov etîmolojiya piraniya peyvan rast peyda kiriye. Şaşiyên beloq û bêguman kêm in. Lê hejmareke ne kêm ya kêmasiyên din yên ferhengê hene ku em ê li vê derê rêz bikin:

Kitêb ne bi ti alfabeyên kurdî yên heyî (latînî, erebî, krîlî) hatiye nivîsîn lê danerê ferhengê alfabeyeke latînî ya li gor dilê xwe bo nivîsîna peyvên kurdî bi kar aniye. Bo nimûne, ”E, A, Ş, J” yên standard wek ”A, Ā, Š, Ž” dinivîse. Ew ne tenê kurdî wiha dinivîse (ji ber ku bi dîtina hin kesan hê ti standardeke giştgir di kurdî de peyda nebûye) lê heta peyvên tirkî jî li gor tirkiya niha nanivîse lê li gor alfabeya bi dilê xwe çêkirî dinivîse. Ew herwiha peyvên erebî tenê bi alfabeya xwe ya latînî dide û gelek caran ji xwandevan re ne zelal e ka mebesta wî kîjan peyva erebî ye. Eger peyvên kurdî, tirkî û erebî li gor alfabeyên wan yên standard hatiban pêşkêşkirin, bikaranîna ferhengê dê pir hêsantir û bikêrtir ba. Ji ber bikaranîna A li cihê E-ya standard, rêzbendiya peyvan jî di ferhengekê de xerîb e. Bo nimûne, di ferhengê de peyvên wek ”em, ev, evîn, ez” (bi nivîsîna Tsabolovî ”am, av, avîn, az” berî peyvên wek ”agir, av, ax” (bi nivîsîna wî ”āgir, āv, āx”) hatine.

Danerê ferhengê xwe pir bi jihevcudakirina cotdengên Ç, K, P û T ve westandiye tevî ku ev ne ferhengeke dengnasî (fonolojî) lê ferhengeke rehnasî (etîmolojî) ye. Di nivîsareke berê de me kêmasiyên wî yên di vî warî de rexne kirine.[2]

Ferheng bi herdu beşên xwe nêzîkî 1200 rûpelan dike. Etîmolojiya gelek peyvên bingehîn yên kurdî tê de peyda dibe. Lê li aliyekî hin peyvên bingehîn jê kêm in. Bo nimûne, peyva ”tilî, til, tibil” (bi inglîzî ”finger”, bi tirkî ”parmak”) tê de cih negirtiye. Herwiha peyvên zimanê nivîskî yê nû – bo nimûne ”nûçe, dibistan” – jê kêm in. Li aliyekî din, hejmareke ne kêm ya peyvên ”tirkmancî” tê de hatine rêzkirin ku ne zimanê nivîskî û ne jî kurdên tirkînezan wan bi kar naînin. Wisa rêjeya peyvên bi eslê xwe tirkî di ferhengê de zêdetir e ji nisbeta wan di kurmanciya yan soraniya nivîskî de.

Kêşeyeke din jî ya ferhengê – ku bikarberiya wê kêm dike – zimanê ferhengê ye. Hejmara kurdan û heta zimannasên kurd jî, yên ku rûsî dizanin, pir bisinor e. Eger zimanê ravekirinê yê ferhengê kurdî ba yan zimanekî cîran (erebî, tirkî, farisî) yan jî zimanekî serekî yên ewropî (bi taybetî inglîzî) ba, sûd û mifayeke zêdetir dê ji ferhengê bihata dîtin. Lê ji ber ku hem peyvên kurdî bi alfabeya latînî hatine nivîsîn (tevî ku ne bi forma xwe ya standard jî) û herwiha hevreh yan jî serekaniyên wan di zimanên lêzim yan cîran de, mirov dikare bi rûsiyeke kêm jî jê sûdmend bibe.

 

Dê bidome.

________________

TÊBÎNÎ

[1] Bo peydakirinê binêrin bo nimûne: http://www.ozon.ru/context/detail/id/6308301/

[2] https://zimannas.wordpress.com/2015/08/14/diyarkirina-dengen-cuda-yen-c-k-p-t/

 

7 thoughts on “DÎROKA (ZIR-)ETÎMOLOJIYA KURDΠ-5-

Leave a comment