DEVOKA ÇALDIRANÊ (WAN)

Cetin Tas
Çetin TAŞ

Wek pdf vekin û bixwînin!

 

KURTE

Di vê xebatê de me li ser devoka Çaldiranê ji hêla dengsaziyê lêkolînek kir. Bi vê
armancê serê pêşîn me ji navenda Çaldiranê ji tax û mirovên cuda deng tomar kir ku piştî deşîfrasyonê ev tomar nêzî pêncî rûpelî çêbû. Dûre me di van metnan de dengên ji
kurmanciya nivîskî cuda, yek bi yek tespît kirin û her wiha dengên ku di kurmanciya nivîskî de ji bo wan nişane tunene, diyar kirin û bi sîstema transkrîbsîyonê ya navneteweyî jî nîşan dan.

Di vê çarçoveyê de me ev metn ji hêla veguherîn, ketin, kewyan, lêzêdebûn, dubarebûn û pevguherîna dengan analîz kirin û bi kurmanciya nivîskî re jî berawird kirin.

Di encamê de me gelek taybetiyên dengsaziyê yên devoka Çaldiranê û cudahiya wê ji
kurmanciya nivîskî diyar kir. Li gel vê yekê me ji van metnan, hin gotinên ku nayên fêmkirin û bêjeyên xweserî devoka Çaldiranê ne ferhengokek pêk anî û ev ferhengok jî di dawiya xebatê de da.

Wek pdf vekin û bixwînin!

 

Binêrin herwiha:
– Ciwan Qado:
Devoka Amûdê (Rojava)
– Şafî Muhammed: 
Devoka Osmanbegiyan (Wan)
– Şehnaz Omerzade: 
Devoka şikakiyan (Ûrmiye)
– Zinarê Melê: Kurmanciya Dihokê
– Rêwan Mihemed: 
Devoka xerbî (Qamişlo)
– Kamîz Şeddadî: Kurmanciya Laçînê (Kurdistana Sor)
– Mihemed Hemkodî: 
Kurmanciya Celikan (Semsûr)
– Battal Battaloğlu: 
Devokeke Dîlokê/Entabê
– Peyam Aghdaşî: Kurmanciya Xorasanê (gundê Kelehnû)
– Îkram Baban: 
Devoka Panosê
– Reben Celikan: Kurmanciya reşiyan (Konya)
– Têngiz Siyabendî: Kurmanciya Ermenistanê
– Sadiq Der Goyî: 
Devoka Goyan
– Oruç Sural: Devoka Xoçvanê (Erdexan)
– Amed Çeko Jiyan: 
Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt)
– Fatih Aydin: Devoka Semsûrê
– Miradxan Şemzînî: 
Devoka Şemzînan
– Orhan Agirî: 
Kurmanciya herêma Agirî
– Îsmaîl Taha ŞahînDevokan hacan ji eşîra ertoşiyan
– Raman EhmedTaybetmendiyên devoka Kobankî
– Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê
– Husein MuhammedTaybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
 Qasimê XelîlîTaybetmendiyên kurmanciya Torê
– Mehdi JafarzadehKurmanciya Deregezê

DEVOKA AMÛDÊ (ROJAVA)

Qado

Ciwan Qado
ciwanqado@hotmail.de

DEVOK Û DEVERÊ

Cizîrê, Berriya Mêrdînê (Amûdê, Rojavayê Kurdistanê)

NASANDINA DEVERÊ Û DEVOKÊ BI KURTÎ

Devera Amûdê ya navê xwe ji bajarê Amûdê wergirtiye, beşeke sereke ji Berriya Mêrdînê (Deşta Mêrdînê) ye. Li gor çavkaniyên dîrokî ew kevintirîn bajarê vê herêmê ye, hinek wê vedigerînin bêhtirî 350 salî berê. Nav û dengê vê deverê di gellek jêder, xerîteyan, kilam, stran û serpêhatiyan de hatiye ziman.

Ev bajar navê xwe ji girê Amûdê yê ku aniha di sînorê dewleta tirk de ye, wergirtiye. Behsa Çîrok û çîvanokên vî bajarî di gellek jêder û çavkaniyan hatiye kirin. Lê belê xelkên vî bajarî û li gor axaftinên wan xuya dibe ku her hinek ji wan ji devereke cuda hatiye, lê ya herî berbiçav heger em haweyên axaftin û peyvsaziyê binirxînin û bişopînin, em ê pêrgî du Qewmên sereke li Amûdê werin   ”Berrîvanî” anku / malbat an eîşrên berriyê ên bi esilê xwe deştî ne/, û ”Çiyayî” ew bi temamî ji hêla çiyayê Omeriyan dageriyane an jî hin Êlên ku ji ber fermanan firar û muhacir bûne û li Amûdê bicî bûne. û wilo bi salan di nava vî bajarî de devokek hatiye peydakirin mirov dikare jê re bibêje ”Devoka Amûdê”.

Wekî din, Deşta Mêrdînê beşek ji Cezîrê ye û Cezîrê jî ji Deverine cuda cuda pêk tê (ji Dêrka Hemko bigre heta bi Serê Kaniyê û ji sînorê dewleta tirk heta bi bajarê Hesekê/Hisîçayê) û ev herêm bi taybetmendiyên xwe yên civakî û devokî pirr zengîn û rengareng e  Mînak : devera Serê Kaniyê bi devoka xwe girêdayî Wêranşehirê ye, Dirbêsiyê girêdayî Qoser û Qerjdaxê ye, Devera Aşîtiyan jî girêdayî Torê ye. Hewiha jî devera Aliyan, Devera Koçeran … hwd. Ev hemû devokine bi serê xwe ne. Lê devoka Amûdê bi giranî li bajarê Amûdê çêbûye û wekû me anî ziman jî, ji têkelbûna gellek devokên ku bi salan hev alişandine, pêk hatiye.

Heger mirov bi dirêjahî û dûrbûna nêzî 10 km ji rojavayê Amûdê dagere û ji başûrê bajar bigire heta tu bigihê sînorê bajarê Hesekê, herwiha ji hêla rojava û başûrê Qamişlokê de jî, dê bibîne ku bêhtirî  90%  bi devoka  Amûdê diaxivin. Wekû tê zanîn, ku tu ber bi rojhilatê Qamişlo ve biçî, tê raserî Aşîtîyan werî û li hêla  rojavayê Qamişlo jî Xerbî ne û di ser 90% ji xerbîaxêvan bi ”devoka Amûdê” diaxivin. Di vê rapirsînê de min hewil daye hin taybetmediyên devoka vê deverê ji we re diyar bikim

CÎNAV

  • Cînavên kesî yên xwerû:
    • Cînavên yekjmar: Ez/E, ti/tu, ew
      • “E” jî wekî cînavka “Ez”ê tê bikaranîn: E jî = Ez jî. (E’j kuza- E’j ku zanim- Ez ji ku zanim
    •  Cînavên pirhijmar: Win/hun/hûn, em, ew.
  • Cînavên kesî yên çemandî/tewandî:
    • Cînavên yekhijmar: Min/Mi, Te, Wê/Wî
    • Cînavên pirhijmar: We, me, Wa/Wan/Wana/Ewan/Ewana.
    • “Mi” jî wekî cînavka “Min”ê û “Wana/Ewan/Ewana” jî wekî cînavka “Wan”ê tê bikaranîn.
  • Cînavê veger”xwe” her wekî “xwe” tê gotin.
  • Cînavê beramber “hev” (hevdû) ye:
    • Em hev/hevdû/ nas dikin
  • Taybetmendiyên din yên cînavan:
    • Li deverê cînav li gorî hin deverên din bi haweyekî cuda tên tewandin/bikaranîn.
    • Her wekî:
      • Mi te dît = Min tu dîtî.
      • Ez wî/wê dibînim. = Ez wî/wê dibînim.
      • Te do/doh mi dît/ te ez dîtim ? = Te do/doh ez dîtim?
      • Mi ew anîn mal/te ew anîn malê = Min ew anîn malê.
      • Tu/ti wî dibîni ? = Tu Wî dibînî?
      • wî bîn hundir. = Wî bîne hundir.

BERHEVDANA RENGDÊRAN

  • Gelo bo berhevdana forma komparatîv paşgira ”-tir” e:
    • mezintir
  • Li gel “mezintir” “pirr mezin” û ”ecêb mezin” û ”tewrî mezin” jî tê bikaranîn.
  • Gelo bo forma sûperlatîv bi gotina ”ji tevî” tê gotin:
    • ji teva mestir/ji teva mezintir/ ji hema mestir/ji hema mezinter, herî mestir/herî mezintir/ tewrî mestir/tewrî mezintir.

HOKER

  • Hokerên giştî:
    • çawa, çilo,kengî/kînga, çi qas/çi qa/çi qend/çi qende/çend,çima.
    • wilo (bi vî hawî =bi vî rengî/ bi vî şiklî), hew qas/hev qas/ew qas
  • Hokerên demê:
    • Do/doh, îro, sibe/sibê, disib/dusib/disbe/dusbe,şiveqê/şiveqa zû/berdestê sibê/ bi bandana melê ri, îşev, pêr/do na pêr, pitîpêr/pitrî pêr, îsal, par, pêrar/par na pêrar, pitîpêrar.
  • Hinek hokerên din
    • erê/e,berê/belê/beraqe, na, belkî, madam, dêmek/balo, incex.
    • îca/îcar/vê carê(Vê gavê, wê gavê).

-Îca/îcarê: de ka bêj, ez ê îca çi xweliyê li serê xwe kim.

-balo: va li me bû şev, balo em herin ji xwe ri razên.

DAÇEK

  • pêşdaçekên bingehîn:
    • bi, di, ji, li
  • paşdaçekên bingehîn:
    • di, ri, vi

nimûne:

  • av tê di nemayi/ av tê’d nemayi.
  • pere pê ri nemayi/pere pê’r nemayi.
  • em pê vi çûn/em pê’v çûn.
  • Gelo devok cudahiyeke diyar di navbera “li” û ”di … de” de heye:
    • Li malê, li derve, li ser xênî, li ezmana, li odê, li bin text, li tenişt çem.
    • di bêrîka mi di, di destê mi di, di xaniyê me di.
  • Gelo komdaçeka komîtatîv:
    • pê ri/pê’r (”li gel” û ”di gel” nayên bikaranîn)

Nimûne:

Ez pê ri/pê’r cûm Qamişlo.

GIRÊDEK

  • Ev girêdekên bingehîn yên vê devokê ne:
    • ji ber go/ji ber gi/ ji ber wilo/ ji ber vê yekê/ şerrê.
    • Ji loma

HEJMAR

  • Hejmarên sade
    • Yek, dido, sisê, çar, pênc, şeş, heft, heyşt, neh.
    • “Dido” û “sisê” ne tenê di dema hejmartinê de wilo ne, di nav hevokê de jî herdû Form bikar tên “du/di” û “sê”, “dido/didi û sisê”
      • Em du kes bûn, ew sisiye/sisê bûn. Em dido bûn ew sisê bûn.
    • Hejmarên 11-19:
      • Yazde, diwazde, sêzde, çarde, pazde, şazde, hîvde/hivde, hijde/hîjde (wekî “Hesen”) nozde
    • Hejmarên 10, 20, 30 – 90:
      • Deh, bîst, sî/sîh, çil, pêncî, şêst, heftê, heyştê, not (heftê û heyştê wekî navê Hesen tê levizkirin.
      • 1000: hezar (wekî” Hesen”).
    • H-ya di peyvên 7, 8, 70 û 80 wekî navê “Hesen” tên levizkirin.
  • Hejmarên rêzî
    • Di çêkirina hejmarên rêzî de li gel hejmara “yek” paşgira “-ê” û bi hejmarên din re paşgira “-a” tên bikaranîn:
      • Ew ê yekê di nav hevalê xwe de bû.
      • Û pirrê cara ” ewil” li şûna ”yekê” tê bikaranîn.
        • Ew ê çara yi ser sefê.
        • Ew di sefa pênca de yi.

ÇEMANDINA/TEWANDINA NAVDÊRAN

  • Navdêrên nêr tên tewandin. Bo nimûne:

Li gor navên hin malbatan navên mêran dihatin tewandin, wek: ”Qasim” dibe ”Qêsim”, û navên jinan bi temamî bi ”ê” yê tê tewandin, wek ”Sarê, Sêvê, Xezalê”. lê pirraniya navên nêr û yên mê (o) yan (ê) lê tê zêdekirin. Wek: mala Fato/ mala Fatê, Mala Qado/ mala Qadê.

  • Tenê hin kesên temenê wan di ser 70 salî re “xanî” wekî “xênî” ditewînin.
  • Nifşên nû navdêrên mê jî natewînin, bi taybetî eger navên kesan bin:

Nimûne: dibêjin ” Mala Emîna” ne ” Mala Emînayê”.

  • Paşgira nediyariyê ”-ek” e: Wekî:
    • tiştek, sêvek. Û di axavtinê de wisa tê gotin (tişkî bidê, sêvkê bidê).
  • “n” ji raveka pirhejmariyê bi temamî ketiye:
    • sêvê mi : Sê sêvê mi heni.
    • Her wisa li şûna “Wan sêvan bîne” dibêjin “Wa sêva bîn.”
  • Raveka yekhejmariya nediyar ya nêr ”-ekî/ek” û ya mê jî ”a/eke/eka/ka” ye:
    • Hevalek/hevalekî/hevalkî mi hat. (Ew heval mêr e).

Hevala/hevaleke/ mi got (Ew heval jin e.), em ê herin mala/malka xwe.

ÇEMANDINA LÊKERAN

  • Pêşgira berdewamiyê ”di-” ye:
    • Ez dibêjim/ E’dbêm.
      • E’dbêm rastî l’vê dinyayê nemayi.
  • Pêşgira dema bêt (dema were, future) piştî konsonantan “ê” û lî dûv vokalan ”yê ” ye. Lê bi pirranî ”tê” tê bikaranîn:
    • Ez ê bêjim. Tê bêji. Ew ê bêji. Em ê bêjin. Win/Hun/hûn ê bêjin. Ew ê bêjin.
    • Forma “tu yê “nayê bikaranîn, tenê “tê” li dar e.
  • Paşgirên kesî yên lêkeran di demên neborî (dema niha û dema bêt) de:
    • ez dibêjim, tu dibêji, ew dibêji, em dibêjin, win/hun/hûn dibêjin, ew dibêjin.
    • Ez dibêm, ti/tu/ew dibê, em/win/hun/hûn/ew dibên.
  • Gelo dema bêt bi pêşgira ”bi-“ tê bikaranîn:
    • Ez ê sêvkê bi
    • Lê ev “bi” ji ”bibêjim” û formên din yên kesî ketine û tenê wek “ez ê bêjim, tê bêji ” û hwd. maye.
    • Ez zanim ne dizanim, karim ne dikarim.
  • Ev formên raweya subjunktîv (şertanî, bilanî û hwd.):
    • Ez ê çûbama/ ez ê çûbûma/ ez ê biçama . Min ê xwariba/ min ê xwaribana. Min ê xwaribûna. Tenê gotiba/tenê gotibana/ tenê gotibûna.
  • Gelo neyînîkirina raweya fermanî bi pêşgira “ne-” ye:
    • Li ba nivşê nû ”Nek, nebêj”
    • Li ba nivşê kevin ”Meki”, ”neki”.
  • Lêkera ”bûn” wek forma standard tê gotin (wekî hin deverên din ne bi awayê ”bîn” yan ”bün/bwîn” e.)
  • Dijwateya ”heyi, heni” = ”tine, tine ni/tine yi”
  • Dijwateya ”ew kurd i, ew kurd in” bi awayê ”ew ne kurd i, ew ne kurd in” e (ne bi awayê”ew kurd nîne/nine/niye, ew kurd nînin/ninin” e)
  • Lêkerên ”birin, dan/dayîn, kirin” di dema niha de wiha diçemin:
    • Ez ”dibim, didim, dikim” (ne wek hin devokên din bi awayê ”dibem, didem, dikem”).
  • lêkera alîkariyê ”karîn” e (ne wek hin deverên din ”şiyan” yan jî ”şi kirin” e):
    • Ez karim, tu kari, ew kari, em/win/ew karin
  • Lêkera ”çûn” di dema niha de wiha diçeme:
    • Ez dirim. (ne ”ez diçim”)
    • Ez narim. (ne “ez naçim”)
  • lêkera “hatin” di dema niha de wiha diçeme:

Ez têm.

Ez nayêm.

ERGATÎVÎ:

  • Ergatîvî bi forma xwe ya klasîk di vê devokê de carinan nayê bikaranîn. Di demên borî de hem biker (subje) û hem jî berkar (obje) ditewe. Lêker jî bêyî paşgira kesî ye. Bo nimûne:
Dema niha dema borî ya sade

 

Ez te dibînim. Mi te dît.
Tu/ti min dibîni. Te ez dîtim.
Ez we dibînim. Mi we dît.
Tu/ti me dibîni. Te mi dî/Te ez dîtim.
Win/hun/Hûn min dibînin. We mi dî/We ez dîtim.

 

DENGNASÎ

  • Komdengê ”xwe-” her wekî ”xwe” tê gotin (nabe “xe-, xa-, xo-“ û hwd.):
    • xwe, xweş, Xwedê
  • Komdengê ”xwa-” jî dîsa wek ”xwa-” dimîne (nabe bo nimûne ”xa-”):
    • xwarin, pêxwas
  • H-ya peyvên ”heft, heyşt, hîvde, hîjde, hezar, henek” wek H-ya di navê ”Hesen” de tê levizkirin, lê H-ya ”hirç, hejîr” wek ya di peyva ”heval” de ye.
  • Dengê A di peyvên wek ”pan, tal, par” de carinan dibe Eع’ yan Eح
    • Pe’in, te’il, pe’in.
    • Pehin, tehil, pehin.
  • H-ya dawiya navên hejmarên 11-19 nayê gotin:
  • yazde, duwazde/diwazde, sêzde… (ne ”yazdeh, duwazdeh, sêzdeh…)
  • Komdengên ”-iw-” di peyva ”ciwan” de tê parastin lê di peyva ”ciwa(n)mêr” de dibe ciwamêr /camêr, ciwanik/canik.

PEYVNASÎ

  • Hin gotinên ku taybet li devera Amûdê tên bikaranîn : 
  • Weş: tê bi wateya ”rewş” yan ”tevger û hereketa mirov”, wek: weşa wî ne a xêrê yi
  • Dîrok: kilamên ku di şînîyê de tên gotin. Nimûne: li bin kon pîreka mi dîrok avêtin ser miryê xwe.
  • mago/magî: wek ”gidî”, ”hey gêj”, ”malxirab”. Tê texmîn kirin ku ew ji gotina ”Mag/ Mecûs” hatiye û ew di bin bandora bîr û baweriyên misilmantiyê de bi awayê kêmkirina qedrê mirov de tê gotin ango ” ma qey ti wek mecûsa ye”! û herwiha ji xeynî devera Amûdê li devera dirbêsiyê jî tê gotin.
  • serxet, binxet: bin xeta tirênê û ser xeta tirênê ya ku sûrî û tirkyayê ji hev cihê dike.
  • Tavdê: bi wateya ”ihtîmal e, mimkin e, wextî, dibe ku” tê. Nimûne: pez ji çolê bînin, tavdê baran bê.
  • Kuncil, çek: ji cil û bergan re tên gotin. Nimûne: ez çeka/kuncila dişom, ka rab çekê xwe li xwe’k.
  • Soxî ”x” di vir de wek غ a Erebî tê leviz kirin: bi wateya ” ka çare çi ye” , ”ma ka em karin çi bikin” ( timî di dawiya axaftinê de tê bikaranîn ” û soxî”.

REWŞA NIHA YA DEVOKÊ

  • Bi rastî jî, devera Amûdê bi paqIjî û zelaliya kurmanciya xwe tê naskirin. xelkên wê bi temamî bi kurdî diaxivin û bi zimanekî nerm û bedew gotinên xwe leviz dikin. Herwiha jî ew bi cansivikî, dijûnsazî û xeberçêkirinê pirr mişûr in. Lê ji ber nebûna Medreseyên kurdî, pirraniya nivşê berê xwendina xwe bi zimanê erebî kirine û gellek gotin, peyvhûnan, qerf û metelok jî ji zimanê erebî wergirtine. tenê birrek ji rewşenbîran dikarîbûn bifilitin û bi xwe re zargotina deverê jî biflitînin. îjar di van salên dawiyê de (salên kirîza Sûryayê) Medrese û dibistanên kurdî vebûn û derfeta xwendina bi zimanê kurdî jí peydabû û aniha wisa nifşek çêbûye, ku ji bilî kurdî dibe ku bi tu zimanekî din nizanibe.

Binêrin herwiha:
– Şafî Muhammed:
Devoka Osmanbegiyan (Wan)
– Şehnaz Omerzade: 
Devoka şikakiyan (Ûrmiye)
– Zinarê Melê: Kurmanciya Dihokê
– Rêwan Mihemed: 
Devoka xerbî (Qamişlo)
– Kamîz Şeddadî: Kurmanciya Laçînê (Kurdistana Sor)
– Mihemed Hemkodî: 
Kurmanciya Celikan (Semsûr)
– Battal Battaloğlu: 
Devokeke Dîlokê/Entabê
– Peyam Aghdaşî: Kurmanciya Xorasanê (gundê Kelehnû)
– Îkram Baban: 
Devoka Panosê
– Reben Celikan: Kurmanciya reşiyan (Konya)
– Têngiz Siyabendî: Kurmanciya Ermenistanê
– Sadiq Der Goyî: 
Devoka Goyan
– Oruç Sural: Devoka Xoçvanê (Erdexan)
– Amed Çeko Jiyan: 
Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt)
– Fatih Aydin: Devoka Semsûrê
– Miradxan Şemzînî: 
Devoka Şemzînan
– Orhan Agirî: 
Kurmanciya herêma Agirî
– Îsmaîl Taha ŞahînDevokan hacan ji eşîra ertoşiyan
– Raman EhmedTaybetmendiyên devoka Kobankî
– Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê
– Husein MuhammedTaybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
 Qasimê XelîlîTaybetmendiyên kurmanciya Torê
– Mehdi JafarzadehKurmanciya Deregezê

DEVOKA OSMANBEGIYAN (WAN)

Safi (2)

Şafî Muhammed

DEVOKA GUNDÊ GOSNÎ, EŞÎRA OSMANBEGIYAN

Gundê Gosnî (ku jê re Dêm Gosnî jî tê gotin) li ser navçeya Xawesorê (bi tirkî: Gürpınar) ya Wanê ye. Ev gund 8 km ji navçeya Xawesorê dûr e. Li gundên derdora Gosniyê exleb eşîrên Birûkî (bi devoka Serhedî diaxivin) û Ertoşî (bi devoka Hekarî diaxivin) niştecih in, eşîra Osmanbegiyan di navbera wan de bi awayekî îzole maye û kevneşopiya eşîrtiyê jî qels bûye. Li gundê bi kurdiya kurmancî tê axaftin, van salên dawî tesîra tirkî zêde ye. Ji mêj ve li gundê kurd niştecih bûne, lê belê li herêma Nordizê ku gundê Gosnî jî nêzî vê herême ye, sed sal berê niha hejmareke giring a ermenan hebûye.

DENGNASÎ

A: av, ax û di peyvên ”çav, mar, kanî” de wek xwe dimîne.

B: bager, bilind

C: can, cîran

Ç: bi herdu awayên nerm (çav, çem) û req (çend, çar) heye

D: dar, didan

E: ez, em

Ê: êdî

F: fehş, fîstan

G: gund, gul

H: heval

Ḧ (ح): Ḧesen, ḧeft, ḧeram

I: ”Δ gava tê dawiyê dibe ”i” (wî got > ewİ got, vî nanî > vİ nanİ)

Î: îşev, îro

J: jan

K: bi herdu awayên nerm (kêm, ka,) û req (kengê, kîşk)

L: lampe, lazim

M: mast, mange

N: nan, nehe

O: Ev deng di peyvinan de dibe ”u” (goşt > guşt, gotin > gutin)

P: bi her du awayên nerm (“pênc, par”) û req (“pir”)

R: reş, roj lê belê gava di navbera du dengdêran de nayê bilêvkirin an jî nayê sehkirin. (Gore > goe, erê > eê)

S: bi awayê zirav (”ser, sêv”) û hin caran jî yê qelew (”se, sed”)

Ş: şeş, şekir

T: bi her du awayên nerm (”te, tû) û req (têr)

U: tu

Û: bi giştî wek ”-ü-” ya tirkî lê dirêjtir tê gotin (hün, bük, zü, dür)

V: van, ev lê carinan ev deng gava di peyvinan de dibe ”f” (mirov > miruf)

W: we, ew

X: xêr

Xw: Xwedê

Ẍ (Ğ, غ): aẍa, ẍerîb

Y: yêk

Z: zebeş

’ (eyn, ع): ’ewr, ’esman, se’et

CÎNAV

Cînavên kesî yên xwerû:

  • Ez / E (Bo nimûne: E jî têm, E naxwem)
  • Tu / Ti
  • Ew
  • Em
  • Hün (hwîn)
  • Ew

Cînavên kesî yên çemandî/tewandî:

  • Mi
  • Te
  • Ewi
  • Ewê
  • Me
  • We
  • Ewan

Cînava veger wek ”xwe” tê bilêvkirin.

Cînava hevber jî wek ”êkdu” tê bikaranîn. Lê belê gelek caran dengê /k/ nêzî dengê /y/ tê bilêvkirin  an jî qet nayê bilêvkirin. Mînak:

  • Em êydu (êdu) nas dikin.

Hin taybetmendiyên dî yên cînavan wiha ye:

  • Ewi henê got
  • Ewê henê got
  • Ev kitabe baş e.
  • Ev pêlave taze ye.

Ferqa “ev” û “ew” tune ye.

BERHEVDANA RENGDÊRAN

Ji bo berhevdana forma komparatîv a rengdêran paşgira ”-tir” tê bikaranîn. Bo nimûne:

  • Baş > baştir
  • Mezin > mestir

Forma sûperlatîv jî bi wî şiklî tê çêkirin:

  • Ji hemiyan mestir

HOKER

Hokerên giştî wiha tên gotin:

  • Çan/çewan
  • Kengê
  • Çend
  • Kîşk (kîjan)
  • Wehe
  • Hinde (evqas)
  • Ku (çi)
    • Ku’t ke? (tu çi dikî?) 

Hokerên demê:

  • Hingav / Wi çaxi
  • Duhi
  • Şeweq
  • Îro
  • Sibê / Dusibe
  • Îşev
  • Pêr / Betrapêr, Par / Pêrar / Betrapêrar

Hokerên bersivdanê:

  • Erê / Belê
  • Ne / Nexêr
  • Belku

Li vir û li wir:

  • Liye (li vir)
  • Lê an jî li wê (li wir)

DAÇEK 

Di devokê de pêşdaçek pir lawaz in, gelekî kêm tên bikaranîn. Wek pêşdaçek em dikarin behsa ”bo” bikin û paşdaçeka ”da”yê jî aktîf e.

Formên daçekan ên wek ”ji..re, ji…de, ji…ve, di…de, di…re, bi..re, bi..ve” qet nayên bikaranîn.

Pêşdaçeka ”bi”yê di devokê de bi tenê wek ”pê” peyda dibe:

  • Ez pê hespi çûm.

Pêşdaçeka ”ji” wek ”ş” kêm caran tê bikaranîn: Bo nimûne:

  • Xwedê’ş te razî bitin.

Pêşdaçeka ”li” nayê bikaranîn. Mînak:

  • E Wanê me. Anku ”Ez li Wanê me.”

Lê belê gava biker li malê be:

  • E mal da me. Anku ”Ez di mal de me.”
  • Her wiha: Tê da çi heye?

Komdaçeka komîtatîv ”gel” e. Mînak:

  • E gel te me. E gel wi çûm. (Anku: Ez bi te re me. Ez bi wî re çûm.)

GIRÊDEK

Hin girêdek di devokê de wiha tên gotin:

  • Belê / Ema (anku “lê”
  • Çinku
  • Seba ku (anku: ji ber ku)
  • Lewma

Girêdeka /û/yê nayê bikaranîn. Mînak: Ne Ez û tu lê belê Ez tu. 

HEJMAR

Hejmarên sade:

  • 1-9: êk, du, sê, çar, pênc, şeş, heft, heşt, neh
  • 10-19: Deh, yanzade, danzde, sêzde, çarde, panzde, şanzde, hevde, hejde, nuzde
  • 20-90: Bîst, sih, çil, pênceh, şêst (carinan wek şöst), heftê, heştê, nehwêd 
  • Sed, hizar, milyun

H-ya 7, 8, 70, 70 wek Hesen, H-ya 1000 wek heval.

Hejmarên rêzî bi paşgira “-ê” tên çêkirin. Bo nimûne:

  • Ew bû yê çarê.

Di navbera hejmaran de girêdeka û-yê nayê bikaranîn. Ne “bîst û pênc” lê belê “bîst pênc”.

Hejmar bi vî awayî ditewin:

  • Sala 1996an da ez xwedê dam.
  • 2010an da ez çûm Mêrdînê.
  • Ez seet 5an geheştmê.

ÇEMANDINA/TEWANDINA NAVDÊRAN

Çemandina navdêrên nêr bi paşgira ”-i” çêdibe, wek:

  • ”nanê Şivani”

Bi awayekî din qet peyda nabe. Bo nimûne bikaranîneke wiha tune ye: nanê Şivên.

Navên mê jî ditewin:

  • pirça Gulîzerê

Paşgira nediyariyê ”-ek” e. Bo nimûne:

  • ”tiştek, sêvek”

Raveka pirhejmariyê ”-ên” e. Bo nimûne ”sêvên min”

Raveka yekhejmariya nêr û mê wek hev e. Herdu jî bi /ek/ê tên çêkirin. Bo nimûne:

  • Mamek min (nêr) an jî
  • Xaletek min. (mê)

Lê belê /k/ya dawiya peyvan gelek caran wek /y/ tê xwendin. Anku Mamey min an jî Xaletey min.

ÇEMANDINA LÊKERAN

Di dema niha de pêşgira berdewamiyê ”t” ye. Bo nimûne:

  • E’t bêjim                             E’t xwem                             E’t çim
  • Tu’t bêji                              Tu’t xwe                              Tu’t çi
  • Ew’t bêjit                            Ew’t xwet                            Ew’t çit
  • Em’t bêjin                           Em’t xwen                          Em’t çin
  • Hün’t bêjin                         Hün’t xwen                         Hün’t çin
  • Ew’t bêjin                           Ew’t xwen                           Ew’t çin

Di dema bê de pêşgira ”bi-” nayê bikaranîn:

  • Ez ê bêjim
  • Tu ê bêji
  • Ew dê bêjit/bêjitin
  • Em ê bêjin
  • Hün ê bêjin
  • Ew dê bêjin

Di dema borî ya sade û dûdar de cudahiyek tune ye lê dema borî ya dûr wiha ye:

  • E çûbîm                              Mi gotibî
  • Tu çûbî                               Te gotibî
  • Ew çûbî                               Ewi gotibî / Ewê gotibî
  • Em çûbîn                            Me gotibî
  • Hün çûbîn                           We gotibî
  • Ew çûbîn                            Ewan gotibî

 Forma raweya şertî:

  • Ez çûbam
  • Tu çûbay
  • Mi xwariba
  • Te xwariba

Lêkera kirinê (rehê dema niha -ke-):

  • E’t kem         E nakem
  • Tu’t ke          Tu nake
  • Ew’t ket        Ew naketin
  • Em’t ken       Em naken
  • Hün’t ken      Hün naken
  • Ew’t ken        Ew naken

Lêkera bûnê:

  • E mal da bîm                      E mal da nebîm
  • Tu mal da bî                       Tu mal da nebî
  • Ew mal da bî                      Ew mal da nebî
  • Em mal da bîn                    Em mal da nebîn
  • Hün mal da bîn                   Hün mal da nebîn              
  • Ew mal da bîn                    Ew mal da nebîn

Her wiha:

  • E birsî me                           E birsî nîn im. 

Lêkera “karîn”ê nayê bikaranîn, şûna wê “şiyan” tê gotin:

  • E’t şêm          Ew’t şêt
  • Ez ê şêm        Ew dê neşêtin
  • Mi şiya          Ewi şiya

Neyînîkirina raweya fermanî bi “ne-” yê ye. Bo nimûne:

  • neke, nêbêje!

Heye û tuneye:

  • Pêlavê mi heye                   Pêlavê mi çunîne.
  • Min du bira hene.               Min xwişk çunîn in.

PEYVNASÎ

Gelek peyvên sereke ji kurmanciya standard cuda ne an jî wateya hin peyvên hevpar ji hev cuda ne. Em nikarin mînaka hemûyan bidin. Li jêr çend mînak hatine rêzkirin:

  • Nêhe / nêhenê: Gava tiştek tê nîşankirin tê bikaranîn. Bo nimûne: Qelema mi ka? Nêhe! an jî Nêhenê zilamê me têtin!
  • Pirç: Şûna peyva porê tê bikaranîn û ferqeke din jî ew e ku zayenda vê peyvê di devokê de mê ye. Bo nimûne: Pirça mi dirêj e.
  • Terr: Anku şil, bo nimûne: Erd terr e. Peyva şil di vê devokê de di wateya tevizînê de tê xebitandin. E hinde rüniştim pêê min şil bîye.
  • Lebê: Gava gazî yekî bikî bi vê peyvê bersiva te dide:
    • Ehmeeed!
    • Lebê!
    • Ka were liye. (vê derê)
  • Berze: Winda
  • Kep: Poz
  • Lalê min: Cem min, ba min
  • Anegürê min: Li gorî min
  • Şibî: Wekî, mîna
  • Taze: Nû

Binêrin herwiha:
– Şehnaz Omerzade:
Devoka şikakiyan (Ûrmiye)
– Zinarê Melê: Kurmanciya Dihokê
– Rêwan Mihemed: 
Devoka xerbî (Qamişlo)
– Kamîz Şeddadî: Kurmanciya Laçînê (Kurdistana Sor)
– Mihemed Hemkodî: 
Kurmanciya Celikan (Semsûr)
– Battal Battaloğlu: 
Devokeke Dîlokê/Entabê
– Peyam Aghdaşî: Kurmanciya Xorasanê (gundê Kelehnû)
– Îkram Baban: 
Devoka Panosê
– Reben Celikan: Kurmanciya reşiyan (Konya)
– Têngiz Siyabendî: Kurmanciya Ermenistanê
– Sadiq Der Goyî: 
Devoka Goyan
– Oruç Sural: Devoka Xoçvanê (Erdexan)
– Amed Çeko Jiyan: 
Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt)
– Fatih Aydin: Devoka Semsûrê
– Miradxan Şemzînî: 
Devoka Şemzînan
– Orhan Agirî: 
Kurmanciya herêma Agirî
– Îsmaîl Taha ŞahînDevokan hacan ji eşîra ertoşiyan
– Raman EhmedTaybetmendiyên devoka Kobankî
– Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê
– Husein MuhammedTaybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
 Qasimê XelîlîTaybetmendiyên kurmanciya Torê
– Mehdi JafarzadehKurmanciya Deregezê

KURMANCIYA DIHOKÊ

Zinar (2)

Zinarê Melê

NASANDINA DEVOKÊ BI KURTÎ

  • Li nav qezaya Dihokê û eşîretên derdora wê heye, xasma li nav Doskî û Mizûriyan.
  • Rewşa devoka Dihokê baş e, lê vê dawiyê zêdetir keftiye bin bandora Soraniyê. Çi devok û zimanên dî li nav Dihokê naên bikaranîn, lê Soraniyê bi rêya ragehandinê û dam û dezgehan bandor lê kiriye.
  • Niha Soranî zêdetir tesîrê li Behdîniya Dihokê dike ji ber ku Soranî li Herêma Kurdistanê zimanê fermî yê hikûmetê ye. Berê jî Erebiyê tesîr li Behdîniya Dihokê kiriye, lê ne hind zêde.
  • Taybetmendiya herî berçav a dengnasiyê di Behdîniya Dihokê da meseleya şkandina Û-yê ye. Em li şûna Û-yê dibêjin: WÎ û Î wekî “hwîn” û “hîn” li şûna hûnê.

Read More »

DEVOKA XERBÎ (QAMIŞLO)

Rewan (2)

Rêwan Mihemed

Qamişlo ji sala 1926an ve li ser destên endezyarên fransî ava bûye, lewre car heye jê re tê gotin “Parîsa biçûk”. Navê “Qamişlo bajarê evînê” jî ji aliyê hozanê kurd Seîd Yûsiv lê hatiye kirin. Carinan jî heye jê re dibêjin “Beriya Mêrdînê”.

Devoka Qamişlo du devokên cuda hene: xerbî û aşîtî. Ji nîvê Qamişlo heta taaa Hilêliyê xerbî ne. Ji aliyê din heta Enteriyê û Qenasiwês aşîtî ne.

Ev nivîs devoka xerbî dide nasîn.

CÎNAV

Cînavên kesî yên xwerû:

  • ez, ti, ew, em, win, ew
    • Li şûna “hûn”, forma “win” tê bikaranîn:
      • Win ê werin? (Hûn ê werin/bên?)

Cînavên kesî yên çemandî/tewandî:

  • min/mi, te, wê/wî, me, we, wan/wa

Cînavê veger ”xwe” her wekî “xwe” tê gotin.

Cînavê beramber “hev” (hevdû, hevûdû) ye:

Em hev/hevdû nas dikin

Read More »

Kurmanciya Laçînê (Kurdistana Sor)

Kamiz (2)

Kamîz Şeddadî

NASANDINA DEVOKÊ Û DEVERÊ BI KURTÎ

Kurdistana Sor li rojavayê Azerbaycanê ye, dikeve navbeyna  Ermenistan û Qerebaxa Çiya. Ji bajarên: Kelbecer (Kavilbajar), Laçîn, Qubadlî, Zengilan û Cebraîl û gundewarên wan pêk dihat. Gundên azeriyên tirkîaxêv û kurdên kurmancîaxêv nav hev de bûn.  Salên 1923-29 bi fermana hikumeta Sovyetê weke deverekî taybet bi navê Kurdistana Sor hatibû veqetandin. Li gorî statîstîka fermî sala 1929 hejmara kurdan li deverê 79 000 kes bûye (yên kurdî zanibûn).

Di warê ziman de hin xebat hatibû kirin. Lê paşê dever hat lexvkirin û xebatên li ser ziman jî hat rawestandin.
Şêniyên deverê mislimanin, şîemezheb in. Xwe weke kürmanc, zimanê xwe jî kürmancî binav dikin.

Dîroka peydabûna kurdan li Qafkasya û Azerbaycanê digihêje beriya îslamiyetê.
Sedsalên 10-12 dewleta Şeddadiyan bi serbajarê Gence beşekî mezin ê başûrê Qafqasyayê bi xwe ve diigirt. Bi hatina Selcuqiyan hukmê wan ne ma.
Assîmîlasyona ziman li wê herêmê hêj ji sedsala 19-an destpê kiriye.
Ta salên 1990-î  11gund li Laçîn, 6 gund li Kelbecer, 9 gund li Qubadli, 6 gund li Zengîlanê zimanê xwe (duzimanî) parastibûn. Lê dîsa jî zimanê esasî azerî bû. Lewma jî tesîrê azerî gelek li ser devokê heye, bi taybetî di fonetîk û sîntaksîsê de.

Salên 1992-93 ew devera bi navê Kurdistana Sor ji aliya Ermenistanê ve hat dagirkirin û şêniyên wê bi tevayî jê derketin û belavî tevaya Azerbaycanê bûn.
Vê gavê li wê deverê ne kurd, ne jî azerî tunene.
Di encamê de dever ji kurdan hat paqijkirin û zimanê kurdên wê deverê jî heta hetayê winda bû! Vê gavê kesên ji 50 salî jêrtir ji şêniyên Kurdistana Sor kes bi kurdî nizane.
Devokê Kurdistana Sor  nêzî devokên Xorasan, Meraş, Meletî, Dîlok, Sîvas (qismen Rûha, û Efrîn) ê ye.

Read More »

DEVOKA CELIKAN (SEMSÛR)

Mihemed (2)

Mihemed Hemkodî

NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ

  • Celika di navberê Meletî û Semsûrê de ye û girêdayî bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê ye. Navî welêt (Celik/Celika) ji navê eşîrê têye ku Celik jî komek ji eşîra Reşî ye. Niştecihên navenda welêt her çiqas bi tevahî bi navê eşîra reşî bê gotin jî her kes bi navê bavî tê zanîn ku ev jî her yek eşîrek ji kurdan e. Mînak ez bi xwe Hemkodî me, yanî li bavî hemkoda me. Û kes nabêje ez li filan eşîretê me. Li şuna wê dibêjin `ez ji filan bav î me`. Navên wan bavan bibînin woha ne: Hemkoda, Perta, Elûşa, Sîsa, Bişara, Şêxa, Quliya, Memhupa, Haca, Husbeka, Kufa, Elçîra, Xidira, Mamika, Qelindera…Qertafa pirjimariyê –an de tenê –a tê gotin). Û gund û gundiyên girêdayê Celika jî hemû bi kurdî ne û gundî jî ji eşîr û malbatên kurd in. Bi firehî tevahî bajarên meletî û semsûrê bi gotinên bav û kalên me 12 eşîr ji eşîrên kurd in û ewan jî woha bi nav dikirin: Kav-Reşî, Qot-Qertol, Allik-Teşik, Şemik-Bûk, Şêxbizinî,….
  • Welatî giştî kurmanc in û kurmancî diaxivin. Tenê gundekî tirk û çend malbatên koçer ku ji gundên semsûrê tên van deran şêxbizinî ne. Kurmanciya vir heman heta çend salên dawî pir sade bû û tesîra tirkî û erebî pir kêmbû li ser zimên. Seranser bi kurmanciyek sivik û xweşik deng dikin/şora dikin.
  • Heta bîst salên berî vê tenê bi kurmancî gel bi hev re diaxifîn. Nifşên niha ji ber dibistan û telewîzyonan zêdetir bi tirkî deng dikin lê hîn jî axafina kurdî-kurmancî di jiyana rojane de serdest e.
  • Devokê Celika bi kurmanciyek nermik û gelek sivik e. Tîpa b li herêmê guheriye yan jî bi lêvkirinê de sivik dibe û dibe w. Mînak: Gotin; Ez dibêm/Ez diwêm

Read More »

Devokeke Dîlokê (Entabê)

Dilok

Battal Battaloğlu

Devoka ku ez li ser çend tiştan bêjim ji  heft gundan pêk tên ku sê ji wan wan bajarok in. Bi temamî hejmara wan li ser 15 hezaran e. Navê wan Xolto, Kerkuto, Tulon, Dêrsimo, Tenûro, Tizbîko û Serê Banê ye. Ev gund girêdayî navçeya Dîlokê a Îslahiye ne û nêzîkî sînora Rojava (Efrîn) ne.

Pişta wan (rojava) çiyayên Amanos in, pêşiya wan jî deşta Hamqe/Hamke (bi tirkî Amik ovası) ye. Debara xwe jî bi piranî cotkariyê dikin. [Ekserî jî tirî, loma bi tirkî dibêjin “Altinüzüm”(Tiriyê zêrîn).

Li Îslahiye xeynî van gundan gelek gundên kurd (zimanê wan jî kurmancî) hene lê bi rastî jî devoka wan gelek ji ya me cudatir e. Devoka wan jî divê mijarê nivîsek din be.

Zimanê wan hemûyan bi kurmancî ye, devoka wan jî pir dişibe devoka Efrînî loma min nexwest navekî taybet lê bidim.

Niha teqrîben ji sedî 80 bi kurmancî zanin lê her ku diçe bi awayekî gelek lezok ev rêje dadikeve.

Asîmîlasyona vê deverê ji gelek deverên din a Kurdistanê kevintir û xurttir e. Beriya 1950 ‘an li wir dibistana tirkî vebûye loma bav û dayîkên me bi tirkî baş dizanin. Xeynî vê rewşê der dora deverê gund û bajorokên tirkan zêde ne, ev jî tesîrek neyînî kiriye û dike jî.

Di amadekirina vê nivîsê de hêja Mustafa Çalışkan pir alîkariya min kiriye loma ji dil spasiya wî dikim.

Read More »

Kurmanciya Xorasanê (gundê Kelehnû)

Peyam (2)

Peyam Aghdaşî
Payam_70m@yahoo.com

NAVÊ DEVOKÊ YAN DEVERÊ

  • Gundê Kelehnû (bi farsî Qelêno) / Bajarê Kelat Nadir / herêma Xorasan

NASANDINA DEVERÊ

  • Gundê Kelehnû ji aliyê coxrafî Rojhilata bajarê Meşhed û bakûrê bajarê Serexs û başûrê Bajarê Kelat û Rojavaya sinorê Tirkmenistan ku dikeve bajarê mihne (inglîzî:Miana) li Tirkmenistan e, çiyay Gundê Kelehnû li dawiya rêze çiya herî mezin Hezarmecît (Fars : Hizarmescid) e ku rêze çiyeke herî mezin ya kurdê Xorasane ku ji başûrê herêma kurdê Xorasan heta bakûrê kurdê Xorasan rêz dibe.
  • ji aliyê dewletî û siyasî vê gund dikeve bin bajarokê Kelat ku Rojhilat parêzgeha Xorasan ya Îran e
  • ji aliyê ziman gund herî başûr-rojhilatî zimanê kurdî Xorasane êdî başûrê gundê me tenê çend gundê kurd hene û yên din Tat û Fars û…
  • li herêma bajêrê Kelat bilî zarava Kurmancî zarava Lekî jî tê axaftin li gundê Kelenû du ziman tê axaftin yek kurdî bi zarava Kurmancî yek jî Tirkî bi zarava Xarezmî kurdên vê gundê ji zêde eşîreta şêxanin ku dusêd an sêsid sal berê ji bakûrê xorasan bo leşkeriya NadirŞah hatine vir û alîkariya Nadirşah kirin ji bo hemleya ser Hindistanê bike ku jeber vê hinek peyv jî hindistanê ketiye nava kurdiya vê gundê wek (çûrî:bazin, saf/sab : hemû…) lê dîsa jî devoka kurmancî vê gundê wek hemû Xorasan devokek Rojhilatî tê hesibandin. (li pirtûka Tevehodî behsa hatina kurdê xorasan ji Mereş û Riha dike.)

CÎNAV

  • Cînavên kesî yên xwerû:
  • Ez, Tu, Ew, Em, Hûn, Ew/Ewna
  • Nîşandêr
    • yekjimar :
      • Nêzîk: va: Va qelema bide mi. (Vî qelemî bide min.)
      • dûr: ew: Ew qelema bide mi.
    • Pirjimar:
      • Nêzîk: evana, evan, vana: Evana ra hûn jî qelem dibêjin.
      • dûr: ewana, ewan, wana
  • Cînavên çemandî/tewandî:
    • Mi/min, Te, Wî/Wê/vî/vê, Me, we, wan
  • nîşandêr
    • yekjimar :
      • Nêzîk: vî/viya
      • dûr: wî/wê
  • Pirjimar:
    • Nêzîk: Vana
    • dûr: Wan
  • Cînavê veger ”xwe”:
    • Du şikl ji vegerok tê bikar anîn
      • xwe: E xwe ra gep eke/deke : (ew bi xwe re diaxife.)
      • Xwa: We xwa ra gep eke/deke.
      • xwa : ev şikl z^wde li Xorasanê tê bikaranîn lê li gundê Kelenû pir kêm tê bikaranîn.
  • Cînavê pirsiyar taybet:
    • Çere (çawa), Çima, sa çi (bo çi), Çend, Çiqes (çiqas)
    • Kînga, kî, kê, çi, kîjan, çendan

BERHEVDANA RENGDÊRAN

  • Rengdêra berawirdî (komparatîv):
    • Şehr je kelan girtir in : Bajar ji gundan mezintir in
  • Rengdêra berawirdî (sûperlatîv):
    • Kelê me je safê/kullê/ gistê kelan rintir e : gundê me ji hemû gundan baştir e.

HOKER

  • Hokerên giştî:
    • Çereyî, kîngê, çiqas/çend
    • Evîna (eynî, wisa), haka (wisa), weqes
  • Hokerên demî:
    • Duh,pêr, duhnapêr, betirpêr
    • suwe (sibe), dusuwe (dusibe), sêsuwe(sêsibe)
    • îro, îşev, şevê çû (şeva borî, şeva çûyî)
    • suweyî (beyanî, spêde), nîvro,  bedeznîvro (piştî nîvro), êvar, şev
    • îsal, par, pêrar, betirpêrar , par na pêrar
  • Hokerên cihî:
    • vira (vê derê, wira (wê derê), hemû ciya, herder
  • Hokerên bersivdanê:
    • ê/belê, na/nexêr, belkim, şayed

DAÇEK

  • pêşdaçekên bingehîn:
    • e (bi, jê re),  saa/sa (bo), de (di), je (ji), le (li)
      Bo nimûne:

      • Mi e te go. (Min bi te got. Min gote te. Min ji te re got.)
      • Saa min çayek bîne. (Bo min çayekê bîne.)
    • e/de, re, ve
  • Paşdaçek:
    • da, ra, va
  • Daçeka komîtatîv:
    • pê ra

GIRÊDEK

  • lê (lê)
  • saa kê (ji ber ku, bo ku, daku), çonkê, eger,
  • loma, yenê,
  • ta, gava, dare (dare=dubare: êdî)
  • extê (wextê), extê ku (dema ku)

HEJMAR

  • Hejmarên sade
  • 1- 9: yek, dudu, sisê, çar, pênc, şeş, heft, heyşt, nehe/noh, dehe
  • 11-19:
    • Yanzde/yazdeh, diyanzde, sêzde, çarde, panzde, şanzde, hevde, hejde, nazde
      mirovê kalê vê gundê hinek çaran wisa jî dijmêrin:
    • dehûyek, dehûdu… dehûneh
  • 10-90:
    • Deh, bîst, sih, çel, pênceh, şêst, heftê, heyştê, neved (Kalê vê gundê nod jî dibêjin.)
  • 100-1000
    • Sed, hezar
  • H : li van hêjmaran wek hilmî û nerm tê bilêv kirin
  • Rêzî:
    Di çêkirina hejmarên rêzî de li gel hejmara “yek” paşgira “-ê” û bi hejmarên din re paşgira “-an” tên bikaranîn

    • Mamût here kilasê pêncan. (Mehmûd dere/diçe pola/sinifa pêncan.)

ÇEMANDINA/TEWANDINA NAVDÊRAN

  • Tewandina navdêrên nêr bi guherandina A/E bi Ê ye:
    • xênî (xanî), xêzûr (xezûr), bêrîn (beran), mêk (mak)…
  • Paşgira nediyariyê –ek e: Wekî:
    • tiştek, sêvek
  • Raveka pirhejmariyê tenê bi “ê” tê bilêv kirin:
    • Birek sêvê min heyê/hene. (Min bireke/komeke sêvan heye/hene.)
  • Li devokê ji bo pirhijmarê carna “hene” dibêjin lê zêde “heyê” tê gotin.

ÇEMANDINA LÊKERAN

  • Pêşgira berdewamiyê “de” ye:
    • Ez dewêjim. (ez dibêjim.)
  • Pêşgira dema bêt li vê devok bênîşan (ê, dê, wê, yê) tê gotin:
    • Ez bêjim, tu bêjî,… (ne “ez ê bêjim, tu ê bêjî…)

Paşgirên kesî yên lêkeran di demên neborî (dema niha û dema bêt) de:

    • ez dewêjim, tu dewêjî, ew dewêje, em dewêjin, hûn dewêjin, ew dewêjin
  • Dema bêt li pêşgira “bi” tê bikaranîn:
    • Ez sêvek bixwim. (Ez ê sêvekê bixwim.)
  • Formên raweya subjunktîv
    • Ez bixwim, min bixwara, min xwaribûya…
  • Neyînîkirina raweya fermanî bi pêşgira “me-” ye:
    • meke, mewêje! (neke, nebêje!)
    • Lêkera ”bûn” wek forma standard tê gotin
  • Dijwateya “heyê, hene ≠ tune, tunînê
  • ew kurd e, ew kurd in ≠ ew kurd nîne, ew kurd nînin
  • Lêkerên ”birin, dan/dayîn, kirin” di dema niha de wiha diçemin:
    • ez dewem, dedem, dekem (ez dibim, ez didim, ez dikim)
  • Lêkera alîkariyê (karîn, şiyan) di vê devokê de wiha ye:
    • ”eşe kirin, kaynîn: eku/dekuy”
      • Ez eş ekim, tu eşe ekî, ew eşe eke, em eşe ekin, hûn eşe ekin, ew eşe eken
      • Ez kaynim, tu kaynî, ew kayne, em kaynin, hûn kaynin , ew kaynin
      • Ez ekum, tu ekuy, ew ekuy, em ekuyn, hûn ekuyn, ew ekuyn
    • Lêkera alîkarî zêde “eş kirin” û “kaynîn” tên gotin, lê “eku” an “dekuy” kêm tên bikaranîn.
  • Lêkera ”çûn” di dema niha de wiha diçeme:
    • Ez herem. (ez diçim/derim.)
    • Ez narem. (ez naçim/narim.)
  • Lêkera “hatin” di dema niha de wiha diçeme:
    • Ez têm.
    • Ez nêm. (ez nayêm.)

DENGNASÎ

  • Komdengê ”xwe-” wekî ”xe” tê gotin
    • xe, xeş, Xedê (xwe, xweş, Xwedê)
  • Komdengê ”xwa-” wek ”xa-” tê gotin
    • xarin, lingxas (pêxwas)
  • Li hinek deran komdengên “o, û“ di nava peyvê de diguhere û dibe “ü / -wî-“:
    • xwîn/xün (xûn), sür/swîr (sor), güz/gwîz (gûz), kü/kwîn (kon), kür/kwîr (kor)…
  • H-ya li dawiya navên hejmarên 11-19 nayê nîne.

Rewşa vê devoka

  • Wekî min berê jî got ev devok ji ber leşkeriya Nadirşah û çûyîna wan ser Hindistanê û kom bûna çend eşîre wek şêxan û reşan û erdelan û… û koçber bûn ji kurdistanê, gelek guherîn taybet diye, lê mixabin ev taybetmendî ku li gundin vê herêma tê dîtin jiber hatina Tirkan van salan xerab bûye û gund ji bo peywendî mecbûr bûne Farsî xeber den û zarokê 15 heta bîst salî tenê Kurdî fahm dikin lê bi xwe napeyivin.

Binêrin herwiha:
– Îkram Baban:
Devoka Panosê
– Reben Celikan: Kurmanciya reşiyan (Konya)
– Têngiz Siyabendî: Kurmanciya Ermenistanê
– Sadiq Der Goyî: 
Devoka Goyan
– Oruç Sural: Devoka Xoçvanê (Erdexan)
– Amed Çeko Jiyan: 
Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt)
– Fatih Aydin: Devoka Semsûrê
– Miradxan Şemzînî: 
Devoka Şemzînan
– Orhan Agirî: 
Kurmanciya herêma Agirî
– Îsmaîl Taha ŞahînDevokan hacan ji eşîra ertoşiyan
– Raman EhmedTaybetmendiyên devoka Kobankî
– Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê
– Husein MuhammedTaybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
 Qasimê XelîlîTaybetmendiyên kurmanciya Torê
– Mehdi JafarzadehKurmanciya Deregezê

DEVOKA PANOSÊ (AGIRÎ)

IkramBaban

Îkram Baban

DEVOK Û DEVERA WÊ

Panos navçeyeke Agiriyê ye, sînorê wê bi sê bajaran ra heye: Mûş, Wan, Bidlîs.

Devoka Dutaxa Agiriyê û Erdîşa Wanê ji sedî 99 weke ya Panosê ye. Devoka bajarokên derdorê jî gelekî nêzîkî wê ye.

NAVDÊR

Veqetandekên binavkirî

  • mê û yekjimar “-a”:
    • Diya min hat.
  • nêr û yekjimar “-ê”:
    • Bavê min hat.
  • pirjimar “-ê:
    • Du hevalê min hatin.

Veqetandekên nebinavkirî

  • mê û yekjimar “-eke” (carinan “-a”): jineke rind
  • nêr û yekjimar “-ekî: mêrekî qenc
  • pirjimar “-ine”: merivine baş

Tewandina navdêrên nêr

Bi tenê kal û pîr tewanga hundurîn (metafonî) ya navdêrên nêr bi kar tînin:

  • li welêt
  • mala Serdêr

Lê heta ciwan jî tîpa paşîn ditewînin:

  • serê çiyê (serê çiyayî)
  • mala axê

CÎNAV

Cînavkên kesane yên xwerû

  • ez, e
  • tu
  • ew
  • em
  • hûn
  • ew, ewana

Cînavkên kesane yên tewandî

  • min, mi
  • te
  • (e)wî, (e)wê
  • me
  • we
  • wan
  • wana

Cînavkên Şanîdanê

  • Nêzîk: ev, eva, evê, evî, evna, eva han(ê), evê han(ê), evnê han(ê)
  • Dûr: ew, ewa, ewê, ewî, ewna, ewê han(ê), ewa han(ê), ewnê han(ê)

Cînavkên hevberiyê

  • hev, hevdu

Cînavkên Xwedîtiyê

  • ya min (mê)
  • yê min (nêr û pirhejmar)

Cînavkên Pirsiyarî

  • kê (xwerû jî tewandî jî “kê” ye)
  • Kêjan/kîjan, Çi, Çend

Berhevdana Rengdêran

  • Sêva min ji ya te sortir e
  • Ji tesîra tirkî “en” tê gotin: Sêva en xweş (xweştirîn sêv, sêva herî xweş)

Daçek:

  • Pêşdaçek di nav axaftinê de daçek pir kêm têne bikaranîn û ber bi windabûnê diçin.
  • Paşdaçek: Da, Ra, Va

HOKER

Hinek Hokerên Şanîdanê:

  • wiha, waha, aha, hakî (bi vî awayî)
  • wisa, sa, sakî (bi wî awayî)

Hinek Hokerên Demê:

  • îro, îşev, îsal
  • duh, duhê, pêr/pêrê
  • par, parê
  • pêrar, betir pêrar

LÊKER

Kopula (lêkera “bûn” ya statîv di dema niha de)

  • Piştî konsonantan/dengdaran:
    • Ez baş im
    • Tu baş î
    • Ew Baş e
    • Em baş in
    • Hûn baş in
    • Ew baş in
  • Piştî vokalan/dengdêran:
    • Ez bajarî me
    • Tu bajarî yî
    • Ew bajarî ye
    • Em bajarî ne
    • Hûn bajarî ne
    • Ew bajarî ne
  • Dema ku li pey paşdaçekan qertafên kesandinê bên pêşî li dawiya daçekan dengdara “n”yê tê zêdekirin.
    • Ez rê da nim. (ez di rê de me.)
    • Tu rê da nî. (Tu di rê de yî.)
    • Ew rê da ne. (Ew di rê de ye.)
    • Em rê da nin. (Em di rê de ne.)
    • Hûn rê da nin. (Hûn di rê de ne.)
    • Ew rê da nin. (Ew di rê de ne.)

Herwiha em dibêjin:

  • Ev sêva sor e. (Ew sêv sor e.)
  • Ev welata sar e. (Ew welat sar e.)

Neyînîkirina kopulayê bi peyva “nîn-” e:

  • Ev der xweş nîn e.
  • Ez baş nîn im.

Dema niha û paşgirên kesî

  • Ez diçim, tu diçî, ew diçe
  • Em diçin, hûn diçin, ew diçin

Dema bê ya nêzîk

  • Ez lê me bimirim
  • tu lê bimirî
  • ew lê ye bimire
  • Em lê ne bimirin
  • hûn lê ne bimirin
  • ew lê ne bimirin

Dema borî ya dûdar

  • Te ez dîtime
  • min tu dîtiyî
  • (e)wî ew dîtiye
  • Me ew dîtine
  • we ew dîtine
  • wan ew dîtine

Ergatîvî

  • Kal, pîr û yên navsale forma klasîk bi kar tînin:
    • Min tu dîtî.
    • Te ez dîtim.

Lê zarok û gelek ciwan formeke wisa bi kar tînin ku hem biker (subje) û hem jî berkara (obje) cînav tewandî ye:

  • Min te dît.
  • Te min dît.

Lê kes nabêje “min sêvê xwar” yan “Min tiştekî dît”. Tenê

Tebatî û dankerî (pasîv û kauzatîv)

Di avaniyên tebatî û dançêkerî de lêkera alîkar qertafa -e daçekî digire û lêkera bingehîn a raderî bi piranî bi tewanga mê (-ê) tê tewandin.

  • Ew hate dîtinê.
  • Ew nehate kuştinê.

HEJMAR

Hejmarên 1-10 wiha ne:

  • yek, du/dudu, sê/sisê, çar, pênc, şeş, heft, heyşt, neh, deh

Hejmarên 11-19 bi vî awayî ne:

  • yanzde, danzde, sêzde, çarde, panzde, şanzde, huvde, huyjde, nuzde

Hejmarên dehikî wiha ne:

  • bîst, sî, çil, pîncî, şêst, heftê, heyştê, newhêd

Û hejmarên mezintir:

  • sed, hezar

Bikaranîna Hejmaran

  • Min sed carî got.
  • Min bîst cara got.
  • Ez sehet çara da hatim.

Carinan di hejmarnavên ravekên rengdêrî saz dikin de, bi taybetî di diyarkirina deman de; hemû hejmar yekhejmar têne bikaranîn.

  • Du deqe ye li vir im.
  • Bîst sal e mala me hatiye.
  • Deh car e dibêjim.

Bi hejmaran re bi piranî peyva “hev” (heb, lib, dane) tê bikaranîn:

  • Min du hev sêv anîn
  • Min 6 hev sêv xwarin

GIRÊDEK

  • Gırêdeka “û” ji bilî peyvên pêkhatî anku hevedudanî yên wek “bejnûbal, gulûgiya” wek din di hevokan de nayê bikaranîn.
  • Li dewsa wê, peyva “va” tê bikartînin yan jî tiştekî bi kar nayînin:
    • Ez va Serhat çûn.
    • Ez Serhat çûn.

DENGNASÎ

  • Komdengên “xwe-“ û “xwa-“ ji xêncî çend peyvan weke “xa” tê bikaranîn:
    • xastin (xwestin, xwastin)
    • xaş (xweş)
    • xayî (xweyî, xwedî, xudan)
  • Dengê B piştî vokalan dibe V:
    • kitav, kitêv (kitêb)
    • hev (heb, lib, dane)
    • meytev (mekteb)
  • Di peyvên weke “çav, saet, mar, dan” A dibe dengekî nêzikî “eh” (E + eyn):
    • çe’v, çehv
    • se’et, sehet
    • me’r, mehr
    • de’n, dehn

PEYVNASÎ

  • Ji bo zenkirin û texmînkirinê peyva “wetrê” tê bikaranîn:
    • Min wetrê tê werî- (Min digot qey tu ê werî. Min texmîn dikir ku tu ê werî.)

 

Binêrin herwiha:
– Reben Celikan:
Kurmanciya reşiyan (Konya)
– Têngiz Siyabendî: Kurmanciya Ermenistanê
– Sadiq Der Goyî: 
Devoka Goyan
– Oruç Sural: Devoka Xoçvanê (Erdexan)
– Amed Çeko Jiyan: 
Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt)
– Fatih Aydin: Devoka Semsûrê
– Miradxan Şemzînî: 
Devoka Şemzînan
– Orhan Agirî: 
Kurmanciya herêma Agirî
– Îsmaîl Taha ŞahînDevokan hacan ji eşîra ertoşiyan
– Raman EhmedTaybetmendiyên devoka Kobankî
– Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê
– Husein MuhammedTaybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
 Qasimê XelîlîTaybetmendiyên kurmanciya Torê
– Mehdi JafarzadehKurmanciya Deregezê