Edward Magin: Wergerandina helbestên kurdî

Edward Magin teza xwe ya masterê derbarê wergerandina helbestên kurdî (bi taybetî kurmancî) bi inglîzî nivîsiye.

Kovara Kanîzar û malpera Zimannas hemû teza Maginî belav dike ku berhemeke hêja ye, ne tenê li ser wergerandina helbestan lê li ser zimanê kurdî bi awayekî giştî jî:

Edward Magin: Northern Kurdish poetic features with an application to translation 

 

 

 

 

 

 

Tu ji dûr hatî

sileman

Bo giyanê pak yê şehîd Dr. Silêman

Tu ji dûr hatî,

te dest ji mal û milkê xwe berda,

te kar û jiyara xwe ya li biyanistanê hiştin.

Tu ji dûr hatî,

te guh neda sinorên dagirkeran danayî,

te guh neda tixûbên derûnî

yên hizb û partiyan di navbera kurdan çandî.

Tu ji dûr hatî,

te dest da birayên xwe,

te ew ji dirindeyan xilas kirin,

te bi sedan ji wan

ji mirinê rizgar kirin.

Tu ji dûr hatî,

te şarezatiya xwe pêşkêş kir

û di wê rê de te canê xwe da

lê bi wê te xwe

di dilê gelê xwe de kir nemir.

Husein Muhammed, 3.11.2016

SIRÛDA FÎNLANDIYA*

 

Koskenniemi

Veikko Antero Koskenniemi, 1940

 

Binêre, oy Fînlanda, roja te hiltê,

gefên şevê ji ser eniya te verevîne.

Dengê strana tivîrkê tê dîsa bi roniya sibê re

– heçku hemû banê esmanî pesnesirûda te bistire.

Tava spêdê hêzên tarîşevê têk şkandine.

Binêre, roja te hiltê, oy Niştimana min.

 

Rake, oy Fînlanda, bilind ke serê xwe

yê bi bîranînên serfiraz tacgulkirî.

Rabe, oy Fînlanda, te nîşanî dinyayê da,

te bejna xwe li ber koledariyê neçemand,

te nehişt zordarî piştê li te bişkîne.

Binêre, roja te hilhatiye, oy Niştimana min.

 

ji fînlandî: Husein Muhammed

______________________
* Ev hîmn û sirûd sala 1940 hatiye nivîsîn bi minasebeta têkşkandina êrişên Yekîtiya Sovyetan yên li ser Fînlandayê ku armanca wan dagirkirina Fînlandayê bû. Wergera wê ya kurdî diyarî parêzvanên welatê me ye.

 

Dema delala min çû

Leino

 

EINO LEINO (1878 – 1926)

Helbestvanê mezin yê fînlandî Eino Leino herwiha wek şaîrê neteweyî yê welatê xwe jî tê nasîn. Li vê derê em gulbijêrkek ji bi sedan helbestên wî yên hezkirî diyarî xwendevanên zimanê kurdî dikin.

 

Ji dîwana Maaliskuun lauluja (Stranên Adarê)

DI SER DARISTANÊ RE ROJ HILHAT

 

Di ser daristanê re roj hilhat

dema zerî li nav mêrgê digerrî,

û gulên êvarê xwe veşartî

dîsan rûyê xwe yên girtî vekirin.

 

Û zeriya wisa delal

li nav mêrgê hêdîka meşî

û gulan devê xwe birin ber guhê hev

dema dangên kirasê wê ji gulavê şil bûn.

Read More »

Evîn û dem

Bijartin û wergerandin: Husein Muhammed

Bringing-Peace-Love-and-Happiness-to-the-world-one-installation-at-a-time.1__880

Aleksis Kivi

Tê bîra min ew geliyê evînê

 

Tê bîra min ew geliyê evînê

– ma dê çawan ji bîrê biçe –

geliyê ez û zeriya xwe lê

di himêza hev de rûniştî

wê roja nerm ya havînê

ya di ber me re dilezî.

Li ber sîbera gûzê

em di nav giyayî de rûniştî bûn

û robarê em li hindavê

li ber tîrojan diteyisî.

Li rexê din yê beravê

pesnelawij bi dengekê bilind

ji peristgehê berz dibûn

û çeng ji warê xwedayan dizengîn.

Û çiyayê dûr

yê li pişt baniyên jorîn

wek biheştê dixwiya

– hemû xewn û xeyalên evînê bûn

ji ber ku yara min

di himêza min de bû

û dengê çengan

ji warê yezdanan dizengî.

Lê bêpêjn bû yara min a şermîn

û berê xwe dida bilindahiyan û rondikek

li gepa wê dibiriqî dema destê min

winda bû nav şeva tarî ya pirça wê.

Wisan bextiyarane me roja xwe

ya evîndaran li geliyî borand,

li ber sîbera gûzê

di himêza hev de rûniştî

û êvara payizê

bi lez di ber me re lezî,

êvara yekşemeka nerm û hênik.

——————–

William Shakespeare

Sonet 18

Ma te bidim ber rojeka havînê?

Tu nerm û narîntir î:

hireba bişkojên delal yên biharê direcifînin

û hevpeymaniya li gel havînê jî kurt e,

çavê esman, roj, jî carinan zêde kel e

û pirî car geşiya wê jî tarî dibe…

Ji bêdestî yan jî li ber çerxa siruştê

wisa kêm dibe bedewiya her tiştî carekê.

Tenê havîna te herdemî ye,

ne diçe û ne jî spehîtiya wê jê dibe

û Mirin nikare bibêje ku li ber sîbera wê

digerî madem di helbesta herherî yî:

Hindî çav bibînin yan dil lê bide,

ev helbest dê bijî û te jî vejîne.

Read More »

Têkbiriyên îro serfirazên sibê ne

Bertolt Brecht 1898–1956

Bertolt Brecht

Neheqî îro bi gavên jixwebawer pêş dikeve.
Zordar cihê xwe xweş dikin da ku dehhezar salan serdestiyê bikin.
şidet dide bawer kirin: tiştê heyî dê bimîne.
Ti dengek jî nayê ji bilî dengê serdestan
û li bazaran neheqî dibêje: ev hê destpêk e.

Gelek ji bindestan niha dibêjin:
têkoşîna me dê ti car bi ser nekeve.
Lê yê ku nemiribe, bila ti car nebêje: ti car!
Tiştê bêguman ne bêguman e.
Tiştê heyî namîne.
Piştî ku serdest axivîn,
dora peyivîna bindestan e.

Kî diwêre bibêje: ti car!
Ma berdewamiya zordariyê ji kê ye? Ji me bi xwe ye.
Perçiqandina zordariyê bi kê ye? Ew jî bi me bi xwe ye.
Yê ku bêt xistin, dê rabe!
Yê ku hinda bûbe, dê li ber xwe bide!
Ma çi dikare wî zeft bike yê ku rewşa xwe fehm kiribe?
Ji ber ku têkbiriyên îro dê serfirazên sibê bin
û “ti car ne” ev e: hê îro!

wergerandin: Husein Muhammed