
DÎFTONG
Dîftong (bi inglîzî diphthong ji yûnanî δίφθογγος /dîfthongos/ anku dudeng yan cotdeng) du vokal in ku di eynî kîteyê de peyda dibin. Bo nimûne, di peyva inglîzî house (xanî) de ou dîftongek e. Di axiftinê de herdu vokalên dîftongê dengekî pêk tînin lê bo pêkanîna wî dengî lazim e ku ziman xwe bigihîne du cihan di devî de (cihên herdu vokalên dîftongê).
Di nivîsîna kurdî de di heman kîteyê de du vokal nakevin pey hev. Rast e ku di gotinên wek saet, biavêje, dua, îdeal de du vokal li pey hev hene lê ew ne dîftong in. Sebebê ne-dîftongbûna wan ew e ku ev herdu vokalên pey hev nakevin eynî kîteyê lê her yek ji wan aîdî kîteyeke cuda ye. Em dikarin wan peyvan wek sa-et, du-a, bi-avê-je, î-de-al bibêjin anku wan herdu vokalên li dûv hev bi kîteyan ji hev cuda bikin. Herwiha di peyvên dua û saet de di rastiyê de konsonanta eyn (’, ع)[1] heye:
Lê dîsa jî kurdî ji dîftongan ne bêpar e. Dîftong ne tenê dikarin ji du vokalên xwerû (di kurdî de: a, e, ê, i, î, o, u, û) lê herwiha ji vokalekê û nîv-vokalekê (di kurdî de: Y, W) jî pêk bên. Ji dîftongên ku bi nîvvokalekê (W yan Y) dest pê dikin re dîftongên hilkev yan dîftongên hilkêş tê gotin (bi inglîzî rising yan ascending diphthongs). Lê eger dîftong bi vokaleke xwerû dest pê bikin, ew dîftongên dakev in (falling yan descending diphthongs). Di kurdî de herdu jî peyda dibin.
Lihevkirineke temam di navbera zimannasan de nîne li ser hindê ka kengî vokal li gel Y yan W dîftongan pêk tînin û kengî jî ew du dengên ji hev cuda ne û yek jê vokal e û yek jî konsonant e.
Dîftongên ji U/W + vokalek
Mirov dikare bibêje ku lihevkirineke giştî li ser wê yekê heye ku di komdengên XW+vokal de W li gel vokala pey xwe dibe dîftong. Bi gotineke din, di rastiyê de W li wê derê dengê U dide û tenê ji ber qeyda rastnivîsîna kurdî – ku du vokalan li pey hev di heman kîteyê de red dike – ew U bi W tê nivîsîn:
Rastnivîsîn |
Rastgotin |
Dîftong |
xwar |
xuar |
ua |
xweş |
xueş |
ue |
xwê |
xuê |
uê |
xwîn |
xuîn |
uî |
Sebebê ku herfa W di rastî de li pey X ne dengê W lê dengê U dide ji wê diyar e ku gava em kîteyeke li berî X hebe, dîsa jî X bi herfa W re dimîne:
- bi-xwin (ne *bix-win)
- di-xwî-nim (ne *dix-wî-nim)
Eger herfa W li pey X bi rastî konsonant bûya, diviyabû X xwe bidaya gel kîteya berî xwe û kîteya W bi cih bihişta çunkî li gor qeyd û bendên giştî eger vokalek li berî du konsonantan hebe, ji wan konsonantan ya yekem xwe dide gel vokala berî xwe û konsonanta din bo kîteya din dihêle eger vokalek li pey wan herdu konsonantan hebe:
- dest (kîteyek – ST di eynî kîteyê de ne lê) > des-tê (S xwe dide gel vokala berî xwe anku E û T li gel Ê dibe kîteya duyem)
- çand (ND di heman kîteyê de ne lê) > çan-din (N ji D vediqete)
- stran > bis-trin!
Lê X di komdengên XW- de her bi herfa W re dimîne ji ber ku herfa W di vê rewşê de di rastiyê de ne konsonant e lê vokal e û nîşana dengê U ye.
Me li jor got ku dengên wek ia di peyva bi-avê-je yan jî ea di peyva î-de-al de ne dîftong in ji ber ku her yek ji wan dengan bi ser kîteyeke cuda ve ye. Lê madem wisa ye, çima we/ue di peyva xweş de yan ua di peyva xwar de dîftong bin?
Sebebên dîftongiya W ya navbera X û vokalekê ev in:
- W di vê rewşê de ne konsonant e (wek ku me li jorê diyar kir)
- lê W di vê rewşê de ne vokaleke serbixwe ye jî ji ber ku ew bi xwe nikare kîteyekê pêk bîne: mirov nikare bibêje xu-eş / xw-eş wek ku ew peyveke dukîteyî be.
Wek ku ji tabloya li jor diyar e, li pey X, dengê U (herfa W) dikare van dîftongan pêk bîne:
Dîftong |
Nimûne li gor gotinê |
Nimûne li gor nivîsînê |
ua |
xuar |
xwar |
ue |
xueş |
xweş |
uê |
xuê |
xwê |
uî |
xuîn |
xwîn |
Anku U dikare li gel çar vokalên din yên kurdî (a, e, ê, î) bibe dîftong. Du vokalên eynî bi hev re nabin dîftong loma U nikare li gel U dîftongan pêk bîne. Di kurdî de herwiha dîftonga uo (bi nivîsînê wo) yan ûo (wû) jî peyda nabin.
Di nivîsînê de komherfên xwi- hene (bo nimûne xwişk yan bixwin). Lê li gor gotinê W-ya van peyvan bi deng U ye û I-yan van peyvan fizûlî ye. Bi gotineke din, mirov peyvên xwişk û bixwin wek xuşk û bixun dibêje, ne wek *xuişk û *bixuin.
Di kurmanciya standard de dengê U (herfa W) tenê dikare piştî X û berî A, E, Ê yan Î dîftongan pêk bîne. Lê di hin devokên kurmancî de û herwiha di soranî de jî imkana çêkirina U + A/E/Ê/Î piştî hin herfên din jî heye. Li vê derê em ê çend nimûneyan ji kuranciya Behdînan û herwiha ji zaravaya soranî bidin. Awayên nivîsîna dîftongan di kevanokên goşedar de wek gotinê û li derveyî kevanokan jî wek nivîsînê hatine diyarkirin:
kurmanciya nivîskî[2] |
kurmanciya Behdînan |
soraniya nivîskî |
nû |
nwî [nuî] |
nwê [nuê] |
gûz |
gwîz [guîz] |
gwêz [guêz] |
kû (kîjan cih/der) |
kwî(ve) [kuî(ve)] |
kwê [kuê] |
Di kurmanciya Behdînan de di pratîkê de dîftonga UÎ (bi nivîsînê WÎ) dikare li pey her konsontanê peyda bibe ji ber ku Û-ya kurmanciya giştî di behdînî de hema-hema herdem dibe UÎ (bi nivîsînê WÎ)[3]
kurmanciya nivîskî |
behdînî bi gotinê |
behdînî bi nivîsînê[4] |
bûn |
buîn[5] |
bwîn |
cûn, cûtin |
cuîn |
cwîn |
biçûk[6] |
biçuîk |
biçwîk |
dûr |
duîr |
dwîr |
fûrîn |
fuîrîn |
fwîrîn |
gû |
guî |
gwî |
hûr |
huîr |
hwîr |
jûjî |
juîjî |
jwîjî |
kûr |
kuîr |
kuîr |
lûrîn |
luîrîn |
lwîrîn |
mû |
muî |
mwî |
nû |
nuî |
nwî |
pûng |
puîng |
pwîng |
rû |
ruî |
rwî |
şûşe |
şuîşe |
şwîşe |
tûrik |
tuîrik |
twîrik |
*vû-[7] |
– |
– |
*wû-[8] |
– |
– |
xwîn [xuîn][9] |
xuîn |
xwîn |
*yû-[10] |
– |
– |
zû |
zuî |
zwî |
Dîftonga uî di van devokan de heta li destpêka çend peyvan jî dikare peyda bibe:
- uîte / uîtî (bi kurmanciya giştî ûtî ji tirkî ütü)
Di heman devokan de herwiha heta O-ya kurmanciya giştî jî di hin peyvan de dibe UÎ:
kurmanciya nivîskî |
behdînî bi gotinê |
behdînî bi nivîskî |
kon |
kuîn |
kwîn |
kovî |
kuîvî |
kwîvî |
rovî |
ruîvî |
rwîvî |
Lê hêjayî gotinê ye ku di van devokên kurmancî de jî ji bilî li pey X, li pey konsonantên din tenê dîftonga U+Î heye lê dîftongên din yên U + vokal (-ua-, -ue-, -uê-) peyda nabin. Di soranî de dîftonga -uê- li cihê monoftonga Û ya kurmanciya giştî berbelav e lê ne bi qasî UÎ ya devoka behdînî û hin devokên din yên kurmancî.
Di hin devokan de jî, bo nimûne di kurmanciya Dihokê de, U ji dîftonga UÎ dikeve:
kurmanciya nivîskî à |
(bo nimûne) Zaxo à |
(bo nimûne) Dihok |
dûr |
duîr |
dîr |
nû |
nuî |
nî |
bixwîne [bixuîne] |
bixuîne |
bixîne |
Di gelek zimanan de W + vokal li destpêka kîteyan yan peyvan jî wek dîftong tên hesibandin. Wisa be, di kurdî de jî ev nimûneyên li jêr bi dîftong in lê di rêzimanên kurdî de adeten ev we dîftong nehatine hejmartin:
dîftong |
nivîskî |
wa |
wan, war, walî |
we |
welat, were, wekîl |
wê |
wêran, wê, wêrîn |
wi |
wilayet, wijdan, wisa, wilo |
wî |
wî, wîşî[11] |
Komdengên *wo, wu-, wû- di kurdî de peyda nabin tevî ku hin caran wisa bi xeletî tên nivîsîn jî. Wek ku li jor hatiye diyarkirin, dîftonga ui jî bi deng di kurdî de nîne tevî ku di hin peyvan de ew tê nivîsîn jî. Lê komdengê wi- heye, wek ku ji peyvên wilayet, wilo, wisa, wiqas jî diyar e lê tenê li gor hin devokan ji ber ku di hinên din de ev peyv bo nimûne wiha ne: wîlayet, wesa, weqas/ewqas...
-iwa- = -ua-?
Di nivîsîna kurdî de di çendîn peyvan de komdengê -iwa- heye ku hevbîriyeke temam di nav dengnasên kurdî de li ser dengê wî yê rasteqîn nîne.
Li gor imlayê, bo nimûne ciwan peyveke dukîteyî ye: ci-wan. Lê mirov bi hêsanî dikare bibêje ku dukîteyîkirina wê hinekî zorlêkirin e. Di rastiyê de mirov wê wek peyveke yekkîteyî dibêje, heçku i tê de tine be û li cihê W jî U hebe: cuan.
Lê çawa ku ew ne bi awayê ci-wan peyveke dukîteyî ye, hê jî baştir aşkere ye ku ew bi awayê cu-an jî nabe dukîteyî. Loma jî bi ihtimaleke mezin -iwa- dengê –ua- yê dîftongî dide û hemû peyv tenê kîteyekê pê tîne.
Dîftongên ji vokalek + W/U
Herfa W ne tenê berî vokalan lê piştî wan jî peyda dibe:
Çawa ku W di kurmancî de nakeve berî O, U, Û, wisa nakeve dûv wan jî anku komdengên –ow-, -uw-, -ûw- di peyvên xwemalî de peyda nabin[13].
Gelo W di van peyvan de li gel vokala berî xwe dîftongan pêk tîne yan na? Bi gotineke din, gelo awayê rastî yê gotina van peyvan bi U ye yan jî bi W?
Gelek zimannas li ser wê baweriyê ne ku di rastiyê de em van peyvan wiha dibêjin: dau, deu, dêu, dîu.
Ev dê bi hin kesan xerîb be. Lê ev zimannas jî idia nakin ku U di van peyvan de dengekî ji vokala berî xwe cuda û veqetandî ye. Ew idia nakin ku ev nimûneyên me peyvên dukîteyî bin. Bi gotineke din, çawa bawerkerên dengê dew texmîn dikin ku ev peyv yekkîteyî ye û tenê dikare bi carekê bi hev ve bê gotin û nabe dukîteyî wek *du-w, wisa bawerkerên dengê deu jî nabêjin ku ew peyv wek *de-u dukîteyî ye. Ew tenê dibêjin ku W bi wan dengan ve heliyaye û li gel wan dîftongek pêk aniye û loma mirov dibêje ew nîşana denê U ye.
Di dengnasiya zimanên din de jî gelek caran dengnas li hev nakin ka vokal + W dibe dîftong yan jî her wek vokal + konsonantek ( W) ye.
Eger di kurdî de komdengê vokal + W dîftongan pê bîne jî, dîftongiya wan ne sabit e. Gava ku vokaleke din bikeve pey W, hingê W vokala berî xwe dihêle û dibe hevkîteya vokala pey xwe:
- kew > ke-wek
- daw > da-wa wê
- xew > xe-wê
Ev ”pijikîna” yan parçebûna dîftongê ji peyvên xwerû jî diyar e:
- ba-we-rî (ne *baw-e-rî)
- de-war (ne *dew-ar)
- cê-wî (ne *cêw-î)
- dî-war (ne *dîw-ar)
Dîftongên ji vokalek + Y/Î
Herfa Y yek ji herdu nîv-vokalên kurdî ye (W, Y). Ew dişibe vokalan ji ber ku – berevajî konsonantan – di dema derxistina wê de hewayê dengî nayê rawestandin. Lê ew ne vokaleke temam e jî ji ber ku – berevajî vokalan – ew bi tenê nikare kîteyan pêk bîne. Li gel vokalan ew dikare dîftongan pêk bîne:
dîftong |
nimûne |
ay / aî |
çay, hay, ay |
ey / eî |
heyv, keyf, hey, ey, mey, ney |
? êy / êî |
hêy |
* iy / * iî |
– |
? îy / * îî |
(bi soranî heye) |
? oy / oî |
oy, kowboy |
? uy / ? uî |
– |
? ûy / ûî |
(bi soranî heye) |
ay / aî
Di çend peyvan de peyda dibe. Lê di devokan de Y dikeve (çay à ça, hay à ha). Wisa dixuye ku tenê peyvika gazîkirinê ay di hemû devokan de peyda dibe. Di kurmanciya nivîskî de gava ku paşpirtika çemandinê ya nêrî li peyvên bi A bi dawî tên tê zêdekirin, ew wek –YÎ tê nivîsîn. Lê di gotina hin devokan de di vê rewşê de tenê Y heye:
- kurmanciya nivîskî: wî birayî got
- hin devok: wî biray go(t)
Anku bi nivîskî A û Y dikevin kîteyên ji hev cuda lê bi devkî A û Y di heman kîteyê de ne û dîftongeke ay pê tînin. Di soranî de jî biray min (bira-yê min).
ey / eî
Ji hemû dîftongên din yên bi Y/Î bi dawî tên mişetir peyda dibe. Lê gelek ji peyvên bi vê dîftongê bi eslê xwe biyanî ne (heyf û keyf ji erebî, mey û ney vê dawiyê ji farisî). Herwiha gelek caran jî – xaseten di kîteyî girtî de anku di kîteyên konsonantek li dawiyê de – EY dibe Ê (keyf à kêf). Peyva xwemalî heyv di gelek devokên kurmancî de bi awayê hîv e. Li aliyekî din, di gelek devokan de peyva kurmanciya giştî deng bi awayê dey tê gotin (xaseten dey kirin û formên wê yên çemandî).
Di soranî de gelek caran bi rêya girêdanê peyda dibe: rojnamey Rûdaw (rojname-ya Rûdaw). Herwiha di soranî de key (kengî, kingê).
êy / êî
Ji bilî peyvika gazîkirinê hêy ji peydabûna vê dîftongê di peyvên din yên kurmancî de ne agadar im. Ev peyvik jî li gelek deveran bi awayê hê ye anku ne bi dîftong e.
Di soranî de bo nimûne to kê’yt (tu kî yî) – wek kîteyeke bi tenê kêyt tê gotin.
iy / iî
Koma herfên -iy- di kurdî de di gelek peyvan de heye, bo nimûne: çiya, giya, siyaset, qiyamet… Lê dîftonga iy / iî pêk naînin (lê belkî dîftonga ya- pêk tînin – li jêrtir binêrin). Tek peyva ku mirov carinan di nivîsan de dibîne ku bi rastî dixuye ku dîftonga iy/iî pêk tîne, peyva qiymet e. Lê ev awayê nivîsînê tenê ji ber tesîra tirkî ye. Di rastiyê de ew di kurdî de tekdengekî (monoftonekî) î ye û awayê wê yê rast di kurdî de qîmet e.
îy / îî
Ev dîftong di kurdî de peyda nabe. Heta eger mirov peyvên wek çiya, giya, siyaset, qiyamet wek çîya, gîya, sîyaset, qîyamet tercîh bike jî, dîsa di wan de dîftonga îy nîne ji ber ku li gor wê nivîsînê Î û Y dikevin ser du kîteyên ji hev cuda: çî-ya, sî-ya-set…
Di soranî de ev di rewşa girêdanê de peyda dibe: kurdîy soranî (kurdi-ya soranî). Lê gelek caran Î-ya dubare nayê nivîsîn û mirov forma kurdî soranî dibîne.
oy / oî
Dîftonga oy / oî bi giştî di kurmancî de tenê di peyvika gazîkirinê oy de tê dîtin. Helbet hin peyv hene ku herfên O û Y tê de li pey hev in (bo nimûne Zaxoyî, boyax) lê di wan de O û Y di kîteyên ji hev cuda de ne (za-xo-yî, bo-yax) loma ew dîftongan pêk naînin). Hin caran mirov di nivîsan de formên wek Zaxoy bi maneya zaxoyî, xelkê Zaxoyê dibêje lê wisa diyar e ku ew tenê ji kêmasiyên nivîsînê ne û ne ji awayê gotinê ne.
Di soranî de peyva xoy y abi dîftonga oy heye û ji xo (xwe) û y/î (wî / wê) pêk hatiye û maneya wî bi xwe dide.
uy / uî
Wsa dixuye ku dîftonga uy / uî di ti peyvên xwerû de di kurmancî yan soranî de peyda nabe. Di hin devokan de mirov dikare gotina duy piştî nîvro bi maneya saet du danê êvarê bibihîze. Piraniya devokên din dibêjin duyê/duyî…
ûy / ûî
Ev dîftong di kurmancî de carinan di peyva xûy de tê dîtin lê heman peyv bi awayê xû jî heye. Di soranî de ev dîftong wek encaman girêdanê peyda dibe: xanûy ewan (xaniyê wan).
Dîftongên ji Y + vokalek
Wek ku me li jor li ser W jî gotiye, di nav zimannasan de hevbîriyeke temam li ser hindê jî nîne ka gelo Y + vokalek dibe dîftong yan jî na. Piraniya zimannasan wan wek dîftong qebûl dikin. Eger em jî wisa bikin, ev dîftongên bi Y dest pê dikin di kurdî de hene:
dîftong |
nimûne |
ya / îa |
yar, beyar, yad, ya (wek ”ya min”) |
ye / îe |
yek, ye, yezdan |
? yê / îê |
yê, yên, bayê felekê |
* yi / * îi |
– |
? yî / îî |
(tu) yî, qamişloyî, ronayî |
? yo / îo |
birayo! |
* yu / * îu |
– |
* yû / îû |
– |
Wek ku tê dîtin, Y nikare li berî I, U, Û dîftongan çêke. Li berî Î ew tenê dikare wek paşpirtik yan herfa kelijandinê hebe. Di rastiyê de ew hingê jî dîftongan pêk naîne, tenê di nivîsînê de tê bikaranîn:
Nivîsîn |
Gotin |
tu yî |
tuî |
qamişloyî |
qamişloî |
ronayî |
ronaî[14] |
Bi nivîskî mirov komherfên YO dibêje. Lê di rastiyê de di gotinê de Y mit anku bêdeng e:
- nivîskî: birayo
- gotin: birao (yan: biraw)
Li berî Ê, herfa Y xaseten di çemandinê de û herwiha di cînavên yê, yên[15] de tê dîtin:
- yê din, yên min, birayê te, nameyên wê
Lê di gelek devokan de Y di van rewşan de jî mit e:
- ê din, ên min, bira-ê te, nameên/namên wê
L berî E, herfa Y di çend peyvan de heye. Ew herwiha li gel kopulaya cînavê sêyem yê yekhejmar (ew) li kar e eger peyva berî wê bi vokalekê bi dawî were. Herwiha paşpirtika ”-ek” dibe yek eger peyva ew digire bi vokalekê bi dawî were:
- Ew mamoste ye (bide ber ew profesor e)
- name-yek (bide ber kitêb-ek)
Lê peyva yezdan di nav gel de nîne û bi aşkerayî vê dawiyê ji farisî ketiye kurdî. Heta peyva yek jî li hin deveran bi awayê êk e. Di gotinên wek mamoste ye de jî gelek caran Y nayê bihîstin. Ji xwe peyvên wek nameyek di axiftinê de bi piranî dibin namek. Anku eger em nebêjin ku dîftonga ye di kurmancî de nîne jî, divê em bibêjin ku di axiftina kurmancî de ew gelek kêm peyda dibe.
Wisa dixuye ku dîftonga YA zêdetir peyda dibe: ya, yan, yar, yarî, beyar, eyar…
Lê di rastiyê de ew jî ne zêde li kar e. Peyvên ya, yan bi awayên a, an zêdetir di nav gel de belav in. Peyvên beyar, eyar ji erebî ne. Peyva yarî (lîstik; henek) aîdî kurmanciya rojhilatî ye û di kurmanciya navendî û rojavayî de kêm tê bihîstin yan heta belkî qet peyda nabe. Peyva yar ne ji destê gel lê ji zimanê helbestî ye û qet ne dûr e ku wergirtineke ji farisî be.
-iya = -îa
Di kurdî de, hem di nav peyvên xwemalî de û hem jî nemaze di peyvên esil-erebî de gelek caran komdengê -iya-:
- çiya, giya, giyan, jiyan, niyan, şiyan…
- diyanet, riwayet, siyaset, xiyanet…
Heta hin kes van peyvan bi herfên -îya- (çîya, jîyan…) jî dinivîsin.
Li gor qeyd û bendên kîtekirinê, divê ”i” ya van dengan di kîteyeke ji ”-ya” cuda de bûya, wek ”çi-ya,gi-ya…”
Lê di rastiyê de mirov adeten van peyvan wisa kîte nake. Mirov konsonanta yekem û ”iya” hemû bi hev re bi carekê dibêje. Anku peyvên wek ”çiya, giya, giyan, şiyan” ne dukîteyî lê yekîteyî ne. Sebeb jî ew e ku herfên ”iya” nîşana dîftonga ”îa” ye.
Ji ber ku di alfabeya kurdî-erebî de herfa ”i” nîne, li hevberî ”iya” ya kurdî-latînî یا (ya) tê nivîsîn, heçku mirov bi latînî binivîse: gya, çya, syaset. Di alfabeya kurdî-erebî de jî ji aliyê alfabeyê ve dê mimkin bûya ku mirov van peyvan wek çîya, şîyan, sîyaset binivîse lê ew awa qet di alfabeya kurdî-erebî de nayê nivîsîn û di kurdî-latînî de jî ne awayê standard e.
__________________________________________________
TÊBÎNÎ
[1] Husein Muhammed: Eyn (ع) di kurdî de.
[2] Kurmanciya nivîskî ya bi alfabeya latînî. Kurmanciya nivîskî ya bi alfabeya erebî jî adeten li cihê –wî- ya behdînî Û dinivîse lê carinan jî WÎ dinivîse.
[3] Awarte û ististnayên ji qeyda guherîna Û ya kurmanciya giştî bi UÎ (WÎ) di behdînî de tenê ev in: ”çûn” û ”û” wek peyveke serbixwe (bi inglîzî ”and”) in. Herwiha ”bûn” jî li kêm deverên Behdînan dibe ”bwîn /buîn”, li piraniya wan dibe ”bîn” yan ”bûn”.
[4] Gava ku kurmancî bi devoka behdînî bi alfabeya kurdî-erebî tê nivîsîn, komgendê UÎ li nava peyvan wek -وی- (-wî-) tê nivîsîn, ne wek -ئوی- (-uî-). Bo nimûne, peyva kurmanciya giştî bûk bi behdînî wek بویک (bwîk) tê nivîsîn, ne wek بوئیک (buîk).
[5] ”Bûn” ya kurmanciya giştî li piraniya Behdînan ”bîn” yan ”bûn” e, tenê kêmanî wê bi awayê ”buîn / bwîn” dibêje.
[6] Bi tesadifî ti peyvên du di behdînî de bi dengê çuî- / çwî- dest pê bikin nehatine dîtin. Peyva kurmanciya giştî ”çûn” jî di behdînî de her wek kurmanciya giştî ”çûn” e û li gor qeyd û benda guherîna Û bi UÎ / WÎ neguheriye.
[7] Ti peyvên ku ”vû-” tê de hebe di kurmanciya giştî de peyda nabin û di behdînî de jî bi şêweyê vwî- nînin.
[8] Ti peyvên ku ”wû-” tê de hebe di kurmanciya giştî de peyda nabin û di behdînî de jî bi şêweyê wwî- nînin.
[9] Kurmanciya giştî jî wek behdînî dîftonga xu- qebûl dike.
[10] Ti peyvên ku ”yû-” tê de hebe di kurmanciya giştî de peyda nabin û di behdînî de jî bi şêweyê ywî- nînin.
[11] Bi hin devokên din guşî (koma libên tirî).
[12] Bi soranî ye û maneya alî, rex, hêl, teref dide û hevreha peyva dêm (rû) ye.
[13] Di çend peyvên vê dawiyê wergirtî de dikarin hebin, bo nimûne kowboy ji inglîzî cowboy (gavan).
[14] Forma serdesttir bi nivîskî û gotinê ronahî.
[15] Bi devokî herwiha yêt, yêd.