Tu bi xêr hatî navenda materyalên zimanê kurdî. Em ê tê bikoşin ku lêkolînên kevn û nû yên li ser zimanê kurdî bixin xizmeta mêvan û xwandevanên xwe: ferheng, kitêbên rêzimanê, pirtûkên hînbûna kurdî û nivîsarên li ser beşên cuda-cuda yên zimanê me yê şîrîn.
Malpera me bo hemû lehceyên kurdî û herdu alfabeyên standard vekirî ye lê em tenê berhemên zimannasî û têkilî zimanê kurdî belav dikin. Em herwiha rê didin lêkolînên bi zimanên din jî eger ew li ser zimanê kurdî bin. Herwiha em pêşwaziyê li lêkolînên li ser zimanên din yên bi kurdî dikin.
Kerem bikin berhemên xwe bigihînin me: husein.muhammed@gmail.com
Silavên germ
Husein Muhammed
birêveberê giştî yê malpera Zimannas
Şevbaş,
Malpereke gelek hêja, destên we ter be. Ji bo şagirdên xwe li hin alavên dersê geriyam.. Helbest, metelok an jî mijarên din yên kurdî… Nizanim min nedît an jî valahîyek heye. Ji bo sererastkirina alavên dersên kurdî, an jî redektekirina wan hun ji mamosteyan re dibin alîkar ya na?.
Serkeftin..
Bi silavên biratî.
Hakki Balta
LikeLike
Dast xwiş mamoste hêja..
Em hen dixwezin kû zimane me kurdî …pelind bibe..
LikeLike
Mala we ava. Bi rastî malmereke hêja ye û xebatên giranbiha ne ji bo kurdî.
Hêvî dikim ku rojekê xebateke berawirdî û ferhengeke berfireh ya hemî zaravayên kurdî were amadekirin.
LikeLike
spas bo keda we ya bêhempa di ber pêşvebirin û danasîna Zimanê Kurdî…
LikeLike