Omer Xeyam: Perdeya şermê rake

Wergerandin: Husein Muhammed

saqi

Omer Xeyam (1048 – 1131) û çarînên wî
Xiyaseddîn Ebulfatih Omer ibn Îbrahîm el-Xeyamî li Nîşapûrê, paytexta herêma Xorasanê li 1048 hat dinyayê. Ew bi gelemperî wek Omer Xeyam tê nasîn. Di jiyana xwe de ew jimarnas, stêrnas, fîlozof, bijîşk û şaîr bû. Kêm ji jiyana wî tê zanîn, ji bilî hindê ku ew li Nîşapûrê hatiye perwerdekirin û pirraniya jiyana xwe li wir û li Semerqendê jiyaye. Xeyam hevdemiyek Nîzam-ul-Mulkê Tusî bû. Xeyam dikarî bibe karmendek payebilind yê dewletê. Lê wî xwest xwe gorî ilm û zanistê bike. Ew li navendên mezin yên zanist û zanyariyê yên serdema xwe digerriya daku xwe bigihîne ilmên bilind. Xeyam li 1131 wefat kir.

Di gel ku Xeyam wek zanistvanek jêhatî tê nasîn, ew herî zêde bi çarînên xwe navdar e. Edward FitzGerald sala 1839 çarînên Xeyamî bi inglîzî berdestî xwendevanên Rojava kirin. Ji hingê ve hezkirina ji helbestvaniya Xeyamî her diçe zêdetir dibe.

Nêzî 600 çarîn (rubaiyat, quatrain) li ser navê Omer Xeyamî hene. Hin ji wan resen in ango Xeyamî bi xwe ew nivîsîne lê tê bawerkirin ku gelek ji çarînan paşï li ser navê wî hatine vehûnandin. Lêkoler ne hevbîr in ka kîjan ji çarînan bi rastî yên Xeyamî ne û kîjan jî na. Lê ya giring ew e ku hemî malê Xeyamî tên nasîn. Kêm berhemên bijare yên wêjeya cîhanî hindî çarînên Xeyamî li gelek zimanan hatine wergerandin. Xeyam li hemî zimanên mezin yên cîhanê hatiye wergerandin û bi hemiyan jî tê xwendin û jê tê hezkirin.

Xwendevanên kurd jî ji Xeyamî bêpar nemane. Rêzdar Kamiran Bedirxan 35 çarînên wî wergerrandine kurmancî û mamoste Hejar jî tevavek çarînên bi soranî gihandine xwendevanên kurd. Van çarînên min wergerandî diyarî Xeyamî û van herdu xebatkarên jêhatî dikim.

Read More »

Advertisements