Kovara Kanîzar, hejmar 11

Hejmar11a

 

Vekin û bixwîn!

 

Sernivîsar

Bi berhemên nû û yên kevnar

Kerem bikin dîsa hejmareke nû ji kovara zimanê kurdî Kanîzarê, xwandevanên hêja. Di vê hejmarê de em  çendîn berhemên nû û çend vekolînên li ser zimanê kurdî bi kurmancî, soranî, zazakî û inglîzî  pêşkêşî we yên hêja dikin.

Di vê hejmarê de em dest bi belavkirina vekolîna Husein Muhammedî ya li ser rengdêrên (sifet, adjective) kurdî û bikaranîna wan dikin. Ev  vekolîn dê di hejmarên bên de jî berdewam be. Nivîsarên wî yên din di hejmarê de li ser cinsê rêzimanî (mê û nêr) û tesîra lerzê li ser guherîna dengan in.

Rêzevekolîna me ya din ji Deham Ebdulfettah e û  xebata wî ya dûr û dirêj ya li ser lêkerên (fiil, verb) kurdî ye. Ev vekolîn jî dê di hejmarên bên de jî bidome.

Vekolîna me ya dirêj ya bi zazakî nivîsara Seîd Verojî ya li ser berhevdan anku miqayesekirina zimannasî ya  navbera kurmancî û zazakî ye.

Bi soranî Cemal Nebez li ser ”birakujiya zimanî” anku neheqîkirina li lehceyên din yên kurdî dinivîse. Nivîsara din ya bi soranî derbarê guherîn û ketina dengan di kurdiya kirmaşanî de ye û ji kekê me yê hêja Elî Şahmuhemmedî ye.

Bi inglîzî Mehmet Şerif Derince û Ergin Opengin agahiyên bingehîn li ser kurdî (bi taybetî kurmancî) pêşkêş dikin û berhemên giring bo hînbûna kurmancî û vekolînên zimanê kurdî rêz dikin.

Di vê hejmarê de jî em du kitêban – yeke nû û yeke kevn – didin nasîn. Yek jê Ferhenga Zaravên Teknîkî ya bi kurdî – tirkî – inglîzî ye. Ya din jî ferhengokeke kurdî ya ji sala 1884 e. Em van herdu berheman bi temamî belav dikin û dixin xizmeta xwandevanên xwe û vekolînên li ser zimanê kurdî.

Kerem bikin kovara xwe bixwînin û bo me binivîsin:

kovarakanizar@gmail.com

 

NAVEROK

Sernivîsar
Bi berhemên nû û kevnar, r. 2

Husein Muhammed
Rengdêr û bikaranîna wan, r. 3

Ferhenga zaravên teknîkî
bi kurdî – tirkî – inglîzî, r. 18

Elî Şahmuhemmedî
Gorrîn û qirtandin le zarawey kurdîy kirmaşanî, r. 20

Seîd Veroj
Vacêkerdena zazakî û kurmancî, r. 23

Nasandin
Ferhengeke kurdî ji sala 1884, r. 51

Ziman û cins
Cinsê rêzimanî, r. 53

Cemal Nebez
Birakujîy zimanî, r. 64

Deham Ebdulfettah
Lêker di zimanê kurdî de, r. 72

Tesîra lerzê
li ser guherîna dengan, r. 124

Mehmet Şerif Derince & Ergin Opengin
Background information on Kurdish, r. 131

Zarname
Ferhengoka zimannasî, r. 144

Em wiha dinivîsin
Kurterêbera rastnivîsînê, r. 162

Vekin û bixwîn!

 

 

Suplesyon anku “hatin” çima dibe “were”?

Husein Muhammed

Di kurdî de, wek di gelek zimanên din de jî, peyv dikarin biçemin anku bitewin. Di rêziman û zimannasiyê de ”çemîn” anku ”tewîn” tên maneya guherîna peyvan di hevokan de. ”Çemandin” û ”tewandin” jî wê diyar dikin ku peyv ji aliyê mirovan ve di hevokan de şiklên piçekê ji hev digirin. Anku peyv li gor hin rewş û haletan ji forma xwe ya xwerû diguherin û şikl û dirûvên piçekê ji peyva xwerû cuda digirin.

Ji piraniya peyvên kurdî yên tewandî jî diyar e ku ew hevrehên formên din yên eynî peyvê ne. Bo nimûne: ”baranê, baranan” bi zelalî têkilî peyva ”baran” in. Heta heke peyv bi şiklê xwe ve  gelek ji hev cuda bin jî, dîsa mirov dikare rehê piraniya wan bibîne: ”bizane > bi-zan-e < zan-în” yan jî ”wan < ewan < ew”.

Lê hin peyv hene ku mirov ti rehê wan yê hevbeş nabîne: Erê ”bi-zan-e” forma fermanî (imperatîv) yekhejmar ji peyva ”zanîn”ê ye û peyva ”were” jî forma fermanî ya yekhejmar ji peyva ”hatin”ê ye. Lê çima rehê ”zanîn”ê di ”bizane” de diyar e lê ti rehên hevpar yên di navbera şiklê peyva ”hatin” û peyva ”were” de nîne?

Mirov dikare bi hêsanî bibîne ku cînavê ”(e)wî” di hevoka ”(e)wî got” de formek ji cînavê ”ew” e, wek di hevoka ”ew dibêje” de. Lê gelo çima cînavê ”min” (wek di ”min got” de) wisa ji cînavê ”ez” (mîna ”ez dibêjim”) cuda ye madem ku maneya wan hema-hema eynî ye?

Li gor qeyd û bendên rêzimana sade ya kurmancî ye ku em dibêjin ”tiştek xweş e” û ”tiştek xweştir e” yan ”îro hewa sar e” û ”sibê hewa dê sartir be” anku forma berhevder (komparatîv) bi ”rengdêr+tir” tê çêkirin. Lê çima li gor hin devokan forma ”pirr”ê ”bêhtir” e û ya ”gelek”ê jî ”pitir” e. Çima di hin devokan de rengdêra hevsengker (ekwatîv) ”çê” (baş, qenc) nîne lê dîsa jî forma berhevder ”çêtir” li kar e?

Mijara vê nivîsa me ”suplesyon” û peyvên ”supletîv” in. Bi ronkirina van peyvan em ê hewl bidin zelal bikin ka çima ”hatin” dibe ”were”, ”gotin” dibe ”dibêjim”, ”ez” dibim ”min”, ”gelek” dibe ”pitir” û hwd. Anku em sebebên awarteyî û istisnayên di tewandina peyvên kurdî de şirove bikin.

Read More »