Kanîzar, hejmara 3

Kanizar

Sernivîsar

Kanîzar di piralîkirina vekolînên zimanê kurdî de berdewam e

Xwandevanên ezîz, dîsa kerem bikin hejmareke nû ya kovara zimannasî û zimanê kurdî, Kanîzarê – vê carê hejmara sêyem.

Di vê hejmarê de em çend mijarên berê didomînin û çendîn mijarên nû yên zimannasî û zimanê kurdî radixin ber çavên we xwandevanên hêja.

Husein Muhammed di vê hejmarê de jî vekolîna xwe ya dûr û dirêj a li ser peyvsaziya zimanê kurdî didomîne. Di vê hejmarê de ew beşa dariştinê (çêkirina peyvên nû bi pêşgir û paşgiran) bi dawî tîne û herwiha bi piralî li ser peyvsaziyê bi dubarekirinê dinivîse.

Rizgar Behadur vê carê jî mijareke kurdiya kirmaşanî li gor teoriyên zimannasî pêşkêş dike. Bi van vekolînên xwe ew hem lehceyeke kurdî ya kêm-vekolandî dide nasîn û hem jî yekem car bi kurdî behsa van mijarên zimannasî dike.

Dilyar Amûdî vê carê jî mijareke rêzimana soranî bi kurmancî rave dike. Di vê hejmarê de dora cînavên kesî ye.

Nivîsara me ya dirêj a vê carê ya bi soranî, nasandina zimannasiya civakî (sosyolingwîstîk) bi qelemê profesor Peter Trudgill e ku Hesenê Qazî ji inglîzî wergerandiye. Em dilxweş in ku vê nivîsara berê bi alfabeya kurdî-erebî belavkirî li vê derê bi kurdî-latînî bixin xizmeta xwandevanên xwe.

Mijara me ya din a vê carê bi soranî beşek ji nivîseke zimannasê hêja Emîrê Hesenpûr e. Bi armanca baştir sûdwergirtinê em wê hem bi soranî û hem jî bi kurmancî belav dikin. Li pey her paragrafa soranî, wergera wê ya kurmancî jî heye.

Di vê beşê de em du kitêbên zimannasî didin nasîn û berê xwandevanên xwe didin xwandina wan. Yek jê teza masterê ya keçeke kurd e li ser alomorfan (awayên cuda yên heman pêşpirtik û paşpirtikan) di kurdî de. Ya din jî kitêbeke rêzimana kurdî ji sala 1880 anku berî 135 salan e.

Vê carê em cih didin vekolîneke li ser kurdî ya bi inglîzî jî. Dr Michiel Leezenberg ji me re behsa tesîra goranî li ser soranî dike.

Di hejmara 1 de me bi nivîsekê cih dabû erk û peywirên herfa E di kurdî de. Li vê derê em ê bi 28 nuqteyan behsa wezîfeyên herfa A bikin. Kerem bikin!

Naveroka hejmara 3

Sernivîsar: Kanîzar di piralîkirina vekolînên zimanê kurdî de berdewam e
Husein Muhammed: Peyvsazî bi dariştinê (II) û dubarekirinê
Rizgar Behadur: Saxtiman dese le kurdî kirmaşanî
Ferdinand Justi: Rêzimana Kurdî ji sala 1880
Dilyar Amûdî: Cînavên kesî di soranî de
Peter Trudgill: Komełnasîy ziman (wergêran: Hesenî Qazî)
Malperên zimanî
Erkên herfekê di kurdî de: A
Emîr Hesenpûr: Kêşey zimanî resmî / Pirsgirêka zimanê resmî
Michiel Leezenberg: Gorani influence on Central Kurdish (Tesîra goranî li soranî)
Zêrîn Xurşîd Selîm: Alomorf di zimanê kurdî de
Kurterêbera rastnivîsînê

Vekin û bixwînin!

 

Gelo tirkî peyv ji kurdî wergirtine?

Husein Muhammed

Husein

 

Gelek caran ereban û bi taybetî jî tirkan hem zilm û neheqî û hem jî qerf û tinaziyên xwe bi zimanê kurdî kiriye. Heta vê dawiyê, gelek ji zimannasên (yan zimannenasên) tirk û bi taybetî jî siyasetvanên wan heta itiraf jî bi hebûna zimanê kurdî nekiriye.

Ji aliyê tirkan ve heta hin hewlên nîv-zanistî jî hatine dan daku biselmînin ku zimanê kurdî ji aliyê etîmolojî ve di rastiyê de ne ti ziman e.

Bo nimûne, Tuncer Gülensoy bi ferhengoka xwe ya bi navê Kürtçenin etimolojik sözlüğü (”Ferhenga etîmolojîk ya kurdî”, Enqere 1994) tê dikoşe isbat bike ku hemû peyvên kurdî di rastiyê de ji tirkî, erebî yan jî ji farisî ne. Ev ne cara yekem e ku wî wisa hewl daye. Wî ferhengokeke berî vê jî amade kiribû. Di vê çapa yekem de, wî heta navê ”kurdî” jî li ferhengokê nekiriye lê navê wê kiriye Doğu Anadolu Osmanlıcası (”Osmaniya Rojhilata Anadolê”, Enqere 1986).

Bo nimûne, her peyva ku di kurdî û farisî de wek hev be, Gülensoy dibêje ku ew ji farisî û malê farisî ye. Helbet her zimannasê destpêker jî dizane ku di zimanên xizm û lêzim de bi sedan yan hezaran peyvên wek hev hene. Piraniya wan ne zimanekî ji yê din wergirtine lê malê wan herdu zimanan in, wek mîrat ji serdemekê mane ku dayika wan herdu zimanan yek bû yan jî ew herdu ziman lehceyên eynî zimanî bûn. Di tirkî û azerî de, di erebî û îbrî de, di frensî û îtalî de, di inglîzî û almanî de jî bi hezaran peyvên wek hev hene. Lê mirov nabêje ku tirkî ew peyv ji azerî wergirtine yan erebî ji îbrî yan frensî ji îtalî yan inglîzî ji almanî yan jî berevajî.

Hewldanên wiha bel û beloq di nav tirkan de hene. Lê di rastiyê de piraniya zimannasên tirk ji êrişkirinê zêdetir di meseleya kurd û kurdî de bêdengî û terkexemî bijartiye. Bi gotineke din, ew qenc-xirab behsa kurdan û kurdî nakin.

Berevajî vê bêdengiya qelemşorên tirkan, kurd bi xwe gelek behsa tirkan û zimanê wan dikin. Ji kurdîhezên kurdînivîs bigire heta kurdên kurdîjibîrkirî yên bilbilên zimanê tirkî, gelek caran qerf û henekên xwe bi zimanê tirkî û sextetiya wî dikin. Dibêjin ku tirkî ne-ti-ziman e, her peyvek ji derekê hatiye wergirtin û wisa zimanekî bêesil pê hatiye avakirin.

Read More »

Peyvên me ji kû tên?

 

Husein Muhammed
cay

Peyva “çay” bi zimanên Rojhilata Navîn û Ewropayê

 

Peyvên hemû zimanan ji çend çavkaniyên cuda ne. Bo nimûne:

  • 1) ji binemala wî zimanî bi xwe (di kurdî de ji proto-hindûewropî, proto-hindûarî û proto-îranî)
  • 2) ji zimanên cîran (bo nimûne wergirtina ji hev di zimanên Rojhilata Navîn de: erebî, farisî, kurdî, tirkî…)
  • 3) ji çavkaniyên navneteweyî (bo nimûne peyvên wek ”kamera, radyo, televizyon” ku di piraniya zimanên dinyayê de wek hev in.)
  • 4) peyvên ku di filan zimanî bi xwe de ji peyvên heyî hatine çêkirin (ji peyvên xwemalî bo nimûne ”dest-pê-kirin” yan jî ji peyvên xwemalî û biyanî wek mînak ”fehm-kirin” yan jî ji peyvên biyanî meselen ”talih-û-nesîb”).

Armanca vê kurtevekolînê ew e ku diyar bike ka peyvên kurdî (bi taybetî kurmancî) ji kîjan çavkaniyan in. Hedefa vê vekolînê destnîşankirina çavkaniyên peyvên kurdî ye anku gelo peyvên di kurdî de heyî ji kû hatine. Merema vê vekolînê ya serekî ne ew e eşkere bike ka peyv ji kurdî çûne kîjan zimanan. Ew jî hêjayî vekolînê ye lê li vê derê ne mijara me ye.

Read More »

Dengê R – varyant û guherînên wî

Husein Muhammed

R

Di dengnasiya kurdî de R / r dengekî ”pidûyî-jenok” e. Mebest ji pidûyîtiya wî ew e ku ziman bi pidûyan dikeve gava ku mirov wî dengî dertîne. Merem ji jenokiyê jî ew e ku ziman dijene.

Di kurdî û gelek zimanên din de jî ev herf xwedî du awayên cuda yên gotinê ye. Di kurdî de li destpêka peyvê ew bi jenîna zimanî li hevberî pidûyên jorîn derdikeve: ziman çendîn caran li pey hev bi pidûyan dikeve:

  • rast, rev, rê, rind, ron, ruh, rû…

Di alfabeya dengnasî ya navenetweyî (IPA) de ev varyanta R bi nîşana [r] tê diyarkirin. Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:

https://en.wikipedia.org/wiki/File:Alveolar_trill.ogg

Di nivîsên kurdî de gelek caran navê ”R-ya şidandî”, ”R-ya req” yan jî ”R-ya qelew” li vê varyanta R-yê tê kirin. Em jî dê di vê nivîsê de bo hêsankirina fehmkirina mebestê jê re bibêjin ”R-ya req”.

Lê li nav û dawiya peyvan di kurdî de di peydakirina R de ziman bi piranî ne çendîn caran lê tenê carekê bi pidûyan dikeve:

  • agir, baran, mêr, zîrek…

Di alfabeya dengnasî ya navenetweyî (IPA) de ev dengê bi nîşana [ɾ] tê diyarkirin. Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:

https://en.wikipedia.org/wiki/File:Alveolar_tap.ogg

Read More »

T û D wek nîşana demên borî

td-inc

Husein Muhammed

Lêkerên T yan D li dawiyê

”Dît, hat, ket / keft, bijart, biraşt, mêt, got, girt, gihişt/ gehişt, şûşt, nixamt…”

Mirov dikare lîsteyeke gelek dirêj ya peyvan bide ku tê de –T li dawiya lêkera di demê borî yê sade de ye.

”çand, bizdand, tirsand, peqand, elimand, stand / stend, xwand / xwend…”

Em dikarin lîsteyeke teqrîben bêdawî ya peyvên D di dema borî ya sade de li dawiya wan bidin.

Di heman demê de ew rehên dema borî ne anku mirov dikare paşpirtikên kesî li dû wan zêde bike:

–          ”(ez) hat-im, (tu) ket-î, (me/we/wan) bijart-in… (te ez) bizdand-im, (min tu) tirsand-î, (me ew) ne-stand-in”.

Dîsa ew eynî rehên bi T/D ev peyv rehên demên din jî yên borî ne:

1)      Dema borî ya berdewam

  •  ”(ew) di-hat, (ez) di-ket-im, (wan tu) ne-di-bijart-î, (we ew) ne-di-mêt-in… (wan ew) di-tirsand, (wî) ez di-bizdand-im, (wê) tu di-elimand-î…”

2)      Dema borî ya dûdar

  • ”(ew) hat-iye, (ez) ket-ime, (wan tu) ne-bijart-î, (ew) ne-mêt-ine…”

3)      Dema borî ya çîrokî

  • ”(ew) hat-ibû, (ez) ket-ibûn, (wan tu) ne-bijart-bûyî…, (min) çand-ibû, (tu) ne-tisand-ibûyî, (ew) elimand-ibûn…

Read More »

Têkiliya dengên K, G û Q di dengnasiya kurdî de

Husein Muhammed

GK_Eagle_Logo

Ev her sê deng di kurdî û zimanên din de pirr nêzîkî hev in. Awayê derxistina wan ”seknî” ye, bi inglîzî ”stop”, bi gelek zimanên din ”klusîl” e. Mebest ji ”seknîtiyê” ew e ku di buhirka dengî de livîna hewayî pêşî tê rawestandin û paşî tavilê rê tê dan ku ew hewa bi carekê derkeve, bipeqe.

Cihê derxistina K, G û Q banziman e anku banê zimanî ye, cihê navîn yê zimanî ye, ne serziman anku pêşziman e û ne jî rehziman e anku paşiya zimanî ye. Cudahiya K û G ji Q ew e ku cihê ku banê zimanî di derxistina K û G de li banê devî dikeve piçekê ji cihê Q li pêştir e. Cudahiya K li gel G ew e ku di derxistina G de perdeyên dengî dilerizin, di derxistina K de na.

Di alfabeya kurdî-erebî de K wek ک, G wek گ û Q wek ق tên nivîsîn. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî de wek [k], [g] û [q] in.

Mirov dikare li vê derê guhê xwe bide her yek ji van sê dengan:

–          K: https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiceless_velar_plosive.ogg

–          G: https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiced_velar_stop.ogg

–          Q: https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiceless_uvular_plosive.ogg

K, G û Q her sê jî fonem in, dengên serbixwe û wateguhor in[1]: Heke mirov wan bi hev biguherîne, maneya peyvê dikare biguhere:

–          K/G: kul/gul, ka/ga, kerr/gerr…

–          K/Q: kul/qul, kîr/qîr, ket/qet…

–          G/Q: genc/qenc, gul/qul, gelî/qelî…

Read More »

Herfa mit

Husein muhammed

o-SILENCE-facebook

Inglîzîzan dizanin ku di peyva ”know” (zanîn) de K tê nivîsîn lê nayê gotin. Farisîaxiv haydar in ku hevwateya ”xew” ya kurdî di farisî de bi nivîskî ”xvab / خواب” e lê wek ”xab / خاب” tê gotin.

Erebîziman agadar in ku li dawiya forma kesê sêyem yên pirhejmar di demên borî de A heye lê ew A nayê gotin: bo nimûne, mirov dinivîse ”qalûa / قالوا” (wan got) lê wek ”qalû قالو” dibêje. Dîsa di tirkî de jî herfa Ğ teqrîben nayê gotin: ”doğan” (baz, eylo) tê nivîsîn lê teqrîben wek ”doan” tê gotin.

Ev diyarde di zimannasiyê de wek ”herfa mit” yan ”herfa hiş / bêdeng” tê nasîn. Ew ne tenê di van çar zimanên li jor rêz kirî de lê di gelek zimanan de heye. Di fransî de, bo nimûne, li dawiya peyvê piraniya konsonantan mit in anku nayên gotin: petit [pêtî] (biçûk), quand [kan] (kengî), sous [sû] ([li] bin)…

Gelo diyardeyeke wisa di zimanê kurdî de jî heye?

Read More »

Dengê Û-yê di kurdî de

Husein Muhammed

251

Wek U-ya dirêj

Dengê Û yek ji vokalên zimanê kurdî ye. Di piraniya devokên kurmancî û soranî de ew hevberî dengê [u] yê alfabeya dengnasî ya navneteweyî ye û dirêj e anku bi IPAyê wek [u:] tê nivîsîn. Di alfabeya kurdî-erebî de ew li nav û dawiya peyvê bi du ”waw”an (وو) tê nivîsîn. Di zimanê erebî û yê farisî de ew hevdenga ”waw”a (و) vokal e, wek di peyva ”qanûn / قانون” de. Di tirkî de ew bi herfa U tê nivîsîn lê Û-ya kurdî piçekê ji U ya tirkî dirêjtir e. Ne bi temamî be jî, Û di piraniya devokan de gelek nêzîkî dengê U-ya kurdî lê dirêjtir e.

Xusûsiyetên vî dengî wiha ne: ”girtî / bilind, paşkî, girovir”. Bilindî/girtîtî tê wê maneyê ku ziman nêzîkî banê devî ye, paşkîtî tê wateya wê ku ziman li paşiya devî ye û girovirî jî wê diyar dike ku ji herdu aliyên devî ve lêv li ser hev hatine şidandin lê li nîva devî lêv vekirî ne û li wê derê ber bi pêş ve hatine dehfdan.

Mirov dikare li vê derê guhê xwe bide wî dengî: https://en.wikipedia.org/wiki/File:Close_back_rounded_vowel.ogg

Ev deng di piraniya devokên kurdî de, ne bi berfirehî be jî, li nava peyvê heye: ”bûk, cûn/cûtin, çûn, dûr, gûn, hesûn/sûn, kûp, Mûş, Nûh, pûç, sûr, şûr, tûr, zûr…”

Read More »

Kengî ”u” dibe ”i”, kengî nabe?

Husein Muhammed

studentu_logo_u     63r6O28e

Di kurmancî de diyarde û fenomeneke gelek berbelav e ku dengê ”u” û yê ”i” dikarin bi hev biguherin. Bo nimûne:

–          bihar, buhar

–          cuda, cida

–          dinya, dunya

–          Mihemed, Muhemed

–          niha, nuha

–          ruh, rih

Gelo ti sinorek ji vê veguhastinê re heye? Gelo ”u” herdem dikare bibe ”i” û her carê ”i” dişê bibe ”u”? Heke herdem nikare, gelo kengî dikare û kengî nikare?

Em dikarin ji pirsa herî hêsan dest pê bikin: Gelo hergav ”i” dişê bibe ”u” anku hertim ”i” dikare bibe ”u”? Bersiva vê pirsê bêguman e: ”i” nikare herdem bibe ”u”. Di kurmancî de peyvên wek ”kirin, gotin, dil, min” û bi hezaran peyvên din hene ku mirov nikare li cihê i-ya wan u-yê bi kar bîne: *kurun, gotun, dul, mun…”

Bi gotineke din, ”i” bi giştî nabe ”u”.

Madem ku ”i” bi giştî nabe ”u”, gelo ”u” bi giştî dibe ”i”?

Read More »