HIN TAYBETMENDIYÊN DEVOKA TORÊ

Qasimê Xelîlî

Qasimê Xelîlî

Devoka Torê (derdora Kerboran, Hezex, Midyad, Kercews, Nisêbîn, heta em dikarin bibêjin derdora Qamişlo jî…)

CIHNAV

Cihnavên devoka Torê:

Yên kesane (xwerû):
– ez, ti (nerm), ew, em, win, ew

Yên kesane (tewandî):
– mi, te (nerm), wî/wê, me, we, wa

Cihnavê vegerok:
– xwe

Cihnavên şanîdanê:

Xwerû:
– ev, ew

Tewandî:
– vî, vê, va/ana (nêzîk);
– wî wê wa/wana (dûr)

 

DAÇEK

Pêşdaçekên kurmancî “bi, di, ji, li” di devoka Torê de heke piştî dengdêrekê werin bêyî “i” ne.

Read More »

Zimanek hewbeş bo kurdan

hewgiri1

Husein Muhammed

(Berî 20 salan ez xort bûm, wek xortan jî xwîngerm û xeyalperist bûm. Şevekê min kir û nekir, xew nehat çavên min ji ber ku di xema wê yekê de bûm ku kurd ne xwedî zimanekî hevbeş in.

Heman şevê, berê şefeqê rabûm û min ev rêbaz li ser bingehê kurmancî û soranî danîn.

Ne hingê û ne jî niha li ser wê baweriyê me ku divê kurd dev ji zaravayên xwe berdin. Lê hingê xurt li ser wê baweriyê bûm ku rojekê zimanekî hevpar li ser bingehê zaravayên mezin yên kurdî bêt avakirin.

Van rojan çend kesan nêrînên min derbarê avakirina zimanekî hevbeş yê kurdî pirsiye.

Çêkirina zimanan ne tiştekî dijwar e. Lê danqebûlkirina wan di dem û derfetên niha de ne mimkin e. Loma hêvî dikim ku em enerjiya xwe bidin kurdiya heyî, ne ti kurdiyên nû li yên heyî zêde bikin.

Lê bi armanca hêsankirina jihevfehmkirinê, li gel qisekerên devok û zaravayên din, mirov dikare hinek tiştan biceribîne. Lê tenê bo hêsankirina fehmkirina ji axiftina hev, ne wek zimanekî “standard”.

Kerem bikin ceribandina min ya berî nêzîkî 20 salan bibînin. Ew ne tenê qeyd û bendên “sormancî” datîne, herwiha wan bi “sormancî” şirove jî dike.)

 

Zimanek hewbeş bo kurdan

  1. Têbînî

Kurmancî:

Ev pêşniyar bo zimanek hevbeş yê kurdî (ZHK) bi têkilkirina kurmancî (K) û soranî (S) anku sormancî hatiye nivîsîn.

Soranî:

Em pêşniyare bo zimanêkî hawbeş î kurdî (ZHK) be têkellkirdinî kurmancî (K) u soranî (S) wate sormancî nûsrawe.

  1. Pêşbêjî

Le em gutar hewl dedim ke çend pêşniyarek bo zimanek hewbeş î kurdî (ZHK) le ser bingey yeksengîy kurmancî u soranî pêşkeş bikim.

Armancî min ne ew e ke zimanek hewbeş î yekgirtî bo hemû kurdan danim u bêjim ke hemû kurd dewê em ziman be kar bihêne u dest je zaraway xo berde. Em pêşniyar zêdetir bo pêwendiyanî nêw soranîaxiwan u kurmancîaxiwan e. Belku em pêşniyar bo zimannasan şî sûde hebe lê zortir hewl dedim ke pêşniyarî min arîkar be bo kesanî dexwazin fêrî têgeyiştinî zarawayanî kurdî bibin û be şêweyek wa biaxiwin ke kesanî zarawayanî dî şî je ewan fam bikin.

  1. Rêbaz

Le pêşniyarî min du rêbazî sereke hen: 1) yeksengîy (wekhewî) kurmancî u soranî, u 2) asankirinî zimanî kurdî.

Le bijêrînî peyw û şêwe bo zimanî hewbeş, tiştî giring ne ew e ke aya peyw yan şêwe be kurmancî yan be soranî ye. Giring ew e ke aya ew peyw yan şêwe hewbeş, asan û xoş e yan na.

Min hewl dedim ke ZHK be her şêwe asan be. Bo ew, le ZHK zayendî nêr u mê (ke le kurmancî heye) niye. Herçend e ke le kurmancî u soranî ergatîvîte heye, le ZHK nabe. Le herdu zarawa du şêwe cînaw (pronoun) hen lê le ZHK tena yek şêwe debe. Herwa le ZHK nawan (nouns, substantive) wenaçemin (natewin) wextî subje yan obje bin yan le gel prepozîsyonan be kar bihên.

  1. Alfabe

Mirov deşê (dekarin / detiwane) ZHK be herdu alfabey latînî u erebî binûse.

Herfanî ZHK le alfabey latînî eman in: Aa Bb Cc Çç Dd Ee Êê Ff Gg Hh Ii Îî Jj Kk Ll
Mm Nn Oo Pp Rr Ss Şş Tt Uu Ûû Ww Xx Yy Zz

Herfî “V”î kurmancî le ZHK hercar debe W.

Ç, K, P u T herdem req in. Wek kurmancî nerm nabin.

Le ZHK “L”î qelewî soranî niye, herdem ziraw e.

  1. Cînaw

Le ZHK tena yek corey cînawan heye.

Kurmancî…….. Soranî…… ZHK

  • ez / min……… min / -im…… min
  • tu / te………. to / -it……. tu
  • ew / wî, wê…… ew / -î…….. ew
  • em / me ………. ême / -man….. me
  • hûn / we……… êwe / -tan….. we

ew / wan ………. ewan / -yan… ewan

Nimûne

Kurmancî …………. Soranî……………… ZHK

  • Ez dikim / Min kir… Min dekem / Kirdim…. Min dekim / Min kirim
  • Tu dixwînî / te xwend.. To dexwênî / Xwêndit… Tu dexwînî / tu xwendî

Le ZHK pêwîstî be cînaw niye: (min) dekem, (min) kirim, (tu) dekî, (tu) kirî.

Le ZHK cînaw ne wek subje (kirde), ne wek obje (bireser) u ne şî le gel prepozîsyon yan postpozîsyon nagorrin:

  • Min ew nasîm.
  • Ew min nasî.
  • Min le gel ew hatim.
  1. Naw (Noun, substantive)

5.1. Zayend

Nêrî u mêyî le ZHK niye. Nimûne:

Kurmancî………… Soranî…………….. ZHK

  • keça min…………. keçim, keçî min…….. keçî min
  • kurrê min…………. kurrim, kurrî min…… kurrî min
  • jina wî …………… jinî, jinî ew………. jinî ew
  • mêrê wê…………… mêrdî, mêrdî ew…….. mêrî ew

5.2. Yekjimarî u komî

Le ZHK nîşanî nediyarbûn bo nawanî yekjimarî “-ek” yan “-yek” e:

  • malek (yek mal)
  • rojnameyek (yek rojname)

Eger naw diyar be, pêwîstî be hîç nîşan niye:

  • mal (ne wek soranî “malleke”)
  • rojname (ne wek soranî “rojnameyeke”)

Eger le paş nawî yekjimarî diyarkerek hebe, naw herfî “-î” yan “-y” werdegire:

  • malî min, Jiyanî ciwan
  • rojnamey kurdî, mamostay me

Nawî komî (plural, cemi’) eger diyar yan nediyar be, nîşanî “-an” yan “-yan” heye:

  • malan: Min malan debînim.
  • rojnameyan: Tu çend rojnameyan dexwînî?

Eger le paş nawî komî diyarkerek hebe, naw herfî “-î” le “-an” yan “-yan” zêde debe:

  • malanî tarî
  • rojnameyanî kurdî

Eger jimare le pêş nawî komî hebe, “-an” ne pêwîst e:

  • Min du sêw(an) xwarime.
  • Ewan pênc kurr(an)î mezin hene.

 

5.3. Naw wek subje u obje

Nawî yekjimar wek subje (kirde) yan obje (bireser) hîç nagorre:

  • Jiyan kitêb dexwîne. (Ne wek kurmancî: Fatma kitêbê dixwîne.)
  • Jiyan kitêb xwendiye. (Ne wek kurmancî: Jiyanê kitêb xwendiye.)

Naw le gel prepozîsyon şî her wek xo demîne:

  • be pênûs (ne wek kurmancî: bi pênû sê / pênûsî)
  • le mal (ne: le malê)
  • Ew je Kurdistan hat. (ne: je Kurdistanê hat.)

Eger naw komî be, “-an” be tena lê zêde debe:

  • Azad kitêban dexwîne.
  • Azad kitêban xwendiye. (ne: “Azadî kitêb xwendine.” / “Azêd kitêb xwendine.”)
  • le rojnameyan nûsiye.

 

  1. Prepozîsyon

Le ZHK tena 4 prepozîsyonî bingeyî (esasî) hen: be, bo, le û je.

Kurmancî…….. Soranî……….ZHK…….. Nimûne

  • ……… be……….. be……… Ew be çi hat?
  • (ji) bo….. bo……….. bo……… Ew bo çi ye?
  • ji … re… bo……….. bo……… Min ew bo name hewalekî nûsiye.
  • ……… le – -ewe…. je……… Je Kurdistan hatim Ewropa.
  • ……… le……….. le……… Le Ewropa dejîm.
  • di … de… le … da…. le……… le zimanî kurdî; le kitêb nûsiye.

Prepozîyonanî dî le eman durist debin, wek:

  • le ser
  • bo pêş
  • je jêr
  1. WERB

7.1. Dem

Le ZHK werban du dem (kat) hen:

Dem………………………….. Nimûne (belênî)……………… Nimûne (neyînî)

  • 1) demî berdest:…………………. (Min) deçim / dekim………….. (Min) naçim / nakim.
  • 2) demî raborî, ke debe
  • a) demî raborîy sade:……………. (Min) çûm / kirim……………. (Min) neçûm / nekirim.
  • b) demî raborîy berdewam:………… (Min) deçûm / dekirim………… (Min) nedeçûm / nedekirim.
  • c) demî raborî nîzîk:……………. (Min) çûme / kirime………….. (Min) neçûme / nekirime
  • d) demî raborîy dûr:……………… (Min) çûbûm / kiribûm………… (Min) neçûbûm / nekiribûm.

Bekaranînî demî berdest

  • bo karek ke car-car yan berdewam deke: Ew kitêban dexwîne. / We naçin der.
  • bo karek ke niha (êsta) deke: Tu çî denûsî? Ewan bo çi nabêjin?
  • bo karek ke le mirov ayinde bike: Min sibê ew debînim. Tu paşî naçî?

 

7.2. Pêşgiran u paşgiranî werban

Demî berdest : Nimûne (belênî), Nimûne (neyînî)’

  • Min …im / de…m: (Min) deçim / dekim (Min) naçim
  • Tu …î / de…y (Tu) deçî / dekî (Tu) naçî
  • Ew …e / de… (Ew) deçe / deke (Ew) naçe
  • Me …in / de…n (Me) deçin / dekin (Me) naçin
  • We …in / de…n (We) deçin / dekin (We) naçin
  • Ewan …in / de…n (Ewan) deçin / dekin (Ewan) naçin

Demî raborîy sade: Nimûne (belênî), Nimûne (neyînî)

  • Min …im / …m: (Min) çûm / kirim (Min) neçûm / nekirim
  • Tu …î / …y (Tu) çûy / kirî (Tu) neçûy / nekirî
  • Ew …e / … (Ew) çû / kir (Ew) neçû / nekir
  • Me …in / …n (Me) çûn / kirin (Me) neçûn / nekirin
  • We …in / …n (We) çûn / kirin (We) neçûn / nekirin
  • Ewan …in / …n (Ewan) çûn / kirin (Ewan) neçûn / nekirin

Demî raborîy berdewam: Nimûne (belênî) Nimûne (neyînî)

  • Min de…im / de…m: (Min) deçûm / dekirim (Min) nedeçûm / nedekirim
  • Tu de…î / de…y: (Tu) deçûy / dekirî (Tu) nedeçûy / nedekirî
  • Ew de…e / de…: (Ew) deçû / dekir (Ew) nedeçû / nedekir
  • Me de…in / de…n: (Me) deçûn / dekirin (Me) nedeçûn / nedekirin
  • We de…in / de…n: (We) deçûn / dekirin (We) nedeçûn / nedekirin
  • Ewan de…in / de…n: (Ewan) deçûn / dekirin (Ewan) nedeçûn / nedekirin

Demî raborîy nîzîk: Nimûne (belênî), Nimûne (neyînî)

  • Min …ime / …me: (Min) çûme / kirime (Min) neçûme / nekirime
  • Tu …iye / …ye: (Tu) çûye / kiriye (Tu) neçûye / nekiriye
  • Ew …e / …we : (Ew) çûwe / kire (Ew) neçûwe / nekire
  • Me …ine / …ne: (Me) çûne / kirine (Me) neçûn / nekirine
  • We …ine / …ne: (We) çûne / kirine (We) neçûn / nekirine
  • Ewan …ine / …ne: (Ewan) çûne / kirine (Ewan) neçûn / nekirine

Demî raborîy dûr: Nimûne (belênî) Nimûne (neyînî)

  • Min …ibûm / …bûm: (Min) çûbûm / kiribûm (Min) neçûbûm / nekiribûm
  • Tu …ibûy / …bûy: (Tu) çûbûy / kiribûy (Tu) neçûbûy / nekiribûy
  • Ew …ibû / …bû: (Ew) çûbû / kiribû (Ew) neçûbû / nekiribû
  • Me …ibûn / …bûn: (Me) çûbûn / kiribûn (Me) neçûbûn / nekiribûn
  • We …ibûn / …bûn: (We) çûbûn / kiribûn (We) neçûbûn / nekiribûn
  • Ewan …ibûn / …bûn: (Ewan) çûbûn / kiribûn (Ewan) neçûbûn / nekiribûn

 

  1. JIMARE
  • Kurmancî …………… Soranî……….. ZHK (sade) ZHK (rêzî)
  • 1 yek………………. yek………….. yek yekem
  • 2 du……………….. dû…………… du duyem
  • 3 sê, sisê ………….. sê…………… sê sêyem
  • 4 çar………………. çiwar………… çar çarem
  • 5 pênc……………… pênc, penc……. pênc pêncem
  • 6 şeş………………. şeş………….. şeş şeşem
  • 7 heft……………… hewt, heft…… heft heftem
  • 8 heşt, heyşt……….. heşt………… heşt heştem
  • 9 neh………………. no………….. no nohem
  • 10 deh………………. de………….. de dehem
  • 11 yazde(h)………….. yan(d)ze ……. yazde yazdehem
  • 12 duwa(n)zde(h)……… duwanze…….. duzde dazdehem
  • 13 sêzde(h) ………….. siyanze…….. sêzde sêzdehem
  • 14 çarde(h)………….. çiwarde…….. çarde çardehem
  • 15 pa(n)zde(h)……….. panze………. pazde pazdehem
  • 16 şazde(h) ………….. şanze………. şazde çazdehem
  • 17 hefde(h) hevde…….. hevde………. hefde hefdehem
  • 18 hejde(h), hijdeh…… hejde………. hejde hejdehem
  • 19 nozde(h) ………….. nozde………. nozde nozdehem
  • 20 bîst……………… bîst……….. bîst bîstem
  • 30 sî, sih…………… sî…………. sî sîhem
  • 40 çil, çel………….. çil………… çil çilem
  • 50 pêncî, pêncih……… pênca, penca… pênca pêncahem
  • 60 şêst……………… şest……….. şest şestem
  • 70 heftê…………….. hefta………. hefta heftahem
  • 80 heştê…………….. heşta………. heşta heştahem
  • 90 nod/not/newed……… newed………. nod nodem
  • 100 sed………………. sed………… sed sedem
  • 1 000 hezar, hizar………. hezar………. hezar hezarem
  • 1 000 000……………….. milyon……… milyonem
  • 1 000 000 000……………. milyar……… milyarem

 

  1. Rêbazanî giştî

9.1. Çend pêşgir û paşgiranî mişe:

Eger cudayî le kurmancî u soranî hebe, tercih weha ye:

Kurmancî / Soranî / ZHK: ZHK Nimûne (K: kurmancî; S: soranî)

  • artin / ardin arin: bijarin, narin (K: bijartin, hinartin; S: bijardin, nardin)
  • di- / de-, e- de: deçim, nedehat (K: diçim, nedihat)
  • hil / hell hel-: heldan, helgirtin
  • i / e e: be, le (K: bi, li)
  • în / an an: gerran, çeman (K: gerrîn, çemîn = tewîn)
  • în / ên în: dexwîne, bigerrîne (S: dexwêne, bigerrêne)
  • r / rd r: birin, kirin, sar, zer (S: birdin, kirdin, sard, zerd)
  • ve- / -ewe we-: wekirin, wexwarin (K: vekirin, vexwarin; S: kiranewe, xwardinewe)
  • xwe / xo xo: xo, xoş, xolî, xozî (K: xwe, xweş, xwelî, xwezî)

 

9.2. Cudayiyanî giştî

  1. Eger le şêwey zarawayek herfî “h” hebe u le yî zaraway dî nebe, yî bê “h” bibijêre:
  • asan (ne: hêsan)
  • erzan (ne: herzan)
  • esp (ne: hesp)
  • ewr (ne: hewr)
  1. Eger pîtî “e” le gel “a, i, î, o, u, û” alternatîw be, “e” helbibijêre:
  • behar (ne: bahar, bihar, buhar)
  • kurre! (bangkirin le “kurr”; ne “kurro”)
  • keç (ne kiç)
  1. Eger pîtî “a” le gel “i, î, o, u, û” alternatîw be, “a” helbibijêre.
  2. Eger pîtî “ê” u “î” alternatîw bin, “î” helbijêre (bo nûsînî be alfabey kurdî-erebî asantir e).
  3. Ji pîtî “o” u “u”, tîpî “u” helbijêre (bo nûsînî be alfabey kurdî-erebî asantir e).
  4. Le “î” u “î”, herfî “i” helbijêre çunke peyw kurttir debe:
  • giring (ne: girîng)
  • Xalid (ne: Xalîd)
  1. Eger “h” u “w” hebin, “w” bibêjere:
  • wirç (ne: hirç)
  • wur (ji S “wurd”, ne: “hûr”)
  1. Ta gengaz be, peyw u şêweyanî hewbeş î kurmancîy standard (K) u soranîy standard (S) be kar bîne.
  2. Eger le peyw u şêwey hewbeş peyda nebe, peyw yan şêwey kurttir be kar bîne.

 

Pêdaçûneke Rexneyî li ser “Rêbera Rastnivîsînê”

Ergin

Ergin Öpengin*

(Têbîniya malpera Zimannas: Ev nivîsara zimannasê hêja Ergin Öpengin sala 2017 di kovara Derwaze hejmara 1 de derketibû. Nivîsar li ser Rêbera Rastnivîsînê ya Mistefa Aydogan nivîsî ye û hatiye nivîsîn berî ku heman kitêb bi navê weqfa Mezopotamyayê û navê nêzîkî 20 kesan dubare were weşandin. Mixabin di çapa nû jî ya Rêbera Rastnivîsînê de nêrînên Öpenginî – wek nêrînên rexneyî yên piraniya zimannas û şarezayên din jî hatine piştguhkirin.

Malpera Zimannas vê nivîsar bi destûra E. Öpengin belav dike daku hem xwandevanên kurdî bi giştî jê haydar bibin û hem jî bi hêviya ku amadekarên Rêbera Rastnivîsînê ji niha pê ve li şaşiyên xwe hişyar bin.)

 

Wek pdf vekin û bixwînin!

 

____________________________________________

Pirsên Rênivîsa Kurmancî:

Pêdaçûneke Rexneyî li ser Rêbera Rastnivîsînê ya Mistefa Aydogan

 

Xebatên li ser rênivîsa kurdî û Rêbera Rastnivîsînê

Gava ku Celadet Alî Bedirxan û hevkarên xwe dest pê kir di kovara Hawarê de elifbêya kurdî ya bi herfên latînî bi kar anî, qaîdeyên serekî yên nivîsînê, anku yên rênivîs an rastnivîsînê jî danîn û tedbîq kirin. Bo nimûne, hindek carên istisna tê de nebin, di Hawarê de navên milet û zimanan bi herfên hûrek dihatin nivîsîn, an jî pêşgira negatîv ne bi piranî ji lêkerê cuda hatiye nivîsîn her wekî paşgira dema boriya çîrokî . Hem di vê kovara navhatî de hem jî di nav nivîsevaniya kurmancî ya dehsalên paştir de, piraniya qaîdeyên Hawarê hatine parastin, lê belê gelek jî hatine guhartin. Bi taybetî piştî “vejîna” nivîsevaniya kurdî li diyasporayê li salên 80yan, hewlên muxtelif ji bo standardkirina kurmanciyê hebûn, ku standardkirina rênivîsê wek pêngava wê ya yekem dihate dîtin.[i] Lewma ji Semînera Kurmancî û rojnameya wê ya Kurmancî[ii] pê de rêformên de facto an jî fiîlî yên rênivîsa kurmancî dest pê kir û her weşan an dezgeheke nû tercîhên xwe yên rênivîsê li yên heyî zêde kirin. Rêzimanên kurdî jî gelek caran beşek ji qaîdeyên rênivîsê re vediqetand.[iii] Lê xebateke xweser ya bi rengê rêbereke rênivîsê encax sala 1997an derçû, ku Bingehên Rastnivîsandina Kurdiyê (kirmancî)[iv] ya Arif Zêrevanî bû. Xebata Zêrevanî li ser xalên bingehî yên rênivîsê (nivîsîna navên milet, ziman, dîn, hwd.) her li dû qaîdeyên Hawarê bû; bi rengekî, birojkirin û berfirehkirineke wan bû ku hin aliyên nû yên nivîsevaniyê jî bi xwe ve bigire. Naveroka berhemê jî bi rengekî zelal hatibû raçandin û pêşkêşkirin; lê belê, diyar e ji ber hindek tercîhên nivîskarê berhemê, ku nisbeten ji meyl û prêzeyên nivîsînê yên nivîskar û xwendevanên kurmancî dûr bûn (bn. ko li şûna ku-ya berbelav, an jî bikaranîna nîşandeka iqtibasê wek »…« li şûna “…”, hwd.), ew rêber li nav kurdên bakur pir nehate teqîbkirin. Di ser wê re, van salên dawî hin dezgehên li bakur hindek qaîdeyên rênivîsê li dû rênivîsa zimanê tirkî tedbîq dikin, wek nivîsîna herfa ewil a navên ziman û miletan bi girdekan, bikaranîna apostrofê ji bo cudakirina paşgiran ji hejmaran, bikaranîna nîşandeka xal ji bo diyarkirina hejmarên rêzîn (bn. 4. Mihrîcana …).

Read More »

Ferhenga zaravên teknîkî

Teknik

Malpera Zimannas Ferhenga Zaravên Teknîkî dixe xizmeta xwandevanên kurdî.

Ferhenga Zaravên Teknîkî ferhengokeke 3-zimanî ye: kurdî-tirk-inglîzî.

Ferhengok ji aliyê Yekîtiya Endazyar û Mîmarên Tirkiyê (TMMOB) ve hatiye amadekirin û weşandin.

Ferhengok 1-berî ye: Peyvên kurdî li gor alfabeyê hatine rêzkirin û tirkî û inglîziya wan hatiye dayîn. Lê gava ku mirov ferhengokê li ser kompûterê (bo nimûne wek pdf) bi kar bîne, dikare li peyvên tirkî yan inglîzî jî bigere û wisa kurdiya wan bibîne.

Ferheng ji du beşan pêk hatiye. Di beşa yekem de ew serpeyvên kurdî hene ku ji bilî tirkî û inglîziya wan, herwiha şiroveya wan jî bi kurdî hatiye dan û carinan nimûne jî.

Di beşa duyem de jî ew peyvên kurdî hatine rêzkirin ku tirkî û inglîziya wan hatiye pêşkêşkirin lê peyv bi kurdî nehatine şirovekirin.

Armanca ferhengokê pêşkêşkirina peyvên teknîkê ye. Lê li aliyekî din, gelek peyvên wisa jî hatine têkirin ku zehmet e mirov bizane ka çi têkiliya wan bi teknîkê ve heye. Bo nimûne, ferhengok navê gelek fêkî û sebzeyan dide: bahîv/behîv, qesp/xurme, xiyar, xox

Li aliyekî din, gelek peyvên teknîkê tê de nayên dîtin.

Di pêşgotinê de tê idiakirin ku sê salan xebat li ser ferhengê hatiye kirin. Herwiha tê gotin ku hejmareke mezin ya şarezayên gelek warên teknîkî û herwiha zimannasiyê ji hemû beşên Kurdistanê û ji seranserî dinyayê beşdarî amadekirina ferhengê bûne.

Kêm maye ku bibêje kurdên Mars û Ûranûsê jî beşdar bûne!

Lê di rastiyê de ferheng tijî kêmasiyên berçav û beloq e.

Wateya gelek peyvan ji manaya rast tengtir an firehtir hatiye dan.

Bo nimûne, beramberî peyva xwedî bi tirkî peyva malik (ji erebî malik) û bi inglîzî peyva tenant hatine dan. Lê baş tê zanîn ku malik û tenant ne her cûre xwedî (xudan) ye lê “xwedîmilk, xudanmilk, malik” in. Beramberî peyva giştî xwedî bi tirkî “sahip” (ji erebî ṣaḥib) û bi inglîzî owner hene lê ev peyv di ferhengê de nehatine dan.

Di ferhengê de wateya peyva avrêjk bi tirkî wek pisuvar û bi inglîzî urinal hatiye diyarkirin. Wek ku tê zanîn, pisuvar ya tirkî (ji fransî pissoir) û urinal ya inglîzî bi wateya cihê mîstina/mîzkirina mêran ya li ser piyan in.

Herçi avrêjk e, ew her borî yan kun/qul e ku ava pîs yan ava baranê tê re diçe.

Gelek nimûneyên wiha yên tengkirin an firehkirina wateya peyvan di ferhengê de hene.

Ji aliyê rastnivîsînê ve, ferheng bêserûber û perîşan e. Bo nimûne li şiroveya peyva xwedî binêrin:

Xwedî / Malik / Tenant
xwedi. xwediyê maf. Mulk, malê ku xwediyê wê
heyi. Malik xwediyê wi maliye.

Wek ku tê dîtin, hem serpeyva kurdî û hem jî wateyên wê yên tirkî û inglîzî bi herfa mezin li destpêka peyvê hatine dan. Xwandevan nikare jê bizane ka di kîjan peyvê de herfa yekem divê bi rastî di nivîsan de mezin were nivîsîn û di kîjan peyvan de divê bi herfa biçûk were destpêkirin.

Wek ku tê dîtin, gelek caran li cihê herfa Î tîpa I hatiye nivîsîn. Dîsa wek ku ji nimûneyê diyar dibe, heta peyvên herî bingehîn yên wek heye jî carinan şaş hatine nivîsîn.

Berovajî pratîka giştî, kopula (lêkera bûn ya statîv/sabit di dema niha de) bi peyva berî wê ve hatiye girêdan, di nimûneya li jor de xwediyê wî maliye li şûna xwediyê wî malî ye.

Dîsa jî ev hewldaneke hêja ye. Bi hêviya ku çapeke nûkirî kêmasiyên heyî rake û gelek peyvên jê kêm lê zêde bike.

Husein Muhammed

 

Ferhengê vekin û bixwînin! 

 

Rexne li “Rêbera Rastnivîsînê” ya WM

Isik

Şemsettin Işıklı

(Ev rêzenivîs berê yek bi yek li ser Facebookê hatine belavkirin. Ji ber vegurbûna mijarê, em hemûyan li ser hev kom dikin û bi carekê belav dikin.)

 

Beşa 1

Pirtûkeke bi navê ‘Rêbera Rastnivîsînê’ derketiye. Komxebata Kurmanciyê ev pirtûk amade kiriye û ji alî Weqfa Mezopotamyayê ve hatiye weşandin.

Bi rastî ev pirtûk çend sal berê derketibû lê aniha dîsa çap bûye. Elbet xebateke hêja ye û divê li ber destê mirov be.

Bi derketina vê pirtûkê re hin nîqaş jî çêdibin û divê çêbin jî. Ez jî, li gor xwe, dê tevlî vê niqaşê bibim û car caran hin notan binivîsim.

  • Di pirtûkê de sernivîsên wek ‘Kurdistana Bakurî, Kurdistana Başûrî, Kurdistana Rojhilatî û Kurdistana Rojavayî’ hene. Bakur, başûr, rojhilat û rojava navên hêlan in. Hin caran navdêr in û hin caran jî rengdêr in. Li vir ew di qedînekê de wek rengdêr hatine bikaranîn. Di kurmanciyê de rengdêr natewin, navdêr ditewin. Gava ku qedîneka me rengdêrî be wateyeke wê heye lê gava ku navdêrî be wateyeke wê ya din heye. Heman wateyê nadin.
  • Wateya ‘Kurdistana Bakurî’ ji wateya ‘Kurdistana Bakur’ cida ye. Li vir niyeta nivîskar ‘Kurdistana Bakur’ e, yanê ew perçeya Kurdistanê ku li hêla bakur e. ‘Kurdistana Bakurî’ di wê wateyê de ye ku Kurdistan aîdê bakurê ye.  Ya rast wiha ye: ‘Kurdistana Bakur, Kurdistana Başûr, Kurdistana Rojhilat, Kurdistana Rojava û Kurdistana Başûrê Rojava(Başûrrojava).’ Pêşniyara nivîskar ji bo hêlên nesereke maqûl e.
  • Heman şaşî di sernivîsên wek ‘navdêrên taybetî’ de jî heye. Peyva ‘taybet’ê rengdêr e û natewe. Ev qedîneka rengdêrî ye. Ya rast û qesta nivîskar ‘navdêrên taybet’ e. Wateya ‘navdêrên taybetî’ tiştekî pir cida ye.

 

Beşa 2

Di serê min de sê pirs çêbûne ku ez dixwazim ji amadekarên Rêbera Rastnivîsînê bikim. Bi awayekî din bêjim sê niqte hene ku ez pir meraq dikim. Bi hêvî me ku dê camêrek îzahatekê li ser van meseleyan bike.

  • Ev ‘Rêbera Rasnivîsînê’ bi awayekî li ser me hatiye firzkirin ku em bi dest bixin û li gor wan qayîdeyên tesbitkirî binivîsin. Lê ev ‘Rêber’ bi awayekî lûks hatiye amadekirin û bihayê wê pir zêde ye. Û bêhna ticaretkirinê jê tê. Gelo ku hinek mutewazîtir û erzantir bûya dê maqûltir nebûya?
  • Di Rêberê de hatiye diyarkirin ku ji bo tesbîtkirina van qayîdeyan heft civîn pêk hatiye, 13 zimannas û 5 lêkolîner tevlî bûne û li ser mijaran niqaş çêbûye û li hev kirine. Lê ez meraq dikim ka gelo hemû beşdarên civînan bi yekdengî gotine ‘erê’ ji bo wan biryarên di Rêberê de. Tu kes ji tu tiştî re muxalefet nekiriye, gelo? Mesela ez helwêsta Zana Farqînî meraq dikim ka li hember hin mijaran çi gotiye. Mesela, Reşo Zîlan ji hemû biryaran re gotiye ‘erê’?
  • Bi ya min; diviyabû di serî de Komxebatê peyva ‘zimannasî’yê standard bikira. Gelo zimannasî çi ye? Zimannas kî ye? An jî zimanzan? Bo nimûne:
    1. Yê/a ku ilmên li ser zimên nexwendiye, perwerdeyiya lenguîstîkî nedîtiye dikare bibe zimannas?
    2. Yê/a ku tenê bi zaravayê xwe baş dizane û dikare bi zaravayê xwe baş binivîse lê haya wî/wê ji zaravayên din tune dikare bibe zimannas?
    3. Yê/a ku tenê bi devoka xwe baş dizana lê haya wî/wê pir ji devokên din tune dikare bibe zimannas?
    4. Yê/a ku çend pirtûkên rêzimana kurmanciyê dane ber xwe û ji wan sentezekê çêbike û li ser navê xwe pirtûkekê amade bike û pirtûka xwe jî hinek bixemilîne, dikare bibe zimannas?
    5. Û em ji wan kesên ku bi rastî jî emrê xwe di xizmeta zimanê xwe de xerc kirine lê haya wan ji zanyariyên li ser zimên û zimanan tune ne, çi dikarin bêjin?
    6. Qey ferz e ku em ji yên ku baş bi zimanê xwe dizanin re etîketekê danin?

 

Beşa 3

Di hemû zimanan de û di kurmanciya me de jî qayîdeyên giştî yên rêzimanî hene û ziman li gor wan qayîdeyan tê bikaranîn. Lê li hin cihan û hin caran ew qayîdeyên giştî dibe sedemê tevlîhevî û şaşfehmiyan. Ji ber vê yekê ziman li gor mentiqê xwe bi domana demê re û bi lihevkirineke civakî qayîdeyên awarte peyda dike. Di van qayîdeyên awarte de wateyek, mentiqek, kedek, û dîrokek heye. Gava ku qayîdeyên giştî dixitimim, ziman ji xwe re kulekek vedike û tê re nefes dide û distîne. Tu kes nikare bi serê xwe kulekekê di ziman de veke an bigire. Di hemû zimanan de rêzikên îstîsna hene. Ew rêzikên awarte sînorên ziman fireh dikin, dewlemend dikin. Tu kes nikare bêje; ez zimannas im, ez ê li gor dilê xwe qayîde danim an rakim. Wezifeya zimannasan ew e ku hemû rê û rêzikên zimên bizanin û bidin zanîn.

Di vê beşê de mijara me tewandina navdêrên nêr yên yekhejmar e. Qayîdeya giştî ew e ku navdêrên nêr yên yekhejmar bi parkîta(paşgira) ‘î’yê tê tewandin. Ev rast e lê ev ‘î’ya me xwediyê pir fonksiyonan e. Bi peyvan ve dizeliqe wateyên cida cida dide. Ji navdêran navdêreke din, ji rengdêran navdêr çêdike. Ji ber vê di tewandinê de jî problem çêbûye û ziman bi mentiq û îmkanên xwe xwestiye ji vê tengasiyê xilas bibe.

Celadet Bedîrxan bi zelalî, bi mentiqeke têgihîştî û bi lêkolîneke berfireh vê mijarê şîrove kiriye û bi me daye zanîn. Û bila tu kes jî xwe nebe û neîne, hîn jî bi giştî Caladet Bedîrxan di zirveyê de ye. Hîn jî kes negihîştiye sewiyeya wî û hîn jî em li ser sermiyanê wî xwe xwedî dikin. Ez nabêjim ku hemû gotinên wî ne niqaşbar in. Niqaş lazim e lê divê ku pêşî mirov xwe bigihîne sewiyeya wî.

Di vê mijarê de ew wiha dibêje: 1- Tewang bi ‘î’yê çêdibe. 2- Gava ku di bêjeyê de tîpên ‘a’ an ‘e’ hebe ew diguhere dibe ‘ê’. 3- Meyîldariya terikandina tewangê heye.
Dibêje ev her sê rê jî rast in.

Li ser vê, ka bala xwe bidin Rêbera Rastnivîsînê çi dibêje:

Ez bajarî dibînim. Gelo ez çi dibînim? Ez bajêr dibînim an yeke/î ji bajêr dibînim?
Ez welatî dibînim. Gelo ez welêt dibînim an keseke/î ji welêt dibînim?
Ez gundî dibînim. Gelo ez gund dîbînim an keseke/î ji xelqê gund dibînim?

Ka lê binêrin:

Ez derî vedikim. Ez Şêrko dibînim. Ez xanî/xênî ava dikim. Di van hevokan de çi şaşî an tevlêhevî heye?

Lê Rêbera me dibêje na, van hevokên zelalwate giran bikin û bêjin:

Ez derîyî vedikim. Ez Şêrkoyî dibînim. Ez xanîyî ava dikim. Yanê yekî zimannas çawa dikare vê biparêze?

Ew peyvên ku Rêbera me dibêje ‘a’ an ‘e’ tê de tune, em ne mecbûr in wan peyvan bitewînin.

Ez şîr vedixwim. Ew goşt dixwe. Ez rûn dikirim. Tu tirî difroşî. Çi şaşî an tevlîhevî di van hevokan de heye? Wateyên wan ne zelal in?

Ez ê vê qayîdeya awarte bi kar bînim. Û ez rast nabînim ku em tenê em bi ‘î’yê navdêra nêr bitewînin.

Arif Zêrevan di sala 1997î de bi navê ‘Bingehên rastnivîsandina kurdiyê’ xebateke pir hêja kiriye. Wisa dixwiyê ku Rêber hin qayîdeyan ji wir wergirtiye.

Gelo ew çavkaniyên ku Rêberê jê îstifade kiriye ji bo çi nehatine dîyarkirin?

 

Beşa 4

  • Mala nivîskarê Rêberê ava be ji ber ku du rûpel ji ‘alfabe’ya me re veqetandiye. Lê gelo çi gotiye? Bi ya min tîştek negotiye. Tenê tîpên ku jixwe tên zanîn rêz kiriye û nivîsîye. Pirsgirêkan ji ser guhê xwe ve avêtiye. Pirsgirêk ev e:

Hin tîp hene xwediyê du rengan in. Ev tîp neh heb in.

A- Azad. Ayeke din jî heye: A- Adil

Ç- Çiya. Çeyeke din jî heye: Ç- Çene

E- Evîn. Eyeke din jî heye: E- Emer

H- Hêvî. Heyeke din jî heye: H-Hemîd

Î- Îskan. Îyeke din jî heye: Î- Îsa

K- Kawa. Keyeke din jî heye K- Kanî

P- Pola. Peyeke din jî heye: P- Perî

T- Tîrêj. Teyeke din jî heye: T- Teşî

X- Xunav. Xeyeke din jî heye: X- Xulam

XW- Ev jî dîftonga me ye. Rêbera me vê ji bîr kiriye.

 

Rêbera me ji van tîpên dureng re rêberî nekiriye. Ji bo çi hewceyî pê nedîtiye?

Celadet Bedîrxan bal kişandiye ser van tîpan, li gor xwe jî çareserî dîtiye û hêştiye hêviya bikaranîneran.

Baran Rizgar jî çareseriyekê dîtiye; li bin tîpa ku rengê diduyan derdixe xizekê kêşandiye.

Lê ev arîşe giring e, divê ku bê çareserkirin. Loma di hînbûn û di hînkirina van tîpan de zehmetî çêdibe. Min, wek mamosteyekî zaravayê kurmanciyê, vê zehmetiyê kêşaye û dikêşim.

2- Lêkereke me heye: Hatin. Ev lêkereke pir muhteşem e, pir kêrhatî ye. Û ji rêzê der e. Yanê lêkereke îstîsna ye. Wek lêkereke alîkar jî tê bikaranîn di hevokên tebatî (pasîf) de.

Demên borî: Ez hatim. Tu hatî. Ew hatibûn. Hûn hatine.
Dema niha: Ez têm. Ew tê. Ew tên. Tu têyî.
Dema bê: Ez ê bêm. Ew ê bê. Em ê bên. Tu yê bêyî.

Ev lêker bi vî awayî hatiye bikaranîn, tê bikaranîn, berbelav bûye û standard bûye.

Kurmanciya me bi domana demê re li gor mentiqê xwe, xwe sivik dike, zêdeyan tavêje û xwe hêsan dike û xwe diguherîne.

Nivîskarê Rêberê çi dixwaze ji vê lêkera me ya şîrîn? Ji bo çi ‘ih’ekê lê zêde kiriye û giran kiriye? Ji bo çi me dike nav wê zehmetiyê? Dibêje: dihê, bihê. Bila bi xwe bi kar bîne. Lê bila li ser me ferz neke. Ez dev ji ‘bê’ û ‘tê’ya xwe bernadim. Erê wila! 

 

Beşa 5

Celadet Bedîrxan, 80-90 sal berî niha ‘Bingehên Gramera Kurmanci’ di kovara xwe ‘Hawar’ê de nivîsîye. Ez ê qala du mijarên giring bikim: 1- Tewang. 2- Veqetandek. Ew rêzikên ku Celadet Bedîrxan tesbît kirine, ji wê rojê ve di zimanê me yê nivîskî de bûye standard û nivîskarên Rêbera Rastnivîsînê jî(yên ku ez dinasim) ev e çil sal e li gor wê standardê tevdigerin.
Lê îro nivîskarê Rêberê heman rêzikan dubare dike lê di çend tiştên biçûk de tercîhekê dike ku ew tercih jî di îzahatên Celadet Bedîrxan de hene.

  • Arîşeya tewandina navdêra nêr ya yekhejmar bi ‘-î’yê di beşa sisêyan de hatibû şîrovekirin.
  • 2- Tewandina navdêra pirhejmar ya ku bi ‘-in’ê bibe nebinavkirî. Bizin-bizinin, hesp-hespin, derî-deriyin. Li vir navdêra ‘bizin, hesp, derî’ bi ‘-in’ê bûne pirhejmar û nebivavkirî. Gava ku em van navdêran bi ‘-an’ê bitewînin, dibe ‘bizininan,hespinan,deriyinan’. Li vir Celadet Bedirxan tespîteke muhteşem dike û dibêje: 1- Ji bo pirhejmariyê du tîpên ‘n’ zêde ne, yek bes e. 2- Ziman xwe ber bi sivikayiyê ve diherikîne. Em peyvê giran nekin.
    Ez bizinina dibînim. Ez deriyina dibînim. Ez hespina dibînim. Li vir tu sedemeke tevlîheviyê tune. Divê ku em qedrê vê rêzikê baş bizanibin û têbigihêjin.
  • Veqetandekên binavkirî: -Ê, -A, -ÊN. Veqetandekên nebinavkirî: -EK, -EK, -IN.
    Gava ku navdêrên bi veqetandekên nebinavkirî bên tewandin; dibin; -EKÎ, -EKE, -INE

Rêbera me meseleyê dibe û tîne, dûre veqetandeka ‘-ekî’yê dipejirîne. Lê veqetandeka ‘-eke’yê dike ‘-eka’. Ji bo çi Rêber vê standarda berbelavbûyî diguherîne?

Ji ber ku ziman bi domana demê re xwe li gor mentiqê xwe, xwe sivik dike û diguherîne; hin caran û hin nivîskar ew ‘î’ û ‘e’ya li dû ‘ek’ ê bi kar naînin. Bi rastî jî li vir tunebûna ‘î’ û ‘e’yê nabe sedema pirsgirêkekê. Em bihêlin bila ziman rehet biherike. Her rêzikek istisnayên xwe bixwe diafirîne.

4- Rêber veqetandeka ‘ine’yê jî dike ‘inên’, Yanê ‘hespine wan’ dike ‘hespinên wan’. Rêber li vir jî hem standardê xira dike û hem jî barekî girantir datîne ser pişta zimên.

Di rûpela 123yan de rêber hevokeke wiha dinivîse: ‘Divê bihê dîyarkirin ku di vê mijarê da fikreka din jî heye. Nimûneyên vê fikra ku Celadet Bedirxan jî piştgiriya wê dike, weha ne.’ Di rûpela 137an de jî Rêber navê Celadet Bedirxan dinivîse û dibêje; veqetandeka ‘ine’yê nabe, bila bibe ‘inên’. Min di van hevokan de problem dît. Hevok ne rast e, Celadet Bedirxan ne piştgir e. Û ji bo çi Rêber di lidijderketinên xwe de navê Celadet Bedirxan bi bîr anîye?

5- Heta niha me wek standard paşdaçekên ‘de û re’ bi kar anîye. Helbet ‘da û ra’ jî rast in. Rêber hema bi yek carî dibêje: ‘da û ra’. Ez ê bikaranîna ‘de, re, ve’yê bidomînim.

Bi rastî hinek mijarên din jî hene ku mirov li ser bisekine lê ez ê dawî bidim gotinên xwe. Berî ku ez biqedînim ez ê çend gotinên din jî bêjim. Rêber termînolojiyê jî hinek guherandiye. Mirov di xwendinê de zehmetî dikêşe. Nimûne:
Veqetandek: gire, binavkirî: nasyar, nebinavkirî: nenasyar, dengdar: nedengdêr, û didome.

Bi ya min, divê ku hemû xebatên li ser zimên wek helqeyên zincîrekê bin û hev temam bikin. Divê ku helqeyên zincîrê quwet bidin hev, haya wan ji hev hebin, yek li dû ya din cihê xwe bigire. Mesele meseleya zimanekî neteweyî ye, ne ya ekolekî, grûbekî an ya şexsekî ye.

 

Dê bidome.

________________________________

NIRXANDINÊN KESÊN DIN LI SER RÊBERA RASTNIVÎSÎNÊ YA WEQFA MEZOPOTAMYAYÊ:

Hevpeyivîna min di rojnameya Xwebûn de

Her derfetê bo kurdî bi kar bînin!

xwebun9 (2)

Pirs û bersivên hevpeyivîna Zekî Gurur li gel min di rojnameya Xwebûn, hejmara 9 de.

Zekî Gurur: Tu wek zimannasekî, ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê çi difikirî? Ev roj di halê heyî de digel paşxaneya xwe ya tarîxî di meseleya zimanî ya aktûel de tê çi maneyê?

Husein Muhammed: Cejn û rojên taybet helbet giring in. Tiştekî ne bêwate ye ku rojek bo zimanê dayikê jî hatiye diyarkirin. Divê em rojên wiha bo geşkirina mijarê wek derfet bi kar bînin. Lê tiştê giring ew e ku em tenê di çarçoveya van rojan de nemînin. Kurdî yan ti zimanekî din nikare bijî eger em tenê wan di rojên wiha de bi bîr bînin û wek din li mala xwe bêdeng rûnin. Divê em seranserî salê bo zimanê xwe bixebitin û di rojeke wiha de encamên wê xebata xwe ya tevahiya salê pîroz bikin, ne vê rojê tenê wek slogan bi kar bînin.

ZG: Ziman îro ji bo serdest û bindestan li gorî kîjan refleks û reftaran ji hevdu cuda dibin? Bo nimûne ev roj (Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê) ji bo tirkek, erebek, farsek an ingliz û rûsekî belkî çi girîngiya xwe tune, lê ji bo kurdek an belûcekî cuda ye.

HM: Zimanê ku tevahiya dewletekê pê bixebite, wek tirkî, yan jî heta bi dehan dewletan pê bişuxilin, wek inglîzî, bêguman ti gef û metirsiyên cidî li ser nemana wan zimanan di asoyê de nîne. Loma tirkek an inglîzek ne hewce ye ji nemana pareke xwe anku ji nemana zimanê xwe bitirse. Madem ku tirseke wiha ji wan re tine ye, mijara pîrozkirina salane jî ji wan re ne giring e.

Rojeke wiha zêdetir bo wan zimanan giring e ku hewcedarî baldarî û xemjêxwarinê ne. Kurdî û heta belûçî jî bi hejmara axiverên xwe ji gelek zimanên resmî yên gelek dewletan mezintir in jî (bo nimûne ji zimanên Bakurê Ewropayê) lê ew di meydana giştî de lawaz in ji ber ku dewlet bi wan nayên birêvebirin (eger em Başûrê Kurdistanê wek dewleteke de facto nehesibînin.)

Anku giringiya rojeke wiha bo qisekerên zimanekî ji pêwîstiya parastin û pûtekirina bi zimanê wan tê.

ZG: Ji ber ku ciwanên Bengalî doza mafê zimanê xwe dikirin ji aliyê polîsên Bangladeşî ve hatin kuştin û ev roj ji aliyê UNESCOyê ve wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat îlankirin. Lê çend meh berê li Rûsyayê kalekî 79 salî Albert Razîn ê Ûdmûrtî got; ‘Eger zimanê min wê sibe bimire, wê demê ji bo mirinê îro ez amade me” û xwe şewitand û kuşt. Dema mirov herdu bûyeran dide berhev gelo ji wê demê heta niha çi guheriye?

HM: Berê gelek ziman hatine serkutkirin anku bi darê zorê û şidetê rê li wan hatiye girtin. Li dinyayê gelek nimûne hene lê bawer nakim ku ti zimanekî din bi qasî kurdî, bi taybetî li Bakur, wiha ketibe ber zimankujiyê (linguicide).

Van salên dawiyê hem li Kurdistanê û hem jî li welatên din êdî ji rêgirtina yekcarî û şidetî zêdetir bi riya paşguhkirin û tinehesibandinê muamele li gel zimanên nefermî hatiye kirin. Eger bi temamî neqediyabe jî, êdî qedexekirin û şireta demên borî dijî zimanên nefermî bi awayekî vekirî û bi qanûnan kêmtir bûye. Lê ji ber kiryarên raboriyê, zimanên nefermî hatine lawazkirin û gelek jê ketine rewşeke kembax û heta ber sekeratê jî.

Bo ku tezmînata neheqiya raboriyê bi awayekî rewa û adilane were dayîn, divê bo zimanên wek kurdî ji aliyê dewletê ve bernameyên taybet yên pêşvebirin û geşkirinê werin danîn daku zimanê lawazkirî bikare bi ser xwe ve were û dîsa bihêz bibe.

ZG: Hin kes ji bo kurdî û nemaze hin lehceyên kurdî pênaseyeke wiha dikin û dibêjin “kurdî ber bi tunebûnê ve diçe”. Di vê çarçoveyê de tu rewşa kurdî di nav zimanên cîhanê de çawa dibînî? Ev rastiyek e yan îluzyonek e?

HM: Mirov nikare bo kurdî bi tevayî tenê bersivekê bide. Rewşa soranî û heta ya kurmancî jî bi temamî ji ya hewramî û zazakî cuda ye. Hewramî ji ber hejmara kêm an kêmbûyî ya axiverên xwe bi rastî jî li ber nemanê ye. Mana wê heta sedsala 22an dê mucîzeyeke mezin be. Hejmara qisekerên zazakî ne kêm e lê pêleke zimanveguhastinê (language shift) ji zazakî bo tirkî di nav peyiverên zazakî de mixabin xurt e. Tek rêgirtina li ber windabûna temamî ya zazakî ew e ku di demeke ne dûr de perwerdeya bingehîn ya axiverên zazakî ji tirkî bibe zazakî yan jî zazakî û tirkî.

Herçi kurmancî û soranî ne, bo wan nemaneke temamî di asoyê de nabînim.

Li aliyekî, hem kurmancî û hem jî bi taybetî soranî li Başûrê Kurdistanê zimanê rojane yê danûstandinên bi her awayî yên xelkê ne û herdu zarava di her warê jiyanê de tên bikaranîn (kurmancî li parêzgeha Dihokê û Soranî li parêzgehên Hewlêrê û Silêmaniyê). Herwiha li Rojavayê Kurdistanê jî kurmancî ji xwe re hinek derfetên baş afirandine tevî ku siberoja Rojava hê şêlû ye.

Li aliyekî din, mixabin mimkin e ku hejmara qisekerên hem kurmancî jî û soranî jî di demeke nêzîk de ji niha gelek kêmtir bibe.

Rewşa zimanveguhastinê ji kurmancî bo tirkî di nav hejmareke mezin ya kurdan de li Bakurê Kurdistanê baş tê zanîn. Ji ber ku kurdî û tirkî du zimanên bi temamî ji hev cuda ne, zimanveguhastina ji kurdî bo tirkî, gava ku dibe, zelal e. Lê kêmtir behsa wê yekê hatiye kirin ku li Rojhilatê Kurdistanê jî hem kurmancî û hem jî soranî mixabin di proseyeke hêdî ya zimanveguhastina ji kurdî bo farisî de ne. Ji ber ku kurdî û farisî zimanên lêzim in, ev prose ne wek ya ji kurdî bo tirkî zelal e lê mixabin her heye. Roj bi roj bêje û biwêjên kurdî di axiftina xelkê de cih didin yên farisî û wiha hêdî-hêdî kurdiya wan vediguhere farisî.

Li Başûr û Rojava jî li deverên ku ne di bin kontrola kurdan de, bo nimûne li Efrînê, Kerkûkê û Xaneqînê tirsa guherandina demografyayê heye û pê re jî neman an bêhêzbûna zimanê kurdî li wan deveran.

Eger kurt bikim: Tirsa nemana temamî ya li ser hewramî û zazakî ciddî ye. Tirsa li ser kurmancî û soranî ew e ku bergehê wan teng bibe û ji gelek deverên kurdnişîn winda yan lawaz bibin.

ZG: Îro ji ber gelek sedeman, profîlên zimanî yên curbicur ji bo zimanê kurdî derketine meydanê. Kurd bi giştî êdî cotziman/pirziman in û ew rewş bandoreke çawa li ser rewşa zimanê kurdî dike?

HM: Li dinyaya niha duzimanîtî yan pirzimanîtî ne tiştekî ecêb e lê gelekî normal e. Ji niha pêve yekzimanîtî hêdî-hêdî dibe tiştekî nadir. Ya giring ew e ku derfet û delîve hebin ku her kurdek bibe xwedî bingehekî xurt yê kurdîzanînê. Ev jî tenê û tenê bi rêya perwerdeya bi zimanê kurdî mimkin e. Lê heta ku em bigihin rojeke wisa, divê ku hemû derfetên heyî bo xwehînkirina kurdî hem bi nivîskî û hem jî bi axiftinê bên bikaranîn.

Wek ziman jî, helbet tesîra vê yekê li kurdî dibe. Bo nimûne gelek fraz yekser ji zimanekî din li kurdî tên wergerandin. Eger frazeke li cihê wê di kurdî de tine be, wergerandina frazan jî ne xirab e. Vê dawiyê piraniya zimanên mezin jî frazên nû ji inglîzî werdigerînin zimanê xwe û bi kar tînin. Lê eger li cihê wê di kurdî de yek an hinek fraz hebin, divê yên heyî bên tercîhkirin. Loma em hewceyî ferhengên baş yên frazeolojiyê ne.

Di rewşa kurdî de divê mirov di wergerandina frazan de hişyar û baldar be. Çunkî eger mirov bo nimûne frazekê ji tirkî wergerîne, dibe ku ew fraz di erebî û farisî de ne wisa be û bikaranîna wê fraza wergerandî ji kurdên ne-bakurî re dikare tiştekî nefehmbar be. Wek mînak, bakuriyan “aramak” ya bi wateya “telefon kirin”ê yekser wek “lê gerîn” wergerandiye kurdî. Lê li Başûr, Rojhilat û Rojava mirov “lê gerîn”ê bi wateya “telefon kirin”ê fehm nake. Tiştên wiha hevfehmkirina kurdên ji parçeyên cuda dijwartir dike.

ZG: Kurdî li gorî 100 sal berê zêdetir tê xwendin/nivîsîn lê kêmtir tê axaftin. Ev yek li dor çarçoveya asîmîlasyonê, tesîreke çawa li ser rewşa kurdî dike?

HM: Berê bo jîndariya zimanekî tenê axiftin jî bes bû. Niha nivîsîn û xwandin jî beşeke zerûrî ya zindîtiya her zimanî ye. Lê ti ziman demeke dirêj tenê bi xwandin û nivîsînê nikare bijî. Loma divê em bi kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsin jî.

ZG: Ji bo parastin, pêşvebirin û geşkirina zimanê kurdî şîret, pêşniyaz û tesbîtên te çi ne gelo?

HM: Di raboriyê de neheqiyên mezin li vî zarê zêrîn bûne. Lê nabe ku em wê ji xwe re bikin hêcet û bihêlin ku kurdî lawaz bibe. Belkî derfetên dewletan di destê me de nînin lê di dinyaya îroyîn de gelek derfet bi destê şexsên xîretdar û komên dilxwaz jî tên afirandin. Divê em hevdem hem mafên xwe yên rewa bixwazin û hem jî heta wergirtina wan mafan her derfeta heyî bi kar bînin.

Gelek caran nivîskar û zimannasên kurd gilî û gazinan dikin û dibêjin ku kurd berhemên wan naxwînin û giringiyê nadin wan. Lê ez dixwazim berê meselê bizivirînim û ji nivîskar û zimannasên me re bibêjim: Tiştên hêja biafirînin, kurd dê bixwînin û dê qedir û qîmetê we jî bizanin!

 

HUSEIN MUHAMMED KÎ YE?

Husein Muhammed sala 1980 li Zaxoyê hatiye dinyayê, salên 1988-93 li Bakur jiyaye û ji sala 1994 ve li Fînlandayê dijî. Wî li zanîngehê huqûq, wergerandina inglîzî û zimannasiya giştî xwandiye. Niha li Enstîtuya Zimanan ya Fînlandayê dixebite. Ew ji sala 1995an ve bi kurdî dinivîse û li kurdî werdigerîne. Ew zewicî ye û babê du zarokan e.

Kitêbeke matematîkê ya 84-salî bi kurdî

Kitêba arîtmetïkê

Malpera Zimannas vê kitêba 84-salî dixe xizmeta xwandevanên kurdî.

Ev kitêbeke arîtmetîkê ye ku beşeke matematîkê ye.

Kitêb bi kurmancî ye û 200-rûpelî ye.

Ew sala 1936 ji aliyê çapxaneya hikûmeta Ermenistanê ve wek kitêba dersê bo xwandingeha navîn hatiye amadekirin.

Diyar e ku kitêb ji rûsî hatiye wergerandin. Di nav amadekarên kitêbê de Casimê Celîl jî hebûye.

Di kitêbê de li cihê peyva ”arîtmetîk” peyv wek ”arîfmêtîka” anku ne bi T lê bi F hatiye bikaranîn. Ev ji ber hindê ye ku peyv di rûsî de арифметика (arîfmêtîka) ye anku bi F ye.

Kitêb bi alfabeya latînî ya wê demê li Ermenistanê hatiye nivîsîn.

Xwandina kitêbê hêsan e eger xwandevan hay jê hebe ku hinek herfên wê alfabeyê (bi taybetî vokal) ji alfabeya niha cuda bûn:

 

Herfên kitêbê bi kurdiya niha
c ç
ç c
ә e
e ê
ь i
i î
j y
u û
y u
z j

Amadekirina tabloyê: Husein Muhammed

 

Vekin û bixwînin!

“Halbûkî” – peyveke ji sê binemalên zimanan

halbuki (2)

Husein Muhammed

Berî çend rojan hevalekî bihagiran daxwaza etîmolojiya peyva ”halbûkî” ji min kir.

Ew û hevalekî xwe yê din ketibûn gengeşeya wê yekê ka gelo ”halbûkî” kurdî ye û tirkan ji kurdî wergirtiye yan jî tirkî ye û kurdan ji tirkî wergirtiye.

Wek ku tê zanîn, ev peyv hem di kurdî û hem jî di tirkî de tê bikaranîn. Bi kurdî wek ”halbûkî” û bi tirkî jî wek ”hâlbuki, halbuki”.

Hem di kurdî û hem jî di tirkî de li gor kontekst û cihê bikaranînê ew hinek wateyên piçekê ji hev cuda dide.

Peyv di ferhenga Michael Chyet ya kurdî-inglîzî de peyda nabe. Di ferhenga Zana Farqînî ya kurdî-tirkî de ”halbûkî” wek ”halbuki, oysa, oysaki” tê şirovekirin.

Gelek caran ”halbûkî” bi wateyên wek ”lê, lê belê, jixwe, helbet, bêguman, tevî ku, dîsa jî…” tê bikaranîn.[1]

Ji herdu kesên ku gengeşe li ser vê peyvê dikirin, yekî gotibû ku peyv kurdî ye û ji van peyvan pêk hatiye:

  • hal (ew) bû ku (rewş wisa bû ku)

Yan jî ji van peyvan

  • Hel bû ku (çare bû ku, diyar bû ku)

Kesê ku digot peyv ji tirkî ye jî, digot ku ew ji van peyvan peyda bûye:

  • hâl bu ki (hal ev [e] ku, rewş ev [e] ku)

Berî ku em bikarin bersiva wê yekê bidin ka kurdî ev peyv ji tirkî yan jî tirkî ev peyv ji kurdî wergirtiye, giring e em hinekî lê binêrin ka ev peyv li kû derê tê bikaranîn.

Di kurdî de ew di axiftin û nivîsên kurmancî û zazakî de tê bikaranîn.[2]

Di soranî û zaravayên din yên kurdî û zimanên din yên îranî de, bi qasî ku me kariye lê bigerin, peyva ”halbûkî” nayê bikaranîn.

Li gor pirsîna ji hejmareke kesan herwiha diyar bû ku ”halbûkî” di kurmancî de jî li derveyî Bakurê Kurdistanê nayê bikaranîn û heta wateya wê jî ji piraniya kurmancîaxivên ne-bakurî re nenas bû. Zazakî ji xwe li derveyî Bakur li parçeyên din yên Kurdistanê bi xwecihî nayê peyivîn.

Ev hinek îşaretên xurt ber bi wî alî ve didin ku ”halbûkî” ji tirkî ketiye kurdî û ne ji kurdî ketiye tirkî. Eger eslê wê kurdî bûya, ew dê bi ihtimaleke mezin li hinek deverên derveyî Bakurê Kurdistanê jî peyda bûbûya.

Delîlekî din jî yê xurtkirina wê texmînê ku peyv ji tirkî ketiye kurdî ew e ku heman peyv bi awayê ”halbuki” di azerî de jî heye.[3] Wek ku tê zanîn, tirkî û azerî du zimanên ji heman binemalê ne û gelek nêzîkî hev in.

Di farisî de ev peyv bi awayê حال آنکه (hal an-kê) heye lê ne bi awayê ”halbûkî”.

Lê wek ku hinek ferhengên etîmolojî yên tirkî bi xwe jî itiraf pê dikin, di rastiyê de ”hâlbuki” ya tirkî wergera peyv bi peyv ji gotina farisî حال آنکه (hal an-kê) ye:[4]

  • tirkî: hâl (hal, rewş) + bu (ev) + ki (ku)
  • farisî: ḧal (hal, rewş) + an (ew) + ki (ku)

Herdu jî heçku mirov bi kurdî dibêje “hal ev/ew (e) ku” yan “ku hal ev/ew (e/be)”.

Anku kurdî “halbûkî” ji tirkî wergirtiye lê tirkî jî ew nîvwergirtî-nîvwergerandî ji farisî aniye.

 

”Halbûkî” ji sê binemalên zimanan e

Wek ku li jor hat diyarkirin, peyva ”halbûkî” (bi tirkî ”hâlbuki”) ji sê peyvan pêk hatiye:

  • hal-bû-kî (tirkî: hâl-bu-ki)

Tiştê balkêş ew e ku her yek ji van her sê peyvan ji zimanekî cuda hatiye:

  • ”hal” ya vê peyvê ji erebî حال (ḧal: hal, rewş, kawdan, barûdox, weziyet…)
  • ”bû” ya vê peyvê ji tirkî ”bu” (ev)
  • ”kî” ya vê peyvê bi rêya tirkî ”ki” ji farisî که /kê/ (ku)

Di rastiyê de, ”halbûkî” ne tenê ji sê peyvên sê zimanên cuda peyda bûye. Ew di heman demê de ji sê peyvên sê zimanên ji sê binemalên cuda yên zimanan peyda bûye:

  • ” ḧal” ji erebî ku zimanekî samî ye
  • ”bu” ji tirkî ku zimanekî altayî ye
  • ”kê” ji farisî ku zimanekî hindûewropî ye.

Gelek peyv di kurdî û zimanên din de hene ku ji du beşan pêk tên ku ji du zimanên cuda ne.

Lê hejmara peyvên ku ji sê yan zêdetir beşan pêk hatibin û her beşek ji wan ji zimanekî cuda be, gelek kêm e. Eger haya xwandevanên hêja ji peyvên wisa hebe, hêvî dikim ku ew min jî jê haydar bikin.

_____________________

TÊBÎNÎ

[1] Binêrin bo nimûne hinek encamên Google bo bikaranîna peyva ”halbûkî” di nivîsên kurmancî de: halbûkî

[2] Bo bikaranîna peyva ”halbûkî” di nivîsên zazakî de binêrin hinek encamên Google: halbûkî

[3] Binêrin bo nimûne: https://azerdict.com/english/halbuki

[4] Binêrin bo nimûne: https://nisanyansozluk.com/?k=halbuki

BERSIVEK BO ÊRIŞÊN BAHOZ BARANÎ

Husein Muhammed

 

Pêşgotin

Di dema derketina beş bi beş ya rêzenivîsên min li ser ”Rêbera Rastnivîsînê” ya Weqfa Mezopotamyayê (ji niha pêve Rêber) û piştî hingê jî, bi taybetî li ser Facebookê lê herwiha bi riya email û telefonê jî, gelek gotûbêjên biber û bibereket di navbera min û gelek hêjayan de peyda bûn.

Piraniya van kesan xwandevanên asayî yên berhemên kurdî ne. Çend kes jî ji wan kesan in ku berî min rexne li Rêberê kirine. Lê di nav gotûbêjên li gel min de herwiha çend kesên wisa jî hene ku navê wan jî di nav amadekarên Rêberê de li ser bergê kitêbê ye.

Di hinek mijaran de belkî min karîbe hinek xwandevanan bi nêrînên xwe qanih bikin. Di hinekan de jî bi zelalî min nekariye. Li gel hinek kesan em bi hêsanî gihiştine qenaeteke hevbeş, li gel hinekan jî nêrînên me hê jî ji hev dûr in. Li gel hinekan belkî em qet negihin hevbîriyê jî.

Lê nêrînên van hemû kesan bi dîtina min giring in. Ez hem ji wan kesan gelek tiştan hîn bûme yên ku em di van mijaran bi hêsanî bi hev re gihiştine baweriyeke hevbeş û hem jî bi taybetî ji wan kesan fêr bûme yên ku bi hêsanî em li gel hev negihiştine qenaeteke hevpar.

Ji niha ve dixwazim ji dil spasiya we hemû hêjayan bikin ji ber ku we bi pirs, bersiv, nêrîn û rexneyên xwe meydana gotûbêjên zimanî û zimannasî – ya ku gelek caran di kurdî de qels û lawaz e – niha gur û geş kiriye.

Bi taybetî jî dixwazim spasiya wan amadekarên Rêberê bikim ku piştî derketina rexneyên min bi awayekî normal li gel min têkilî danîn û nêrînên xwe li gel min gotûbêj kirin. Li gel çend ji wan nêrînên me li ser hinek mijaran nêzîkî hev bûne lê di hinek mijaran de jî em wek hev nafikirin. Lê dîsa jî gotûbêjên biber di navbera me de berdewam in.

Herwiha dixwazim spasiya Weqfa Mezopotamyayê û bi taybetî jî akademîsyen Mîkaîl Bilbil bikim. Rêber ji aliyê wê weqfê ve hatiye weşandin û kek Mîkaîl jî koordînatorê wê weqfê ye.

Piştî ku rexneyên min li ser Rêberê belav bûn, Mîkaîl telefonî min kir. Li destpêkê ez hinekî heyecanî bûm ka ew dê çi bibêje. Lê dûrî gazin û lomeyan, wî camêrî spasiya rexneyên min kir. Di heman demê de pêşniyaza hevkariyê jî kir. Me li hev kir ku ew berhemên weqfê yên li ser zimannasiyê bo nirxandin û rexnekirinê bigihînin ber destê min.

[Piştî wêneyan nivîs didome.]

Mikail1

Mikail2

Mikail3

Mikail4

 

Êrişkariya Bahoz Baranî

Mixabin di nav kurdan de hê gelek kes hene ku ti tehemila destnîşankirina kêmasiyên xwe nakin. Ew rexneyê ne bi armanca kemilandinê lê wek jehrê û ziqnebûtê dibînin.

Di nav kurdînivîsan de yek ji pêşengên tehemilnekerên rexneyan jî bi salan e ku Bahoz Baran bûye.

Rêkar û metoda Bahozî hem êrişkirin e û di heman demê de jî tawanbarkirina kesê beramber bi êrişkirinê ye. Ew di nivîsa xwe ya roja 13.2.2020 û di belavkirina xwe ya li ser Facebookê roja 11.2.2020 min bi ”heqaret”ê tawanbar dike û dawa derneketina ji ”isûla akademîk û zanistî” dike.

Di heman demê de wî bi xwe tometên ”hesûdiyê” û ”çavnebariyê” avêtine ser min.

[Nivîs piştî wêneyan didome.]

Bahoz 1

Di rastiyê de, Bahozî hê ji roja 29.1.2020 ve dest bi êrişkirinê kir anku tenê çend saetan piştî belavbûna pêşgotina rêzenivîsa min.

Min di pêşgotina xwe de nivîsî:

Armanca vê nivîsarê bi ti awayî ne rûreş- û şermezarkirin an rezîl- û riswakirina amadekarên Rêberê ye. Hedef ew e ku di çapên nû yên Rêberê de ev rexne bên liberçavgirtin û dest ji rêbazên bi zelalî şaş bê berdan

Bertek û karvedana Bahozî beramberî wê wiha bû:

Bahoz 2

Piştî belavkirina Bahozî ya roja 13.2.2020, gelek kesan rexne li wî kirin ku gotinên bêbingeh dike û bîlasebeb min bi heqaret, hesûdî û çavnebariyê tawanbar dike. Di nav rexnekerên gotinên wî de ji bilî kesên asayî hinek nivîskar û zimannasên me yên diyar jî hene.

Pêşî Bahozî ew belavkirina/şandiya xwe kiribû giştî anku her kesî dikarî wê bibîne. Lê piştî ku pê hesiya ku gelek kes tên rexneyan li gotinên wî yên bêbingeh dikin, bînbariya belavkirina xwe ji ”giştî” kir ”heval”. Anku tenê kesên ku li ser Facebookê hevalên wî ne, dikarin bibînin.

Binêrin wêneyê jortir ku bînbariya belavkirinê hemû dinya ye û wêneyê jêrtir ku bînbariya belavkirinê bûye ”heval”.

Bahoz 3

Piştî ku li ser dîwarê Bahoz Baranî bi xwe yê Facebookê gelek rexne lê hatin kirin ku bêbingeh min tawanbar dike û ew bi tehemilnekirina destnîşankirina kêmasiyan hat rexnekirin, wî soz da ku bersiva nivîsara min bide.

Ya ku ez û bawer im piraniya xwandevanan jî li bendê bûn ew bû ku ji aliyê zimannasî ve bersiva rexneyên min bide ku bi kurtî ev bûn:

  • rehên dema niha yên lêkera ”hatin”
  • paşdaçekên ”de, re, ve”
  • nivîsîna wek “-iy-” yan “-îy-“
  • nivîsîna awayên berbelav yên wek ”piyê min, diya min, li ser rê, mala Elî” yan jî formên xerîb û xeyalî yên wek ”pêyê min, dêya min, li ser rêyê, mala Elîyî” yên ku Bahozî û hevbendên xwe di Rêberê de tercîh kirine.

Li şûna bersivdana van mijaran ku min Rêber û amadekarên wê rexne kirine, Bahoz êrişî min û hemû rexnegirên din jî yên Rêberê dike ku qaşo em ji hesûdî û çavnebarî xebatên hevkariyê naxwazin yan jî – haşa – em naxwazin ku zimanekî hevgirtî yê standard peyda bibe.

Bahoz ji kustehî û quretî tometên wiha diavêje ser min û wan camêran yên ku zehmeteke mezin kişandiye û kêmasiyên zîq û zelal yên Rêberê aşkere kirine.

Wek ku tê zanîn, ez bi ti awayî ne tek kes im ku Rêber rexne kiriye. Bo nimûne:

Bahoz hewl dide min bi bêqîmetkirina endamên Komxebatê tawanbar bike. Lê, şukir, ji gotûbêjên li gel endamên Komxebatê û ji têkilî û hevkariya li gel koordînatorê Weqfa Mezopotamyayê jî diyar dibe ku ew camêr ti qîmetê nadin van gotinên zikreşane yên Bahozî.

Bahoz di bersiva xwe de hewl dide awayê karkirina Komxebatê bi awayekî gelekî birêkûpêk, zanistî û demokratîk bide nasîn û wisa Rêberê wek encama wê rewa û meşrû bike.

Bêguman e ku piraniya endamên Komxebatê kesên hêja ne. Ji xwe min jî di nivîsara xwe de diyar kiribû ku di Komxebatên de kesên gelek hêja hebûne. Pirsgirêk ne ew e ku ew ne şareza bûne, pirsgirêk ew e ku çend kesan gelek teoriyên seyr û sosret dane ferzkirin.

Wek ku yek ji endamên hêja yên Komxebatê, Deham Ebdulfettah, dibêje: 

“Sebaret bi guftûgokirina mijaran di civînên komxebatê da, min berî nuha gotibû ku gelek dengên endaman paşguh dibûn û yê min jî yek ji wan bû. Wê hingê diket gumana min ku lihevkirineke pêşînde li ser erêkirina hin mijarên aloz di navbera hin endaman da heye. Di wê rewşa komxebatê da min biryar wergirt ku ez beşdarîya xwe sivik bikim û paşê ez li her du civînên dawî (ya Mêrdîn a duwem û ya Stanbolê) amade nebûm. Hebûna navê min jî li ser Rêberê ne bi dilê min bû, lê weşanxaneya Wardozê ji min ra ragihand ku navê te pêşniyaza dostê te yê herî nêzî te bû, ne me ji ber xwe ve nivîsîye. Dema ku min ji dostê xwe pirsî, çima … Got: hebûna navê te giring bû …”

Ebdulfettah ne tek kes e ku bi hebûn navê xwe li ser bergê nerazî ye. Navê hin kesên din jî li cem me heye.

Rast e ku li ser bergê Rêberê navê nêzîkî 20 kesan hatiye nivîsîn. Lê di pratîkê de ew heman kitêba Mistefa Aydogan e ku berê jî bi navê Rêbera Rastnivîsînê hatibû belavkirin. Tek guherandina berçav veguhastina paşdaçekên ”de, re” bi ”da, ra” ye ku ne çêtirkirinek e lê xirabtirkirinek e û me di nivîsara xwe de bi dûrûdirêjî sebebên wê diyar kirine.

Min di dema xwe de derfeta nirxandina destnivîsa Rêberê nedît ji ber ku ez mijûlî ferhengeke mezin ya fînlandî-kurmancî bûm û wek din jî karê min gelek zêde bû. Bahoz min bi wê yekê tawanbar dike ku min hingê nêrînên xwe negotin.

Lê çendîn kesên ku nêrînên xwe bi dûrûdirêjî jî pêşkêş kiribûn, dûre poşman bûne çunkî armanca komika navîn/serdest ya Komxebatê ew bûye ku Rêbera Rastnivîsînê ya berê hema-hema neguherandî bide qebûlkirin loma nêrînên hatî di pratîkê de bi temamî hatine paşguhkirin. Ne tenê D. Ebdulfettah lê çend endamên din jî ev ji min re gotiye û min bi navberiya hin kesên din jî ji hinek endamên din yên Komxebatê ev bihîstiye.

Tevî ku Bahoz nivîsa xwe de idia dike ku Mîkaîl Bilbil tiştekî wisa ji min re negotiye jî, dubare dikim ku Mîkaîl tam wisa ji min re gotiye ku wan nedixwast rêbera berê biguherînin. Eger qaşo min gotinên wî berovajî kiribin, çima ew rabûye pêşniyaza hevkariyê li min kiriye û paşî çendîn berhemên weqfa xwe bo nirxandinê şandine cem min?

 

Bersivên xav

Bahozî nivîseke dirêj nivîsiye lê dîsa jî tenê kurt û hê jî xavtir bersiva çend rexneyên min daye.

Berî ku behsa bersivên Bahozî bikim, lêborînê ji xwandevanan dixwazim ku min di nivîsara xwe de gotibû ku Rêber pêşgira -bi- li gel pêşlêkeran jî ferz dike. Min di dema amadekirina nivîsara xwe de çend kitêb didan ber hev û ev tişt ji kitêbeke kevntir bi xeletî ket nivîsara min.

Wek din:

Di mijara ”hatin”ê de Bahoz xwe diparêze û dibêje ku qaşo wan rehê ”-hê-” (wek ”ez dihêm”) û ”-ê-” (wek ”ez têm”) herdu dane. Lê kitêb ji serî heta binî bi rehê ”-hê-” hatiye nivîsîn û di ser re jî wan rehê ”-hê-” pêşniyaz kiriye û rehê ”-ê-” tenê ”tehemil” kiriye.

Berovajî piraniya mitleq ya kurmancîaxivan, rastiya bêguman ya dîrokî[1] û yekdengiya klasîkên kurdî[2] jî, nivîskar û serdestê Rêberê Mistefa Aydogan idia dike ku rehê orijînal -hê- ye![3] Tevî ku etîmologên zimanên kurdî/îranî bi salan e haydar in ka eslê lêkera “hatin” û rehê wê yê dema niha ji kû ye.[4] Lê qaşo-zimannasên me ne bi axiftina gel qanih dibin û ne jî xîret dikin lêkolînên heyî bixwînin berî ku fermanan bidin.

Li ser mijara paşdaçekên ”de, re, ve” min bi dirêjahî sebebên tercîhkirina wan diyar kiribûn. Bahoz min bi “jibîrkirina” berhemên Mehmet Emîn Bozarslan, Kemal Burkay, Perwîz Cîhanî tawanbar dike.

Li gel hemû rêzgirtina min bo her sê kesên navborî jî, berhemên wan bi ti awayî nabin 5% ji hemû berhemên kurmanciya bi alfabeya kurdî-latînî. Belkî heta nabin 1% jî.

Bahoz di mijara paşdaçekan de herwiha min bi paşguhkirina berhemên bi alfabeya krîlî nivîsandî tawanbar dike. Lê ma wan bi xwe di Rêbera xwe de guh daye berhemên bi alfabeya krîlî nivîsandî?

Bo nimûne, bi alfabeya kurdî-krîlî:

  • paşdaçek bi peyva berî xwe ve dihatin nivîsîn (lê Rêber wan jê cuda dinivîse)
  • paşgira pirhejmar ya ravekî ”-êd” bû, bo nimûne ”kitêbêd kurdî” (Rêber: -ên)
  • paşgira pirhejmar ya çemandî ”-a” bû, bo nimûne navê romana Erebê Şemo ”Şivanê kurmanca” û Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl “Zargotina kurda” (Rêber: -an)
  • navdêrên nêr di rewşa diyar de bi çemandina nav peyvê (metafonî, umlaut) dibûn, bo nimûne ”mala Serdêr” (Rêber: bi paşgira ”-î”, bn. ”mala Serdarî”)
  • herfa kelijandinê Y bi piranî nedihat bikaranîn (Rêber: bikaranîn zerûrî ye)
  • û bi dehan tiştên din jî

Lê Bahoz dixwaze illeh em di mijara vokala paşdaçekan de li pey alfabeya terkkirî ya kurdî-krîlî biçin ji ber ku ew hêcetek e ku li ajandaya wî ya pêştir diyarkirî tê.

Di mijara -iy- / -îy- de jî ti bersivekê nade ji bilî idiaya ku ”-îy- pedagojîktir e”. Lê qet nabêje ka çawa û çima -îy- ji -iy- pedagojîktir e.

Bahoz qaşo -î- di wan peyvan de diparêze ku -î- bi rastî tê de heye (bo nimûne: xanî > xanîyê me).

Lê di rastiyê de Bahoz -î- hingê jî bi kar tîne li cihê ku -î- nîne.

Bo nimûne, wî di nivîsara xwe de peyvên ”hatin, gotin, kirin” wek ”gotîye, hatîye, kirîye” çemandine. Lê eger mirov li formên din yên heman peyvan binêre, bi hêsanî dibîne ku -î- di wan de nîne lê -i- heye: ”hatine/hatibû, kirine/kiribû, gotine/gotibû”. Loma heta eger mirov -îy- qebûl bike jî, ev peyv divê her wek “gotiye, hatiye, kiriye” bên nivîsîn.

Me di rêzenivîsara xwe de li ser vê mijarê bi zelalî navê Bahozî anîbû û ew ji vê şaşiya wî haydar kiribû.[5]

Anku mesele êdî ne tenê nezanîn e lê tiştekî ji nezanînê jî wêdetir e.

 

________________________________________

TÊBÎNÎ

[1] https://zimannas.wordpress.com/2020/01/30/rebera-rastnivisine-ya-wm-u-derde-giran-ye-hiperkorektiye-u-xweferzkirine-2/

[2] https://zimannas.wordpress.com/2020/02/10/rehe-hatine-di-klasikan-de/

[3] https://krd.riataza.com/2019/04/15/der-bare-rebera-rastnivisine-de/

[4] Binêrin bo nimûne: Johnny Cheung: Etymological Dictionary of the Iranian Verb. Leiden 2007.

[5] https://zimannas.wordpress.com/2020/02/04/rebera-rastnivisine-ya-wm-u-derde-giran-ye-hiperkorektiye-u-xweferzkirine-7/