DÎROKA (ZIR-)ETÎMOLOJIYA KURDΠ-11-

(Bo beşên pêştir binêrin: 1, 23456789, 10)

Lemjiri

Husein Muhammed

Piraniya mitleq, heta mirov dikare bibêje teqrîben hemû, ferhengên etîmolojî hewl didin etîmolojiya peyvên serbixwe bidin. Pir kêm ferheng behsa etîmolojiya gireyan (affix) anku pêşgir, paşgir, navgir an dorgiran dikin.

Mebesta me ji gireyan peyvên wiha ne:
– pêşgir anku prefîks: bo nimûne ”ber-, bê-, da-, ve-, wer-…” (wek: ber-dan, bê-av, da-girtin, ve-kirin, wer-gerandin…)
– paşgir anku sufîks: bo nimûne ”-ahî, -dar, -mend…” (wek: mezin-ahî, birîn-dar, huner-mend…)
– navgir anku infîks: bo nimûne ”-e-” (wek: kurt-e-çîrok, rêz-e-nivîs…)

Ji ber ku gireyên wiha di bi dehan, hinek heta di bi sedan peyvan de hene, ew pir giring in û peydakirina etîmolojiya wan jî pir muhim e. Mixabin di piraniya ferhengên etîmolojî de jî behsa etîmolojiya wan nayê kirin.

Yek ji berhemên ku hewl dide bersiva vê kêmasiyê bide, teza doktorayê ya îraniya Almanya-nişîn Sedigheh Alizadeh Lemjiri (Sêdîqê Elîzadê Lêmcîrî) ya bi navê Historische und vergleichende Untersuchung der Wortbildung im Persischen (Lêkolîna dîrokî û berhevder ya peyvsaziya farisî) ye ku sala 2010 li zanîngeha Dresdenê hatiye pêşkêşkirin.

Wek ku ji navê berhemê diyar e, nivîserê lêkolîn li ser dîroka peyvsaziya anku çêkirina peyvan di farisî de kiriye. Ew gireyên peyvsaz anku peyvçêker yên farisî dide ber hevreh û hev-erkên wan yên avestayî, hexamenişî û pehlewî (nivîser ji van herduyên dawiyê re dibêje ”farisiya kevn” û ”farisiya navîn”).

Tevî ku nivîser ji zimanên îranî yên niha tenê behsa peyvsaziya farisî dike jî, berhema wê bo ronbûna dîroka peyvsaziya hemû zimanên din jî yên îranî yên niha – di nav de kurdî jî – pir giring e ji ber ku piraniya gireyên peyvsaz di kurdî, farisî û zimanên din yên îranî de wek hev in an pir dişibin hev û hevreh in.

Nivîser gelek nimûne û tabloyên bikêrhatî di berhema xwe de dide.  Ew yek bi yek peyvsaziya avestayî, pehlewî û farisî pêşkêş dike. Ew herwiha tabloyên gireyan li gor rêzbendiyan li gor her yekê ji wan zimanan dide û hevrehên wan gireyan di zimanên din yên berbehs de diyar dike.

Berovajî hinek lêkolerên din yên faris yên bi kerb û kîna dijî erebî dagirtî, nivîsera vê berhemê herwiha gireyên bi eslê xwe erebî, yên ku di farisî de jî tên bikaranîn, aşkere dike û bi awayekî maqûl eslê wan yê erebî qebûl dike. Ew herwiha heta behsa hin gireyên peyvsaz yên ji tirkî jî dike, bo nimûneya paşgira ”-çî” ya çêkirina navdêrên biker (agent noun) wek ”çayçî, qumarçî” ku di kurdî û farisî de jî carinan tê bikaranîn.

Ew herwiha wan gireyên avestayî, hexamenişî û pehlewî jî dide ku di farisî de nemane. Hinek ji wan gireyan di kurdî de jî nemane, bo nimûne ”hu- /u-” bi wateya ”baş, qenc”. Lê hinek ji wan di kurdî de mane tevî ku ji farisî winda bûne jî, bo nimûne avestayî ”upe-” ku di soranî de wek ”-ewe” û di kurmancî de wek ”ve-, -eve” maye lê ji farisî winda bûye. Yan avestayî ”erdu, irizev” (ardu, ǝrǝzav) û pehlewî ”ul-” ku di kurdî de wiha maye: kurdiya başûrî (feylî, kelhurî, kirmaşanî) ”eł-, el”, soranî ”heł-”, kurmancî ”hil-, hel-”.

Ji ber nimûne û tabloyên mişe û zehf yên vê berhemê, mirov dikare bi hêsanî wê bi kar bîne heta eger mirov almanî kêm bizane yan nizane jî.

Malpera Zimannas vê berhema hêja dixe xizmeta xwandevanên xwe:


Dê bidome.

One thought on “DÎROKA (ZIR-)ETÎMOLOJIYA KURDΠ-11-

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s