Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de

Husein Muhammed

Ev kurtevekolîna li jêr bi berhevkirina çend nivîsên kurmancî û hejmartina herfên di wan de hatiye kirin. Hemû nivîs li gel hev ji 52 705 herfan pêk hatibûn. Hemû nîşanên xalbendiyê (nuqte, bêhnok, nîşana pirsê yan gazîkirinê…) jê hatin avêtin berî ku hejmara herfan bê hejmartin.

Bo diyarkirina rêjeya deqîq û bêkêmasî ya her herfê pêdivî bi materyaleke ji bi milyonan herfan pêkhatî hebû. Lê bi texmîna min ev materyalê ji zêdeyî 52 000 herfan jî dikare wêneyekî nêzîkî rastiyê bide daku em bizanin ka çi herf di kurmancî de gelek û çi jî kêm tên bikaranîn.

Li pey her herfê pêşî rêjeya herfê hatiye diyarkirin. Piştî wê hejmara herfan di materyala bikarînayî de hatiye dan. Di kevanokan de jî yek yan çend sebebên ku rêjeya vê herfê zêde dikin hatine diyarkirin. Eger li ber herfê nîşana pirsînê (?) hatibe danîn, ew diyar dike ku yan ti sebebekî taybet nîne yan jî nayê zanîn.

Hin encam û hişyarkirinên serekî:

1) Li gor vê vekolînê herfa herî zêde di kurmancî de ”e” ye. Lê li gor materyalên cuda û devokên cuda, ”i” belkî bikare ji wê zêdetir jî be.

2) Ne ecêb e ko herfên herî mişe (yên ku zêde peyda dibin) herfên bideng (vokal) in: ”e, i, a, ê, î, û”. Lê rêjeya ”u” û ”o” di kurmancî de kêm e.

3) Di materyala vekolînê de herfa ”r” ya şidandî eger di nava yan li dawiya peyvê be, bi du ”rr” hatiye nivîsîn, wek ”pirr, şerr”. Eger bi r-yekê hatibûya nivîsîn, rêjeya r-yê dê kêmtir bûya. Herwiha navê kesekî û peyveke zêde dubarekirî di materyalê de bi ”r” bûn. Loma belkî ”r” (di vê materyalê de 5,2 %) bikeve jêr rêjeya ”d” (4,6 %) û ”b” (4,5 %) lê ne jêrtir.

4) Di vekolînê de ”n” bi rêjeya 9,4 % mişetirîn herfa bêdeng (konsonant) e. Ihtimalen di zimanê nivîskî de ev pirr nêzîkî rastiyê ye. Lê di zimanê devkî de rêje bi awayekî berçav ji vê kêmtir e ji ber ko N li dawiya peyvê bi pirranî nayê gotin: bi nivîskî ”waN kesaN” lê bi gotinê ”wa kesa”. Dîsa di hin devokan de li cihê ”kitêbêN miN” awayê ”kitêbê mi” tê gotin. Di hin devokan de jî forma îzafeyî ya pirrjimar ne bi paşgira ”-êN” lê bi ”-êT” yan ”-êD” e: nivîskî ”kitêbêN miN” lê bi devokî ”kitêbêT mi[N]” yan ”kitêbêD mi[N]”.

HEMÛ: rêje 100 % – hejmara herfan 52 705 – (sebebên ku rêjeya vê herfê zêde dikin)

e: 11,6 % – 6 121- (paşgira lêkeran li gel kesê sêyem yê yekjimar ”ew dikE / dibêjE, diçE”… Devokên ko paşgireke din li gel kesê sêyem yê yekjimar bi kar tînin – ew dibêjÊ, ew dibêjIT, ew dibêjÎT… di wan de rêjeya ”e” ji kurmanciya nivîskî ya standard hinekî kêmtir e û belkî rêjeya ”e” di wan devokan de ji ya ”i” kêmtir be.)

i: 11,2 % – 5 916 (Daçekên ”bi, di, ji, li”, herwiha ”bi” ya bi maneya ”heye”: ”bideng”)

n: 9,4 % – 4 971 (paşgira lêkeran li gel kesên pirrjimar: em dikiN, hûn dikiN, ew dikiN; nîşana neyîniyê ”Nakim, Neke”; formên pirrjimar tên yên navdêran: ”kitêbaN, kitêbêN nû”)

a: 8,0 % – 4 207 (îzafeya navdêrên mê: ”kitêbA min, kitêbA min [y]A sor”, paşgira navdêrên pirrjimar ”kitêbAn”)

ê: 5,2 % – 2 744: (paşgira navdêrên mê yên tewandî: ”wÊ kitêbÊ”, îzafeya navdêrên nêr: ”hevalÊ min”, îzafeya navdêrên pirrjimar: ”kitêbÊn min”, daçekên serbixwe ”jê, pê, tê”, nîşana dema bê: ”tu Ê bikî” – yan ”tu dÊ/wÊ/yÊ bikî)

r: 5,2 % – 2 740 (sebebekî diyar nîne, pêşgira lêkera ”ra-”, wek ”rabûn, rakirin” û paşdaçeka ”re” – ”bi … re”, ”ji … re”, ”di … re” dikarin her yekê ji wan rol û dewrek tê de hebe.)

d: 4,6 % – 2 407 (nîşana demên berdewam ”D-ikim / ne-D-ikir”, daçeka ”di”)

b: 4,5 % – 2 395 (pêşgira lêkeran ”Bi-kim, Bi-ke, ”, daçek û hokera ”bi”)

î: 4,2 % – 2 224 (paşgira navdêrên nêr ”wÎ kesΔ, paşgira lêkeran li gel kesê duyem yê yekjimar ”tu dibêjΔ)

k: 3,8 % – 1 998 (peyvika girêder ”ku”, peyvikên pirsînê ”kî, kê, kû, kengî”)

w: 3,3 % – 1 753 (cînavên sêyem ”ew, wê, wî, wan”)

û: 2,8 % – 1 464 (peyvika serbixwe ”û”, lêkera ”bÛn” û formên wê yên cuda yên serbixwe, wek ”bÛm, nebÛ”, û yên pêvekirî, wek ”kiribÛ, nedabÛn”)

y: 2,6 % – 1 381 (herfa kelijandinê wek ”rojname-Y-ê, rojname-Y-a me, rojname-Y-ên kurdî”, herwiha peyvikên girêder ”ya, yê, yên” û peyva ”yan”)

t: 2,6 % – 1 373 (rehê demên borî yê gelek lêkeran: girt, got, hat, ket…)

m: 2,3 % – 1 238 (paşgira lêkeran li gel kesê yekem yê yekjimar ”dikiM, nabêjiM, neçûMe”)

h: 2,3 % – 1 207 (peyvên bersivdanê ”Hingê, wiHa”, peyvika hoker ”Hê, Hêj, Hîna”)

l: 2,1 % – 1 084 (daçeka ”li, lê”, girêdera ”lê”)

j: 2,0 % – 1 079 (daçeka ”ji, jê”)

v: 1,7 % – 893 (navdêrên nîşander yên nêzîk ”ev, vê, vî, van”)

s: 1,6 % – 846 (?)

x: 1,5 % – 787 (cînavê ”xwe”)

g: 1,3 % – 693 (”gelek, germ, -geh”)

u: 1,3 % – 692 (?)

z: 1,2 % – 612 (”zanîn” û formên wê yên cuda-cuda)

ş: 1,0 % – 522 (?)

o: 0,95 % – 503 (belkî forma vokatîv ”gelO, hevalO, hevalinO”)

p: 0,73 % – 386 (”pê, pê re, pirr”)

ç: 0,59 % – 308 (peyvikên pirsînê ”çi, çend, çima, çawa”)

c: 0,33 % – 176 (”car” û formên wê yên cuda-cuda: ”îcar, vêca…”)

q: 0,27 % – 143 (?)

f: 0,26 % – 138 (?)

Read More »

Advertisements