DENGÊ DUBARE (GEMÎNASYON) DI KURDΠDE

deryace

Dengê dubare anku gemînasyon

Di dengnasiyê de mebest ji gemînasyonê (inglîzî: gemination) anku cêwîbûnê peydabûna du konsonantên wek hev li pey hev e. Bo nimûne:

  • gellek
  • xurttir
  • serokkomar
  • millet
  • pîzza

Di hinek zimanan de gemînasyon maneya peyvê diguherîne yan jî peyva cêwîherfî (du herfên wek hev li pey hev) ti têkilî bi peyva kitherfî (tenê herfeke wisa) ve nîne. Çend nimûne ji zimanê fînlandî/fînî:

  • kuka (kî) – kukka (gul)
  • tuli (agir) – tulli (gumrik)
  • vesa (şitil) – vessa (avdestxane, tuwalet)

Dengê dubare di peyvên xwemalî de

Berovajî bo nimûne zimanê fînlandî, di zimanê kurdî de gemînasyon anku du konsonantên wek hev li pey hev kêm caran peyda dibin.

Di peyvên xwerû yên xwemalî de di rewşa normal de hema bêje gemînasyon qet di kurdî de peyda nabe.

Di hinek peyvan carinan bi taybetî bi devkî – lê caran bi nivîskî jî – konsonantek tê şidandin bi mebesta xurtkirina wê peyvê yan maneya wê. Bo nimûne:

  • gellek (gelek gelek, pir gelek, zêde gelek, yekcar gelek, bêqam gelek)
  • tijjî / tijje (pir tijî, bi temamî tijî, gelek tijî, zêde tijî)
  • rreş (gelek reş, tam reş)

Di peyvên wiha de konsonant dikare ne tenê dubare lê çendbare jî bibe, bo nimûne:

  • gelllek, tijjjjî, rrrreş, spppî….

Lê ji peyvên wiha tenê ”gellek” bi awayekî berfireh di nivîsînê de tê bikaranîn.

Di kurdî de di nivîsînê de carinan du R di hinek peyvan de tên nivîsîn, bo nimûne:

  • pirr (”gelek, zehf” – bo cudakirinê ji ”pir = rêya di ser avê re”)
  • birrîn (”jê kirin” – bo cudakirinê ji ”birîn = birîndarî”)
  • kerr (”nebihîz, guhgiran” – bo cudakirinê ji ”ker = dewarek; parçeyek”)
  • şerr (şer)
  • bajarr (bajar)

Lê di dengnasiyê de ev ne gemînasyon e anku ne hebûna du R-yên nerm yên bo nimûne wek di peyvên ”çar, ser, mêr” de ye lê hewldana diyarkirina R-yeke ji R-ya nerm cuda ye.

Di peyvên pêkhatî (hevedudanî) yan bipaşgir de gemînasyon di kurdî mimkin e. Ew adeten hem di axiftinê de tê parastin û hem jî di nivîsînê de tê diyarkirin. Bo nimûne:

  • serreş (peyveke pêkhatî ji ”ser + reş”)
  • serokkomar (navdêrek ji peyvên ”serok + komar”)
  • xurttir (rengdêreke pilekirî ji ”xurt + -tir”)
  • zimannasî (navdêrek ji peyva ”ziman + -nasî”)

Pêştir ev peyv carinan kitherfekê dihatin nivîsîn, wek: sereş, serokomar, xurtir, zimanasî. Lê vê dawiyê bi piraniyeke diyar dest ji kitkirina cotherfê hatiye berdan ku bi rastî jî tiştekî baş e. Bi gemînasyonê hem ew nêzîktirî dengê xwe yê rast in û hem jî zelaltir diyar dibe ka ew çi peyvan peyda bûne. Wek din tirs heye ku çewtî peyda bibe, bo nimûne:

  • xurttir (ji ”xurt”) – xurtir (ji ”xur, xurr”)
  • giyanasî (zanista giyayan, riweknasî, botanîk) – giyannasî (zanista giyanê, derûnnasî, psîkolojî)

Dengê dubare di peyvên wergirtî de

Di peyvên xwerû yên ji zimanên din wergirtî de kêm caran gemînasyon tê parastin. Bo nimûne:

  • pîzza (ji îtalî ”pizza”)
  • millet (ji erebî ”mille[t]”)
  • gulle (li ber tesîra tirkî ”gülle”, wek din adeten ”gule”)
  • wellah (li gelek gelek awayên din jî: welah, welleh, wele, wela…)
  • cellad (ji erebî ”cellad” – lê di kurdî de bi piranî forma ”celad” tê bikaranîn)
  • hetta (ji erebî ”ḥetta” – lê bi piranî di kurdî de wek ”heta” tê gotin û nivîsîn ji bilî rewşa xurtkirinê wek ”gellek, tijjî”)

Kitkirina dengê dubare anku degemînasyon

Heta di peyvên ji zimanên din wergirtî de jî di kurdî de yek ji herdu konsonantên gemînasyonê dikeve. Bo nimûne:

  • erebî ”ḥecc” > kurdî ”hec” (bixwîne: ḧec)
  • erebî ”ḥeqq” > kurdî ”heq”
  • erebî ”xeṭṭ” > kurdî ”xet”
  • erebî ”miqqeṣ” > kurdî ”miqes, meqes”
  • erebî ”seyyid” > kurdî ”seyid”
  • inglîzî ”football” > kurdî ”futbol”
  • piraniya zimanên ewropî ”illegal” > kurdî ”îlegal” (neqanûnî, qedexe, qaçax)

Diyardeya kitkirina anku yekkirina dengê dubare (bo nimûne ”hecc > hec”) bi navê degemînasyon tê nasîn. Kurdî bi berfirehî degemînasyonê dixebitîne.

Gemînasyon di zimanên cîran de

Di nav zimanên cîranên kurdî de erebî û siryanî gemînasyonê bi berfirehî bi kar tînin. Di erebî gemînasyon wateguhêr e anku hebûn an nebûna wê dikare maneya peyvê biguherîne. Bo nimûne:

  • ”derese” (wî xwand, wî ders xwand)
  • “derrese” (wî ders da, wî kesekî din hîn kir)

Di nivîsîna erebî de gemînasyon ne bi dubarenivîsîna heman herfê lê bi zêdekirina ”şede”yê (nîşaneke wek “w”) li ser herfa dubare tê diyarkirin.

Di zimanên din yên cîranên kurdî de (azerî, ermenî, farisî û tirkî) gemînasyon di peyvên xwerû de kêm tê bikaranîn.

Lê cudahiya azerî, farisî û tirkî li gel kurdî ew e ku ew bi piranî gemînasyona di peyvên ji erebî de diparêzin. Bo nimûne:

  • erebî: ḥetta, neqqaş, xeṭṭaṭ
  • tirkî: hatta, nakkaş, hattat
  • kurdî: heta, neqaş, xetat

Tirkî jî wek kurdî gemînasyona peyvên ji erebî li dawiya peyvên radike. Bo nimûne:

  • erebî: ḥecc, ḥeqq, xett
  • kurdî: hec, heq, xet
  • tirkî: hac, hak, hat

Lê di tirkî de gava ku vokalek dikeve dûv van peyvan, gemînasyon dîsa lê vedigere. Di kurdî de gemînasyon êdî li van peyvan venagere. Bo nimûne:

  • hakkımız (heqê me)
  • hacca gitti (çû hecê)

Degemînasyon di dengnasiya kurdî de

Bo beşa pêştir: Asîmîlasyon û dîsîmîlasyon di dengnasiya kurdî de

rehnas

Husein Muhammed

Niha jî kerem bikin li van awayên cuda yên peyvan binêrin:

  • şembî, şemî (roja piştî îniyê û berî yekşemê)
  • bend, ben
  • çend, çen

Niha di kurmanciya nivîskî de mirov bi piranî navên rojên hefteyê bi awayê -şem- dibîne:

  • şemî, yekşem, duşem, sêşem, çarşem, pêncşem

Lê di hinek devokan de navên rojên hefteyê bi awayê -şemb- tê dîtin:

  • şembî, yekşemb, duşemb, sêşemb, çarşemb, pêncşemb (yan: şembî, yekşembî, duşembî, sêşembî, çarşembî, pêncşembî

Gava ku mirov li lehceyên din yên kurdî dinêre, mirov wisa texmîn dike ku B di kurmancî de li van peyvan zêde bûye ji ber ku di soranî û zazakî de B di van peyvan de peyda nabe:

  • soranî: şemme, şeme
  • zazakî: şeme

Lê eger em li zimanên din binêrin, em ê bibînin ku B bi rastî di peyvê de hebûye. Bo nimûne:

  • farisî: شنبه (niha bi “şenbê”, bi gotin “şembê”, berê bi nivîsïn “şenbe”, bi gotin “şembe”)
  • partî: şembet
  • azerî: şənbə
  • ermenî: շաբաթ (šabatʿ)
  • siryanî: ܫܒܬܐ (šabbəṯāʼ)
  • îbranî: שבת (šabát)
  • akadî: šapattu
  • erebî: السبت (es-sebt)

Ji ber ku di van hemû zimanan (û di gelek zimanên din de jî ku me li vê derê rêz nekirine de) di peyva ”şemî/şembî” de B heye, wisa diyar e ku “şemî” forma guheriye û B jê ketiye, ne ku B li peyva “şembî” zêde bûye.

Lê gelo çima B ji “şembî” û navên din yên rojan ketiye lê wek din di gelek peyvan de maye?

Bo bersivdana vê pirsê, kerem bikin dîsa li awayên cuda yên peyva “şemî” bi soranî binêrin:

  • soranî: şemme, şeme

Wek ku tê dîtin, di soranî de d yek ji herdu awayên vê peyvê de du M hene. Sebebê peydabûna du M-yan di peyva “şemme” da asîmîlasyon e. Diyar e ku demekê di soranî de jî peyv bi awayê “şembe” bû lê paşî dengê M dengê B yê li dûv xwe bi asîmîlasyona dengî wek xwe lê kiriye anku kiriye M:

  • şembe > şemme

Lê wek ku tê zanîn, di kurdî de adeten du konsonantên wek hev li pey hev li hev nakin loma yek ji wan dikeve. Bo nimûne:

  • paş + şîv > paşşîv > paşîv

Navê vê diyardeya kitbûna dengên cot anku ketina yek ji du dengên wek hev yên li pey hev di zimannasiyê de degemînasyon (inglîzî: degemination) e.

Loma peyva soranî, ya ku carekê diyar e ku “*şembe” bû, bi asîmîlasyonê bûye “şemme” û dûv re jî bi gemînasyonê bûye “şeme”.

Peyva kurmancî “şemî” jî diyar e ku pêşî “şembî” bû, dûv re bi asîmîlasyonê bûbû “*şemmî” û paşî jî bi degemînasyonê bûye “şemî”.

Cudahiya dîroka dengnasî ya vê peyvê di kurmancî û soranî de ew e ku peyva kurmancî “şembî” neketiye ber asîmîlasyona dengnasî lê “şemî” pêşî ketiye ber asîmîlasyona dengnasî û paşî ketiye ber degemînasyonê jî wiha guheriye:

  • şembî + asîmîlasyon > *şemmî + degemînasyon > şemî

Peyvên soranî “şemme, şeme” herdu jî ketine ber asîmîlasyona dengî û forma asîmîlenebûyî “*şembe” qet di soranî de nemaye. Dûv re di hin devokên soranî de peyva “şemme” ketiye ber degemînasyonê û bûye “şeme” lê li hin deran jî forma “şemme” hatiye parastin.

Di dîroka dengnasiya kurdî de asîmîlasyona dengnasî û dûv re jî degemînasyonê tesîr li ser gelek peyvan kiriye.

Bo nimûne:

  • bend > *benn > ben
  • *dizd[1] > *dizz > diz

Tesîra asîmîlasyon û degemînasyonê ne tenê di dîrokê de lê niha jî li ser gelek peyvên kurdî heye, bi taybetî gava ku ew di hevokan de di axiftina bilez de tên bikaranîn. Bo nimûne:

  • çend > çenn > çen

Di soranî de peyva ”dest” ji ber asîmîlasyon û degemînasyonê bi piranî wek ”des” tê gotin û wiha peyda bûye:

  • dest > dess > des

 

______________________________________________

[1] Bi zazakî ”dizd”, bi farisî ”dozd”.

Asîmîlasyon û dîsîmîlasyon di dengnasiya kurdî de

Dengnasi

Husein Muhammed

 

Bi ruxseta we, em li awayên cuda yên çend peyvan binêrin:

  • saet, seet
  • pare, pere
  • quwet, qewet
  • Xedîca, Xecîca

Gelo sebebên peydabûna van awayên cuda yên eynî peyvan çi ne?

Asîmîlasyona dengan

Eger em li herdu peyvên pêşiyê binêrin, em ê bibînin ku di wan di desteya ”saet, pare” de A heye lê di varyantên wan yên din de ” seet, pere” de li cihê A-yê jî îcar E heye.

Baş tê zanîn ku ”saet, seet” ji erebî ساعة (sa’e[t]) hatiye anku di kîteya yekem de A heye lê di kurdî de di hin devokan de ew A bi E guheriye. Herwiha tê zanîn ku ”quwet, qewet” ji erebî قوّة (quwwe[t]) tê anku di kîteya yekem de U heye lê di kurdî de bûye E.

Herwiha eger em peyva ”pare, pere” bidin ber hevberên wê di farisî (berê ”pare”, niha ”parê”) û tirkî (berê ”pare”, niha ”para”), em ê bibînin ku di kurdî de di hin devokan de dîsa A bi E guheriye.

Lê em herwiha dizanin ku A herdem di kurdî de bi E naguhere. Bo nimûne, vexwarina giştî di farisî de ”ab” e û di kurmancî de jî ”av” e anku A wek xwe maye û nebûye E. Yan peyva ”Quran” ji erebî hatiye wergirtin lê di kurdî de A-ya wê nebûye E (anku nebûye *Quren).

Sebebê guherîna A bi E (pare > pere, quwet > qewet, saet > seet) asîmîlasyona dengan e.

Mebest ji asîmîlasyona dengan ew e ku dengek (vokalek an konsonantek) dengekî din yê nêzîkî xwe wek xwe lê dike:

  • pare > pere
  • saet > seet
  • quwet > qewet

Ji van nimûneyan çend diyarde û fenomenên giring yên asîmîlasyona dengî diyar dibin:

Vokal tenê vokalê dike wek xwe lê konsonantan nake wek xwe. Bo nimûne, di peyvên ”pare, saet” de A (ku vokal e) dibe E lê P, R, S yan T yên konsonant nabin E. Li aliyekî din, di navê Xedîca/Xecîca de (ji erebî Xedîce) C-ya konsonant D-ya konsonant ya berî xwe wek xwe kiriye C.

Ji peyva ”quwet” diyar dibe ku ne tenê A (ku di nimûneyên ”pare/pere, saet/seet” de bûbû E) lê herwiha U jî dikare bibe E: quwet > qewet.

Wek ku tê dîtin, di nimûneyên me de vokala paştir tesîrê li vokala pêştirî xwe dike û wê diguherîne û wek xwe lê dike. Ji vê diyardeyê re tê gotin ”asîmîlasyona regresîv” anku ”bişivirîna paşvero”. Ev tê wê maneyê ku dengê paştir dengê berî xwe diguherîne lê dengê pêştir dengê dûv xwe naguherîne.

Di gelek zimanên din jî yên hindûewropî de asîmîlasyona regresîv peyda dibe. Bo nimûne:

  • latînî: ”octo, lectus, subtus” > îtalî “otto, letto, sotto” (heşt, nivîn, bin)

Di hinek zimanên din de asîmîlasyon ne regresîv (paşvero) ye lê progresîv anku pêşvero ye. Ev tê wê maneyê ku (berovajî kurdî) dengê pêştir tesîrê li dengê dûv xwe dike.

Yek ji zimanên ku asîmîlasyona progresîv tê de serdest tirkî ye. Bo nimûne, di tirkî de paşgira pirhejmariya navdêran -lVr e. Li vê derê mebesta V-ya navbera l û r vokalek e. Eger di navdêrê de vokalên paşîn (a, ı, o, u) hebin, di bin tesîra wan de paşgira pirhejmariyê dibe -lar:

  • ayak (pê) > ayaklar
  • çocuk (zarok) > çocuklar

Lê eger di navdêrê de vokalên pêşîn (e, i, ö, ü) hebin, paşgira pirhejmariyê dibe -ler:

  • kedi (pisîk, kitik) > kediler
  • Türk (tirk) > Türkler

Di asîmîlasyona vokalan de di kurdî de wisa dixuye ku bi piranî dengên A dibin E. Lê wek ku ji nimûneya ”quwet” dixuye, U jî dikare bi asîmîlasyonê bibe E, lê ihtimalen bi rêya I:

  • quwet > qiwet > qewet

Lê di kurdî de bi asîmîlasyonê E nikare bibe A. Bo nimûne, tiştekî wiha di kurdî de ne mimkin e:

  • kevan > *kavan
  • zeman > *zaman

Eger peyva ”zaman” di demê yan di nivîsên hin kurdan de bên bihîstin an dîtin jî, ew ne ji tesîra asîmîlasyona dengî lê ji ber tesîra tirkî ye.

Dîsîmîlasyona dengan

Niha jî kerem bikin li van peyvan binêrin:

  • nivîn, livîn
  • nimêj, limêj

Ji bilî asîmîlasyonê, di kurdî de herwiha hinek dîsîmîlasyona dengan jî peyda dibe. Mebest ji dîsîmîlasyona dengan ew e ku ji du dengên wek hev yan nêzîkî hev yek diguhere.

Bo nimûne, di piraniya devokên kurmancî de doşek, lihêf, balguh, betenî û hwd. bi hev re ”nivîn” in (têkilî peyvên ”nivistin, nivandin” anku ”razan, razandin” yan ”raketin, ketin xewê”). Lê di hin devokan de peyva ”nivîn” bûye ”livîn” anku N-yek ji herdu N-yên peyvên guheriye û bûye L.

Carinan dîsîmîlasyon ji heman dengan pêk nayê lê ji du dengên nêzîkî hev yek diguhere û dibe dengekî ji wan cudatir an dûrtir. Bo nimûne, piraniya kurmancîaxivan ji duayên rotînî yên rojane yên misilmanan re dibêjin ”nimêj” (li hin deveran ”nivêj”, hevreha soranî ”niwêj”, zazakî ”nimac” û farisî ”nemaz” ku wek ”namaz” ketiye tirkî jî.)

Dengên N û M yên ”nimêj”ê gelek dişibin hev. Lê di hinek devokan de dîsîmîlasyona dengan di vê peyvê de çêbûye peyv ji ”nimêj”ê bûye ”limêj” anku L cihê N girtiye.

Wek asîmîlasyonê, dîsîmîlasyon jî di kurdî de regresîv anku paşvero ye. Anku dengê pêştir diguhere û dengê paştir wek xwe dimîne. Bo nimûne:

  • nivîn > livîn (ne *nivîl)
  • nimêj > limêj (ne *nilêj)

Me li destpêkê diyar kir ku peyva “saet” bi rêya asîmîlasyona dengan bûye “seet”.  Lê di hinek devokan de peyv bi awayê “siet” (si’et) tê gotin. Anku yek ji herdu dengên E guheriye û bûye I.

Awayê “siet” bi dîsîmîlasyona dengan wiha peyda bûye:

– saet > (bi asîmîlasyonê) seet (bi dîsasîmîlasyonê) > siet.

 

Kanîzar, hejmar 16

Hejmar16

SERNIVÎSAR

Kerem bikin hejmareke nû ya kovara zimanê kurdî Kanîzarê, xwandevanên hêja. Di vê hejmarê de jî em bi nêzîkî 250 rûpelan vekolîn û xebatên li ser zimanê kurdî bi kurmancî, soranî, zazakî û inglîzî dixin xizmeta we yên hêja de.

Di vê hejmarê de Husein Muhammed li ser baneşanan anku peyvên gazîkirinê (nîda, interjeksiyon, bi inglîzî interjection) di zimanê kurdî de pêşkêş dike. Nivîsarên wî yên din di vê hejmarê de li ser xebatên ziman(nas)î yên di navbera lehceyên kurdî de û herwiha li ser dengê J ne.

Ji Selîm Biçûk em vê carê nivîsareke li ser cînavên kurdî belav dikin. Halil Aktug jî li ser cînavên pirsyarkî ”kî, kê” dinivîse.

Zeynelabidîn Zinar li ser hokerên bêpîvan û bêkêşan dinivîse. Samî Tan hevalnavên (rengdêrên) kurdî dide nasîn.

Bahoz Baran ravekên kurmancî bi awayekî giştî dide nasîn. Ezedîn Rotîn û Ş. Dêrikî bi taybetî behsa qertaf û ravekên rewşa diyar ya navdêran dikin.

Rûken Sarili teoriyên li ser çawaniya peydabûna zimanî/zimanan pêşkêş dike. Abdusamet Yigit nêrînên xwe li ser morfolojiya hin peyvên kurdî dinivîse.  Amed Tigrîs hewl dide hemû pêşgir û paşgirên peyvsaz yên kurdî li gel nimûneyên wan rêz bike.

Çetoyê Zêdo li ser dîroka şanogeriya kurdî dinivîse û hewl dide hemû berhemên şanoyî rêz bike. Zeyneb Atli çend guhartoyên dastana Xecê û Siyabendî dide ber hev.

Bi soranî em nivîsa Baban Seqizî li ser rewşa zimanê kurdî bi taybetî li Rojhilata Kurdistanê belav dikin. Bi zazakî em beşek ji kitêba David Crystal ya li ser zimankujiyê pêşkêş dikin.

Bi inglîzî vê carê em hem li ser belavkirina berhema Rêbîn Kerîmî ya derbarê çemandina (tewandina) lêkerên kurdî berdewam dibin û hem jî dest belavkirina beş bi beş ya bawernameya doktorayê ya Laura Mahalingappa li ser hînbûna ergatîviyê di kurmancî de dikin.

Kerem bikin û kovara xwe Kanîzarê û bi hêviya ku hûn xêrê jê bibînin!

 

Vekin û bixwînin!

 

Sernivîsar, r. 2

Husein Muhammed
Baneşan (nîda) di kurdî de, r. 4

Selîm Biçûk
Cînav, r. 14

Halil Aktuğ
Nivîsîna cînavê ”kî, kê”, r. 31

Zeynelabidîn Zinar
Hokerên bêpîvan û bêkêşan, r. 35

Xebatên ziman(nas)î
di navbera lehceyên kurdî de, r. 43

Samî Tan
Hevalnav (rengdêr), r. 49

Dengnasî
Dengê J – peydabûn û guherîn, r. 69

Ezedîn Rotîn û Ş.Dêrikî
Qertafên diyariyê, r. 75

Rûken Sarili
Nêrînên li ser peydabûna zimên, r. 77

Bahoz Baran
Ravek, r. 80

Zinar Ednan Mele
Tesîra erebî û soranî li ser kurmancî, r. 92

Baban Seqizî
Awirêk li helumercî zimanî kurdî, r. 96

Amed Tigrîs
Pêşgir û paşgir, r. 107

Çetoyê Zêdo
Metnên şanoya kurdî, r. 149

Zeynep Sultan Atli
Berhevdana çend varyantên “Siyabend û Xecê”, r. 180

David Crystal
Daşinasnayîşê Kitabê “Qetlê Ziwanan”, r. 184

Murad Ciwan
Mirovê pirziman û miletê pirziman, r. 193

Xebatên zimanî di navbera lehceyan de

 

Husein Muhammed

Salanu

Wek diyarî bo mamê hêja Îsmaîl Şahîn

 

Van çend dehsalên dawiyê xebatên li ser lehceyên cuda yên zimanê kurdî zêde û berfireh bûne. Hin ji wan lêkolînan bi kurdî û hinek jî bi zimanên din in.

Lêkolînên zimanî yên bi kurdî adeten li ser wê lehceyê ne ku kitêb bi xwe jî pê hatiye nivîsîn. Bo nimûne, kitêbên zimanî/rêzimanî yên bi kurmancî bi piranî behsa taybetmendiyên kurmancî, yên bi soranî qala taybetmendiyên soranî û yên bi zazakî jî aqlebe behsa xusûsiyetên zazakî dikin.

Lê herwiha bi taybetî vê dawiyê hin berhem bi lehceyeke kurdî li ser lehceyeke din jî ya kurdî hatine pêşkêşkirin. Hinek ji van berheman hewl didin qisekerên lehceyekê hînî lehceya din bikin lê hinek jî tê dikoşin wekhevî û cudahiyên du yan zêdetir lehceyên kurdî bi xwandevanên xwe binasînin.

Hinek ji berheman kitêb an nivîsarên li ser rêzimanê ne. Hinekên din jî ferhengên dulehceyî yan pirlehceyî ne.

Di vê nivîsara xwe de em ê van xebatên bi lehceyeke kurdî li ser lehceyeke din ya kurdî binasînin. Herwiha wek diyariyeke bo sala nû ya 2018 em ê piraniya van berhemên hêja di malpera Zimannas de bixin ber destê xwandevanên kurdî.

Read More »