”Okyanûsa Giştgir” anku derbarê navlêkirinên ”ferheng”ê

Ferheng

Husein Muhammed

 

Gotineke navdar ya navneteweyî heye ku dibêje ”zarokên ezîz gelek nav hene” yan ”zarokên ezîz xwedî gelek navan in”.

Zarok û zuriyetên ezîz yên gelek zimannasan jî ferheng in. Loma ”ferheng” jî di kurdî û di gelek zimanên din de jî bi gelek navan tê nasîn.

Bo nimûne:

  • kurdî: ferheng, peyvname, bêjename, xebername, qamûs, lûxetname (bi soranî herwiha: wişename, wişedan)
  • farisî: ferheng, lûxetname, vajename, qamûs…
  • inglîzî: dictionary, lexicon, thesaurus, vocabulary, wordbook, wordlist

Tiştê balkêş di binavkirina ”ferheng”ê de ne tenê hebûna gelek navan e (gelek tiştên din jî çendîn nav hene) lê hê jî balkêştir ew e ka navên ferhengê ji kû tên yan ji kû hatine çêkirin.

Ev nivîsar dê hewl bide çend nimûneyên balkêş yên awayên binavkirina “ferheng”ê bide. Li dawiyê jî ew dê diyar etîmolojiya peyva “ferheng” bi xwe bide.

 

“FERHENG” DI ZIMANÊN EWROPÎ DE

Navend û Bakurê Ewropayê

Eger em ji Navend û Bakurê Ewropayê dest pê bikin, em ê bibînin ku peyvên wiha bi wateya “ferheng” peyda dibin:

  • almanî: Wörterbuch
  • holandî: woordenboek
  • danmarkî: ordbog
  • norwecî: ordbok
  • swêdî: ordbok
  • fînlandî: sanakirja

Wek ku tê dîtin, ji bilî peyva fînlandî, yên din gelek dişibin hev. Ew hemû li gor heman modelê hatine çêkirin û ihtimalen hemû wergerên yekser yên ji peyva almanî ne. Di van hemû zimanan de “ferheng” ji peyva bi wateya ”peyv, kelîme” û peyva bi wateya “kitêb, pirtûk” hatine çêkirin.

Tevî ku peyva fînlandî “sanakirja” gelek ji peyvên zimanên din cuda dixuye jî, ew jî li ber heman modelê ji peyvên “sana” (peyv) û “kirja” (kitêb) hatiye çêkirin.

Anku di van hemû zimanan de ”ferheng” bi awayê ”peyv-kitêb” yan jî bi awayekî baştir kurdîkirî “peyvname” hatiye binavkirin.

Di inglîzî de jî navekî ferhengê “wordbook” e ku dîsa li gor vê heman modelê ji peyvên “word” (peyv) û “book” (kitêb) hatiye çêkirin. Lê di inglîzî de peyva serdest ne “wordbook” lê “dictionary” ye.

 

Başûr û Rojavaya Ewropayê

Eger em niha li Başûr û Rojavaya Ewropayê binêrin, em ê bibînin ku awayê serdest yê binavkirina “ferheng”ê wiha ye:

  • fransî: dictionnaire
  • îtalî: dizionario
  • portugalî: dicionário
  • spanî: diccionario

Wek ku tê zanîn, ev hemû ziman “keçên” latînî ne anku ji latînî peyda bûne. Ev peyvên wan ji latînî dictionarium tên ku ji peyvên dictio (peyivîn, axiftin) û arium (cih, -geh) tên. Anku di van zimanan de “ferheng” tê wateya “axiftingeh, cihê axiftinê”.

Peyva inglîzî dictionary jî ji wê derê hatiye wergirtin tevî ku inglîzî ne ji latînî peyda bûye jî.

 

Rojhilata Ewropayê

Niha jî eger em berê xwe bidin Rojhilata Ewropayê, em ê bibînin ku di zimanên slavî de “ferheng” wiha ye:

  • bulgarî: ре́чник (réčnik)
  • sirbokroatî: ре̑чнӣк / rȇčnīk
  • çekî: slovnik
  • polonî: słownik
  • rûsî: слова́рь (ru) m (slovárʹ)

Wek ku tê dîtin, du peyvên ji hev cuda yên bi destpêkirina “slov-“ û “rêç-“ hene. Ew ji peyvên bi wateya “peyv, kelîme” hatine çêkirin ku di hinek ji van zimanan de “rêç” û di hinekên din de jî “slov” e.

Peyva rûsî bi paşgira “-ar’” hatiye çêkirin ku adeten navdêrên biker çêdike, wek paşgirên kurdî “-van, -kar”. Paşgira “-nîk” di zimanên slavî de pirwateyî ye lê yek ji wateyên wê jî dîsa “-van, -kar” e. Anku mirov dikare bibêje ku “ferheng” di zimanên slavî de wateya “peyvvan, peyvkar” e.

 

“FERHENG” LI ROJHILATA NAVÎN

Ermenî û tirkî

Bi ermenî û tirkî “ferheng” niha wiha tê binavkirin:

  • ermenî: բառարան (baṙaran)
  • tirkî: sözlük

Wek ku piraniya xwandevanan jê haydar in, “söz” di tirkî de wateya “peyv, kelîme, gotin” dide.

”-lVk”[1] paşgireke pirwateyî ye lê yek ji wateyên wê ”-dank, cihê têkirinê” dide, wek “çaydanlık” (çaydank). Bi vî awayî tê fehmkirin ku “sözlük” jî ji peyvên “söz” (peyv) û “-lük” (-dank) tê anku “sözük” dibe “peyvdank”.

Tirkî berê peyvên “kamus” (qamûs) û “lugat” (luxet) jî bi kar dianîn lê niha êdî dest ji wan hatiye berdan. Bo etîmolojiya wan li jêrtir binêrin.

Bi heman awayî peyva ermenî բառարան (baṙaran) ji peyva բառ (baṙ: peyv) û paşgira -արան (-aran: -dank) tê. Eslê paşgira “-aran” bi awayê “-a-ran” e û ew “-ran” bi xwe ji “-dan(k)” ya îranî ye. Bi gotineke din, բառարան (baṙaran) ya ermenî jî tê wateya “peyvdank”.

Bi ermeniya kevn ferheng բառգիրք (baṙgirkʿ) bû ku ji բառ (baṙ) û բառգիրք (girkʿ: name, kitêb) hatiye anku bi awayê “peyvname” bû.

 

“Ferheng” di erebî de

Di erebî de du peyvên bi wateya ”ferheng” li kar in:

  • قاموس (qamûs)
  • معجم (mu’cem)

Ji van herduyan ”qamûs” ji erebî bi ber firehî ketiye piraniya zimanên din jî yên misilmanan hem li Rojhilata Navîn, hem li Asyayê û hem jî Afrîkayê jî.

Vê dawiyê nivîserên hinek zimanan (bo nimûne kurdan, farisan û tirkan) dest ji bikaranîna peyva ”qamûs” berdaye ji ber ku bi texmîna wan eslê peyva ”qamûs” erebî ye.

Lê di rastiyê de eslê peyva ”qamûs” ne erebî lê yûnanî ye.

”Qamûs” ya erebî bi rêya siryanî ܐܘܩܝܢܘܣ (oqiyanos) ji peyva yûnaniya kevn ὠκεᾰνός (ōkêanós) anku ”okyanos, behra mezin” e. Sebebê ku peyva ”qamûs” ji ”behra mezin” bûye ferheng ew e ku navê yek ji giringtirîn ferhengên zimanê erebî bo demeke dirêj ferhenga القاموس المحيط (el-Qamûs el-Muḥīṭ[2] ya Feyrûzabadî[3] (1329–1414) bû.

Navê ferhengê wateya ”Okyanûsa Giştgir” dide lê paşî bi awayekî giştî wek ”el-Qamûs” hat nasîn û taliyê jî peyva ”qamûs” wateya hemû ferhengan girt.

Peyva ”ōkêanós” û ”qamûs” ji hev dûr dixuyin û dibe ku hinek xwandevan ecêbgirtî bibin ku çawa ”ōkêanós” bûye ”qamûs”. Lê eger mirov li hinek peyvên din yên yûnanî ku ketine erebî binêre, mirov dê bibîne ku ev guherîn ne ecêb in:

Diyardeyeke giştî ye ku erebî destpêka (û hin caran dawiya) gelek peyvên ji yûnanî wergirtî diavêje. Bo nimûne:

  • ”incîl” ji yûnanî εὐαγγέλιον (euangélion)
  • ”iblîs” (şeytan) ji yûnanî διάβολος (diábolos)
  • ”usquf” (isqof, metran, qeşe) ji yûnanî ἐπίσκοπος (epískopos)

Bo guherîna N/M bidin ber kurdî ”duşem(bî)” û farisî ”dûşenbê” yan kurdî ”Stembol” û tirkî ”İstanbul”.

Dengên -êa- yên peyva ”ōkêanós” di aramî û erebî de bûne -iy- û paşî ji peyva ”qamûs” ketine. Bo ketina ”-iy-” ji koma dengan ya ”-iya-” bidin ber kurdî ”giyan” û ”can” yan ”niyan” û ”nan” (wek ”tê nan, lê nan, pê lê nan…”).

Peyva din ya erebî ya bi wateya ”ferheng” معجم (mu’cem) e ku ne ji peyva ”qamûs” kêmtir ecêb e. Eslê peyva ”mu’cem” erebî ye û ew ji pêşgira ”mu-” û peyva عجم (’ecem) anku ”biyanî, xerîb” û herwiha ”ecemî, nezan, naşî, neşareza” ye.

Sebeb ew e ku berê di ferhenga de bi piranî peyvên biyanî yan peyvên kêmnaskirî dihatin rêzkirin û wateya wan dihat diyarkirin. Bi piranî ew peyvên biyanî bûn. Piraniya ferhengan ji xwe duzimanî ne û pê peyvên zimanekî ”biyanî” bi zimanekî din tên nasandin.

Ecêbiyeke din em ê li jêr bibînin: Hejmareke mezin ya zimanên misilmanan peyva لغة (lûxe, lûxet) anku ”ziman; peyv” ya erebî bi wateya ”ferheng” bi kar tînin lê erebî bi xwe ti caran wê bi wateya ”ferheng” naxebitîne.

 

Farisî

Di farisî de çendîn peyvên bi wateya ”ferheng” he(bû)ne:

  • ferheng, ferheng lûxet, ferhengname
  • lûxet, lûxetname
  • vajename
  • qamûs

”Qamûs” niha êdî hema-hema qet nayê bikaranîn.

”Vajename” vê dawiyê ji peyvên ”vaje” (peyv, bêje, kelîme) û ”-name” hatiye çêkirin. Bi qasî ku haya me jê heye û em li pey çûne, heta niha ew peyv di navê kêm ferhengên farisî de hatiye bikaranîn.

”Lûxet” demekê li kar bû û bi rêya farisî ev peyva bi eslê xwe li gelek zimanên din belav bûye:

  • tirkî: lugat
  • ozbekî: lug’at
  • ûrdûyî: luxat

Lê niha ev peyv jî êdî kêm di farisî de tê bikaranîn. Ew wek ”lûxetname” zêdetir li kar e. Bo nimûne, navê berfirehtirîn ferhenga farisî[4] لغت‌نامهٔ دهخدا‎ (lûxetnamei Dihxoda) ye anku peyva “lûxetname” li cihê peyva “ferheng” bi kar tîne.

Li aliyekî din, di navê gelek ferhengên farisî de peyva “ferheng” heye.[5]

Lê wateya bingehîn ya ”ferheng”ê di farisî de dîsa jî ne ”ferheng, peyvname” ye lê ”kultûr, çande” ye.[6] Di pehlewî de jî peyv bi awayê ”freheng” hebû ku wateya ”perwerde, ilm, zanist” dida.

Di farisî de lêkereke têkilî wê ya bi awayê ”ferhencîden” jî heye ku wateya ”terbiyet kirin, şîret kirin” dide.

Peyv ji pêşgira ”fer-” (ber-, per-) tê ku herwiha bo nimûne di peyva ”fer-man” de heye û pê wateya ”pêş, pêşve, ber bi pêşve”.

Dawiya peyvê anku ”-heng” jî ji peyva ”theng” ya îraniya kevn ya tê ku wateya ”kişandin, kêşan, rakêşan, hilkêşan, hilkişandin” dide. Ew ”heng” niha jî di lêkera farisî ”hencîden” (kişandin, kêşan), soranî ”hel-hêncan” (hilkişandin / hilkêşan) û kurdiya başûrî ”el-wincanin” (hilkişandin / hilkêşan) de li kar e.

Anku ”ferheng” bi eslê xwe yê wateya ”pêşvekişandin, pêşvebirin, pêşxistin” ku bi piranî bi rêya perwerde û terbiyetê dibe.

Sebebê ku ”ferheng”ê tevî vê wateya xwe jî manaya ”peyvname, bêjename, qamûs, kitêban peyvan” girtiye ew e ku ferhengvanan xwastiye navê berhemên xwe bikin ”ferheng” anku ”perwerde, terbiyet, ilm” û taliyê wateya peyva ”ferheng” bi rastî jî guheriye û bûye navê ”kitêba peyvan”.

 

Kurdî

Niha piraniya ferhengên kurdî (yên kurdî-kurdî yan jî yên kurdî-zimanekî din) peyva ”ferheng” di navê xwe de bi kar tînin.

Destpêka ferhengsaziya kurdî vedigere Ehmedê Xanî û sedsalan 17an. Lê bi qasî ku em haydar in, yekem ferhenga/ferhengoka ku navekî bi wateya ”ferheng” bi kurdî li xwe kiriye, ferhengoka ”Xebernama têrmînologîyê ji ermenîyê-kurmancî” ya Heciyê Cindî, Emînê Evdal û Cerdoyê Gênco ye ku sala 1936 hatiye weşandin.

Yekem ferheng berfireh ku peyva ”ferheng” lê hatiye kirin, ferhenga Çerkes Xudoyêvîç Bakayêv ya bi kurmancî-rûsî ye. Navê ferhengê Xebernama kurmancî-rusî ye û sala 1957 hatiye weşandin. Tenê salekê piştî wê herwiha ”Xebernama k’urdîye r̄astnvîsandinê” ya Emînê Evdal hatiye çapkirin.

Anku ferhengsazên pêşîn yên kurdî ne peyva ”ferheng” lê peyva ”xebername” li ferhengên xwe kiriye. ”Xeber” li vê derê bi wateya ”peyv, gotin, qise, kelîme” hatiye bikaranîn, wek di gotina ”xeber dan = axiftin, qise kirin” de, ne bi wateya ”nûçe, dengûbas” û bi taybetî jî ne bi manaya ”dijûn, sixêf”.

Yekem cara ku peyva ”ferheng” di navê ferhengeke kurdî de hatiye bikaranîn, li gor agahiyên me ”Ferhenga kurdî-rûsî” ya Qanatê Kurdo ye ku li Sovyetê hatiye weşandin. Heman salê beşa yekem ji ”Ferhengî Xal” ya Şêx Mihemed Xal e ku bi soranî li Başûrê Kurdistanê derketiye. Piştî çend salan, sala 1967 yekem li Bakurê Kurdistanê jî yekem ferhenga ku peyva ”ferheng” di navê xwe de bi kar aniye, ”Ferhenga Khurdî[7]-Tirkî” ya Mûsa Anter, derket.

Ji wê pê ve teqrîben di navê hemû ferhengên kurdî de peyva ”ferheng” hatiye bikaranîn. Lê di soranî de di navê kêm ferhengan de peyva ”wişename” hatiye bikaranîn ku ji peyvên ”wişe” (peyv, bêje, kelîme) û paşgira ”-name” hatiye. Ew bi zelalî ”kurdîkirina” peyva farisî ”vajename” yan jî peyva almanî ”Wörterbuch” e.[8]

Lê di soranî de jî, bi taybetî di nav kurdên Rojhilata Kurdistanê de, peyva ”ferheng” heta niha jî her bi wateya ”kultûr” tê bikaranîn. Di soraniya nivîskî de jî gelek caran wisa tê kirin. Bo nimûne, eger di Wîkîpediya soranî de mirov li peyva ”ferheng” bigere, ew dê mirovî bibe ser rûpelekê ku behsa kultûrê, ne behsa ferhengan, dike.[9]

Di kurmancî de jî peyvên wek bêjename û peyvname di hinek nivîsan de tên dîtin ku li ber vajename ya farisî, wişename ya soranî yan jî li ber peyvên hinek zimanên ewropî (bo nimûne almanî Wörterbuch yan swêdî ordbok) hatine çêkirin. Lê haya me jê nîne ku ew nav heta niha li ti ferhengên kurmancî yên çapkirî hatibin kirin.

 

Gelo peyva ”ferheng” bi kêrî navê ferhengan nayê?

Ji ber ku peyva ”ferheng” di farisî û li Rojhilata Kurdistanê bi wateya ”kultûr” jî tê bikaranîn, hin kes dixwazin peyva ”ferheng” bi kar neînin. Ew heta idia dikin ku peyva ”ferheng” wateya ”kitêba peyvên rêzkirî” nade û divê bi wê wateyê neyê bikaranîn.

Lê eger em li pey wateya eslê peyvê biçin, ”ferheng” wateya ”kultûr”ê jî nade û ew wateya ”pêşvekişandin, pêşkişandin”, wek ku li jor hatiye isbatkirin.

Tiştê giring ne ew e ka “ferheng” bi sedsalan yan bi hezarsalan berî niha bi çi wateyê bi kar dihat lê ew e ka ”ferheng” niha di nav piraniya xelkê de çi wate wergirtiye û çawa tê bikaranîn.

Piraniya ferhengên farisî û teqrîben hemû ferhengên kurdî bi peyva ”ferheng” hatine binavkirin. Di nav kurdan de, ji bilî kurdên Rojhilata Kurdistanê, peyva ”ferheng” tenê bi wateya ”kitêba peyvên rêzkirî” dinasin û bi kar tînin. Bo peyva ”kultûr” ji xwe ”kultûr” û gelek peyvên din hene.

Wek ku li jor hatiye diyarkirin, peyva bi wateya ”ferheng” di gelek zimanên din de jî yekser ne ji peyvên ”peyv” û ”kitêb” hatiye çêkirin.

Di inglîzî û gelek zimanên din jî yên ewropî de bo ”ferhengên hevwateyan” peyva ”thesaurus” tê bikaranîn. Ew ne wateya ”peyv”ê û ne jî manaya ”hevwate”yê nade lê bi eslê xwe ji yûnanî ye û θησαυρός (thēsaurós) wateya ”embar, mexzen, xezîne” dide. Ew yekem car sala 1852 di ferhenga Peter Roget ya bi navê Thesaurus of English Words and Phrases (Xezîneya peyv û biwêjên inglîzî) de hatiye bikaranîn û dûv re li ber wê modelê peyva ”thesaurus” wateya ”ferhenga hevwateyan” wergirtiye – bidin ber peyva ”qamûs” li jortir. Êdî her kes di inglîzî û gelek zimanên din jî yên ewropî de ”thesaurus” bi wateya ”ferhenga hevwateyan” bi kar tîne.

Peyva ”ferheng” jî di kurdî baş bi wateya ”kitêba peyvên rêzkirî” cihê xwe girtiye û bila wisa bimîne.

________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Li vir mebest ji V di “lVk” de vokalek e ku li gor peyva pê ve diguhere û dikare bibe “-lık, -lik, -luk, -lük”.

[2] https://www.waqfeya.com/book.php?bid=3636

[3] Li ser jiyana wî binêrin bi inglîzî https://en.wikipedia.org/wiki/Fairuzabadi yan bi erebî https://ar.wikipedia.org/wiki/%D9%85%D8%AC%D8%AF_%D8%A7%D9%84%D8%AF%D9%8A%D9%86_%D8%A7%D9%84%D9%81%D9%8A%D8%B1%D9%88%D8%B2%D8%A2%D8%A8%D8%A7%D8%AF%D9%8A.

[4] https://dictionary.abadis.ir/dehkhoda/

[5] Bo lîsteyeke ferhengên farisî binêrin: https://fa.wikipedia.org/wiki/%D8%B1%D8%AF%D9%87:%D9%81%D8%B1%D9%87%D9%86%DA%AF%E2%80%8C%D9%87%D8%A7%DB%8Ç%D9%88%D8%A7%DA%98%DA%AF%D8%A7%D9%86_%D9%81%D8%A7%D8%B1%D8%B3%DB%8C

[6] Bo nimûne, Wîkîpediya farisî di bin banê sernavê ”ferheng” de behsa kultûrê dike, ne behsa ”ferhengan”: https://fa.wikipedia.org/wiki/%D9%81%D8%B1%D9%87%D9%86%DA%AF

[7] Herfa H di peyvê de heye û Mûsa Anter wisa xwastiye diyar bike ku K bipif/bihilm/req (bi inglîzî ”aspirated”) e. Anter li ber hemû K-yên bipif wisa kiriye lê li aliyekî din, li ber Ç, P û T yên bipif wisa nekiriye.

[8] Yek ji kêm kesên (û belkî yekem kesê) ku peyva ”wise_name” di navê ferhenga xwe de bi kar aniye Cemal Nebez e ku bi dehan salan li Almanyayê jiyaye û ne dûr e ku ”wişename” wî wergereke yekser ji ”Wörterbuch” ya almanî be.

[9] https://ckb.wikipedia.org/wiki/فه‌رهه‌نگ

Leave a comment