MAFNAME – ferhenga dadnasî ya kurdî-inglîzî

Husein Muhammed

dadmendi

Mafname yekem ferhengoka peyvên dadnasî anku hiqûqî ya kurmancî ye. Ew salên 2000 – 2001 hatiye amadekirin. Hemû peyvên wê ji nivîsên heyî yên kurdî hatine wergirtin. Ew ne peyvên çêkirî ne lê peyvên wisan in ku yan di nav gel de hatine bihîstin yan jî di nivîsan de hatine dîtin û hatine berhevkirin.

Danerê ferhengokê, Husein Muhammed, hingê li zanîngehê dadnasî û wergerandina zimanê inglîzî dixwand. Niha ew wek dadnas kar dike.

Mafnameyê veke û bixwîne!