Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 2
Ev beşa duyem ya li ser peyvsaziyê ye. Dikarî herwiha beşa yekem bixwînî.
Husein Muhammed

Di peyvsaziyê de mebest ji dariştinê (derivation) çêkirina peyvan ji peyvên xwerû/sade bi alîkariya gireyan (afîks, qertaf, affix) e.
Gireyên dariştinê dikarin pêşpirtik (pêşgir, pêşqertaf, pêşbendik, prefîks, prefix) bin ku dikevin pêşiya peyva bingehîn:
- hêvî > bihêvî
- hêvî > bêhêvî
- rehet > nerehet
Gireyên dariştinê herwiha dikarin paşpirtik (paşgir, paşqertaf, paşbendik, sufîks, suffix) bin ku dikevin dawiya peyva bingehîn:
- hêvî > hêvîdar
- rehet > rehetî
Pêşpirtik û paşpirtik dikarin bikevin gel peyvên serbixwe (wek “hêvî” yan “rehet” li jor) yan jî rehên neserbixwe yên lêkeran:
- -zan- > nezan
- -zan- > zana
Du paşpirtik dikarin bikevin dûv hev jî:
- birîn > birîn-dar > hêvî-dar–î
Herwiha pêşpirtik û paşpirtik dikarin di heman demê de li gel eynî peyvê peyda bibin:
- hêvî > bê-hêvî-tî
- ket > der-ket-î
Gire herwiha dikarin navpirtik (navgir, navqertaf, navbendik, infîks/interfîks, infix/interfix) bin ku dikevin nava peyva bingehîn:
- vekirî > venekirî
- veşartî > veneşartî
- derketî > derneketî
Di kurdî de tenê –ne– wek navpirtika peyvsaz heye lê navpirtikên çemandinê / tewandinê zêdetir in jî lê ew peyvên nû çênakin, tenê karê çemandinê dikin:
- derkevin > derdikevin / dernakevin / dernekevin / derbikevin
Navpirtik dikarin herwiha wek cûreyeke pêşpirtikan jî bên hejmartin:
- ketî > ne-ketî > der–ne-ketî
Lê di hin peyvan de forma xwerû peyda nabe. Bo nimûne, em dizanin ku peyva ve-şart ji ve-şart-in pêk hatiye (bidin ber forma devokî ber-şartin û hevwateya wê ya soranî şardin-ewe) lê peyva *şartin wek peyveke serbixwe di kurdî de peyda nabe. Loma em neçar in ku ve- beşek bingehîn ji peyva veşartin hesab bikin. Loma gava ku em gireya –ne- li wê zêde dikin û dixin navbera ve- û –şartin, hingê –ne- bi zerûrî navpirtik e, ne pêşpirtik e. Lê li gel gelek peyvên din, ew dikarin wek pêşpirtika duyem bê hejmartin:
Read More »