Watenasî û wateguherîn (kitêb)

 

Watenasi

PÊŞGOTIN

Armanca serekî ya vê kurtekitêbê nasandina watenasiyê (mananasî, semantîk, bi inglîzî semantics) ye ku beşeke serekî ya zimannasiyê ye.

Piştî pêşkêşkirina watenasiyê, em ê herwiha cih bidin wateguherînê (managuherîn, bi inglîzî semantic change) jî anku çawaniya guherîna wateya peyvan û sebebên wan guherînan.

Ji bilî nimûneyên mişe û zehf yên nav tekstên beşa watenasî û watenasiyê, em ê li dawiyê jî peyva kurdî “ciwan” li gel wateyên wê yên cuda (1. xort, genc û 2. spehî, bedew, xweşik) bi berfirehî wek diyarde û fenomeneke watenasî û wateguherînê pêşkêş bikin.

 

Vekin û bixwînin!

 

NAVEROK
PÊŞGOTIN.. 5
  1. WATENASÎ 6
1.1.      DESTPÊK. 6
1.2.      WATENASÎ ÇI YE?. 7
1.3.      WATENASIYA PEYVAN.. 7
1.4.      TAYBETMENDIYÊN WATEYÎ 8
1.5.      TÊKILIYA PEYVAN.. 9
1.6.      HEVWATETÎ (Sînonîmî) 11
1.7.      DIJWATETÎ (Antonîmî) 14
1.8.      PIRWATETÎ 15
1.9.      NÛWATETÎ (neosemî) 18
  1. WATEGUHERÎN.. 19
2.1.      DESTPÊK. 19
2.2.      DU WATEYÊN WATEGUHERÎNÊ. 20
2.3.      AWAYÊN WATEGUHERÎNÊ. 21
2.3.1.       Berfirehbûn. 21
2.3.2.       Bertengbûn. 22
2.3.3.       Hilkişîn. 23
2.3.4.       Daketin. 24
2.3.5.       Şibandin yan mecazî 25
2.3.6.       Jêxistin. 27
2.3.7.       Hevfehmî 28
2.3.8.       Xurtbûn. 29
2.3.9.       Lawazbûn (meiosis) 29
2.3.10.    Bêqîmetkirin, heqaret. 30
2.3.11.    Xweşkirin. 31
2.3.12.    Mubalexe, mezinkirin. 32
2.3.13.    Lîtotes. 33
2.3.14.    Îronî 34
2.4.      SEBEBÊN WATEGUHERÎNÊ. 34
2.4.1.       Hokarên der-zimanî 35
2.4.1.1.        Guherînên aborî 35
2.4.1.2.        Bawerî 37
2.4.1.3.        Kultûr û tabû. 38
2.4.1.4.        Teknîk. 39
2.4.2.       Sebebên zimanî 41
2.4.2.1.        Wekhevîtiya wateyan. 41
2.4.2.2.        Berdewamiya wateyan. 42
  1. WATENASÎ Û WATEGUHERÎNA PEYVA CIWAN.. 44
3.1.      DESTPÊK. 44
3.2.      PIRWATETIYA PEYVA ”CIWAN”. 45
3.3.      HEVWATEYÊN PEYVA ”CIWAN”. 46
3.4.      ”CIWAN” DI ZIMANÊN LÊZIM DE. 47
3.5.      WATEGUHERÎNA PEYVA ”CIWAN”. 48
3.6.      Wateguherîna hevwateyên ”ciwan”ê. 49
3.7.      SERENCAM… 53
 

 

Vekin û bixwînin!

”Ciwan” wek diyardeyeke watenasî û wateguherînê

Husein Muhammed

 

Ciwani

keçeke ciwan

 

Ne li tevahiya Kurdistanê be jî, peyva ”ciwan” di piraniya devokên kurmancî û soranî de tê bikaranîn. Li hin deveran ew bi şiklê ”can” e (bo nimûne li Behdînan, li Kobanê û li Rihayê anku Urfayê). Li hin deveran jî ew bi awayê ”cihan” e (bo nimûne li hin derên Diyarbekirê).

Carinan heman peyv bi awayê ”cwan, cuwan, cûwan” jî di nivîsan de tê dîtin lê ew tenê tercîhên rastnivîsînê yên nivîskarên wan in û ji aliyê dengnasî ve ew ne ji forma ”ciwan” cuda ne.

Di vê kurtevekolînê de em ê ji çend aliyên zimannasî ve li vê peyvê binêrin.

Read More »

Hevalên derewîn di navbera kurdî û tirkî de

Husein Muhammed

hevalen-derewin2

Di zimannasiyê de mebest ji hevalên derewîn (bi inglîzî false friends) ew peyv in ku di du yan çend ziman an lehceyan de bi temamî wek hev an jî teqrîben wek hev hene lê maneya wan bi herdu zimanan an herdu lehceyan ne wek hev e.

Bo nimûne, peyva kurdî ”bar” di kurdî de maneya ”tiştên ku tên hilgirtin an raguhastin” (bi inglîzî ”load, burden”, bi tirkî ”yük”) e. Di inglîzî de jî peyva ”bar” hene lê di wî zimanî de ew maneya ”tiştên tên hilgirtin” nade lê wateya ”meyxane, bîrxane, cihê vexwarina madeyên alkoholîk” dide.[1]

Di zimannasiyê de ”bar” ya kurdî ya bi maneya ”tiştên ku tên hilgirtin an raguhastin” û ”bar” ya inglîzî ya bi wateya ”meyxane, bîrxane” hevalên derewîn in ji ber ku ew bi ser ve (bi deng û nivîsîna xwe) wek hev in an pir nêzîkî hev in lê bi wate anku maneya ne wek hev in.

Me di nivîseke pêştir de bi berfirehî behsa hevalên derewîn di lehce û devokên kurdî de (bi taybetî di navbera kurmancî û soranî de) kiriye û ew nivîs dikare ji vê derê were xwandin:

https://zimannas.wordpress.com/2015/12/14/hevalen-derewin-di-kurmanci-u-sorani-de/

Di vê nivîsarê em ê lîsteyeke ”hevalên derewîn” di navbera kurdî û tirkî de bidin. Li aliyê çepê em peyva kurdî pêşkêş dikin û li ber wê jî maneya wê bi kurdî didin. Li aliyê rastê jî em ”hevala wê ya derewîn” ya tirkî didin û maneya wê jî bi kurdî pêşkêş dikin.

Read More »

Bilbil çawa dizanin bixwînin?

Husein Muhammed

bilbil

Hevalekî li ser dîwarê xwe yê Facebookê pirsiye ka gelo çima kurdên Bakur bi mebesta strangotinê dibêjin “kilam xwendin”.

Gelek bersiv jê re hatine. Hin kesan guman kiriye ku ew wergera okumak ya tirkî ye ku bi maneya xwe ya bingehîn xwandin/xwendin e lê herwiha bi wateya stran gotin jî tê bikaranîn.

Di rastiyê de wateya eslî ya peyva tirkî okumak ne xwandin e lê gazî kirin, bang kirin, deng kirin e. Sebeb ew e ku okumak peyveke wisa ye ku ji dîroka xwandin û nivîsînê (bi kêmanî di nav tirkan de) kevntir e.

Lê dîsa jî stran xwandin, kilam xwandin ne ji tesîra tirkî ye.

Rast e ku di kurdî de maneya bingehîn ya peyva xwandin an xwendin niha pêdeçûna nivîsan e. Lê li gel wê, herwiha çendîn wateyên din jî yên xwandin/xwendinê hene.

Herdem kurdan bi helbestkî gotiye: Bilbil li ser darê dixwîne.

Bi farisî jî خواندن (xʷanden) ne tenê xwandina kitêban lê herwiha stran gotin e jî: “avaz xʷanden” (stran gotin).

Xwandin/xwendin peyveke pir qedîm e û rehên wê digihin makezimanê proto-hindûewropî jî û ev peyv gelek ji berî hebûna nivîsan hebûye. Ew ji peyva proto-hindûewropî *swenh₂ e.

Di sanskrîtî de ew स्वनति (svánati)  û di avestayî de 𐬓𐬀𐬥𐬀𐬝 (xᵛanat̰) bû û di herduyan de jî wateya “deng kirin” dida.

Hevrehên wê di gelek zimanên hindûewropî de niha jî hene û bi wateya dengan in, bo nimûne rûsî звон (zvon: zingîn, dengê zengilê), bulgarî звънец (zvǎnéc: zengil, zeng), latînî sonus (deng) > inglîzî sound (deng).

Maneya kevnar ya “xwandin/xwendin”ê bi rastî jî “deng kirin, gazî kirin, bang kirin, qîrîn” e û peyva “xwandin/xwendin” bi xwe ji hebûna nivîsînê gelek kevntir e.

Bo guherîna SW- ya proto-hindûewropî bi XW- di zimanên îranî de, bidin ber: xwarin, xwe, xwişk

Bo guherîna wateyê, bidin ber erebî قرأ (qere’e) ku niha manaya “xwandin/xwendin” dide lê bi eslê xwe wateya “gazî kirin, bang kirin” dida. Hevreha wê ya îbrî/îbranî קרא (qara) niha jî ji bilî wateya “xwandin” herwiha manaya “gazî kirin, bang kirin, qîrîn” dide.

Dîsa heman peyv bi aramî/siryanî ܩܪܐ (q-r-a-) hem wateya “gazî kirin, bang kirin, qîrîn” û hem jî wateya “xwandin”ê dide.

Peyvên kurdî “qêrîn, qîrîn” (bi dengekî bilind gazî kirin an girîn) jî ji vê peyva aramî/siryanî hatine (bi zêdekirina paşgira lêkersaz ya kurdî/îranî -în).

Peyva Qur’an jî ji eynî rehî ye.

Herwiha peyva inglîzî read niha wateya “xwandin/xwendin dide lê berê wateya wê “rêz kirin” bû û hevreha “rêz” û “rast” yên kurdî ye:

https://en.wiktionary.org/wiki/read

Her çar peyvên van zimanan bi eslê xwe ji hebûna nivîs û xwandinê kevntir in lê bi peydabûna xwandinê re wateya wê (jî) guheriye.

Kurt û kurmancî: Bihêlin, bila bilbil jî bixwînim û mirov jî stran û kilaman jî bixwînin.

 

 

Heywan bi mecazî

HEYWAN1

Kovara Kanîzar bi hevkarî li gel koma ”Zimanê Kurdî” li ser Facebookê

Hejmareke ne kêm ya navên heywanan ne tenê bi maneya wan heywanan lê herwiha li cihê hin rengdêran wek sifet bo behskirina mirovan jî di kurdî de tên bikaranîn. Gotinên wek, ”filan kes ker e” anku bêaqil e, ”bêvan kes bilbil” anku bo axivînê zîrek e yan ”filan kec_/jin xezal e” anku spehî û delal e, di kurdî de pir tên bikaranîn.

Li ser vê mijarê, me suhbet di koma ”Zimanê Kurdî” ya li ser Facebookê de vekir û ji endamên komê pirsî, gelo navê c_i heywanan bi mecazî wek rengdêr tên bikaranîn.

Kerem bikin li encamên pirsa me binêrin.

 

baz şerxwaz; wêrek

beran serhişk, bêtirs

beraz xirab, neqenc, bedxwaz, bedniyet

berx delalî, dilber, ezîz, xweştivî, xoşewîst

bilbil xweşbêj, xweşaxiv, zûaxiv, zûbêj

bizin biînat, serhişk

caş, cehş dijminê gelê xwe, xaînê miletê xwe

çêl, çêlek zêde qelew

dêl, dêhl, dêhlik qehbe, fahîşe, jinên bêedeb

dîk, dîkil qurre, metho, pozbilind

elok pozbilind, metho, xwemezinker

fêrik (çûçelkên mirîşkan) keçên spehî

ga, gamêş zêde mezin, zêde gir

golik zêde gir yan qelew

gur, gurg çavbirsî, çarbirçî, hesûd; hov, dirrinde

hacîreşk, hechecîk pîroz

heywan bêedeb, bêmarîfet, nezan

hêştir nelihev, zêde dirêj û loma kirêt

hirç gir, girs, zexm; tirsnak; bêserûber, porr-neşehkirî

hût pirr gir û zexm; zêde bixwere

karik nesekinî, netebitî, şûm, neqet

kavir gêj, bêhay

keftar rezîl

ker bêaqil, bêhiş, nezan, cahil

kevok aştîxwaz; evîndar; spehî

kirnî xwînmêj

kund bedbext, wêranî

kurebeşk qelew

kûçik kole, bindest (bidin ber se, seg)

kûsî, kûsele hêdî, ne bilez

legleg zêde dirêj û zeîf

mar xirab, bêwijdan, bêbext

meqesok biziyan e lê hay ji xwe nîne

meymûn kirêt, kirh, ne spehî; bêedeb

mêrû, mûrî hûrik, pir biçûk

mêşa mirî tembel, tiral, keslan, bêxîret

mih, mî sernerm; newêrek; miskîn, bêdeng

mirîşk newêrek; xewto, pirxew

pepûk reben, perîşan, bêçare

piling wêrek, cesûr, bicesaret, bêtirs

qijak zeîf, qels

rovî, rûvî hîlebaz, hîleker, teşqeleçî

qaz spehî, bedew, xweşik, ciwan, delal

se, seg pîs, heram

şêr wêrek, cesûr, bicesaret, bêtirs

tajî beza, zûbez, kesê ku bi lez dibeze

têtî tenê, bêkes

werdek keça meşa wê bi şox û şeng

xezal spehî, bedew, xweşik, ciwan, delal

 

 

Wateguherîn (beşa 3)

Bo beşên pêştir binêrin: beşa 1 û beşa 2

Bo hemû vekolîna li ser wateguherînê, binêrin: Wateguherîn 

HuseinHS

Husein Muhammed

 

SEBEBÊN ZIMANΠ

Di wateguherînê de mebest ji sebebên zimanî ew sebeb û ho û hokar in ku ji ber sîstema zimanî bi xwe wateguherînê peyda dikin. Mirov dikare sebebên zimanî di wateguherînê de wiha rêz bikin:

  • wekhevîtiya wateyê
  • berdewamiya wateyê
  • jêxistina beşên peyvan
  • jihevcudakirina hevwateyan

Kerem bikin em li jêr li her yekê ji van sebeban û çend nimûneyên ji wan binêrin.

 

WEKHEVÎTIYA WATEYAN

Yek ji sebebên serekî yên berfirehbûna wateyê wekheviya du yan çend tiştan e ku yek ji wan navê xwe dide yên din jî. Bo nimûne, peyva “ser” bi eslê xwe maneya “beşa jorîn ya leşê mirovan” dide. Lê ji ber wekhevî yan şibandinê, “ser” ew di gotinên wiha de jî li kar e:

  • Serê çiyayan biberf e.
  • Kitêb li ser maseyê ye.
  • Serê vê mehê (destpêka vê mehê)
  • Serekî/serikekî pîvazan/kelemiyan

Wekhevîtî û şibandin dikare bi çendîn awayên ji hev cuda be:

  • wekheviya şiklî: serekî/serikekî pîvazê, didanên/diranên mişarê/birrekê, gerdena şûşeyan/botlan, çavê rojê…
  • wekhevîtiya cihî: serê çiyayî (beşa jorîn ya çiyayî), serê mehê (heçku mirov ji serî dest pê bike û heta binî here), li ser maseyê/mêzeyê (li cihê jorîn yê maseyê/mêzeyê), li pişta xanî, li tenişta mala me, li kêleka dikanê…
  • wekhevîtiya erkî/karkirinê: destên/destikên biviran…
  • wekhevîtiya rengan: bo nimûne di hin zimanên ewropî de peyva “orange” hem tê maneya “pirteqal, narinc” û hem jî rengê “pirteqalî, narincî”. Di kurdî de jî navê hin rengan ji navê fêkiyan yan riwekên din tên çêkirin lê bi paşgira “-î, -yî”: “pirteqalî, qehweyî…”
  • wekhevîtiya aloz: wekhevîtî û şibandina bi çendîn awayên li jor. Bo nimûne, “piyên/pêpikên maseyan/mêzeyan” ku bi şikil, cih û erkên xwe wek hinekî dişibin piyên mirovan: beşa jêrîn in, şiklê wan wek lingan dirêj e û mase xwe li ser digirin wek ku mirov jî xwe li ser piyên/lingên xwe radigirin.

 

BERDEWAMIYA WATEYAN

Di wateguherînê de mebest ji berdewamiya wateyan (contiguity of meanings) ew e ku wateya du tiştan wisa têkilî hev e ku tiştek ji wan parçeyek ji tişta din e yan jî pê ve girêdayî yan jî li rex wê ye.

Ev berdewamî dikare bi çendîn awayan be. Bo nimûne:

  • madeyê ku tiştek jê hatiye çêkirin yan jî tê de heye dikare bibe navê wî tiştî: “agir” bi maneya “heste / çeqmaq” yan “sope, argûn, kuçk”
  • navê cihê ku lê hatiye çêkirin yan jê tê ye dikare bibe navê wî tiştî: “pirteqal / porteqal” ji navê welatê Portugalê, “Qesra Spî” bi maneya “hikûmeta Amerîkayê” yan “Hewlêr” bi wateya “hikûmeta Kurdistanê”, “hamburger” ku bi eslê xwe maneya “hamburgî, xelkê bajarê Hamburgê li Almanyayê” dide lê navê xwe daye hin sandwîçan
  • navê dahêner, keşaf û îcadkeran gelek caran dibe navê wan tiştan yan wan deveran: Kolumbiya (ji navê Kristofer Kolumbus), Amerîka (ji navê Amerigo Vespucci), wat (yekeya elektrîkê, ji navê endazyar James Watt), sandwîç (ji navê Lord Sandwich)
  • navê nivîskar yan danerê tiştekî dikare wek navê berhemên wî were bikaranîn: Ew ji Picasso hez dike (anku ji tabloyên wî), ew Shakespeare werdigerîne (anku berhemên wî)
  • navê tiştekî dikare wek navê naveroka wê were bikaranîn: “çaydank dikele” (mebest çaya tê de ye, ne ku çaydank bi xwe dikele).

Wateguherîn

 

husein

Husein Muhammed

 

Mirov gelek caran di lehceyên heman zimanî de hin peyvan dibîne ku bi temamî yan gelek nêzîkî hev in lê dîsa jî maneya wan ji hev cuda ye. Bo nimûne, di kurmancî de “pir, pirr” tê maneya “gelek, zehf, mişe, zor” lê di soranî û zazakî de heman peyv wateya “tijî, dagirtî” dide. Dîsa hem di kurmancî û hem jî di soranî de peyva “mil” heye lê di soranî de ew maneya “mil” ya kurmancî nade lê wateya “stu” ya kurmancî dide. Di kurmancî bi xwe de jî li hin deveran “ciwan, law” li hin deveran maneya “xort, genc” didin lê li hin deveran jî wateya wan “spehî, xweşik, rind, keşxe” ye.

Ev wekheviya peyvan û di heman demê de cudahiya wateya wan ne tenê di lehceyên heman zimanî de lê herwiha di zimanên lêzim û zimanên cîran de jî diyar e. Bo nimûne, “xerab” di erebî de tê maneya “kavil, wêran, xopan” lê di kurdî de “xerab, xirab” maneya “nebaş” dide. Di kurdî de “xalet, xaltî” û di farisî de jî “xalê” bi maneya “xwişka dayika kesekî” ne lê di tirkî de peyva ji eynî rehî “hala” maneya “met, xwişka babê kesekî” dide.

Sebebê cudahiya maneya peyvên ji eynî rehî wateguherîn anku guherîna wateyê ye.

Di zimannasiyê de mebest ji wateguherînê (maneguherînê, bi inglîzî semantic change, semantic shift) guherîna wateya anku maneya peyvan e. Wek prensîp, maneya peyvê dikare bi temamî bighere anku wateya wê bi carekê ji tiştekî bibe tiştekî bi temamî vê cuda. Lê di pratîkê de bi piranî maneya peyvê tenê hinekî diguhere.

Di vê nivîsarê de em ê hem li ser awayên wateguherînê û hem jî li ser sebebên wateguherînê rawestin. Mebest ji awayên wateguherînê ew e ka wateya peyvan çawa yan bi çi awayan diguhere. Merem ji sebebên wateguherînê jî ew e ka wateya peyvan çma yan ji ber çi diguhere.

Bo diyarkirina awayên guherîna wateya peyvan, em ê çendîn nimûneyan ji peyvên kurmancî li gel hevrehên wê anku peyvên ji eynî rehî di zaravayên din yên kurdî de û di zimanên din yên lêzim (îranî, hindûewropî) yan cîran (erebî, tirkî) bidin bo ku guherîna maneya van peyvan bi nimûneyan bipeyitînin û biselmînin.[1]

Bo sebebên wateguherînê em ê berê xwe bidin hokar û faktorên civakî, kultûrî siyasî û teknîkî daku fehm bikin ka bo çi wateya peyvan wisa guheriye wek ku guheriye.

 

Read More »

Wateguherîn (beşa 2)

Bo beşa pêştir binêrin: Wateguherîn (beşa 1)

_____________________________

Husein Muhammed
husein

DU WATEYÊN WATEGUHERÎNÊ

Mebesta me ji wateguherînê du diyarde ne:

  • neqilbûna wateya peyvê
  • zêdebûna yek yan çend wateyên din jî ji heman peyvê re

Bo nimûne, wateya peyva “beg” di navbera zimanên îranî yên kevn û niha de neqil bûye ji ber ku di zimanên îranî yên kevn de “beg” maneya “xweda, xwedê” dida û niha wateya “axa, serokên feodal” dide. Berevajî wê, di peyva “mişk” de wateya peyvê neqil nebûye lê wateyeke din jî li peyvê zêde bûye: Berê “mişk” di kurdî de navê heywanekî bû û niha jî navê eynî heywanî ye lê herwiha wateyeke din jî li peyvê zêde bûye: “mişkê kompûteran”.

 

SEBEBÊN WATEGUHERÎNÊ

Gelo çima wateya peyvan diguhere? Çima wateya peyvekê berfireh dibe, teng dibe yan ji tiştekî neqil dibe yekî din?

Mirov dikare sebebên guherîna wate anku maneya peyvan li ser du beşên serekî parve bike:

  • hokarên zimanî: sebebên ji ber sîstema zimanî ku ziman li ser ava bûye û pê diperese anku pêşve diçe
  • hokarên der-zimanî: sebebên civakî (aborî, bawerî, kultûrî, siyasî, teknîkî, xwezayî, zanistî…)

Kerem bikin em bi nimûneyan bi van herdu diyardeyan binêrin.

Read More »

Wateguherîn (beşa 1)

mil

Husein Muhammed

Mirov gelek caran di lehceyên heman zimanî de hin peyvan dibîne ku bi temamî yan gelek nêzîkî hev in lê dîsa jî maneya wan ji hev cuda ye. Bo nimûne, di kurmancî de “pir, pirr” tê maneya “gelek, zehf, mişe, zor” lê di soranî û zazakî de heman peyv wateya “tijî, dagirtî” dide. Dîsa hem di kurmancî û hem jî di soranî de peyva “mil” heye lê di soranî de ew maneya “mil” ya kurmancî nade lê wateya “stu” ya kurmancî dide. Di kurmancî bi xwe de jî li hin deveran “ciwan, law” li hin deveran maneya “xort, genc” didin lê li hin deveran jî wateya wan “spehî, xweşik, rind, keşxe” ye.

Ev wekheviya peyvan û di heman demê de cudahiya wateya wan ne tenê di lehceyên heman zimanî de lê herwiha di zimanên lêzim û zimanên cîran de jî diyar e. Bo nimûne, “xerab” di erebî de tê maneya “kavil, wêran, xopan” lê di kurdî de “xerab, xirab” maneya “nebaş” dide. Di kurdî de “xalet, xaltî” û di farisî de jî “xalê” bi maneya “xwişka dayika kesekî” ne lê di tirkî de peyva ji eynî rehî “hala” maneya “met, xwişka babê kesekî” dide.

Sebebê cudahiya maneya peyvên ji eynî rehî wateguherîn anku guherîna wateyê ye.

Di zimannasiyê de mebest ji wateguherînê (maneguherînê, bi inglîzî semantic change, semantic shift) guherîna wateya anku maneya peyvan e. Wek prensîp, maneya peyvê dikare bi temamî biguhere anku wateya wê bi carekê ji tiştekî bibe tiştekî bi temamî vê cuda. Lê di pratîkê de bi piranî maneya peyvê tenê hinekî diguhere.

Di vê nivîsarê de em ê hem li ser awayên wateguherînê û hem jî li ser sebebên wateguherînê rawestin. Mebest ji awayên wateguherînê ew e ka wateya peyvan çawa yan bi çi awayan diguhere. Merem ji sebebên wateguherînê jî ew e ka wateya peyvan çma yan ji ber çi diguhere.

Bo diyarkirina awayên guherîna wateya peyvan, em ê çendîn nimûneyan ji peyvên kurmancî li gel hevrehên wê anku peyvên ji eynî rehî di zaravayên din yên kurdî de û di zimanên din yên lêzim (îranî, hindûewropî) yan cîran (erebî, tirkî) bidin bo ku guherîna maneya van peyvan bi nimûneyan bipeyitînin û biselmînin.[1]

Bo sebebên wateguherînê em ê berê xwe bidin hokar û faktorên civakî, kultûrî siyasî û teknîkî daku fehm bikin ka bo çi wateya peyvan wisa guheriye wek ku guheriye.

Read More »

Hevalên derewîn di kurmancî û soranî de

Husein Muhammed

hevalen-derewin

Di zimannasiyê de mebest ji hevalên derewîn yan jî hevalên çewt (bi inglîzî false friends) ew peyv in ku bi temamî yan pirr wek hev in lê di ziman yan zaravayên cuda de yan jî li deverên cuda wateya anku maneya wan ji hev cihê ye.

Mirov bawer dike ku ew peyvên nas in lê dibe ku mirov xelet wan fehm bike yan bi kar bîne. Navê peyvên wisa hevalên derewîn yan hevalên çewt e.

Bo nimûne, peyva pirr (pir) di kurmancî, soranî û zazakî de heye lê di kurmancî de wateya wê gelek, zehf, mişe ye lê di soranî û zazakî de maneya wê tijî, tije, mişt, dagirtî ye.

Dîsa peyva ”mil” di kurmancî de maneya “beşa jorîn ya destan” dide lê di soranî û zazakî de wateya ”stû” dide.

Di kurmancî de peyva ”kin” li hin deveran heye û maneya “kurt, ne dirêj” dide. ”Kin” di hin devokên soranî de jî heye lê maneya “(li) ba, (li) cem, (li) nik” dide.

Di kurmancî de peyva ”kir” forma dema borî ji lêkera “kirin” e. Lê di zazakî de ”kir” maneya ”kîr” ya kurmancî dide.

Di kurmancî bi xwe de jî bo nimûne peyva ”poz” li hin deveran maneya “difin, bêvil, kepî, organa bêhnkirinê” dide lê li hin deran jî maneya wê ”qûn” e. Wateya peyva ”pêsîr” li hin deran “bersîng, paxil, memik, çiçik” e lê li hin deran jî ew maneya “navran, navbera herdu piyan” dide.

”Parzûn” li Behdînan çanteyê rîsî yê pişta bêrîvanan e. Lê li Mêrdînê heman ”parzûn” tûrikê dawerivandina penîrî ye.

Di kurdî de ”boş” maneya ”pirr, mişe, zehf” dide. Lê ”boş”a tirkî bi wateya ”vala, xalî” ye.

Di soranî de ”şit” maneya ”tişt” dide. Lê di inglîzî de ”shit” (bixwîne: şit) wateya ”gû, pîsatî” dide.

Di înglîzî de ”gift” maneya “diyarî, hediye” dide lê di almanî de maneya wê ”jehr” e û di swêdî de jî ”zewicî” ye.

Peyvên wiha di navbera ziman, zarava û deverên cuda de bi hezaran hene. Heta mirov dikare bibêje ku ”hevalên derewîn” ji ”hevalên rastîn” zêdetir in.

Dibêjin yekî hekarî li Helebê çûye xwaringeha yekî efrînî û pirsiye:
— Çi heye?
— Gî heye. (bi efrînî: gî = gişt, hemû, her tişt)
— Çawa gî?! (bi hekarî: gî = gû, pîsatî)

Li jêr em lîsteyeke netemam a hevalên derewîn di navbera kurmancî û soranî de didin.

Read More »