Husein Muhammed
Tiştekî aşkera û diyar e ku hemû kurd di fehmkirina ji hev de zehmetiyê dikêşin. Mebesta min li vê derê ne dîtinên siyasî, civakî yan dînî ne. Ez behsa zehmetiyên zimanî dikim.
Zehmetiyên fehmnekirina ji zimanê hev di nav kurdan de baş tê nasîn û gelek caran tê behskirin. Hin sebebên vê tênegihiştinê gelek tên dubarekirin: 1) hebûna lehceyên cuda û 2) hebûna alfabeyên cuda.
Helbet ew herdu sebeb jî tesîrê li kêmbûna têgihiştinê dikin. Lê bi min ew ne sebebên serekî ne:
- Hebûna gelek lehceyan bi ti awayî ne xusûsiyeteka zimanê kurdî ye: di her zimanî de lehce hene û ew pirr ji hev cuda ne jî.
Gelek peyv li gor devokan diguherin lê piraniya guherînan wisa biçûk in ku tesîrê li ser fehmkirinê nakin. Bo nimûne, di kurmancî de bi maneya ”vê gavê” peyvên wek ”niha, niha, niho, nika, noke…” li kar in. Lê kurmancîaxivên ku bi devoka xwe peyva ”niha” bi kar bînin jî, dikarin bi hêsanî ji peyvên ”niho, nika, noke” fehm bikin.