Kürdistanin 4 şehirin etimolojisi

Bi kurdî

_____________________

yazar: Husein Muhammed

çevirmen: Bedel Encu

 

Son zamanlarda Cizre, Gever, Colemêrg ve Şirnex (Şırnak) kentleri statülerinin değiştirilmesi gündeme geldi. Türkiye Hükümeti, Cizre ve Gever’i (Yükekova) şehir statüsüne çıkarıp, Şırnak ile Hakkari’yi ilçe yapmayı planladığını açıkladı.

Talep üzerine konuya ilişkin yaptığım küçük bir araştırmayı sizinle paylaşmak istiyorum.

cizir

Read More »

DIHOK Û DIHÊN DIN

Husein Muhammed

Dihok an Duhok sêyem bajarê herî mezin yê Başûrê Kurdistanê, paytextê parêzgeha Dihokê û mezintirîn bajarê kurmancîaxiv yê devera Behdînan anku herêma kurmancîaxiv ya Başûrê Kurdistanê ye. Serjimêrî anku gelhe yan nifûsa wê niha bi esehî nayê zanîn lê nêzîkî yan zêdeyî milyonekê ye.

Ji ber mezinahî û delaliya wê, yek ji bernavên wê ”Bûka Behdînan” e.

Dihok

Li ber van gotinan, belkî bi gelek kesan xerîb be ku navê Dihokê bi ihtimaleke gelek mezin ji peyvên ”dih-ok” pêk tê ku maneya ”gundik, gundê biçûk” dide.

Li ser etîmolojiya ”Dihok, Duhok”ê herwiha teoriyeke din jî heye ku dibêje ”Duhok” ji ”du” (2) û ”hok” (mist, lep) pêk tê ji ber ku – li gor gotinan – mîrek li wê derê hukimdar bû û her kesê ku barek di wê derê re derbaz dikir, mîr du mist ji berhemê wî (bo nimûne barê genimî) bo xwe radikir. Ev teorî bi zelalî çêkirî û ne rast e:

Read More »

Navê “Hewlêr”ê ji kû tê?

Me duhî di nivîsareke xwe de behsa etîmolojiya van çar bajar û bajarokên Kurdistanê kir: Cizîr, Colemerg, Gever, Şirnex.

Werin em îro ji Bakurê Kurdistanê derbazî Başûrê Kurdistanê bibin û li reh û rîşên bajarekî wê derê binêrin:

Hewler

Hewlêr anku Erbîl navê paytextê Başûrê Kurdistanê ye. Di zimanê nivîskî de bi kurdî zêdetir forma Hewlêr tê nivîsîn û Erbîl wek navê bi erebî yê vî bajarî tê hesibandin.

Di kurmancî de jî di nivîsînê de forma serdest Hewlêr e. Lê ev van salan ji medyaya soranî wek “Hewlêr” ketiye medyaya kurmancî. Lê ji mêj ve kurmancên nêzîkî wî bajarî navê wî wek Hevlêr dibêjin. Bi soranî “Hewlêr” e ji ber ku di soranî de “v” bi gelemperî nayê bikaranîn. Lê bi kurmancî di nav gel de Hevlêr bû û tenê vê dawiyê bi rêya medyayê bûye “Hewlêr”.

Peyvên Hewlêr/Hevlêr û Erbîl hema-hema qet naşibin hev lê dîsa jî em dizanin ku ew herdu navên eynî bajarî ne.

Gelo çima wiha ye?

Read More »

Etîmolojiya 4 bajarên Kurdistanê

Türkçe

_____________________

Husein Muhammed

Van rojan di medyayê de mijara guherandina statuya bajarên Cizîr, Gever, Colemêrg û Şirnexê gelek tê gotûbêjkirin. Li gor bernameya hikûmeta Tirkiyê Cizîr û Gever dê bibin navendên an paytextên parêzgehên xwe û Colemêrg û Şirnex ji wê statuyê dakevin.

Li ser daxwaza rojnamevanekî kurd, min ev kurtevekolîna etîmolojîkî li ser navên van bajaran kir. Dixwazim wê li gel we jî parve bikim.

Read More »