Dengê G – peydabûn, guherîn û ketina wî

G letter

Husein Muhammed

Di dengnasiya kurdî û piraniya zimanên latînînivîs de G / g dengê ”seknî-paşdevî-bilerz” e. Mebest ji ”seknî” ew e ku di dema derketina wî dengî de hewa pêşî bi temamî tê sekinandin anku rawestandin berî ku tê berdan. Merem ji ”paşdevî” ew e ku di dema derketina vî dengî de ziman bi paşiya devî dikeve. Mexsed ji ”bilerz” ew e ku di dema gotina G de perdeyên dengî di gewriyê de dilerizin.

Di alfabeya kurdî-erebî de û herwiha farisî û hin zimanên din jî yên erebînivîs de ev deng bi herfa گ tê diyarkirin. Di erebiya standard de ev deng nîne lê di hin devokan de C, K yan Q yên erebiya stanrdard wek G tên gotin. Di alfabeya kurdî-krîlî û piraniya zimanên krîlînivîs de ev deng bi herfa Г (gir) û г (hûr) tê nivîsîn. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) de jî ev deng bi herfa [g] tê nivîsîn.

Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:

https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiced_velar_stop.ogg

 

Peydabûna G di peyvan de

Li gor lêkolînên me yên berî niha[1], rêjeya herfa G di nivîsên kurmancî de 1,3 % e. Di nav herfan de neh ji wê kêmtir û 21 jî jê zêdetir peyda dibin.

Di kurdî de G dikare li destpêk, nav û dawiya peyvan peyda bibe:

  • destpêk: gav, gel, gir, gêre, gîsk, gore, gund, gûz…
  • nav: agir, ceger, egîd…
  • dawî: beg, reng, bêjing…

Lê di peyvên xwemalî yên xwerû de, li nav û dawiya peyvê, peydabûna G di kurmancî de bisinor e. Gava ku li dawiyê peyda dibe jî, xaseten li pey N e:

  • ceng, deng, dereng…

Li pey R dikare hebe lê ji gelek devokan de ketiye:

  • gurg – gur

Carinan jî dikare li peyvê zêde bûbe:

  • qaling / qalind ji qalin ji tirkî kalın

 

Peydabûna dîrokî ya G

Dengê G ji zemanê makezimanê proto-hindûewropî ve di kurdî de hebûye. Loma hin peyvên ku bi kurdî bi G ne, di zimanên din jî yên hindûewropî de dîsa bi G ne:

kurmancî gav[2] giran girtin
soranî (hen)gaw giran girtin
farisî gam giran giriften
pehlewî gam geran gir-
avestayî gamen gowro greb-, gerib-
sanskrîtî gaççati gurû grebh-
yûnanî baru
latînî venio[3] gravis
lîtwanî gimti[4]
inglîzî come[5] grab

 

Lê dîsa jî di gelek ji peyvên niha G heyî de di zimanên kevn yên îranî û/yan di zimanên din yên hindûewropî de ne G lê dengekî din, xaseten V yan W hebû:

kurmancî farisî pehlewî avestayî
gul gol gil veridhe
gu-neh,
bi-nas
go-nah vi-nas

 

Herwiha bo nimûne:

  • kurmancî gul, gur(g), zazakî vil, verg
  • kurmancî gotin, soranî wutin / gutin, hewramî watey, zazakî vatene
  • kurmancî germ, inglîzî warm

Di kurmancî bi xwe de jî gotinbêj- wek di-bêj-im, stran-bêj.

Ji kurmancî jî zêdetir, di farisî de B gelek caran bûye G:

  • kurmanî beraz, birsî/birçî
  • farisî goraz, gorosnê

Di çend nimûneyên nadir de, di soranî de G li dawiya peyvê li cihê H ya kurmancî ye:

  • kurmancî: reh / rih[6]
  • soranî: reg

Di kurmancî de G di komdengên NG de di hin devokan de carinan cihê K digire:

  • birak (bira+k) > birang
  • çok > çong

Di kurdiya başûrî[7] de K gelek caran dibe G:

  • kurmancî ”nêzîk”, soranî ”nizîk” lê başûrî ”nizîg”
  • kurmancî ”-ek” (wek ”sêvek”), soranî ”-êk” (sêwêk) lê başûrî ”-êg” (sîwêg)
  • soranî ”-ekan” (wek ”sêwekan”) lê başûrî ”-egan” (”sîwegan”) anku ”[filan] …-an” (sêvan, wan sêvan)

Di tirkî de jî G-ya niha li destpêka peyvên xwemalî bi eslê xwe ji K-ya tirkiya kevn e. Bo nimûne: ”gelmek” (hatin) ji tirkiya kevn ”kelmek”, ”gitmek” (çûn) ji ”kitmek”, ”gün” (roj) ji ”kün”, ”göz” (çav) ji ”köz”. Lê di peyvên ji tirkî wergirtî de, berevajî tirkiya niha, kurmancî K-ya tirkiya kevn parastiye yan jî ew kiriye Q:

  • koç, koçer ji tirkiya kevn köç, köçer, bi tirkiya niha göç, göçer
  • qenc ji tirkiya kevn kenç, bi tirkiya niha genç ku di dema tirkiya niha de wek genc dîsa ketiye kurdî[8]

Li hêla din, tirkî G ya di peyvên esil-îranî de gelek caran dike Y:

  • beg > bey
  • eger > eğer (bixwîne: eyer)
  • dîger > diğer (bixwîne: diyer = din, dî, dîtir)

 

Ketina G ji peyvê

Carinan G bi dengê berî xwe ve dihele û taliyê bi temamî dikeve. Bo nimûne, heywanekî kovî heye ku di kurmanciya navendî de bi ”gur” tê navandin. Lê di zaravayên din yên kurdî de û herwiha di zimanên din yên îranî de G li dawiya wê peyvê heye:

  • kurmanciya rojhilatî: gurg
  • soranî: gurg
  • farisî: gorg
  • pehlewî: gurg
  • hewramî: werg
  • zazakî: verg
  • avestayî: vehrke-

Anku bi zelalî G di kurmanciya navendî de ji vê peyvê ketiye, ne ku di kurmanciya rojhilatî de li peyvê zêde bûye.

Dengê G xaseten hingê dikeve gava ku ew tê berî K:

peyva xwerû peyva pêkhatî bi nivîskî peyva pêkhatî bi devkî
bang bang kirin ban kirin
deng deng kirin den kirin, dey (ne)kirin

 

_________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Husein Muhammed: Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de, http://nefel.com/kolumnists/kolumnist_index.asp?MemberNr=33

[2] Eslê peyvê di proto-hindûewropî de “gwem-“ bû û maneya “hatin, gav avêtin” dida.

[3] Ji proto-hindûewropî ”gwem-” di hin zimanan de bûye G û di hinan de jî V.

[4] Maneya “welidîn” anku “hatin dinyayê” dide.

[5] “Come” ya inglîzî wek “kam” tê gotin. Di inglîzî de G di vê peyvê de bûye K.

[6] Rehên gulûgiyayan, bi inglîzî root.

[7] Devokên feylî, kelhurî, kirmaşanî.

[8] Bo têkiliya navbera qenc û genc, bidin ber ciwan û law ku di hin devokan de maneya xort û di hinan de jî wateya xweşik, delal, spehî, rind baş didin.

Hiyatus û rêgirtina li ber wê di dengnasiya kurdî de

husein

Husein Muhammed

Di zimannasiyê de mebest ji hiyatus yan hîatus (bi inglîzî hiatus ji latînî hiatus bi wateya “kelişte, derz, şeq, kend”) tê maneya peydabûna du vokalan li pey hev yek jê li dawiya û ya din jî li destpêka du kîteyên (heceyên, syllable) li pey hev. Bo nimûne:

  • bêav
  • bş
  • neavêjin, biavêjin, na-avêjin
  • xn, idia, saet
  • îdea, teo

Gelek caran tê idiakirin ku di kurdî de du vokal nakevin pey hev. Eger bikevin pey hev jî, konsonanta Y dikeve navbera wan û rê li peydabûna du vokalan li pey hev digire.

Lê wek ku nimûneyên me yên li jor diyar dikin, hiyatus bi rastî jî di kurdî de peyda dibe anku du vokal dikarin li pey hev peyda bibin. Lê dîsa jî idiaya ku dibêje du vokal di kurdî de nakevin pey hev jî ne bi temamî bêbingeh e.

Gelo sebebê vê dijhevî û paradoksê çi ye?

Ev vekolîn dê hewl bide hem peydabûna vokalên li pey hev bide nasîn û hem jî diyar bike ka çawa di kurdî de – wek di gelek zimanên din de jî – hewl tê dan ku rê li ber peydabûna hiyatusê were girtin?

Gelo çi vokal bi hev re peyda dibin û çi rê û rêbazên rêgirtina li ber wan hene? Gelo vokalên pey hev yan jî rêgirtina li wan zêdetir biserketî ye? Gelo ji bilî Y-ya navdar, çi dengên din di rêgirtina li ber hiyatusê de li kar in?

Read More »

COTDENGIYA Ç, K, P, T – JI KÛ Û KÛ VE?

husein

Husein Muhammed

Rewşa cotdengî ya dengên Ç, K, P û T yek ji taybetmendiyên kurmancî û zazakî ye ku wan hem ji zimanên cîran erebî, tirkî û farisî hem jî ji zaravayên din yên serekî yên kurdî anku ji soranî, başûrî[1] û hewramî cuda dike.

Dengên Ç û K di kurmancî û zazakî de bi du awayên ji hev cuda tên gotin û ev cudahiya wan fonemîk anku wateguhor e: eger mirov li cihê K-ya bipif (”req”, bi inglîzî ”aspirated”), K-ya bêpif (”nerm”, unaspirated) bibêje, maneya peyvê dikare biguhere:

  • ka (bi K-ya bêpif anku ”nerm”): giyayê hişk
  • ka (bi K-ya bipif anku ”req”): li kû ye, li çi cihî ye

Hem min û hem jî gelek kesên din jî berê jî bi berfirehî li ser cotdengiya dengên Ç, K, P û T nivîsiye. Li vê derê em ê behsa hebûna cotdengiya van dengan nekin lê tenê çend girêdanên wan bidin daku xwandevanên dilxwaz bikarin xwe bigihînin wan. Armanca vê nivîsara me pirsa sebeb û dîroka peydabûna vê cotdengiyê ye û herwiha pêşbînîkirina ayindeya cotdengiyê ye.

Read More »

Z – varyant û guherînên wê

 

Husein Muhammed

Floral Z

Di dengnasiya kurdî de Z / z dengê ”pidûyî-xişok/vizok yê bilerz” e. Mebest ji ”pidûyî” ew e ku di dema gotina vî dengî de ziman bi pidûyan dikeve. Merem ji ”xişok” ew e ku hewa di dema gotina vî dengî de di buhirkeke wisa teng re derbas dibe ku xişînek pê re derdikeve. Mexsed ji ”bilerz” ew e ku derketina vî dengî dibe sebebê lerizîna perdeyên dengî yên di gewriyê de.

Ev deng di alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) de jî bi nîşana [z] tê diyarkirin. Di kurdî-erebî û di zimanên din jî yên erebînivîs  de ev deng bi herfa  ز tê nivîsîn. Di alfabeya kurdî-krîlî de, wek di zimanên din yên krîlînivîs de jî, ev deng bi herfa З (gir) yan з (hûr) dihat nivîsîn.

Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:

Read More »

Dengê W – peydabûn û guherîna wî

Husein Muhammed

W

Di dengnasiya kurdî de W nîşana dengê ”dulêvî-tengav” e. Mebest ji ”du-lêvî” (bilabial) ew e ku di dema gotina vî dengî de herdu lêv nêzîkî hev dibin û dû re ji hev vedibin. Mebest ji ”tengav” jî ew e ku di dema derketina vî dengî de rêya dengî tê tengkirin lê bi temamî nayê girtin. Ev deng nîv-vokal e ji ber ku buhirka dengî bi temamî nayê girtin. Lê ew ne vokaleke temam e jî ji ber ku nikare wek navika kîteyê be anku bêyî ti vokalên din kîteyeke serbixwe pêk bîne.

Ev deng bi alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) jî wek [w] tê nivîsîn. Bi hin zimanên din jî (bo nimûne bi inglîzî) ev deng wek W tê nivîsîn. Lê di gelek zimanên ewropî de ev deng peyda nabe û W di hin ji wan zimanan de (bo nimûne almanî) bo diyarkirina dengê V yê kurdî tê nivîsîn.

Di kurdiya bi alfabeya erebî de û di zimanê erebî de ev deng bi herfa و tê nivîsîn. Heman herf wek vokal jî tê bikaranîn û di kurdî de hingê dengê U û di erebî de jî dengê Û dide. Di farisî de ev herf wek konsonant dengê V û wek vokal jî dengê Û û carinan jî dengê O dide. Di alfabeya kurdî-erebî de bo nivîsîna dengê Û ew herf ducarî tê nivîsîn (وو). Di alfabeya kurdî-krîlî de jî ev deng bi herfên Ԝ / ԝ dihat nivîsîn.

Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:
Read More »

Dengê V – peydabûn û guherîna wî

 

Husein Muhammed

V

Di dengnasiya kurdî de herfa V / v nîşana dengê ”lêvî-didanî yê xişok/nezivok ya bilerz ”. Mebest ji ”lêvî-didanî” ew e ku di dema gotina vî dengî de didanên (diranên) jorîn dikevin ser lêva jêrîn. Merem ji ”xişok” ew e ku di dema gotina vî dengî de hewa di buhirkeke teng ya devî re derdikeve û ji ber vê tengaviyê xişînek derdikeve. Mexsed ji ”bilerz” jî ew e ku di dema derketina vî dengî de perdeyên dengî yên di gewriyê de dilerizin.

Ev deng di alfabeya kurdî-erebî de bi herfa ڤ tê nivîsîn ku dişibe herfa ف (F) lê li şûna nuqteyeke F-yê sê nuqte li ser V-ya alfabeya kurdî-erebî hene. Di farisî de ev deng bi herfa و tê nivîsîn ku di alfabeya kurdî-erebî û herwiha alfabeya zimanê erebî de nîşana dengê W ye. Dengê V di erebiya standard de nîne û loma ti herf jî bo wî dengî nehatine diyarkirin. Eger di peyv yan navên esil-biyanî de ev deng hebe, di erebî de adeten li cihê wê herfa F tê nivîsîn.

Di alfabeya kurdî-krîlî de, wek di piraniya zimanên krîlînivîs de, ev deng bi herfa В (gir) û в (hûr) dihat nivîsîn ku ji dengê V yê alfabeya latînî zêdetir dişibin herfa B ya alfabeya latînî. Di hin zimanên navend û rojhilata Ewropayê de (bo nimûne almanî, holendî, polonî) ev deng bi herfa W tê nivîsîn û di wan zimanan de herfa V zêdetir nîşana dengê F yê kurdî ye.

Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî de jî ev deng bi herfa [v] tê nivîsîn. Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:

Read More »

Dengên Û-yê di kurdî de

Husein Muhammed

u2 

Wek U-ya dirêj

Dengê Û yek ji vokalên zimanê kurdî ye. Di piraniya devokên kurmancî û soranî de ew hevberî dengê [u] yê alfabeya dengnasî ya navneteweyî ye û dirêj e anku bi IPAyê wek [u:] tê nivîsîn. Di alfabeya kurdî-erebî de ew li nav û dawiya peyvê bi du ”waw”an (وو) tê nivîsîn. Di zimanê erebî û yê farisî de ew hevdenga ”waw”a (و) vokal e, wek di peyva ”qanûn / قانون” de. Di tirkî de ew bi herfa U tê nivîsîn lê Û-ya kurdî piçekê ji U ya tirkî dirêjtir e. Ne bi temamî be jî, Û di piraniya devokan de gelek nêzîkî dengê U-ya kurdî lê dirêjtir e.

Xusûsiyetên vî dengî wiha ne: ”girtî / bilind, paşkî, girovir”. Bilindî/girtîtî tê wê maneyê ku ziman nêzîkî banê devî ye, paşkîtî tê wateya wê ku ziman li paşiya devî ye û girovirî jî wê diyar dike ku ji herdu aliyên devî ve lêv li ser hev hatine şidandin lê li nîva devî lêv vekirî ne û li wê derê ber bi pêş ve hatine dehfdan.

Mirov dikare li vê derê guhê xwe bide wî dengî:

Read More »

Dengê U – peydabûn û guherîna wî

Husein Muhammed

U

Herfa U / u di kurdî de nîşana vokala ber-bilind ya ber-paşîn ya gilor e, bi gotineke din vokala ber-girtî ya ber-paşî ya girovir e. Mebest ji ”ber-bilind” yan ”ber-girtî” ew e ku di dema çêbûna vî dengî de ziman li nêzîkî bilindahiya devî ye lê ne bi temamî bi banê devî ye. Mexseda ”ber-paşîn” ew e ku ziman di dema peydabûna vî dengî de li nêzîkî paşiya devî ye lê ne bi temamî li aşiyê ye. Merem bi ”gilovir, gilor” jî ew e ku lêv tên gilor- anku girovirkirin û tên pêşve, ne pehn in û li cihê xwe yê asayî namînin. Ev vokal di kurdî de kurt e.

Bi alfabeya kurdî-erebî de ev deng bi herfa و (li destpêkê ئو) tê nivîsîn. Di erebiya standard de ev deng heye lê di nivîsînê de li nav û dawiya peyvê adeten nayê nivîsîn ji ber ku di wî zimanî de axlebe vokalên kurt di nivîsên normal de nayên diyarkirin. Lê ew dikare bi hereketa zemmeyê were diyarkirin ku herfikeke jornivîs ya wek و ye lê hûriktir e û li raserî konsonanta berî wî dengî tê danîn. Di farisî de jî ev deng adeten nayê nivîsîn lê carinan bo rêgirtina li ber xeletfehmkirinê ew wek erebî bi zemmeyê tê diyarkirin. Niha di farisiya tehranî de – lê ne di deriya Efxanistanê yan tacikî de – dengê U bûye O lê ji O-ya kurdî kurttir. Loma bo nimûne peyva kurd bi farisî bi awayê kord tê gotin.

Herfa kurdî U û ya tirkî U ne hevdeng in. Ji aliyê cihê derketinê ve û herwiha ji aliyê dirêjahiya xwe ve jî, U-ya tirkî ji U-ya kurdî zêdetir dişibe Û-ya kurdî lê bi temamî ne wek wê ye jî. Di neqilkirina ji peyvên erebî de U di tirkî de bi piranî li wan cihan heye ku di kurdî de Û heye. Li cihê ku di kurdî de U heye, di tirkî de adeten (lê ne herdem) Ü heye:

  • kurdî qanûn, tirkî kanun
  • kurdî mumkin, tirkî mümkün

Bi alfabeya kurdî-krîlî ev deng wek Ӧ (gir) û ӧ (hûr) dihat nivîsîn.

Ev deng bi alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) bi nîşana [ʊ] tê diyarkirin. Herçi [u] ye, ew di sîstema IPAyê de nîşsana dengê wek Û ya kurdî ye.

Mirov dikare li vê derê guhdariya vî dengî bike:

Read More »

CUDAHIYÊN DENGNASÎ DI NAVBERA KURDÎ Û TIRKΠDE

Husein Muhammed

kurdi-tirki

Ev vekolîn dê hewl bide cudahiyên giring yên dengnasî yên di navbera kurdî (kurmancî) û tirkî de destnîşan bike. Ev vekolîn jî beşek ji berhevdana dengnasiya kurmancî û lehce û zimanên cîran e. Berî niha di nivîseke din de cudahiyên dengnasî yên kurmancî û farisî hatine miqayesekirin û di nivîsekê de jî cudahiyên kurmancî li gel zaravayên din yên serekî yên kurdî hatine rêzkirin.

Ferqa tirkî li gel farisî yan lehceyên kurdî ew e kurmancî, lehceyên din yên kurdî û farisî hemû ji eynî malbatê ne lê tirkî û kurdî ne ji heman binemalê ne. Loma di berhevdana kurmancî û lehceyên yên kurdî de yan jî di navbera kurmancî û farisî de mirov dikare ne tenê bibêje ka çi cudahî niha hene lê dikare bibêje ka ew cudahî çawa peyda bûne. Hejmareke pir mezin ya peyvên hevreh (ji eynî rehî) yên xwemalî di kurdî û farisî de hene, mirov dikare wan bide ber hev û bibêje filan deng di kurdî de hevberî bêvan dengî di farisî de ye.

Ji ber ku kurdî û tirkî ne ji eynî binemala zimanî ne, peyvên wan yên hevpar (ji bilî çend libên bi tesadifî wek hev) nikarin di herdu zimanan de xwemalî bin, bi zerûrî di yekê ji wan de – gelek caran di herduyan de – peyvên bi eslê xwe biyanî ne.

Loma berhevdana dengnasiya kurdî û tirkî dê bi zerûrî ji berhevdana kurdî û farisî yan jî berhevdana lehceyên kurdî cuda be. Lê dîsa jî berhevdana dengnasiya kurdî û tirkî jî mimkin û biber e jî. Mirov dikare:

  • deng û dengrêziyên di wan de bi giştî mimkin bide ber hev
  • guherîna peyvên bi eslê xwe biyanî di wan de bide ber hev

Read More »