Kêmkirin û zêdekirina kîteyên peyvan

Husein

Husein Muhammed

Kerem bikin li van çend peyvan binêrin:

  • ba, çav, dest, heyşt[1]

Peyvên wiha yekkîteyî anku yekheceyî ne. Mebest ji yekkîteyîtiyê ew e ku ev peyv divê di gotin û bilêvkirinê de bi carekê bên gotin û mirov nikare wan di gotinê de parçe-parçe bike. Bo nimûne, mirov nikare wan di axiftinê de wiha bibêje:

  • *b-a, *ça-v /ça-v, *, des-t/de-st/d-est,

Sebeb ew e ku di van peyvan de tenê vokalek (vowelek, vawilek, herfeke dengdêr/”bideng”) heye. Vokalên kurdî ev in: a, e, ê, i, î, o, u, û. Her peyva ku tenê dengek û tenê carekê hebe, hingê ew peyv yekkîteyî ye.

PEYVÊN YEKKÎTEYÎ

Piraniya peyvên xwemalî yên xwerû yên kurdî di rewşa netewandî de yekkîteyî ne.

Li vê derê mebest ji ”xwemalî” peyvên bi eslê xwe kurdî/îranî/hindûîranî/hindûewropî ne ku wek mîras ji kurdî re mane û kurdî ew ji zimanên din wernegirtine.

Merem ji ”xwerû” jî peyvên wisan in ku ne ji du yan zêdetir peyvan pêk hatine û ne jî pêşgir an paşgir ketine ber wan.

Bo nimûne, ev peyv xwerû û xwemalî ne:

  • av, berx, car, çar, dev, êş, germ, her, jan, kes, lal, mêr, na, pênc, rast, şeş, tav, û[2], zik…

Gava ku ew pêşgir an paşgirên çemandinê/tewandinê yan peyvsaziyê digirin, ew dibin peyvên dukîteyî yan pirkîteyî. Bo nimûne:

  • a-vê, ber-xan, ca-re-kê…

PEYVÊN DUKÎTEYÎ

Hinek ji peyvên xwemalî û xwerû dukîteyî ne. Bo nimûne:

  • a-gir, ba-ran, ha-vîn…

Herwiha piraniya lêkerên kurdî wek ku dukîteyî (yan sêkîteyî) bin, dixuyin. Bo nimûne:

  • gir-tin, da-yîn, di-zîn…

Lê di rastiyê de ev formên lêkeran ne xwerû ne. Formên wan yên xwerû rehên wan yên demên neborî (demên niha û bên) in. Bo nimûne:

  • -gir-, -d-[3], -diz-

Wek:

  • di-gir-e, di-gir-in
  • bi-d-e, bi-d-in
  • ne-diz-e, ne-diz-in

Rehên wan yên demên borî bi zêdekirina yek an hin dengan ji rehê demên niha tên çêkirin[4]:

  • -gir- + t > -girt-
  • -d- + a > -da-
  • -diz- + î > -dizî-

Hejmara peyvên dukîteyî yên bi rastî xwerû û xwemalî di kurdî de bisinor e.

Gelek peyvên ku niha wek peyvên xwerû dixuyin jî, tarîxiyen ne peyvên xwerû ne lê encamên ji du peyvan an jî ji peyvekê û pêşgir an paşgirekê ne. Bo nimûne:

  • “bi-lind” tarîxiyen ji “berz” + paşgira dîrokî “-ind”
  • ”bi-zin” tarîxiyen ji ”*biz” + paşgira dîrokî ya mêkirinê ”-in”
  • ”-zivir-” (rehê dema niha ji lêkera ”zivirîn”) tarîxiyen ji pêşgira dîrokî ”zi-” + ”-ger-” (> *-ver-”)
  • ”gundor, gindor” tarîxiyen ji peyveke ”gund-” ya bi wateya ”gilovir, girovir, gilor”, bidin ber ”gun”, di zimanên îranî yên kevn de ”gund” + paşgira ”*-or”.

Herwiha rehê gelek lêkerên transitîv (gerguhêz, têper) jî dukîteyî dixuye. Lê tarîxiyen ew rehên transitîv yên dukîteyî bi piranî ji rehê intransitîv (negerguhêz, têneper) bi zêdekirina ”-în-” çêbûne. Bo nimûne:

  • -ger- (rehê dema niha yê ”gerîn”) > -gerîn- (rehê dema niha yê ”gerandin”)

Rehê lêkerên transitîv yên ku hevberên xwe yên intransitîv yên ji eynî rehê etîmolojî nînin, bi piranî bi xwe jî yekkîteyî ne. Bo nimûne:

  • -çîn- (rehê dema niha yê ”çandin” – hevbera instransitîv nîne.)
  • -kuj- (rehê dem niha yê ”kuştin” – hevbera intransitîv ”mirin” ne ji eynî rehê etîmolojî ye.)

Çend rehên transitîv yên dukîteyî yên peyvên xwemalî hene:

  • -firoş- (rehê dema niha yê lêkera ”firotin”)
  • -nivîs- (rehê dema niha yê lêkera ”nivîsîn”)[5]
  • -avêj- (herwiha -avê-, rehê dema niha yê lêkera ”avêtin”)
  • -avix- (rehê dema niha yê lêkera ”axiftin, axivîn”)

Ew ne ji rehên intransitîv hatine çêkirin ji ber ku ti hevbereke wan ya intransitîv nîne. Lê tarîxiyen ew jî ne peyvên xwerû ne.

Di rastiyê de ”-firoş-” ji pêşgira îranî ya kevn ”fre-” + peyva îraniya kevn ”wexş” anku ji ”fre-wexş” hatiye çêkirin. Heman pêşgira ”fre-” di hinek peyvên niha yên îranî de bi awayê ”fer-” tê dîtin: ”ferman, ferheng”. Ev herdu peyv jî niha wek peyvên xwerû dixuyin lê di rastiyê de peyvên pêkhatî n ene: fer-man, fer-heng.

Herwiha ”-nivîs-” jî pêşgira dîrokî ya ”ni-” ya bi wateya ”jêr, xwarê” + ”*pîs-” e û wateya ”jêr xîç kirin, jêr xet kirin”. Heman ”ni-” bo nimûne di peyvên wek ”nivistin, niştin, rû-niştin, nişîv…” de jî maye.

Rehên ”-avêj-” û ”-axiv-” jî ji paşgira dîrokî ya îraniya kevn ”a-” + ”*-vêj-” û ”*-xiv-” hatine çêkirin anku ew jî tarîxiyen ne xwerû ne.

Rehê demê niha yê lêkera intransitîv ”gihiştin, gehiştin” di hin devokan de ”-gih-, -geh-” anku yekkîteyî ye û rehê hevbera wê anku rehê lêkera ”gihandin, gehandin” jî bi zêdekirina ”-în-” li rehê instransitîv çêbûye anku ”-gihîn-, -gehîn-” e.

Lê di hinek devokan de jî ”-gihêj-, -gihîj-” e anku dukîteyî ye. Ev wek istisnayeke ji rêbaza yekkîteyîtiya rehên instransitîv dixuye. Lê sebeb ew e ku ew reh bi xwe tarîxiyen di rastiyê de ne xwerû ye lê bi ihtimaleke mezin ji peyva ”geh, gih” anku ”cih” e anku ew reh bi xwe peyveke ji peyveke xwerû çêkirî ye.

Bêguman hejmareke mezin ya peyvên din jî yên xwerû hene ku di kurdî de tên bikaranîn û dukîteyî ne. Lê gava ku mirov li etîmolojiya wan vekole, dê bi hêsanî bibîne ku ew bi eslê xwe peyvên biyanî ne tevî ku bi sedan salan e di kurdî de tên bikaranîn. Bo nimûne:

  • kitêb, qelem, defter, qanûn, silav…
  • şekir, petat/kartol, savar…

Herwiha rehê gelek lêkerên intransitîv jî dukîteyî ye. Bo nimûne:

  • -se-kin- (rehê ”sekinîn”)
  • -xe-bit- (rehê ”xebitîn”)
  • -be-til- (rehê ”betilîn” anku “westîn”)

Lê gava ku mirov li etîmolojiya peyvên wiha vekole, dê bibîne ku peyvên wiha bi eslê xwe ne xwemalî ne anku ne peyvên kurdî/îranî/hindûîranî/hindûewropî ne. Piraniya wan ji zimanên samî ne, di pratîkê de ji erebî yan ji aramî hatine wergirtin.

PEYVÊN XWERÛ Û XWEMALÎ YÊN SÊKÎTEYÎ?

Hinek peyvên xwerû anku bêpêşgir û bêpaşgir û nepêkhatî/nedariştî yên sêkîteyî di kurdî de tên bikaranîn. Bo nimûne:

  • kom-pû-ter, te-le-be, sî-ne-ma…

Lê wek ku tê zanîn, ev peyv bi eslê xwe biyanî ne. Tevî ku di kurdî de ew wek peyvên xwerû bixuyin jî, di zimanên jêder de piraniya wan ne xwerû ne lê ji hinek peyvên din hatine çêkirin. Bo nimûne:

  • “kompûter” ji inglîzî “computer” ji “compute + -er”
  • “telebe” ji erebî ji rehê ”t-l-b-“

Gelo ti peyvên xwemalî yên xwerû yên sêkîteyî hene?

Wek ku me li jor diyar kir, hejmara peyvên xwemalî yên xwerû yên dukîteyî jî gelek bisinor e anku kêm e.

Peydakirina peyvên xweyû yên sêkîteyî test û azmûneke hê jî dijwartir e.

Yek ji peyvên xwemalî yên ku belkî were bîra gelek kesan peyva “zivistan” e. Ew bi rastî jî peyveke sêkîteyî ye:

  • zi-vis-tan

“Zivistan” wek peyveke xwerû dixuye ji ber ku mirov nikare wê kurttir bike û dîsa jî peyveke watedar jê bimîne.

Lê wek ku ihtimalen xwandevan dê pê bihese, li dawiya peyva “zivistan” heman paşgira “-stan, -istan” heye ku bo nimûne li dawiya peyvên wek “gulistan, Kurdistan” jî heye. Eger em li dijwateya “zivistan”ê anku li peyva bi wateya “havîn” ya farisî binêrin, em ê bibînin ku ew “tabistan” e ku dîsa “-stan, -istan” li dawiya wê ye jî. Wek ku tê zanîn, “tab” bi farisî tê wateya “tav” anku “tabistan” bi wergera xwe ya herfî dibe “tavistan”.

Di rastiyê de “havîn” herwiha bi kurdiya başûrî (anku feylî, kelhurî, kirmaşanî) jî “tawistan” e lê niha bi piranî kurt bûye û bi awayê “tawsan” tê gotin.

Peyva “zivistan” di zazakî de niha bi awayê “zimistan” û di farisî de jî bi şêweyê “zemistan” (farisiya derî) û “zêmêstûn” (farisiya tehranî) ye. Lê di zimanên kevn yên îranî û di zimanên din yên ewropî de, yên ku hevrehên peyva “zivistan” parastiye, ew peyv bi awayê “zime-, zima-, hima-…”[6] ye anku “-stan” li dawiyê nîne.

Anku hem “zivistan” ya kurmancî, “zimistan” ya zazakî û hem jî “zemistan, zêmêstan, tabistan” yên farisî di rastiyê de ne peyvên xwerû lê peyvên dariştî ji peyva “*zime-“ û paşgira “-stan” in. *Zime- di îraniya kevn û proto-hindûewropî de hem wateya “zivistan” û hem jî manaya “sar” dida. Wek ku tê zanîn M di kurmancî de gelek caran dibe V, bo nimûne: kurmancî “nav, dav, gav…” lê zazakî/farisî “nam-, dam-, gam-“.

Bi berfirehî tê zanîn ku paşgira “-stan” wateya “cih, war, zevî, milk, mesken, welat” dide, bo nimûne “gulistan” (zeviya gulan) û “Kurdistan” (welatê kurdan). Lê em dizanin ku “-stan” di peyvên “zivistan, zimistan, zemistan” û “tabistan, tawistan/tawsan” de wateya “cih, war, welat” nade.

Di rastiyê de eslê peyva ”-stan” lêkera proto-hindûewropî *steh- e ku wateya “sekinîn, rawestîn” dide. Ew di peyva kurdî “rawe-ST-în, rawe-ST-andin” bi xwe de jî peyda dibe. Heman peyva proto-hindûewropî ji latînî wek “status” bi riya fransî wek peyvên “estate” (milk), “state” (dewlet; rewş) û “status” (statû) ketiye inglîzî jî. Bala xwe bidinê ku “state” di inglîzî de jî hem wateya “dewlet” (~ welat) û hem jî manaya “rewş, hal, weziyet” dide.

Piştî redkirina xwerûtiya peyva “zivistan”, bi rastî jî nivîserê vê lêkolînê bi xwe ne haydar e ku ti peyveke xwemalî û xwerû ya sêkîteyî di kurdî de peyda dibe.

Heta eger yek an çend peyvên xwemalî yên xwerû yên sêkîteyî hebin jî, kurdî di peyvên xwerû de bi giraniyeke bêguman li ser bingehê peyvên yekkîteyî û – bi awayekî berçav kêmtir – li ser bingehê peyvên dukîteyî ava bûye.

Ji ber vî sebebî anku avabûna li ser bingehê peyvên yekkîteyî û dukîteyî, di axiftina kurdî herwiha hewl tê dan ku peyvên nexwerû jî yên pirkîteyî (sêkîteyî yan zêdetir) jî bên kurtkirin û hejmara kîteyên wan dakeve. Bi taybetî hewl tê dan ku hejmara peyvên sêkîteyî bibe dukîteyî.

KÊMKIRINA HEJMARA KÎTEYÊN PEYVAN

Eger em hê jî piçekê li peyva “zivistan” vegerin, em ê bibînin ku ew di hemû devokên kurmancî de û herwiha di soranî de jî ne sêkîteyî ye. Bo nimûne:

  • bi soranî: zistan (li hin deran ”zisan”)
  • bi hin devokên kurmancî: zistan, zivtan, vistan

Anku hem di soranî de û hem jî di hin devokên kurmancî de ”zivistan” ya sêkîteyî bûye dukîteyî (zis-tan, ziv-tan, vis-tan).

Herwiha dukîteyîkirina peyvên sêkîteyî di hin peyvên ji erebî wergirtî de jî tê dîtin. Bo nimûne:

  • a-xi-re(t) > kurdî “ax-ret”
  • se-ke-rat > sik-rat (hinek devok)
  • şi-ka-yet > şi-kat (hinek devok)
  • wi-la-ye(t) > wilat (soranî) û welat (kurmancî)

Lê dukîteyîkirina peyvên sêkîteyî bi taybetî di peyvên nexwerû de bi berfirehî tê dîtin. Bo nimûne:

  • bi-gi-re > big-re
  • xa-ni-yê me > xan-yê me

Wek ku tê dîtin, di nimûneyên li jor de kêmkirina hejmara kîteyan bi avêtin i-yekê tê kirin. Ev rêbazeke berbelav e û mirov dikare bibêje ku li seranserî devokên kurmancî tê bikaranîn.

Ji bilî avêtina i-yekê, li gor devokan hin awayên din jî yên kêmkirina kîteyan mimkin in. Yek ji berbelavtirîn awayê kêmkirina kîteyan avêtina -e- ji paşgira ”-ek” ya nediyar e bi taybetî gava ku vokaleke din were dûv wê. Bo nimûne:

  • Na-ne-kî bide min. > Nan-kî bide mi
  • Tiş-te-kî bîne. > Tişt-kî / tiş-kî bîne.

Nadiren kêmkirina kîteyan bi avêtina konsonantekê jî dibe, bi taybetî bi J. Bo nimûne:

  • di-bê-jin > di-bên
  • ba-vê-je[7] > ba-vê

ZÊDEKIRINA HEJMARA KÎTEYÊN PEYVÊ

Ji bilî kêmkirina hejmara kîteyên peyvê, kurdî carinan herwiha hejmara kîteyên peyvê zêdetir jî dike.

Bo nimûne, wek ku tê zanîn, di kurmancî de dema borî ya dûr rehê demên borî + lêkera ”bûn” çêdibe. Bo nimûne:

  • çû + bû > ew çû-bû

Lê eger yek an zêdetir konsonant li dawiya rehê demên borî be, hingê di zimanê nivîskî û piraniya devokan de ”i” tê navbera wî rehî û lêkera ”bûn”. Bo nimûne:

  • hat + i + bû > ew ha-ti-bû

Anku li şûna ”hat-bû” ya dukîteyî, mirov ”ha-ti-bû” ya sêkîteyî dibêje û dinivîse.

Herwiha wiha bo nimûne:

  • kir + i + bû > ki-ri-bû (li şûna ”kir-bû”)
  • girt + i + bû > gir-ti-bû (li şûna “girt-bû”)
  • stand + i + bû > stan-di-bû (li şûna ”stand-bû”)

Sebebê zêdekirina “i” ew e daku hejmareke zêde ya konsonantan nekevin dûv hev, wek “girtbû” yan “standbû”.

Wek ku tê dîtin, ev zêdekirina “i” di heman demê de dibe sebebê zêdebûna kîteyekê jî li peyvê. Bi piranî peyvên dukîteyî wiha dibin sêkîteyî.

Lê carinan peyvên sêkîteyî jî dibin çarkîteyî. Bo nimûne:

  • gi-hand + i + bû > gi-han-di-bû

Ji bilî zêdekirina ”i” ya berbelav, herwiha ”e” jî di hinek peyvên pêkhatî (peyvên ji du yan zêdetir peyvan çêkirî) de tê bikaranîn bo rêgirtina li ber pevgihiştina zêde konsonantan. Di heman demê de ew jî dibe sebebê zêdekirina kîteyan. Bo nimûne:

  • pîr + mêr > pî-re-mêr
  • dest + bi-ra > des-te-bi-ra
  • kurt + çî-rok > kur-te-çî-rok
  • rêz+nivîs > rê-ze-ni-vîs

Ji bilî van, di çend peyvan de hinek awayên din jî yên sêkîteyîkirina peyvên dukîteyî di hinek devokan peyda dibe. Bi taybetî de ew di çend peyvên hevwate yên bi wateya ”wek, mîna” de bi paşgira ”-nî” tên çêkirin. Bo nimûne:

  • mî-na (wek) > mî-na-nî
  • fe-na (wek, mîna) > fe-na-nî
  • no-la (wek, mîna) > no-la-nî

Lê heman paşgira “-nî” bi kêmanî peyveke din jî ya hoker digire ku ne bi wateya “wek” e:

  • he-ta/he-ya (ji erebî ḥet-ta حتّا) > he-ta-nî/he-ya-nî

Hêjayî gotinê ye ku formên bi ”-nî” (wek ”mînanî, nolanî, hetanî…”) û formên bêyî ”-nî” (wek ”heta, mîna, nola…”) bi temamî hevwate ne. Sebebê wergirtina paşgira ”-nî” di van peyvan de nayê zanîn.

_____________________________________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Formeke devokî ji peyva ”heşt” (hejmar 8).

[2] Wek ”ez û tu”.

[3] Bi hin devokan ”-de-”, bo nimûne ”ez di-de-m” (ez di-d-im).

[4] Carinan ev dibe sebebê guherîna hinek dengên nav rehê lêkerê jî. Bo nimûne -çîn- > çand yan -parêz- > -parast-.

[5] Bi hin devokan ”-nivês-” û ”nivêsîn”.

[6] Binêrin: http://ku.wiktionary.org/wiki/zivistan

[7] Awayê nivîskî bi piranî ”biavêje” anku bi ”bi-” ye lê di pratîkê de ”i” nayê gotin û kîtekirina awayê gotinê ”ba-vê-je” anku sêkîteyî ye û ne ”bi-a-vê-je” anku çarkîteyî ye.

Dîftong di dengnasiya kurdî de

Husein

DÎFTONG

Dîftong (bi inglîzî diphthong ji yûnanî δίφθογγος /dîfthongos/ anku dudeng yan cotdeng) du vokal in ku di eynî kîteyê de peyda dibin. Bo nimûne, di peyva inglîzî house (xanî) de ou dîftongek e. Di axiftinê de herdu vokalên dîftongê dengekî pêk tînin lê bo pêkanîna wî dengî lazim e ku ziman xwe bigihîne du cihan di devî de (cihên herdu vokalên dîftongê).

Di nivîsîna kurdî de di heman kîteyê de du vokal nakevin pey hev. Rast e ku di gotinên wek saet, biavêje, dua, îdeal de du vokal li pey hev hene lê ew ne dîftong in. Sebebê ne-dîftongbûna wan ew e ku ev herdu vokalên pey hev nakevin eynî kîteyê lê her yek ji wan aîdî kîteyeke cuda ye. Em dikarin wan peyvan wek sa-et, du-a, bi-avê-je, î-de-al bibêjin anku wan herdu vokalên li dûv hev bi kîteyan ji hev cuda bikin. Herwiha di peyvên dua û saet de di rastiyê de konsonanta eyn (’, ع)[1] heye:

  • du’a دوعا
  • sa’et ساعه‌ت

Lê dîsa jî kurdî ji dîftongan ne bêpar e. Dîftong ne tenê dikarin ji du vokalên xwerû (di kurdî de: a, e, ê, i, î, o, u, û) lê herwiha ji vokalekê û nîv-vokalekê (di kurdî de: Y, W) jî pêk bên. Ji dîftongên ku bi nîvvokalekê (W yan Y) dest pê dikin re dîftongên hilkev yan dîftongên hilkêş tê gotin (bi inglîzî rising yan ascending diphthongs). Lê eger dîftong bi vokaleke xwerû dest pê bikin, ew dîftongên dakev in (falling yan descending diphthongs). Di kurdî de herdu jî peyda dibin.

Lihevkirineke temam di navbera zimannasan de nîne li ser hindê ka kengî vokal li gel Y yan W dîftongan pêk tînin û kengî jî ew du dengên ji hev cuda ne û yek jê vokal e û yek jî konsonant e.

Dîftongên ji U/W + vokalek

Mirov dikare bibêje ku lihevkirineke giştî li ser wê yekê heye ku di komdengên XW+vokal de W li gel vokala pey xwe dibe dîftong. Bi gotineke din, di rastiyê de W li wê derê dengê U dide û tenê ji ber qeyda rastnivîsîna kurdî – ku du vokalan li pey hev di heman kîteyê de red dike – ew U bi W tê nivîsîn:

Rastnivîsîn Rastgotin Dîftong
xwar xuar ua
xweş xueş ue
xwê xuê
xwîn xuîn

Sebebê ku herfa W di rastî de li pey X ne dengê W lê dengê U dide ji wê diyar e ku gava em kîteyeke li berî X hebe, dîsa jî X bi herfa W re dimîne:

  • bi-xwin (ne *bix-win)
  • di-xwî-nim (ne *dix-wî-nim)

Eger herfa W li pey X bi rastî konsonant bûya, diviyabû X xwe bidaya gel kîteya berî xwe û kîteya W bi cih bihişta çunkî li gor qeyd û bendên giştî eger vokalek li berî du konsonantan hebe, ji wan konsonantan ya yekem xwe dide gel vokala berî xwe û konsonanta din bo kîteya din dihêle eger vokalek li pey wan herdu konsonantan hebe:

  • dest (kîteyek – ST di eynî kîteyê de ne lê) > des-tê (S xwe dide gel vokala berî xwe anku E û T li gel Ê dibe kîteya duyem)
  • çand (ND di heman kîteyê de ne lê) > çan-din (N ji D vediqete)
  • stran > bis-trin!

Lê X di komdengên XW- de her bi herfa W re dimîne ji ber ku herfa W di vê rewşê de di rastiyê de ne konsonant e lê vokal e û nîşana dengê U ye.

Me li jor got ku dengên wek ia di peyva bi-avê-je yan jî ea di peyva î-de-al de ne dîftong in ji ber ku her yek ji wan dengan bi ser kîteyeke cuda ve ye. Lê madem wisa ye, çima we/ue di peyva xweş de yan ua di peyva xwar de dîftong bin?

Sebebên dîftongiya W ya navbera X û vokalekê ev in:

  • W di vê rewşê de ne konsonant e (wek ku me li jorê diyar kir)
  • lê W di vê rewşê de ne vokaleke serbixwe ye jî ji ber ku ew bi xwe nikare kîteyekê pêk bîne: mirov nikare bibêje xu-eş / xw-eş wek ku ew peyveke dukîteyî be.

Wek ku ji tabloya li jor diyar e, li pey X, dengê U (herfa W) dikare van dîftongan pêk bîne:

Dîftong Nimûne li gor gotinê Nimûne li gor nivîsînê
ua xuar xwar
ue xueş xweş
xuê xwê
xuîn xwîn

Anku U dikare li gel çar vokalên din yên kurdî (a, e, ê, î) bibe dîftong. Du vokalên eynî bi hev re nabin dîftong loma U nikare li gel U dîftongan pêk bîne. Di kurdî de herwiha dîftonga uo (bi nivîsînê wo) yan ûo (wû) jî peyda nabin.

Di nivîsînê de komherfên xwi- hene (bo nimûne xwişk yan bixwin). Lê li gor gotinê W-ya van peyvan bi deng U ye û I-yan van peyvan fizûlî ye. Bi gotineke din, mirov peyvên xwişk û bixwin wek xuşk û bixun dibêje, ne wek *xuişk û *bixuin.

Di kurmanciya standard de dengê U (herfa W) tenê dikare piştî X û berî A, E, Ê yan Î dîftongan pêk bîne. Lê di hin devokên kurmancî de û herwiha di soranî de jî imkana çêkirina U + A/E/Ê/Î piştî hin herfên din jî heye. Li vê derê em ê çend nimûneyan ji kuranciya Behdînan û herwiha ji zaravaya soranî bidin. Awayên nivîsîna dîftongan di kevanokên goşedar de wek gotinê û li derveyî kevanokan jî wek nivîsînê hatine diyarkirin:

kurmanciya nivîskî[2] kurmanciya Behdînan soraniya nivîskî
nwî [nuî] nwê [nuê]
gûz gwîz [guîz] gwêz [guêz]
kû (kîjan cih/der) kwî(ve) [kuî(ve)] kwê [kuê]

Di kurmanciya Behdînan de di pratîkê de dîftonga UÎ (bi nivîsînê WÎ) dikare li pey her konsontanê peyda bibe ji ber ku Û-ya kurmanciya giştî di behdînî de hema-hema herdem dibe UÎ (bi nivîsînê WÎ)[3]

kurmanciya nivîskî behdînî bi gotinê behdînî bi nivîsînê[4]
bûn buîn[5] bwîn
cûn, cûtin cuîn cwîn
biçûk[6] biçuîk biçwîk
dûr duîr dwîr
fûrîn fuîrîn fwîrîn
guî gwî
hûr huîr hwîr
jûjî juîjî jwîjî
kûr kuîr kuîr
lûrîn luîrîn lwîrîn
muî mwî
nuî nwî
pûng puîng pwîng
ruî rwî
şûşe şuîşe şwîşe
tûrik tuîrik twîrik
*vû-[7]
*wû-[8]
xwîn [xuîn][9] xuîn xwîn
*yû-[10]
zuî zwî

Dîftonga di van devokan de heta li destpêka çend peyvan jî dikare peyda bibe:

  • uîte / uîtî (bi kurmanciya giştî ûtî ji tirkî ütü)

Di heman devokan de herwiha heta O-ya kurmanciya giştî jî di hin peyvan de dibe UÎ:

kurmanciya nivîskî behdînî bi gotinê behdînî bi nivîskî
kon kuîn kwîn
kovî kuîvî kwîvî
rovî ruîvî rwîvî

Lê hêjayî gotinê ye ku di van devokên kurmancî de jî ji bilî li pey X, li pey konsonantên din tenê dîftonga U+Î heye lê dîftongên din yên U + vokal (-ua-, -ue-, -uê-) peyda nabin. Di soranî de dîftonga -uê- li cihê monoftonga Û ya kurmanciya giştî berbelav e lê ne bi qasî UÎ ya devoka behdînî û hin devokên din yên kurmancî.

Di hin devokan de jî, bo nimûne di kurmanciya Dihokê de, U ji dîftonga UÎ dikeve:

kurmanciya nivîskî à (bo nimûne) Zaxo à (bo nimûne) Dihok
dûr duîr dîr
nuî
bixwîne [bixuîne] bixuîne bixîne

Di gelek zimanan de W + vokal li destpêka kîteyan yan peyvan jî wek dîftong tên hesibandin. Wisa be, di kurdî de jî ev nimûneyên li jêr bi dîftong in lê di rêzimanên kurdî de adeten ev we dîftong nehatine hejmartin:

dîftong nivîskî
wa wan, war, walî
we welat, were, wekîl
wêran, wê, wêrîn
wi wilayet, wijdan, wisa, wilo
wî, wîşî[11]

Komdengên *wo, wu-, wû- di kurdî de peyda nabin tevî ku hin caran wisa bi xeletî tên nivîsîn jî. Wek ku li jor hatiye diyarkirin, dîftonga ui jî bi deng di kurdî de nîne tevî ku di hin peyvan de ew tê nivîsîn jî. Lê komdengê wi- heye, wek ku ji peyvên wilayet, wilo, wisa, wiqas jî diyar e lê tenê li gor hin devokan ji ber ku di hinên din de ev peyv bo nimûne wiha ne: wîlayet, wesa, weqas/ewqas...

-iwa- = -ua-?

Di nivîsîna kurdî de di çendîn peyvan de komdengê -iwa- heye ku hevbîriyeke temam di nav dengnasên kurdî de li ser dengê wî yê rasteqîn nîne.

Li gor imlayê, bo nimûne ciwan peyveke dukîteyî ye: ci-wan. Lê mirov bi hêsanî dikare bibêje ku dukîteyîkirina wê hinekî zorlêkirin e. Di rastiyê de mirov wê wek peyveke yekkîteyî dibêje, heçku i tê de tine be û li cihê W jî U hebe: cuan.

Lê çawa ku ew ne bi awayê ci-wan peyveke dukîteyî ye, hê jî baştir aşkere ye ku ew bi awayê cu-an jî nabe dukîteyî. Loma jî bi ihtimaleke mezin -iwa- dengê –ua- yê dîftongî dide û hemû peyv tenê kîteyekê pê tîne.

Dîftongên ji vokalek + W/U

Herfa W ne tenê berî vokalan lê piştî wan jî peyda dibe:

  • daw
  • dew
  • dêw
  • dîw[12]

Çawa ku W di kurmancî de nakeve berî O, U, Û, wisa nakeve dûv wan jî anku komdengên –ow-, -uw-, -ûw- di peyvên xwemalî de peyda nabin[13].

Gelo W di van peyvan de li gel vokala berî xwe dîftongan pêk tîne yan na? Bi gotineke din, gelo awayê rastî yê gotina van peyvan bi U ye yan jî bi W?

Gelek zimannas li ser wê baweriyê ne ku di rastiyê de em van peyvan wiha dibêjin: dau, deu, dêu, dîu.

Ev dê bi hin kesan xerîb be. Lê ev zimannas jî idia nakin ku U di van peyvan de dengekî ji vokala berî xwe cuda û veqetandî ye. Ew idia nakin ku ev nimûneyên me peyvên dukîteyî bin. Bi gotineke din, çawa bawerkerên dengê dew texmîn dikin ku ev peyv yekkîteyî ye û tenê dikare bi carekê bi hev ve bê gotin û nabe dukîteyî wek *du-w, wisa bawerkerên dengê deu jî nabêjin ku ew peyv wek *de-u dukîteyî ye. Ew tenê dibêjin ku W bi wan dengan ve heliyaye û li gel wan dîftongek pêk aniye û loma mirov dibêje ew nîşana denê U ye.

Di dengnasiya zimanên din de jî gelek caran dengnas li hev nakin ka vokal + W dibe dîftong yan jî her wek vokal + konsonantek ( W) ye.

Eger di kurdî de komdengê vokal + W dîftongan pê bîne jî, dîftongiya wan ne sabit e. Gava ku vokaleke din bikeve pey W, hingê W vokala berî xwe dihêle û dibe hevkîteya vokala pey xwe:

  • kew > ke-wek
  • daw > da-wa wê
  • xew > xe-wê

Ev ”pijikîna” yan parçebûna dîftongê ji peyvên xwerû jî diyar e:

  • ba-we-rî (ne *baw-e-rî)
  • de-war (ne *dew-ar)
  • cê-wî (ne *cêw-î)
  • dî-war (ne *dîw-ar)

Dîftongên ji vokalek + Y/Î

Herfa Y yek ji herdu nîv-vokalên kurdî ye (W, Y). Ew dişibe vokalan ji ber ku – berevajî konsonantan – di dema derxistina wê de hewayê dengî nayê rawestandin. Lê ew ne vokaleke temam e jî ji ber ku – berevajî vokalan – ew bi tenê nikare kîteyan pêk bîne. Li gel vokalan ew dikare dîftongan pêk bîne:

dîftong nimûne
ay / aî çay, hay, ay
ey / eî heyv, keyf, hey, ey, mey, ney
? êy / êî hêy
* iy / * iî
? îy / * îî (bi soranî heye)
? oy / oî oy, kowboy
? uy / ? uî
? ûy / ûî (bi soranî heye)

ay / aî

Di çend peyvan de peyda dibe. Lê di devokan de Y dikeve (çay à ça, hay à ha). Wisa dixuye ku tenê peyvika gazîkirinê ay di hemû devokan de peyda dibe. Di kurmanciya nivîskî de gava ku paşpirtika çemandinê ya nêrî li peyvên bi A bi dawî tên tê zêdekirin, ew wek –YÎ tê nivîsîn. Lê di gotina hin devokan de di vê rewşê de tenê Y heye:

  • kurmanciya nivîskî: wî bira got
  • hin devok: wî biray go(t)

Anku bi nivîskî A û Y dikevin kîteyên ji hev cuda lê bi devkî A û Y di heman kîteyê de ne û dîftongeke ay pê tînin. Di soranî de jî biray min (bira-yê min).

ey / eî

Ji hemû dîftongên din yên bi Y/Î bi dawî tên mişetir peyda dibe. Lê gelek ji peyvên bi vê dîftongê bi eslê xwe biyanî ne (heyf û keyf ji erebî, mey û ney vê dawiyê ji farisî). Herwiha gelek caran jî – xaseten di kîteyî girtî de anku di kîteyên konsonantek li dawiyê de – EY dibe Ê (keyf à kêf). Peyva xwemalî heyv di gelek devokên kurmancî de bi awayê hîv e. Li aliyekî din, di gelek devokan de peyva kurmanciya giştî deng bi awayê dey tê gotin (xaseten dey kirin û formên wê yên çemandî).

Di soranî de gelek caran bi rêya girêdanê peyda dibe: rojnamey Rûdaw (rojname-ya Rûdaw). Herwiha di soranî de key (kengî, kingê).

êy / êî

Ji bilî peyvika gazîkirinê hêy ji peydabûna vê dîftongê di peyvên din yên kurmancî de ne agadar im. Ev peyvik jî li gelek deveran bi awayê ye anku ne bi dîftong e.

Di soranî de bo nimûne to kê’yt (tu kî yî) – wek kîteyeke bi tenê kêyt tê gotin.

iy / iî

Koma herfên -iy- di kurdî de di gelek peyvan de heye, bo nimûne: çiya, giya, siyaset, qiyamet… Lê dîftonga iy / iî pêk naînin (lê belkî dîftonga ya- pêk tînin – li jêrtir binêrin). Tek peyva ku mirov carinan di nivîsan de dibîne ku bi rastî dixuye ku dîftonga iy/iî pêk tîne, peyva qiymet e. Lê ev awayê nivîsînê tenê ji ber tesîra tirkî ye. Di rastiyê de ew di kurdî de tekdengekî (monoftonekî) î ye û awayê wê yê rast di kurdî de qîmet e.

îy / îî

Ev dîftong di kurdî de peyda nabe. Heta eger mirov peyvên wek çiya, giya, siyaset, qiyamet wek çîya, gîya, sîyaset, qîyamet tercîh bike jî, dîsa di wan de dîftonga îy nîne ji ber ku li gor wê nivîsînê Î û Y dikevin ser du kîteyên ji hev cuda: çî-ya, sî-ya-set…

Di soranî de ev di rewşa girêdanê de peyda dibe: kurdîy soranî (kurdi-ya soranî). Lê gelek caran Î-ya dubare nayê nivîsîn û mirov forma kurdî soranî dibîne.

oy / oî

Dîftonga oy / oî bi giştî di kurmancî de tenê di peyvika gazîkirinê oy de tê dîtin. Helbet hin peyv hene ku herfên O û Y tê de li pey hev in (bo nimûne Zaxoyî, boyax) lê di wan de O û Y di kîteyên ji hev cuda de ne (za-xo-yî, bo-yax) loma ew dîftongan pêk naînin). Hin caran mirov di nivîsan de formên wek Zaxoy bi maneya zaxoyî, xelkê Zaxoyê dibêje lê wisa diyar e ku ew tenê ji kêmasiyên nivîsînê ne û ne ji awayê gotinê ne.

Di soranî de peyva xoy y abi dîftonga oy heye û ji xo (xwe) û y/î (wî / wê) pêk hatiye û maneya wî bi xwe dide.

uy / uî

Wsa dixuye ku dîftonga uy / uî di ti peyvên xwerû de di kurmancî yan soranî de peyda nabe. Di hin devokan de mirov dikare gotina duy piştî nîvro bi maneya saet du danê êvarê bibihîze. Piraniya devokên din dibêjin duyê/duyî…

 

ûy / ûî

Ev dîftong di kurmancî de carinan di peyva xûy de tê dîtin lê heman peyv bi awayê jî heye. Di soranî de ev dîftong wek encaman girêdanê peyda dibe: xanûy ewan (xaniyê wan).

Dîftongên ji Y + vokalek

Wek ku me li jor li ser W jî gotiye, di nav zimannasan de hevbîriyeke temam li ser hindê jî nîne ka gelo Y + vokalek dibe dîftong yan jî na. Piraniya zimannasan wan wek dîftong qebûl dikin. Eger em jî wisa bikin, ev dîftongên bi Y dest pê dikin di kurdî de hene:

 

dîftong nimûne
ya / îa yar, beyar, yad, ya (wek ”ya min”)
ye / îe yek, ye, yezdan
? yê / îê yê, yên, bayê felekê
* yi / * îi
? yî / îî (tu) yî, qamişloyî, ronayî
? yo / îo birayo!
* yu / * îu
* yû / îû

Wek ku tê dîtin, Y nikare li berî I, U, Û dîftongan çêke. Li berî Î ew tenê dikare wek paşpirtik yan herfa kelijandinê hebe. Di rastiyê de ew hingê jî dîftongan pêk naîne, tenê di nivîsînê de tê bikaranîn:

Nivîsîn Gotin
tu yî tuî
qamişloyî qamişloî
ronayî ronaî[14]

Bi nivîskî mirov komherfên YO dibêje. Lê di rastiyê de di gotinê de Y mit anku bêdeng e:

  • nivîskî: birayo
  • gotin: birao (yan: biraw)

Li berî Ê, herfa Y xaseten di çemandinê de û herwiha di cînavên yê, yên[15] de tê dîtin:

  • din, n min, bira te, nameyên

Lê di gelek devokan de Y di van rewşan de jî mit e:

  • ê din, ên min, bira-ê te, nameên/namên wê

L berî E, herfa Y di çend peyvan de heye. Ew herwiha li gel kopulaya cînavê sêyem yê yekhejmar (ew) li kar e eger peyva berî wê bi vokalekê bi dawî were. Herwiha paşpirtika ”-ek” dibe yek eger peyva ew digire bi vokalekê bi dawî were:

  • Ew mamoste ye (bide ber ew profesor e)
  • name-yek (bide ber kitêb-ek)

Lê peyva yezdan di nav gel de nîne û bi aşkerayî vê dawiyê ji farisî ketiye kurdî. Heta peyva yek jî li hin deveran bi awayê êk e. Di gotinên wek mamoste ye de jî gelek caran Y nayê bihîstin. Ji xwe peyvên wek nameyek di axiftinê de bi piranî dibin namek. Anku eger em nebêjin ku dîftonga ye di kurmancî de nîne jî, divê em bibêjin ku di axiftina kurmancî de ew gelek kêm peyda dibe.

Wisa dixuye ku dîftonga YA zêdetir peyda dibe: ya, yan, yar, yarî, beyar, eyar…

Lê di rastiyê de ew jî ne zêde li kar e. Peyvên ya, yan bi awayên a, an zêdetir di nav gel de belav in. Peyvên beyar, eyar ji erebî ne. Peyva yarî (lîstik; henek) aîdî kurmanciya rojhilatî ye û di kurmanciya navendî û rojavayî de kêm tê bihîstin yan heta belkî qet peyda nabe. Peyva yar ne ji destê gel lê ji zimanê helbestî ye û qet ne dûr e ku wergirtineke ji farisî be.

-iya = -îa

Di kurdî de, hem di nav peyvên xwemalî de û hem jî nemaze di peyvên esil-erebî de gelek caran komdengê -iya-:

  • çiya, giya, giyan, jiyan, niyan, şiyan…
  • diyanet, riwayet, siyaset, xiyanet…

Heta hin kes van peyvan bi herfên -îya- (çîya, jîyan…) jî dinivîsin.

Li gor qeyd û bendên kîtekirinê, divê ”i” ya van dengan di kîteyeke ji ”-ya” cuda de bûya, wek ”çi-ya,gi-ya…”

Lê di rastiyê de mirov adeten van peyvan wisa kîte nake. Mirov konsonanta yekem û ”iya” hemû bi hev re bi carekê dibêje. Anku peyvên wek ”çiya, giya, giyan, şiyan” ne dukîteyî lê yekîteyî ne. Sebeb jî ew e ku herfên ”iya” nîşana dîftonga ”îa” ye.

Ji ber ku di alfabeya kurdî-erebî de herfa ”i” nîne, li hevberî ”iya” ya kurdî-latînî یا (ya) tê nivîsîn, heçku mirov bi latînî binivîse: gya, çya, syaset. Di alfabeya kurdî-erebî de jî ji aliyê alfabeyê ve dê mimkin bûya ku mirov van peyvan wek çîya, şîyan, sîyaset binivîse lê ew awa qet di alfabeya kurdî-erebî de nayê nivîsîn û di kurdî-latînî de jî ne awayê standard e.

__________________________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Husein Muhammed: Eyn (ع) di kurdî de.

[2] Kurmanciya nivîskî ya bi alfabeya latînî. Kurmanciya nivîskî ya bi alfabeya erebî jî adeten li cihê –wî- ya behdînî Û dinivîse lê carinan jî WÎ dinivîse.

[3] Awarte û ististnayên ji qeyda guherîna Û ya kurmanciya giştî bi UÎ (WÎ) di behdînî de tenê ev in: ”çûn” û ”û” wek peyveke serbixwe (bi inglîzî ”and”) in. Herwiha ”bûn” jî li kêm deverên Behdînan dibe ”bwîn /buîn”, li piraniya wan dibe ”bîn” yan ”bûn”.

[4] Gava ku kurmancî bi devoka behdînî bi alfabeya kurdî-erebî tê nivîsîn, komgendê UÎ li nava peyvan wek -وی- (-wî-) tê nivîsîn, ne wek -ئوی- (-uî-). Bo nimûne, peyva kurmanciya giştî bûk bi behdînî wek بویک (bwîk) tê nivîsîn, ne wek بوئیک (buîk).

[5] ”Bûn” ya kurmanciya giştî li piraniya Behdînan ”bîn” yan ”bûn” e, tenê kêmanî wê bi awayê ”buîn / bwîn” dibêje.

[6] Bi tesadifî ti peyvên du di behdînî de bi dengê çuî- / çwî- dest pê bikin nehatine dîtin. Peyva kurmanciya giştî ”çûn” jî di behdînî de her wek kurmanciya giştî ”çûn” e û li gor qeyd û benda guherîna Û bi UÎ / WÎ neguheriye.

[7] Ti peyvên ku ”vû-” tê de hebe di kurmanciya giştî de peyda nabin û di behdînî de jî bi şêweyê vwî- nînin.

[8] Ti peyvên ku ”wû-” tê de hebe di kurmanciya giştî de peyda nabin û di behdînî de jî bi şêweyê wwî- nînin.

[9] Kurmanciya giştî jî wek behdînî dîftonga xu- qebûl dike.

[10] Ti peyvên ku ”yû-” tê de hebe di kurmanciya giştî de peyda nabin û di behdînî de jî bi şêweyê ywî- nînin.

[11] Bi hin devokên din guşî (koma libên tirî).

[12] Bi soranî ye û maneya alî, rex, hêl, teref dide û hevreha peyva dêm (rû) ye.

[13] Di çend peyvên vê dawiyê wergirtî de dikarin hebin, bo nimûne kowboy ji inglîzî cowboy (gavan).

[14] Forma serdesttir bi nivîskî û gotinê ronahî.

[15] Bi devokî herwiha yêt, yêd.

DÎROKA (ZIR-)ETÎMOLOJIYA KURDΠ-12-

(Bo beşên pêştir binêrin: 1, 2345678910, 11)

Ali Husein Kerim

Husein Muhammed

 

Ali Husein Kerim: Kürtçenin Etimolojik sözlüğü, 2019

Kitêba Ali Husein Kerim Kürtçenin Etimolojik sözlüğü (Ferhenga etîmolojî ya kurdî) sala 2019 derketiye û nêzîk 700 rûpelî ye. Ew çapa nûkirî û berfirehkirî ji ferhenga wî ya sala 2013 e ku nêzîkî 400 rûpelî bû.

Wek ku ji navê berhemê diyar e, zimanê serekî yê şirovekirinê tirkî ye tevî ku ew ji aliyê nivîskarekî kurd ve û derbarê peyvên kurdî hatiye nivîsîn. Tevî navê nivîskar yê bi şiklê xwe dişibe navên kurdên Başûr an Rojava, nivîskar di rastiyê de ji Bakur, ji herêma Xoçvana Erdexanê ye.[1] Wisa diyar e ku ”Ali Husein Kerim” navekî nepenî/guherandî ye ku ew ji xwe re bi kar tîne.

Berhem bi piranî ji wan nivîsan pêk tê ku nivîskar yek bi yek li ser malpera Dirokakurdistan.com û di hinek malperên din de belav kirine/dike.

Peyvên ferhengê ne li gor alfabeyê lê li gor mijaran hatine rêzkirin, wek ”dinya”, ”hewa”, ”riwek”, ”dewar” û heta mijareke wek ”xesandin” jî!

Read More »

Wergerandina makîneyî ya soranî-kurmancî

WM

Husein Muhammed

Wek ku tê zanîn, ji sala 2016 ve di mezintirîn bernameya wergerandina makîneyî anku Google Translate (ji niha pê ve GT) de wergerandina di navbera kurmancî û bi dehan zimanên din de mimkin e.

Demeke dirêj e kurd li bendê bûne wergerandina bi û ji soranî jî di GT berdest bibe. Destpêka sala 2020 GT hinek zimanên din jî li lîsteya zimanên xwe zêde kirine. Mixabin hê jî soranî di lîsteyê de nediyar e.

Lê wek mucîzeyekê, mirov dikare tekstên soranî tê bike GT û zimanê jêder oyxurî hilbijêre û wê tekstê li zimanê ku dixwaze wergerîne. Oyxurî zimanekî tirkîkî (Turkic) e û qet ne têkilî kurdî ye lê nayê zanîn çawa û çima GT wergerandina ji soranî û ya ji oyxurî jî bi bijartina zimanê jêder wek oyxurî dike.

Mixabin niha tenê wergerandina ji soranî mimkin e û wergerandina li soranî ne gengaz û berdest e.

Li jêr em ê encamên wergerandina sê parçenivîsên cuda yên ji soranî li kurmancî pêşkêş bikin û paşî yek bi yek li ser hêjahî û kêmasiya wergerên wan rawestin.

1) WERGERANDINA NÛÇEYEKÊ

Orijînala soranî ku nûçeyeke Rûdawê ya roja 8.3.2020 ye:

وەزارەتی دارایی دەست بە دابەشكردنی مووچەی مانگی 12‌ دەکات و یەكەم وەزارەتیش لە وەرگرتنی مووچەدا وەزارەتی تەندروستی دەبێت

بەپێی راگەیێندراوێكی وەزارەتی دارایی ‌و ئابووری سبەی دووشەممە 9-3-2020 دەست بەدابەشكردنی مووچەی مانگی 12ـی 2019 ـی فەرمانبەران دەكرێت و وەزارەتی تەندروستی یەكەم وەزارەتە مووچە وەردەگرێت

چەند ساڵێكە وەزارەتی پێشمەرگە یەكەم وەزارەت بوو لە وەرگرتنی مووچەدا بەڵام ئەم مانگە بەهۆی ڤایرۆسی كۆرۆناوە مووچەی وەزارەتی تەندروستی پێشخرا

مانگانە حكومەتی هەرێمی كوردستان بۆ مووچە‌ و خەرجییەكانی پێویستی بە یەك ترلیۆن ‌و 70 ملیار دینارە، لەوەش نزیكەی 885 ملیار دیناری بۆ مووچە تەرخاندەكرێت

سەرچاوەكانی داهاتی مووچە لە 51% لە بەغداوە دابیندەكرێت كە مانگانە 452 ملیار دینارە، لە 49%یشی لە ناوخۆی كوردستانەوە دابیندەكرێت كە 360 ملیار دیناری لە داهاتی نەوت، 60 ملیار دیناری لە وەزارەتی دارایی ‌و 25 ملیار دیناریشی دیاریی ئەمریكییەكانە بۆ هاوكاریی پێشمەرگە

Teksta soranî bi alfabeya latînî bi tîpguhêziya makîneyî ya Lexilogos (kêmasiyên rastnivîsînê yên makîneyê nehatine sererastkirin):

Wezaretî darayî dest be dabeşkrdinî mûçeyi mangî 12‌ dekat û yekem wezaretîş le wergirtinî mûçeda wezaretî tendrustî debêt

Bepêyi rageyêndrawêkî wezaretî darayî ‌u abûrî sbeyi dûşemme 9-3-2020 dest bedabeşkrdinî mûçeyi mangî 12ـî 2019 ـî fermanberan dekrêt û wezaretî tendrustî yekem wezarete mûçe werdegrêt

çend sallêke wezaretî pêşmerge yekem wezaret bû le wergirtinî mûçeda bellam em mange behoyi vayrosî koronawe mûçeyi wezaretî tendrustî pêşxira

Mangane ḧkumetî herêmî kurdistan bo mûçe‌ û xercîyekanî pêwîstî be yek tirliyon ‌u 70 miliyar dînare, leweş nzîkeyi 885 miliyar dînarî bo mûçe terxandekrêt

Serçawekanî dahatî mûçe le 51% le beẍdawe dabîndekrêt ke mangane 452 miliyar dînare, le 49%îşî le nawxoyi kurdistanewe dabîndekrêt ke 360 miliyar dînarî le dahatî newt, 60 miliyar dînarî le wezaretî darayî ‌u 25 miliyar dînarîşî diyarîyi emirîkîyekane bo hawkarîyi pêşmerge

Wergera makîneyî li kurmancî bi Google Translate roja 8.3.2020:

Wezareta Darayî dê di meha Kanûnê de dest bi belavkirina mûçeyan bike û yekem wezareta ku mûçe werdigire dê Wezareta Tenduristiyê be.

Li gorî daxuyaniyek ji wezareta darayî û aboriyê, belavkirina mûçeyên karmendan dê ji roja Duşemê 9ê Adarê, 2020 dest pê bike, û wezareta tenduristiyê dê salvegera yekem werbigire.

Ji bo çend salan Wezareta Pêşmerge yekem wezaret bû ku mûçe werdigire lê vê mehê meaşên Wezareta Tenduristî ji ber coronavirus zêde bûne.

Meaş û lêçûnên mehane yên KRG yek trilyon an 70 mîlyar dînar hewce dike, ji wan 885 mîlyar dînar ji bo mûçeyan tê veqetandin.

Avkaniyên dahata mûçe li 51% ji Bexdayê tê pêşkêş kirin, ku ew mehane 452 milyar dînar e, di% 49 ê xebata li Kurdistanê de, ku 360 milyar dînar di dahata neftê de, 60 milyar dînar li Wezareta Darayî ye û 25 milyar dînar jî di alîkariya Amerîka ji Pêşmerge re ye.

Nirxandin

Nûçe bi awayekî têgihbar û fehmbar hatiye wergerandin. Mirov bi awayekî giştî tê digihe û fehm dike ka nûçe behsa çi dike. Mijar (meaş, muçe) û parvekirina wan li ser karmendan baş diyar dibe. Hejmarên tê de rast ji teksta orijînal neqlî wergerê bûne û hwd. Zimanê wergerê ji aliyê rêzimanî ve bi piranî li gor kurmancî rast e.

Werger ne bêkêmasî ye. Tê de hinek şaşiyên mijarî/babetî û herwiha hinek şaşiyên rêzimanî jî hene.

Bo nimûne, di orijînal soranî de tê gotin ku ”Wezaretî darayî dest be dabeşkrdinî mûçeyi mangî 12‌ dekat” anku “wezareta darayî dest bi parvekirina meaşê meha 12 dike”. Lê wergera kurmancî dibêje “Wezareta Darayî dê di meha Kanûnê de dest bi belavkirina mûçeyan bike.”

Dîsa di benda duyem ya orijînala soranî de tê gotin ”dest bedabeşkrdinî mûçeyi mangî 12ـî 2019 ـî fermanberan dekrêt” anku “dest bi parvekirina muçeyê meha 12 ya 2019 yê fermanberan/memûran tê kirin” lê di wergera kurmancî de ev gotin nehatiye wergerandin.

Li dawiya benda sêyem ya orijînala soranî dibêje ”bellam em mange behoyi vayrosî koronawe mûçeyi wezaretî tendrustî pêşxira” anku “lê vê mehê ji ber vîrûsa koronayê meaşê wezareta tenduristiyê hat pêşxistin” anku pêştir tên dayîn. Lê wergera wê ya kurmancî dibêje “lê vê mehê meaşên Wezareta Tenduristî ji ber coronavirus zêde bûne”.

Ji aliyê rêzimanî û rastnivîsînê ve ev werger ne xirab e. Heta mirov dikare bibêje ku ji gelek nûçeyên ku kesan nivîsîne yan wergerandine kêmtir jî şaşiyên rêzimanî û rastnivîsînê tê de hene. Lê dîsa jî nûçe ji aliyê rêzimanî û rastnivîsînê ve jî ne bêkêmasî ye.

Bo nimûne, bi taybetî di benda dawiyê de çendîn daçekên zêde hene, bo nimûne “li” li pêş 51% û “di” li berî “% 49”. Koronavîrûs an vîrûsa korona wek “coronavirus” hatiye nivîsîn. Di tekstê de herwiha kurteya “KRG” heye ku ihtimalen ji gelek xwandevanên kurmancî re nenas be. Ew kurteya inglîzî ya navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (Kurdistan Regional Government) e. Ew kurte di orijînala soranî de nîne û di teksta soranî de ew bi awayê “ḧikumetî herêmî Kurdistan” anku “Hikûmeta Herêma Kurdistanê” ye.

Ji kurteya KRG, ji nivîsîna “koronavîrûs, vîrûsa korona” bi awayê “corona virus” û ji nivîsîna bo nimûne navên wezaretan bi serherfa mezin diyar dibe ku Google Translate wergerê ne yekser ji soranî li kurmancî dike lê di sîstema xwe de tekstê pêşî ji soranî werdigerîne inglîzî û paşî ji inglîzî jî li kurmancî werdigerîne. Li gel piranî yan hemû zimanên din jî Google Translate wisa dike anku herdem an bi piranî inglîzî zimanê navber e.

Li gel van hemû kêmasiyên behskirî jî, werger bi awayekî giştî têra xwe biserketî ye eger mirov bîne bîra xwe ku makîneyê ev werger di saniyekê de kiriye bêyî ku mirov ti renc û zehmetê pê bide.

Bo têgihiştina mijarê anku pêhesîna ka mijar li ser çi ye, behsa çi dike û çi dibêje, wergerên wiha bikêrhatî ne tevî ku ji şaşî û kêmasiyan ne bêpar in.

Heta mirov dikare wergerandina makîneyî di wergerandina nûçeyan de bi kar bîne bi şertê ku mirov piştî wergerandina makîneyî hevok bi hevok pê ve biçe û şaşî û kêmasiyên heyî sererast bike. Dîsa jî bi ihtimaleke mezin ev kar ji wergerandina kesî kêmtir dem û kedê dixwaze.

Sebebê ku wergerandina makîneyî ya nûçeyên siyasî, aborî û civakî bi awayekî giştî biserketî ye, ew e ku nûçeyên bi vî awayî di medyayê de pir in û GT di xezîneya xwe de wan qeyd dike yan jî bi sîstema xwe dikare lê bigere û peyv, gotin û hevokên wan bibîne û wisa teksta xwe wergerîne.

Lê gava ku em tekstên derbarê hinek mijarên din yên ne-nûçeyî bînin û hewl bidin wan wergerînin, em ê bi hêsanî bibînin ku wergerandina wan ne ewqas biserketî ye yan heta qet nebiserketî ye.

2) WERGERANDINA PARÇENIVÎSEKE ZIMANNASÎ

Parçenivîsa orijînal bi soranî ji Yagey ziman (nivîserê wê: Cefer Şêxulîslamî):

زمانناسی چییه‌؟

زمانناسی بریتییه‌ له‌ لێكۆڵینه‌وه‌ی زانستییانه‌ی زمان. ئه‌گه‌رچی زانینی زیاتر له‌ زمانێک له‌وانه‌یه‌ یارمه‌تی خوێندكاری زمانناسی یان زمانناسێک بدا كه‌ باشتر له‌ چه‌مک و دیارده‌كانی زمان تێبگا، زمانناس ناچار نییه‌ زمانێكی دیكه‌ فێر بێ. به‌ڵكوو، زمانناس هه‌وڵ ده‌دا كه‌ له‌ زمان، وه‌كوو دیارده‌یه‌كی كۆمه‌ڵایه‌تی و ئینسانی، تێبگا. زمانناسی، بۆ نموونه‌، له‌ وه‌ڵامی ئه‌م چه‌شنه‌ پرسیارانه‌ ده‌گه‌ڕێ: ده‌نگه‌كانی زمان چۆن ساز ده‌بن؟ بۆچی كاتێک قسه‌كه‌رێک ئه‌م ده‌نگانه‌ به‌ دوای یه‌كتر دا ڕیز ده‌كا، یه‌كێكیتر، واته‌ گوێگرێک، ده‌توانێ له‌م ده‌نگانه‌ واتا و مانا چێ بكا؟ هه‌روه‌ها، بۆچی ئه‌م سازكردنه‌ی واتا له‌ ده‌نگ به‌ هه‌موو گوێگرێک ناكرێ؟ زانینی زمانی زگماكیی مانای چییه‌؟ ئایا زمانی هه‌ڵه‌ و زمانی ناهه‌ڵه‌ هه‌ن؟ ئایا زمانێكی به‌ربڵاوی وه‌كوو ئینگلـیسی له‌ زمانێكی سه‌ركوتكراوی وه‌كوو كوردی، یان زمانی گوندێكی دووره‌ده‌ستی ئه‌فریقایی ته‌واوتره‌؟ جیاوازی له‌ نێوان دیاله‌كت (له‌هجه) و زمان دا چییه‌؟ بۆ نموونه‌، ئایا كوردی زمانه‌، یان له‌هجه‌؟ جیاوازی شێوه‌ قسه‌كردنی ژن و پیاو چییه؟ ئه‌م جیاوازییانه‌ چ ته‌ئسیرێكیان له‌ پێگه‌ و پلـه‌ی كۆمه‌ڵایه‌تی ژن و پیاو دا هه‌یه‌؟ ئه‌مانه‌ و زۆر پرسیاری تریش بابه‌تی خوێندنه‌وه‌ و لێكۆڵینه‌وه‌ی فێرخوازه‌كانی زمانناسی و زمانناسانن. جیاوازیی و به‌ربڵاویی پرسیارگه‌لێكی یه‌كجار زۆر سه‌باره‌ت به‌ زمان بووه‌ته‌ هۆی ئه‌مه‌ كه‌ زمانناسی به‌ چه‌ندین لک دابه‌ش بكرێ.

لكه‌كانی زمانناسی

زمان به‌ شێوه‌ی جۆراوجۆر لێی ده‌كۆڵدرێته‌وه‌ و موتاڵا ده‌كرێ. هه‌ر به‌و پێیه‌ش، زمانناسی ده‌كرێ به‌ چه‌ند شێوه‌ دابه‌ش بكرێته‌ سه‌ر چه‌ندین لک و پۆ. هه‌ركام له‌و لكانه‌ وه‌ڵامی هه‌ندێک پرسیاری تایبه‌ت ده‌ده‌نه‌وه‌ و له‌ بابه‌تگه‌لێكی تایبه‌ت ده‌كۆڵنه‌وه‌:

  1. زمانناسیی تیئۆریک (Theoretical linguistics) (خالیس و بنه‌ره‌تی: زمانه‌كان چۆن كار ده‌كه‌ن؟)
    2. زمانناسیی مێژوویییانه‌ (Historicallinguistics) (زمانه‌كان چۆن بوون به‌ ئه‌مه‌ی كه‌ ئێستا هه‌ن؟)
    3. زمانناسیی كۆمه‌ڵایه‌تییانه‌ (Sociolinguistics) (پێوندی زمان له‌ گه‌ڵ پێكهاته‌كانی تری كۆمه‌ڵایه‌تی چییه‌؟)
    4. زمانناسیی ده‌روونناسییانه‌ (Psycholinguistics) (زمان له‌ ناو مێشک دا چۆن ساز ده‌بێ و ده‌كه‌وێته‌ كار كردن؟)
    5. زمانناسیی پێكگرتن/ كارپێكه‌رانه‌ (Applied linguistics) (فێربوون و فێركردنی زمان، وه‌رگێڕان، هتد.)
    6. زمانناسیی كامپیوتێریی ( Computational linguistics) (به‌ كۆمپیۆتێره‌كردنی زمانی ئینسان)

Orijînala soranî bi tîpguhêziya Lexilogos (kêmasiyên tîpguhêziya makîneyî nehatine sererastkirin):

zimaninasî çîye?

zimaninasî brîtîye le lêkollîneweyi zanistîyaneyi ziman. egerçî zanînî ziyatir le zimanêk lewaneye yarmetî xwêndkarî zimaninasî yan zimaninasêk bida ke başitir le çemk û diyardekanî ziman têbiga, zimaninas naçar nîye zimanêkî dîke fêr bê. bellkû, zimaninas hewll deda ke le ziman, wekû diyardeyekî komellayetî û însanî, têbiga. zimaninasî, bo nmûne, le wellamî em çeşne prsiyarane degerrê: dengekanî ziman çon saz debin? boçî katêk qsekerêk em dengane be dwayi yektir da rîz deka, yekêkîtir, wate gwêgrêk, detwanê lem dengane wata û mana çê bika? herweha, boçî em sazkrdineyi wata le deng be hemû gwêgrêk nakrê? zanînî zimanî zgmakîyi manayi çîye? aya zimanî helle û zimanî nahelle hen? aya zimanêkî berbillawî wekû înglـîsî le zimanêkî serkutkrawî wekû kurdî, yan zimanî gundêkî dûredestî efrîqayî tewawtire? ciyawazî le nêwan diyalekt (lehcih) û ziman da çîye? bo nmûne, aya kurdî zimane, yan lehce? ciyawazî şêwe qsekrdinî jn û piyaw çîyh? em ciyawazîyane çi teisîrêkiyan le pêge û plـeyi komellayetî jn û piyaw da heye? emane û zor prsiyarî tirîş babetî xwêndinewe û lêkollîneweyi fêrxwazekanî zimaninasî û zimaninasanin. ciyawazîyi û berbillawîyi prsiyargelêkî yekcar zor sebaret be ziman buwete hoyi eme ke zimaninasî be çendîn lk dabeş bikrê.

lkekanî zimaninasî

ziman be şêweyi corawcor lêyi dekolldrêtewe û mutalla dekrê. her bew pêyeş, zimaninasî dekrê be çend şêwe dabeş bikrête ser çendîn lk û po. herkam lew lkane wellamî hendêk prsiyarî taybet dedenewe û le babetgelêkî taybet dekollinewe:

  1. zimaninasîyi tiyorîk (Theoretical linguistics) (xalîs û bineretî: zimanekan çon kar deken?)
  2. zimaninasîyi mêjuwîyiyane (Historical linguistics) (zimanekan çon bûn be emeyi ke êsta hen?)
  3. zimaninasîyi komellayetîyane (Sociolinguistics) (pêwndî ziman le gell pêkhatekanî tirî komellayetî çîye?)
  4. zimaninasîyi derûninasîyane (Psiyciholinguistics) (ziman le naw mêşk da çon saz debê û dekewête kar krdin?)
  5. zimaninasîyi pêkgirtin/ karpêkerane (Applied linguistics) (fêrbûn û fêrkrdinî ziman, wergêrran, htd.)
  6. zimaninasîyi kampiyutêrîyi ( Computational linguistics) (be kompiyotêrekrdinî zimanî însan)

Kurmanciya tekstê bi wergerandina GT 8.3.2020:

Zimanzanî çi ye?

Zimannasî xwendina zanista zimanî ye. Her çend zanebûna ji yekê zêdetir zimanî dibe alîkar ku zimanzanî an zimanzanek ku têgeh û fenomenên ziman çêtir fêm bike, zimanzan ne mecbur in ku zimanek din fêr bibe. Ji aliyekî ve, zimanzan, hewl didin ku ziman, weke fenomenek civakî û mirovî fahm bikin. Zimannasî, wek mînak, ji bersiva pirsên jêrîn guhartin: Dengên zimanî çawa têne? Ma çima axaftvan, yek bi yek, ango, guhdarvanek, dema ku ew li dû yê din radibin, dê bikaribe ji van dengan bihesibîne? Di heman demê de, çima ev setup nayê wateya deng ji hemû guhdaran re? Tê çi wateyê ku meriv zimanê zikmakî xwe bizanibe? Ma zimanek şaş û çewt heye? Ma ziman bi qasî Englishngilîzî wekî zimanekî destkeftî wekî Kurdî ye, an zimanê gundek afrîkî ya dûr e ku bi tevahî rehet e? Betweeni ferqa di navbera zarav û zimanek heye? Mînakî, kurdî zimanek e, an zaravay e? Ferqa di navbera mêr û jinek de çi ye? Bandora van cûdahiyan li ser rew sociala civakî û statûya jin û mêr çi ye? Van û gelek pirsên din mijara xwendin û vekolînê ji hêla zimanzanî û zimannasan ve ne. Dûrbûn û pêşverûbûna pirsa yek-dem a di derbarê zimên de bûye sedem ku zimanzaniyê di çend kategoriyan de were dabeş kirin.

Zimanzanî

Ziman bi awayên cûda dikare were şîrove kirin û ew dikare bi intongilîzî jî were wergerandin. Li gorî wî, zimannasî dikare li gelek cûr û bingehan were veqetandin. Her yek ji van pirs û bersivan dê hejmarek pirs û babetên taybetî bidin:

  1. Zimannasiya teorîk (pak û bingehîn: Ziman çawa kar dikin?)
  2. Zimanzanîya dîrokî (Ziman çawa ku îro bûne?)
  3. Civaknasnasî (têkiliya ziman bi strukturên din ên civakî re çi ye?)
  4. Psycholinguistics (Ziman çawa di mêjiyê de avakirin û fonksiyonê de ye?)
  5. Zimanzanîyên sepandî (fêrbûna ziman û wergerandin, wergerandin, hwd.)
  6. Zimannasiya Computer (Linguistics Computational)

Nirxandineke kurt

Ji orijînalê jî û ji wergerê jî diyar dibe ku mijar nasandina zimannasiyê ye. Herwiha diyar dibe ku nivîser çend pirsên li ser wê mijarê dike (berî ku paşî bersiva wan bide).

Lê wek ku tê dîtin, hinek hevokên wergerê nayên fehm bikin. Bo nimûne “Ma çima axaftvan, yek bi yek, ango, guhdarvanek, dema ku ew li dû yê din radibin, dê bikaribe ji van dengan bihesibîne?”

Ji bilî zehmetiya yan heta mehalî û bêîmkaniya fehmkirina hinek hevokan jî, tê dîtin ku heta gelek peyvên biyanî (inglîzî) jî ketine nav wergerê, bo nimûne: “Ma ziman bi qasî Englishngilîzî wekî zimanekî destkeftî wekî Kurdî ye, an zimanê gundek afrîkî ya dûr e ku bi tevahî rehet e? Betweeni ferqa di navbera zarav û zimanek heye? Mînakî, kurdî zimanek e, an zaravay e? Ferqa di navbera mêr û jinek de çi ye? Bandora van cûdahiyan li ser rew sociala civakî û statûya jin û mêr çi ye?”

Anku mirov bi awayekî giştî fehm dike ka mijar li ser çi ye. Heta hinek hevok bi temamî jî têgihbar û rastnivîsandî ne. Lê bi awayekî giştî, mirov nikare bibêje ku ev werger têra xwe biserketî ye.

Bo nimûne, eger mirov rabe vê wergerê hevok bi hevok sererast bike, dibe ku sererastkirina wê zehmettir be ji wergerandina wê ji destpêkê heta dawiyê ji aliyê kesekî ve.

3) WERGERANDINA HELBESTEKÊ

Wek prensîp, bernameyên wergerandinê tekstên hemû mijaran û bi hemû awayan werdigerînin.

Niha kerem bikin em bernameya GT li wergerandina helbestekê biceribînin.

Orijînala soranî: helbesteke Ebdulla Goran ”Ciwanî le ladê”:

‘جوانی له‌ لادێ’

ئێواره‌یه‌ وا، هه‌ڵگره‌ سا گۆزه‌یی تازه‌،

ڕێی كانی قوبان! مونته‌زیری جیلوه‌یی نازه

به‌رده‌رگه‌كه‌تان قیبله‌یی ڕووی ئه‌هلی نیازه‌،

ئێواره‌یه‌ وا، هه‌ڵگره‌ سا گۆزه‌یی تازه‌

سه‌ر جاده‌ موعه‌تته‌ر كه‌ به‌ بۆی خونچه‌ و مێخه‌ك،

به‌و له‌نجه‌یه‌وه‌ به‌سته‌ بڵێت ورشه‌یی خامه‌ك،

هاڕه‌ی كه‌مه‌ره‌ و پڵپڵه‌ و گواره‌ و كرمه‌ك…

ئێواره‌یه‌ وا، هه‌ڵگره‌ سا گۆزه‌یی تازه‌

چه‌ن جوانی به‌ره‌و مه‌غریب ئه‌چی زه‌رده‌ ئه‌دا لێت،

پرشنگی خشڵ ئه‌بڵه‌ق ئه‌كا ده‌وروبه‌ری ڕێت،

ڕۆژی ده‌می كه‌ل حازره‌ بۆ پێشه‌كی به‌ر پێت،

ئێواره‌یه‌ وا، هه‌ڵگره‌ سا گۆزه‌یی تازه‌

ئێواره‌یه‌ وا، ده‌ركه‌وه‌ سا جوانه‌ كچی دێ،

ئه‌ی ویردی قسه‌ و به‌سته‌یی گشت كوڕگه‌لی سه‌ر ڕێ

سووتاوی جوانیتن هه‌موو كێیی كوڕی كێ

ئێواره‌یه‌ وا، هه‌ڵگره‌ سا گۆزه‌یی تازه‌

وه‌ك سوێسكه‌ بڕۆ، ئاسكه‌نیگای چاوی ڕه‌ش و مه‌ست

پڕ عیشوه‌ بچه‌رخێنه‌، ئیتر هیچ مه‌به‌ ده‌ربه‌ست

چه‌ن ماڵ ئه‌ڕمێ! چه‌ن شل ئه‌بێ هێزی دڵ و ده‌ست

ئێواره‌یه‌ وا، هه‌ڵگره‌ سا گۆزه‌یی تازه‌

وه‌ختێ كه‌ ئه‌كه‌ی چه‌شنی نه‌سیم له‌نجه‌ به‌ره‌و ماڵ،

ئه‌گریجه‌یی ته‌ڕ په‌خشه‌ له‌سه‌ر كوڵم و خه‌ت و خاڵ،

شه‌ڕیانه‌ شه‌ماڵ، په‌نجه‌ له‌سه‌ر ڕه‌نگی ڕه‌ش و ئاڵ

ئێواره‌یه‌ وا، هه‌ڵگره‌ سا گۆزه‌یی تازه‌

ئێواره‌یه‌ وا، هه‌ڵگره‌ سا گۆزه‌یی تازه‌،

ڕێی كانی قوبان! مونته‌زیری جیلوه‌یی نازه;

به‌رده‌رگه‌كه‌تان قیبله‌یی ڕووی ئه‌هلی نیازه‌،

ئێواره‌یه‌ وا، هه‌ڵگره‌ سا گۆزه‌یی تازه‌

Tîpguhêzî bi Lexilogos (kêmasiyên tîpguhêziya makîneyî nehatine sererastkirin):

‘Cwanî le ladê’

êwareye wa, hellgre sa gozeyî taze,

rêyi kanî quban! muntezîrî cîlweyî naz e;

ber dergeketan qîbileyî ruwî ehlî niyaze,

êwareye wa, hellgre sa gozeyî taze!

ser cade mu’etter ke be boyi xunçe û mêxek,

bew lenceyewe beste billêt wrşeyî xamek,

harreyi kemere û pllplle û gware û krmek…

êwareye wa, hellgre sa gozeyî taze!

çen cwanî berew meẍrîb eçî zerde eda lêt,

prşngî xşll ebilleq eka dewruberî rêt,

rojî demî kel ḧazire bo pêşekî ber pêt,

êwareye wa, hellgre sa gozeyî taze!

êwareye wa, derkewe sa cwane kçî dê,

eyi wîrdî qse û besteyî gişt kurrgelî ser rê!

sûtawî cwanîtin hemû kêyî kurrî kê!

êwareye wa, hellgre sa gozeyî taze!

wek swêske birro, askenîgayi çawî reş û mest

prr ‘îşwe biçerxêne, îtir hîç mebe derbest:

çen mall errmê! çen şl ebê hêzî dll û dest!

êwareye wa, hellgre sa gozeyî taze!

wextê ke ekeyi çeşnî nesîm lence berew mall,

egrîceyî terr pexşe leser kullm û xet û xall,

şerriyane şemall, pence leser rengî reş û all!

êwareye wa, hellgre sa gozeyî taze!

êwareye wa, hellgre sa gozeyî taze,

rêyi kanî quban! muntezîrî cîlweyî naz e;

ber dergeketan qîbileyî ruwî ehlî niyaz e,

êwareye wa, hellgre sa gozeyî taze!

Wergera kurmancî bi GT 8.3.2020:

‘Bedewiya li gund’

Di êvarê de, ew rojek nû bû,

Riya Kuban! Monteziri Nazi Jiloh;

Bhrdhrghkhtan qyblhyy ڕ wwy yhhly nyazh,

Di êvarê de, li yekî nû bigerin!

Riya bi mêş û xwînê hate dagirtin.

Bi gotina herî hindik hindiktirîn bibêjin.

Karîyerê Karîgerî û Peyamnêrê Guharanê Karmaxek …

Di êvarê de, li yekî nû bigerin!

Wayi awayek nuvaze ku bi mirovan zexelî bê kirin.

Rêza erdê pirr dora e,

Roja tenha ya meha meha amade ye,

Di êvarê de, li yekî nû bigerin!

Di êvarê de, derkeve ku keçik xweşik e,

Ey, peyv û bêjeyên hemî xerîb!

Kurê te bedewiya te kî ye?

Di êvarê de, li yekî nû bigerin!

Wekî swiss go, behreya reş û spî

Bibin hezkirin, naha evîn:

Whati malek! Wayi awayek nuvaze ku bi mirovan zexelî bê kirin.

Di êvarê de, li yekî nû bigerin!

Dema ez zarok bûm, ez diçûm malê.

Pêdivî ye ku şilbûna şilbûna çerm û xetên û xêzan,

Têlên bakur, tiliyên Reş û Reş!

Di êvarê de, li yekî nû bigerin!

Di êvarê de, ew rojek nû bû,

Riya Kuban! Monteziri Nazi Jiloh;

Bhrdhrghkhtan qyblhyy ڕ wwy yhhly nyazh,

Di êvarê de, li yekî nû bigerin!

Nirxandineke kurt

Ji wergera kurmancî diyar dibe ku ev helbestek e lê qet diyar nabe ka mijara wê çi ye.

Hinek ji hevokan bi peyvên yan herfên bêwate dagirtî ne, bo nimûne rêzikên 2-3 ji benda yekem û dawîn ya helbestê: ”Riya Kuban! Monteziri Nazi Jiloh; / Bhrdhrghkhtan qyblhyy ڕ wwy yhhly nyazh.”

Hejmareke kêm ya hevokan li gor rêziman û rastnivîsîna kurmancî bêkêmasî ye, bo nimûne: ”Dema ez zarok bûm, ez diçûm malê.” Lê di rastiyê de ew qet wateya hevoka orijînal ”wextê ke ekeyi çeşnî nesîm lence berew mall” nade. Bo nimûne, di wergerê de behsa ”ez” dike lê di orijînalê de dibêje ”ekey” anku ”tu dikî”. Di wergerê de behsa ”zarok” tê kirin, lê di orijînalê de qet ”zarok” tine ye û hwd.

Ji wergerê qet nayê zanîn ku orijînal behsa hatina û çûna keçeke ciwan/bedew/spehî dike ji malê bo ser kaniyê û dîsa vegerîna bo malê. Şair gazî dikiyê, ”êware ye wa, hellgire sa gozeyî taze” (vaye êvar e, hilgire kûzikê/cerikê teze) ku GT wek ”di êvarê de, li yekî nû bigerin!” werdigerîne.

Wek ku tê dîtin, wergera makîneyî ya vê helbestê bi ti awayî ne biserketî ye. Heta mirov qet nikare jê fehm bike ka mijar jî çi ye.

Lê bo xatirê rastiyê divê mirov bibêje ku ev helbest jî bi ti awayî ne teksteke hêsan û zelal e. Şair tê de gelek peyvên wisa bi kar tîne ku di jiyana rojane ya kurdî de û di nivîsên rojane yên li ser internetê belav dibin de nayên dîtin. Loma sîstema GT jî ew nedîtine û nikariye wan rast wergerîne.

Serencam

Li jor me wergerandina sê teksên cuda bi bernameya wergerandinê ya Google Translate ceribandine: 1) kurtenûçeyek, 2) parçenivîseke zimannasî û 3) helbestek.

Wek ku hat dîtin, di wergerandina helbestê de GT qet ne biserketî bû û xwandevan ji wergera wê helbestê nizane ka mijar û mesele çi ye.

Di wergerandina parçenivîsa zimannasî de gelek kêmasî hebûn û heta fehmkirina hinek hevokan jî ne mimkin bû. Lê bi awayekî giştî mirov ji wergerê tê digihe ka mijar çi ye û heta gelek ji hevokan jî bi temamî fehmbar û beraqil in.

Di wergerandina kurtenûçeyê de jî hinek kêmasiyên naverokî û zimanî hebûn. Lê bi awayekî giştî wergera nûçeyê tê fehmkirin û heta piraniya agahiyên wê yên hûrgilî û detayî jî rast û deqîq wergerîne.

Bi rastî jî wergerandina makîneyî – bi kêmanî di vê qonax û merheleyê de – ne bo wergerandina berhemên edebî yên taybet û asê ye. Bi taybetî jî ew ne bo helbestan e.

Lê dîsa jî wergerandina makîneyî baş bi kêrî wergerandina tekstên rojane û rotînî tê. Wergerandina makîneyî herwiha roj bi roj pêş jî dikeve.

Niha bi taybetî wergandina tekstên nûçeyî û heta zanistî jî (lê ne edebî û bi taybetî jî ne helbestkî) ji zimanekî li inglîzî hevokên ji aliyê rêzimanî û rastnivîsînî ve û herwiha bi piranî ji aliyê naverokî ve jî hevokên rast û deqîq dertîne.

Gava ku GT sala 2016 dest bi wergerandina li kurmancî jî kir, kêm hevokên wergerandî ji aliyê rêzimanî û rastnivîsîna kurmancî ve rast derdiketin. Lê çar sal derengtir, mirov dikare bibîne ku roj bi roj wergerandina nivîsên nûçeyî û rotînî baştir û rasttir derdikevin.

GT di wergerandina nûçeyan de li kurmancî gihiştiye qonax û merheleyeke wisa ku heta dezgehên medyayî bi xwe jî dikarin nûçe û nivîsan pê ji zimanên din wergerînin kurmancî lê bi şertê ku berî weşandinê, ew bên xwandin û sererastkirin. Ev jî derfet û delîveyên belavkirina zêdetir nûçe û nivîsaran bi xwe re tîne û dikare zimanê me geştir û gurtir bike.

 

 

 

DÎROKA (ZIR-)ETÎMOLOJIYA KURDΠ-11-

(Bo beşên pêştir binêrin: 1, 23456789, 10)

Lemjiri

Husein Muhammed

Piraniya mitleq, heta mirov dikare bibêje teqrîben hemû, ferhengên etîmolojî hewl didin etîmolojiya peyvên serbixwe bidin. Pir kêm ferheng behsa etîmolojiya gireyan (affix) anku pêşgir, paşgir, navgir an dorgiran dikin.

Mebesta me ji gireyan peyvên wiha ne:
– pêşgir anku prefîks: bo nimûne ”ber-, bê-, da-, ve-, wer-…” (wek: ber-dan, bê-av, da-girtin, ve-kirin, wer-gerandin…)
– paşgir anku sufîks: bo nimûne ”-ahî, -dar, -mend…” (wek: mezin-ahî, birîn-dar, huner-mend…)
– navgir anku infîks: bo nimûne ”-e-” (wek: kurt-e-çîrok, rêz-e-nivîs…)

Ji ber ku gireyên wiha di bi dehan, hinek heta di bi sedan peyvan de hene, ew pir giring in û peydakirina etîmolojiya wan jî pir muhim e. Mixabin di piraniya ferhengên etîmolojî de jî behsa etîmolojiya wan nayê kirin.

Yek ji berhemên ku hewl dide bersiva vê kêmasiyê bide, teza doktorayê ya îraniya Almanya-nişîn Sedigheh Alizadeh Lemjiri (Sêdîqê Elîzadê Lêmcîrî) ya bi navê Historische und vergleichende Untersuchung der Wortbildung im Persischen (Lêkolîna dîrokî û berhevder ya peyvsaziya farisî) ye ku sala 2010 li zanîngeha Dresdenê hatiye pêşkêşkirin.

Wek ku ji navê berhemê diyar e, nivîserê lêkolîn li ser dîroka peyvsaziya anku çêkirina peyvan di farisî de kiriye. Ew gireyên peyvsaz anku peyvçêker yên farisî dide ber hevreh û hev-erkên wan yên avestayî, hexamenişî û pehlewî (nivîser ji van herduyên dawiyê re dibêje ”farisiya kevn” û ”farisiya navîn”).

Tevî ku nivîser ji zimanên îranî yên niha tenê behsa peyvsaziya farisî dike jî, berhema wê bo ronbûna dîroka peyvsaziya hemû zimanên din jî yên îranî yên niha – di nav de kurdî jî – pir giring e ji ber ku piraniya gireyên peyvsaz di kurdî, farisî û zimanên din yên îranî de wek hev in an pir dişibin hev û hevreh in.

Nivîser gelek nimûne û tabloyên bikêrhatî di berhema xwe de dide.  Ew yek bi yek peyvsaziya avestayî, pehlewî û farisî pêşkêş dike. Ew herwiha tabloyên gireyan li gor rêzbendiyan li gor her yekê ji wan zimanan dide û hevrehên wan gireyan di zimanên din yên berbehs de diyar dike.

Berovajî hinek lêkolerên din yên faris yên bi kerb û kîna dijî erebî dagirtî, nivîsera vê berhemê herwiha gireyên bi eslê xwe erebî, yên ku di farisî de jî tên bikaranîn, aşkere dike û bi awayekî maqûl eslê wan yê erebî qebûl dike. Ew herwiha heta behsa hin gireyên peyvsaz yên ji tirkî jî dike, bo nimûneya paşgira ”-çî” ya çêkirina navdêrên biker (agent noun) wek ”çayçî, qumarçî” ku di kurdî û farisî de jî carinan tê bikaranîn.

Ew herwiha wan gireyên avestayî, hexamenişî û pehlewî jî dide ku di farisî de nemane. Hinek ji wan gireyan di kurdî de jî nemane, bo nimûne ”hu- /u-” bi wateya ”baş, qenc”. Lê hinek ji wan di kurdî de mane tevî ku ji farisî winda bûne jî, bo nimûne avestayî ”upe-” ku di soranî de wek ”-ewe” û di kurmancî de wek ”ve-, -eve” maye lê ji farisî winda bûye. Yan avestayî ”erdu, irizev” (ardu, ǝrǝzav) û pehlewî ”ul-” ku di kurdî de wiha maye: kurdiya başûrî (feylî, kelhurî, kirmaşanî) ”eł-, el”, soranî ”heł-”, kurmancî ”hil-, hel-”.

Ji ber nimûne û tabloyên mişe û zehf yên vê berhemê, mirov dikare bi hêsanî wê bi kar bîne heta eger mirov almanî kêm bizane yan nizane jî.

Malpera Zimannas vê berhema hêja dixe xizmeta xwandevanên xwe:


Dê bidome.

DÎROKA (ZIR-)ETÎMOLOJIYA KURDΠ-10-

(Bo beşên pêştir binêrin: 1, 234567, 8 û 9)

Cheung

Husein Muhammed

Johnny Cheung: Etymological dictionary of the Iranian verb, 2007

Ferhenga Etymological dictionary of the Iranian verb (Ferhenga etîmolojî ya lêkerên îranî) ya Johnny Cheung hewl dide hemû lêkerên (fiilên) ji rehên îranî, hindûîranî û hindûewropî pêşkêş bike.

Ferheng li gor rêzbendiya lêkerên veavakirî (reconstructed) yên îraniya kevn li ser bingehê berhevdana zimanên îranî yên kevn, navîn û niha ye.

Bo vedîtina peyva ku bikarînerê ferhengê dixwaze bibîne, ji bilî rêzbendiya li gor îraniya kevn, di ferhengê de herwiha fihrist û endeksên zimanên îranî yên kevn, navîn û niha hene. Di nav de bo nimûne lîsteya lêkerên kurdî, lêkerên farisî, lêkerên pehlewî, lêkerên avestayî û hwd. hene. Ji wan lîsteyan danerê ferhengê berê mirovî dide wê peyva veavakirî ya îraniya kevn ku peyva bo nimûne bi kurdî jî tê de tê behskirin.

Ji bilî lîsteyên lêkerên zimanên îranî, herwiha lîsteyeke lêkerên inglîzî jî heye anku mirov dikare bi peyvên inglîzî jî li lêkerên zimanên îranî bigere.

Di ferhengê de pêşî lêkera veavakirî ya îraniya kevn tê dayîn. Dûv re dûndehên (paşhatiyên) wê di zimanên îranî yên kevn anku avestayî û hexamenişî de. Piştî wan, dûndehên heman peyvê di zimanên îranî yên navîn de (bo nimûne partî, pehlewî, sogdî). Li dawiyê jî Cheung hevrehên wê lêkerê di zimanên îranî yên niha de rêz dike.

Eger rehê heman lêkerê ji îraniya kevn jî bigihe hindûîranî yan heta hindûewropî jî, Cheung bi kurtî hevrehên wê di şaxên din jî yên hindûîranî yan hindûewropî de jî dide.

Ferheng li gor rê û rêbazên zanistî û zimannasî hatiye amadekirin. Şaşiyên berçav û bêguman yên etîmolojî kêm in. Lê wek din gelek kêmasiyên ferhengê hene û ew bi zor bi kêrî bikarînerên normal yên ferhengên etîmolojî bêt.

Kêmasiya serekî ew e ku ferhengê ji birên (komên) peyvan tenê lêker girtine ber lêkolînê. Anku bo nimûne etîmolojiya navdêran, cînavan, hokeran, daçekan û hwd. di vê ferhengê de nayê dîtin. Ji lêkeran jî tenê ew lêker yên ku wek mîras ji makezimanê îraniya kevn ji zimanên îranî re mane. Cheung vê bisinorkirina ferhenga xwe wisa şirove dike ku bi gotina wî ziman ji birên din yên peyvan kêmtir lêkeran ji hev digirin û lêker adeten peyvên xwemalî ne.

Pêşî divê mirov bibêje ku ev gotina Cheung ne ewqas rast û bêguman e. Ziman lêkerên pir sade jî ji hev werdigirin. Bo nimûne, lêkerên wisa rojane jî yên wek farisî “fehmîden”, hevwateya wê ya kurmancî “fehm kirin” û lêkera têkilî wê ya soranî “qise kirdin” hemû bi eslê xwe peyvên pir bingehîn yên zimanê rojane ne lê dîsa jî bingehê wan hemûyan ji erebî hatiye wergirtin.

Rastiyeke din jî ya lêkeran ew e ku di zimanên îranî de, bi taybetî di zimanên îranî yên rojavayî yên niha de (bo nimûne kurdî, farisî û belûçî) bi miqayese li ber gelek zimanên din (bo nimûne erebî, inglîzî yan tirkî) hejmara lêkerên xwerû pir bisinor e. Sebeb ew e ku li cihê ku gelek zimanên din (bo nimûne dîsa erebî, inglîzî yan tirkî) lêkerên xwerû bi kar tînin, zimanên îranî lêkerên frazî (gotinên ji çend peyvan) bi kar tînin. Bo nimûne:

  • kurmancî: dest pê kirin, bi kar anîn,
  • inglîzî: begin, use
  • tirkî: başlamak, kullanmak

Ferheng 600-rûpelî ye. Lê gava ku mirov li lîsteyên her zimanekî cuda dinêre, tenê çend rûpel in. Bo nimûne, lîsteyên kurmancî, soranî, goranî/hewramî, zazakî û kurdî lê lehce-nediyar hemû bi hev re 4-5 rûpel in.

Pirsgirêkeke din ya ferhengê ew e ku Cheung peyvên her zimanî bi alfabeya wî zimanî nedane. Hemû bi alfabeya latînî hatine pêşkêşkirin. Lê ji ber ku yên her zimanekî ji jêder û çavkaniyeke cuda wergirtine û bêyî sîstematîzekirina transkrîpsiyona wan pêşkêş kirine, carinan ne mimkin e mirov bizane ka filan peyv bi rastî çawa tê gotin.

Bo nimûne, zimannasên alman di transkrîpsiyona zimanên îranî de bi piranî herfa J bo dengê kurdî /y/ bi kar aniye, zimannasên inglîz heman herfa J bo transkrîpsiyona dengê kurdî /c/ xebitandiye û zimannasên fransî jî ew heman J bo transkrîpsiyona dengê kurdî /j/ emilandiye. Cheung jî ew bi heman awayî yekser neqil kirine ferhenga xwe. Lê bêyî peydakirin û xwandina her jêdera orijînal, bo xwandevanan mehal û bêîmkan e bizanin ka di her peyva Cheung rêz kirî de J divê kengî wek /j/, kengî mîna /c/ û kengî jî nola /y/ were xwandin.

Tevî van hemû kêmasiyan jî, Etymological dictionary of the Iranian verb berhemeke giring ya etîmolojiyê ye. Ew etîmolojiya hejmareke lêkerên bingehîn yên kurdî jî zelal dike. Li ber hinek lêkerên veavakirî yên îraniya kevn dûndehên wan yên kurdî nehatine dayîn ji ber ku Cheung hay ji hebûna wan di kurdî de nebûye. Loma eger zimannasên kurd li ser bixebitin, dikarin bi hêsanî hê jî lîsteya kurdî ya wê ferhengê berfirehtir bikin.

 

Dê bidome.

 

 

Zimanek hewbeş bo kurdan

hewgiri1

Husein Muhammed

(Berî 20 salan ez xort bûm, wek xortan jî xwîngerm û xeyalperist bûm. Şevekê min kir û nekir, xew nehat çavên min ji ber ku di xema wê yekê de bûm ku kurd ne xwedî zimanekî hevbeş in.

Heman şevê, berê şefeqê rabûm û min ev rêbaz li ser bingehê kurmancî û soranî danîn.

Ne hingê û ne jî niha li ser wê baweriyê me ku divê kurd dev ji zaravayên xwe berdin. Lê hingê xurt li ser wê baweriyê bûm ku rojekê zimanekî hevpar li ser bingehê zaravayên mezin yên kurdî bêt avakirin.

Van rojan çend kesan nêrînên min derbarê avakirina zimanekî hevbeş yê kurdî pirsiye.

Çêkirina zimanan ne tiştekî dijwar e. Lê danqebûlkirina wan di dem û derfetên niha de ne mimkin e. Loma hêvî dikim ku em enerjiya xwe bidin kurdiya heyî, ne ti kurdiyên nû li yên heyî zêde bikin.

Lê bi armanca hêsankirina jihevfehmkirinê, li gel qisekerên devok û zaravayên din, mirov dikare hinek tiştan biceribîne. Lê tenê bo hêsankirina fehmkirina ji axiftina hev, ne wek zimanekî “standard”.

Kerem bikin ceribandina min ya berî nêzîkî 20 salan bibînin. Ew ne tenê qeyd û bendên “sormancî” datîne, herwiha wan bi “sormancî” şirove jî dike.)

 

Zimanek hewbeş bo kurdan

  1. Têbînî

Kurmancî:

Ev pêşniyar bo zimanek hevbeş yê kurdî (ZHK) bi têkilkirina kurmancî (K) û soranî (S) anku sormancî hatiye nivîsîn.

Soranî:

Em pêşniyare bo zimanêkî hawbeş î kurdî (ZHK) be têkellkirdinî kurmancî (K) u soranî (S) wate sormancî nûsrawe.

  1. Pêşbêjî

Le em gutar hewl dedim ke çend pêşniyarek bo zimanek hewbeş î kurdî (ZHK) le ser bingey yeksengîy kurmancî u soranî pêşkeş bikim.

Armancî min ne ew e ke zimanek hewbeş î yekgirtî bo hemû kurdan danim u bêjim ke hemû kurd dewê em ziman be kar bihêne u dest je zaraway xo berde. Em pêşniyar zêdetir bo pêwendiyanî nêw soranîaxiwan u kurmancîaxiwan e. Belku em pêşniyar bo zimannasan şî sûde hebe lê zortir hewl dedim ke pêşniyarî min arîkar be bo kesanî dexwazin fêrî têgeyiştinî zarawayanî kurdî bibin û be şêweyek wa biaxiwin ke kesanî zarawayanî dî şî je ewan fam bikin.

  1. Rêbaz

Le pêşniyarî min du rêbazî sereke hen: 1) yeksengîy (wekhewî) kurmancî u soranî, u 2) asankirinî zimanî kurdî.

Le bijêrînî peyw û şêwe bo zimanî hewbeş, tiştî giring ne ew e ke aya peyw yan şêwe be kurmancî yan be soranî ye. Giring ew e ke aya ew peyw yan şêwe hewbeş, asan û xoş e yan na.

Min hewl dedim ke ZHK be her şêwe asan be. Bo ew, le ZHK zayendî nêr u mê (ke le kurmancî heye) niye. Herçend e ke le kurmancî u soranî ergatîvîte heye, le ZHK nabe. Le herdu zarawa du şêwe cînaw (pronoun) hen lê le ZHK tena yek şêwe debe. Herwa le ZHK nawan (nouns, substantive) wenaçemin (natewin) wextî subje yan obje bin yan le gel prepozîsyonan be kar bihên.

  1. Alfabe

Mirov deşê (dekarin / detiwane) ZHK be herdu alfabey latînî u erebî binûse.

Herfanî ZHK le alfabey latînî eman in: Aa Bb Cc Çç Dd Ee Êê Ff Gg Hh Ii Îî Jj Kk Ll
Mm Nn Oo Pp Rr Ss Şş Tt Uu Ûû Ww Xx Yy Zz

Herfî “V”î kurmancî le ZHK hercar debe W.

Ç, K, P u T herdem req in. Wek kurmancî nerm nabin.

Le ZHK “L”î qelewî soranî niye, herdem ziraw e.

  1. Cînaw

Le ZHK tena yek corey cînawan heye.

Kurmancî…….. Soranî…… ZHK

  • ez / min……… min / -im…… min
  • tu / te………. to / -it……. tu
  • ew / wî, wê…… ew / -î…….. ew
  • em / me ………. ême / -man….. me
  • hûn / we……… êwe / -tan….. we

ew / wan ………. ewan / -yan… ewan

Nimûne

Kurmancî …………. Soranî……………… ZHK

  • Ez dikim / Min kir… Min dekem / Kirdim…. Min dekim / Min kirim
  • Tu dixwînî / te xwend.. To dexwênî / Xwêndit… Tu dexwînî / tu xwendî

Le ZHK pêwîstî be cînaw niye: (min) dekem, (min) kirim, (tu) dekî, (tu) kirî.

Le ZHK cînaw ne wek subje (kirde), ne wek obje (bireser) u ne şî le gel prepozîsyon yan postpozîsyon nagorrin:

  • Min ew nasîm.
  • Ew min nasî.
  • Min le gel ew hatim.
  1. Naw (Noun, substantive)

5.1. Zayend

Nêrî u mêyî le ZHK niye. Nimûne:

Kurmancî………… Soranî…………….. ZHK

  • keça min…………. keçim, keçî min…….. keçî min
  • kurrê min…………. kurrim, kurrî min…… kurrî min
  • jina wî …………… jinî, jinî ew………. jinî ew
  • mêrê wê…………… mêrdî, mêrdî ew…….. mêrî ew

5.2. Yekjimarî u komî

Le ZHK nîşanî nediyarbûn bo nawanî yekjimarî “-ek” yan “-yek” e:

  • malek (yek mal)
  • rojnameyek (yek rojname)

Eger naw diyar be, pêwîstî be hîç nîşan niye:

  • mal (ne wek soranî “malleke”)
  • rojname (ne wek soranî “rojnameyeke”)

Eger le paş nawî yekjimarî diyarkerek hebe, naw herfî “-î” yan “-y” werdegire:

  • malî min, Jiyanî ciwan
  • rojnamey kurdî, mamostay me

Nawî komî (plural, cemi’) eger diyar yan nediyar be, nîşanî “-an” yan “-yan” heye:

  • malan: Min malan debînim.
  • rojnameyan: Tu çend rojnameyan dexwînî?

Eger le paş nawî komî diyarkerek hebe, naw herfî “-î” le “-an” yan “-yan” zêde debe:

  • malanî tarî
  • rojnameyanî kurdî

Eger jimare le pêş nawî komî hebe, “-an” ne pêwîst e:

  • Min du sêw(an) xwarime.
  • Ewan pênc kurr(an)î mezin hene.

 

5.3. Naw wek subje u obje

Nawî yekjimar wek subje (kirde) yan obje (bireser) hîç nagorre:

  • Jiyan kitêb dexwîne. (Ne wek kurmancî: Fatma kitêbê dixwîne.)
  • Jiyan kitêb xwendiye. (Ne wek kurmancî: Jiyanê kitêb xwendiye.)

Naw le gel prepozîsyon şî her wek xo demîne:

  • be pênûs (ne wek kurmancî: bi pênû sê / pênûsî)
  • le mal (ne: le malê)
  • Ew je Kurdistan hat. (ne: je Kurdistanê hat.)

Eger naw komî be, “-an” be tena lê zêde debe:

  • Azad kitêban dexwîne.
  • Azad kitêban xwendiye. (ne: “Azadî kitêb xwendine.” / “Azêd kitêb xwendine.”)
  • le rojnameyan nûsiye.

 

  1. Prepozîsyon

Le ZHK tena 4 prepozîsyonî bingeyî (esasî) hen: be, bo, le û je.

Kurmancî…….. Soranî……….ZHK…….. Nimûne

  • ……… be……….. be……… Ew be çi hat?
  • (ji) bo….. bo……….. bo……… Ew bo çi ye?
  • ji … re… bo……….. bo……… Min ew bo name hewalekî nûsiye.
  • ……… le – -ewe…. je……… Je Kurdistan hatim Ewropa.
  • ……… le……….. le……… Le Ewropa dejîm.
  • di … de… le … da…. le……… le zimanî kurdî; le kitêb nûsiye.

Prepozîyonanî dî le eman durist debin, wek:

  • le ser
  • bo pêş
  • je jêr
  1. WERB

7.1. Dem

Le ZHK werban du dem (kat) hen:

Dem………………………….. Nimûne (belênî)……………… Nimûne (neyînî)

  • 1) demî berdest:…………………. (Min) deçim / dekim………….. (Min) naçim / nakim.
  • 2) demî raborî, ke debe
  • a) demî raborîy sade:……………. (Min) çûm / kirim……………. (Min) neçûm / nekirim.
  • b) demî raborîy berdewam:………… (Min) deçûm / dekirim………… (Min) nedeçûm / nedekirim.
  • c) demî raborî nîzîk:……………. (Min) çûme / kirime………….. (Min) neçûme / nekirime
  • d) demî raborîy dûr:……………… (Min) çûbûm / kiribûm………… (Min) neçûbûm / nekiribûm.

Bekaranînî demî berdest

  • bo karek ke car-car yan berdewam deke: Ew kitêban dexwîne. / We naçin der.
  • bo karek ke niha (êsta) deke: Tu çî denûsî? Ewan bo çi nabêjin?
  • bo karek ke le mirov ayinde bike: Min sibê ew debînim. Tu paşî naçî?

 

7.2. Pêşgiran u paşgiranî werban

Demî berdest : Nimûne (belênî), Nimûne (neyînî)’

  • Min …im / de…m: (Min) deçim / dekim (Min) naçim
  • Tu …î / de…y (Tu) deçî / dekî (Tu) naçî
  • Ew …e / de… (Ew) deçe / deke (Ew) naçe
  • Me …in / de…n (Me) deçin / dekin (Me) naçin
  • We …in / de…n (We) deçin / dekin (We) naçin
  • Ewan …in / de…n (Ewan) deçin / dekin (Ewan) naçin

Demî raborîy sade: Nimûne (belênî), Nimûne (neyînî)

  • Min …im / …m: (Min) çûm / kirim (Min) neçûm / nekirim
  • Tu …î / …y (Tu) çûy / kirî (Tu) neçûy / nekirî
  • Ew …e / … (Ew) çû / kir (Ew) neçû / nekir
  • Me …in / …n (Me) çûn / kirin (Me) neçûn / nekirin
  • We …in / …n (We) çûn / kirin (We) neçûn / nekirin
  • Ewan …in / …n (Ewan) çûn / kirin (Ewan) neçûn / nekirin

Demî raborîy berdewam: Nimûne (belênî) Nimûne (neyînî)

  • Min de…im / de…m: (Min) deçûm / dekirim (Min) nedeçûm / nedekirim
  • Tu de…î / de…y: (Tu) deçûy / dekirî (Tu) nedeçûy / nedekirî
  • Ew de…e / de…: (Ew) deçû / dekir (Ew) nedeçû / nedekir
  • Me de…in / de…n: (Me) deçûn / dekirin (Me) nedeçûn / nedekirin
  • We de…in / de…n: (We) deçûn / dekirin (We) nedeçûn / nedekirin
  • Ewan de…in / de…n: (Ewan) deçûn / dekirin (Ewan) nedeçûn / nedekirin

Demî raborîy nîzîk: Nimûne (belênî), Nimûne (neyînî)

  • Min …ime / …me: (Min) çûme / kirime (Min) neçûme / nekirime
  • Tu …iye / …ye: (Tu) çûye / kiriye (Tu) neçûye / nekiriye
  • Ew …e / …we : (Ew) çûwe / kire (Ew) neçûwe / nekire
  • Me …ine / …ne: (Me) çûne / kirine (Me) neçûn / nekirine
  • We …ine / …ne: (We) çûne / kirine (We) neçûn / nekirine
  • Ewan …ine / …ne: (Ewan) çûne / kirine (Ewan) neçûn / nekirine

Demî raborîy dûr: Nimûne (belênî) Nimûne (neyînî)

  • Min …ibûm / …bûm: (Min) çûbûm / kiribûm (Min) neçûbûm / nekiribûm
  • Tu …ibûy / …bûy: (Tu) çûbûy / kiribûy (Tu) neçûbûy / nekiribûy
  • Ew …ibû / …bû: (Ew) çûbû / kiribû (Ew) neçûbû / nekiribû
  • Me …ibûn / …bûn: (Me) çûbûn / kiribûn (Me) neçûbûn / nekiribûn
  • We …ibûn / …bûn: (We) çûbûn / kiribûn (We) neçûbûn / nekiribûn
  • Ewan …ibûn / …bûn: (Ewan) çûbûn / kiribûn (Ewan) neçûbûn / nekiribûn

 

  1. JIMARE
  • Kurmancî …………… Soranî……….. ZHK (sade) ZHK (rêzî)
  • 1 yek………………. yek………….. yek yekem
  • 2 du……………….. dû…………… du duyem
  • 3 sê, sisê ………….. sê…………… sê sêyem
  • 4 çar………………. çiwar………… çar çarem
  • 5 pênc……………… pênc, penc……. pênc pêncem
  • 6 şeş………………. şeş………….. şeş şeşem
  • 7 heft……………… hewt, heft…… heft heftem
  • 8 heşt, heyşt……….. heşt………… heşt heştem
  • 9 neh………………. no………….. no nohem
  • 10 deh………………. de………….. de dehem
  • 11 yazde(h)………….. yan(d)ze ……. yazde yazdehem
  • 12 duwa(n)zde(h)……… duwanze…….. duzde dazdehem
  • 13 sêzde(h) ………….. siyanze…….. sêzde sêzdehem
  • 14 çarde(h)………….. çiwarde…….. çarde çardehem
  • 15 pa(n)zde(h)……….. panze………. pazde pazdehem
  • 16 şazde(h) ………….. şanze………. şazde çazdehem
  • 17 hefde(h) hevde…….. hevde………. hefde hefdehem
  • 18 hejde(h), hijdeh…… hejde………. hejde hejdehem
  • 19 nozde(h) ………….. nozde………. nozde nozdehem
  • 20 bîst……………… bîst……….. bîst bîstem
  • 30 sî, sih…………… sî…………. sî sîhem
  • 40 çil, çel………….. çil………… çil çilem
  • 50 pêncî, pêncih……… pênca, penca… pênca pêncahem
  • 60 şêst……………… şest……….. şest şestem
  • 70 heftê…………….. hefta………. hefta heftahem
  • 80 heştê…………….. heşta………. heşta heştahem
  • 90 nod/not/newed……… newed………. nod nodem
  • 100 sed………………. sed………… sed sedem
  • 1 000 hezar, hizar………. hezar………. hezar hezarem
  • 1 000 000……………….. milyon……… milyonem
  • 1 000 000 000……………. milyar……… milyarem

 

  1. Rêbazanî giştî

9.1. Çend pêşgir û paşgiranî mişe:

Eger cudayî le kurmancî u soranî hebe, tercih weha ye:

Kurmancî / Soranî / ZHK: ZHK Nimûne (K: kurmancî; S: soranî)

  • artin / ardin arin: bijarin, narin (K: bijartin, hinartin; S: bijardin, nardin)
  • di- / de-, e- de: deçim, nedehat (K: diçim, nedihat)
  • hil / hell hel-: heldan, helgirtin
  • i / e e: be, le (K: bi, li)
  • în / an an: gerran, çeman (K: gerrîn, çemîn = tewîn)
  • în / ên în: dexwîne, bigerrîne (S: dexwêne, bigerrêne)
  • r / rd r: birin, kirin, sar, zer (S: birdin, kirdin, sard, zerd)
  • ve- / -ewe we-: wekirin, wexwarin (K: vekirin, vexwarin; S: kiranewe, xwardinewe)
  • xwe / xo xo: xo, xoş, xolî, xozî (K: xwe, xweş, xwelî, xwezî)

 

9.2. Cudayiyanî giştî

  1. Eger le şêwey zarawayek herfî “h” hebe u le yî zaraway dî nebe, yî bê “h” bibijêre:
  • asan (ne: hêsan)
  • erzan (ne: herzan)
  • esp (ne: hesp)
  • ewr (ne: hewr)
  1. Eger pîtî “e” le gel “a, i, î, o, u, û” alternatîw be, “e” helbibijêre:
  • behar (ne: bahar, bihar, buhar)
  • kurre! (bangkirin le “kurr”; ne “kurro”)
  • keç (ne kiç)
  1. Eger pîtî “a” le gel “i, î, o, u, û” alternatîw be, “a” helbibijêre.
  2. Eger pîtî “ê” u “î” alternatîw bin, “î” helbijêre (bo nûsînî be alfabey kurdî-erebî asantir e).
  3. Ji pîtî “o” u “u”, tîpî “u” helbijêre (bo nûsînî be alfabey kurdî-erebî asantir e).
  4. Le “î” u “î”, herfî “i” helbijêre çunke peyw kurttir debe:
  • giring (ne: girîng)
  • Xalid (ne: Xalîd)
  1. Eger “h” u “w” hebin, “w” bibêjere:
  • wirç (ne: hirç)
  • wur (ji S “wurd”, ne: “hûr”)
  1. Ta gengaz be, peyw u şêweyanî hewbeş î kurmancîy standard (K) u soranîy standard (S) be kar bîne.
  2. Eger le peyw u şêwey hewbeş peyda nebe, peyw yan şêwey kurttir be kar bîne.

 

Hevpeyivîna min di rojnameya Xwebûn de

Her derfetê bo kurdî bi kar bînin!

xwebun9 (2)

Pirs û bersivên hevpeyivîna Zekî Gurur li gel min di rojnameya Xwebûn, hejmara 9 de.

Zekî Gurur: Tu wek zimannasekî, ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê çi difikirî? Ev roj di halê heyî de digel paşxaneya xwe ya tarîxî di meseleya zimanî ya aktûel de tê çi maneyê?

Husein Muhammed: Cejn û rojên taybet helbet giring in. Tiştekî ne bêwate ye ku rojek bo zimanê dayikê jî hatiye diyarkirin. Divê em rojên wiha bo geşkirina mijarê wek derfet bi kar bînin. Lê tiştê giring ew e ku em tenê di çarçoveya van rojan de nemînin. Kurdî yan ti zimanekî din nikare bijî eger em tenê wan di rojên wiha de bi bîr bînin û wek din li mala xwe bêdeng rûnin. Divê em seranserî salê bo zimanê xwe bixebitin û di rojeke wiha de encamên wê xebata xwe ya tevahiya salê pîroz bikin, ne vê rojê tenê wek slogan bi kar bînin.

ZG: Ziman îro ji bo serdest û bindestan li gorî kîjan refleks û reftaran ji hevdu cuda dibin? Bo nimûne ev roj (Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê) ji bo tirkek, erebek, farsek an ingliz û rûsekî belkî çi girîngiya xwe tune, lê ji bo kurdek an belûcekî cuda ye.

HM: Zimanê ku tevahiya dewletekê pê bixebite, wek tirkî, yan jî heta bi dehan dewletan pê bişuxilin, wek inglîzî, bêguman ti gef û metirsiyên cidî li ser nemana wan zimanan di asoyê de nîne. Loma tirkek an inglîzek ne hewce ye ji nemana pareke xwe anku ji nemana zimanê xwe bitirse. Madem ku tirseke wiha ji wan re tine ye, mijara pîrozkirina salane jî ji wan re ne giring e.

Rojeke wiha zêdetir bo wan zimanan giring e ku hewcedarî baldarî û xemjêxwarinê ne. Kurdî û heta belûçî jî bi hejmara axiverên xwe ji gelek zimanên resmî yên gelek dewletan mezintir in jî (bo nimûne ji zimanên Bakurê Ewropayê) lê ew di meydana giştî de lawaz in ji ber ku dewlet bi wan nayên birêvebirin (eger em Başûrê Kurdistanê wek dewleteke de facto nehesibînin.)

Anku giringiya rojeke wiha bo qisekerên zimanekî ji pêwîstiya parastin û pûtekirina bi zimanê wan tê.

ZG: Ji ber ku ciwanên Bengalî doza mafê zimanê xwe dikirin ji aliyê polîsên Bangladeşî ve hatin kuştin û ev roj ji aliyê UNESCOyê ve wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat îlankirin. Lê çend meh berê li Rûsyayê kalekî 79 salî Albert Razîn ê Ûdmûrtî got; ‘Eger zimanê min wê sibe bimire, wê demê ji bo mirinê îro ez amade me” û xwe şewitand û kuşt. Dema mirov herdu bûyeran dide berhev gelo ji wê demê heta niha çi guheriye?

HM: Berê gelek ziman hatine serkutkirin anku bi darê zorê û şidetê rê li wan hatiye girtin. Li dinyayê gelek nimûne hene lê bawer nakim ku ti zimanekî din bi qasî kurdî, bi taybetî li Bakur, wiha ketibe ber zimankujiyê (linguicide).

Van salên dawiyê hem li Kurdistanê û hem jî li welatên din êdî ji rêgirtina yekcarî û şidetî zêdetir bi riya paşguhkirin û tinehesibandinê muamele li gel zimanên nefermî hatiye kirin. Eger bi temamî neqediyabe jî, êdî qedexekirin û şireta demên borî dijî zimanên nefermî bi awayekî vekirî û bi qanûnan kêmtir bûye. Lê ji ber kiryarên raboriyê, zimanên nefermî hatine lawazkirin û gelek jê ketine rewşeke kembax û heta ber sekeratê jî.

Bo ku tezmînata neheqiya raboriyê bi awayekî rewa û adilane were dayîn, divê bo zimanên wek kurdî ji aliyê dewletê ve bernameyên taybet yên pêşvebirin û geşkirinê werin danîn daku zimanê lawazkirî bikare bi ser xwe ve were û dîsa bihêz bibe.

ZG: Hin kes ji bo kurdî û nemaze hin lehceyên kurdî pênaseyeke wiha dikin û dibêjin “kurdî ber bi tunebûnê ve diçe”. Di vê çarçoveyê de tu rewşa kurdî di nav zimanên cîhanê de çawa dibînî? Ev rastiyek e yan îluzyonek e?

HM: Mirov nikare bo kurdî bi tevayî tenê bersivekê bide. Rewşa soranî û heta ya kurmancî jî bi temamî ji ya hewramî û zazakî cuda ye. Hewramî ji ber hejmara kêm an kêmbûyî ya axiverên xwe bi rastî jî li ber nemanê ye. Mana wê heta sedsala 22an dê mucîzeyeke mezin be. Hejmara qisekerên zazakî ne kêm e lê pêleke zimanveguhastinê (language shift) ji zazakî bo tirkî di nav peyiverên zazakî de mixabin xurt e. Tek rêgirtina li ber windabûna temamî ya zazakî ew e ku di demeke ne dûr de perwerdeya bingehîn ya axiverên zazakî ji tirkî bibe zazakî yan jî zazakî û tirkî.

Herçi kurmancî û soranî ne, bo wan nemaneke temamî di asoyê de nabînim.

Li aliyekî, hem kurmancî û hem jî bi taybetî soranî li Başûrê Kurdistanê zimanê rojane yê danûstandinên bi her awayî yên xelkê ne û herdu zarava di her warê jiyanê de tên bikaranîn (kurmancî li parêzgeha Dihokê û Soranî li parêzgehên Hewlêrê û Silêmaniyê). Herwiha li Rojavayê Kurdistanê jî kurmancî ji xwe re hinek derfetên baş afirandine tevî ku siberoja Rojava hê şêlû ye.

Li aliyekî din, mixabin mimkin e ku hejmara qisekerên hem kurmancî jî û soranî jî di demeke nêzîk de ji niha gelek kêmtir bibe.

Rewşa zimanveguhastinê ji kurmancî bo tirkî di nav hejmareke mezin ya kurdan de li Bakurê Kurdistanê baş tê zanîn. Ji ber ku kurdî û tirkî du zimanên bi temamî ji hev cuda ne, zimanveguhastina ji kurdî bo tirkî, gava ku dibe, zelal e. Lê kêmtir behsa wê yekê hatiye kirin ku li Rojhilatê Kurdistanê jî hem kurmancî û hem jî soranî mixabin di proseyeke hêdî ya zimanveguhastina ji kurdî bo farisî de ne. Ji ber ku kurdî û farisî zimanên lêzim in, ev prose ne wek ya ji kurdî bo tirkî zelal e lê mixabin her heye. Roj bi roj bêje û biwêjên kurdî di axiftina xelkê de cih didin yên farisî û wiha hêdî-hêdî kurdiya wan vediguhere farisî.

Li Başûr û Rojava jî li deverên ku ne di bin kontrola kurdan de, bo nimûne li Efrînê, Kerkûkê û Xaneqînê tirsa guherandina demografyayê heye û pê re jî neman an bêhêzbûna zimanê kurdî li wan deveran.

Eger kurt bikim: Tirsa nemana temamî ya li ser hewramî û zazakî ciddî ye. Tirsa li ser kurmancî û soranî ew e ku bergehê wan teng bibe û ji gelek deverên kurdnişîn winda yan lawaz bibin.

ZG: Îro ji ber gelek sedeman, profîlên zimanî yên curbicur ji bo zimanê kurdî derketine meydanê. Kurd bi giştî êdî cotziman/pirziman in û ew rewş bandoreke çawa li ser rewşa zimanê kurdî dike?

HM: Li dinyaya niha duzimanîtî yan pirzimanîtî ne tiştekî ecêb e lê gelekî normal e. Ji niha pêve yekzimanîtî hêdî-hêdî dibe tiştekî nadir. Ya giring ew e ku derfet û delîve hebin ku her kurdek bibe xwedî bingehekî xurt yê kurdîzanînê. Ev jî tenê û tenê bi rêya perwerdeya bi zimanê kurdî mimkin e. Lê heta ku em bigihin rojeke wisa, divê ku hemû derfetên heyî bo xwehînkirina kurdî hem bi nivîskî û hem jî bi axiftinê bên bikaranîn.

Wek ziman jî, helbet tesîra vê yekê li kurdî dibe. Bo nimûne gelek fraz yekser ji zimanekî din li kurdî tên wergerandin. Eger frazeke li cihê wê di kurdî de tine be, wergerandina frazan jî ne xirab e. Vê dawiyê piraniya zimanên mezin jî frazên nû ji inglîzî werdigerînin zimanê xwe û bi kar tînin. Lê eger li cihê wê di kurdî de yek an hinek fraz hebin, divê yên heyî bên tercîhkirin. Loma em hewceyî ferhengên baş yên frazeolojiyê ne.

Di rewşa kurdî de divê mirov di wergerandina frazan de hişyar û baldar be. Çunkî eger mirov bo nimûne frazekê ji tirkî wergerîne, dibe ku ew fraz di erebî û farisî de ne wisa be û bikaranîna wê fraza wergerandî ji kurdên ne-bakurî re dikare tiştekî nefehmbar be. Wek mînak, bakuriyan “aramak” ya bi wateya “telefon kirin”ê yekser wek “lê gerîn” wergerandiye kurdî. Lê li Başûr, Rojhilat û Rojava mirov “lê gerîn”ê bi wateya “telefon kirin”ê fehm nake. Tiştên wiha hevfehmkirina kurdên ji parçeyên cuda dijwartir dike.

ZG: Kurdî li gorî 100 sal berê zêdetir tê xwendin/nivîsîn lê kêmtir tê axaftin. Ev yek li dor çarçoveya asîmîlasyonê, tesîreke çawa li ser rewşa kurdî dike?

HM: Berê bo jîndariya zimanekî tenê axiftin jî bes bû. Niha nivîsîn û xwandin jî beşeke zerûrî ya zindîtiya her zimanî ye. Lê ti ziman demeke dirêj tenê bi xwandin û nivîsînê nikare bijî. Loma divê em bi kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsin jî.

ZG: Ji bo parastin, pêşvebirin û geşkirina zimanê kurdî şîret, pêşniyaz û tesbîtên te çi ne gelo?

HM: Di raboriyê de neheqiyên mezin li vî zarê zêrîn bûne. Lê nabe ku em wê ji xwe re bikin hêcet û bihêlin ku kurdî lawaz bibe. Belkî derfetên dewletan di destê me de nînin lê di dinyaya îroyîn de gelek derfet bi destê şexsên xîretdar û komên dilxwaz jî tên afirandin. Divê em hevdem hem mafên xwe yên rewa bixwazin û hem jî heta wergirtina wan mafan her derfeta heyî bi kar bînin.

Gelek caran nivîskar û zimannasên kurd gilî û gazinan dikin û dibêjin ku kurd berhemên wan naxwînin û giringiyê nadin wan. Lê ez dixwazim berê meselê bizivirînim û ji nivîskar û zimannasên me re bibêjim: Tiştên hêja biafirînin, kurd dê bixwînin û dê qedir û qîmetê we jî bizanin!

 

HUSEIN MUHAMMED KÎ YE?

Husein Muhammed sala 1980 li Zaxoyê hatiye dinyayê, salên 1988-93 li Bakur jiyaye û ji sala 1994 ve li Fînlandayê dijî. Wî li zanîngehê huqûq, wergerandina inglîzî û zimannasiya giştî xwandiye. Niha li Enstîtuya Zimanan ya Fînlandayê dixebite. Ew ji sala 1995an ve bi kurdî dinivîse û li kurdî werdigerîne. Ew zewicî ye û babê du zarokan e.

“Halbûkî” – peyveke ji sê binemalên zimanan

halbuki (2)

Husein Muhammed

Berî çend rojan hevalekî bihagiran daxwaza etîmolojiya peyva ”halbûkî” ji min kir.

Ew û hevalekî xwe yê din ketibûn gengeşeya wê yekê ka gelo ”halbûkî” kurdî ye û tirkan ji kurdî wergirtiye yan jî tirkî ye û kurdan ji tirkî wergirtiye.

Wek ku tê zanîn, ev peyv hem di kurdî û hem jî di tirkî de tê bikaranîn. Bi kurdî wek ”halbûkî” û bi tirkî jî wek ”hâlbuki, halbuki”.

Hem di kurdî û hem jî di tirkî de li gor kontekst û cihê bikaranînê ew hinek wateyên piçekê ji hev cuda dide.

Peyv di ferhenga Michael Chyet ya kurdî-inglîzî de peyda nabe. Di ferhenga Zana Farqînî ya kurdî-tirkî de ”halbûkî” wek ”halbuki, oysa, oysaki” tê şirovekirin.

Gelek caran ”halbûkî” bi wateyên wek ”lê, lê belê, jixwe, helbet, bêguman, tevî ku, dîsa jî…” tê bikaranîn.[1]

Ji herdu kesên ku gengeşe li ser vê peyvê dikirin, yekî gotibû ku peyv kurdî ye û ji van peyvan pêk hatiye:

  • hal (ew) bû ku (rewş wisa bû ku)

Yan jî ji van peyvan

  • Hel bû ku (çare bû ku, diyar bû ku)

Kesê ku digot peyv ji tirkî ye jî, digot ku ew ji van peyvan peyda bûye:

  • hâl bu ki (hal ev [e] ku, rewş ev [e] ku)

Berî ku em bikarin bersiva wê yekê bidin ka kurdî ev peyv ji tirkî yan jî tirkî ev peyv ji kurdî wergirtiye, giring e em hinekî lê binêrin ka ev peyv li kû derê tê bikaranîn.

Di kurdî de ew di axiftin û nivîsên kurmancî û zazakî de tê bikaranîn.[2]

Di soranî û zaravayên din yên kurdî û zimanên din yên îranî de, bi qasî ku me kariye lê bigerin, peyva ”halbûkî” nayê bikaranîn.

Li gor pirsîna ji hejmareke kesan herwiha diyar bû ku ”halbûkî” di kurmancî de jî li derveyî Bakurê Kurdistanê nayê bikaranîn û heta wateya wê jî ji piraniya kurmancîaxivên ne-bakurî re nenas bû. Zazakî ji xwe li derveyî Bakur li parçeyên din yên Kurdistanê bi xwecihî nayê peyivîn.

Ev hinek îşaretên xurt ber bi wî alî ve didin ku ”halbûkî” ji tirkî ketiye kurdî û ne ji kurdî ketiye tirkî. Eger eslê wê kurdî bûya, ew dê bi ihtimaleke mezin li hinek deverên derveyî Bakurê Kurdistanê jî peyda bûbûya.

Delîlekî din jî yê xurtkirina wê texmînê ku peyv ji tirkî ketiye kurdî ew e ku heman peyv bi awayê ”halbuki” di azerî de jî heye.[3] Wek ku tê zanîn, tirkî û azerî du zimanên ji heman binemalê ne û gelek nêzîkî hev in.

Di farisî de ev peyv bi awayê حال آنکه (hal an-kê) heye lê ne bi awayê ”halbûkî”.

Lê wek ku hinek ferhengên etîmolojî yên tirkî bi xwe jî itiraf pê dikin, di rastiyê de ”hâlbuki” ya tirkî wergera peyv bi peyv ji gotina farisî حال آنکه (hal an-kê) ye:[4]

  • tirkî: hâl (hal, rewş) + bu (ev) + ki (ku)
  • farisî: ḧal (hal, rewş) + an (ew) + ki (ku)

Herdu jî heçku mirov bi kurdî dibêje “hal ev/ew (e) ku” yan “ku hal ev/ew (e/be)”.

Anku kurdî “halbûkî” ji tirkî wergirtiye lê tirkî jî ew nîvwergirtî-nîvwergerandî ji farisî aniye.

 

”Halbûkî” ji sê binemalên zimanan e

Wek ku li jor hat diyarkirin, peyva ”halbûkî” (bi tirkî ”hâlbuki”) ji sê peyvan pêk hatiye:

  • hal-bû-kî (tirkî: hâl-bu-ki)

Tiştê balkêş ew e ku her yek ji van her sê peyvan ji zimanekî cuda hatiye:

  • ”hal” ya vê peyvê ji erebî حال (ḧal: hal, rewş, kawdan, barûdox, weziyet…)
  • ”bû” ya vê peyvê ji tirkî ”bu” (ev)
  • ”kî” ya vê peyvê bi rêya tirkî ”ki” ji farisî که /kê/ (ku)

Di rastiyê de, ”halbûkî” ne tenê ji sê peyvên sê zimanên cuda peyda bûye. Ew di heman demê de ji sê peyvên sê zimanên ji sê binemalên cuda yên zimanan peyda bûye:

  • ” ḧal” ji erebî ku zimanekî samî ye
  • ”bu” ji tirkî ku zimanekî altayî ye
  • ”kê” ji farisî ku zimanekî hindûewropî ye.

Gelek peyv di kurdî û zimanên din de hene ku ji du beşan pêk tên ku ji du zimanên cuda ne.

Lê hejmara peyvên ku ji sê yan zêdetir beşan pêk hatibin û her beşek ji wan ji zimanekî cuda be, gelek kêm e. Eger haya xwandevanên hêja ji peyvên wisa hebe, hêvî dikim ku ew min jî jê haydar bikin.

_____________________

TÊBÎNÎ

[1] Binêrin bo nimûne hinek encamên Google bo bikaranîna peyva ”halbûkî” di nivîsên kurmancî de: halbûkî

[2] Bo bikaranîna peyva ”halbûkî” di nivîsên zazakî de binêrin hinek encamên Google: halbûkî

[3] Binêrin bo nimûne: https://azerdict.com/english/halbuki

[4] Binêrin bo nimûne: https://nisanyansozluk.com/?k=halbuki