Ferhengoka “hevalên derewîn” ya kurdî-inglîzî

husein muhammed

Husein Muhammed

 

Gelek caran di du yan çend zimanan de çend peyvên wek hev yan teqrîben wek hev hene.

Bo nimûne hem di kurdî û hem jî di farisî de peyvên wek ”bîst, dest, dil, sed, ser” hene. Maneya van peyvan di kurdî û farisî de eynî ye.

Lê herdem maneya peyvên wek hev di du zimanan de ne eynî ye. Bo nimûne, hem di kurdî û hem jî di tirkî de peyvên ”av, kurt, sol” hene. Lê maneya ti ji wan ne wek hev e. Di tirkî de wateyên wan wiha ne: ”av” (nêçîr), ”kurt” (gur, gur) û ”sol” (çep).

Peyvên ku di du zimanan de hebin lê maneya wan ji hev cuda be, di zimannasiyê de bi navê ”hevalên derewîn” (bi inglîzî ”false friends”[1]) tên nasîn.

”Hevalên derewîn” dikarin ji aliyê deng û nivîsîna xwe ve bi temamî wek hev bin lê maneya wan ji hev cuda be, bo nimûne wek peyva ”sol” ku di kurdî de maneya ”pêlav” û di tirkî de jî wateya ”çep” dide.

Lê ne şert e ku peyv bi temamî bi deng û nivîsîna xwe wek hev bin. Bes e eger tirsa şaşfehmkirina wan hebe ji ber heman peyvê di zimanekî din de.

Bo nimûne, ”birin” (wek ”anîn û birin”) di kurdî de heye û ”bring” jî di inglîzî de heye ku ne bi temamî bi nivîsîn û ne jî bi deng 100 % wek hev in. Lê tirsa xeletfehmkirina ”bring”ê ji aliyê kurdîzimanan ve heye ji ber ku ew pirr dişibe ”birin” ya kurdî tevî ku di rastiyê de maneya wê ne ”birin” e lê ”anîn” (înan, hênan, hawirdin) e anku tam berovajî wateya peyva ”birin” e. Loma ”birin” ya kurdî û ”bring” ya inglîzî ji hev re ”hevalên derewîn” in. Bi heman awayî inglîzîziman jî dikarin ji ber ”bring” ya inglîzî, peyva kurdî ”birin” xelet tê bigihin.

”Hevalên derewîn” carinan tenê ji aliyê nivîsînê ve wek hev in lê ne bi awayê gotinê. Bo nimûne, hem di kurdî û hem jî di inglîzî de peyvek bi awayê ”name” heye. Lê ”name” di kurdî û inglîzî de eynî maneyê nade. Di kurdî de wateya wê ”mektûb, rîsale, peyam, kaxeza ku ji kesekî re tê nivîsîn û şandin” dide lê ”name” ya inglîzî maneya ”nav, ism” dide. ”Name” ya inglîzî ji aliyê nivîsînê ve wek ”name” ya kurdî ye lê ji hêla gotinê ve ew ne wek ”name” ya kurdî lê bi awayê [neym] tê gotin. Lê dîsa jî ”name” ya kurdî û ”name” ya inglîzî ji hev re ”hevalên derewîn” in ji ber ku mimkin e ku kurdek ”name” ya inglîzî di nivîsan de bibîne û ji ber ”name” ya kurdî şaş fehm bike. Bi heman awayî inglîzîziman jî dikarin ji ber ”name” ya inglîzî, peyva kurdî ”name” xelet tê bigihin.

Carinan jî peyv bi nivîskî ne wek hev in lê bi gotinê wek hev yan pirr nêzîkî hev in. Bo nimûne, ”girîn” ya kurdî û ”green” ya inglîzî bi nivîskî ji hev cuda ne lê bi gotinê teqrîben hevdeng in anku dengê wan wek hev e. Lê maneya ”girîn” (rondik/hêsir ji çavan barîn) ya kurdî û ”green” (kesk, sewz, rengê kesk) ya inglîzî bi temamî ji hev cuda ye.

Berî niha me ferhengokeke ”hevalên derewîn” di navbera kurmancî û soranî de û ferhengokeke din jî hevalên derewnîn di navbera kurdî û tirkî de belav kirine.[2]

Li vê derê em ê ferhengokeke ”hevalên derewîn” di navbera kurdî û inglîzî de jî belav bikin.

Read More »

Ferhengeke kurdî-almanî ji sala 1884

K-A-ala

Beiträge zum kurdischen Wortschatze (Hevkarî bo xezîneya peyvên kurdî) ferhengokeke zimannasê alman A. Houtum-Schindler e ku sala 1884 di kovara Komeleya Almanî bo Vekolînên Rojhilatî (Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft) de hatiye belavkirin.

Berhem ji 75 rûpelan pêk tê ku nêzîkî 55 rûpelan ferhengok e û 20 rûpel jî kurteşiroveyên li ser rêzimanê ne. Wergerên peyvan û şiroveyên rêzimanî bi almanî ne.

Houtum-Schindler peyvên ferhengoka xwe li Rojhilatê Kurdistanê û li Xorasanê berhev kirine. Ew ne ji lehceyekê bi tenê ne lê ji çendîn devok û zaravayan hatine berhevkirin. Tê de hem peyvên kurmancî, hem soranî, hem kelhurî û hem jî goranî hene. Lê piraniya peyvên Houtum-Schindler bi xwe berhevkirî ji soraniya mukrî ne. Peyvên ji kurmancî ji Xorasanê ne lê wî herwiha gelek peyv ji ferhenga kurmancî-fransî ya Ferdinand Justi jî neqlî ferhengoka xwe kirine.

Houtum-Schindler ihtimalen yekem kes e ku di ferhenga xwe de cih daye peyvên ewqas lehceyên kurdî. Wî herwiha li ber her peyvê herwiha diyar jî kiriye ka peyv ji kîjan devokê yan deverê hatiye wergirtin ku ev jî diyardeyeke ferhengsazî ye ku di kurdî de berî Houtum-Schindler nehatibû kirin û gelek caran piştî wî jî hatiye piştguhkirin.

Herwiha Houtum-Schindler yekem kes e hewl daye hin agahiyên etîmolojiyê li ser peyvên kurdî bide. Bo nimûne, wî li ber peyvên wî bi xwe berhevkirî yên ne-kurmancî herwiha hevrehên wan yên kurmancî ji ferhenga Justi neqil kirine ber wan û li ber piraniya serpeyvên xwe hewl daye ku hevrehên wan yên farisî jî pêşkêş bike.

Ev ferhengok bo vekolînên zimannasî baş e. Lê bo bikarînerên ”sade” yên ferhengan ew baş bi kêr nayê ji ber ku her çend peyv ji deverekê yan lehceyekê ne û hebûna yan tinebûna peyvan di ferhengokê de hema-hema bi tesadifî ye, ne li gor berbelavî û mişetiya peyvan di zimanê kurdî de ye.

Heta ber bi dawiya sedsala bîstem, ferhengoka Houtum-Schindler tekane ferhenga kurdî-almanî bû.

Em li vê derê tevahiya vê ferhengokê belav dikin:

https://zimannas.files.wordpress.com/2017/03/beitrc3a4ge-zum-kurdischen-wortschatze.pdf

Husein Muhammed

Kovara Kanîzar, hejmar 11

Hejmar11a

 

Vekin û bixwîn!

 

Sernivîsar

Bi berhemên nû û yên kevnar

Kerem bikin dîsa hejmareke nû ji kovara zimanê kurdî Kanîzarê, xwandevanên hêja. Di vê hejmarê de em  çendîn berhemên nû û çend vekolînên li ser zimanê kurdî bi kurmancî, soranî, zazakî û inglîzî  pêşkêşî we yên hêja dikin.

Di vê hejmarê de em dest bi belavkirina vekolîna Husein Muhammedî ya li ser rengdêrên (sifet, adjective) kurdî û bikaranîna wan dikin. Ev  vekolîn dê di hejmarên bên de jî berdewam be. Nivîsarên wî yên din di hejmarê de li ser cinsê rêzimanî (mê û nêr) û tesîra lerzê li ser guherîna dengan in.

Rêzevekolîna me ya din ji Deham Ebdulfettah e û  xebata wî ya dûr û dirêj ya li ser lêkerên (fiil, verb) kurdî ye. Ev vekolîn jî dê di hejmarên bên de jî bidome.

Vekolîna me ya dirêj ya bi zazakî nivîsara Seîd Verojî ya li ser berhevdan anku miqayesekirina zimannasî ya  navbera kurmancî û zazakî ye.

Bi soranî Cemal Nebez li ser ”birakujiya zimanî” anku neheqîkirina li lehceyên din yên kurdî dinivîse. Nivîsara din ya bi soranî derbarê guherîn û ketina dengan di kurdiya kirmaşanî de ye û ji kekê me yê hêja Elî Şahmuhemmedî ye.

Bi inglîzî Mehmet Şerif Derince û Ergin Opengin agahiyên bingehîn li ser kurdî (bi taybetî kurmancî) pêşkêş dikin û berhemên giring bo hînbûna kurmancî û vekolînên zimanê kurdî rêz dikin.

Di vê hejmarê de jî em du kitêban – yeke nû û yeke kevn – didin nasîn. Yek jê Ferhenga Zaravên Teknîkî ya bi kurdî – tirkî – inglîzî ye. Ya din jî ferhengokeke kurdî ya ji sala 1884 e. Em van herdu berheman bi temamî belav dikin û dixin xizmeta xwandevanên xwe û vekolînên li ser zimanê kurdî.

Kerem bikin kovara xwe bixwînin û bo me binivîsin:

kovarakanizar@gmail.com

 

NAVEROK

Sernivîsar
Bi berhemên nû û kevnar, r. 2

Husein Muhammed
Rengdêr û bikaranîna wan, r. 3

Ferhenga zaravên teknîkî
bi kurdî – tirkî – inglîzî, r. 18

Elî Şahmuhemmedî
Gorrîn û qirtandin le zarawey kurdîy kirmaşanî, r. 20

Seîd Veroj
Vacêkerdena zazakî û kurmancî, r. 23

Nasandin
Ferhengeke kurdî ji sala 1884, r. 51

Ziman û cins
Cinsê rêzimanî, r. 53

Cemal Nebez
Birakujîy zimanî, r. 64

Deham Ebdulfettah
Lêker di zimanê kurdî de, r. 72

Tesîra lerzê
li ser guherîna dengan, r. 124

Mehmet Şerif Derince & Ergin Opengin
Background information on Kurdish, r. 131

Zarname
Ferhengoka zimannasî, r. 144

Em wiha dinivîsin
Kurterêbera rastnivîsînê, r. 162

Vekin û bixwîn!

 

 

Kovara Kanîzar, hejmar 9

hejmar9

 

Vekin û bixwînin!

Sernivîsar

Mijara serekî ya vê hejmara Kanîzarê wergerandin e. Wergerandin yek ji babetên bingehîn yên derbarê ziman û zimannasiyê ye. Loma em di vê hejmarê de ji çend aliyan ve bi kurmancî, soranî, zazakî û inglîzî nêzîkî meseleyê dibin.

Bi kurmancî Husein Muhammed bi vekolîneke 50-rûpelî li ser wergerandina makîneyî anku wergerandina bi bernameyên kompûteran vê mijarê vedike. Ergin Öpengin dîroka bizav û tevgera wergerandina li kurmancî dide nasîn.

Bi inglîzî Edward Magin teza xwe ya masterê derbarê wergerandina helbestên kurdî (bi taybetî kurmancî) pêşkêş dike. Kanîzar hemû teza Maginî belav dike ku berhemeke hêja ye, ne tenê li ser wergerandina helbestan lê li ser zimanê kurdî bi awayekî giştî jî.

Heyder Mihemed û Îbrahîm Elî li ser pirsgirêkên wergerandina berhemên tiyatroyî ji inglîzî li kurdî (bi taybetî soranî) dinivîsin. Hesenê Qazî dîsa nivîsareke dirêj zimannasiyê ya profesor Peter Trudgill wergerandiye kurdiya soranî.

Bi zazakî Roşan Lezgîn nivîseke li ser meseleya peyvên kurdî di Quranê de ji kurmancî werdigerîne zazakî û em orijînal û wergera wê bi hev re belav dikin. Hasan Aslan bingehên rêzimana zazakî li kurmancî raberî me dike û nimûne bi nimûne wan bi zazakî dinivîse û li kurmancî werdigerîne.

Ji bilî wergerandinê, em çend mijarên xwe yên herdemî jî didomînin:

Wek her carê, em di vê hejmarê de jî du kitêban didin nasîn. Yek jê ”A Practical Kurdish Grammar” (Rêzimaneke kurdî ya pratîk) ya L. O. Fossumî ye ku sala 1919 bi inglîzî hatiye çapkirin. Em hemû wê kitêbê – ku heta niha jî yek ji baştirîn rêzimanên kurdî yên bi inglîzî ye – dixin xizmeta xwandevanên xwe.

Kitêba din jî ferhenga Celadet Elî Bedirxan e ku wek yekem ferhenga kurdî-kurdî hatiye amadekirin lê heta sala 2009 nehatibû çapkirin. Destpêka ferhenga C. Bedirxanî amadekirî winda bûbû loma peyvên bi herfên A – E dest pê dikin ji aliyê zavayê wî Selah Sadallah ve dîsa hatibûn berhevkirin.

Di hejmara 8 de me vekolîneke berfireh li ser hejmarên kurdî dest pê kiribû. Ew lêkolîn di vê hejmarê de jî bi hejmarên rêzî didome û dê di hejmara 10 de jî berdewam be.

Nivîsareke me ya dirêj jî li ser cudahiyên dengnasî di navbera lehceyên kurdî de ye.

Vê carê jî em Zarnameyê anku ferhengoka xwe ya zimannasî dîsa berfirehtir belav dikin.

Kerem bikin kovara xwe Kanîzarê bixwînin û jê re binivîsin.

Naveroka hejmara 8

Sernivîsar
Wergerandin di navbera zimanan de, r. 2

Husein Muhammed
Wergerandina makîneyî, r. 4

Celadet Bedirxan
Yekem ferhenga kurdî-kurdî, r. 50

Ergin Öpengin
Bizava wergerê di kurmanciyê de, r. 52

Hasan Aslan
Hînbûna kurdiya dimilî, r. 71

Cihê lêkera alîkar
”ê, dê, wê, yê” di hevokê de, r. 95

Hejmar û hejmarsazî
beşa duyem, r. 99

Zêdebûna dengê R li peyvan
bi hevkarî li gel Koma Zimanê Kurdî, r. 110

L. O. Fossum
Rêzimaneke kurdî ya pratîk, r. 111

Peter Trudgill (w: Hesenê Qazî)
Norwêjî wekû zimanêkî asayî, r. 113

”5000 peyvên kurdî di Quranê de”
bi kurmancî û zazakî, r. 122

Cudahiyên dengnasî
di navbera lehceyên kurdî de, r. 129

Edward Magin
Kurdish poetic features & translation, r. 157

Haidar Mohamad & Ibrahim Morad
Problems of translating from English into Kurdish, r. 158

Zarname
Ferhengoka zimannasî ya kurdî-inglîzî, r. 168

Kurterêbera rastnivîsînê, r. 188

Vekin û bixwînin!

FERHENGOKA ZIMANÊ ZAROKAN

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 8

___________________

Kovara Kanîzar bi hevkarî li gel koma Zimanê Kurdî[1]

zarok

Mebest ji ”zimanê zarokan” li vê derê hin peyv in ku mezin di navbera xwe de bi kar naînin lê zarok di jiyê anku temenê xwe yê biçûk de dibêjin û herwiha gelek caran jî mezin wan di axiftina xwe ya li gel zarokan de dixebitînin.

Armanca me li vê derê rêzkirina wan peyvan e ku di axiftina di navbera mezin û zarokan de tên bikaranîn û zarok wan ji mezinan hîn dibin û nifş bi nifş ew kêm-zêde wek xwe dimînin. Merema vê ferhengokê ne ew e ku wan peyvan rêz bike ku yek yan hin zarok ”şaş” dibêjin.

Peyv ji agahîderên (informant) ji çendîn deverên cuda hatine komkirin. Piraniya agahîderan kurmancîaxiv bûne lê hin jî soranîaxiv. Piraniya peyvan di ”zimanê zarokan” de li deverên kurmancîaxiv de tên bikaranîn lê çend peyv jî ji soranî ne ku di kurmancî de ne li kar in.

Eger (S) li dûv peyvê hebe, ew bi soranî lê ne bi kurmancî ye. Eger (S) li pey peyvê tine be, ew tenê bi kurmancî ye yan jî kurmancî û soranî ye.

Di vê hejmarê de em ê ferhengoka peyvên zimanê zarokan belav bikin û di hejmara bê de jî taybetmendiyên zimanê zarokan vekolin.


Read More »

Kovara Kanîzar, hejmar 8

 

kevir

Vekin û bixwînin!

_____________

Sernivîsar:

Zimannasî bi berfirehî

Dîsa kerem bikin hejmareke kovara xwe Kanîzarê, xwandevanên delal. Vê carê jî em çend vekolînên dirêj û hin nivîsarên kurttir bi kurmancî, soranî, zazakî û inglîzî belav dikin.

Husein Muhammed vê carê dest avêtiye navên hejmaran û hejmarsaziyê di zimanê kurdî de. Ew di 50 rûpelan de hejmarên bingehîn yên kurdî li gel varyantên wan yên devokî û etîmolojiya wan dide nasîn. Vekolîna wî ya dirêj li ser hejmaran dê di hejmara dûv vê de jî berdewam be. Ew di vê hejmarê de herwiha li ser peyvên malbatî û xizmatiyê û herwiha li ser etîmolojiya wan jî dinivîse.

Di vê hejmarê de em sê vekolînan bi wergerên wan diweşînin. Vê carê jî Hesen Qazî beşek ji kitêba Peter Trudgill ya li ser zimannasiya civakî wergerandiye soranî û em wê bi alfabeya kurdî-latînî belav dikin. Newzad Hirorî nivîsara zimannasê navdar D. N. MacKenzie bi navê ”Koka zimanê kurdî” li kurmancî wergerandiye. Mahir Dogan nivîsareke Husein Muhammed ya bi navê ”Peyvên me ji kû tên?” wek ”Çekuyê ma kotî ra yenê?” wergerandiye zazakî.

Di vê hejmarê de jî em du nivîsarên zimannasî yên bi inglîzî belav dikin. Yek jê vekolîneke Sinan Zeyneloğlu, İbrahim Sirkeci û Yaprak Civelek ya li ser zimanguhêziyê anku destberdana ji zimanekî û qisekirina êdî bi zimanekî din di nav kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de ye. Nivîsara din ji Muhemedreza Behadur e ku vekolîneke li ser hevoksaziya kevirnivîsa navdar ya Darayê Mezin yê hexamenişî ye û li Bêhistûna Kirmaşanê ye.

Wek carên din jî, ev hejmar jî cih dide nasandin û nirxandina du kitêbên li ser zimanê kurdî, yeke nû û yeke kevn. Berhema nû ferhenga soranî-kurmancî-tirkî ya Abdullah Ekici ye. Kitêba kevn jî yekem rêziman û ferhengoka zimanê kurdî ya bi zimanekî ewropî ye ku sala 1787 ji aliyê Maurizio Garzoni ve bi îtalî hatiye nivîsîn. Kanîzar ne tenê wê dide nasîn lê herwiha tevahiya wê kitêbê pêşkêşî xwandevanên xwe dike.

Kanîzar vê carê du xebatên zibareyî anku bi hevkarî pêşkêş dike. Yek ji wan li ser peyvên ”karîn, şiyan, şe kirin, tiwanîn” û varyantên wan yên devokî ne ku di berhevkirin û berhevdana wan de me ji şarezatiya sê camêran sûd wergirtiye: Ali Bayraklı (kurmanciya Konyayê), Hasan Aslan (zazakî) û Muhemmed Teqevî (kurmanciya Xorasanê). Xebata din jî ferhengoka zimanê zarokan e ku me bi alîkariya koma Zimanê Kurdî ya li ser Facebookê amade kiriye.

Di vê hejmarê de em herwiha ferhengokeke matematîkê ji Zagros Haco diweşînin.  Wek di hejmarên din de, vê carê jî em dîsa ferhengoka xwe ya zimannasiyê anku Zarnameyê berfirehtirkirî belav dikin.

Kerem bikin bixwînin û ji bîr nekin bo Kanîzara xwe binivîsin!

kovarakanizar@gmail.com

_________________________

Naveroka hejmara 8

Sernivîsar

Zimannasî bi berfirehî, r. 2

Husein Muhammed

Hejmar û hejmarsazî, r. 4

Nasandin

Ferhengeke soranî-kurmancî-tirkî, r. 56

Peter Trudgill (wergêr: Hesen Qazî)

Ziman û cinsî komelayetî, r. 59

Zimanê zarokan

Ferhengoka peyvên zarokan, r. 77

Karîn, şiyan û tiwanî
û hevrehên wan di zarên kurdî de, r. 80

N. Mackenzie (wergêr: Newzad Hirorî)

Koka zimanê kurdî, r. 85

Maurizio Garzoni

Rêzimana kurdî  ji sala 1787, r. 107

H. Muhammd (açarnayox: Mahir Dogan)

Çekuyê ma kotî ra yenê?, r. 110

Malbat

vekolîneke peyvnasî, r. 120

Zagros Haco:

Ferhengoka matematîkê, 147

Zeyneloğlu, I. Sirkeci, Y. Civelek

Language shift among Kurds in Turkey, p. 162

 Muhammedreza Bahadur:

Sentential logic in Behistun Inscription, p. 187

Zarname

Ferhengoka peyvên zimannasî, r.  193

 

Vekin û bixwînin!

 

 

 

Kanîzar, hejmar 7

Zinar

Sernivîsar

Bi hemû rengên zimanê me

Kanîzar kovara zimanê kurdî ye. Gava ku em dibêjin ”zimanê kurdî”, mebesta me hemû rengên kurdî ne: kurmancî, soranî, zazakî, hewramî…

Wek hejmarên berê, ev hejmar jî bi vekolînên bi çend zarên kurdî dagirtî ye. Vê carê nivîsar bi kurmancî, soranî û zazakî hene. Ev sinordariya bi sê lehceyan jî ne merema me ye lê vê carê tenê bi van zaravayan berhem bo weşanê gihiştine me.

Di vê hejmarê de Husein Muhammed vekolîna xwe ya li ser cînavan bi 55 rûpelên din jî bi kurmancî didomîne. Ew di nivîsara xwe ya din ya vê hejmarê de bi berfirehî li ser paşgirên kesî yên lêkeran û dîroka wan dinivîse.

Ev hejmar du nivîsarên bi soranî pêşkêş dike. Hesen Qazî vê carê jî nivîsareke profesor Peter Trudgill li soranî wergerandiye û li ser têkiliyên navbera zimanî û çînên cuda-cuda yên civakî de ye. Kanîzar nivîsarê bi alfabeya kurdî-latînî belav dike. Nivîsara din ya bi soranî ji Ednan Ehmed e û derbarê temamker û berkara neyekser e. Em wê bi alfabeya kurdî-erebî diweşînin.

Vekolîna berfireh ya vê carê ya bi zazakî teza masterê ya Özlem Kılıç ya li ser neyînîtî (negatîvî) di zazakî de ye ku em bi temamî wek pêvek bi vê hejmarê ve belav dikin.

Mesûd Serfiraz vekolînek li ser yek ji kovarên pêşîn ên kurdî, Hetawî Kurd kiriye û naveroka wê bi berfirehî dide nasîn. Dr. Amr Taher Ahmed di hevpeyivîneke xwe de li gel Mem Wêranî li ser wê qenaetê ku divê mirov li şûna zimanê kurdî behsa zimanên kurdî bike.

Wek di hejmarên berê de jî, vê carê jî em du kitêbên li ser zimanê kurdî didin nasîn. Kitêba nû ferhenga hiqûqî ya Hüseyin Özdemir e. Kitêba kevn jî rêzimanname û ferhengoka Kurmanciya Behdînan ya R. F. Jardine e.

Di vê hejmarê de jî em cih didin ku vekolînên bi inglîzî yên li ser zimanê kurdî. Songül Gündoğdu

li ser lêkerên pêkhatî yên navdêr-lêker dinivîse. Nivîsara din jî ji Joyce Blau ye û derbarê dîroka vekolînên li ser zimanê kurdî ye.

Li dawiya vê hejmarê Zarname anku ferhengoka zimannasî dîsa hinekî berfirehkirîtir tê belavkirin. Herwiha kurterêbera rastnivîsînê jî di vê hejmarê de jî cihê xwe digire.

Kerem bikin Kanîzara xwe bixwînin û bo binivîsin!

 

NAVEROKA HEJMAR 7

Sernivîsar
Bi hemû rengên zimanê me, r. 2 

Husein Muhammed
Cînavên kurdî (beşa 2) r. 3 – 58

Nasandin
”Ferhenga Hiqûqî” ya Hüseyin Özdemir, r. 59 – 61

Peter Trudgill (w: Hesen Qazî)
Ziman û çînî komelayetî 62 – 77

Nirxandinek li ser rewşa zimanê kurdî
”Kurdistan dibe erebîziman”, r. 78 – 80

Rêzimaneke kurdî ya 90-salî
”Kurmanciya Behdînan” ya R. F. Jardine, r. 81 – 83

Özlem Kılıç
Zazakî de negatîfîye, r. 84 (hemû teza masterê wek pêvek)

Mesûd Serfiraz
Kovara Hetawî Kurd, r. 85 – 98

Peyvnasî
Pere/pare yan dirav, meydan an qad, zengîn an dewlemend…?, r. 99 – 100

Hevpeyivîn
Li gel Dr. Amr Tahir Ehmed li ser ”zimanên kurdan”, r. 101 – 115

Rêziman
Paşgirên kesî yên lêkeran û dîroka wan, r. 116 – 134

Ednan Ehmed
Tewawkerî yarîde yaxud berkarî narastewxo? r. 135 – 142

Songül Gündoğdu
Noun-Verb Complex Predicates In Kurmanji Kurdish, p. 143 – 172

Joyce Blau
History of Kurdish Stuedies, p. 173 – 183

Zarname
Ferhengoka zimannasiyê kurdî-inglîzî r. 184 – 203

Kanîzar çawa dinivîse?
Kurterêbera rastnivîsînê, r. 204

 

 

Kovara Kanîzar, hejmar 6

Hejmar6

Vekin û bixwînin!

Sernivîsar

Vekolînên zimannasî bi hemû zarên me

Kovara zimanê kurdî Kanîzar di belavkirina vekolînên zimannasî yên kurdî de bi pirzarî anku pirlehceyî berdewam e. Di vê hejmarê de em komeke vekolînên zimannasî bi kurmancî, soranî û zazakî pêşkêş dikin. Herwiha em cih didin du nivîsarên bi inglîzî yên li ser zimanê kurdî.

Husein Muhammed vê carê bi berfirehî peydabûn û awayên bikaranîna cînavan di kurdî de vedikole. Lêkolîna wî ya dirêj dê di hejmara 7 de jî bidome.

Ehmed Kirkan dîroka ferhengsaziya kurdî – bi taybetî ya zazakî – pêşkêşî xwandevanên me dike. Berhemeke din ya derbarê weşanên bi zazakî nivîsareke Roşan Lezgîn e ku em li vê derê wergera wê ya kurmancî belav dikin.

Di vê hejmarê de jî em weşandina kitêba profesor Peter Trudgill ya li ser zimannasiya civakî (sosyolîngwîstîk) bi soranîkirina Hesen Qazî didomînin. Mijara vê carê têkiliyên navbera zimanî û komên etnîkî ye.

Fêrgîn Melik Aykoç vê carê bi berfirehî û bi nimûneyên mişe li ser tewangê anku tewandin û çemandinê di kurdî de dinivîse.

Nivîsarên me yên inglîzî yek ji Emîr Hesenpûrî ye û derbarê dîroka nûjenkirin û paqijkirina peyvan di zimanê kurdî de ye. Nivîsara din ya bi inglîzî ji Théotime Chabre ye û li ser ”zimanên neteweyekî bêdewlet” anku derbarê rewşa zar û zimanên kurdî ye.

Wek berî niha jî, di vê hejmarê de jî em du berhemên li ser zimanê kurdî (yeke nû û yeke kevn) dinasînin û dinirxînin. Ya kevn kurterêzimana kurdî ya Samuel A. Rhea ji sala 1869 e. Ya nû jî ”Ferhenga Termên Matematîkê” ya Dilawer Zeraq û Mem Wenda ye.

Zarname anku ferhengoka Kanîzarê ya peyvên zimannasî ya kurdî-inglîzî vê carê jî hatiye berfirehkirin û li dawiya kovarê tê weşandin. Li dawiyê herwiha kurterêbera me ya rastnivîsînê jî hatiye belavkirin.

Bi hêviya ku bi dilê we be!

Naveroka hejmara 6

Sernivîsar
Vekolînên zimannasî bi hemû zarên me

Husein Muhammed
Cînav – peydabûn û bikaranîna wan

Nirxandin

Ferhenga Termên Matematîkê 
ya Dilawer Zeraq û Mem Wenda

Ehmed Kirkan
Ferhengnasiye û Ferhengnasiya M. Malmisanijî

Nasandin
Kurterêziman û ferhengoka kurdî ya Samuel A. Rhea

Peter Trudgill
Ziman û grûpî êtnîkî (wergêran: Hesen Qazî)

Roşan Lezgîn
Di çapemeniya kurdî de tecrûbeya Newepelê

(ji zazakî: Husein Muhammed)

Fêrgîn Melik Aykoç
Tewang

Emîr Hesenpûr
Lexical modernization and purification

Théotime Chabre
Languages of a stateless nation

Zarname
ferhengoka zimannasî ya kurdî-inglîzî

Kurterêbera rastnivîsînê

NIMÛNEDAR: ferhengoka inglîzî kurdî

Bo destpêkerên zimanê inglîzî

us-uk-flags

Husein Muhamed

 

FERHENGOKA NIMÛNEDAR

 

Kurte

AM bi inglîziya amerîkî

B forma demên borî (sade, dûdar, dûr)

BR bi inglîziya brîtanî

BS forma dema borî ya sade

BD forma dema borî ya dûdar û dûr

N neyînî, negatîv

PH forma pirhejmar

 

Heke awayê nivîsînê yan gotinê ji hev cuda be, forma amerîkî berî ya brîtanî hatiye danîn:

  • color, colour (reng)
  • example [igzempił, igzampił] (nimûne)

 

A a

a [e]: -ek, -yek: a book kitêbek, a house xaniyek

able bişiyan, bihêz: to be able to karîn, şiyan, jê hatin

about [ebawt] 1) derbarê, li ser: We talked about the situation Em derbarê rewşê axiftin 2) nêzîkî, teqrîben: about an hour nêzîkî saetekê

above [ebav] li ser, raserî, di ser re: Above his head li raserî serê wî

accept [iksêpt, eksêpt] qebûl kirin, pejirandin: We don’t accept what they do Em tis_tê ku ew dikin qebûl nakin

across [ekros] di ser re: We went across the bridge Em di ser pirê re çûn

act [ekt] 1) bizivîn, xebitîn, kar kirin, tev gerîn: We must act before they attack us Divê em bizavê bikin berî ku ew êrişî me bikin; 2) (di filmekê yan şanoyekê de) lîstin, rol hebûn:

action [ekşin] bizav, tevger, xebat, kar, bizav, aksiyon, dewr, rol

actually [ekçiłî] ya rast, bi rastî, di rastiyê de: We can improve the results, but actually we are happy with the current situation Em dikarin encaman baştir jî bikin lê ya rast em bi rewşa niha razî ne

add [ed] lê zêde kirin: Do you have anything to add? Tu dixwazî tiştekê lê zêde bikî?

addition [edişin] zêdekirin, zêdebûn: Some additions are made to the original text Hin zêdehî li teksta orijînal hatine kirin

adjective [edcêktiv] rengdêr, sifet, adjektîv: Adjective are a class of words Rengdêr komeka peyvan e

afraid [efrêd] bitirs, tirsiyayî; mixabin: I am afraid we are not be able to visit you Mixabin em nikarin seredana we bikin

Africa [efrika] Afrîka: Africa is a large continent Afrîka parzemîneka/qareka mezin e

after [aftir, eftir] piştî: after dinner piştî şîvê

again [egên] dîsa: Come again Dîsa were; dîsa bibêje

against [egênst] dijî: We are not against you, we are with you Em ne dijî we ne, em bi we re ne

age [eyc] umir, jî, temen, hîn: She is of my age Ew li umirê min e, Jiyê min û wê yek e

ago [ego] berî: five days ago berî pênc rojan

agree li hev kirin, sulh kirin, li hev hatin, pêk ki

ahead [ehêd] li pêş, li berî: He was ahead of his time Ew li pêş serdema xwe bû

air [êr] hewa: Let’s go out to take some fresh air Em biçin derve daku hinek hewayê hênik bigirin

airplane firoke, balafir, teyare: The airplane has landed Firokeyê dadaye

all [ał] hemû, gişt, tev: all at once hemû bi carekê

allow [eław] rê dan, hiştin, destûr dan, ruxset dan, icaze dan: Allow me to show it to you Bihêle ez wê nîşanî te bidim

allowed [eławd] serbest, bidestûr, ruxsetdayî, ne qedexe: It is not allowed to smoke inside Cigrakêşan li hindir qedexe ye

almost [ołmost] teqrîben, hema-hema: We traveled almost five hours Sefera me teqrîben pênc saetan vekêşe / dirêj bû

alone [ełown] bi tenê: Did you come alone? Tu bi tenê hatî?

along [ełong] li rex, bi dirêjahiya: along the road li rexê rê, bi dirêjahiya rê ve

already [ołridî] êdî, jî, ji xwe: I have already seen it Min ew dîtiye jî

also [ołso] herwiha, dîsa jî, jî: He studies biology and also mathematics Ew biyolojiyê dixwîne û herwiha matematîkê jî

although [ołðow] tevî ku, li gel ku, dîsa jî: Although they want war, we don’t want it Tevî ku ew şerî dixwazin jî, lê em naxwazin

always [ołweyz] herdem, hergav: You are always in my heart Tu herdem di dilê min de yî

am [em]: I am ez … im

America [emërika] Amerîka: There are two Americas: North America and South America Du Amerîka hene: Amerîkaya Bakur û Amerîkaya Başûr

American [emërikin] amerîkî: She is not American, she is Australian Ew ne amerîkî ye, ew awistralî ye

among [emang] di nav de: Here you are among your friends Li vê derê tu di nav hevalên xwe de yî (Ev hevalên te ne)

amount [imawnt] qas, qeder, miqder: Pour some amount of water into the cup Hinek avê bike tasê

an [en] –ek, -yek (berî peyvên bi vokalekê dest pê dikin): an apple sêvek

and [end] û: children and adults zarok û mezin

angle [engił] goşe, kujî: A 90′ angle is called a right angle Navê goşeyên 90′ goşeyên rik e

animal [enîmił]: heywan: Horses are animals Hesp heywan in

another [enaðir] yek din, yek dî: another time careka din

answer [ensir] bersiv; bersiv dan: Please answer my question Ji qenciya xwe bersiva pirsa min bide

any [enî] ti, her, çi be jî, kî be jî: Do you have any cigarettes? Gelo te ti cigare hene?

anyone [enîwän] her kes: Anyone knows who he is Her kes dizane ku ew kî ye

anything [enîðing] her tişt: Would you like to eat anything? Tu ê bixwazî tiştiştekî bixwî?

appear [epîr] xuya bûn, diyar bûn, aşkira bûn: She appears to be quite happy Wisa diyar e ku ew dilşa ye

apple [epił] sêv: Apples ripen in autumn Sêv payizan digihin

are [ar]: you are tu … î, hûn … in; we are em … in, they are ew … in

area [êriya] dever, der, war, cih, navçe: I haven’t visited this area before Ez berê nehatime vê derê

arm [arm] mil, zend; çek, sîleh: to take arms çek hildan, sîleh rakirin, şerê çekdarî kirin

army [armî] leşker: Iraqi army was defeated by American forces Leşkerê Iraqê ji aliyê hêzên amerîkî ve hat şkandin

around [irawnd] 1) li dor: I wish I could travel around the world Xwezî min karîbûya li dor dinyayê bigerim 2) nêzîkî, teqrîben, li dor: I will arrive around three o’clock Ez ê nêzîkî saet sê bigihim / bêm

arrive [errayv] gihiştin, hatin: The airplane will arrive at half past five Firoke dê saet pênc û nîv bigihe / bê

art [art] huner: Art can make you happy Huner dikare mirovî dilşa bike

artist [artist] hunermend: He is an artist, not a politician Ew hunermend e, ne siyasetvan e

as [ez] wek, mîna: as you like wek ku tu bixwazî, tu çawa bixwazî

ask [esk] pirsîn, pirs kirin: Can I ask you something? Gelo dikarim tiştekî ji te bipirsim?

at [et] li: at home li malê; bi: at once bi carekê

ate [eyt] BD ji eat

attend [etënd] beşdar bûn, tevlî bûn, amade bûn: I want to attend a language course to learn English Dixwazim beşdarî kurseke zimanî bibim daku hînî inglîzî bibim

autumn [otim] payiz: In autumn the weather gets colder Payizê hewa sartir dibe

away [ewey] li dûr, ne hazir: He has been away for a long time Demekê dirêj e ku ew dûr ketiye