Palîndrom, anadrom û anagram di kurdî de

 

Muhammed_08-09-01_001_väri-iso-682x1024

Husein Muhammed

Di zimannasiyê de mebest ji palîndroman (bi inglîzî palindrome ji yûnanî πάλιν /palin/ anku paşve û δρóμος /dromos/ anku rê, alî) ew peyv in ku dikarin hem ji aliyê çepê ber bi rastê ve û hem jî ji hêla rastê ber bi çepê ve bên xwandin bêyî ku awayê gotina wan yan wateya wan biguhere.

Bo nimûne, peyva “şeş” di kurdî de palîndromek e ji ber ku ew dikare ji dawiyê ber bi destpêkê ve were gotin bêyî awayê gotina wê yan jî maneya wê biguhere.

Anagram (bi inglîzî anagram ji yûnanî ἀνά /ana/ anku jor û γράμμα /gramma/ anku “herf, nivîs”) ji wan peyvan re tên gotin ku bi rêzkirina herfên wan ji nû ve dikarin bibin peyveke din ya watedar. Bo nimûne, peyvên “mane” û “nema” anagramên hev in ji ber ku bi verêzkirina herfên wan mirov dikare, “mane” bike “nema” û “nema” bike “mane”.

Anadrom[1] (bi inglîzî anadrome ji yûnanî ἀνά /ana/ anku jor û δρóμος /dromos/ anku rê, alî) ew peyv in ku gava ji dawiyê ber bi destpêkê ve bên gotin, maneya wan diguhere. Bo nimûne, peyvên “nav” û “van” di kurmancî de anadromên hev. Hemû anadrom di heman demê de anagram in lê her anagram ne anadrom e.

Di kurdî û gelek zimanên din de jî palîndrom, anadrom û anagram dikarin ji peyvên xwerû, peyvên çemandî, komikên çend peyvî û heta hevokên temam jî pêk bên.

Kerem bikim em yek bi yek li wan binêrin û nimûneyan ji wan rêz bikin.

Read More »