Husein Muhammed
Berî çend rojan hevalekî bihagiran daxwaza etîmolojiya peyva ”halbûkî” ji min kir.
Ew û hevalekî xwe yê din ketibûn gengeşeya wê yekê ka gelo ”halbûkî” kurdî ye û tirkan ji kurdî wergirtiye yan jî tirkî ye û kurdan ji tirkî wergirtiye.
Wek ku tê zanîn, ev peyv hem di kurdî û hem jî di tirkî de tê bikaranîn. Bi kurdî wek ”halbûkî” û bi tirkî jî wek ”hâlbuki, halbuki”.
Hem di kurdî û hem jî di tirkî de li gor kontekst û cihê bikaranînê ew hinek wateyên piçekê ji hev cuda dide.
Peyv di ferhenga Michael Chyet ya kurdî-inglîzî de peyda nabe. Di ferhenga Zana Farqînî ya kurdî-tirkî de ”halbûkî” wek ”halbuki, oysa, oysaki” tê şirovekirin.
Gelek caran ”halbûkî” bi wateyên wek ”lê, lê belê, jixwe, helbet, bêguman, tevî ku, dîsa jî…” tê bikaranîn.[1]
Ji herdu kesên ku gengeşe li ser vê peyvê dikirin, yekî gotibû ku peyv kurdî ye û ji van peyvan pêk hatiye:
- hal (ew) bû ku (rewş wisa bû ku)
Yan jî ji van peyvan
- Hel bû ku (çare bû ku, diyar bû ku)
Kesê ku digot peyv ji tirkî ye jî, digot ku ew ji van peyvan peyda bûye:
- hâl bu ki (hal ev [e] ku, rewş ev [e] ku)
Berî ku em bikarin bersiva wê yekê bidin ka kurdî ev peyv ji tirkî yan jî tirkî ev peyv ji kurdî wergirtiye, giring e em hinekî lê binêrin ka ev peyv li kû derê tê bikaranîn.
Di kurdî de ew di axiftin û nivîsên kurmancî û zazakî de tê bikaranîn.[2]
Di soranî û zaravayên din yên kurdî û zimanên din yên îranî de, bi qasî ku me kariye lê bigerin, peyva ”halbûkî” nayê bikaranîn.
Li gor pirsîna ji hejmareke kesan herwiha diyar bû ku ”halbûkî” di kurmancî de jî li derveyî Bakurê Kurdistanê nayê bikaranîn û heta wateya wê jî ji piraniya kurmancîaxivên ne-bakurî re nenas bû. Zazakî ji xwe li derveyî Bakur li parçeyên din yên Kurdistanê bi xwecihî nayê peyivîn.
Ev hinek îşaretên xurt ber bi wî alî ve didin ku ”halbûkî” ji tirkî ketiye kurdî û ne ji kurdî ketiye tirkî. Eger eslê wê kurdî bûya, ew dê bi ihtimaleke mezin li hinek deverên derveyî Bakurê Kurdistanê jî peyda bûbûya.
Delîlekî din jî yê xurtkirina wê texmînê ku peyv ji tirkî ketiye kurdî ew e ku heman peyv bi awayê ”halbuki” di azerî de jî heye.[3] Wek ku tê zanîn, tirkî û azerî du zimanên ji heman binemalê ne û gelek nêzîkî hev in.
Di farisî de ev peyv bi awayê حال آنکه (hal an-kê) heye lê ne bi awayê ”halbûkî”.
Lê wek ku hinek ferhengên etîmolojî yên tirkî bi xwe jî itiraf pê dikin, di rastiyê de ”hâlbuki” ya tirkî wergera peyv bi peyv ji gotina farisî حال آنکه (hal an-kê) ye:[4]
- tirkî: hâl (hal, rewş) + bu (ev) + ki (ku)
- farisî: ḧal (hal, rewş) + an (ew) + ki (ku)
Herdu jî heçku mirov bi kurdî dibêje “hal ev/ew (e) ku” yan “ku hal ev/ew (e/be)”.
Anku kurdî “halbûkî” ji tirkî wergirtiye lê tirkî jî ew nîvwergirtî-nîvwergerandî ji farisî aniye.
”Halbûkî” ji sê binemalên zimanan e
Wek ku li jor hat diyarkirin, peyva ”halbûkî” (bi tirkî ”hâlbuki”) ji sê peyvan pêk hatiye:
- hal-bû-kî (tirkî: hâl-bu-ki)
Tiştê balkêş ew e ku her yek ji van her sê peyvan ji zimanekî cuda hatiye:
- ”hal” ya vê peyvê ji erebî حال (ḧal: hal, rewş, kawdan, barûdox, weziyet…)
- ”bû” ya vê peyvê ji tirkî ”bu” (ev)
- ”kî” ya vê peyvê bi rêya tirkî ”ki” ji farisî که /kê/ (ku)
Di rastiyê de, ”halbûkî” ne tenê ji sê peyvên sê zimanên cuda peyda bûye. Ew di heman demê de ji sê peyvên sê zimanên ji sê binemalên cuda yên zimanan peyda bûye:
- ” ḧal” ji erebî ku zimanekî samî ye
- ”bu” ji tirkî ku zimanekî altayî ye
- ”kê” ji farisî ku zimanekî hindûewropî ye.
Gelek peyv di kurdî û zimanên din de hene ku ji du beşan pêk tên ku ji du zimanên cuda ne.
Lê hejmara peyvên ku ji sê yan zêdetir beşan pêk hatibin û her beşek ji wan ji zimanekî cuda be, gelek kêm e. Eger haya xwandevanên hêja ji peyvên wisa hebe, hêvî dikim ku ew min jî jê haydar bikin.
_____________________
TÊBÎNÎ
[1] Binêrin bo nimûne hinek encamên Google bo bikaranîna peyva ”halbûkî” di nivîsên kurmancî de: halbûkî
[2] Bo bikaranîna peyva ”halbûkî” di nivîsên zazakî de binêrin hinek encamên Google: halbûkî
[3] Binêrin bo nimûne: https://azerdict.com/english/halbuki
[4] Binêrin bo nimûne: https://nisanyansozluk.com/?k=halbuki