Pêdaçûneke Rexneyî li ser “Rêbera Rastnivîsînê”

Ergin

Ergin Öpengin*

(Têbîniya malpera Zimannas: Ev nivîsara zimannasê hêja Ergin Öpengin sala 2017 di kovara Derwaze hejmara 1 de derketibû. Nivîsar li ser Rêbera Rastnivîsînê ya Mistefa Aydogan nivîsî ye û hatiye nivîsîn berî ku heman kitêb bi navê weqfa Mezopotamyayê û navê nêzîkî 20 kesan dubare were weşandin. Mixabin di çapa nû jî ya Rêbera Rastnivîsînê de nêrînên Öpenginî – wek nêrînên rexneyî yên piraniya zimannas û şarezayên din jî hatine piştguhkirin.

Malpera Zimannas vê nivîsar bi destûra E. Öpengin belav dike daku hem xwandevanên kurdî bi giştî jê haydar bibin û hem jî bi hêviya ku amadekarên Rêbera Rastnivîsînê ji niha pê ve li şaşiyên xwe hişyar bin.)

 

Wek pdf vekin û bixwînin!

 

____________________________________________

Pirsên Rênivîsa Kurmancî:

Pêdaçûneke Rexneyî li ser Rêbera Rastnivîsînê ya Mistefa Aydogan

 

Xebatên li ser rênivîsa kurdî û Rêbera Rastnivîsînê

Gava ku Celadet Alî Bedirxan û hevkarên xwe dest pê kir di kovara Hawarê de elifbêya kurdî ya bi herfên latînî bi kar anî, qaîdeyên serekî yên nivîsînê, anku yên rênivîs an rastnivîsînê jî danîn û tedbîq kirin. Bo nimûne, hindek carên istisna tê de nebin, di Hawarê de navên milet û zimanan bi herfên hûrek dihatin nivîsîn, an jî pêşgira negatîv ne bi piranî ji lêkerê cuda hatiye nivîsîn her wekî paşgira dema boriya çîrokî . Hem di vê kovara navhatî de hem jî di nav nivîsevaniya kurmancî ya dehsalên paştir de, piraniya qaîdeyên Hawarê hatine parastin, lê belê gelek jî hatine guhartin. Bi taybetî piştî “vejîna” nivîsevaniya kurdî li diyasporayê li salên 80yan, hewlên muxtelif ji bo standardkirina kurmanciyê hebûn, ku standardkirina rênivîsê wek pêngava wê ya yekem dihate dîtin.[i] Lewma ji Semînera Kurmancî û rojnameya wê ya Kurmancî[ii] pê de rêformên de facto an jî fiîlî yên rênivîsa kurmancî dest pê kir û her weşan an dezgeheke nû tercîhên xwe yên rênivîsê li yên heyî zêde kirin. Rêzimanên kurdî jî gelek caran beşek ji qaîdeyên rênivîsê re vediqetand.[iii] Lê xebateke xweser ya bi rengê rêbereke rênivîsê encax sala 1997an derçû, ku Bingehên Rastnivîsandina Kurdiyê (kirmancî)[iv] ya Arif Zêrevanî bû. Xebata Zêrevanî li ser xalên bingehî yên rênivîsê (nivîsîna navên milet, ziman, dîn, hwd.) her li dû qaîdeyên Hawarê bû; bi rengekî, birojkirin û berfirehkirineke wan bû ku hin aliyên nû yên nivîsevaniyê jî bi xwe ve bigire. Naveroka berhemê jî bi rengekî zelal hatibû raçandin û pêşkêşkirin; lê belê, diyar e ji ber hindek tercîhên nivîskarê berhemê, ku nisbeten ji meyl û prêzeyên nivîsînê yên nivîskar û xwendevanên kurmancî dûr bûn (bn. ko li şûna ku-ya berbelav, an jî bikaranîna nîşandeka iqtibasê wek »…« li şûna “…”, hwd.), ew rêber li nav kurdên bakur pir nehate teqîbkirin. Di ser wê re, van salên dawî hin dezgehên li bakur hindek qaîdeyên rênivîsê li dû rênivîsa zimanê tirkî tedbîq dikin, wek nivîsîna herfa ewil a navên ziman û miletan bi girdekan, bikaranîna apostrofê ji bo cudakirina paşgiran ji hejmaran, bikaranîna nîşandeka xal ji bo diyarkirina hejmarên rêzîn (bn. 4. Mihrîcana …).

Read More »

“Rêbera Rastnivîsînê” (beşa dawiyê: serencam û pêşniyaz)

(Beşên pêştir: beşa 1beşa 2beşa 3beşa 4beşa 5beşa 6, beşa 7)

Reber8

Husein Muhammed

 

8) Navên giran – berhemeke wêran

Çend roj di ser belavkirina beşa pêştir ya rexnekirin û nirxandina Rêberê re borîn. Di dema belavkirina beşên pêştir de gelek kesên nas û hinekên berê ji min re nenas jî têkilî li ser mijarê li gel min daniye. Di nav wan de:

  • hinek jê kesên wisan in ku kitêb li ser navê wan jî hatiye çapkirin
  • yek jê nûnerê Weqfa Mezopotamyayê bû ku kitêb daye çapkirin
  • hinek jê ew kes in ku bi xwe berê rexne li ser Rêberê nivîsîne
  • hinek jî xwandevanên din yên rexneyên min yên heta hingê bûn.

Li jêr ez ê bi kurtî behsa gotinên wan bikim ji ber ku ew bi nêrîna min giring in û bi zelalî diyar dikin ku rexne û nerazîbûneke berfireh li ser Rêberê heye.

Li destpêkê divê were gotin ku ya min bi ti awayî ne yekem rexne ye ku li ser Rêberê hatiye nivîsîn. Gelek rexne berî niha jî li ser hatine nivîsîn. Haya min berê ji hinek ji wan hebû lê hinek jî wisan in ku min berê nexwandibûn.

Em dikarin giringtirîn rexneyên heta niha – yên ku haya me jê heye – wiha rêz bikin:

Gelek xwandevanan – û herwiha du kesên ku navê wan li ser Rêberê heye jî – anî bîra min û got ku Rêbera Rastnivîsînê li gel hebûna nêzîkî 20 navan li ser bergê pêşîn yê kitêbê, di pratîkê de ew heman kitêb e ku berê li ser navê Mistefa Aydogan hatiye belavkirin û ti guhertineke giring di mijara rastnivîsînê de nehatiye kirin.

Herdu kesên ku navê wan li ser kitêbê ye jî ji min re got ku daxwazên wan yên guherandinê nehatiye qebûlkirin. Herwiha Deham Ebdulfettah, ku yek ji endamên komê bûye, jî di daxuyaniyeke xwe de amaje bi wê yekê dike ku hazirî bo guhdarîkirina nêrînên din tine bû.[2] Endamekî din yê komê, Dilawer Zeraq jî, di twîteke xwe de nîşanê bi heman pirsgirêkê dide.[3]

Di têkiliyeke telefonî de li gel nûnerekî Weqfa Mezopotamyayê min jê pirsî gelo çima wan ti guherandin di mijara rastnivîsînê de di Rêberê de nekirine tevî ku rexne hem ji derve û hem jî ji nava komê hatine. Wî bêyî dudilî itiraf kir ku wan nexwastiye ti guherandinan di mijara rastnivîsînê de bikin ”ji ber ku kêfa me pir ji rêbera heyî re hat”.

Yekser piştî vê gotinê ew pê de çû û bi şanazî got ku wezareta perwerdeyê ya Tirkiyê êdî biryar daye ku kitêbên dersê yên kurmancî li gor rêbazên rastnivîsînê yên Rêberê biweşîne. Herwiha wî ji camêriya xwe ez ji xebatên din jî yên ku tên amadekirin yên Weqfa Mezopotamyayê haydar kirim. Bo nimûne, got ku ew niha amadekariyên destpêkirina ferhengeke mezin ya kurdî-kurdî dikin.

Bi min tiştekî gelekî ecêb e ku Rêber di rastiyê de ya kesekî ye lê navê nêzîkî bîst kesan li kitêbê hatiye kirin. Bi vî awayî hatiye xwastin ku otorîteyeke xurt bo kitêbê were peydakirin bi taybetî ji ber ku hinek navên di zimanê kurdî de giran jî li ser hene, bo nimûne:

  • Deham Ebdulfettah ku çend berhemên hêja li ser rêzimana kurdî nivîsîne
  • Zana Farqînî ku ferhengeke kurdî-tirkî û yeke tirkî-kurdî yên mezin amade kirin
  • Samî Tan ku hem berhemên rêzimanî û dersdanê amade kirine û hem jî demeke dirêj sernivîseriya rojnameya Azadiya Welat kiriye
  • Newzad Hirorî ku demeke dirêj li ser zimannasiyê nivîsiye û niha serokê kitêbxaneya kurdî ya Stokholmê ye.

Herçi amadekarê kitêbê bi xwe ye anku Mistefa Aydogan, ew jî bêguman nivîskar û wergêrekî hêja ye. Lê tiştê ecêb ew e ku nayê zanîn ku berî vê berhemê wî zêde tiştek di warê zimannasiyê yan rêzimannasiyê de nivîsîbe.

Ji ber ku navê nêzîkî 20 kesan li ser kitêbê heye, gelek xwandevanan bi xeletî wisa fehm kiriye ku kitêb wek encama şêwirmendî û gotûbêjên berfireh di navbera wan kesan de hatiye amadekirin û wek encama yekdengiya wan hatiye belavkirin.

Mixabin ne wiha bûye.

Tiştê ecêb ew e ku van hemû kesan navê xwe daye daku kitêb li ser navê wan belav bibe tevî ku para wan tê de an qet tine bûye yan jî yekcar kêm bûye. Ji nivîsên li jor behskirî yên D. Ebdulfettah û D. Zeraq diyar dibe ku ew bi rastnivîsîna kitêbê nerazî bûne lê – bi gotinên wan bi xwe – nêrînên wan hatine paşguhkirin.

Bi min pirsgirêkeke exlaqî ye ku evqas kesan qebûl kiriye ku navê wan jî wek nivîserên kitêbê were danîn tevî ku di rastiyê de kitêb dubarekirina kitêba Mistefa Aydogan ya berê ye. Herwiha bi kêmanî xapandin an hîlekirina li xwandevanan e ku ji wan re tê diyarkirin ku hemû ev kesên navgiran li pişt amadekirina vê kitêbê ne tevî ku rastî ne wiha ye.

Nayê zanîn ka ew bîst kesên ku navê wan li ser pirtûkê ye heta çi dereceyê bi naveroka kitêbê re ne. Wek ku ji îşaretpêkirinên D. Ebdulfettah û D. Zeraq diyar dibe, ew ji hinek encamên kitêbê nerazî ne. Herwiha herdu kesên din yên ku navê wan li ser kitêbê ye û bi şexsî têkilî li gel min daniye, diyar kiriye ku ew di gelek mijarên nîqaşbar de ne alîgirên Rêberê ne, bi taybetî:

  • nivîsîna -iy- wek -îy-
  • çemandina lêkera ”hatin”
  • nivîsîna paşdaçekên ”de, re” wek ”da, ra”.

Mixabin li ser navê van kesan û ihtimalen navê hinek kesên din jî yên ne alîgirên rastnivîsîna Rêberê gelek guherandinên bingehîn di rastnivîsîna kurdî de tên ferzkirin û pêşxistin.

Gef û xeterî gelek mezin e çunkî ev bi navê nêzîkî bîst kesan tê kirin û çunkî – wek ku hatime agadarkirin – dezgeheke bihêz wek wezareta perwerdeyê ya Tirkiyê dest pê kiriye kitêbên kurdî li gor van rêbazan amade dike û herwiha Weqfa Mezopotamyayê haziriyên destpêkirina ferhengeke mezin ya kurmancî-kurmancî li ser bingehê vê rastnivîsînê dike.

Anku talûke heye ku şaşiyên mezin yên Rêberê wiha bi berfirehî belav bibin û verastkirina wan êdî bibe karekî gelek dijwar.

Helbet di hemû kitêbên rastnivîsîn û rêzimanê yên din jî yên kurdî de kêmasî hene. Lê kêmasiyên kitêbên din bi piranî ji kêmderfetiyên nivîserên wan, ji ber giraniya li ser devoka xwe û haydarnebûna ji devokên din yan jî ji ber şaşfehmkirina hinek diyardeyên zimannasî hatiye kirin. Bi piranî yan qet ti caran armanca wan rêzimannivîsan ne bi qest guherandina zimanê heyî bûye.

Ti gumana min jê nîne ku Rêber jî bi armanceke baş hatiye nivîsîn. Lê amadekarê(n) wê ji rêzimannivîsên kitêbên pêştir gelek dijwartir bi qest hewl daye ku zimanê heyî yê nivîskî li gor nêrînên xwe biguherînin. Mixabin ev nêrînên wan nikarin xwe li ber awirdanên rexneyî yên zimannasî bigirin û teqrîben hemû ji encamên nêrînên hîperkorekt û şaşfehmkirinê ne.

 

Serencam û pêşniyaz

Wek serencam mirov dikare bibêje ku Rêber di mijarên nîqaşbar de ji çareserkirina pirsgirêkan zêdetir kêşe û arîşeyên dijwartir diafirîne. Bi kurtî:

  • Ferzkirina -îy- li cihê -iy-: Wek ku li pêştir hatiye diyarkirin, ev dibe sebebê gelek pirsgirêkên mezin.
  • Çemandina hîperkorekt: Bo nimûne ”mala Elîyî, li ser rêyê” li cihê ”mala Elî, li ser rê” yên tevahiya kurmancîaxivan.
  • Ferzkirina -êy- li cihê -iy-: Ev dibe sebebê ferzkirina formên neyî (tine) yan gelek marjînal yên wek ”dêya min, pêyê min” li cihê ”diya min, piyê” yên tevahiyê yan piraniya mutleq.
  • Çemandina lêkera ”hatin”: Dijî rastiya dîrokî û bi piraniya mutleq ya kurmancîaxivan, Rêber rehê -hê- li cihê rehê -ê- ferz dike.
  • Ferzkirina paşdaçekên ”da, ra”: Li cihê ”de, re” yên ku heta niha di piraniya mutleq ya nivîsên kurmancî de hatine bikaranîn û herwiha li gel paşdaçeka ”ve” hevaheng in û ji encama wekhevlêhatina dîrokî ya daçekan in ku me li pêştir bi dirêjahî behs kiriye.

Ev hemû pirsgirêk derketine ji ber ku armanca Rêberê bi zelalî ne nasandina zimanê nivîskî yê heyî lê afirandina zimanekî nivîskî yê nû yan jî bi kêmanî guherandina bingehîn ya zimanê nivîskî yê heyî bûye.

Wek ku ji rexneyên derveyî ”Komxebata Kurmancî” û ji nav wê komê bi xwe jî tên, ev hewlên guherandinê nehatine qebûlkirin, nayên qebûlkirin û divê neyên qebûlkirin jî.

Kurmancî bi alfabeya latînî ev demek e ku êdî xwedî zimanekî nivîskî yê standard e. Helbet hê hinek mijar nehatine çareserkirin. Ji xwe di her zimanî de hinek nakokî heta û heta jî dimînin. Lê kurmancî êdî ne di rewşeke wiha bêxwedî de ye ku hinek rabin guherînên bingehîn yên li gor kêfa dilê lê bikin û wan guherandinan bi navê ”rastnivîsîn”ê ferz jî bikin bêyî ku ti kes deng bike. Bi taybetî jî eger ev hewlên guherandinê nikaribin dijî nirxandinên rexneyî yên zimannasî li ber xwe bidin.

Li ser bingehê rexneyên ku heta niha camêrên din kirine û yên ku min jî li pêştir kirine, wek rica du pêşniyazan ji daner û weşînerên Rêberê dikim:

  • Bo rêgirtina li ber wêrankirina rastnivîsîna kurmancî, di zûtirîn demê de çapên heyî yên kitêbê ji bazarê vekişînin û/yan bi daxuyaniyekê ragihînin ku di kitêbê de gelek şaşî û kêmasiyên bingehîn hene û nabe ew wek rêbername bo rastnivîsînê were bikaranîn.
  • Komeke şarezayan gazî bikin (mimkin e ku heman kesên koma berî niha bin jî) ku li ser amadekirina kitêbeke din ya rastnivîsînê dest bi xebatê bikin. Kitêba nû bila bi rastî jî aliyê çend kesan ve were nivîsîn (bo nimûne her kesek beşekê yan du-sê beşan binivîse). Piştî nivîsînê bila hemû kom li ser her beşê raweste û bi hev re bigihin encaman. Navê komeke kesan li ser berhemeke ji aliyê kesekî ve amadekirî nenivîsin û wisa belav nekin.

 

_________________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Nivîsar li ser Rêbera Rastnivîsînê ya Mistefa Aydogan e ku di pratîkê de heman berhem paşî bi navê ”Komxebata Kurmancî” hatiye belavkirin.

[2] Binêrin: http://portal.netewe.com/daxuyaniyek-di-derbare-rebera-rastnivisine-da/

[3] https://twitter.com/dilawerzeraq/status/1223147934885216256

 

“Rêbera Rastnivîsînê” ya WM û derdê giran yê hîperkorektiyê û xweferzkirinê (7)

(Beşên pêştir: beşa 1beşa 2beşa 3beşa 4beşa 5, beşa 6)

Reber7

Husein Muhammed

7) Nivîsîna -iy- wek -îy- ti pirsgirêkan çareser nake, tenê pirsgirêkên nû tîne

Ji destpêka nivîsîna kurmancî bi alfabeya latînî ya Hawarê heta nêzîkî sala 2010, teqrîben her berhem wisa dihat nivîsîn ku li her dera peyvan berî Y ji herfên ”i” û ”î” ya ”i” dihat nivîsin. Bo nimûne:

  • çiya, jiyan, siyaset, ziyan… (ne: çîya, jîyan, sîyaset, zîyan)
  • xaniyê me, gundiyên hejar, kuştiyên cengê… (ne: xanîyê me, gundîyên hejar, kuştîyên cengê…)

Di deh salên borî de hinek kesan serî dijî vê yekdengî û lihevkirinê hildaye û gilî û gazin dikin ku çima em î-ya li dawiya peyvên wek ”xanî, gundî, kuştî” berî Y bi ”i” diguherînin û dikin ”xaniyê me, gundiyên hejar…”

Bi nêrîna wan, madem ku di eslê peyvê de -î heye, divê em wê di rewşên çemandî û ravekî de jî biparêzin û wiha binivîsin: ”xanîyê me, gundîyên hejar…”

Ev nêrîn bi ser ve wek dîtineke ”zanistî” û ”rewa” dixuye. Ew di nav gelek kesan ve zû popûler bû.

Rêber jî ketiye pey parastina nivîsîna bi awayê -îy-.

Lê wek ku em ê li jêr baş bibînin, mixabin nivîsîna wek -îy- ti pirsgirêkan çareser nake lê gelek tevliheviyên mezin peyda dike.

 

Em ê çawa bizanin çi peyvan bi -iy- û çi bi -îy- binivîsin?!

Alîgirên -îy- pêşî bi dawa ”parastina” -î ya li dawiya peyvên di halê xwerû de dest pê kirin û wan idia kir ku neheqî ye ku mirov ”xanî” bike ”xaniyê me” û divê wek ”xanîyê me” ”orijînaliya” peyvê biparêze.

Lê wan bi qest an ji bêhemdî xwe bi carekê qutiya Pandorayê vekir.

Di demeke kurt de wan û peyrewên wan ne tenê î-ya dawiya peyvan di rewşên çemandin û ravekî de parast, lê wan dest pê kir êdî li gelek cihên din jî yên peyvê – heta li her dera peyvê jî – li cihê -iy- êdî -îy- binivîsin. Bo nimûne:

  • medenîyet, şexsîyet, zihnîyet…
  • jîyan, dîyar…
  • dîyanet, sîyanet, sîyaset…
  • çîya, dîyarî, gîyan, zîyan…
  • vîyan, şîyan, nîyan…
  • min kirîye (ji ”kirin”), min kirîye/kirrîye (ji ”kirîn, kirrîn), min birîye (ji ”birin”), min birîye/birrîye (ji ”birîn, birrîn”)…

Wek ku mirov dikare bibîne, di van hemû peyvan de -iy- yan -îy- wek hev tên gotin û ne mimkin e ku bi gotinê yan bi bihîstinê mirov ji hev ferq bike ka kengî divê wek -iy- û kengî wek -îy- binivîse eger nivîsîna wek -îy- qet qebûl bike.

Di pratîkê de, alîgirên ”parastina” -î- ya berî Y ne tenê -î li cihê bi rastî heyî parast, lê wan bi temamî – yan teqrîben temamî – dest ji nivîsîna -iy- li her dera her peyvê berda.

Eger em nivîsîna -îy- qebûl bikin, gelo bi rastî di van hemû nimûneyên me de û di peyvên hevşêweyên wan de herdem -îy- heye yan jî carinan -iy- ye û carinan jî -îy-?

Eger em paşgira ”-yet” ji peyvên wek ”medenîyet, şexşîyet, zihnîyet” biavêjin, em ê bibînin ku ew dê wek ”medenî, şexsî, zihnî” bimînin ku di zimanê me de tên bikaranîn û li dawiya wan -î heye.

Loma eger mirov awayê -îy- qebûl bike, divê ku van peyvan wek ”medenîyet, şexsîyet, zihnîyet” binivîse.

Ji peyvên wek ”jîyan, dîyar” jî em dikarin bibînin ku ya yekem têkilî lêkera ”jî-n” e ku î tê de heye. Herwiha peyva duyem jî têkilî ”dî-tin” e ku dîsa î tê de heye.

Anku eger em -îy- qebûl bikin, divê ku em van peyvan wek ”jîyan, dîyar” binivîsin.

Heta vê derê texmînen mesele hêsan bû çunkî kesên ku piçekê jî hay ji etîmolojiya peyvan hebe, dizanin ku ev peyv çawa peyda bûne.

Lê niha em li nimûneyên din binêrin. Gelo divê em van peyvan çawa binivîsin:

  • ”diyanet, siyanet, siyaset” an ”dîyanet, sîyanet, sîyaset”?
  • ”çiya, diyarî, giyan, ziyan” an ”çîya, dîyarî, gîyan, zîyan”?

Di tirkî de peyvên rêza pêştir wek ”diyanet, siyanet, siyaset” tên nivîsîn. Lê ji ber ku i-ya tirkî li cihên din beramberî î-ya kurdî ye, gelek îy-parêz dilezin û van peyvan wek ”dîyanet, sîyanet, sîyaset” dinivîsin.[1]

Lê eslê van peyvan ne tirkî ye heta ku mirov di wê mijarê de tirkî wek nimûne ji xwe re bigire. Di erebî, farisî û kurdiya bi alfabeya erebî de ti herfên beramberî ”i” ya kurdî-latînî nînin. Lê dîsa jî ev her sê ziman van peyvan wek ”dîyanet, sîyanet, sîyaset” nanivîsin lê wan wek ”dyanet, syanet, syaset” dinivîsin ku zêdetir beramberî ”diyanet, siyanet, siyaset” yên kurdî-latînî ne.

Di mijara peyvên wek ”çiya, giyan, ziyan” de jî ti alîkariyeke wek ya peyvên ”jiyan, diyar” nîne heta ku em bizanin ka di eslê wan de -i- yan -î- heye daku em rast binivîsin. Loma piraniya îy-parêzan dilezin û wan wek ”çîya, dîyarî, gîyan, zîyan” dinivîsin bêyî ku bizanin ka rastiya eslê peyvê çi ye. Sebeb ew e ku di rastiyê de ti cudahiyeke ku mirov bi gotinê yan bi bihîstinê pê bihese di navbera -iy- / -îy- ya dengên ”diyar, jiyan” û ”çiya, giyan, ziyan” de nîne.

Lê gava ku em li zimanên lêzim binêrin, em ê bibînin ku di eslê wan de -î- nîne. Bo nimûne, peyva ”ziyan” di zimanên din yên îranî de wek ”ziyan” an ”zyan” tê nivîsin (bi soranî, farisî, belûçî û zimanên îranî yên erebînivîs زیان anku /zyan, ziyan/ lê qet ne زییان /zîyan/). Di zimanên kevn yên hindûîranî de jî ew wek /zyan, ziyan, cyan/ dihat nivîsîn.[2]

Bi heman awayî peyva ”giyan” di ti zaravayên kurdî yan zimanên din yên îranî de wek ”gîyan” nayê nivîsîn lê wek ”giyan” an wek ”gyan” tê nivîsîn (bi zimanên erebînivîs گیان /gyan, giyan/ lê ne گییان /gîyan/). Di hin zimanan de jî sivik bûye û bûye ”gan” (zazakî) yan ”can” (farisî, kurmancî).[3]

Dîsa îy-parêz peyva ”çiya” bi piranî yan herdem wek ”çîya” dinivîsin. Lê dîsa jî gava ku em berê xwe bidin zaravayên din yên kurdî û zimanên din yên îranî, em ê baş bibînin ku di eslê wê de di rastiyê de -î- nîne lê -i- heye. Bo nimûne, soranî چیا (çiya, çya – lê ne چییا /çîya/), kurdiya başûrî ”çiga, çixa” (ne ”çîga, çîxa”), farisî چکاد (çikad, çekad, ne چیکاد /çîkad/), pehlewî ”çikad, çekat”.[4]

Di hinek peyvan de jî mirov bi rastî nikare bizane ka di eslê peyvê de -i- yan jî -î- heye. Bo nimûne, di peyva ”diyarî” ya bi wateya ”hediye” de belkî wek di peyva ”diyarî” (diyarbûn, xuyabûn) de bi eslê xwe -î- hebe. Lê ji aliyê etîmolojî ve ”diyarî” ya bi wateya ”hediye” bi zelalî ne ji peyva ”dî-tin” e lê têkilî peyva ”dan, dayîn” e. Lê di peyvên ”dan, dayîn” de ti -i- yan -î- berî Y nînin heta ku mirov bikare biryar bide ka kîjan ji wan di eslê peyva ”diyarî” de heye.

Yan eger em -îy- qebûl bikin, gelo em ê van peyvan wek ”viyan, şiyan, kiyan, niyan” yan jî wek ”vîyan, şîyan, kîyan, nîyan” binivîsin?

Gelek ji amadekarên Rêberê, herwiha di amadekariya Ferhenga kurdî (kurmancî) – tirkî ya nû de ku ”ji bo rastnivîsînê” ye, cih girtiye. Wan ev peyv bi awayên ”vîyan, nîyandin” anku bi -îy- nivîsîne.[5]

Lê wek ku li jortir hatiye diyarkirin, di rehê van peyvan de ne -i- û ne jî -î- lê -ê- heye: di-vê-(n), di-nê-(n), di-şê-(n), di-kê-(n)…

Îcar bi çi heq û hikmetê mirov dikare biryar bide ka divê ew wek ”vîyan, nîyan…” yan wek ”viyan, niyan…” bên nivîsîn eger mirov nivîsîna -îy- jî qebûl bike?

Yan jî kerem bikin li van peyvan binêrin:

  • birin, hatin, kirin, meşîn, vegerîn, xwarin

Gelo eger em bixwazin van peyvan ku di dema borî ya dûdar de bi kar bînin, em ê wan çawa binivîsin?

  • Bi -iy- wek: biriye, hatiye, kiriye, meşiye, vegeriye, xwariye?

Yan jî

  • Bi -îy- wek: birîye, hatîye, kirîye, meşîye, vegerîye, xwarîye?

Berî ku em bersiva pirsê bidin, kerem bikin em li nivîsên du kesan binêrin ku herdu alîgirên bikaranîna -îy- ne:

Bahoz Baran, ku bi xwe jî yek ji danerên Rêberê ye, di nivîsareke xwe de bi awayê ”hatîye, nehatîye” anku bi -îy- dinivîse.[6]

Lê Baran Rizgar, ku ew jî alîgirekî nivîsîna -îy- ye, wan peyvan wek ”hatiye, nehatiye” dinivîse.[7]

Bo ku em bikarin bizanin ka di eslê xwe de kîjan ji wan rast e, em dikarin wan bidin ber hinek formên din yên heman peyvê:

  • birine, hatine, kirine, xwarine
  • biribû, hatibû, kiribû, xwaribû

Niha em dikarin bibînin ku di eslê wê van peyvan de de -i- heye (kir-i-ye, kir-i-bû), ne -î- (*kir-î-ye, *kir-î-bû).

Lê dîsa heke em îy-parêz bin, divê mirov binivîse ”(wî) kirr-î-ye, (ew) veger-î-ye”, ne  ”(wî) kirr-i-ye, (ew) veger-i-ye” ji ber ku di eslê wan de ”î” heye, ne ”i”, wek ku ji dema borî ya dûr diyar e: ”(wî) kirr-î-bû, (ew) veger-î-bû”, ne ”(wî) kirr-i-bû, (ew) veger-i-bû”…

Wiha em dikarin bibêjin ku Baran Rizgarî rast nivîsiye ”hatiye, nehatiye” lê Bahoz Baranî şaş nivîsiye ”hatîye, nehatîye”.[8]

Anku heta ji danerên Rêberê bi xwe, bo nimûne Bahoz Baran di mînaka li jor de, nikarin meseleya -iy- û -îy- ji hev safî bikin eger mirov carinan -îy- binivîse lê li cihê ku -îy- jî tine be wê nenivîse!

Lê ya giring ne ew e ka kê ji îy-parêzan rast û kê jî xelet nivîsiye. Ya giring ew e ku ”parastina” -îy- sergêjiyeke gelek mezin peyda dike.

Kurdînivîsên normal bi taybetî lê heta zimannas jî nikarin herdem bi esehî bizanin ka ”îy” kengî bi rastî di rehê peyvê de heye û divê bê parastin û kengî jî rehê peyvê bi rastî ”iy” e. Û wek ku me di nimûneyên ”viyan, şiyan, kiyan, niyan” de dît, di rastiyê de di rehê wan de ne -iy- û ne jî -îy- heye loma bijartina yekê ji van herduyan hingê dibe tenê biryareke keyfî.

Li aliyekî din jî, herdem nivîsîna -îy- li cihê -iy- jî argumenta serekî ya îy-parêzan bi xwe pûç dike: Ew doza parastina dengan dikin lê heke mirov herdem binivîse -îy-, hingê -iy- ya bi rastî jî di eslê peyvê de heyî nayê parastin.

Ji xwe eger mirov carinan jî doza nivîsîna -îy- bike, wek di peyva ”jîyan” de lê li derên din jî doza nivîsîna ”iy” bike, wek di peyva ”hatiye” de, hingê mirov bi temamî serê kurdînivîs û kurdîxwînên normal gêj dike.

Bi kurtî û kurmancî: Nivîsîna bi awayê -îy- ti pirsgirêkan çareser nake. Ew tenê û tenê pirsgirêkên nû peyda dike.

 

Beşa 8

_______________________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Bo nimûne di ”Ferhenga kurdî (kurmancî)-tirkî ya nû” ya ”ji bo rastnivîsînê”, ku amadekarên wê bi piranî ji danerên Rêberê pêk tên, de peyva ”diyanet” wek ”dîyanet” hatiye nivîsîn. Peyvên “siyaset, siyanet” tê de nînin lê texmînen bi nêrîna amadekarên ferhengê divê ku ew jî wek ”sîyaset, sîyanet” werin nivîsîn.

[2] https://en.wiktionary.org/wiki/%D8%B2%DB%8C%D8%A7%D9%86#Persian

[3] https://en.wiktionary.org/wiki/Reconstruction:Proto-Indo-European/h%E2%82%82enh%E2%82%81-

[4] https://ku.wiktionary.org/wiki/%C3%A7iya

[5] Peyvên ”kiyan, şiyan” di ferhenga wan de cih nagirin lê texmînen ew jî li gor wan divê wek ”kîyan, şîyan” werin nivîsîn.

[6] http://www.amidakurd.org/ku/tekst/kurd%C3%AEya_akadem%C3%AEk (nivîsar li wir di dosyeke pdf de ye û wek belge li cem min qeydkirî ye.)

[7] https://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc/azadiya-kurdistane/netew

[8] Ev hinekî heta trajîkomîk e jî ji ber ku berê Bahoz Baran jî ev paşgir wek -iye (ne -îye) dinivîsî û kurtelêkolînek jî li ser wê paşgirê nivîsiye: http://www.amidakurd.org/ku/tekst/p%C3%AAveka_kes%C3%AA_s%C3%AAyem%C3%AEn_%C3%AA_yekjimar

 

“Rêbera Rastnivîsînê” ya WM û derdê giran yê hîperkorektiyê û xweferzkirinê (6)

(Beşên pêştir: beşa 1beşa 2beşa 3beşa 4, beşa 5)

Reber6

Husein Muhammed

 

6) ”PARASTINA” HÎPERKOREKT

Rêbera Rastnivîsînê formên wiha yên çemandî yan ravekî ferman dike:

  • dêya min, pêyê te, rêya wan
  • xanîyê we, kuştîyên cengê, kurmancîya standard

Anku tê ferzkirin ku mirov van peyvan wiha nenivîse:

  • diya min, piyê te, riya wan
  • xaniyê we, kuştiyên cengê, kurmanciya standard

Tevî ku ev awayê jêrtir di nivîsîna kurmancî de bi piraniyeke mutleq serdest e jî, amadekarên Rêberê vî awayê jêrtir anku guherandina ”-ê” û ”-î” yên dawiyê bi ”-i” berî ”-y-” şaş dihesibînin û ferz dikin ku mirov wan wek ”-ê-” û ”-î-” bihêle.

Ew vê li ser navê ”parastina orijînaliya peyvan” dikin tevî ku baş haydar in ku piraniya kurmancîaxiv û kurmancînivîsan wek wan nanivîsin.

Mijara guherandina an neguherandina -î- bi -i- berî -y- ev demeke dirêj e ku gur û geş e.

Mijara guherandin an neguherandina -ê- bi -i- berî -y- kêmtir hatiye behskirin. Belkî meseleya -ê- bi -i- ne bi qasî meseleya -î- bi -i- ne giring be jî ji ber ku hejmara peyvên di halê xwerû de bi -ê bi dawî tên beramberî hejmara peyvên ku di rewşa xwerû de bi -î bi dawî tên kêm e. Lê dîsa jî hinek peyvên bingehîn di halê xwerû de bi -ê bi dawî tên (bo nimûne ”pê, rê, dê” – ”dê” bi wateya ”dayik”).

Bi nêrîna me, dîsa di van mijaran de jî amadekarên Rêberê baş kûrahiya kurmancî fehm nekiriye yan nexwastiye fehm bikin û loma bi bersiveke zêde hêsan rabûne û dixwazin ku qaşo ”orijînaliya peyvan” biparêzin.

Li jêr em ê di du beşên cuda de li ser van herdu mijaran rawestin. Ji ber ku meseleya guherîna an neguherîna -ê bi -i- berî -y- ne hewceyî şiroveyên dûrûdirêj e, em ê pêşî li ser wê bisekinin. Dûre em ê biçin ser mijara guherîn an neguherîna -î bi -i- berî -y-.

 

Rêberê bi şaşî ”diya min, piyê min, riya min” red kirine!

Berî ku em bersiva wê yekê bidin ka formên ”dêya min, pêyê min, rêya min” an jî ”diya min, piyê min, riya min” rast in, hêjayî gotinê ye ku di halê xwerû de bi dehan peyv (yên xwemalî yan bi eslê xwe biyanî) yên bi -iy- di kurdî de hene. Bo nimûne:

  • biyanî, çiya, diyanet, fiyet, giya, giyan, jiyan, niyaz, niyet, piyase, siyaset, ziyan…

Lê em ne haydar in ku tenê peyveke wisa di kurmancî de hebe ku di halê xwerû de tê de -êy- anku Ê berî Y hebe.[1]

Wek ku ji piraniya nivîsên kurmancî û herwiha wek ku ji piraniya mutleq ya devokên kurmanciya navendî û kurmanciya rojavayî diyar dibe, formên wiha tên bikaranîn:

  • diya min, piyê min, riya min

Di kurmanciya rojhilatî de li cihê van hinek formên cuda hene:

  • ”Piyê min” di kurmanciya rojhilatî de bi sê awayan tê dîtin: “piyê min, pê min, pêyê min”. Ji van herduyan formên ”piyê min” û ”pê min” berbelav im lê kesekî ji camêriya xwe ez haydar kirime ku forma ”pêyê min” jî li cem wan heye.
  • ”Diya min” di kurmanciya rojhilatî de wek ”diya min” ihtimalen peyda nabe yan pir nadir e. Ew bi çend awayên din heye: ”da min, dayka min, deyka min”
  • ”Riya min” min jî tam wek ”riya min” ihtimalen di kurmanciya rojhilatî de peyda nabe yan gelek nadir e. Kurmanciya rojhilatî peyva ”rê” wek peyveke xwerû jî kêm bi kar tîne û li cihê wê bi piranî forma dîmînutîv ”rêk” dixebitîne. Di pratîkê de mirov dibêje ”rêka min”. Gava ku forma ”rê” tê bikaranîn, hingê mirov dibêje ”rêa” min – di kurmanciya rojhilatî de bi piranî Y-ya kelijandinê nayê bilêvkirin.

Bi gotineke din, di kurmanciya rojhilatî de li cihê ”diya min, piyê min, riya min” ya kurmanciya navendî û rojavayî bi piranî hinek formên din hene.

Lê di nav gel de ev formên ku Rêber pêşniyaz dike anku ”dêya min, pêyê min, rêya” yan qet nînin an eger hebin  jî, gelek nadir in.

Gelo gel şaş û çewt diaxive yan jî danerên Rêberê xwe şaş kiriye?

Bi qenaeta min gel rast diaxive lê amadekarên Rêberê di vê mijarê de jî ji ber hîperkorektiyê ji ser riya rast winda bûne.

Mixabin wan fehm nekiriye ku guherîna -ê bi -i- berî -y- rêbazeke giştî ya kurmancî.

Bo fehmkirina vê rêbazê, kerem bikin em li van nimûneyan binêrin:

  • di-vê ku (pêwîst e ku, hewce ye ku)
  • ew di-şê-n (ew dikarin)
  • ew meşkê di-kê-n (dikilînim, dikeyînin, dikilin…)
  • (bi ruxseta xwandevanan) ew tê di-nê-n[2] (ew digên)

Wek ku tê zanîn, tarîxiyen rehê dema niha (yan rehê demên neborî) eslê peyvê ne û rehê demên borî û herwiha forma ferhengî (rader, infînîtv) ji wan tên çêkirin. Bo nimûne:

  • -zan- > -zanî- > zanîn
  • -gir- > -girt- > girtin

Wek ku tê dîtin, di her çar nimûneyên me yên li jor de (“di-vê, dişê-n, di-kê-n, di-nê-n”) rehên lêkeran “-vê-, şê-, -kê-, -nê-“ ne anku -ê li dawiya her yekê ji wan e.

Gava ku em li rehê demên borî yan formên ferhengî yên van lêkeran binêrin, em ê bibînin ku ew ne wiha ne:

  • *vêya, *vêyan
  • *şêya, *şêyan
  • *kêya, *kêyan
  • *nêya, nêyan

Lê rehên wan yên demê borî û formên wan yên ferhengî (“rader”) wiha ne:

  • viya, viyan
  • şiya, şiyan
  • kiya, kiyan[3]
  • niya, niyan[4]

Wek ku tê dîtin, li vê derê jî -ê- her carê berî -y- bûye -i-.

Bawer dikim ku danerên Rêberê jî qebûl nakin ku em “viyan, kiyan, niyan, şiyan” wek “vêyan, kêyan, nêyan, şêyan” binivîsin.

Guman jê nîne ku danerên Rêberê bi niyeteke baş daxwaz kiriye ku em wek “dêya min, pêyê min, rêya” min binivîsin.

Lê mixabin wan di vê mijarê de jî ne kûraniya mekanîzmên zimanê kurdî fehm kiriye û ne jî guh daye piraniya gel.

Ti eyb û kêmasî tê de nîne ku zimanê me -ê berî -y- dike -i-. Mirov dikare vê qeyd û bendê bi hêsanî formûle bike:

  • -ê + -y- > -iy-

Lê bi israrkirina dijî vê taybetmendiya kurdî û dijî piraniya mitleq yan tevahî ya kurdîaxiv û kurdînivîsan, danerên Rêberê hem şaşiyeke berçav kiriye û hem jî mixabin dikin ku wê şaşiya xwe li ser xelkê ferz bikin.

 

Beşa 7

__________________________

TÊBÎNÎ

[1] Li gor Rêberê divê em nimûneyên rêzkirî wek ”bîyanî, çîya, gîyan…” binivîsin lê ev nayê wê wateyê ku -êy- di van yan ti peyvên din de hebe.

[2] Di hin devokan de ”tê di-ni-n”.

[3] Li gor devokan çendîn awayên lêkera “kiyan” hene, bo nimûne: ”kan, kilandin, keyandin, kilîn…” Lê di ti ji wan de Ê-ya rehê lêkerê nayê parastin gava ku bo çêkirina rehê demên borî yan forma ferhengî Y dikeve pey Ê anku ne bi awayê ”*kêyan” e.

[4] Li gor devokan peyva ”niyan” herwiha bi awayên ”nan, nayîn, niyandin” jî heye lê di ti ji wan de jî Ê- ya rehê lêkerê nayê parastin gava ku bo çêkirina rehê demên borî yan forma ferhengî Y dikeve pey Ê anku ne bi awayê ”*nêyan” e.

 

 

“Rêbera Rastnivîsînê” ya WM û derdê giran yê hîperkorektiyê û xweferzkirinê (5)

(Beşên pêştir: beşa 1beşa 2beşa 3, beşa 4)

Reber5

Husein Muhammed

 

5) PIRSGIRÊKA “HÎPERTEWANDINÊ”

 

Kerem bikin hinekî li van nimûneyan bifikirin:

  • Komxebata Kurmancî
  • Mem û Zîna Ehmedê Xanî
  • Li ser rê
  • Avê vebixwe!
  • Li Behdînanê, li Botanê

Bi ihtimaleke mezin ev awayê çemandin û tewandinê bi te xerîb e û tu dê bibêjî ku di devoka te de tiştekî wisa nîne. Bi rastî di vê meseleyê de tu ne bi tenê yî.  Bi ihtimaleke mezin zêdeyî 90 % ji kurmancîaxivan – belkî heta 100 % – dê bibêjin ku ev awayê çemandinê di devoka wan de nîne.

Lê dîsa jî ev hemû awayên çemandinê di Rêberê de hatine ferzkirin! Ji amadekarên Rêberê re ne xem û xeyal e ku teqrîben ti kurmancîaxiv di rastiyê de van gotinan wiha naçemînin. Tiştê ku ji wan re giring e ew e ku wan li cem xwe hinek qeyd û bendên sihrewî û efsaneyî dîtine û divê hemû kurmancîaxiv bidin pey rê û rêbazên wan.

Di rastiyê de ev hemû ferzkirin ji kêmasiyên danerên Rêberê bi xwe tê ji ber ku ew ketine ber hîperkorektiyê: Ew bi şaşî yan ji qest hinek qeyd û bendan ji hedê wan zêdetir bi kar tînin û ew bi xwe dibin sebebê xirabbûna zimanî.

Kerem bikin em li her yekê ji van nimûneyên li jor binêrin û bibînin ku çima ew şaş in û çima piraniya kurmancîaxivan, ku van awayan bi kar naînin, ji Rêberê rasttir diaxivin an dinivîsin.

 

Çima ”bixwe” lê ne ”vebixwe”?

Baş tê zanîn ku di raweya fermanî (imperatîv) û raweya subjunktîv (bilanî, şertanî…) û herwiha di raweya pêşkerî (indîkatîv) ya dema bêt de lêker bi piranî pêşgira ”bi-” werdigirin:

  • raweya fermanî: bike, bixwe!
  • raweya subjunktîv: (eger/ku ez) bikim, bixwim,
  • dema bêt ya raweya pêşkerî: hûn ê bikin

Lê ev qeyd û bend ne giştgir e. Bo nimûne, gava ku pêşlêkerek (preverbek anku ba-, ber-, da-, hil-, ra-, ve-, wer-) bi lêkerê ve hebe, hingê pêşgira ”bi-” nayê bikaranîn. Bo nimûne:

  • vexwe (ne *vebixwe yan *bivexwe)
  • hilgirin (ne *hilbigirin an *bihilgirin)
  • ez ê rakim (ne *rabikim an *birakim)
  • ku ew vegere (ne *vebigere yan *bivegere)

Ev rêbazeke kurmanciya giştî ye û mirov dikare bibêje ku nêzîkî 100 % kurmancîaxivan wiha diaxivin û herwiha heta nêzîkî 100 % wiha dinivîsin jî. Tenê 1-2 % belkî ji ber sebebên hîperkorektiyê pêşgira -bi- hevdem li gel pêşlêkeran bi kar tînin.

Tevî vê rastiyê jî, bi texmîna amadekarên Rêberê formên ”rast” wek ”vebixwe, hilbigire, rabikim, vebigere” ne.

Pirsgirêka mezin ne ew e ku ew texmîna wan şaş e lê kêşeya mezin ew e ku dixwazin vê texmîna xwe ya şaş li ser hemû bikarîneran ferz bikin!

 

Çima ”li ser mase” lê ne ”li ser rê”?

Qeyd û bendeke giştî ya kurmancî ye ku di rewşa çemandî/tewandî ya yekhejmar de navdêrên mê paşgira ”-ê” werdigirin:

  • li malê, ji dikanê, di kitêbê de

Gava ku li dawiya navdêrê vokalek hebe, Y dikeve navbera wê û Ê-ya paşgira çemandinê:

  • dinya > li dinya-y-ê
  • pencere > bi pencere-y-ê ve (kurtkirî: bi pencerê ve)

Lê gava ku li dawiya navdêrê bi xwe Ê hebe, êdî Ê-ya paşgira çemandinê lê zêde nabe yan jî herdu Ê bi hev ve dihelin:

  • rê > li ser rê
  • dê (dayik) > ji dê re (ji dayikê re)

Dîsa ev jî qaydekî giştî yê kurmancî ye û di pratîkê de hemû kurmanc wisa herdu Ê-yan bi hev ve dihelînin an yekê ji wan bi kar naînin.

Lê berovajî vê qeyda diyar û yekdengiya di devokên kurmancî de, danerên Rêberê bi vê qeydê nerazî ne loma ew formên wek van ferz dikin ku di kurmancî de di pratîkê de peyda nabin:

  • rê > li ser rêyê
  • dê > ji dêyê re

 

Meseleya çemandina navdêrên nêr

Di kurmancî de navdêrên nêr di rewşa çemandî ya yekhejmar de li gor devokan bi sê-çar awayên ji hev cuda peyda dibin. Bo nimûne:

  • kurmanciya rojhilatî: pezê şivanî (bi zêdekirina paşgira -î li navdêrê nêr)
  • piraniya devokên kurmanciya navendî û rojavayî: pezê şivên (veguhastina A/E ya peyvê bi Ê eger di peyvê de A/E hebe)
  • hinek devokên kurmanciya rojavayî û navendî: pezê şivîn (veguhastina A/E ya peyvê bi Î eger di peyvê de A/E hebe)
  • carinan û bi taybetî di nivîsan de wek kompromîsekê di navbera formên cuda yên devokan de: pezê şivan (neguherandina peyva ”şivan”)

Amadekarên Rêberê biryar daye ku forma devokên kurmanciya rojhilatî (”pezê şivanî”) bi kar bînin tevî ku bi zelalî ew ne forma serdest ya piraniya kurmancîaxivan e. Qisekerên devokên kurmanciya navendî û kurmanciya rojavayî yên ku awayê ”pezê şivên” bi kar tînin bi texmîneke xurt gelek ji qisekerên kurmanciya rojhilatî zêdetir in.

Wek saziş û kompromîseke navbera hemû devokan mirov dikare herwiha forma ”pezê şivan” jî bi kar bîne. Ew di heman demê de nêzîkî forma soranî ye jî ku peyva neçemandî dixebitîne. Lê amadekarên Rêberê biryara xwe daye ku di vê mijarê de li dûv rêbaza kurmanciya rojhilatî biçin.

Lê heta eger mirov biryara wan qebûl bike jî, dîsa ew di hîperkorektiyê de ji hedê vê qeyd û bendê ya kurmanciya rojhilatî jî derketine:

Rast e ku kurmanciya rojhilatî paşgira ”-î” dide pey navdêrên nêr yên yekhejmar:

  • Ehmed > mala Ehmedî

Lê eger ji xwe -î li dawiya navdêrê nêr hebe, kurmanciya rojhilatî jî î-yeke din lê zêde nake:

  • Elî > mala Elî (ne *”mala Elî-yî” yan ”mala Eliyî”)

Lê dîsa jî amadekarên Rêberê formên wek ”mala Elî” û ”Mem û Zîna Ehmedî Xanî” ferz dikin.

 

Çima ”li Kurdistanê” lê ne ”li Behdînanê” û ”li Botanê”?

Wek ku tê zanîn, piraniya navên taybet yên cografî di kurmancî de mê ne:

  • Kurdistan, Swêd, Dihok, Parîs, Çîn…

Ew di rewşa çemandî de paşgira -ê werdigirin. Bo nimûne:

  • li Swêdê, ji Çînê, heta Bidlîsê

Lê hinek herêm û deverên Kurdistanê hene ku paşgira -an li dawiya wan heye:

  • Behdînan, Botan, Mukriyan (derdorên Mihabadê)

Ev navên cografî hem di rewşa xwe ya neçemandî de û hem jî di rewşa çemandî de wek “Behdînan, Botan, Mukriyan” tên bikaranîn. Bo nimûne:

  • Neçemandî: Behdînan/Botan/Mukriyan xweş e (wek: Kurdistan xweş e.)
  • Çemandî: li Behdînan, ji Botan, heta Mukriyan (bidin ber: li/ji/heta Kurdistanê)

Sebeb ew e ku ev navên herêman ji xwe çemandî ne:

  • behdîn (xelkê herêma Behdînan) > Behdînan (warê behdînan – bidin ber ”behdînî = kurmanciya kesên behdîn”)
  • mukrî (xelkê devera Mukriyan) > Mukriyan (warê mukriyan – bidin ber ”mukrî = soraniya kesên mukrî”)

”Bot” wek peyv tine be yan nemabe jî, “botî” bi wateya devoka wan kesan û tiştên din yên aidî wan li kar e. Botan jî dîsa bi eslê xwe ”warê botan” e.

Sebebê neçemandina peyvên wek “Behdînan, Botan” bi awayê ”*Behdînanê, Botanê” ew e ku ew peyv ji xwe çemandî ne.

Wek ku tê zanîn çemandina dubare di kurmancî de ne mimkin e. Bo nimûne:

  • Ez li malê me. > Ev mala min e (Di hevoka duyem de ”ez” bûye ”min” ji ber ku ”ez” neçemandî ye.)
  • Birayê min li malê ye. > Ev mala birayê min e. (Di hevoka duyem de jî ”birayê min” wek hevoka yekem maye ji ber ku ”min” ji xwe çemandî ye û êdî dubare nayê çemandin.)

Lê tevî vê qeyd û benda ron û zelal jî, bi ferz û fermanên Rêberê be, divê em dest ji awayên wek ”ji Behdînan” û ”li Botan” berdin û wan wek ”ji Behdînanê” û ”li Botanê” binivîsin.

 

Hîperkorektî heta ji sernavê Rêberê jî diyar e!

Li ser bergê pêşîn yê ”Rêbera Rastnivîsînê” yekser piştî navê kitêbê ”Komxebata Kurmancî” hatiye nivîsîn.

Zêdeyî sî salan e ku komek bi navê ”Civîna Kurmancî” (ne ”Civîna Kurmancî”) dicive û mijarên zarê kurmancî gotûbêj dike. Lê danerên Rêberê bi forma ”Komxebata Kurmancî” razî nebûye û li ser navê qaşo rasttirbûnê navê xwe kiriye ”Komxebata Kurmancî”.

Ne xem û xeyala amadekarên Rêberê ye ka çima piraniya kurmancîaxivan wiha nabêjin. Ya ji wan re giring ew dixuye ku hindî mirov peyvan zêdetir biçemîne, çêtir e!

Gelo çima bi rastî jî divê wek gel mirov bibêje ”Komxebata Kurmancî” û ne wek amadekarên Rêberê ”Komxebata Kurmancî”.

Danerên Rêberê bikaranîna peyvên ”kurdî” û ”kurmancî” ne tenê di navê koma xwe de lê di rewşên din de jî wiha dinivîsin û nivîsa wan ferz dikin:

  • di kurmancîyê/kurdîyê da
  • ew kurdîyê/kurmancîyê baş dizane
  • rêzimana kurmancîyê

Ew wiha dikin û ferz dikin tevî ku baş haydar in ku piraniya – yan tevahiya – kurmacîaxivan peyvên ”kurdî” û ”kurmancî” wiha naçemînin. Lê li şûna ku danerên Rêberê lê bifikirin ka çima kurd wisa naçemînin, ew bi nêrîna xwe rast in û hemû xelk şaş dike. Loma divê xelk dev ji ya xwe berde û bide dûv gotina wan.

Ev tiştekî gelek ecêb e ji ber ku amadekarên Rêberê hem hay jê heye ku kurmancîaxiv wisa nabêjin û hem zimanên din jî hevwateyên van peyvan naçemînin. Bo nimûne (ji ber ku piraniya amadekarên Rêberê inglîzî, swêdî[1] û tirkî dizanin, em ê bidin ber van zimanan):

  • kurmancî: rêzimana kurdî
  • inglîzî: Kurdish grammar (ne ”*Kurdish’s grammar”)
  • swêdî: Kurdiska grammatik (ne ”*Kurdiskans grammatik”)
  • tirkî: Kürtçe dilbilgisi (ne ”*Kürtçenin dilbilgisi”)

Eger danerên Rêberê hinekî li van fikirîbûna, divê ew pê hesiyabûma ku ”kurdî, Kurdish, kurdiska, Kürtçe” di haletên wiha de di rastiyê de ne navdêr in lê rengdêr in. Loma em dibêjin:

  • rojnameyên kurdî, televizyonên kurdî, siyaseta kurdî, doza kurdî, rêzimana kurdî, bi kurdî…

Di rastiyê de ”rêzimana kurdî” yan ”rêzimana kurmancî” kurtkirina ”rêzimana zimanê kurdî” yan ”rêzimana zarê kurmancî” ye.

Yek ji amadekarên Rêberê, Deham Ebdulfettah, bi xwe jî dizane ku awayê ”Komxebata Kurmancîyê” şaş e û divê ”Komxebata Kurmancî” bûya. Ew dibêje ku wî amadekarên din yên Rêberê ji vê şaşiya wan haydar kiribûn jî lê dîsa jî serdestan guh nedaye gotina wî û ev şaşî heta di navê komê de û li bergê pêşîn yê Rêbera ”rastnivîsîn”ê jî kiriye![2]

 

Beşa 6

____________________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Ji amadekaran Behrûz Şûcaî, Malmisanij, Mehmûd Lewendî, Mistefa Aydogan, Newzad Hirorî û Remzî Kerîm li Swêdê dijîn/jiyane. Piraniya amadekarên kitêbê ji Bakurê Kurdistanê/Tirkiyê ne.

[2] Deham Ebdulfettahê endamê ”komxebat”ê hejmareke rexneyên din jî li Rêberê dike: http://portal.netewe.com/daxuyaniyek-di-derbare-rebera-rastnivisine-da/

 

“Rêbera Rastnivîsînê” ya WM û derdê giran yê hîperkorektiyê û xweferzkirinê (4)

(Beşên pêştir: beşa 1, beşa 2, beşa 3)

 

Reber4

Husein Muhammed

 

4) GUHNEDANA FELSEFEYA ZIMANÎ

Yek ji mijarên serekî ew e ku di Rêberê de daxwaz tê kirin ku dest ji paşdaçekên ”de, re” (wek ”di kitêbê de” û ”di vê derê re”) were berdan û li cihê wan paşdaçekên ”da, ra” bên bikaranîn (wek ”di kitêbê da” û ”di vê derê re”).

Berovajî daxwazkirina guherandina ”de, re” yên nivîskî bi ”da, ra”, di Rêberê de dawa nayê kirin ku paşdaçeka ”ve” bibe ”va”.

Danerên Rêberê wê idia dikin ku ew vê guherînê dixwazin çunkî di zimanê devkî de piraniya xelkê awayên ”da, ra” bi kar tîne, ne awayên ”de, re”.

”Piraniya xelkê” wek sebeb bo bijartina filan an bêvan awayê peyv an gotinê bo zimanê nivîskî wek prensîp tiştekî baş e. Lê wek argumenteke ji aliyê amadekarên Rêberê ve ew tiştekî ecêb û xerîb e ji ber ku di piraniya mijarên din de wan qet guh nedaye wê yekê ka piraniya xelkê çi dibêje.

Lê dîsa jî em ê li jêr bibînin ku idiaya wan ya ”piraniyê” çawa ne bêguman û ne bêpirsgirêk e.

Herwiha hinek sebebên hevahengî û hevkêşî yên zimanî hene ku her çar pêşdaçekên bingehîn yên kurmancî di dîrokê de ji formên cuda-cuda anîne û kirine hevşêwe bi qalibê:

  • konsonantek + i (bi, di, ji, li)

Heman prose niha dimeşe û dike her sê paşdaçekên bingehîn yên kurmancî bike hevşêwe bi qalibê:

  • konsonantek + e (”de, re, ve” – yan konsonantek + a anku ”da, ra, va”)

Ev diyarde û fenomen di zimannasiyê de bi navê analojî (inglîzî analogy) tê nasîn ku di kurmancî de xurt e û em ê li jêr di gelek peyvan de bibînin.

Mixabin amadekarên Rêberê yan hay ji vê proseyê nîne yan jî bi qest dixwazin dijî wê taybetiya kurmancî şer bikin.

 

Varyantên paşdaçekan di kurmancî de

Wek ku tê zanîn, hem awayên ”de, re, ve” û hem jî yên ”da, ra, va” di devokên kurmancî de hene. Hinek devok wan hemûyan bi E wek ”de, re, ve” dibêjin, hinek hemûyan bi A wek “da, ra, va” û hinek jî wek tevlihev wek ”da, ra, ve”.

Ji bilî formên bi E û A, bi taybetî di devokên kurmanciya navendî û rojavayî de herwiha formên kurtkirî yên wek di, ri / ’r, vi / ’v jî peyda dibin. Bo nimûne:

  • di mala me-di
  • ji me ri, ji me’r (ji me re)
  • ji niha pê-vi, ji niha pê’v (ji niha pê ve)

Ji van hemû forman ev nêzîkî 90 sal e ku bi piraniyeke mutleq û reha di kurmanciya nivîskî ya bi alfabeya latînî de formên ”de, re, ve” tên nivîsîn.

Danerên Rêberê di mijara tercîhkirina paşdaçekan de xwe dispêrin idiaya ”piraniya kurmancîaxivan” tevî ku di mijara rehên lêkera ”hatin” de wan bi temamî piraniya kurmancîaxivan piştguh kiriye.

Amadekarên Rêberê idiaya xwe ya derbarê ku piranî formên ”da, ra” bi kar tîne wek tiştekî bêguman pêşkêş dikein û dawa dikin ku em di vê mijarê de li zimanê devkî yê piraniyê vegerin tevî ku di ”hatin”ê de li jor û di meseleya tewangê de – li jêr binêrin – ti pûte û giringiyê bi piraniyê nadin.

Di praktîkê de bi rastî hemû formên li jor rêzkirî tên bikaranîn. Helbet ti statîstîkên bikaranînê nehatine amadekirin û idia tenê idia ye.

Ji bilî kurmanciya rojhilatî, formên wek ”ji me’r” bi rastî jî di zimanê devkî de beramberî formên ”ji me re” yan ”ji me ra” serdest in. Gelo eger em bi rastî jî bixwazin ku li zimanê devkî vegerin û wî wek rêbaz ji xwe re bigirin û zimanê nivîskî yê heyî (ku daçekên ”de, re, ve” niha beşeke bingehîn ya ji wî ne) hilweşînin û ji nû ve ava bikin, çima em formên wek ”ji me’r” qebûl nekin?

Lê heta eger em texmîn bikin ku idiaya ”piranî formên da, ra bi kar tîne” rast be jî, dîsa jî mijarên din hene ku di meseleya paşdaçekên ”da, ra” de ji aliyê danerên Rêberê ve hatine piştguhkirin.

Yek ji mijarên giring hevahengiya peyvên peywendîdar e amadekarên Rêberê bîr nebiriyê yan jî bi temamî paşguh kiriye.

Bo ku em baş fehm bikin ka ev hevahengî çi ye, kerem bikin em li şikl û dirûvên daçekên kurmancî binêrin.

 

Hevahengî di pêşdaçek û paşdaçekên kurmancî de

Di kurmancî de ev pêşdaçekên bingehîn hene:

  • bi, bo, di, ji, li

Daçeka ”bo” bi çendîn awayan ji yên din cuda ye:

  • Ew bi kêmî xwedî van formên devokî ye: bona, boy, ji bo, ji bona, ji boy…
  • ”Bo” tenê di kurmanciya rojhilatî de bi tenê tê bikaranîn, li deverên din bi piranî wek gel ”ji bo” yan jî bi formên wek ”bona, boy”
  • ”Bo” û varyantên wê li gel paşdaçekan nayên bikaranîn

Gava ku em daçeka ”bo” ya ji daçekên din cuda bidin aliyekî, ev daçekên bingehîn dimînin:

  • bi, di, ji, li

Wek ku tê dîtin, ev daçek bi şikl û dirûvên xwe gelek dişibin hev:

  • her yek ji wan yekkîteyî ye (yekheceyî ye)
  • her yek ji wan ji du dengan/herfan pêk hatiye
  • dengê/herfa yekem ya her yekê ji wan konsonantek e
  • li dawiya her yekê ji wan dengê “i” heye ku di kurdî de diyardeyeke nadir e ji ber ku pir kêm peyvên kurdî bi herfa ”i” bi dawî dibin.

Ne tiştekî tesadifî ye ku ev peyv dişibin hev çunkî her çar jî daçek in. Tevî ku wate û erkê wan ji hev cuda be jî, awayê kar û xebata wan wek hev e. Loma tiştekî tebîî û siriştî ye ku ew bi şiklê xwe jî bişibin hev.

Lê eger em li dîroka zimanî binêrin, em ê bibînin ku herdem ne wiha bûye. Di dîrokê de her yek ji wan bi awayekî cuda bû lê niha hatine û wan hemûyan şiklên şibî hev girtine. Bo dîtina vê guherîna dîrokî, kerem bikin em li vir hevrehên her yekê ji wan daçekan di hinek zimanên lêzim de pêşkêş bikin:

Tablo: hevrehên pêşdaçekên bingehîn yên kurmancî

 

kurmancî bi[1] di ji li
soranî be de[2] le
kurdiya başûrî we, be de[3] je, ej[4] le
hewramî we, be ce ne
zazakî be, ebe, ebi (de[5])
farisî ba, be/bê der, ender ez
pehlewî ped ender ez
hexamenişî peti ender[6] heç ena
avestayî peiti- heç[7] [8]

 

Wek ku tê dîtin, di zimanên îranî yên kevn de şikl û dirûvên van daçekan gelek ji hev cuda bûn lê kurmancî ew hemû bi şiklê wan kirine wek hev: bi, di, ji, li.

Ev diyardeya wekhevkirinê di zimannasiyê de bi navê analojî (bi inglîzî analogy) tê nasîn. Heman diyarde herwiha bûye sebebê wê yekê jî ku bo nimûne ev peyvên têkildar her yek ji şiklekî cuda yê dîrokî guheriye û nêzîkî hevbera xwe ya din bûye heta ku hevahengî di navbera wan de çêbûye û di kurdî de ew wiha dişibin hev[9]:

  • ban, bin
  • bi, di, ji, li
  • jêr, jor
  • pêş, paş
  • neh, deh
  • heft, heşt

Lê eger em wergerên van peyvan bi hin zimanên din bidin, em ê bibînin ku her ziman ne xwedî heman hevahengiyê ye[10]:

kurmancî inglîzî tirkî
ban, bin roof, floor çatı, taban
bi, di, ji, li by, in, from, at ile, -da/-de, -dan/-den, -da/-den
heft, heşt seven, eight yedi, sekiz
jêr, jor down, up aşağı, yukarı
pêş, paş forth, back ileri, geri
neh, deh nine, ten dokuz, on

 

Her kes bi hêsanî dibîne ku bi analojiyê hevahengiyeke xweş û delal di kurmancî heye ku di inglîzî û tirkî de nayê dîtin. Ew wiha xurt heta di soranî û zazakî de jî wek di kurmancî de peyda nabe.[11] Bo nimûne di soranî û zazakî de peyvên ”neh, deh” ne wek kurmacî hevaheng in:

  • kurmancî ”neh, deh”, soranî ”no, de”, zazakî “newe, des”
  • kurmancî “bi …, di … , ji …, li …”, zazakî “bi…, … de, … ra, … de”

Paşdaçeka ”ve, va” hevrehên xwe heta makezimanê proto-hindûewropî hene: soranî -ewe, avestayî epe, hexamenişî epe, sanskrîtî epe, yûnaniya kevn epû, latînî ab, swêdî av, inglîzî of.[12]

Lê ji bilî kurmancî û soranî, di van zimanên din de ew ne paşdaçek lê pêşdaçek e. Di kurdî de jî ew wek pêşlêker jî bi awayê ”ve-” heye (vekirin, vexwarin, vebûn…)

Paşgira ”re/ra” jî di hinek zimanên din jî yên îranî û heta di zimanên slavî de jî heye lê erk û fonsiyona wê ji ya kurmancî cuda ye: kurdiya başûrî ”era” (bo, jê re), zazakî ”ra” (bi wateya ”ji”) û ”rê” (bi wateya ”bo, jê re), farisî ”ra” (bo çêkirina forma berkar/objekt), pehlewî ”ray”, hexamenişî ”radiy”, rûsî û gelek zimanên din yên silavî ”radî” (bi wateya ”bo, ji bo, ji ber, bo xatirê – bidin ber ”era” ya kurdiya başûrî).

Di soranî de paşdaçeka ”ra, re” pir kêm tê bikaranîn û di devoka Silêmaniyê ya bingehê soraniya nivîskî de di pratîkê de peyda nabe. Di zazakî de hevwateya ”re” ya kurmancî ”rê” ye, ne ”ra” ye (”ra” hevwateya ”ji” ya kurmancî ye).

Di soranî de beramberî paşdadaçeka “de, da” ya kurmancî du awa tên dîtin: -da, -a. Di soraniya Silêmaniyê de, ku bingehê soraniya nivîskî ye, ev paşdaçek ne wek ”da” lê wek ”-a” ye û piraniya nivîskaran wê wisa bi dawiya peyva berî wê ve dizeliqînin:

  • le kitêb-a (di kitêbê de)

Di soranî de ti biryareke nihaî li ser bijartina forma standard nehatiye dan lê forma ku di nivîsan de pirtir tê dîtin “-a” ye, ne “-da”. Loma mirov nikare bibêje “bo xatirê nêzîkbûna zaravayên kurdî bila kurmancî jî wek soranî forma “da” hilbijêre” ji ber ku soranî bi xwe di vê mijarê de bêbiryar e.

Di zazakî de ev paşdaçek ”de” ye anku wek kurmanciya nivîskî ya heyî ye. Berovajî nimûneya soranî, mirov dikare lê bifikire ku bo xatirê nêzîkbûna zaravayên kurdî bila kurmancî jî wek zazakî forma “de” hilbijêre.

Etîmolojiya paşdaçeka ”de, da” bi esehî nayê zanîn. Bi ihtimaleke gelek biçûk ew ji pêşdaçeka îraniya kevn *enter e. Lê ihtimala vê gelek biçûk e ji ber ku ew di heman demê de çavkaniya pêşdaçeka ”di” û hokera ”hindir” e.

Ji bilî kurmancî, zazakî û soranî, paşdaçeka ”de, da” di zimanên din yên îranî de nayê bikaranîn. Texmînên herî xurt yên etîmolojîkî berê mirovî didin hevwateyên wan yên tirkî ”de, da”. Anku bi ihtimaleke xurt ”de, da” yên paşdaçek ji tirkî ketine kurdî. Eger wisa be, ev wergirtin helbet ne vê dawiyê lê bi sedsalan e ku çêbûye. Ew ji bilî kurmancî û zazakî herwiha belav bûye soranî jî lê di soranî de bikaranîna wê kêm caran zerûrî ye.

Ji ber ku kurdî di bingeh de zimanekî pêşdaçekî û tirkî jî zimanekî paşdaçekî ye, ihtimala wergirtina berovajî anku ji kurdî bo tirkî gelek kêm e bi taybetî ji ber ku ”-de, -da” di zimanên din jî yên tirkîkî/tûranî de li kar e li deverên wisa ku ti têkilî bi kurdî ve nîne.

Di tirkî de ev paşdaçek bi çar awayên ji hev cuda tê: -da, -de, -ta, -te. Ev varyant ne li gor devokan diguherin lê hemû di zimanê standard de hene û bijartina wan li gor peyva berî wan tê diyarkirin.

Wek çawa ku hevahengî û hevkêşiyek di navbera pêşdaçekên ”bi, di, ji, li” de di kurmancî de peyda bûye, wisa hevahengiyek di navbera paşdaçekan de li ber sazbûnê ye. Ev ji wê yekê diyar e ku hinek devokan her sê paşdaçek kirine ”de, re, ve” û hinek devokan jî ew her sê kirine ”da, ra, va”.

Guherîna ”ra” û belkî ”da”[13] belkî ji ”sivikbûnê” be. Lê guherîna ”ve” bi ”va” tenê dikare bi analojiyê anku hewldana peydakirina hevahengî û hevkêşiyê di navbera paşdaçekan de were şirovekirin.

Zimanê nivîskî yê niha rê ji wê re xweş dike ku hevahengiya paşdaçekan kamil bibe û her sê wek hev bibin ”de, re, ve”.

Wek prensîp mirov dikare formên ”de, re, ve” yan ”da, ra, va” bo zimanê nivîskî hilbijêre. Lê bi serhişkî ”parastina” du ji wan bi A (da, ra) û israrkirina li ser ”ve” (dijî ”va”) şerekî Donkîşotî yê dijî aşê ahengiya kurmancî ye.

Tevî ku wek prensîp mirov dikare ”da, ra, va” yan ”de, re, ve” bo zimanê nivîskî hilbijêre jî (lê ne desteyeke tevlihev ya ”da, ra, ve” ku danerên Rêberê wê bi serhişkî diparêzin), dîsa jî hilbijartina desteya ”de, re, ve” ji ”da, ra, va” meqbûltir e:

  • Devokên ku desteya ”de, re, ve” bi kar tînin ji yên ”da, ra, va” diemilînin zêdetir in.
  • Desteya ”de, re, ve” ji xwe ev nêzîkî 90 sal in ku di zêdeyî 90 % berhemên bi kurmanciya latînî de tên bikaranîn.
  • Peyva ”da” ji xwe bi çend wateyên din jî tê bikaranîn: 1) dema borî ji lêkera ”dan, dayîn”, 2) forma kurtkirî/devkî ji ”daku” û 3) di hin devokan de bi wateya ”dayik”.[14] Loma çêtir e ku em erkê paşdaçekiyê daneynin ser pişta vê rebenê.
  • Herwiha “ra” û “va” jî xwedî hinek wateyên din in jî: ra = reh, kok; va = ev, eva han.

 

Beşa 5

 

________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Hêjayî gotinê ye ku hevwateya ”bi” ya kurmancî di inglîzî de “by” (bixwîne: bay) ji aliyê etîmolojiyê ve ne ji eynî rehî ye.

[2] Tenê bi soraniya mukriyanî, di soraniya silêmanî de peyda nabe.

[3] Pêşdaçeka “de” tenê di hin devokên kurdiya başûrî de peyda dibe, di piraniya devokên başûrî de li cihê wê “le” li kar e.

[4] Tenê di çend devokên başûrî de “je, ej” li kar in, bi piranî “le” bi vê maneyê jî bi kar tînin.

[5] Di zazakî de “de” tenê wek paşdaçek tê bikaranîn û guman li ser heye ka ew hevreha ”di” ya kurmancî yan jî di rastiyê de hevreha paşdaçekên ”de/da” yên kurmancî ye.

[6] Di heman demê de hevreha hindir, hundir ya kurmanciya navendî ye jî ku di kurmanciya rojhilatî de peyda nabe.

[7] Bi maneya “li pey, li dûv”.

[8] Tevî ku ev daçek di avestayî de nayê dîtin jî, ew dîsa jî gelek kevn e û – berevajî hin daçekên din yên kurdî – hevrehên wê di gelek zimanên din jî yên hindûewropî de tê dîtin. Bi gelek zimanan ew bi forma ”in” (bo nimûne latînî û inglîzî) yan jî ”en” e (wek mînak bi yûnanî).

[9] Bo etîmolojiya peyvên behskirî û çawaniya guherîna wan heta gihiştina hevahengiya xwe ya niha, binêrin: https://ku.wiktionary.org/

[10] Helbet zimanên din jî di hin mijarên din de hevahengiya xwe heye lê ya ku em li vir behs dikin hevahengiyeke kurdî ye ku bi analojiyê peyda bûye û taybetmendiyeke giring ya zimanê me ye.

[11] Helbet soranî û zazakî jî dîsa di hin warên din de hevahengiyên xurt hene.

[12] https://ku.wiktionary.org/wiki/ve#Ji

[13] Bi esehî nayê zanîn ka forma orijînal ”da” yan ”de” ye.

[14] Bo nimûne li Behdînan û Hekariyan ”da” hem forma neçemandî/tewandî ya bi wateya ”dayik, dê” ye û hem jî forma ravekî ya bi wateya ”diya, dayika” ye: ”da mi(n) = diya min, dayika min”.

“Rêbera Rastnivîsînê” ya WM û derdê giran yê hîperkorektiyê û xweferzkirinê (3)

(Beşên pêştir: beşa 1 û beşa 2)

Reber3

Husein Muhammed

 

3) GUHNEDANA DÎROKA ZIMANÎ

Di kurmancî de sê lêker gelek ji lêkerên din zêdetir tên bikaranîn. Wek di gelek zimanên din de, di kurdî de jî cihê yekem bi qayîmî yê ”bûn”ê ye. Gelek erk û wezîfeyên wê hene û ew pêşengiya lêkerên kurdî dike.[1]

Piştî wê lêkera ”kirin” tê ji ber ku hem ”bûn” û hem jî ”kirin” ji bilî wateyên xwe yên bingehîn wek ”lêkerên sivik” (light verbs) jî tên bikaranîn û bi alîkariya wan teqrîben bêsinor lêkerên nû ji navdêr û rengdêran tên çêkirin.

Cihê sêyem di nav lêkerên kurmancî de yê lêkera ”hatin” e. ”Hatin” ne tenê ji ber wê yekê giring e ku hatinûçûn liv û hereketeke rojane ye lê ji ber ku di kurmancî de bi alîkariya lêkera ”hatin” raweya pasîv (tebatî) tê çêkirin, bo nimûne:

  • hat gotin
  • nehat kuştin
  • hatiye çareserkirin

 

Rehên lêkera ”hatin”

Lêkera ”hatin” bi forma xwe ya ferhengî di tevahiya devokên kurmancî de bi awayê ”hatin” e û ti varyantên devokî nînin.[2] Rehê wê yê demên borî jî li gor hemû devokên kurmancî ”-hat-” e û ti varyantên devokî nînin.[3]

Lê gava ku mirov li rehê demên neborî (demên niha û bên) yên lêkera ”hatin” binêre, mirov dê ji rehên demên neborî yên lêkerên din zêdetir varyantan bibîne (qelewkirî = rehê lêkerê):

  • kurmanciya navendî, kurmanciya rojavayî, hinek devokên kurmanciya rojhilatî:
    • ez t-ê-m, tu t-ê, ew t-ê, em t-ê-n, hûn t-ê-n, ew t-ê-n (reh = –ê-)
  • hin devokên kurmanciya rojhilatî:
    • ez di--m, tu di--(yî), ew di--(t), em di--(y)n, hûn di--n, ew di--n (reh = -hê-)
  • wer-e, wer-in!, ez ê wer-im (reh = -wer-)
  • ne-w-e, ne-w-in! (reh = –w-)

Yek ji pirsgirêkên herî mezin yên Rêberê ew e ku hewl dide rehê -hê- li cihê rehên -ê- û -wer- bide ferzkirin. Amadekarên Rêberê vê li ser navê ”zanistiyê” û ”parastina forma orijînal” dikin lê di rastiyê de wan bi xwe şaşiyeke gelek berçav û beloq kiriye.

Rehê demên neborî yên lêkera ”hatin” ji peyva proto-hindûewropî *ey-[4] ye ku wateya ”bi rê ve çûn, hatin-û-çûn” dida. Di hinek zimanên niha de (bo nimûne di hemû lehceyên kurdî de û farisî de) ew wateya ”hatin” dide lê di piraniya zimanan de (bo nimûne di avestayî, sanskrîtî, latînî, rûsî û hwd. de) ew wateya ”çûn” dide.

Wek ku em ê bibînin, rehê orijînal di rastiyê de ne –– lê –ê– ye. Ev bi aşkerayî tê dîtin eger em li zaravayên din yên kurdî û zimanên din yên îranî û hindûewropî binêrin.

Rehê demên neborî yên lêkera ”hatin” bi zaravayên din yên kurdî û hinek zimanên din yên hindûewropî:[5]

  • soranî: -ê-
  • hewramî: -a-, -ay-
  • zazakî: -ye-n-
  • farisî: -ay-
  • hexamenişî: aitiy (ew diçe)
  • avestayî: aēiti (ew diçe)
  • sanskrîtî: éti (çûn, meşîn)
  • hîtîtî: i- (çûn)
  • yûnaniya kevn: êi̯mi (diçim)
  • lîtwanî: eĩti (çûn, meşîn)
  • rûsî: идти (idtí: çûn, meşîn, bi rê ve çûn)
  • latînî: īre (çûn)
  • fransî: ir- (çûn)
  • îtalî: ire (çûn)
  • spanî: ir (çûn)
  • portugalî: ir (çûn)

Wek ku tê dîtin, di yekê bi tenê jî di van zimanan de di rehê lêkerê de H nîne. Ev lîste helbet ne temam e lê eger em hemû zimanên din yên ku ev peyva hevreh ya hevpar heye rêz bikin, bawer nakim ku di ti ji wan de H hebe.

Wek ku bi zelalî tê dîtin, forma eslî û resen ne bi H lê H ye. Bi gotineke din, ya orijînal ne -hê- ye lê -ê- ye.

Bi esehî tê zanîn ku di nav danerên Rêberê de bêguman gelek kes hene ku soranî dizanin, hinek jî zazakî yan farisî dizanin û ne dûr e ku haya hinek ji wan ji hewramî, avestayî, hexamenişî û heta gelek zimanên din jî yên li jor rêzkirî hebe.

Tiştê ku mirovî mat û ecêbgirtî dihêle ew e ku gelo çima ti kesî ji wan dengê xwe dernexistiye û ev şaşiya wiha zîq û zelal hatiye qebûlkirin?

Di ser re jî nivîseke min ya kurttir derbarê orijînala rehê lêkara “hatin” zêdeyî heft salan e berdest e û dizanim ku ji aliyê gelek amadekarên Rêberê ve hatiye xwandin jî lê dîsa jî wan bi gotina xwe kiriye.[6]

 

Peydabûna H li destpêka peyva “hatin”

Berovajî ku amadekarên Rêberê texmîn kiriye, H di rehê demên neborî yên lêkera “hatin” de ne orijînal e lê nûyîtiyek e. Mesele ne ew e ku -hê- orijînal e û di piraniya devok û zaravayên kurdî û zimanên din yên hindûewropî de sivik bûye û bûye -ê-. Mesele ew e ku li devereke berteng di kurdî H li -ê- zêde bûye rehê lêkerê bûye -hê-.

Lê gelo çima H li destpêka lêkera ”hatin” heye û çima forma -hê- jî li hin deran peyda dibe?

Wek ku me li jor dît, di peyvên hevreh de di ti zimanekî din de H di peyvê de li cihê H ya di peyva ”hatin” yan ya rehê -hê- de nîne.

Di rastiyê de ne tenê H-ya rehê -hê- ne orijînal e lê herwiha H-ya destpêka peyva ”hatin” bi xwe jî ne orijînal e.

Tarîxiyen di kurdî de jî lêker divê bi awayê *atin bûbe lê paşî H lê zêde bûye ji ber ku kurdî bi piranî vokalan li destpêka peyvan qebûl nake.

Bo nimûne, gava em peyvên kurmancî yên wek ”hesp, hesin, hestî, hêsir” bidin ber zimanên din yên îranî yan hindûewropî, em ê bibînin ku teqrîben tenê di kurdî yan tenê di kurmancî de H li destpêka wan heye û di zimanên din de H di wan de peyda nabe.[7] Sebeb jî ew e ku kurdî – bi taybetî kurmancî – hewl dide rê li ber peydabûna vokalan li destpêka peyvan bigire.

Niha jî di devokên kurdî de şerek di navbera formên ”avêtin, anîn/înan” û ”havêtin, hanîn/hênan” de heye. Herwiha peyvên wek ”stran, stêr(k), stu” pêşî di hin devokan de bûne ”istran, istêr(k), ustu” ji ber ku hinek devok ST bi hev re li destpêkê qebûl nakin lê vokalan jî li destpêkê qebûl nakin loma dawiyê jî bûne ”histran, histêr(k), hustu”.

Anku H-ya destpêka peyva ”hatin” bi rastî ne orijînal e. Lê madem ku peyva ”hatin” li her dera kurmancîaxiv – û heta her dera soranîaxiv jî – êdî H girtiye, rêbazeke rast û maqûl e ku em wisa binivîsin û li forma *atin ya windabûyî venegerin.

Lê herçi rehê demên neborî yê lêkera ”hatin” e, ew bi piraniya mutleq di nav kurmancîaxivan de ji Qazaxistan û Tirkmenistan û Xorasanê heta Rojavayê Tirkiyê ”-ê-” ye. Di soranî de jî ew her -ê- ye û bi zaravayên din yên kurdî û bi zimanên din yên îranî û hindûewropî jî tê de H nîne. Tenê li devereke gelek teng ya Behdînan û Hekariyan varyanta -hê- heye.

Gava ku em behsa Behdînan dikin, belkî hinek kes wisa fehm bikin ku hemû kurmancîaxivên Başûrê Kurdistanê forma -hê- bi kar tînin. Lê ew jî ne rast e: forma -hê- li Dihokê tê bikaranîn lê bo nimûne li Zaxoyê û Şingalê forma -ê- li kar e.

Pirseke balkêş ya zimannasî helbet ew e ku çima ew li hemû deverên din wek -ê- maye lê li hinek deverên kurmanciya rojhilatî li Behdînan û Hekariyan ew bûye -hê-.

Bi texmîna me sebeb awayê avakirina dema bêt (future) ya di van devokan de ye. Berovajî piraniya devokên din yên kurmancî, li Behdînan û Hekariyan di dema bêt de lêkera serekî pêşgira “bi-“ nagire. Bo nimûne:

  • kurmanciya giştî: ew dê bike, ez ê bixwim
  • kurmanciya Colemêrgê û Dihokê: ew dê _ket, ez ê xwim/xom

Ev dibe sebeb ku rehê lêkerê bikeve destpêka peyvê, wek:

  • ez dê êm, ez ê êm (li şûna: ez dê b-êm, ez ê b-êm)
  • ew dê êt
  • ew dê ên

Lê ji ber ku kurmancî bi piranî vokalan li destpêka peyvê qebûl nake, H li rehê lêkerê hatiye zêdekirin daku li destpêka peyvê vokal peyda nebe. Loma colemêrgî û dihokî wiha dibêjin:

  • ez dê hêm, ez ê hêm
  • tu dê hê(y), tu ê hê(y)
  • ew dê hêt[8]
  • em dê hêyn, em ê hêyn[9]
  • hîn/hwîn[10] dê hên, hîn/hwîn ê hên
  • ew dê hên

Ji vê jî varyanta -hê- di van devokan de belav bûye û bûye rehê giştî yê demên neborî yên lêkera ”hatin”.

 

Rêberê rehê ”-wer-” jî yê ”hatin”ê red kiriye!

Li seranserî ”Kurmancistanê” peyvên ”were” û “werin”[11] tên bikaranîn. ”Were” forma yekhejmar û ”werin” jî forma pirhejmar ya raweya fermanî (imperative) ya lêkera ”hatin” in. Rehê wan -wer- e.

Obsesyonek ketibe serê hin pêvemijûlên zimanî jî, hema-hema ti kurmancîaxiv di pratîkê de formên ”bê/bihê, bên/bihên” li cihê ”were, werin” yên fermanî bi kar naîne.

Dijwateyên ”were, werin” di piraniya devokên kurmancî de ”newe” û ”newin” in. Rehê van herdu peyvan -w- ye ku bi zelalî forma kurtkirî ji rehê -wer- e.[12]

Li derveyî raweya fermanî, ev reh di kurmanciya rojhilatî de nayên bikaranîn. Lê di kurmanciya navendî û kurmanciya rojavayî de ew bi berfirehî di raweya subjunktîv (bilanî, şertanî…) de û herwiha di raweya indikatîv (pêşkerî) ya dema bêt de jî tê bikaranîn.

Bo nimûne:

kurmanciya navendî û rojavayî kurmanciya rojhilatî
ez ê werim ez ê êm/hêm
eger ew werin eger ew bên/bihên
bila ew werin bila ew bên/bihên

 

Ev redkirina yekcarî ya van formên kurmanciya navendî û rojavayî tiştekî seyr û sosret e. Ew li cografyayeke gelekî berfireh li kar in û ti şaşiyek di wan de nîne. Rast e ku rehê -wer- di kurmanciya rojhilatî de tenê bi raweya fermanî ve bisinor e lê bawer nakim ku ti pirsgirêkeke fehmkirinê jî di navbera kurmancîaxivên deverên cuda de peyda bibe çunkî qisekerên kurmanciya rojhilatî jî dê bi hêsanî tê bigihin ka mebest çi ye ji ber ku heman rehê lêkera -wer- li ba wan jî heye tevî ku ne bi bi heman berfirehiyê be jî.

Lê pirsgirêk bi rastî ne li cem kurmancîaxivên sade ye lê li nik desthildarên zimanî ye ku her kêlîkê dilezînin daku texmînên xwe yên nezanistî yan nîvzanistî li ser xelkê ferz bikin.

Belkî bi hin xwandevanan ecêb be ku çima heman lêkerê ji yekê zêdetir rehên demên neborî hebin. Lê diyardeyên wiha piraniya – eger ne di hemû – zimanên hindûewropî de hene.

Bo nimûne, di fransî de lêkera ”aller” (çûn) ne yek, ne du lê sê rehên cuda hene: all-, va-, ir-.

Inglîzî du rehên cuda yên demên borî yên lêkera ”be” (bûn) hene, bo nimûne: ”I was” (ez bûm) û ”you were” (tu bûyî). Û wek çawa ku di kurdî de di raweyên cuda de li gel heman cînavî mimkin e ku rehên cuda yên heman lêkerê bên bikaranîn (bo nimûne ”ez têm” û ”eger ez werim”), wisa di inglîzî de jî mimkin e: ”I was there” (ez li wir bûm) û ”if I were there” (eger ez li wir bûma).

Dîsa di inglîzî de li gor qeyd û bendên giştî rehên demên borî û demên neborî li ser eynî bingehî tên avakirin. Bo nimûne, lêkera ”kuştin” bi inglîzî wiha ye: kill- (rehê demên neborî) û ”killed” (demên borî). Lê dîsa jî lêkera ”çûn” wiha ye: ”go-” (rehê demên neborî) û ”went” (dema borî ya sade) û dîsa ”gone” (dema borî ya dûdar).

Wek ku me li jortir jî got, piraniya mutleq ya kurmancîaxivan rehên demên neborî yên lêkera ”hatin” wek ”-ê-” û ”-wer-” (neyînî ”-w-”) bi kar tînin û rehê ”-hê-” ji wan re xerîb û nenas e.

Di mijara daçekên ”da/de, ra/re” de (li jêrtir binêrin) amadekarên Rêberê xwe spartiye ”piraniyê” û bi hêceta ”piraniyê” dixwazin ku em dest ji paşdaçekên di zimanê nivîskî de cihgirtî yên ”de, re” berdin û li cihê wan ”da, ra” binivîsin. Lê mixabin di mijara rehên lêkera ”hatin” de piraniya kurmancîaxivan qet nebûye derd û xema wan û piraniya mitleq û reha bi temamî hatiye paşguhkirin.

 

Dê bidome.

 

______________________________________
TÊBÎNÎ

[1] Li ser lêkera ”bûn”ê kitêbeke me li ber amadebûnê ye û tê de bi dirêjahî behsa hemû fonksiyon û erkên wê yên rêzimanî jî tê kirin.

[2] Bidin ber bo nimûne lêkera ”bûn” ku li gor devokan ev varyant hene: ”bûyin, bûyîn, bün, bîn”.

[3] Bidin ber bo nimûne lêkerên ”dîtin, gotin” ku ji bilî rehên demên borî yên ”-dît-, -got-” herwiha varyantên ”-dî-, -go-” jî hene, wek ”mi(n) dî, mi(n) go.”

[4] Binêrin: The Tower of Babel – An Etymological Database.

[5] Bo etîmolojiya peyvê di zimanên îranî de binêrin Johnny Cheung: Etymological Dictionary of the Iranian Verb. Leiden 2007. Bo zimanên kevnar li lînka nota pêştir binêrin. Nivîsîna peyvên zaravayên kurdî li gor rastnivîsîna kurdî, ya nivîsîna peyvên zimanên din li gor ku ew di ferhengên heyî de behsa wan tê kirin. Bo nimûne peyva hexamenişî ji ferhengan wek ”aitiy” hatiye neqilkirin lê bi kurdî wek ”eytiy” tê gotin.

[6] Nivîs ji sala 2012 heta niha li vê derê bûye: http://nefel.com/articles/article_print.asp?ArticleNr=7237

[7] Bo zêde dirêjnebûna nivîsarê em hevrehên wan di ziman û zarên din de li vê derê rêz nakin lê em pêşniyaz dikin ku xwandevan li etîmolojiya her yekê ji wan peyvan li vê derê binêrin: https://ku.wiktionary.org

[8] Di van devokan de paşgira kesê sêyem yê hejmar (ew) ”-t, -ît” e (carinan -tin, -îtin).

[9] Di van devokan de paşgira kesê yekem yê yekhejmar (em) ”-în, -yn” e.

[10] Varyantên ”hûn” bi van devokan.

[11] ”Were” li hin deveran bi forma kurtkirî ”wer”.

[12] Bo ketina ”-er-” ji rehên lêkeran bidin ber lêkerên ”birin, dan, kirin” ku rehên wan yên dîrokî ”-ber-, -der-, -ker-” bûn, paşî bûne ”-be-, -de-, -ke-” (ku niha jî di kurmanciya rojhilatî û di soranî de wiha ne) û dawiyê jî bûne ”-b-, -d-, -k-”, wek ”di-b-im, na-d-e, ne-k-in”.

“Rêbera Rastnivîsînê” ya WM û derdê giran yê hîperkorektiyê û xweferzkirinê (2)

(Pêşî beşa 1 bixwînin.)

Reber2

Husein Muhammed

 

2) HÎPERKOREKTÎ ÇI YE?

Hîperkorektî (bi inglîzî: hypercorrection) di zimannasiyê de ew çewtî, şaşî û xeletî ne ku ji ber hewldana zêde ya ”rastkirina” rê û rêbazên rêzimanî pêk tên. Anku axiver yan nivîser hewl dide ku zimanê heyî li gor hinek rêbazan ”zêde rast” bike. Hîperkorektî anku ”zêde-rastî” di bikaranîna zimanî de bi taybetî hingê peyda dibe dema ku bikarîner rêbazeke rêzimanî ji hedê wê berfirehtir bi kar tîne.[1]

Hîperkorektî dikare hem ji aliyê qisekerên sade yên zimanekî ve were kirin û hem jî di standardkirina zimanekî de ji aliyê desthildarên wî zimanî ve were kirin.

Di Rêberê de gelek şaşiyên ji ber hîperkorektiyê hene ku em ê paşî li jêr behs bikin.

Lê berî ku em dest biavêjin rexnekirina Rêberê, kerem bikin em baştir hîperkorektiyê nas bikin.

 

Hîperkorektî û biyanîtî

Ji bilî hin pîremêr û pîrejinên me, niha hemû kurdîaxiv di çarçoveyeke duzimanî yan jî pirzimanî de dijîn. Piraniya kurdan hemû xwendina xwe bi zimanekî biyanî kiriye. Ev kêm-zêde tesîrê li bikaranîna me hemûyan ya kurdî dike. Ev tesîr dikare tirkîzm, erebîzm, farisîzm, inglîzm be anku bikaranîna zimanê kurdî li gor qeyd û bendên wan zimanan, bi taybetî wergerandina hin biwêj û îdyomên yekser ji wan zimanan, wek ”lê gerîn” bi maneya ”telefon kirin”: ”aramak” ya tirkî hem bi maneya ”lê gerîn” e (hewl dan ku kesekî yan tiştekî bibîne) û hem jî bi maneya ”telefon kirin” e (bi telefonê li gel kesekî axivîn). Lê ”lê gerîn” di kurdî de li deverên ne di bin tesîra tirkî de bi maneya ”telefon kirin”ê nayê bikaranîn loma mirov dikare bi hêsanî bibîne ku ew ji tesîra tirkî ye.

Herwiha ji ber tesîra tirkî gelek kurd cotdengên ”ç, k, p, t” tenê bi awayê wan yê bipif/req (aspirated) dibêjin anku ”ç” ya ”çav” jî wek ya ”çar” (4) bi lêv dikin. Herwiha gelek kes ”i” ya kurdî jî wek ”ı” ya tirkî bi lêv dikin lê ”ı” ya tirkî û ”i” ya kurdî ne bi temamî hevdeng in. Dîsa hin kes ji ber tesîra tirkî ”w” ya kurdî jî bi ”v” û ”q” ya kurdî jî bi ”k” dinivîsin yan dibêjin.

Ev tesîra tirkî ”tirkîzm” yan ”tirkîfîkasyon” e lê ew ne hîperkorektî ye. Hîperkorektî ew e ku bo ”xwerizgarkirina” ji tesîra zimanên din û ”hê jî rasttir” bikaranînê, hin kurd heta ku jê tê hewl didin dengên di tirkî de tine di kurdî de binivîsin heta wê dereceyê ku êdî li gor kurdî xelet dibe.

Bo nimûne, gelek kes peyva ”heval” jî wek ”hewal” û ya ”televizyon” jî wek ”telewîzyon” dinivîsin ji ber texmîna ku ”hewal” û ”telewîzyon” ji ”heval” û ”televizyon” ”kurdîtir” in û zêdetir dûrî tirkî ne. Ev diyarde ne tenê li ba hin kurdîkêmzanan heye lê hê jî belavtir e: Di rastiyê de piraniya kurmancan berê digot ”nevroz” (heta di ”Mem û Zîn”ê de jî wisa ye) lê, bi texmîna ku ”v” ya nevrozê ji tesîra tirkî ye, niha forma ”newroz” ya soranî di kurmancî de jî bûye serdest. Lê sebebê ”w” ya di ”newroz”a soranî de tenê ew e ku ”v” bi xwemalî di soranî de nîne.

Ji ber tinebûna herfa ”x” di tirkî de, peyvên bi ”x” yên ji erebî bi piranî di tirkî de bi ”h” tên nivîsîn. Lê ne hemû ”h” yên di peyvên ji erebî ketî tirkî de bi erebî bi ”x” ne. Bo nimûne peyva H ya di peyva ”intihar” (xwekujî, xwekuştin) ya tirkî de bi erebî H ya wek di navê Hesen de ye. Lê bi texmîna ku ”intihar” di erebî de ”intixar” be, medyaya Bakurê Kurdistanê bi piranî wê wek ”intixar” yan ”întîxar” dinivîse. Ev jî yek ji awayên hîperkorektiyê ye.

 

Hîperkorektî di navbera kurmancî û soranî de

Hîperkorektî herwiha di hewldana axivîna bi kurmancî ya gelek soranîaxivan de jî heye. Di soranî de ”min” hem cihê ”ez” ya kurmancî û hem jî ”min” ya kurmancî digire: ”min ekem/dekem” (ez dikim) lê ”min kirdim” (min kir). Lê ji ber ku li ba soranîaxivan meşhûr e ku ”ez” ya kurmancî cihê ”min” ya soranî digire, piraniya soranîaxivan di axivîna xwe ya bi kurmancî de li wan cihan jî ”ez” bi kar tînin ku diviyabû ”min” bi kar bianiya, wek ”*ez got” ku divê ”min got” be.

Dîsa ji ber hebûna ”v” di kurmancî de û tinebûna wê bi gelemperî di soranî de, gelek soran bawer dikin ku divê her ”w” ya soranî di kurmancî de bikin ”v”, wek: ”*baver” (bawer), ”*evr” (ewr).

 

Hîperkorektî di çemandina anku tewandina navdêran de

Hîperkorektî ne herdem tenê ji ber ”xwerizgarkirina zêde” ya ji zimanên din tê kirin. Gelek caran hîperkorektî ji aliyê hin rêzimannas yan jî nîv-zimannasan ve tê kirin ku hewl didin formeke ”fermîtir” bo formên devkî peyda bikin.

Bo nimûne, rêbaza giştî ya kurmancî ew e ku tewandina navdêrên mê bi paşpirtika ”ê” (sêv > wê sêvê) û ya navdêrên nêr jî bi ”î” ye (ker > wî kerî) ye. Lê eger ji xwe li dawiya peyva mê de di rewşa xwerû de dengê ”ê” hebe, êdî ê-yeke din jî lê nayê zêdekirin: ”rê > wê rê” (Bo nimûne, biwêja ”bi rê ve çûn” yan ”bi rê ve birin” – ne ”*bi rêyê ve çûn” yan ”*bi rêyê ve birin” e.)

Lê dîsa jî gelek kes bo ”rasttir” bikaranînê ”ê/î”-yeke zêde jî lê bar dikin.

Bo nimûne, yek ji awayê bikaranîna wan fraza”wî xanîyî” ye ku  ji 3 dengên “î” pêk tê (“xan-î-î-î-“!) ji ber ku Y û Î eslen eynî deng in lê li gor cihê wî dengî di peyvê de ew wek vokal (Î) yan jî nîv-vokal ( Y ) tê xwendin. Jixwe Î jî hevberî 2 i-yan e, bi nivîsîna wan dibe “wii xan-i-i-i-i-i-i-“! Heta eger em wek “xaniyî” jî binivîsin, dîsa jî 5 i dimînin.

Tercîhkerên vî awayê nivîsînê jî qebûl dikin ku ew deng di piraniya devokên kurmancî de nîne lê dîsa jî israrê li ser ”rasttirbûna” wî awayî dikin. Ez dikarim bibêjim ku ew awa di hîç devoka kurmancî de nîne. Ew di hîç zaravaya kurdî de nîne. Çêtir e ku nebêjim ku ew di hîç zimanî de nîne lê heta niha min ew di hîç zimanî de nedîtiye.

Paşgira “-î” hingê hewce ye ku li peyvê bê zêdekirin gava ku ew bi xwe li dawiya peyvê tine be: – bar > wî barî, Ehmed > wî Ehmedî. Lê: xanî > wî xanî, Elî > wî Elî

Bi heman awayî jî: – Jiyan > wê Jiyanê. Lê: Fatê > wê Fatê (ne *Fatêyê)

Bo berhevdanê, di inglîzî de S hem xwedîtî (possessive) û hem jî pirjimariyê (plural) diyar dike: cat (kitik, pisîk) > cats (kitikan, hin kitik) / cat’s (yê kitikê).

Lê eger em bixwazin bibêjin “yê kitikan” diviyabû di inglîzî de du “s” li gel hev hatibûna bikaranîn: *cats’s yan *cat’ss. Lê, ji ber ku bi rastî dengekî wisa di inglîzî de nîne, ew nabêjin ku “divê em wisa bibêjin” lê qeydên zimanê xwe li gor zimanê heyî diyar dikin û dibêjin: cats’.

 

Hîperkorektî di çemandina lêkeran de

Bo nimûne, ji ber ku forma standard ji peyvên ”kar ke!” gotina ”kar bike!” ye yan jî ji ”lê de!” peyva ”lê bide!” ye, hin kes hewl didin ku vê morfa ”-bi-” li cihên wisa jî zêde bikin ku bi rastî nîne. Wek mînak, mirov dikare van peyvan bide: ”*werbigire, *bila derbikevin, *de hilbidin”.

Lê di rastiyê de formên wisa di kurmancî de nînin. Dema ku lêker ji du beşan pêk bê ku yek lêkera xwerû ye û pêşpirtika ”ba-, ber-, çê-, da-, hil-, ra-, ve-, wer-” bigire, hingê ”-bi-” di navbera pêşpirtikê û lêkera xwerû de nayê bikaranîn. Em dibêjin ”veke, em ê rûnin, bila hilgire, divê rabin, tê werdin” (ne *vebike, *em ê rûbinin, *bila hilbigire, *rabibin, *tê werbidin.) Lê dîsa jî gelek caran em dibînin ku ev ”-bi-” ya zêde li peyvê tê siwarkirin û bikarîner bawer dikin ku wisa formeke ”rasttir” bi kar tînin. Lê di rastiyê de ew form ji rastiyê zêdetir e anku hîperkorekt e, xelet e.

Forma subjunktîv ya lêkerên ”zanîn” û ”karîn” li gor hin devokan ”bizanim, bizanî, bizane, bizanin” û ”bikarim, bikarî, bikare, bikarin” û li gor devokên din jî ”zanibim, zanibî, zanibe, zanibin” û ”karibim, karibî, karibe, karibin”. Anku di hin devokan de ”bi-” li destpêkê ye û di hinên din de jî ”-ib-” di navbera rehê dema borî û paşgirên kesî de ye. Forma ku ”bi-” li destpêkê ye li gor qeyda giştî ya subjuntîvê ye, wek ”bikim, bidim, bixwim…”

Devokên ku dibêjin ”zanibim, karibim” jî dîsa dibêjin ”bikim, bidim, bixwim…” Loma ew texmîn dikin ku ”bi-” ji destpêka ”karibim, zanibim” kêm e û hewl didin wê lê zêde bikin û formên wek ”*bikaribim, *bizanibim” bi kar tînin ku ”-ib-” yan ber bi dawiyê yan jî ”bi-” ya destpêkê lê zêde ye.

Di dema borî ya sade û dema borî ya dûdar de formên lêkeran yên kesê duyem yê yekjimar (tu) wek hev in: ”tu hatî” ku dikare hem hevberî ”ez hatim” (dema borî ya sade) û hem jî ”ez hatime” (dema borî ya dûdar) be yan jî ”min tu birî” ku dikare hevberî ”te ez birim” yan jî ”te ez birime” be.

Gelek rêzimanvan nikarin tehemila vê rastiyê bikin loma hewl didin ku formeke cuda bo dema borî ya dûdar çêkin ku di rastiyê de nîne. Ew formên wek ”*tu hatiyî” yan ”*tu hatîyî” û ”*min tu biriyî” yan jî ”*min tu birîyî” dinivîsin. Lê ne tenê ew form di zimanê axivînê de qet nînin lê herwiha ew ji aliyê rêzimanî ve jî xelet e: dema borî ya dûdar bi formûlaya ”dema borî + -e” pêk tê, wek ”ez hatim > ez hatime” yan ”ew ketin > ew ketine”. Tenê kesê sêyem yê yekjimar (ew) bi formûlaya ”dema borî + -(i)ye” tê avakirin: ”kir > kiriye, çû > çûye”.

Loma heta eger mirov formeke di zimanê axivînê de neyî qebûl bike jî, ”tu hatî” di dema borî ya dûdar de nabe ”tu hatîyî” lê divê bibe ”tu hatiye”. Lê ji xwe hingê jî ew ”hatiye” li gel ”hatiye” ya ”ew hatiye” dibe hevdeng! Loma forma heyî ”tu hatî” bo herdu deman ji formên çêkirî çêtir e.

 

Hîperkorektî û standardkirina zimanî

Standardkirina zimanî û danîna qeyd û qalibên rêzimanî li gor zimanê heyî tên afirandin, ne zimanê heyî li gor qeyd û qalibên req û rijd tên serkutkirin.

Kêmkirina istisnayan hingê mimkin e eger di zimanî de du yan zêdetir form bi rastî hebin û tenê bimîne ku em kîjan ji wan bo zimanê standard bibêjin. Bo nimûne, di hin devokan de bi maneya “I know” dibêjin “ez dizanim” û di hinan de jî “ez zanim”. Dema ku em lê bifikirin ka kîjan ji wan ne istisna ye, em dikarin li peyvên din binerin. Devokên ku dibêjin “ez zanim” jî li gel lêkerên din “di-” bi kar tînin: “ez dikim” (ne “ez kim”), “ez dixwim” (ne “ez xwim”). Wisa em dikarin bê dudilî bibêjin ku forma “ez dizanim” li gor qeyd û rêbaza serekî ye û bila ew standard be.

Lê nimûneyeke din: lêkera “gotin”. Eger ew ne istisna bûya, divê rehê dema niha “-goş-” bûya (bide ber “dotin > di-doş-im”, firotin > di-firoş-im”) yan jî ”-goj-” bûya (bide ber ”sotin > di-soj-im”). Lê em hemû dizanin ku di ti devoka kurmancî de ti kes nabêje ”ez digoşim” yan ”ez digojim”. Loma em neçar in ku forma istisna ya “ez dibêjim” qebûl bikin.

Inglîz jî dibêjin ”I go” (ez diçim) û li gor rêbaza serekî diviyabû wan bigota “*I goed” (ez çûm). Lê ji ber ku ti kes wisa nabêje, zimanê standard jî mecbûr e ku istisnayê qebûl bike û binivîse “I went”.

Eger zimanê standard ne li ser bingehê zimanê heyî bê avakirin lê mirov bo ”kêmkirina istisnayan” formên di ziman de neyî yan pir nadir bi kar bîne, em ê zimanê xwe bikin hetkehî.

Lê wek ku em ê di beşên bên yên vê nivîsarê de bibînin, mixabin Rêber bi şaşî û kêmasiyên ji ber hîperkorektiyê tijî û dagirtî ye.

 

Beşa 3

 

_____________________________

TÊBÎNÎ

[1] Bo hîperkorektiyê û ferzkirina formên zimanî binêrin bo nimûne C Pléh û P Bodor: Linguistic Superego in a normative language community and the stigmatization-hypercorrection dimension, Multilingua, 2000.

 

“Rêbera Rastnivîsînê” ya WM û derdê giran yê hîperkorektiyê û xweferzkirinê (1)

Rebera rastnivisine

 

1) PÊŞGOTIN

Hemû zimanên bisiûd û bextiyar xwedî rêbernameyên û şîretnameyên çawaniya nivîsîna rast in. Ew berhemên rêberiyê bi piranî ji aliyê dezgehên resmî û fermî yên dewlet û hikûmetê ve, piştî lêkolîn û vekolînên dûr û dirêj tên hazirkirin.

Eger di demên borî de di hin zimanan de bi rêya ferzkirinê bûbe jî[1], êdî bi dehan salan e ku rêbernameyên rastnivîsînê ne li ser bingehê ferzkirinê lê li ser esasê zimanê heyî tên amadekirin. Bi gotineke din, rêbernameyên rastnivîsînê êdî ne ku hewl didin hin formên neyî (tine) yan nadir li ser bikarînerên zimanekî bisepînin û ferz bikin lê lêkolînan li ser zimanê heyî dikin û qeyd û bendên wî bo hemû bikarîneran diyar dikin.

Em hemû dizanin ku kurdî bi ti zaravayên xwe ve ne xwedî bext û siûdeke wiha baş bûye ku lêkolînên berfireh li ser bên kirin û encamên wan lêkolînan bi objektîvî pêşkêşî bikarînerên zimanê kurdî bên kirin. Loma xebatên di vî warî de bi rastî jî giring in û divê mirov bixêrhatineke germ lê bike.

Heta niha xebatên zimannasî û rêzimanî di warê kurdî de bi piranî hewldanên şexsî û takekesî bûne. Bêguman e ku gelek ji wan pir hêja ne û bêyî wan zimanê me yê nivîskî dê niha negihiştibûya vê merheleyê.

Lê kurdî hewceyî xebatên komî û hevpar e ku ji aliyê gelek kesan ve bi hev re bên birêvebirin, encamdan û dawiyê jî belavkirin. Loma gava ku min hay ji Rêbera Rastnivîsînê ya Weqfa Mezopotamyayê (ji niha pê ve Rêber) bû, ez gelek pê kêfxweş bûm. Sebeb ew e ku gelek kes li ser axivîne û wek encamên çendîn civînan ew hatiye amadekirin.

Şik jê nîne ku gelek tiştên hêja di Rêberê de hene û giring e ku nivîserên kurd wê peyda bikin û bi kar bînin.

Mixabin di heman demê de divê bibêjin ku di piraniya mijarên nîqaşbar de, li cihê ku Rêber pirsgirêkan çareser bike, bi piranî berê xwandevanên xwe dide rêyên şaş û heta gelek pirsgirêkên nû jî diafirîne.

Wek piraniya rêbername û rêzimannameyên kurdî yên berî xwe, li şûna vekolîn û pêşkêşkirina qeyd û bendên heyî yên zimanî, Rêberê jî zêdetir daye ser rêya ferzkirina hin rê û rêbazên xwe yên ku tenê tercîh û daxwazên amadekarên Rêberê ne û ne ti tiştekî din in.

Pirgirêka mezin ya Rêberê ew e ku ew hewl dide zimanekî ji zimanê piraniya kurdînivîsan ”rasttir” çêke. Di zimannasiyê de navê vê diyarde û fenomenê ”hîperkorektî” anku zêde-rastî yan ”rastiya ji rastiyê zêdetir” e ku ji guhnedana kûr ya zimanî tê.

Derdê Rêberê ew e ku amadekarên wê bi zimanê nivîskî yê piraniyê qanih û razî nebûne lê wan hewl daye ku zimanê heyî li gor tercîh û daxwazên amadekerên Rêberê saz bike. Di vî warî de mixabin hem amadekarên wê rê li ber xwe winda kiriye û hem jî talûke heye ku rê li ber xwandevanên xwe jî şaş bikin.

Kêmasiyên heyî yekcar zêde û zor in lê em ê li ser çend ji wan rawestin ku bi nêrîna me pirsgirêkên bingehîn peyda dikin.

Li jêr em ê li ser her yekê ji van pirsgirêkên Rêberê rawestin û nimûneyan jê bidin:

  • Guhnedana dîroka zimanî: Bo nimûne di meseleya lêkera ”hatin” de bi ferzkirina rehê -hê- û redkirina rehê -ê- ji ber ku bi texmîna amadekarên Rêberê -hê- orijînaltir e lê em ê bibînin ku ew bi zelalî şaş in û ku di rastiyê de forma orijînal -ê- ye û ne -hê- ye.

 

  • Guhnedana felsefeya zimanî: Wek mînak di mijara paşdaçekên ”de, re, ve” de. Em ê bibînin ku çawa hevahengî û hevkêşiyek di navbera pêşdaçekên bingehîn yên kurmancî ”bi, di, ji, li” de heye û herwiha hevahengiyek di navbera paşdaçekên bingehîn ”de, re, ve” de jî li ber sazbûnê ye û zimanê niha yê nivîskî kamilbûna wê hevahengiyê hêsan dike lê mixabin danerên Rêberê dixwazin formên ”da, ra” ferz bikin bi idiaya ku ”piraniya kurmancîaxivan” formên ”da, ra” bi kar tînin. Di vê xalê de ew xwe dispêrin argumenta ”piraniyê” lê hem di xala pêştir de û hem jî di herdu xalên paştir de û wek din jî hema bêje ji serî heta binî di Rêberê de piranî ji aliyê danerên Rêberê ve hatiye paşguhkirin.

 

  • Pirsgirêka ”hîpertewangê”: Bo nimûne ferzkirina formên xeyalî yên hîperkorekt yên wek ”ew kurdiyê dizane” li şûna ”ew kurdî dizane” yan ”ji xanîyî, di mejîyî de” li şûna ”ji xanî/xênî”, “di mejî/mêjî de” û ”rêyê” wek forma çemandî/tewandî ya ”rê”. 

 

  • Pirsgirêka ”hîperparastinê”: Bo nimûne ferzkirina formên xeyalî yên wek ”pêyê min” û ”dêya min” li cihê ”piyê min, diya min” û formên din yên bi rastî di ziman de li kar. Herwiha ferzkirina -îy- li şûna -iy- ku dê ji çareserkirina qaşo pirsgirêka heyî zêdetir aloziyên gelek mezintir li gel xwe bîne.)

Wek ku me li jortir got, pirsgirêka serekî ya Rêberê hîperkorektî ye anku ”zêde-rastî” ye. Em pêşî lê binêrin ka di zimannasiyê de mebest ji hîperkorektiyê çi ye û paşî em ê beş bi beş li pirsgirêkên Rêberê binêrin.

Armanca vê nivîsarê bi ti awayî ne rûreş- û şermezarkirin an rezîl- û riswakirina amadekarên Rêberê ye. Hedef ew e ku di çapên nû yên Rêberê de ev rexne bên liberçavgirtin û dest ji rêbazên bi zelalî şaş bê berdan.

 

Beşa 2

________________________________

TÊBÎNÎ:

[1] Bo nimûne di salên 1920an de ji jor de ji aliyê hikûmetê ve hat fermankirin ku tirkî êdî derbazî nivîsîna bi alfabeya latînî bibe û di salên 1930an de ji aliyê dezgeha hikûmî ya zimanê tirkî TDK ve dest bi ”paqijkirina” zimanê tirkî hat kirin. Bo agadarbûna ji wêrankariyên bi destê TDK, mirov dikare kitêba Geoffrey Lewis The Turkish language reform – a catastrophic success (Reforma zimanê tirkî – biserketineke karesatî, 1999) pêşniyaz bike. Lê heta TDK bi xwe jî van dehsalên dawiyê dest ji rêbazên xweferzkirinê berdaye.