Hevalên derewîn di navbera kurdî û tirkî de

Husein Muhammed

hevalen-derewin2

Di zimannasiyê de mebest ji hevalên derewîn (bi inglîzî false friends) ew peyv in ku di du yan çend ziman an lehceyan de bi temamî wek hev an jî teqrîben wek hev hene lê maneya wan bi herdu zimanan an herdu lehceyan ne wek hev e.

Bo nimûne, peyva kurdî ”bar” di kurdî de maneya ”tiştên ku tên hilgirtin an raguhastin” (bi inglîzî ”load, burden”, bi tirkî ”yük”) e. Di inglîzî de jî peyva ”bar” hene lê di wî zimanî de ew maneya ”tiştên tên hilgirtin” nade lê wateya ”meyxane, bîrxane, cihê vexwarina madeyên alkoholîk” dide.[1]

Di zimannasiyê de ”bar” ya kurdî ya bi maneya ”tiştên ku tên hilgirtin an raguhastin” û ”bar” ya inglîzî ya bi wateya ”meyxane, bîrxane” hevalên derewîn in ji ber ku ew bi ser ve (bi deng û nivîsîna xwe) wek hev in an pir nêzîkî hev in lê bi wate anku maneya ne wek hev in.

Me di nivîseke pêştir de bi berfirehî behsa hevalên derewîn di lehce û devokên kurdî de (bi taybetî di navbera kurmancî û soranî de) kiriye û ew nivîs dikare ji vê derê were xwandin:

https://zimannas.wordpress.com/2015/12/14/hevalen-derewin-di-kurmanci-u-sorani-de/

Di vê nivîsarê em ê lîsteyeke ”hevalên derewîn” di navbera kurdî û tirkî de bidin. Li aliyê çepê em peyva kurdî pêşkêş dikin û li ber wê jî maneya wê bi kurdî didin. Li aliyê rastê jî em ”hevala wê ya derewîn” ya tirkî didin û maneya wê jî bi kurdî pêşkêş dikin.

Read More »

Hevalên derewîn di kurmancî û soranî de

Husein Muhammed

hevalen-derewin

Di zimannasiyê de mebest ji hevalên derewîn yan jî hevalên çewt (bi inglîzî false friends) ew peyv in ku bi temamî yan pirr wek hev in lê di ziman yan zaravayên cuda de yan jî li deverên cuda wateya anku maneya wan ji hev cihê ye.

Mirov bawer dike ku ew peyvên nas in lê dibe ku mirov xelet wan fehm bike yan bi kar bîne. Navê peyvên wisa hevalên derewîn yan hevalên çewt e.

Bo nimûne, peyva pirr (pir) di kurmancî, soranî û zazakî de heye lê di kurmancî de wateya wê gelek, zehf, mişe ye lê di soranî û zazakî de maneya wê tijî, tije, mişt, dagirtî ye.

Dîsa peyva ”mil” di kurmancî de maneya “beşa jorîn ya destan” dide lê di soranî û zazakî de wateya ”stû” dide.

Di kurmancî de peyva ”kin” li hin deveran heye û maneya “kurt, ne dirêj” dide. ”Kin” di hin devokên soranî de jî heye lê maneya “(li) ba, (li) cem, (li) nik” dide.

Di kurmancî de peyva ”kir” forma dema borî ji lêkera “kirin” e. Lê di zazakî de ”kir” maneya ”kîr” ya kurmancî dide.

Di kurmancî bi xwe de jî bo nimûne peyva ”poz” li hin deveran maneya “difin, bêvil, kepî, organa bêhnkirinê” dide lê li hin deran jî maneya wê ”qûn” e. Wateya peyva ”pêsîr” li hin deran “bersîng, paxil, memik, çiçik” e lê li hin deran jî ew maneya “navran, navbera herdu piyan” dide.

”Parzûn” li Behdînan çanteyê rîsî yê pişta bêrîvanan e. Lê li Mêrdînê heman ”parzûn” tûrikê dawerivandina penîrî ye.

Di kurdî de ”boş” maneya ”pirr, mişe, zehf” dide. Lê ”boş”a tirkî bi wateya ”vala, xalî” ye.

Di soranî de ”şit” maneya ”tişt” dide. Lê di inglîzî de ”shit” (bixwîne: şit) wateya ”gû, pîsatî” dide.

Di înglîzî de ”gift” maneya “diyarî, hediye” dide lê di almanî de maneya wê ”jehr” e û di swêdî de jî ”zewicî” ye.

Peyvên wiha di navbera ziman, zarava û deverên cuda de bi hezaran hene. Heta mirov dikare bibêje ku ”hevalên derewîn” ji ”hevalên rastîn” zêdetir in.

Dibêjin yekî hekarî li Helebê çûye xwaringeha yekî efrînî û pirsiye:
— Çi heye?
— Gî heye. (bi efrînî: gî = gişt, hemû, her tişt)
— Çawa gî?! (bi hekarî: gî = gû, pîsatî)

Li jêr em lîsteyeke netemam a hevalên derewîn di navbera kurmancî û soranî de didin.

Read More »