Ferhengoka “hevalên derewîn” ya kurdî-inglîzî

husein muhammed

Husein Muhammed

 

Gelek caran di du yan çend zimanan de çend peyvên wek hev yan teqrîben wek hev hene.

Bo nimûne hem di kurdî û hem jî di farisî de peyvên wek ”bîst, dest, dil, sed, ser” hene. Maneya van peyvan di kurdî û farisî de eynî ye.

Lê herdem maneya peyvên wek hev di du zimanan de ne eynî ye. Bo nimûne, hem di kurdî û hem jî di tirkî de peyvên ”av, kurt, sol” hene. Lê maneya ti ji wan ne wek hev e. Di tirkî de wateyên wan wiha ne: ”av” (nêçîr), ”kurt” (gur, gur) û ”sol” (çep).

Peyvên ku di du zimanan de hebin lê maneya wan ji hev cuda be, di zimannasiyê de bi navê ”hevalên derewîn” (bi inglîzî ”false friends”[1]) tên nasîn.

”Hevalên derewîn” dikarin ji aliyê deng û nivîsîna xwe ve bi temamî wek hev bin lê maneya wan ji hev cuda be, bo nimûne wek peyva ”sol” ku di kurdî de maneya ”pêlav” û di tirkî de jî wateya ”çep” dide.

Lê ne şert e ku peyv bi temamî bi deng û nivîsîna xwe wek hev bin. Bes e eger tirsa şaşfehmkirina wan hebe ji ber heman peyvê di zimanekî din de.

Bo nimûne, ”birin” (wek ”anîn û birin”) di kurdî de heye û ”bring” jî di inglîzî de heye ku ne bi temamî bi nivîsîn û ne jî bi deng 100 % wek hev in. Lê tirsa xeletfehmkirina ”bring”ê ji aliyê kurdîzimanan ve heye ji ber ku ew pirr dişibe ”birin” ya kurdî tevî ku di rastiyê de maneya wê ne ”birin” e lê ”anîn” (înan, hênan, hawirdin) e anku tam berovajî wateya peyva ”birin” e. Loma ”birin” ya kurdî û ”bring” ya inglîzî ji hev re ”hevalên derewîn” in. Bi heman awayî inglîzîziman jî dikarin ji ber ”bring” ya inglîzî, peyva kurdî ”birin” xelet tê bigihin.

”Hevalên derewîn” carinan tenê ji aliyê nivîsînê ve wek hev in lê ne bi awayê gotinê. Bo nimûne, hem di kurdî û hem jî di inglîzî de peyvek bi awayê ”name” heye. Lê ”name” di kurdî û inglîzî de eynî maneyê nade. Di kurdî de wateya wê ”mektûb, rîsale, peyam, kaxeza ku ji kesekî re tê nivîsîn û şandin” dide lê ”name” ya inglîzî maneya ”nav, ism” dide. ”Name” ya inglîzî ji aliyê nivîsînê ve wek ”name” ya kurdî ye lê ji hêla gotinê ve ew ne wek ”name” ya kurdî lê bi awayê [neym] tê gotin. Lê dîsa jî ”name” ya kurdî û ”name” ya inglîzî ji hev re ”hevalên derewîn” in ji ber ku mimkin e ku kurdek ”name” ya inglîzî di nivîsan de bibîne û ji ber ”name” ya kurdî şaş fehm bike. Bi heman awayî inglîzîziman jî dikarin ji ber ”name” ya inglîzî, peyva kurdî ”name” xelet tê bigihin.

Carinan jî peyv bi nivîskî ne wek hev in lê bi gotinê wek hev yan pirr nêzîkî hev in. Bo nimûne, ”girîn” ya kurdî û ”green” ya inglîzî bi nivîskî ji hev cuda ne lê bi gotinê teqrîben hevdeng in anku dengê wan wek hev e. Lê maneya ”girîn” (rondik/hêsir ji çavan barîn) ya kurdî û ”green” (kesk, sewz, rengê kesk) ya inglîzî bi temamî ji hev cuda ye.

Berî niha me ferhengokeke ”hevalên derewîn” di navbera kurmancî û soranî de û ferhengokeke din jî hevalên derewnîn di navbera kurdî û tirkî de belav kirine.[2]

Li vê derê em ê ferhengokeke ”hevalên derewîn” di navbera kurdî û inglîzî de jî belav bikin.

Read More »

”Ciwan” wek diyardeyeke watenasî û wateguherînê

Husein Muhammed

 

Ciwani

keçeke ciwan

 

Ne li tevahiya Kurdistanê be jî, peyva ”ciwan” di piraniya devokên kurmancî û soranî de tê bikaranîn. Li hin deveran ew bi şiklê ”can” e (bo nimûne li Behdînan, li Kobanê û li Rihayê anku Urfayê). Li hin deveran jî ew bi awayê ”cihan” e (bo nimûne li hin derên Diyarbekirê).

Carinan heman peyv bi awayê ”cwan, cuwan, cûwan” jî di nivîsan de tê dîtin lê ew tenê tercîhên rastnivîsînê yên nivîskarên wan in û ji aliyê dengnasî ve ew ne ji forma ”ciwan” cuda ne.

Di vê kurtevekolînê de em ê ji çend aliyên zimannasî ve li vê peyvê binêrin.

Read More »

Kanîzar, hejmar 13

Hejmar13

Sernivîsar: 

Rengîn bi kurdî

Kerem bikin hejmareke nû ya kovara xwe û zimanê xwe Kanîzarê, xwandevanên hêja. Vê carê em hejmareke 300 rûpelî û bi naverokeke dagirtî bi kurmancî, soranî, zazakî û inglîzî dixin xizmeta we kurdiyaran anku evîndarên zimanê kurdî.

Di vê hejmarê de Husein Muhammed hokerên (hevalkar, zerf, adverb) kurdî bi berfirehî dide nasîn. Nivîsara wî ya din vê carê li ser bingehên rêzimana inglîzî bi ravekirina bi zimanê kurdî ye.

Mikaîl Bilbil vekolîneke li ser peyvrêziyê pêşkêş dike. Zafer Açar qertaf û ravekên rêzimanî bi berfirehî vedikole.

Bi soranî Ce’fer Şêxulîslamî beşên cuda-cuda yên zimannasiyê dide nasîn. Dîsa bi soranî Hesen Qazî behsa pirzimanîtiya Hindistanê dike.

Vekolîna Deham Ebdulfettahî li ser lêkerên (fiil, kar, verb) kurdî di vê hejmarê de jî didome.  Hin beşên wê dê hê têra çend hejmarên bên jî bikin.

Di vê hejmarê de em çend gavan ji zimannasiyê ber bi edebiyatê ve jî diavêjin bi şertê ku têkiliya wê bi zimanê kurdî ve hebe. Bi vê minasebetê em vekolîneke Ayhan Meretowar li ser edebiyata kurdî ya klasîk belav dikin.

Herwiha em cih didin nivîsareke Şahînê Bekirê Soreklî li ser wergera dastana Derwêşê Evdî ji kurdî li inglîzî. Nivîsara din ya Soreklî li ser tehlûkeya derbarê man û nemana kurmancî ye.

Ji Seîd Verojî em nivîsarekê bi zazakî û yekê jî bi kurmancî belav dikin. Nivîsara bi zazakî dastana Xecê û Siyabendî vedikole. Nivîsara wî ya bi kurmancî jî li ser dîroka bikaranîna alfabeya kurdî-latînî ye.

Bi inglîzî di vê hejmarê de em cih didin vekolîneke lêkolerê polonî Krzysztof Lalik li ser siyaseta zimanî li Kurdistanê. Vekolîna din jî ya vê hejmarê bi inglîzî ji lêkolerê holandî Michiel Leezenberg e û derbarê şebekî û kakeyiyan û zimanê wan e.

Kerem bikin Kanîzara xwe bixwînin û jê re binivîsin!

Vekin û bixwînin!

 

NAVEROKA HEJMARA 13

Sernivîsar
Rengîn bi kurdî, r. 2

Husein Muhammed
Hoker di zimanê kurdî de, r. 3

Mikaîl Bilbil
Peyvrêzî di frazên navdêrî de, r. 18

Zafer Açar
Qertaf, ravek, r. 52

Seîd Veroj
Xebatên pêşîn li ser alfabeya kurdî-latînî, r. 63

Ayhan Yıldız
Xelîl Xeyalî û kurdî berî sed salan, r. 75

Ce’ferî Şêxulîslamî
Zimannasî çi ye?, r. 82

Hesenî Qazî
Zimanekanî Hindistan, r. 92

Deham Ebdulfettah
Lêker di zimanê kurdî de (3), r. 101

Ayhan Meretowar
Edebiyata kurdî ya klasîk, r. 128

Destana Derwêşê Evdî
li inglîzî hat wergerandin, r. 140

Seîd Veroj
Analîzek Seyehmed û Xece sero, r. 144

Şahînê Bekirê Soreklî
Tehlûkeya li ser kurmancî, r. 180

Rêzimana zimanê inglîzî
bi ravekirina kurdî, r. 185

Krzysztof Lalik
Language policy in Kurdistan, r. 265

Michiel Leezenberg
The Shabaks and the Kakais, r. 283