Vê dawiyê peyvên hezker û hezkirî gelek di medya û nivîsên kurdî de tên bikaranîn.
Mixabin gelek caran ew tên tevlihevkirin. Bi taybetî pir caran hezkirî li cihê hezker tê bikaranîn.
Wateyên van herdu peyvan helbet peywendîdarî hev in lê ew herdu ne hevwate ne anku ne sînonîm in. Heta mirov dikare bibêje ku ew dijwateyên hev anku antonîmên hev in.
Hezker ew kes e ku ji kesekî yan ji tiştekî hez dike. Bo nimûne:
- Ez hezkerê zimanê kurdî me. (Ez ji zimanê kurdî hez dikim.)
- Kurik hezkerê keçikê ye. (Kurik ji keçikê hez dike.)
- Ew hezkerê helbestên Melayê Cizîrî ye. (Ew ji helbestên Melayê Cizîrî hez dike.)
Hezker evîndar e, dildar e, aşiq e. Bi inglîzî bi awayekî giştî lover e, di huner û sporê de bi piranî fan e. Bi tirkî sever û seven e.
Hezkirî ew kes yan ew tişt e ku jê tê hezkirin.
- Keçik hezkiriya kurikî ye. (Kurik ji keçikê hez dike.)
- Ehmedê Xanî hezkiriyê gelek kurdan e. (Gelek kurd ji Ehmedê Xanî hez dikin.)
- Stranbêj hezkiriya/ê guhdarên xwe ye. (Guhdarên stranbêjê/î ji wê/wî hez dikin.)
Hezkirî yar e, dilber e, me’şûq e. Bi inglîzî beloved e, di huner û sporê de bi piranî idol e. Bi tirkî sevilen û sevgili ye.
Husein Muhammed