Husein Muhammed
Rêzimanîbûn (gramatîkalîzasyon, bi inglîzî grammaticalization) di zimannasiyê de navê wê diyardeyê ye ku tê de peyvên binaverok (navdêr û lêker) dibin pirtik yan peyvikên rêzimanî (wek daçek, pirtik, peyvikên demî yan pasîviyê…)
Bo nimûne, peyvika ”dê” wek nîşana dema bê di hevoka ”tu dê çi bikî” de bi eslê xwe ji lêkera ”divê” kurt bûye. ”Divê” bi xwe peyveke watedar û naverokdar e lê ”dê” ya di hevoka me de bi tenê bêwate û bênaverok e. Bi heman awayî peyva inglîzî ”will” berê maneya ”divê, dixwaze” dida lê niha wek peyvika çêkirina dema bê tê bikaranîn. Wek ”divê” ya kurdî – ku kurt bûye û pêşî li gor devokan bûye ”dê, vê, wê” û dawiyê bûye ”ê” jî (wek ”tu ê çi bikî) – wisa ”will” ya inglîzî jî di axiftinê de dibe ”’ll”: ”I will go” (Ez dê biçim) > ”I’ll go” (Ez ê biçim).
Lêkera ”bûn”ê xwedî naverok e: ew hebûnê, mewcûdiyê, peydatiyê, jiyanê, îmkanê û hwd. diyar dike. Ew û formên wê yên çemandî wek peyveke serbixwe li kar in. Bo nimûne, ”ew mamosta bû, ez kurd im”. Lê di heman demê de lêkera ”bûn”ê bûye rêzimanî jî û wek pirtikekê demî yan kesî li kar e:
- ew çû-bû
- ez hat-im