Têngîz Siyabendî
NASANDINA DEVOKÊ Û DEVERÊ BI KURTÎ
Êzdiyên ku niha li Ermenistanê de dijîn hema mirov dikare bêje ji sedî sed ziryeta êzdiyên Serhedê ne. Ji sedema bûyerên sedsala 19-an û 20-an bi taybetî ji sedema şerê Osmanî-Rûsan (1877-1878), Şerê Cîhanê yê Yekem (1914-1918) û herwiha ji sedema komkujiya ermeniyan (1915) jî ku di gel wan gelek êzdî jî canê xwe ji dest dan hejmareke mezin a êzidiyan berbi Ermenistanê hatin. Ji ber vê yekê jî kurmanciya Qefqasê û kurmanciya Serhedê dişibînin hevûdu. Kurmancîaxivên Sovyeta berê ya Ermenistanê devoka xwe ya devkî ne tenê ji tunebûnê parastin lê herwiha kurmanciyeke pêşketî û standard jî bidest xistin.
Rewşa devokê
Civaka me ya Kafkasyayê bi taybetî li Ermenistanê hema mirov dikare bêje ji sedî sed kurmancîaxêv in.
Sedsala 20-an ji bo gelê me bidestxistineke nû di gel xwe anî. Bi alîkarî û piştgiriya dûgela Ermenistanê ewana bûn xwedî alfabeyê. Kîjan jî bû sedema pêşxistina zimanê zikmakî û herwiha parastina dîrok, çîrok, zargotin, stiran, destan, wêje û hwd. Piştî afirandina alfabeyê gelek dibistan hatin vekirin, pirtûk hatin çapkirin û rojname bi zimanê dayikê hate weşandin. Di komcivîneke giştî de ku di sala 1934-an de li Ermenistanê pêk hat zaravayê kurmancî wek zimanekî standard ji bo kurdên Kafkasyayê tê qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî dibêjin Kurmanciya Kafkasyayê.
Niha û di dîrokê de çi ziman an zaravayan tesîr li devokê kiriye?
Hemû gelên cîranên hev ji ber sedemên cihê, ji aliyê zimên ve jî bandor li hev kirine û peyv dane hev û ji hev stendine. Çawa ku bandora zimanê Ermen, Faris, Tirk û Ereban li ser kurmanciyê hebûye wisa jî bandora kurmancî li ser wan hebûye. Dema Sovyetê de bandora rûsî û herwiha ermenî jî li ser kurmanciyê hebûye. Ev yek di pirtûkên ku wê demê de hatine weşandinê baş xuya dibe.
Taybetmendiyên din yên dengnasiyê
Di kurmanciya Qafqazûsê de 38 tîp hene û ji wan 29 tîp dengdar in, 9 jî dengdêr in. Ji bilî van 38 tîpan çend tîpên din jî di nav hin peyvan de tên bihîstinê.
Va ye ew tîp in:
- A’ – A’rif, a’ciz…
- E’ – e’rebe, e’wir, E’lî…
- Î’ – Î’sa…
- O’ – O’rîn…
- U’ – u’lm…
- I’ – i’ntîn…
- X’ – ax’a, box’e, bax’, dax’…
Pifdarî
- Bêpif (nerm) – ç, k, p, r, t
- Bipif (req) – ç’, k’, p’, r’, t’
- Ç – Ç’ (çar, ç’are)
- K – K’ (ker, k’er)P – P’ (pîr, p’îr)
- R – R’ (mar, mer’)
- T – T’ (tu, t’u)
CÎNAV
- Cînavên kesî yên xwerû
Ez Em
Tu (ti) Hûn
Ew Ew/Ewana
- Cînavên kesî yên çemandî/tewandî
Min (Mi) Me
Te We
Wî/Wê Wan/Wana
- Cînavê veger «xwe» wek «xa» tê xwendin.
Wek din jî W bi piranî ji komdengê XW dikeve:
Ez dixazim. Em dixazin
Tu dixazî. Hûn dixazin
Ew dixaze. Ewana dixazin
Li kurmanciya Rewanê de cînavê hevber «hev» (hevdu) e.
- Em hev (hevdu) nas dikin.
Taybetmendiyên din yên cînavan
Carna di helbest û stranan de di pêşiya cînavka «ez»-ê tîpa «w» jî tê bikaranîn.
- wez
BERHEVDANA RENGDÊRAN
Ji bo berhevdana forma komparatîv paşgira ”-tir” tê bikaranîn.
- mezintir, baştir
Herwiha «diha mezin, zehf (gelek) baş»
Ji bo forma sûperlatîv paşgira ”-tirîn” tê bikaranîn
- mezintirîn, baştirîn
Herwiha ”herî mezin, yê/a mezin” jî tên bikaranîn.
Herwiha rengdêra ”lapî mezin, pir mezin” jî tên bikaranîn.
HOKER
Hokerên giştî aha tên gotin:
- çanî (çawanî), kengê, çiqas/çend
- aha (ha), usa (bi wî awayî), haqas, ewqas, vî, han,
- duhu (rojek berî îro), duhunapêr (du roj berî îro), betirpêr (sê roj berî îro)
- îro, sivê (rojek pêştî îro) , dusive (du roj piştî îro),
- sive, roj, êvar (şev),
- îsal, par (sala berî îsal), pêrar (du sal berî niha), betirpêrar (sê sal berî îro)
- vira (vê derê), wira (wê derê), hemû ciya
- erê/belê, na/na xêr, belkî, diqewime
Li Ermenistanê cûreyên silavkirinê:
- Siva xêr (spêde, beyanî baş)
- Roj xêr (roj baş)
- Êvar xêr (Şev baş)
DAÇEK
Pêşdaçekên devokê ev in:
- “pê, bona (sava), ij (ji), li, di, nav, ber, ser, devokê de aha tên gotin
Bo nimûne:
- pê kêrê
- bona (sava) min
- ij (ji) te
- nav wan de (di nav wan de)
- Ew çû ser avê
- Ew çû ber pêz…
Paşdaçekên bingehîn bi awayê «da, ra, va» tên bikaranîn. Li Ermenistanê ew berê bi hev navdêra beriya xwe ve dihatin nivîsîn:
- Mal-da (li malê, di malê de)
- mera (ji me re, bo me)
- jorva (jor ve, ber bi jor)
Komdaçeka komîtatîv ”pêra” ye. “Li gel, di gel” nayên bikaranîn.
GIRÊDEK
Girêdekên di vê devokê aha tên gotin:
- lê,
- çimkî, heger, hela,
- loma, lema, xût, yanê,
- heta, hema, gava, îdî, de,
- ya ku, ê ku, êd ku, çi ku,
- wextê, herkê, mesele,
Taybetmendiyên din
- Ku, belê, bes, jî, wekî, jî…jî, ne…ne, him-him, yan(ê) …yan(ê), çawa…usa, çiqas…ewqas, hema…hema û hwd.
HEJMAR
Hejmarên sade
- Hejmarên 1-9 aha tên gotin: Yek, dudu, sisê, çar, pênc, şeş, heft, heyşt, nehe, dehe
- Hejmarên 10, 20, 30 – 90, 1000 aha tên gotin: Deh, bîst, sî, çil, pêncî, şêst, heftê, heyştê, nod, hezar
- H–ya peyvên di navên 7, 17, 8, 18, 70, 80 û 1000 de wek H-ya “Hesen” e.
Hejmarên rêzî
- Di çêkirina hejmarên rêzî de bêtir paşgira «-a» tê bikaranîn.
Bo nimûne «duda, sisya, çara, pênca, şeşa, hefta, heyşta, neha, deha û hwd.
Taybetmendiyên din yên hejmaran
Di navbera hejmaran de peyva “û” nayê bikaranîn an kêm caran tê bikaranîn:
- 21: bîstyek
- 140: sedçil
- 1150: hezarsedpêncî
ÇEMANDINA/TEWANDINA NAVDÊRAN
Paşgira nediyariyê «-ek» e . Bo nimûne:
- ”tiştek, sêvek”
Raveka pirhejmariyê «-ên», ”-êd”, «-ê» ye. Bo nimûne:
- ”sêvên min, kitêbêd teze (nû), sêvê min,
- Raveka yekhejmariya nêr û mê bi vî awayî ye:
Raveka yekhejmar ya nediyar li gel navdêrên nêr “-ekê” ye:
- «baltekê min» (bivirekî min)
Raveka yekhejmar ya nediyar li gel navdêrên mê “-eke” ye:
- «kitêveke min» (kitêbeke min, pirtûkeke min)
ÇEMANDINA LÊKERAN
Pêşgira berdewamiyê ”di-”ye.
Bo nimûne:
- ez divêm, ez divêjim (ez dibêm, ez dibêjim)
- tu divînî (tu dibînî)
- ew dixwaze
Pêşgira dema bêt (dema were, future) «ê», «wê» ye.
- ez ê bêjim, (ew) wê bibêje
Paşgirên kesî yên lêkeran di demên neborî (dema niha û dema bêt) de
- Ez divêjim Ez ê bêjim
- Tu divêjî Tu ê bêjî
- Ew divêje Ew ê bêje
- Em divêjin Em ê bêjin
- Hûn divêjin Hûn ê bêjin
- Ew divêjin Ew ê bêjin
Dema bêt bi pêşgira ”bi-“ tê bikaranîn
- Ez ê sêvekê bixwim.
Formên raweya subjunktîv
- “ez ê bixwim, min ê bixwara, min xwaribûya…”
Neyînîkirina raweya fermanî bi “ne-” ye. Bo nimûne:
- ”neke, nêbêje!”
Dijwateya ”heye, hene”, ”tine ye, tine ne” e
Dijwateya ”ew kurd e, ew kurd in” hem bi “ne” + kopula û hem jî bi “nîne, nînin” dibe:
- ew ne kurd e, ew ne kurd in»
- ew kurd nîne, ew kurd nînin» e
Lêkerên ”birin, dan/dayîn, kirin” di dema niha de bi vî awayî diçemin:
- ”ez divim, didim, dikim”
Lêkera alîkariyê ”karîn” e:
- Dema niha: ez dikarim, tu dikarî, ew dikare
- Neyîniya wê: Nikarim, nikarî, nikare
Lêkera ”çûn” di dema niha de aha diçeme:
- ez diçim, tu diçî, ew diçe
- Neyîniya wê: naçim, naçî, naçe
Lêkera “hatin” di dema niha de aha diçeme:
- ez têm, tu têyî, ew tê
- Neyîniya wê: ez nayêm, tu nayêyî, ew nayê
DENGNASÎ
Hinek cudahiyên dengnasî yên devokê ji kurmanciya giştî hene.
B-ya paşvokalî (li dûv vokalan) dibe V. Bo nimûne:
- ez divim (ez dibim), tu divê (tu dibêjî/dibê), ew navîne (ew nabîne)
Komdengê ”xwe-” wek «xa» tê gotin. Ji bo nimûne:
- xa, xaş, Xadê, xara, xaxa û hwd.
Komdengê ”xwa-” wek «xa» tê gotin
- xarin, vexarin,
Komndengê “xwî-” wek “xû-” tê gotin. Bo nimûne:
- xûn, bixûne
Di peyvên ”çav, mar” de A wek E’ tê gotin:
- çe’v, me’r
H li dawiya navê hejmarên 11-19 nîne: Bo nimûne:
- yanzde, çarde…
Hin tiştên din derbarê kurmanciya Kafkasyayê
Niha li Ermenistanê civaka me dabeşî du beşan bûne ji wan yek dibêje ku bi kurmanciya kurdî dipeyive, lê yê din jî dibêje ku bi êzdîkî dipeyive. Divê em destnîşan bikin ku tu cudahî di navbera zimanê wan de tuneye.
Afirandin û pêşketina alfabeya kurdî li Sovyeta Ermenistanê de dikare li ser sê qonaxan de dabeş bibe:
- Alfabeya «Şems» ya Lazo (H. Xazaryan) – 1921
- Alfabeya Latînî ya E. Şemo û Î. Marogûlov – 1929
- Alfabeya Krîlî ya H. Cindî, E. Evdal, W. Nadirî – 1944
1930→ Riya Teze di destpêkê de bi tîpên latînî çap dibe, lê di 1937-an de tê qedexekirin, piştî mirina Stalîn (1955) cardin dest bi weşanê dike êdî bi tîpên krîlî.
1921-1937→ 70 pirtûkên giranbiha wek berhevok, çîrok, destan, roman, şano û hwd jî ji aliyê nivîskarên me ve têne nivîsandin û çapkirin.
Xebatên edebî yên pêşî werger bûye, ji edebiyata rûsî û ermenî nêzîkî 15 kitêb tên wergerandin ku ev kar bêtir ji aliyê Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Qaçaxê Mirad, Cerdoyê Gênco, Ruben Drampyan û Erebê Şemo ve tê kirin.
Binêrin herwiha:
– Sadiq Der Goyî: Devoka Goyan
– Oruç Sural: Devoka Xoçvanê (Erdexan)
– Amed Çeko Jiyan: Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt)
– Fatih Aydin: Devoka Semsûrê
– Miradxan Şemzînî: Devoka Şemzînan
– Orhan Agirî: Kurmanciya herêma Agirî
– Îsmaîl Taha Şahîn: Devokan hacan ji eşîra ertoşiyan
– Raman Ehmed: Taybetmendiyên devoka Kobankî
– Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê
– Husein Muhammed: Taybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
– Qasimê Xelîlî: Taybetmendiyên kurmanciya Torê
– Mehdi Jafarzadeh: Kurmanciya Deregezê
Herbijî ked û xebata we, șîroveyeke pir hêsan û zelal e.
LikeLiked by 1 person
[…] herwiha: – Têngiz Siyabendî: Kurmanciya Ermenistanê – Sadiq Der Goyî: Devoka Goyan – Oruç Sural: Devoka Xoçvanê (Erdexan) – Amed Çeko […]
LikeLike
[…] herwiha: – Reben Celikan: Kurmanciya reşiyan (Konya) – Têngiz Siyabendî: Kurmanciya Ermenistanê – Sadiq Der Goyî: Devoka Goyan – Oruç Sural: Devoka Xoçvanê (Erdexan) – Amed Çeko […]
LikeLike
[…] Baban: Devoka Panosê – Reben Celikan: Kurmanciya reşiyan (Konya) – Têngiz Siyabendî: Kurmanciya Ermenistanê – Sadiq Der Goyî: Devoka Goyan – Oruç Sural: Devoka Xoçvanê (Erdexan) – Amed Çeko […]