Hevpeyivîna min di rojnameya Xwebûn de

Her derfetê bo kurdî bi kar bînin!

xwebun9 (2)

Pirs û bersivên hevpeyivîna Zekî Gurur li gel min di rojnameya Xwebûn, hejmara 9 de.

Zekî Gurur: Tu wek zimannasekî, ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê çi difikirî? Ev roj di halê heyî de digel paşxaneya xwe ya tarîxî di meseleya zimanî ya aktûel de tê çi maneyê?

Husein Muhammed: Cejn û rojên taybet helbet giring in. Tiştekî ne bêwate ye ku rojek bo zimanê dayikê jî hatiye diyarkirin. Divê em rojên wiha bo geşkirina mijarê wek derfet bi kar bînin. Lê tiştê giring ew e ku em tenê di çarçoveya van rojan de nemînin. Kurdî yan ti zimanekî din nikare bijî eger em tenê wan di rojên wiha de bi bîr bînin û wek din li mala xwe bêdeng rûnin. Divê em seranserî salê bo zimanê xwe bixebitin û di rojeke wiha de encamên wê xebata xwe ya tevahiya salê pîroz bikin, ne vê rojê tenê wek slogan bi kar bînin.

ZG: Ziman îro ji bo serdest û bindestan li gorî kîjan refleks û reftaran ji hevdu cuda dibin? Bo nimûne ev roj (Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê) ji bo tirkek, erebek, farsek an ingliz û rûsekî belkî çi girîngiya xwe tune, lê ji bo kurdek an belûcekî cuda ye.

HM: Zimanê ku tevahiya dewletekê pê bixebite, wek tirkî, yan jî heta bi dehan dewletan pê bişuxilin, wek inglîzî, bêguman ti gef û metirsiyên cidî li ser nemana wan zimanan di asoyê de nîne. Loma tirkek an inglîzek ne hewce ye ji nemana pareke xwe anku ji nemana zimanê xwe bitirse. Madem ku tirseke wiha ji wan re tine ye, mijara pîrozkirina salane jî ji wan re ne giring e.

Rojeke wiha zêdetir bo wan zimanan giring e ku hewcedarî baldarî û xemjêxwarinê ne. Kurdî û heta belûçî jî bi hejmara axiverên xwe ji gelek zimanên resmî yên gelek dewletan mezintir in jî (bo nimûne ji zimanên Bakurê Ewropayê) lê ew di meydana giştî de lawaz in ji ber ku dewlet bi wan nayên birêvebirin (eger em Başûrê Kurdistanê wek dewleteke de facto nehesibînin.)

Anku giringiya rojeke wiha bo qisekerên zimanekî ji pêwîstiya parastin û pûtekirina bi zimanê wan tê.

ZG: Ji ber ku ciwanên Bengalî doza mafê zimanê xwe dikirin ji aliyê polîsên Bangladeşî ve hatin kuştin û ev roj ji aliyê UNESCOyê ve wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat îlankirin. Lê çend meh berê li Rûsyayê kalekî 79 salî Albert Razîn ê Ûdmûrtî got; ‘Eger zimanê min wê sibe bimire, wê demê ji bo mirinê îro ez amade me” û xwe şewitand û kuşt. Dema mirov herdu bûyeran dide berhev gelo ji wê demê heta niha çi guheriye?

HM: Berê gelek ziman hatine serkutkirin anku bi darê zorê û şidetê rê li wan hatiye girtin. Li dinyayê gelek nimûne hene lê bawer nakim ku ti zimanekî din bi qasî kurdî, bi taybetî li Bakur, wiha ketibe ber zimankujiyê (linguicide).

Van salên dawiyê hem li Kurdistanê û hem jî li welatên din êdî ji rêgirtina yekcarî û şidetî zêdetir bi riya paşguhkirin û tinehesibandinê muamele li gel zimanên nefermî hatiye kirin. Eger bi temamî neqediyabe jî, êdî qedexekirin û şireta demên borî dijî zimanên nefermî bi awayekî vekirî û bi qanûnan kêmtir bûye. Lê ji ber kiryarên raboriyê, zimanên nefermî hatine lawazkirin û gelek jê ketine rewşeke kembax û heta ber sekeratê jî.

Bo ku tezmînata neheqiya raboriyê bi awayekî rewa û adilane were dayîn, divê bo zimanên wek kurdî ji aliyê dewletê ve bernameyên taybet yên pêşvebirin û geşkirinê werin danîn daku zimanê lawazkirî bikare bi ser xwe ve were û dîsa bihêz bibe.

ZG: Hin kes ji bo kurdî û nemaze hin lehceyên kurdî pênaseyeke wiha dikin û dibêjin “kurdî ber bi tunebûnê ve diçe”. Di vê çarçoveyê de tu rewşa kurdî di nav zimanên cîhanê de çawa dibînî? Ev rastiyek e yan îluzyonek e?

HM: Mirov nikare bo kurdî bi tevayî tenê bersivekê bide. Rewşa soranî û heta ya kurmancî jî bi temamî ji ya hewramî û zazakî cuda ye. Hewramî ji ber hejmara kêm an kêmbûyî ya axiverên xwe bi rastî jî li ber nemanê ye. Mana wê heta sedsala 22an dê mucîzeyeke mezin be. Hejmara qisekerên zazakî ne kêm e lê pêleke zimanveguhastinê (language shift) ji zazakî bo tirkî di nav peyiverên zazakî de mixabin xurt e. Tek rêgirtina li ber windabûna temamî ya zazakî ew e ku di demeke ne dûr de perwerdeya bingehîn ya axiverên zazakî ji tirkî bibe zazakî yan jî zazakî û tirkî.

Herçi kurmancî û soranî ne, bo wan nemaneke temamî di asoyê de nabînim.

Li aliyekî, hem kurmancî û hem jî bi taybetî soranî li Başûrê Kurdistanê zimanê rojane yê danûstandinên bi her awayî yên xelkê ne û herdu zarava di her warê jiyanê de tên bikaranîn (kurmancî li parêzgeha Dihokê û Soranî li parêzgehên Hewlêrê û Silêmaniyê). Herwiha li Rojavayê Kurdistanê jî kurmancî ji xwe re hinek derfetên baş afirandine tevî ku siberoja Rojava hê şêlû ye.

Li aliyekî din, mixabin mimkin e ku hejmara qisekerên hem kurmancî jî û soranî jî di demeke nêzîk de ji niha gelek kêmtir bibe.

Rewşa zimanveguhastinê ji kurmancî bo tirkî di nav hejmareke mezin ya kurdan de li Bakurê Kurdistanê baş tê zanîn. Ji ber ku kurdî û tirkî du zimanên bi temamî ji hev cuda ne, zimanveguhastina ji kurdî bo tirkî, gava ku dibe, zelal e. Lê kêmtir behsa wê yekê hatiye kirin ku li Rojhilatê Kurdistanê jî hem kurmancî û hem jî soranî mixabin di proseyeke hêdî ya zimanveguhastina ji kurdî bo farisî de ne. Ji ber ku kurdî û farisî zimanên lêzim in, ev prose ne wek ya ji kurdî bo tirkî zelal e lê mixabin her heye. Roj bi roj bêje û biwêjên kurdî di axiftina xelkê de cih didin yên farisî û wiha hêdî-hêdî kurdiya wan vediguhere farisî.

Li Başûr û Rojava jî li deverên ku ne di bin kontrola kurdan de, bo nimûne li Efrînê, Kerkûkê û Xaneqînê tirsa guherandina demografyayê heye û pê re jî neman an bêhêzbûna zimanê kurdî li wan deveran.

Eger kurt bikim: Tirsa nemana temamî ya li ser hewramî û zazakî ciddî ye. Tirsa li ser kurmancî û soranî ew e ku bergehê wan teng bibe û ji gelek deverên kurdnişîn winda yan lawaz bibin.

ZG: Îro ji ber gelek sedeman, profîlên zimanî yên curbicur ji bo zimanê kurdî derketine meydanê. Kurd bi giştî êdî cotziman/pirziman in û ew rewş bandoreke çawa li ser rewşa zimanê kurdî dike?

HM: Li dinyaya niha duzimanîtî yan pirzimanîtî ne tiştekî ecêb e lê gelekî normal e. Ji niha pêve yekzimanîtî hêdî-hêdî dibe tiştekî nadir. Ya giring ew e ku derfet û delîve hebin ku her kurdek bibe xwedî bingehekî xurt yê kurdîzanînê. Ev jî tenê û tenê bi rêya perwerdeya bi zimanê kurdî mimkin e. Lê heta ku em bigihin rojeke wisa, divê ku hemû derfetên heyî bo xwehînkirina kurdî hem bi nivîskî û hem jî bi axiftinê bên bikaranîn.

Wek ziman jî, helbet tesîra vê yekê li kurdî dibe. Bo nimûne gelek fraz yekser ji zimanekî din li kurdî tên wergerandin. Eger frazeke li cihê wê di kurdî de tine be, wergerandina frazan jî ne xirab e. Vê dawiyê piraniya zimanên mezin jî frazên nû ji inglîzî werdigerînin zimanê xwe û bi kar tînin. Lê eger li cihê wê di kurdî de yek an hinek fraz hebin, divê yên heyî bên tercîhkirin. Loma em hewceyî ferhengên baş yên frazeolojiyê ne.

Di rewşa kurdî de divê mirov di wergerandina frazan de hişyar û baldar be. Çunkî eger mirov bo nimûne frazekê ji tirkî wergerîne, dibe ku ew fraz di erebî û farisî de ne wisa be û bikaranîna wê fraza wergerandî ji kurdên ne-bakurî re dikare tiştekî nefehmbar be. Wek mînak, bakuriyan “aramak” ya bi wateya “telefon kirin”ê yekser wek “lê gerîn” wergerandiye kurdî. Lê li Başûr, Rojhilat û Rojava mirov “lê gerîn”ê bi wateya “telefon kirin”ê fehm nake. Tiştên wiha hevfehmkirina kurdên ji parçeyên cuda dijwartir dike.

ZG: Kurdî li gorî 100 sal berê zêdetir tê xwendin/nivîsîn lê kêmtir tê axaftin. Ev yek li dor çarçoveya asîmîlasyonê, tesîreke çawa li ser rewşa kurdî dike?

HM: Berê bo jîndariya zimanekî tenê axiftin jî bes bû. Niha nivîsîn û xwandin jî beşeke zerûrî ya zindîtiya her zimanî ye. Lê ti ziman demeke dirêj tenê bi xwandin û nivîsînê nikare bijî. Loma divê em bi kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsin jî.

ZG: Ji bo parastin, pêşvebirin û geşkirina zimanê kurdî şîret, pêşniyaz û tesbîtên te çi ne gelo?

HM: Di raboriyê de neheqiyên mezin li vî zarê zêrîn bûne. Lê nabe ku em wê ji xwe re bikin hêcet û bihêlin ku kurdî lawaz bibe. Belkî derfetên dewletan di destê me de nînin lê di dinyaya îroyîn de gelek derfet bi destê şexsên xîretdar û komên dilxwaz jî tên afirandin. Divê em hevdem hem mafên xwe yên rewa bixwazin û hem jî heta wergirtina wan mafan her derfeta heyî bi kar bînin.

Gelek caran nivîskar û zimannasên kurd gilî û gazinan dikin û dibêjin ku kurd berhemên wan naxwînin û giringiyê nadin wan. Lê ez dixwazim berê meselê bizivirînim û ji nivîskar û zimannasên me re bibêjim: Tiştên hêja biafirînin, kurd dê bixwînin û dê qedir û qîmetê we jî bizanin!

 

HUSEIN MUHAMMED KÎ YE?

Husein Muhammed sala 1980 li Zaxoyê hatiye dinyayê, salên 1988-93 li Bakur jiyaye û ji sala 1994 ve li Fînlandayê dijî. Wî li zanîngehê huqûq, wergerandina inglîzî û zimannasiya giştî xwandiye. Niha li Enstîtuya Zimanan ya Fînlandayê dixebite. Ew ji sala 1995an ve bi kurdî dinivîse û li kurdî werdigerîne. Ew zewicî ye û babê du zarokan e.

Hemû hejmarên Kanîzarê

Xwandevanên hêja,

Kerem bikin hemû hejmarên kovara Kanîzar ya ziman û zimannasiyê.

(nûkirin: 1.1.2020)

Hejmar16

Kanizar15

Hejmar14

Hejmar13

hejmar12

Hejmar11a

kanizar10

 

hejmar9


kevir

Hejmara 8

Zinar

Hejmar6

Kanizar5

Berg

Kanizar

Kanizar2

kanizar

Kanîzar, hejmar 14

 

Hejmar14

Sernivîsar
BI VEKOLÎNÊN LI SER ZIMAN BER BI SERXWEBÛNÊ

Dîsa kerem bikin hejmara nû ya kovara zimanê kurdî Kanîzarê, xwandevanên hêja. Di vê hejmarê de em dîsa 300 rûpelan vekolînên li ser zimanê kurdî bi kurmancî, soranî, zazakî û inglîzî pêşkêşî we yên delal dikin.

Di vê hejmarê de Husein Muhammed li ser ”razên rengan” dinivîse anku navên rengan û reh û rîşên navên wan pêşkêşî me dike.

Halil Aktuğ di vekolîna xwe ya dirêj de pêdeçûnekê bi ”rêberên rastnvîsînê” yên Komxebata Kurmancî dike û li cihan wan bi dijwarî – lê bi heq – rexneyan li wan digire – bi taybetî li wan beşên rêbernameyê yên ku dixwazin normên heyî yên kurmanciya nivîskî biguherînin.

Vekolîna Deham Ebdulfetah li ser lêkerên kurdî di vê hejmarê de jî didome û dê di hejmara bêt de jî berdewam be.

Ebdullah Haciyan û Umîd Demirhan kurdên Xorasanê û kurmanciya wan bi ferhengokeke gotinên pêşiyan pêşkêşî me dikin. Ferhengok dê di hejmarên bên de jî bidome.

Demhat Alêşkî li ser wê qenaetê ye ku bo parastina zimanê kurdî û bikaranîna wî di her warê jiyanê de, zerûrî ye ku kurd bibin xwedîdewlet (yek an çend dewletan). Çiya Mazî yekem alfabeya kurdî-latînî anku alfabeya Îsahak Marogulov bi me dide nasîn.

Bi soranî Hesen Qazî li ser pirstandardî û pirnavendîtiya zimanên jîndar dinivîse û Rehber Mehmûdzade jî li ser ferhengsaziyê.

Bi zazakî Roşan Lezgîn behsa pirsgirêkên minaqeşeyên li ser ”ziman” û ”lehceyê” dike.

Bi inglîzî em beşek ji vekolîna Rêbîn Kerîm li ser sîstema lêkerên kurdî (bi taybetî soranî) pêşkêş dikin û beşên din yên wê lêkolînê dê di hejmarên bên de jî belav bibin.

Di beşa dengnasiyê de vê carê em dengê Q û peydabûna wî dengî bi berfirehî û bi nimûneyan dinasînin. Em herwiha kovara derûnnasiyê anku psîkolojiyê Psychology Kurdî didin nasîn.

Di pişka ferhengokan de em hem ferhengoka Kanîzarê ya zimannasiyê anku Zarnameyê berfirehkirî belav dikin û hem jî cih didin ferhengoka zimannasiyê ya Komxebata Kurmancî.

 

Naveroka hejmara 14

Sernivîsar
Bi vekolînên zimanî ber bi serxwebûnê, r. 2

Husein Muhammed
Razên rengan, r. 3

Halil Aktuğ
Nirxandina rêbereke rastnivîsînê, r. 13

Kovareke derûnnasiyê
Psychology Kurdî, r. 60

Roşan Lezgîn
Munaqeşeyê ”lehce” û ”zimanî” de problemî, r. 63

Demhat Alêşkî
Bo zimanê kurdî dewletek divê!, r. 72

Deham Ebdufetah
Lêker di zimanê kurdî de (4), r. 74

Hesen Qazî
Zorbey zimane zînduwekan firestandard in, r. 52

Dengnasî
Dengê Q – peydabûn û guherîna wî dengî, r. 157

Ferhengok
Peyvên rêzimanî yên Komxebata Kurmancî, r. 162

Çiya Mazî
Marugulov û alfabeya wî ya kurdî, r. 189

Rehber Mehmûdzade
Nerîtêkî nwê le ferhengnûsîy kurdî da, r. 192

Ebdullah Haciyan û Umîd Demirhan
Gulbijêrkek ji zargotina kurdên Xorasanê, r. 203

Mehmet Încesu
Çend gotin li ser devoka mamedî, r. 213

Îbrahîm Seydo Aydogan
Kurdkujî û nîqaşa zarava û alfabeyan, r. 217

Komxebata Kurmancî
Rêbera rastnivîsînê, r. 231

Rêbîn Kerîm
Verbal inflection in Kurdish, r. 276

Zarname
ferhengoka zimannasî, r. 295

 

 

Kanîzar, hejmar 10

kanizar10

 

Vekin û bixwînin!

 

Sernivîsar

Kanîzar nahêle kurdî sêwî bimîne!

Dîsa kerem bikin hejmareke têr û tijî ya kovara zimanê kurdî Kanîzarê, xwandevanên hêja. Vê carê jî em kovareke 200-rûpelî ya bi vekolîn û nivîsên li ser zimanê kurdî bi kurmancî, soranî, zazakî û inglîzî pêşkêşî we yên hêja dikin.

Di vê hejmarê de Husein Muhammed vekolîna xwe ya li ser hejmarnavan di zimanê kurdî de dîsa bi 50 rûpelan didomîne. Di herdu hejmarên pêştir de ew bi berfirehî li ser çêbûn û çêkirina navên hejmaran di kurdî de rawestiyaye. Vê carê ew bikaranîna hejmaran di zimanê kurdî de vedikole: çemandina/tewandina wan, ravekirina wan, cinsê wan (gelo hejmaran ti cinsê rêzimanî yê sabit heye yan na).

Umîd Demirhan ferhengokeke 600 nifir û nifrînên kurdî raberî me dike. Nûdem Hezex bi berfirehî cudahiyên bikaranîna peyvika girêder ”ku” di edebiyata kevnar û ya nûjen de vedikole.

Nivîsarên me yên din yên bi kurmancî bo nimûne li ser navnasiyê, dîftongan û alfabeyên kurdî ne.

Bi soranî em nivîsareke li ser çawaniya mirina zimanan ya profesor David Crystal bi wergera ji inglîzî ya Hesenê Qazî pêşkêş dikin. Berhema din ya bi soranî hevpeyivîneke li ser pirzimanîtiyê ye ku Şiyaweş Goderzî li gel Hesenê Qazî kiriye. Kanîzar herdu nivîsaran bi alfabeya kurdî-latînî belav dike.

Bi zazakî em nivîsareke dirêj ya Seîd Verojî li ser ziman û lehceyên kurdî diyarî xwandevanên xwe dikin.

Bi inglîzî vekolîna me ya serekî ji zimannasê polonî Marcin Rzepkin e ku mijara wê wergerandina Incîlê (Mizgînê, Peymana Nû) ji aliyê Nadir Osmaniyan ve li kurmancî bi alfabeya krîlî ye. Rzepkin heta niha gelek vekolînên din jî li ser zimanê kurdî û dîroka zimannasiya kurdî nivîsîne ku em ê hinek ji wan di hejmarên Kanîzarê yên bên de jî belav bikin.

Nivîsara din ya bi inglîzî ji kesekî katalanî yê bi bernavê Xarlatà ye û li ser berhevdana rewşa sosyolîngwîstîkî (zimannasiya civakî) ya zimanê katalanî li Spanyayê û zimanê kurdî (bi taybetî li Başûrê Kurdistanê) ye.

Di vê hejmarê de jî em dîsa du kitêbên li ser zimanê kurdî didin nasîn. Yek jê kitêba E. B. Soane ”Rêzimana zimanê kurmancî anku kurdî” ye ku sala 1913 bi inglîzî hatiye çapkirin. Pirtûka din jî teza doktorayî ya Orhan Varol e ku sala 2014 bi tirkî amade bûye û li ser tesîra tirkî li ser kurdiya devkî ye. Ev van herdu kitêban ne tenê dinasînin lê wan herduyan bi tevahî ve diweşînin û dixin ber xizmeta kurdînas û kurdiyaran.

Bo hêsankirina têgihiştina nivîsên zimanî û zimannasî, em li dawiya kovarê herwiha ferhengoka xwe ya zimannasî an Zarnameyê jî belav dikin.

 

Naveroka hejmara 10

Sernivîsar

Kanîzar nahêle kurdî sêwî bimîne, r. 3

Husein Muhammed

Bikaranîna hejmaran, r. 5

B. Soane

Rêzimana zimanê kurmancî, r. 49

Nûdem Hezex

Peyvika ”ku”, r. 52

Orhan Varol

Têkilkirina kurdî û tirkî, r. 84

David Crystal

Ziman çon demirin?, r. 86

Alfabe

Ev ziman ne bêalfabe ye, r. 94

Umîd Demîrhan

Ferhengoka nifiran, r. 97

Seîd Veroj

Ziwan û diyalektê kurdî, r. 116

Navnasî

Navên kurdî çi û çawan in? r. 139

Siyaweş Goderzî

Firezimanî le Kurdistan, r. 151

Dengnasî

Dîftong, r. 163

Watenasî

Hevalên derewîn, r. 175

Marcin Rzepkin

Bible Translation into Kurdish, r. 180

Kurdish and Catalan

A socio-linguistic comparison, r. 189

Zarname

Ferhengoka zimannasiyê, r. 196

Çawa binivîsim?

Kurterêbera rastnivîsînê, r. 214

 

Vekin û bixwînin!

Kovara Kanîzar, hejmar 8

 

kevir

Vekin û bixwînin!

_____________

Sernivîsar:

Zimannasî bi berfirehî

Dîsa kerem bikin hejmareke kovara xwe Kanîzarê, xwandevanên delal. Vê carê jî em çend vekolînên dirêj û hin nivîsarên kurttir bi kurmancî, soranî, zazakî û inglîzî belav dikin.

Husein Muhammed vê carê dest avêtiye navên hejmaran û hejmarsaziyê di zimanê kurdî de. Ew di 50 rûpelan de hejmarên bingehîn yên kurdî li gel varyantên wan yên devokî û etîmolojiya wan dide nasîn. Vekolîna wî ya dirêj li ser hejmaran dê di hejmara dûv vê de jî berdewam be. Ew di vê hejmarê de herwiha li ser peyvên malbatî û xizmatiyê û herwiha li ser etîmolojiya wan jî dinivîse.

Di vê hejmarê de em sê vekolînan bi wergerên wan diweşînin. Vê carê jî Hesen Qazî beşek ji kitêba Peter Trudgill ya li ser zimannasiya civakî wergerandiye soranî û em wê bi alfabeya kurdî-latînî belav dikin. Newzad Hirorî nivîsara zimannasê navdar D. N. MacKenzie bi navê ”Koka zimanê kurdî” li kurmancî wergerandiye. Mahir Dogan nivîsareke Husein Muhammed ya bi navê ”Peyvên me ji kû tên?” wek ”Çekuyê ma kotî ra yenê?” wergerandiye zazakî.

Di vê hejmarê de jî em du nivîsarên zimannasî yên bi inglîzî belav dikin. Yek jê vekolîneke Sinan Zeyneloğlu, İbrahim Sirkeci û Yaprak Civelek ya li ser zimanguhêziyê anku destberdana ji zimanekî û qisekirina êdî bi zimanekî din di nav kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de ye. Nivîsara din ji Muhemedreza Behadur e ku vekolîneke li ser hevoksaziya kevirnivîsa navdar ya Darayê Mezin yê hexamenişî ye û li Bêhistûna Kirmaşanê ye.

Wek carên din jî, ev hejmar jî cih dide nasandin û nirxandina du kitêbên li ser zimanê kurdî, yeke nû û yeke kevn. Berhema nû ferhenga soranî-kurmancî-tirkî ya Abdullah Ekici ye. Kitêba kevn jî yekem rêziman û ferhengoka zimanê kurdî ya bi zimanekî ewropî ye ku sala 1787 ji aliyê Maurizio Garzoni ve bi îtalî hatiye nivîsîn. Kanîzar ne tenê wê dide nasîn lê herwiha tevahiya wê kitêbê pêşkêşî xwandevanên xwe dike.

Kanîzar vê carê du xebatên zibareyî anku bi hevkarî pêşkêş dike. Yek ji wan li ser peyvên ”karîn, şiyan, şe kirin, tiwanîn” û varyantên wan yên devokî ne ku di berhevkirin û berhevdana wan de me ji şarezatiya sê camêran sûd wergirtiye: Ali Bayraklı (kurmanciya Konyayê), Hasan Aslan (zazakî) û Muhemmed Teqevî (kurmanciya Xorasanê). Xebata din jî ferhengoka zimanê zarokan e ku me bi alîkariya koma Zimanê Kurdî ya li ser Facebookê amade kiriye.

Di vê hejmarê de em herwiha ferhengokeke matematîkê ji Zagros Haco diweşînin.  Wek di hejmarên din de, vê carê jî em dîsa ferhengoka xwe ya zimannasiyê anku Zarnameyê berfirehtirkirî belav dikin.

Kerem bikin bixwînin û ji bîr nekin bo Kanîzara xwe binivîsin!

kovarakanizar@gmail.com

_________________________

Naveroka hejmara 8

Sernivîsar

Zimannasî bi berfirehî, r. 2

Husein Muhammed

Hejmar û hejmarsazî, r. 4

Nasandin

Ferhengeke soranî-kurmancî-tirkî, r. 56

Peter Trudgill (wergêr: Hesen Qazî)

Ziman û cinsî komelayetî, r. 59

Zimanê zarokan

Ferhengoka peyvên zarokan, r. 77

Karîn, şiyan û tiwanî
û hevrehên wan di zarên kurdî de, r. 80

N. Mackenzie (wergêr: Newzad Hirorî)

Koka zimanê kurdî, r. 85

Maurizio Garzoni

Rêzimana kurdî  ji sala 1787, r. 107

H. Muhammd (açarnayox: Mahir Dogan)

Çekuyê ma kotî ra yenê?, r. 110

Malbat

vekolîneke peyvnasî, r. 120

Zagros Haco:

Ferhengoka matematîkê, 147

Zeyneloğlu, I. Sirkeci, Y. Civelek

Language shift among Kurds in Turkey, p. 162

 Muhammedreza Bahadur:

Sentential logic in Behistun Inscription, p. 187

Zarname

Ferhengoka peyvên zimannasî, r.  193

 

Vekin û bixwînin!

 

 

 

Kurdkîya reben rut mekerê

Bi kurmancî

______________________

nuştox: Husein Muhammed
çarnayox: Mahîr Dogan

 

”Êvar e, cîhan sar e, werin em biçin malê” (Şan o, cîhan serd o, bêrê ma şorîme keye). No vate xêzefilmêko ke seba domanan ameyo amade kerdene, ey ra yo. Merdim çekuya “dinya” kurdkî de bi zaf manayan xebitneno. Nînan ra yew zî manaya “hewa”yî dana: “Dinya serd a = Hewa serd o”.

La seba ke çekuya “dinya” bi eslê xo erebkî ya û tirkî de zî sey “dinya” yena xebitnayene, xeylê kurdan na xo rê heram kerda. Weriştî kewtî çekuya “cîhan“ dima ke dapîr û bapîranê kurdan caran nêxebitnayêne. Çend nîşanê naye estê ke “cîhan” çekuyêka kurdkî nîya, la a zî demo peyên farsikî ra ameya girewtene.

  1. Ma dapîra kamî “cîhan” xebitnayêne yan zî xo çekuya “dinya” ra pawitêne? Hezar serran ra zêde yo ke çekuya “dinya” ziwanê ma de cayê xo girewto û qet yew kurdkîzano “sade” zî çin o ke ney fehm nêkero.
  2. Girîngîya xo zî het a, çekuya “cîhan”î qet îdyomanê kurmanckî de çin a. Merdim (bi kurmanckî) vano “dîn û dinya”, “dinya û axret”, “li darê dinyayê”, ”dinyaya derewîn”, ”dûlika dinyayê”… La merdim besenêkeno nê vateyan pê çekuya “cîhan”î ya farismanckî bivurno, nêke merdim do nê îdyomanê qalibgirewteyan seqet bikero. No kî dîyar keno keno çekuya “cîhan”î kurmanckî (yan heme kurdkî) de newe fariskî ra ameya girewtene.
  3. Vengê “-îh-“ kurmanckî de xerîb o. Merdim eşkeno binuso “bî, cî, sî, rî” yan zî “bih, cih, sih, rih”, la nuştişê bi hewaya “bîh, cîh, sîh, rîh” teberê vengnasîya kurmanckî der o. La ancîya çekuya “cîhan”î bi “-îh-“ a.

Ziwanê kurdkî hetê xeylê hetan ra yeno xeripnayene. Verê cû, heme zext û zoran ra oyo tewr girs yasaxê xebitnayîşê ziwanê kurdkî bî: qedexeyê ziwanê kurdkî hetê dewletanê îşxalkeran ra. No astengkerdiş zî hê dewam keno, la hêdî-hêdî beno sistêr. Nika belaya ke ney ra zî girs a, balnedarî û bêeleqedarîya kurdan bi xo ya: kurdî xo xo de bi kurdkî qisey nêkenê, nêwanenê û nênusenê.

Read More »

Etîmolojiya 4 bajarên Kurdistanê

Türkçe

_____________________

Husein Muhammed

Van rojan di medyayê de mijara guherandina statuya bajarên Cizîr, Gever, Colemêrg û Şirnexê gelek tê gotûbêjkirin. Li gor bernameya hikûmeta Tirkiyê Cizîr û Gever dê bibin navendên an paytextên parêzgehên xwe û Colemêrg û Şirnex ji wê statuyê dakevin.

Li ser daxwaza rojnamevanekî kurd, min ev kurtevekolîna etîmolojîkî li ser navên van bajaran kir. Dixwazim wê li gel we jî parve bikim.

Read More »

ZIMAN Û ÇÎNΠKOMELAYETÎ

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 7

______________________________

Trudgill

Nûsînî: Profeser Peter Trudgill

Wergêranî: Hesenî Qazî

 

Eger miro inglîsiy ziman bê yan hêndêk sebaret be komellekanî inglîsiy ziman bizanê, detuwanê tenê be pêy em belge zimaniyaney lêre da amajeyan pê dekeyn be texmîn pile û helkewtî komellayetî em axêweraney xuwarewe helda. Axêwerî A: I done it yesterday (emin dwênê ewim kird), axêwerî B: I did it yesterday, axêwerî A: He ain’t got it (ew werî negirtuwe), axêwerî B: He hasn’t got it, axêwerî A: It was her what said it (ewe ew bû gutî), axêwerî B: It was her that said it.

Eger miro gwêy lew axêwerane, gwêy lew şitane bê, be texmîn way dadenê ke, B pile û helkewtî komellayetî le A beriztir bê, û miro be dilniyayiyewe çakî boçuwe. Ewe çone ke ême detuwanîn ew core şitane le yek bikeynewe?

Wulamî ew pirsiyare le hebûnî şêwezare zimaniyekan daye ke êsta be lehcegelî çînî – komellayetî yan, le layen hêndêk nûserewe be socîolêkt nêwzed kirawin. Le nêwan qisekirdinî ew dû axêwerane da ciyawazî rêzimanî heye û ewe serepetêke bo dirkandin û derxistinî paşxanî komellayetî ewan. Her weha eweş delwê, egerçî ewe le ser laperey çapkiraw da nîşan nedrawe, ke ew ciyawaziyane hawkat ciyawazî fonêtîkî û dengsazîşyan le nêwan dabê- wate, rawêjgelî (accents) ciyawazî çênî – komellayetîş hen. Ciyawaziyekanî nawkoyî komelle însaniyekan le zimanekanyan da reng dedenewe. Deste ciyawaze komellayetiyekan şêwezarî ciyawazî zimanî bekar dehênin û wekû endamanî be ezmûnî komellge zimaniyekan ême (û ew kese inglîsiyeke le bendî yekemî em kitêbeda) rahatûyn ke axêweran bew pêye polên bendî bikeyn.

Ciyawazêtî komellayetî boçî ew karlêkeriyey le ser ziman heye? ême dekrê amaje be le ber yek ronanî berewpêşcûnî ew şêwezare komellayetiyane û berewpêşçûnî şêwezare herêmiyekan bikeyn: le herdûk nimûnan da berhelist û mewda beruwalet xo derdexen. Lehcenasan (dialectologists ) dozîwyanetewe ke sinûrekanî lehcey herêmî zor car le tek berhelistî cugrafiyayî, yek degirnewe wekû çiya, zel û çom: bo nimûne, gişt axêweranî lehcegelî nerîtî le nawçekanî Birîtanya le serûy çomî Humber (le nêwan Lincolnşire û Yorkşire) da wûşey wekû House ( ‘hoose’ [ hu:s] ) hêşta be monophtong* derdebirn, le katêkda ew axêweraney ke xelkî lay Başûrî ew çomen bo çendîn sed sallan coreyek diphtongî**wêney [haws] yan bekarhênawe, û le Dewlete Yekgirtuwekanî Emrîka sinûrî nêwan lehcekanî Bakûrî û Nêwerast ( bo agadarî ziyatir biruwane bendî 8-î em kitêbe)le hêndêk nawçan hawterîbî çomî Ohio n. Her weha eweş rûn buwetewe ke herçendî mewday cugrafiyay nêwan dû lehcan ziyatir bê le rûy zimaniyewe ewendeş le yektirî dûr dekewnewe: bo nimûne, ew şêwezaraney inglîsiy Birîtanyayî ke le şêwey qisekirdinî London herî dûrin bêguman şêwezarekanî Bakûrî rojhelatî Scotland – Bujan in, û le Emrîkay Bakûrî ciyawazî here gewrey zimanî le nêwan şêwezare herêmiyekanî inglîsî da be berawirdkirdinî şêwey qisekirdinî Newfoundland û Mississippi be ciwanî derdekewê.

Read More »

Kanîzar, hejmar 7

Zinar

Sernivîsar

Bi hemû rengên zimanê me

Kanîzar kovara zimanê kurdî ye. Gava ku em dibêjin ”zimanê kurdî”, mebesta me hemû rengên kurdî ne: kurmancî, soranî, zazakî, hewramî…

Wek hejmarên berê, ev hejmar jî bi vekolînên bi çend zarên kurdî dagirtî ye. Vê carê nivîsar bi kurmancî, soranî û zazakî hene. Ev sinordariya bi sê lehceyan jî ne merema me ye lê vê carê tenê bi van zaravayan berhem bo weşanê gihiştine me.

Di vê hejmarê de Husein Muhammed vekolîna xwe ya li ser cînavan bi 55 rûpelên din jî bi kurmancî didomîne. Ew di nivîsara xwe ya din ya vê hejmarê de bi berfirehî li ser paşgirên kesî yên lêkeran û dîroka wan dinivîse.

Ev hejmar du nivîsarên bi soranî pêşkêş dike. Hesen Qazî vê carê jî nivîsareke profesor Peter Trudgill li soranî wergerandiye û li ser têkiliyên navbera zimanî û çînên cuda-cuda yên civakî de ye. Kanîzar nivîsarê bi alfabeya kurdî-latînî belav dike. Nivîsara din ya bi soranî ji Ednan Ehmed e û derbarê temamker û berkara neyekser e. Em wê bi alfabeya kurdî-erebî diweşînin.

Vekolîna berfireh ya vê carê ya bi zazakî teza masterê ya Özlem Kılıç ya li ser neyînîtî (negatîvî) di zazakî de ye ku em bi temamî wek pêvek bi vê hejmarê ve belav dikin.

Mesûd Serfiraz vekolînek li ser yek ji kovarên pêşîn ên kurdî, Hetawî Kurd kiriye û naveroka wê bi berfirehî dide nasîn. Dr. Amr Taher Ahmed di hevpeyivîneke xwe de li gel Mem Wêranî li ser wê qenaetê ku divê mirov li şûna zimanê kurdî behsa zimanên kurdî bike.

Wek di hejmarên berê de jî, vê carê jî em du kitêbên li ser zimanê kurdî didin nasîn. Kitêba nû ferhenga hiqûqî ya Hüseyin Özdemir e. Kitêba kevn jî rêzimanname û ferhengoka Kurmanciya Behdînan ya R. F. Jardine e.

Di vê hejmarê de jî em cih didin ku vekolînên bi inglîzî yên li ser zimanê kurdî. Songül Gündoğdu

li ser lêkerên pêkhatî yên navdêr-lêker dinivîse. Nivîsara din jî ji Joyce Blau ye û derbarê dîroka vekolînên li ser zimanê kurdî ye.

Li dawiya vê hejmarê Zarname anku ferhengoka zimannasî dîsa hinekî berfirehkirîtir tê belavkirin. Herwiha kurterêbera rastnivîsînê jî di vê hejmarê de jî cihê xwe digire.

Kerem bikin Kanîzara xwe bixwînin û bo binivîsin!

 

NAVEROKA HEJMAR 7

Sernivîsar
Bi hemû rengên zimanê me, r. 2 

Husein Muhammed
Cînavên kurdî (beşa 2) r. 3 – 58

Nasandin
”Ferhenga Hiqûqî” ya Hüseyin Özdemir, r. 59 – 61

Peter Trudgill (w: Hesen Qazî)
Ziman û çînî komelayetî 62 – 77

Nirxandinek li ser rewşa zimanê kurdî
”Kurdistan dibe erebîziman”, r. 78 – 80

Rêzimaneke kurdî ya 90-salî
”Kurmanciya Behdînan” ya R. F. Jardine, r. 81 – 83

Özlem Kılıç
Zazakî de negatîfîye, r. 84 (hemû teza masterê wek pêvek)

Mesûd Serfiraz
Kovara Hetawî Kurd, r. 85 – 98

Peyvnasî
Pere/pare yan dirav, meydan an qad, zengîn an dewlemend…?, r. 99 – 100

Hevpeyivîn
Li gel Dr. Amr Tahir Ehmed li ser ”zimanên kurdan”, r. 101 – 115

Rêziman
Paşgirên kesî yên lêkeran û dîroka wan, r. 116 – 134

Ednan Ehmed
Tewawkerî yarîde yaxud berkarî narastewxo? r. 135 – 142

Songül Gündoğdu
Noun-Verb Complex Predicates In Kurmanji Kurdish, p. 143 – 172

Joyce Blau
History of Kurdish Stuedies, p. 173 – 183

Zarname
Ferhengoka zimannasiyê kurdî-inglîzî r. 184 – 203

Kanîzar çawa dinivîse?
Kurterêbera rastnivîsînê, r. 204

 

 

KURDISTAN DIBE EREBÎZIMAN

Husein Muhammed

lehi

Rewşa kembax ya zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê bi berfirehî tê zanîn û behskirin jî tevî ku birêveberên kurd ti tiştekî dorgêrr û werçerxîner bo guherandina rewşê nakin. Roj bi roj pêgeha zimanê tirkî li Bakurê Kurdistanê xurttir dibe. Ne ku tenê kurd hînî tirkî dibin û dibin duzimanzan lê di rastiyê de rêjeya duzimanîtiyê li Bakurê Kurdistanê ber bi kêmbûnê ve ye: yên ku kurdî û tirkî dizanin kêmtir dibin û roj bi roj nifşekî ku tenê tirkî dizane mezin dibe.

Bi ser ve, rewşa Başûr û Rojavayê Kurdistanê berevajî rewşa Bakur e. Ji aliyê siyasî û eskerî ve wisa dixuye ku hem Başûrê Kurdistanê li ber e ku ji Iraqê cuda bibe û bibe dewlet û hem jî li Rojavayê Kurdistanê birêberiyeke kurdî ya otonom an federal ava dibe.

Mixabin rewşa zimanê kurdî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî ber bi wêraniyê ve ye. Rast e ku kurdên Başûr û Rojava bi xwe dest ji axiftina kurdî bernedaye û bi temamî neqlî bikaranîna erebî nebûne (tevî ku li Rojavayê Kurdistanê piranî di nivîsînê de erebî bi kar tînin, ne kurdî). Lê pêgeha zimanê erebî hem li Başûrê Kurdistanê û hem jî bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê xurt û berfireh dibe.

Read More »