CÎNAVÊN KURDÎ (beş 2)

Bo beşa 1 binêrin: Cînavên kurdî: peydabûn û bikaranîna wan

________________________

Husein Muhammed

 husein muhammed

  1. CÎNAVÊN PIRSYARKÎ

Mebest ji cînavên pirsyarkî ew peyv in ku mirov pê hevokên pirsyarkî çêdike û pê bikerê (fail) yan jî berkarê (mef’ûl) hevokê dipirse.

Di kurdî de du cînavên pirsyarkî yên bingehîn û xwerû hene. Di kurmancî de ew wiha ne:

  • çi (li gel varyanta çî)
  • (bi forma xwe ya çemandî )

 

  • Cînavê “çi”

Ji bilî pirsîna mirovan, her tiştê din bi cînavê “çi” tê pirsî:

  • Çi ye?
  • Çi tişt hatiye kirin?
  • Tu çi dibêjî?

Cînavê “çi” neçembar e anku nayê çemandin û tewandin. Forma wê ya xwerû, ya mê, ya nêr û ya pirhejmar hemû “çi” ne:

  • çi kitêbê
  • çi karî
  • çi malan

Lê di rewşa ravekirinê de cins û hejmara rêzimanî diyar dibin:

  • çiya te? – kitêba min
  • çiyê te? – karê min
  • çiyên te? – qelemên min

Forma “çî” jî heye ku li gel forma “çi” di hemû devokan de li kar e. Ew ne formeke çemandî ji cînavê “çi” ye lê hevwate û hev-erka wê ye. Lê forma “çî” zêdetir bi armanca şidandin û xurtkirinê li cihê “çi” tê bikaranîn.

Di kurmanciya nivîskî ya bi alfabeya latînî de forma “çi” serdest e lê forma “çî” jî yê dîtin. Di soranî de û herwiha di kurmanciya bi alfabeya erebî de jî forma serdesttir “çî” ye lê forma “çi” jî carinan di nivîsan de tê dîtin.

Read More »

Pirhejmariya ducarî

husein

Husein Muhammed

Di kurmanciya nivîskî de forma çemandî ya pirhejmariyê bi ”-an” bi dawî tê:

  • (li) gund-an
  • heval-an (dibînim)
  • kitêb-an (bixwîne)

Heke eslê peyvê bi vokalekê bi dawî bê, hingê ”y” jî dikeve navbera rehê peyvê û paşpirtika pirhejmariyê anku ”-an”:

  • (di) rojname-y-an (de)

Di zimanê devkî de ”-n” ji dawiyê dikeve dikeve:

  • (li) gund-a
  • heval-a (dibînim)

Read More »

Kanîzar 1: Ravek di kirmanckî de

Hasan Aslan

Li ser rêzimana kurdiya kirmanckî (dimilî) xebatên bi kurdiya kurmancî hatine kirin kêm in, jixwe xebatên ku bi zimanên din jî kêm in. Eger zaraveyên kurdî bi zaraveyên din bên hînkirin, hînbûn hêsantir û rasttir dibe lewma armanc ji vê xebatê jî ew e ku rêzimana kirmanckî bi zaraveyê din, bi kurmancî bê hînkirin. Hêvî dikim bo zaraveyên din jî bi vî awayî xebat bên kirin. Bawer dikim ev xebat dê berdewam be û mijarên din jî di her hejmara vê kovarê de bên weşandin.

Di vê nivîsê de min bi mînakan behsa “Ravek”an kir ku armanc hînkirina rêbazên bingehîn bû. Helbet ne bêeger û bêkêmasî ye, ku we kêmasî dîtin, ji kerema xwe hayê min jê çêkin da ku di hejmara bê de serast bikim.
Read More »

Peyvrêzî

Hevok (riste, cumle, sentence) ji peyvan (kelîmeyan) pêk tên. Di hevokekê de dikare yek, du, sê yan – wek prensîp – bêhejmar peyv hebin:

1)

1a) Çû.

1b) Were malê!

1c) Te kî dît?

1d) Bila ew jî sibê bi te re bên bajarî.

Anku hevok dikare kurt, dirêj yan navînî be. Anku mirov dikare hema-hema bi dûvdilî (keyfî, ixtiyarî, arbitrarily) peyvan li hevokê zêde bike yan jî jê kêm bike. Lê mirov nikare peyvekê li her cihê hevokê zêde bike. Bo nimûne, ev hevokên li jêr li gor kurmanciya giştî xelet in:

– * Malê were!

– * Dît kî te?

– * Te dît kî?

– * Dît te kî?

– * Bajarî sibê bila ew jî bi te re bên.

Gelo çima hevokên wiha di kurmancî de nayên qebûlkirin? Bo çi em dibêjin ku ew xelet in?

Bersiv peyvrêzî ye: hin peyv li cihê xwe yê di hevokê de nehatine danîn lê li cihê hin peyvên din in. Bi gotineka din, di hevokên nimûne de peyv ne di rêz û rista xwe de ne.

Lê gelo ev rêza peyvan di hevokên zimanê me de çi ne? Gelo em ê bikarin wan rêzikan peyda û diyar bikin? Gelo ew rêzik herdem wek hev in yan jî diguherin? Heke biguherin, li gor çi qeyd û bendan diguherin.

Ev nivîsar dê hewl bide bersiva van pirsan bide. Ev vekolîn li ser peyvrêziyê (word order) ye. Anku ev nivîsar li ser rêza peyvan di hevokan de disekine. Berî niha me nivîsarek li ser dengrêziyê nivîsiye ku qeyd û bendên rêzkirina dengan di peyv û kîteyan de vedikole.

Read More »