(Bo beşên din binêrin: 1 û 2.)
Husein Muhammed
Tewfîq Wehbî & C. J. Edmonds: A Kurdish – English Dictionary, 1966
Ferhenga kurdî (soranî) – inglîzî ya Tewfîq Wehbî (Taufiq Wahby) û Cecil John Edmonds[1] li gor agahiya me yekem ferheng e ku – tenê bi nîşankirineke kurt be jî – hewl daye diyar bike ka çi peyvên di ferhengê de bi eslê xwe biyanî ne. Peyvên bi eslê xwe erebî û yên ji zimanên ewropî wergirtî baş hatine diyarkirin. Herwiha li ber hin peyvan jî hatiye nivîsîn ku ji farisî yan ji tirkî ne lê ne li ber hemû peyvên ku bi rastî ji farisî yan tirkî hatine.
Wek din jî ti agahiyên berfireh li ser etîmolojiyê nehatine pêşkêşkirin. Bi taybetî jî, ti zanyarî derbarê etîmolojiya peyvên xwemalî (yan li gor danerên vê ferhengê, xwemalî) nehatine dan.
Emîr Hesenpûr (Amir Hassanpour) di kitêba xwe Nationalism and Language in Kurdistan 1918 – 1985 (Neteweperwerî û Ziman li Kurdistanê 1918 – 1985)[2] de rêjeya peyvan di vê ferhengê de wiha hejmartiye:
Xwemalî Peyvên wergirtî erebî ewropî farisî tirkî Hemû |
5 896 (86.1 %) 945 (13.8 %) 716 (10.4 %) 100 (1.4 %) 73 (1.0 %) 56 (0.8 %) 6 841 (100.0 %) |
Herwiha Hesenpûr diyar dike ku peyvên xwerû yên xwemalî di vê ferhengê de di rastiyê de nêzîkî 3 000 liban in û yên din peyvên pêkhatî yan dariştî ne ku ji du yan zêdetir peyvên xwerû pêk hatine yan jî ji peyveke xwerû û yek yan çend gireyan (pêşgir an paşgiran) hatine çêkirin.
Herwiha hêjayî gotinê ye ku tenê ew peyv wek peyvên wergirtî hatine diyarkirin ku hingê danerên vê ferhengê ji biyanîtiya eslê wan piştrast û dilniya bûn. Her peyva ku ew ji eslê wê ne piştrast bûn, wek peyveke eslê wê diyarnekirî maye û li ser koma peyvên xwemalî hatiye hejmartin.
Ji rêjeyên li jor diyar dibe ku 86.1 % ji peyvên di ferhengê de xwemalî û 13.8 % jî bi eslê xwe biyanî ne. Lê wek ku Hesenpûrî jî diyar kiriye, peyvên xwerû yên xwemalî li gor daneran jî tenê nêzîkî 3 000 peyvan in beramber 716 peyvên biyanî ku dike 81 % xwemalî û 19 % biyanî. Herwiha ev ferhengok biçûk e û tê de tenê nêzîkî 7 000 peyv hene. Piraniya wan peyvên sade û bingehîn yên kurdî ne ku bi eslê xwe kurdî ne. Lê eger ferheng berfirehtir bûya û zêdetir peyvên ne rojane tê de hebûna û herwiha peyvên jiyana nûjen tê de cih bigirta (wek peyvên teknolojiya nû, peyvên aborî û siyasî yên rojavayî û hwd.), rêjeya peyvên biyanî dê zû pir bilindtir bûba.
D. Îzolî: Ferheng kurdî-tirkî tirkî-kurdî 1987 – 2013 (7 çap)
Di ferhenga kurdî-tirkî-kurdî de li ber peyvên ji erebî E û li pey peyvên ji zimanên ewropî jî kurtiya navê wî zimanî (adeten Fr and fransî) hatiye diyarkirin. Ev rê dide xwandevan bizane ku filan peyv ji zimanekî ewropî yan jî ji erebî hatiye. Lê wek din ti agahiyên berfireh li ser etîmolojiya peyvê nehatine dan. Herwiha eslê wan peyvan jî nehatiye diyarkirin ku kurdî ji farisî yan ji tirkî wergirtine. Danerê ferhengê ji Dêrsimê ye û li gor kurmanciya devera wî, gelek peyvên bi eslê xwe ermenî jî di ferhengê de hene lê haya danerê ferhengê ji eslê wan yê ermenî nîne û loma eslê wan yê ermenî nehatiye diyarkirin.
Peyvên ji zimanên ewropî adeten wek peyvên eslê wan fransî hatine nîşankirin tevî ku fransî bi xwe jî piraniya wan ji zimanên din wergirtine (bo nimûne ji yûnanî, latînî, îtalî û hin zimanên keltî). Peyvên bi rêya erebî hatî kurdî wek peyvên bi eslê xwe erebî hatine destnîşankirin tevî ku eslê wan yê nîhaî gelek caran ne erebî lê yûnanî, îbrî, akadî, sûmerî û hwd. e.
Tenê peyvên bi eslê xwe biyanî bi awayekî hatine nîşankirin. Ti agahî derbarê peydabûna peyvên xwemalî û reh û rîşên wan di vê ferhengê de nînin.
Elî Nanewazade: فهرههنگی پههلهوی کوردی (2002 û فهرههنگی ههرمان
Elî Nanewazade bi du ferhengên xwe bi awayekî berçav ronkirina etîmolojiya gelek peyvên kurdî ber bi pêşve biriye.
Di Ferhengî Pehlewî Kurdî (2002) û bi taybetî jî bi Ferhengî Herman[3] (2005) danerê van ferhengan hewl daye ku reh û rîşên peyvên kurdî bi awayekî zanistî bi berhevdanê peyda bike. Ferhenga wî ya pehlewî-kurdî bi piranî li ber wergera farisî ya ferhenga D. N. MacKenzie, ku me pêştir behs kir, hatiye amadekirin. Lê Nanewazade bi du awayan karekî hêja kiriye: hem ferheng li kurdî (soranî) wergerandiye û hem jî tê koşiye ku hevrehên peyvên pehlewî di ziman û zaravayên kurdî de peyda bike. Ji bilî hevrehên wan yên kurdî, daner li gor şiyana xwe hevrehên wan yên avestayî, hexamenişî û heta carinan yên sanskrîtî (ku ew jê re dibêje “hindiya kevn”) jî. Dê gelek biker bûya ku wî hevrehên heman peyvan yên farisî jî pêşkêş kiribana lê wisa dixuye ku mixabin kurdperistiya wî ya tengbîn rê li ber wî girtiye ku wê rastiyê jî bibîne ku farisî jî zimanekî îranî yê ji heman malbatê ye ku kurdî, pehlewî, avestayî û zimanên din yên îranî jî jê ne û ji ber giringiya zimanê farisî ya hezar salên borî di warê edebî û kultûrî de li hemû deverê, neheqiyeke mezin e ku mirov wek Nanewazade bi carekê wî zimanî piştguh bike.
Ji ferhenga pehlewî-kurdî jî giringtir, di vî warî de ferhenga Herman ya Elî Nanewazade ya kurdî bi kurdî ye. Ferheng hewl dide hemû peyvên hemû lehceyên kurdî berhev bike û wan bi kurdî (soranî) rave bike. Ev ne tenê wek teorî maye lê bi rastî jî ji bilî peyvên soranî, di ferhengê de hejmareke pir mezin ya peyvên kurmancî, hewramî û zazakî jî cih girtiye. Ji vê jî giringtir, danerê ferhengê ji peyvên lehceyên cuda-cuda yên kurdî berê xwandevanên xwe dide yekê ji wan û li wê derê formên cuda-cuda yên lehceyî pêşkêş dike, diyar dike ka kîjan bi çi lehceyê ye û heta hevrehên wan di zimanên din jî yên hindî-îranî de (gelek caran sanskrîtî, avestayî, pehlewî, carinan belûçî, peştûyî, lurî, gîlekî tatî, pazendî û hwd.) pêşkêş dike. Lê kêm caran ew hevrehên peyvê bi zimanên din yên hindûewropî (bo nimûne slavî, germenî, romî, keltî…) dide tevî ku di zimannasiya hindûewropî de hevrehên van peyvên kurdî aşkere bin jî (bo nimûne hevrehên peyva “pê” ya bi wateya “ling” di hemû şaxên zimanan yên binemala hindûewropî de peyda dibin lê Nanewazade xwe tenê bi şaxê hindî-îranî ve sinordar kiriye).
Kêmasiya din ya serekî ew e ku gelek caran – ihtimalen dîsa ji ber neteweperistiya xwe ya dijî zimanê farisî – daner hevrehên farisî nade tevî ku hevrehên din yên zimanên din yên îranî – yên qet ne bi qasî farisî giring jî – pêşkêş dike. Mesele ne nezanîna farisî ye ji ber ku daner ji Îranê ye, bi farisî hatiye perwerdekirin û ji lîsteya çavkaniyên wî diyar e ku piraniya zanîna xwe ji berhemên farisî wergirtiye. Lê dîsa jî dexesî û dijîtiya beramberî zimanê farisî rê li ber miameleyeke zanistî girtiye. Li aliyekî din, berevajî ferhenga pehlewî-kurdî – ku tê de Nanewazade qet ti hevrehên farisî nade – di ferhenga Herman de nermbûnek di danerî de hevberî farisî peyda bûye û hevrehên farisî di hin peyvan de dide, bo nimûne li ber peyvên “aw (=av), ba, pê (ling)” lê bo nimûne ne li ber peyva “azad”.
Li aliyê din, Nanewazade bi awayekî bêalî peyvên bi eslê xwe erebî wek ji erebî qebûl dike û berevajî hin kesên din – bo nimûne Cemal Nebez (di beşa pey vê ya vekolîna me de) – hewl nade bi zor û kotekî û nezanistî eslekî kurdî ji wan re peyda bike.
Mixabin di ser herdu bergên yekem (herfên A û B) û duyem (herfên P û T)[4] re zêdeyî deh sal derbaz bûne lê ti beşên din derneketine û em nizanin ka qedera beşên din dê çi be. Lê bi her awayî hêvî ye ku ev ferheng berdewam be ji ber ku di nav ferhengên kurdî-kurdî de ev yek ji yên herî biserketî û birêkûpêk e.
DÊ BIDOME.
__________________________________
TÊBÎNÎ
[1] Bo peydakirinê: http://www.amazon.com/s?ie=UTF8&page=1&rh=n%3A283155%2Cp_27%3ATaufiq%20Wahby%20%26%20CJ%20Edmonds
[2] Binêrin: http://amirhassanpour.ca/?page_id=24
[3] Bloga Zimannas herdu beşên çapbûyî yên vê ferhengê pêşkêşî xwandevanên xwe dike: https://zimannas.wordpress.com/2016/05/04/ferhengi-herman/
[4] Li gor rêzbendiya alfabeya kurdî-erebî, li ber herfa B, herfa P û li pey wê jî tîpa T tê anku P, T ji herfên pêşîn yên alfabeyê ne.
[…] (Bo beşên pêştir binêrin: 1, 2 û 3) […]
LikeLike
[…] beşên pêştir binêrin: 1, 2, 3 û […]
LikeLike
[…] beşên pêştir binêrin: 1, 2, 3, 4 û […]
LikeLike
[…] beşên pêştir binêrin: 1, 2, 3, 4, 5 û […]
LikeLike
[…] beşên pêştir binêrin: 1, 2, 3, 4, 5, 6 û […]
LikeLike
[…] beşên pêştir binêrin: 1, 2, 3, 4, 5, 6, 7 û […]
LikeLike
[…] beşên pêştir binêrin: 1, 2, 3, 4, 5, 6, 7, […]
LikeLike
[…] beşên pêştir binêrin: 1, 2, 3, 4, 5, 6, 7, 8, 9, […]
LikeLike
[…] beşên pêştir binêrin: 1, 2, 3, 4, 5, 6, 7, 8, 9, 10, […]
LikeLike