Cinsgirtina peyvên biyanî di kurmancî de

Husein Muhammed

Wek ku tê zanîn, di kurmancî de du cinsên (zayendên) rêzimanî hene: mê (femînîn) û nêr (maskulîn).

Piraniya navdêran xwedî yek ji herdu cinsên rêzimanî ne. Bo nimûne, ”av, gul, pişt” di kurmancî de mê ne lê ”agir, ser, xanî” nêr in.

Ji bilî peyvên xwemalî yên kurdî, di kurmancî de (wek di hemû ziman û zaravayên dinyayê de), gelek peyvên bi eslê xwe ji zimanên din jî hene. Piraniya peyvên kurmancî yên bi eslê xwe biyanî ji zimanên cîran (erebî, ermenî, farisî, tirkî, aramî…) hatine wergirtin. Vê dawiyê jî gelek peyv ji zimanên ewropî tên wergirtin.

Di hinek ji van zimanan de jî cinsên rêzimanî hene (bo nimûne di erebî, aramî, almanî û fransî de) lê di hinek zimanên din de jî sîstema cinsên rêzimanî peyda nabe (wek mînak di ermenî, farisî, inglîzî û tirkî de).

Peyvên ji zimanên xwedî cinsên rêzimanî tên, carinan cinsê xwe yê rêzimanî di kurmancî de jî wek di zimanê jêder de diparêzin. Bo nimûne, peyva ”dunya” (dinya) di erebî de mê ye û di kurmancî jî cinsê wê her wek peyveke mê tê bikaranîn. ”Opposition” (opozisyon, dijbere, mixalefet) di fransî de peyveke mê ye û wek peyveke mê bi şiklê ”opozisyon” di kurmancî jî cih girtiye.

Lê herdem cinsê rêzimanî yê peyvan di kurmancî de wek di zimanê jêder de namîne. Bo nimûne, ”kitab” di erebî de peyveke nêr e lê di kurmancî de heman peyva ”kitêb, kitab” cinsê mê wergirtiye. Bi heman awayî, ”hôtel” di fransî de nêr e lê gava ku ew wek ”hotêl, otêl” ketiye kurmancî, wê cinsê mê wergirtiye.

Carinan heman peyva bi eslê xwe biyanî di kurmancî de du cinsên rêzimanî wergirtine ku li gor devokan yan tercîha kesan diguherin. Bo nimûne, peyva ”qelem” ya bi eslê xwe ji yûnaniya kevn bi riya erebî ketiye kurmancî. Ew hem bi yûnaniya kevn û hem jî bi erebî peyveke nêr e. Di kurmancî de ew li hin deveran wek peyveke nêr tê bikaranîn (bo nimûne li Behdînan) lê li hin deverên din jî wek peyveke mê tê xebitandin (bo nimûne li Mêrdînê).

Carinan cinsê peyvê heta li ”dor xwe jî ziviriye”. Bo nimûne, peyva ”defter” ya kurmancî dîsa bi riya erebî ji yûnaniya kevn e. Di yûnaniya kevn de ew peyveke mê bû, di erebî de bûye peyveke nêr û gava ku ji erebî ketiye kurmancî, dîsa bûye peyveke mê.

Eger di zimanê jêder de navdêran ti cinsê rêzimanî tine bin, dîsa jî gava ku ew dikevin kurmancî, cinsekî rêzimanî li wan tê barkirin. Bo nimûne, peyva ”kompûter” li nîveka duyem ya sedsala 20an ji inglîzî belavî piraniya zimanên dinyayê bûye û niha di kurmancî de jî cihê xwe girtiye. Wek ku tê zanîn, di inglîzî de navdêran ti cinsên rêzimanî (mê, nêr) nînin. Lê di kurmancî de cinsê mê li peyva ”kompûter” hatiye kirin.

Bi heman awayî bo nimûne di ermenî, farisî, tirkî yan soranî de jî navdêran ti cinsên rêzimanî nînin. Lê gava ku navdêr ji wan zimanan ketine kurmancî, di kurmancî de cinsê mê yan nêr li wan hatiye kirin.

Sebebên guherîna cinsê peyvên wergirtî

Wek ku me li jor diyar kiriye, ”kitab” di erebî de peyveke nêr e û ”hôtel” jî di fransî de peyveke nêr e. Lê gelo sebeb çi ne ku cinsê rêzimanî yê peyvên wek ”kitêb” û ”hotêl” wek di zimanên jêder de nêr nemane û di kurmancî de bûne mê?

Yek ji sebebên serekî yên guherîna cinsê peyvên bi eslê xwe biyanî ew e ku peyv bi piranî bêyî cinsê xwe yê rêzimanî ji zimanekî neqlî zimanekî din dibin. Anku, wek prensîp, her zimanek li gor xwe cinsê rêzimanî li peyvan dike heta eger ew peyv eynî bin jî anku ji zimanekî derbazî zimanekî din bûbin jî.

Di erebî û fransî de cinsê rêzimanî yê nêr serdest e anku piraniya navdêrên wan zimanan nêr in. Lê berovajî wan, di kurmancî de cinsê rêzimanî yê piraniya navdêran mê ye. Loma tiştekî ne ecêb e ku kurmancî li şûna cinsê nêr, cinsê mê li peyvên wek ”kitêb” û ”hotêl” kiriye.

Sebebekî din jî ew e ku gelek caran peyvên bi eslê xwe ji zimanên din – bi piranî yên ji zimanên ne-cîran – ne yekser ji wan zimanan lê bi riya zimanekî cîranê kurdî ketine kurmancî. Bo nimûne, peyva ”hotêl, otêl” ya kurmancî bi ihtimaleke gelekî mezin ne yekser ji fransî ketiye kurmancî lê bi riya tirkî (li hin deran bi riya farisî) ketiye kurmancî. Di haletên wiha de pêşî peyva nêr ya fransî di tirkî (yan farisî) de bûye bêcins û li dawiyê jî di kurmancî de bûye mê.

Kurmancî adeten peyvên ji zimanên din wergirtî dike mê. Bo nimûne, navdêr di farisî û tirkî de bêcins in lê navdêrên kurmancî ji wan zimanan wergirtî hema bêje ji sedî sed di kurmancî de cinsê mê werdigirin. Bo nimûne, ji farisî ”dadgeh, ferheng, rewş, rexne, şoreş…” yan ji tirkî ”aprax/îprex, doşek, koç, oxir/wexer…”

Cinsê hinek peyvên ji mêj ve ji tirkî ketî kurdî jî li gor devokan diguhere. Bo nimûne, peyva ”çax” (dem, wext, zeman) carinan di kurmancî nêr û carinan jî mê tê bikaranîn, wek: ”wî çaxî”, ”wê çaxê”.

Piraniya mutleq ya navdêrên ji zimanên ewropî wergirtî jî di kurmancî de cinsê mê girtiye. Bo nimûne, ”banke, kompûter, otomobîl, sînema…”. Eger hinek peyvên ji zimanên ewropî li hin deverên kurmancî (bi taybetî li Behdînan) wek peyvên nêr bên bikaranîn jî (bo nimûne ”film” yan ”paysikil” anku ”duçerxe, bisiklêt” yan jî ”parleman” anku ”parlemento”), li hinek deverên din yên kurmancî ew peyv jî dîsa wek mê tên bikaranîn.

Herwiha piraniya mutleq ya navdêrên ji erebî jî di kurmancî de wek mê tên bikaranîn heta eger ew di erebî de nêr jî bin. Bo nimûne, peyvên wek ”dikan, hec, îman, îslam, Qur’an…” di kurmancî de mê ne lê eslê wan di erebî de nêr e.

Cinsê hinek peyvên ji erebî di kurmancî de li gor devokan diguhere. Bo nimûne, ”wext, qelem” di hinek devokên kurmancî de jî wek di erebî de nêr mane lê di hinek devokan de jî bûne mê.

Hejmareke kêm ya peyvên ji erebî jî cinsê xwe yê nêr di tevahiya kurmancî de jî parastiye, bo nimûne peyva ”dîn” (ya bi wateya ”bawerî, îman, diyanet, ayîn”).

Di hinek haletên pir nadir de jî cinsê peyvê di kurmancî de nêr e lê eslê wê di erebî de mê ye. Yek ji van peyvên pir nadir ”welat” e (bi soranî ”wiłat”) ku di kurmancî de nêr e lê eslê wê peyva ”wilayet” e ku di erebî de peyveke mê ye. Bi forma xwe ya ”wilayet” ew di kurmancî de jî mê ye.

Kurmanciya Xorasanê (gundê Kelehnû)

Peyam (2)

Peyam Aghdaşî
Payam_70m@yahoo.com

NAVÊ DEVOKÊ YAN DEVERÊ

  • Gundê Kelehnû (bi farsî Qelêno) / Bajarê Kelat Nadir / herêma Xorasan

NASANDINA DEVERÊ

  • Gundê Kelehnû ji aliyê coxrafî Rojhilata bajarê Meşhed û bakûrê bajarê Serexs û başûrê Bajarê Kelat û Rojavaya sinorê Tirkmenistan ku dikeve bajarê mihne (inglîzî:Miana) li Tirkmenistan e, çiyay Gundê Kelehnû li dawiya rêze çiya herî mezin Hezarmecît (Fars : Hizarmescid) e ku rêze çiyeke herî mezin ya kurdê Xorasane ku ji başûrê herêma kurdê Xorasan heta bakûrê kurdê Xorasan rêz dibe.
  • ji aliyê dewletî û siyasî vê gund dikeve bin bajarokê Kelat ku Rojhilat parêzgeha Xorasan ya Îran e
  • ji aliyê ziman gund herî başûr-rojhilatî zimanê kurdî Xorasane êdî başûrê gundê me tenê çend gundê kurd hene û yên din Tat û Fars û…
  • li herêma bajêrê Kelat bilî zarava Kurmancî zarava Lekî jî tê axaftin li gundê Kelenû du ziman tê axaftin yek kurdî bi zarava Kurmancî yek jî Tirkî bi zarava Xarezmî kurdên vê gundê ji zêde eşîreta şêxanin ku dusêd an sêsid sal berê ji bakûrê xorasan bo leşkeriya NadirŞah hatine vir û alîkariya Nadirşah kirin ji bo hemleya ser Hindistanê bike ku jeber vê hinek peyv jî hindistanê ketiye nava kurdiya vê gundê wek (çûrî:bazin, saf/sab : hemû…) lê dîsa jî devoka kurmancî vê gundê wek hemû Xorasan devokek Rojhilatî tê hesibandin. (li pirtûka Tevehodî behsa hatina kurdê xorasan ji Mereş û Riha dike.)

CÎNAV

  • Cînavên kesî yên xwerû:
  • Ez, Tu, Ew, Em, Hûn, Ew/Ewna
  • Nîşandêr
    • yekjimar :
      • Nêzîk: va: Va qelema bide mi. (Vî qelemî bide min.)
      • dûr: ew: Ew qelema bide mi.
    • Pirjimar:
      • Nêzîk: evana, evan, vana: Evana ra hûn jî qelem dibêjin.
      • dûr: ewana, ewan, wana
  • Cînavên çemandî/tewandî:
    • Mi/min, Te, Wî/Wê/vî/vê, Me, we, wan
  • nîşandêr
    • yekjimar :
      • Nêzîk: vî/viya
      • dûr: wî/wê
  • Pirjimar:
    • Nêzîk: Vana
    • dûr: Wan
  • Cînavê veger ”xwe”:
    • Du şikl ji vegerok tê bikar anîn
      • xwe: E xwe ra gep eke/deke : (ew bi xwe re diaxife.)
      • Xwa: We xwa ra gep eke/deke.
      • xwa : ev şikl z^wde li Xorasanê tê bikaranîn lê li gundê Kelenû pir kêm tê bikaranîn.
  • Cînavê pirsiyar taybet:
    • Çere (çawa), Çima, sa çi (bo çi), Çend, Çiqes (çiqas)
    • Kînga, kî, kê, çi, kîjan, çendan

BERHEVDANA RENGDÊRAN

  • Rengdêra berawirdî (komparatîv):
    • Şehr je kelan girtir in : Bajar ji gundan mezintir in
  • Rengdêra berawirdî (sûperlatîv):
    • Kelê me je safê/kullê/ gistê kelan rintir e : gundê me ji hemû gundan baştir e.

HOKER

  • Hokerên giştî:
    • Çereyî, kîngê, çiqas/çend
    • Evîna (eynî, wisa), haka (wisa), weqes
  • Hokerên demî:
    • Duh,pêr, duhnapêr, betirpêr
    • suwe (sibe), dusuwe (dusibe), sêsuwe(sêsibe)
    • îro, îşev, şevê çû (şeva borî, şeva çûyî)
    • suweyî (beyanî, spêde), nîvro,  bedeznîvro (piştî nîvro), êvar, şev
    • îsal, par, pêrar, betirpêrar , par na pêrar
  • Hokerên cihî:
    • vira (vê derê, wira (wê derê), hemû ciya, herder
  • Hokerên bersivdanê:
    • ê/belê, na/nexêr, belkim, şayed

DAÇEK

  • pêşdaçekên bingehîn:
    • e (bi, jê re),  saa/sa (bo), de (di), je (ji), le (li)
      Bo nimûne:

      • Mi e te go. (Min bi te got. Min gote te. Min ji te re got.)
      • Saa min çayek bîne. (Bo min çayekê bîne.)
    • e/de, re, ve
  • Paşdaçek:
    • da, ra, va
  • Daçeka komîtatîv:
    • pê ra

GIRÊDEK

  • lê (lê)
  • saa kê (ji ber ku, bo ku, daku), çonkê, eger,
  • loma, yenê,
  • ta, gava, dare (dare=dubare: êdî)
  • extê (wextê), extê ku (dema ku)

HEJMAR

  • Hejmarên sade
  • 1- 9: yek, dudu, sisê, çar, pênc, şeş, heft, heyşt, nehe/noh, dehe
  • 11-19:
    • Yanzde/yazdeh, diyanzde, sêzde, çarde, panzde, şanzde, hevde, hejde, nazde
      mirovê kalê vê gundê hinek çaran wisa jî dijmêrin:
    • dehûyek, dehûdu… dehûneh
  • 10-90:
    • Deh, bîst, sih, çel, pênceh, şêst, heftê, heyştê, neved (Kalê vê gundê nod jî dibêjin.)
  • 100-1000
    • Sed, hezar
  • H : li van hêjmaran wek hilmî û nerm tê bilêv kirin
  • Rêzî:
    Di çêkirina hejmarên rêzî de li gel hejmara “yek” paşgira “-ê” û bi hejmarên din re paşgira “-an” tên bikaranîn

    • Mamût here kilasê pêncan. (Mehmûd dere/diçe pola/sinifa pêncan.)

ÇEMANDINA/TEWANDINA NAVDÊRAN

  • Tewandina navdêrên nêr bi guherandina A/E bi Ê ye:
    • xênî (xanî), xêzûr (xezûr), bêrîn (beran), mêk (mak)…
  • Paşgira nediyariyê –ek e: Wekî:
    • tiştek, sêvek
  • Raveka pirhejmariyê tenê bi “ê” tê bilêv kirin:
    • Birek sêvê min heyê/hene. (Min bireke/komeke sêvan heye/hene.)
  • Li devokê ji bo pirhijmarê carna “hene” dibêjin lê zêde “heyê” tê gotin.

ÇEMANDINA LÊKERAN

  • Pêşgira berdewamiyê “de” ye:
    • Ez dewêjim. (ez dibêjim.)
  • Pêşgira dema bêt li vê devok bênîşan (ê, dê, wê, yê) tê gotin:
    • Ez bêjim, tu bêjî,… (ne “ez ê bêjim, tu ê bêjî…)

Paşgirên kesî yên lêkeran di demên neborî (dema niha û dema bêt) de:

    • ez dewêjim, tu dewêjî, ew dewêje, em dewêjin, hûn dewêjin, ew dewêjin
  • Dema bêt li pêşgira “bi” tê bikaranîn:
    • Ez sêvek bixwim. (Ez ê sêvekê bixwim.)
  • Formên raweya subjunktîv
    • Ez bixwim, min bixwara, min xwaribûya…
  • Neyînîkirina raweya fermanî bi pêşgira “me-” ye:
    • meke, mewêje! (neke, nebêje!)
    • Lêkera ”bûn” wek forma standard tê gotin
  • Dijwateya “heyê, hene ≠ tune, tunînê
  • ew kurd e, ew kurd in ≠ ew kurd nîne, ew kurd nînin
  • Lêkerên ”birin, dan/dayîn, kirin” di dema niha de wiha diçemin:
    • ez dewem, dedem, dekem (ez dibim, ez didim, ez dikim)
  • Lêkera alîkariyê (karîn, şiyan) di vê devokê de wiha ye:
    • ”eşe kirin, kaynîn: eku/dekuy”
      • Ez eş ekim, tu eşe ekî, ew eşe eke, em eşe ekin, hûn eşe ekin, ew eşe eken
      • Ez kaynim, tu kaynî, ew kayne, em kaynin, hûn kaynin , ew kaynin
      • Ez ekum, tu ekuy, ew ekuy, em ekuyn, hûn ekuyn, ew ekuyn
    • Lêkera alîkarî zêde “eş kirin” û “kaynîn” tên gotin, lê “eku” an “dekuy” kêm tên bikaranîn.
  • Lêkera ”çûn” di dema niha de wiha diçeme:
    • Ez herem. (ez diçim/derim.)
    • Ez narem. (ez naçim/narim.)
  • Lêkera “hatin” di dema niha de wiha diçeme:
    • Ez têm.
    • Ez nêm. (ez nayêm.)

DENGNASÎ

  • Komdengê ”xwe-” wekî ”xe” tê gotin
    • xe, xeş, Xedê (xwe, xweş, Xwedê)
  • Komdengê ”xwa-” wek ”xa-” tê gotin
    • xarin, lingxas (pêxwas)
  • Li hinek deran komdengên “o, û“ di nava peyvê de diguhere û dibe “ü / -wî-“:
    • xwîn/xün (xûn), sür/swîr (sor), güz/gwîz (gûz), kü/kwîn (kon), kür/kwîr (kor)…
  • H-ya li dawiya navên hejmarên 11-19 nayê nîne.

Rewşa vê devoka

  • Wekî min berê jî got ev devok ji ber leşkeriya Nadirşah û çûyîna wan ser Hindistanê û kom bûna çend eşîre wek şêxan û reşan û erdelan û… û koçber bûn ji kurdistanê, gelek guherîn taybet diye, lê mixabin ev taybetmendî ku li gundin vê herêma tê dîtin jiber hatina Tirkan van salan xerab bûye û gund ji bo peywendî mecbûr bûne Farsî xeber den û zarokê 15 heta bîst salî tenê Kurdî fahm dikin lê bi xwe napeyivin.

Binêrin herwiha:
– Îkram Baban:
Devoka Panosê
– Reben Celikan: Kurmanciya reşiyan (Konya)
– Têngiz Siyabendî: Kurmanciya Ermenistanê
– Sadiq Der Goyî: 
Devoka Goyan
– Oruç Sural: Devoka Xoçvanê (Erdexan)
– Amed Çeko Jiyan: 
Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt)
– Fatih Aydin: Devoka Semsûrê
– Miradxan Şemzînî: 
Devoka Şemzînan
– Orhan Agirî: 
Kurmanciya herêma Agirî
– Îsmaîl Taha ŞahînDevokan hacan ji eşîra ertoşiyan
– Raman EhmedTaybetmendiyên devoka Kobankî
– Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê
– Husein MuhammedTaybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
 Qasimê XelîlîTaybetmendiyên kurmanciya Torê
– Mehdi JafarzadehKurmanciya Deregezê

Xebatên zimanî di navbera lehceyan de

 

Husein Muhammed

Salanu

Wek diyarî bo mamê hêja Îsmaîl Şahîn

 

Van çend dehsalên dawiyê xebatên li ser lehceyên cuda yên zimanê kurdî zêde û berfireh bûne. Hin ji wan lêkolînan bi kurdî û hinek jî bi zimanên din in.

Lêkolînên zimanî yên bi kurdî adeten li ser wê lehceyê ne ku kitêb bi xwe jî pê hatiye nivîsîn. Bo nimûne, kitêbên zimanî/rêzimanî yên bi kurmancî bi piranî behsa taybetmendiyên kurmancî, yên bi soranî qala taybetmendiyên soranî û yên bi zazakî jî aqlebe behsa xusûsiyetên zazakî dikin.

Lê herwiha bi taybetî vê dawiyê hin berhem bi lehceyeke kurdî li ser lehceyeke din jî ya kurdî hatine pêşkêşkirin. Hinek ji van berheman hewl didin qisekerên lehceyekê hînî lehceya din bikin lê hinek jî tê dikoşin wekhevî û cudahiyên du yan zêdetir lehceyên kurdî bi xwandevanên xwe binasînin.

Hinek ji berheman kitêb an nivîsarên li ser rêzimanê ne. Hinekên din jî ferhengên dulehceyî yan pirlehceyî ne.

Di vê nivîsara xwe de em ê van xebatên bi lehceyeke kurdî li ser lehceyeke din ya kurdî binasînin. Herwiha wek diyariyeke bo sala nû ya 2018 em ê piraniya van berhemên hêja di malpera Zimannas de bixin ber destê xwandevanên kurdî.

Read More »

“Mîrname” – derdê duh û îro

Husein Muhammed

 

Helbestvanê neteweyî yê kurdan Ehmedê Xanî bi huner û hinêra xwe, bi dûrbînî û nûxwaziya xwe ne kêmî William Shakespeareyê inglîzan, Miguel Cervantesê spaniyan, Giovanni Boccaccioyê îtaliyan, Marthin Lutherê almaniyan yan Voltaire’ê fransiyan e.

Li ser her yekê ji van bi hezaran lêkolîn hatine kirin, bi milyonan pirtûkên wan û yên li ser wan hatine firotin. Ew ne tenê bi pirtûkên xwe lê her wiha bi mûzexane û peykelên xwe, bi berhemên wêjeyî û dokumentarî tên bibîranîn û rêz li wan tê girtin. Ne tenê bi dehan lêkolînên ji alî û aspektên cuda-cuda ve li ser jiyana wan hatine kirin lê jiyana serdema wan, kesûkarên wan, pêşrew û paşrewên wan jî hatiye vekolîn û hilkolîn. Ev lêkolîn jî ne ku kêm dibin lê ew lêkolîn bi xwe jî rê li ber vekolînên nû vedikin.
Mirname

Lê yê me, Xaniyê bilîmet lê bêxwedî? Ji her hezar kurdan yekî tenê jî berhemên wî ne tenê bi temamî nexwendibin, belkî carekê dest nedabe berga wan jî, heta ihtimal e ku ew bi çavên xwe jî nedîtibin. Xelkê jiyana yên xwe bi derziyê vekolîne, yê me em hê ji sala welidîn û ya wefata wî biguman in. Xelk dizane ka têkiliyên nivîskarên wan yên neteweyî bi xulam û xidamên wan re çawa bûn, me hê hay ji peywendiyên nivîskarê xwe yên bi mîr û mezinên wî re nîne. Vekolînên xelkê roj bi roj berfirehtir dibin, yên me vedîtina rastiyên bingehîn jî êdî roj bi roj dijwartir dibe.
Read More »

Heywan bi mecazî

HEYWAN1

Kovara Kanîzar bi hevkarî li gel koma ”Zimanê Kurdî” li ser Facebookê

Hejmareke ne kêm ya navên heywanan ne tenê bi maneya wan heywanan lê herwiha li cihê hin rengdêran wek sifet bo behskirina mirovan jî di kurdî de tên bikaranîn. Gotinên wek, ”filan kes ker e” anku bêaqil e, ”bêvan kes bilbil” anku bo axivînê zîrek e yan ”filan kec_/jin xezal e” anku spehî û delal e, di kurdî de pir tên bikaranîn.

Li ser vê mijarê, me suhbet di koma ”Zimanê Kurdî” ya li ser Facebookê de vekir û ji endamên komê pirsî, gelo navê c_i heywanan bi mecazî wek rengdêr tên bikaranîn.

Kerem bikin li encamên pirsa me binêrin.

 

baz şerxwaz; wêrek

beran serhişk, bêtirs

beraz xirab, neqenc, bedxwaz, bedniyet

berx delalî, dilber, ezîz, xweştivî, xoşewîst

bilbil xweşbêj, xweşaxiv, zûaxiv, zûbêj

bizin biînat, serhişk

caş, cehş dijminê gelê xwe, xaînê miletê xwe

çêl, çêlek zêde qelew

dêl, dêhl, dêhlik qehbe, fahîşe, jinên bêedeb

dîk, dîkil qurre, metho, pozbilind

elok pozbilind, metho, xwemezinker

fêrik (çûçelkên mirîşkan) keçên spehî

ga, gamêş zêde mezin, zêde gir

golik zêde gir yan qelew

gur, gurg çavbirsî, çarbirçî, hesûd; hov, dirrinde

hacîreşk, hechecîk pîroz

heywan bêedeb, bêmarîfet, nezan

hêştir nelihev, zêde dirêj û loma kirêt

hirç gir, girs, zexm; tirsnak; bêserûber, porr-neşehkirî

hût pirr gir û zexm; zêde bixwere

karik nesekinî, netebitî, şûm, neqet

kavir gêj, bêhay

keftar rezîl

ker bêaqil, bêhiş, nezan, cahil

kevok aştîxwaz; evîndar; spehî

kirnî xwînmêj

kund bedbext, wêranî

kurebeşk qelew

kûçik kole, bindest (bidin ber se, seg)

kûsî, kûsele hêdî, ne bilez

legleg zêde dirêj û zeîf

mar xirab, bêwijdan, bêbext

meqesok biziyan e lê hay ji xwe nîne

meymûn kirêt, kirh, ne spehî; bêedeb

mêrû, mûrî hûrik, pir biçûk

mêşa mirî tembel, tiral, keslan, bêxîret

mih, mî sernerm; newêrek; miskîn, bêdeng

mirîşk newêrek; xewto, pirxew

pepûk reben, perîşan, bêçare

piling wêrek, cesûr, bicesaret, bêtirs

qijak zeîf, qels

rovî, rûvî hîlebaz, hîleker, teşqeleçî

qaz spehî, bedew, xweşik, ciwan, delal

se, seg pîs, heram

şêr wêrek, cesûr, bicesaret, bêtirs

tajî beza, zûbez, kesê ku bi lez dibeze

têtî tenê, bêkes

werdek keça meşa wê bi şox û şeng

xezal spehî, bedew, xweşik, ciwan, delal

 

 

EDAT ZAZAKÎ DE

Nivîskar???

Hetanî ewro, hem kurmanckî de hem kirdkî de edatan ser o xebatêka bi taybetî nêvirazîya ya. “Grûba Xebate ya Vateyî” edatan ser o xebatêk viraşta û kitabê rastnuşê xo de na xebata edatan neşir kerda.
La çîyêko ez wazena vajî edatan ser o yew tehlîl/analîzêko xorîn nêvirazîyo. Hem nê rastnuşî de hem zî gramerê ke hetanî nika ameyê nuştişî de edatê eslî ameyê motiş.
Na kêmanîya xebata edatan tena kirmanckî de ney, kurmanckî de zî esta. Xebata Mîr Celadet Bedirxanî û yê Roger Lescotî de zî edatî bi heme awayê xo îzeh nêbenî.
Mi zî zafane “Rastnuştişê Kirmanckî” yê ke “Grûba Xebate ya Vateyî” amade kerde ra îstîfade kerdo. Û seba ke lokalî/mehelî ra dûrîyê û seba ke xebata standartîzasîyonî xo rê esas girewtê, mi reyna “Kirmancca/Zazaca dîl derslerî yê Denîz Gunduzî û Kitaba Munzur Çemî “Kirmancca (Zazaca) Gramer ra îstîfade kerdo.
Mi zî sey nê xebatan kerdo û ez çarçewayêka tenge de edatê eslî ser o vınderta. Ez do înan pêşkêşê munaqeşeyanê şima bikerî.

Edat bi eslê xo, çekuyêka erebkî ya. Kurmanckî de tera vanê “Daçek”. Tirkî de zî tera vanê “Îlgeç”. Franskî û îngilîzkî de zî tera vanê “preposition”.

Heme ziwanan de û kirmanckî/zazaki de hetê wezîfeyî ra çekuyî benê di beşî. Beşêk tera bi sereyê xo wayîrê mana yê. Sey: kera, dare, kitab, bê, şo, biwere. Seke şima zî vînenê manaya nê çekuyan esta.

Beşêk tera çeku estî ke bi sereyê xo manaya înan çin a. Sey: ra, de, hetanî, bi, bê, ro, rê, ser o, pê, di, û, ûsb…

Bi tarîfêko bîn heme ziwanan de manaya çekuyanê name û karan esta. Seke mi cor de zî sey nimûne nîşan dabî . Û heme ziwanan de tayê çekuyî estî ke manaya xo çin a. Nê çekuyê bêmana her çiqas ke manaya xo çin bo zî, cumle de, ziwanî rê xizmetêko zaf pîl kenî. Mana danê çekuyan, eleqeyê çekuyan virazenê, ca û demê înan ramojnenê. Kirmanckî de nê çekuyan ra vanê edat.

Bêguman bê edatan tayê çekuyê bînî zî estî ke manaya xo çin a. Sey manaya bestoxan û sey manaya tayê înterjeksîyonan. Hetanî ke tayê ziwanzanê tirkan estî ke hemîne ra vanê edat. Edatê esilî, edatê bestoxî, edatê înterjeksîyonî.

Edatî ruhê ziwanan ê. Ziwanêk de edatî çend zafî bê o ziwan hende ganî yo. Edatî dewlemendîya ziwanî yê.

Kirmanckî de edatî zî wayîrê wazîfeyan ê. Eslê xo de bi sereyê xo manaya edatan çin a. Edatî cumle de wezîfedar ê, wayîrê wezîfeyan ê.

Nimûne:
Ez keye ra yena.

Na cumle de çar çekuyî estî. Nê çekuyan ra manaya çekuya “ra” yî çin a. Labelê na cumle de “ra” manaya “cayêko tera ameyo vejîyayîş girewta yan zî a mana dana”. Hem zî mîyanê ameyîş û keyeyî de yew mana ronaya, yew mana viraşta. Manaya cayêko ke ez tera vejîyaya dana. Yanî ca nawnena. Manaya “den” î yê tirkî girewta.

Taybetîyê edetan
1- Kirmanckî de tena bi sereyê xo manaya edatan çin a. Ancax edatî cumleyan de mana gênê û mana dana çekuyanê bînan.
2-Ziwan yanî qalkerdiş bi nê edatan yeno fehmkerdiş.
3-Edatî seba ke mabênê çekuyan de yew eleqe nanê ro, çekuyê wezîfedar ê. Seba ke edatî mîyanê çekuyan de eleqe nanê ro, înan ra “çekuyê hetkarî/ardimkerdoxî” zî vajîyeno.
Mi bi koçike werd. Na cumle de edatê “bi”yî werdişê kesî û werdî virazeno. Eleqeya werdişî virazeno.
4-Edatî gama ke zereyê cumleyan ra bêrê vetişî manaya a cumleye yan vurîyena yan manaya cumleyî xerepîyena yan zî cumle bena bê mana.
Nimûne:
Ez bi koçike werd/î wena. Eke ma na cumle de edatê “bi”yî vejî, cumle bena “Ez Koçike Werdî Wena”.
Ez bi huye erd kenena. Eke edatê “bi”yî vejîyo, cumle bena “Ez huye erd kenena”.
Mi lajê Ehmedî ra va: Eke edatê “ra” vejîyo cumle bena “Mi lajê ehmedî va”.
5-Edati ge-ge benê preverb (verkar) û bi karan reyde şuxulîyenî. Nimûne:
Pêgirewtene/girewtêne pê. Yakalamak.
Rakewtene/kewtene ra : yatmak
Rokerdene/kerdene ro: dökmek
Dekerdene/kerdene de:doldurmak
Derutene rutene de: temîzlemek
Baldarî: seke şima cor de vînenî edatê ke bîyê preverb eke bêrê verê karan, bi karan beste nusîyenê. Eke nêbî preverb û karan ra dima bêrê karan ra cîya nusîyenê.
6-Kirmanckî de edati çekuyanê bînan ra ciya nusîyênê. Tayê edatî Ge-ge yenê verê nameyan û bi nameyan ya nusîyênê û înan kenê sifet:
Lajeko bêaqil:akilsiz
Merdimo bêbext:kaleş, gûvensîz
Cinîka bêare:arsiz
Wendekara biaqile: akilli
Bero biasin: demîrlî kapi
7-Ziwan bi edatan şiur gêno û bi edatan yeno fehmkerdiş. Mi cor de madeyê çarin de bi cumleyanê nimûneyan nîşan dabi. Eke edatî cumleyan ra bêrî vetiş/eştiş, manaya yê cumleyan vurîyena.
8-Edat yew mana dano rewşa çîyan/objeyan. Dem, ca, rewşa çîyan nîşan dano.
Nimûne:
Ez keye ra êna/êna. Na cumle de “ra”rewşa keyeyî ra abirîyayiş naweno. (ayrilma halî. Den-dan halî)
Mi dare ra tera kerde. Na cumle de zî reyna edatê “ra”yî eynî mana de şuxulîya yo.
Ez to ra vana. No “ra” zî manaya “e”/”a”ya tirkî dana.
9- Her cumle de tayê name yan zî çeku estê ke a cumle de sereke yê, temaya a cumle de rolê ê çekuyan esas a. Edatî yan yenê vernîya ê çekuyan yan zî yenê peynîya înan.
Mi bi koçike werd. “bi” veredat o. Koçike hecetêko/aletêko pê werd ameyê werdiş o. Na cumle de “bi” mana daya koçike.
10- Eleqeyêko zaf muhîm mîyanê edat û zemîran û nameyan de esto. No eleqe dîyalekta kurmanckî de zî esto. Ma zanê ke kirmanckî de di beşî zemîrê kesî estî. Yew beş halê sadeyî deyo. (ez,ti,o,a,ma,şima,ê.) yew beş zî halê anteyî deyo.(mi,to,ey,aye,ma,şima,înan.)
Zaf edatî bi zemîrê grûba ante reyde ênê/yenê şixulnayîş. No qural kurmanckî de zî û kirmanckî de zî eynî yo.
Nimûne:
Peyedatê ke zemîran ra dima yenî, bi zemîrê kesî yê grûba dîyine şuxulîyenî.
Ez do ey ra vaja. Demo ameyox……
Ez to ra vana. Demo nikayin/demo hîra.
Mi, ey ra va. Demo vîyarteyo dîyar.
Mi ey ra vato. Demo vîyarteyo nedîyar.
a-Nê zemîrî pêro zî halê antî de yê.
b-Nê zemîrî pêro zî “zemîrê kesê dîyin ê nêrî yê.
Eke ma herinda nê zemîran de kesan binusî.
Ez do Ehmedî ra vaja.. Demo ameyox……
Ehmet do keye de bimano.
Ez Ehmedî ra vana Demo nikayin/demo hîra.
Mi Ehmedî ra vat Demo vîyarteyo nedîyar.
Mi Ehmedî ra vato demo vîyarteyo nedîyar)
Seke şima zî vînenî, “KÎPÊ XEBERAN” de karê transîtîfî de kesê nêrî ra dima edatî “ra”yî bêro, o keso nêrî ancîyeno.
Eke nê kesî makî bê:
Ez do Eyleme ra vaja. (demo ameyox)
Ez Eyleme ra vana.(Demo nikayin)
Mi Eyleme ra vat.(demo vîyarteyo dîyar)
Mi Eyleme ra vato.(demo vîyarteyo nedîyar)
Nê kesî makî yê la sey nameyê nêrîyan rewşa ante de bî zî înan ra dima suffîksî nênusîyê, halê sadeyî de yê.
Winî aseno ke kesê ke makî bê bi edatan reyde rewşa sadeyî de nusîyenê.
Eke nêrî bê bi edatan reyde wîna nusîyeno.
Bi veredatan reyde nuştişê çekuyanê nêrîyî
Dewe de nan ebe/bi dest werîyêne. (Dest halê sadeyî de nusîyo.)
Bê çakêt meveje teber. (çakêt nêrîyo halê sadeyî de nusîyo.)
Merdim pê lingan şono serê koyî.
Tayê bîyê har sey vergan zurrenê.
Pîyê mi ver bi Dîyarbekir şono.
Pîyê mi ro Çewlîg şono.
Zimbêlî ro to yenî. (to zemîrê kesê ante) zimbêlî ro Ehmed/Ehmedî yenî.

EDATÊ KIRMANCKÎ YÊ ESLÎ
Kirmanckî de edatî goreyê cayanê xo benê hîrê beşî
1-Veredat (prepozîsyon)
2-Peyedeat (postpozîsîyon)
3-Hem veredat hem pey edat

1-Veredat (prepozîsyon)
Gramerê ke hetanî ewro ameyê nuştişi de hûmar û nameyê veredatan winî tesbît kerdî.
“bi” “be/”eve”,”ebi”, “ebe”, ”ve”
“bê”
“pê”
“Se”/”sey
“Ver bi”
“ro”

“bi”
Dewe de nan ebe dest werîyêne.
Ma bi otobose şîy dewe.
Demo verên de nêçîrvanî eve tîre şîyêne nêçîr, nika eve tifing şonê. MÇ.(eskîden avcilar okla ava gîderlerdî şîmdî tûfekle).
Ganî merdim bi aqilê xo hereket bikero.
Ez bi qelebalixê înan werişta.
Ez şona bi sûke. (Het, îstîqamet mojneno.)
Ey îman bi Homayî ardo. Bawerî û amac
Bi homa zûrî tede çin a. Bi quran ez şîya! Sondan virazeno.
Baldarî: “bi” ya ke veredat bo cîya nusîyêna. Bi ya ke rolê prefîksî de ya û çekuya nameyî kena sifet pabeste nusîyêna.
Nimûne.
Lajeko biaqil.
Veyveka bixêre.
Zamayo bikeyf.

“Bê”
manaya –siz/suz ê tirkî dano nameyan. Manaya negatîfîye dano çekuyan
Ez bê bela, şima ra nêgêrena. (manaya negatîfîye de)
Bê awe cu nêbeno.
Ez bê to linge nêerzena teber.(bê, manaya negatîfî, manaya bê kesî zî, manaya xoserî zî dano)
Bê çakêt meveje teber.
Baldarî: “bê” ya ke veredat o cîya nusîyêna. “Bê” ya ke prefîks a pîya nusîyêna.
Nimûne:
Dara bêawe huşk bîya.
Însanê bêbextî zêdîyê.
Eskero bêçek dewan ra gêreno.
Cinîka bêderde huyena.

“Pê”
No edat zî manaya “île”yê tirkî dano çekuyan. Manaya reyde de zî şuxulîyeno.
Ma pê makîna kincê xo deştî.
Merdim pê lingan şono serê koyî.
Çaye girênayîya, pê koçike fekane.
Şima pê ey yarîyanê xo kenî
(pê yo ke wezîfeyê “preverb”î de bişuxulîyo zî esto.)
(Balişnayê pemeyinî nişenê pê wa./balişnayê pemeyinî pênişenî)

“Se”/”sey”
No edet “manaya “gîbî”,”benzetme”,”îhtîmal” a tirkî dano nameyan, çekuyan.
Kerga bêyewme sey dîkan vêndena.
Ez nêweş a, sey ke adir mi paştî ser wekerde bo, ez wina veşena.
Tayê bîyê har sey vergan zurrenê.
Herkes sey ma însan o.
Emşo sey ke varan bo.(îhtîmal)
Ez sey to nîya. (ben senîn gbî degîlîm./ben senîn kadar degîlîm.)
Ti se birayê xo biwana/biwanî

“Ver bi”
Îstîqametî mojneno.
Ez ver bi to yena.
Şar ver bi a dewe şono.
Pîyê mi ver bi Dîyarbekir şono.
Leglege ver bi leyîranê xo perrena.

“ro”
Manaya rewşa “e/a”ya tirkî de şuxulîyeno. No “ro”, yanî royê veredatî gramerê ke ameyê nuştiş de çın o. Ro yo ke veredat o ferhengê “Grûba Xebate yê Vateyî” de esto.
Nê nimûneyan dano:
Ro xo ameyene: hol bîyayene, (iyiyleşmek) ferhen
Ro xo nayene: îtîraf kerdene. (îtîraf etmek)
No çakêt/şak/setre zaf ro to ame. (bu çeket sana çok yakişti.)
No ro mintiqaya Lîcêya Dîyarbekirî û Qezaya Pasurî de zaf şuxulîyeno. Na mintiqa ra çend cumleyê nimûneyî.
Ez ro dewe şona. (hetî/îstîqametî nîşan dano. Yonelme durumu)
No çakêt zaf ro to êno. (herinda “a”ya tîrkî)
Zimbêlî ro to ênî.
To cayê ma kerd teng. Bineyke ro ver şo. (îstîkamet)
Ro pey bê. (îstîkamet.)
Ro ehmedî biewnî.
Baldarî: no “ro” gama ke na mana de bişuxulîyo yanî gama ke manaya “a/e”ya tirkî de bişuxulîyo gama ke veredat bo “ro”yî ra dima name/zemîr yeno. Kar nîno.
Nimune:
Ez ro êna. Nêbeno. Çunke “ro”yî ra dima kar ameyo.
Ez ro to êna. Beno. Çunke “ro”yî ra dima name/zemîr emeyo.
Ez ro ewnîyena. Nêbeno çunke “ro”yî ra dima kar emeyo.
Ez ro ey gêrena beno. Çunke “ro”yî ra dima zemîr ameyo.
Ez ro ci gêrena. Beno çunke “ro” yî ra dima “ci” yeno. Ci name/zemîr o.
Etya/tîya lingê mi de viro vejîyo, mi pira bi kardî ter de“ro” mi bîya cedewe (kronîk).

2-Peyedat (postpozîsîyon)
“rê”
“r”
“de”/“der”
“ser o”
“ra”
“ro”
“ya”
“rê”
Tayê cayan de “rî”, “ri”, “re” yan zî “r” vajîyêno. (No edat manya“a” û “e” ya tirkî dano rewşa nameyan.)
Purê belxurî, balişnayan rê hinî weş yeno.
Neqebêk ma rê vinê, ma etya ra şê.
Ez ey rê sanikan vana.
Aye ma rê hîkayeyê dîyesê êlule va.

“r”
Uca r’a. ordadir
Ez tîya r’ a. ben burdayim.
Ez înan dime r’ a.

“de””der”
No edat zî manaya “de”, “da” ya tirkî dana nameyan. Rewşa menda dana. (kalma halî) (Mintiqa ya Dêrsimî de…de…der,…di,…dir MÇ)
Ez binê dare de roniştî bîya.
Zulim û vêşanîye zaf a, milet tenge der o.(Zulum ve açlik çok, milet sikintidadir.)
Na kêneke dersa xo de zaf serkewte ya.
Dîyarbekir de çi est o, çi çin o?

“Ser o”
Manaya ûzerinde ya tirkî de şuxulîyêna..
Mîlçike gilê dare ser o ya.
Ma a babete ser o zaf munaqeşe kerde.
Mal û milkê ma ser o pê nêkenê.
Qeleme masa ser o ya.
Belkî vîst hezarê mi ser o şi.

“ra”
1-Manaya “den” ê tirkî dana. Rewşa abirîyayîşî dana.
2-Ge-ge zî rewşa belîkerdişê nameyan de şuxulîyena.Rewşa “i”,“î””e” ya tirkî dana.
(“ra” ya preverb zî esta. Şan de televîzîyon motêne ra. Ramotêne.)
Serê sibay ra çeperîyê. (sabahtan berî çabaliyor. “den” halî.)
Ez dare ra tera kena. (agaçtan kesîyorum. “den” halî)
Wendekarî kitaban mi ra wazenî.
Dewe ra ame
Ez keye ra ameya.
O, kêneke ra hes keno.( o kizi sevîyor. Manaya “i”,”î”ya tirkî dana.)
A suke ra gêraya. (o çarşiyi dolaşmiş.)

“ro” (n)
“ro” yê peyedatî manaya “den”ê tirkî dano. Ge-ge zî manaya “e” ya tirkî dano.
No veng ko ro yeno. (bu ses dagdan gelîyor.)
Sambore dare ro ancîya şi dîyar. (sincap agaçtan yukariya dogru tirmandi.)
Ana qorrîyêk kewt Eşî ro. (Eşreften oyle bir çiglik çikti kî.)
Ti çakuçî danê mixî ra/ro.(sen çekîçî çîvîye vuruyorsun. Manaya “e”ya tirkî de şuxulîyayo.)
Kardi meşka heywani ro kerda.(bıçağı hayvanın karnına batırmış.)
Pantolî bi leze kerdî lajeki ro û rusna mekteb.(çocuğa çabucak pantolununu giydirerek okula gönderdi.)

“ya”
Ez sedemê şima ya ameya. (ben sîzîn îçîn geldim. Manaya îçîn î de şixulîya ya.)
Mi tutanê xo ey ya şawitî. (çocuklarimi onunla gonderdim. Manaya li, île dano.)
Mêrdek di xizmekaran zî kênaya xo ya şaweno. (rast. MÇ.)(adam îkî hizmetçiyi de kiziyla gonderdi. Herinda la, île de şixulîyo.)

3-Peyedat û veredat pîya
Nê edatî bi eslê xo veredat û pey edatê. Nê her dî edatî resayê pê û bîyê yew grûb.
“bi…..ra”
“di…..de”
“ede….de”
“a……..ra”
“beyntarê…de”
“bi……ya”/”bi….a”
“bi……bê”/”ebi…bê”
“peyê…ra”

“bi…..ra”
Ez bi Roşanî ra şîya.
Dewijî bi înan ra şî dewe.
Ti bi kamcî ra wanena?

“di……..de”
Qelemî di qutî de yê.
Di dewe de lej kerdê.
Di fekê ey de dindanî nêmendî.

“ede……de” (na grûba edatan ca mojnena.)
“O ede rayirê koyî de tena mendîbî.
“Xidê Momidî, ede raya trena Erzînganî de gureyêne.

“a……..ra”
Lajek çinayanê xo dano a xo ra.
“beyntarê …. de”
Beyntarê ma de çîyêk çin bî.
Beyntarê ma de pird esto.
Beyntarê koyan de newalî estî.

“bi…….ya/bi…..a”
To bi koçike ya werdo.
Here bi cehşike ya remaya.
O bi pereyan a remayo.

“bi……..bê”
Ey bi sîleh bê xo, xo kişt.
Ti bi estor bê xo şîy dewe.
Şima bi çiman bê xo dî.
Mi teyr ede halên de pêgirewt”. (Munzur Çem kirmancca (zazaca) Gramer).

“Peyê…… ra” “bi…..ra”
Ez bi Roşanî ra şîya.
Dewijî bi înan ra şî dewe.
Ti bi kamcî ra wanena?

Wendekar peyê texteyî ra vejîya.
Kitab peyê defterî ra ginayo war.
To peyê Ehmedî ra qalî kerd.
Mi sere de qala taybetîya edatan kerdîbî. Nê taybetîyan ra yew tera zî eleqeyê zemîran û edatan o.

10- Eleqeyêko zaf muhîm mîyanê edat û zemîran û nameyan de esto. No eleqe dîyalekta kurmanckî de zî esto. Ma zanê ke kirmanckî de di beşî zemîrê kesî estî. Yew beş halê sadeyî deyo. (ez,ti,o,a,ma,şima,ê.) yew beş zî halê anteyî deyo.(mi,to,ey,aye,ma,şima,înan.)
Zaf edatî bi zemîrê grûba ante reyde ênê/yenê şixulnayîş. No qural kurmanckî de zî û kirmanckî de zî eynî yo.
Nimûne:
Peyedatê ke zemîran ra dima yenî, bi zemîrê kesî yê grûba dîyine şuxulîyenî.
Ez do ey ra vaja. Demo ameyox……
Ez to ra vana. Demo nikayin/demo hîra.
Mi, ey ra va. Demo vîyarteyo dîyar.
Mi ey ra vato. Demo vîyarteyo nedîyar.
a-Nê zemîrî pêro zî halê antî de yê.
b-Nê zemîrî pêro zî “zemîrê kesê dîyin ê nêrî yê.
Eke ma herinda nê zemîran de kesan binusî.
Ez do Ehmedî ra vaja.. Demo ameyox……
Ehmet do keye de bimano.
Ez Ehmedî ra vana Demo nikayin/demo hîra.
Mi Ehmedî ra vat Demo vîyarteyo nedîyar.
Mi Ehmedî ra vato demo vîyarteyo nedîyar)
Seke şima zî vînenî, “KÎPÊ XEBERAN” de karê transîtîfî de kesê nêrî ra dima edatê “ra”yî bêro, o keso nêrî ancîyeno.
Eke nê kesî makî bê:
Ez do Eyleme ra vaja. (demo ameyox)
Ez Eyleme ra vana.(Demo nikayin)
Mi Eyleme ra vat.(demo vîyarteyo dîyar)
Mi Eyleme ra vato.(demo vîyarteyo nedîyar)
Nê kesî makî yê la sey nameyê nêrîyan rewşa ante de bî zî înan ra dima suffîksî nênusîyê, halê sadeyî de yê.
Winî aseno ke kesê ke makî bê bi edatan reyde rewşa sadeyî de nusîyenê.
Eke nêrî bê bi edatan reyde wîna nusîyeno.
Bi veredatan reyde nuştişê çekuyanê nêrîyî
Dewe de nan ebe/bi dest werîyêne. (Dest halê sadeyî de nusîyo.)
Bê çakêt meveje teber. (çakêt nêrîyo halê sadeyî de nusîyo.)
Merdim pê lingan şono serê koyî.
Tayê bîyê har sey vergan zurrenê.
Pîyê mi ver bi Dîyarbekir şono.
Pîyê mi ro Çewlîg şono.
Zimbêlî ro to yenî. (to zemîrê kesê ante) zimbêlî ro Ehmed/Ehmedî yenî.

KURDÎZAR: ferhenga soranî – kurmancî: L

husein

Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammedî ye. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî, li bin L î wateya L-ya qelew dide, li bin H tê maneya H-ya wek di peyva “heft” de (ح).

 

L l ل 

 

la al, alî, rex, hêl; cem, nik, bal, ba, dev; ber; neserekî, duyem; dor, derdor, dorber; pirt, par, pişk

~ birdin dan / birin aliyekî

~ çûn xwe vedan, xwe dan aliyekî, ji rê rabûn, veder bûn, rêya kesekî / tiştekî kirin

~ danan danîn / deynan aliyekî

~ dan dan alî, dan rexekî, ji ser rê rakirin, veder kirin, vedan

~ kirdin berê xwe dan

~ lê kirdin alîkarî kirin

~ tê kirdin pişta / guhê xwe danê, pûte pê nekirin, giringî nedanê

xo ~ dan xwe vedan, xwe dan aliyekî, veder bûn, ji ser rêya kesekî / tiştekî rabûn

lababet albabet, babeta duyemîn / neserekî

labar albar, tiştê li gel barê serekî tê barkirin

laberhem alberhem, berhema neserekî / duyemîn

labiraw dayî / birî aliyekî

lacang cênîk

lacîwerd lacîwerd, şînî zelal

laçû demkî, berdemî, dw. berdewam, herdemî

ladê derbajar, gund

ladêyî gundî, derbajarî

laencam albandor, alencam, bandora / encama neserekî / duyemîn

laf meth, pesn

~ û gezaf meth û pesn

lafaw lehî, lêhî, avrabûn

lagîr alîgir; piştevan

lagîrî alîgirî; piştevanî

lajig nezan, bêhay, bêaga

lajigî nezanî, bêhayî, bêagayî

lak kelex, term (t yê lawirên sekitî / mirî)

lakarî karê pirtdemî, karê ne bo temamî rojê (ango 8 saetan), karê neserekî / duyemîn

lakêş kêmkêş, kesa/ê carinan cigareyan dikêşe

lakêşe stêl, çargoşeya çik, rektangel

lakolan alkolan, kolana neserekî / duyemîn

lal lehl, yaqût (dirr û miceherek e)

lal lal, bêziman (kesa/ê nikare qet yan baş zimanê xwe bigerrîne û bipeyive)

lalanewe lava / dia / dua kirin, hêvî kirin, tika / rica kirin, xwestin

Read More »