Ji dîroka alfabeyên kurdî

Rollei Digital Camera

Tosinê Reşîd

 

Bi sedsalan kurda alfaba aramî (erebî) bi kar aniye û heta îro jî li Rojhilat û Başûra Kurdistanê ew alfeba tê bi kar anîn Bi wê alfabê gelek berhemên giranbaha hatine nivîsarê, ku bûne dewlemendiya çanda kurdî.

Du pirtûkên ola êzdiya: ‘Mesheba reş’ û ‘Kitêba Cilwe’ bi alfabêke taybet hatine nivîsar. Lê dûarojê zêde berhem bi wê alfabê negihîştine me û ew alfeba bi firehî nehatiye bi kar anîn.

Sala 1913an hukumata Împêratoriya Rûsiya biryarê dide, wekî ji bo kurda alafbake taybet bê çêkirin û wî karî dispêrne rojhilatnas Hovsêp Orbêlî, ku berî wê du caran çûbû nav ermeniyê Moksê û li wir bi kurdan re jî (bi taybetî bi Murtule beg re) bûbû nas û nimûnê folklora kurdî jî berev kiribûn.

Lê zûtirkê Cenga Cihaniyê ye Yekemîn dest pê dibe, dûra şorişa Oktobrê û ew kar usan jî pêk nayê.

Dawiya sala 1920 î li Ermenistanê hukumata sovyêtê tê damezirandin. Ji yekemîn biriyarên hukumata Ermenistana Sovyêt, biriyara ji bo kêmenetewên komarê mafê perwerdeya bi zimanê dê bû. Kurd yek ji wan kêmenetewan bûn û gor wê biriyarê divêt di gundên kurdan de dibistanên bi zimanê kurdî bihatana vekirin. Gerek bê gotin, wekî wê demê kurdên Ermenistanê, hema bêjî gişk êzdî bûn.

Wê biriyarê bi xwe re pirsa alfabe û pirtûkên zimanê kurdî dianî.

Wan salan di nav kurdên Ermenistanê de jimara kesên xwendî kêm bû û pêvîstiya kurdan bi alîkariya rewşenbîrî hebû. Divêt alfabe bihata sêwirandin, divêt pirtûk bihatana nivîsar û çap kirin, divêt mamostayên zimanê kurdî bihatana amade kirin.

Di vê rewşa dijwar de rewşenbîrên ji gelên cîran, berî gişkî ermeniya, destê alîkariyê dirêjî gelê kurd kirin.

Barê amade kirina alfaba kurdî û nivîsara yekemîn pirtûka bi zimanê kurdî bi alfaba nû, Lazo (Hakob Xazaryan 1869-1926) hildide ser milên xwe. Ew ser bingeha tîpên ermenî alfaba ji bo zimanê kurdî amade dike û payîza sala 1921 ê hukumata komara Ermenistanê li bajarê Êçmîadzînê yekemîn pirtûka bi zimanê kurdî, ya bi alfaba ser bingeha tîpên ermenî, bi navê ‘Şems’ çap dike. Xudanê pirtûka ‘Şems’ Lazo bû.

Bi baweriya me, ji ber ku hingê kurdên Ermenistanê hema bêjî gişk êzdî bûn, ji ber wê jî Lazo navê pirtûkê datîne ‘Şems’. Bi vê rê wî dixwest êzdiya bêtir bi xwendinê ve bide grêdan.

Lazo (Hakob Xazaryan) bi xwe ermeniyê Bazîdê bû, bakûra Kurdistanê. Ew di nav kurdan de mezin bibû, ziman, folklor, rabûn, rûniştandina kurdan baş zanibû.

Di dema xwe de, Lazo di nav ermeniyan de nivîskarekî naskirî bû û berhemên xwe bi navê ‘Bayazêtsî’ çap dikirin. Piraniya berhemên wî ser jiyana kurdan bûn.

Gerek bê gotin Lazo usan jî xudanê sênaryoya yekemîn fîlma kurdî ‘Zerê’ bû, ku sala 1926 an derhênarê ermeniyî bi nav û deng Hamo Beknazariyan li stûdîoya ‘Armênfîlm’ kişandiye.

Salên Cenga Cihaniyêye Yekemîn bi deha hezaran kudên êzdî li Serhedê hatin kujtin, dero-dero bûn, bûne peneber. Ji kesên ji wê xezevê filitî gelek sêwî bûn.

Ji bo wan zarokên sêwî hukumata Ermenistanê çend sêwîxana vedike, ku yak ji wan li bajarê Aştarakê bû. Di wê sêwîxanê de dor 60 zarokên kurdên êzdî hebûn. Rêvebira sêwîxanê Nûrê Polatova bû, keça Egît axa, ji malmezinaya eşîra Sîpka, xwîşka şorişvanê kurdî bi nav û deng Fêrîk Polatbêkov.

Û Lazo yekemîn car zarokên kurd li wê sêwîxanê bi pirtûka ‘Şems’ fêrî xwendin û nivîsara kurdî dike.

Wan salan hukumata komara Ermenistanê di gundên kurdan de dibistanên kurdî vedike. Xwendin di wan dibistanan de bi alfaba Lazo amade kirî bû.

Ji sala 1922 an, heta 1928 an di dibistanên kurdî de alfaba Lazo amade kirî bi fermî tê bi kar anîn.

Destpêka sala 1922 an bi pêşniyara Lazo û nivîskar û denbêjê kurdî navdar, Ahmedê Mîrazî, hukumata Gurcistanê li bajarê Tbîlîsî, ji bo karkerên kurd dibistana bi êvaran vedike. Lazo û hevjîna wî, Olga Xazaryan mamostayên wê dibistanê bûn. Wê dibistanê di dîroka kurdên Yekîtiya Sovyêt de roleke mezin lîstiye. Gelek rewşembîr û siyasetmedarên kurdên sovyêtê li wê dibistanê dest bi xwendina xwe kirin. Ji kesên li wê dibistanê xwendine em dikarin navên zimanzan Qanatê Kurdo û Çerkez Bakayêv, Mêrxasê Yekîtiya Sovyêt, siyasetmedar Semend Siyabendov, yekemîn berpirsiyarê rojnama ‘Riya Teze’ Cerdoyê Gênco û gelekên mayîn bînin.

Lê alfaba kurdî, ya ser bingeha tîpên ermenî ji Ermenistanê der bi fermî nehat pejirandin. Ji alîkî mayîn ve konfêransa kurdên êzdî, yên Ermenistanê, bi xwe sala 1925 an ji hukumata Yekîtiya Sovyêt xwest, wekî ji bo wan alfaba ser bingeha tîpên latînî bê damezirandin.

Alfaba kurdî ye ser bingeha tîpên latînî ji aliyê Îsahak Marogûlov û Erebê Şemo, sala 1928 an hate amade kirin. Hema wê salê jî Îsahak Marogûlov û Erebê Şemo yekemîn pirtûka bi zimanê kurdî ya bi alfaba tîpên latînî çap dikin.

Û ev fakta dîrokî, hema bêjî ji aliyê rewşênbîrên kurda gişkan ve tê ji bîra kirinê. Alfaba kurdiye ser bingeha tîpên latînî bi navê Celadêt Bedirxan ve girê didin. Lê alfaba kurdiye ser bingeha tîpên latînî, Celadêt Bedirxan sala 1932 an di kovara ‘Hewar’ de belav dike. Çar sala piştî Îsahak Moragûlov û Erebê Şemo çendek pirtûkên kurdî bi alfaba latînî çap dikin.

Îsahak Marogûlovê asorî sala 1868 an li gundê Dvîn, Ermenistana îroyîn ji dayîk bûye. Dvîn dikeve başûra bajarê Yêrêvanê. Piraniya rûniştvanê wî gundî heta hilweşîna Yekîtiya Sovet jî, asorî bûn.
Î. Marogûlov hê salên zarotiyê bi kurdan re dibe nas û fêrî zimanê kurdî dibe; malbeta wan bi kurdan re havîna derdiket zozana. Lê ji sala 1905 an ew di gundê Zor de, ku li navça Îdirê, parêzgeha Surmeliyê bû, dibe mamosta. Xelkê wî gundî gişk kurdên êzdî bûn.

Xwendin di wê dibistanê de bi zimanê rûsî bû.

Gor hinek çavkaniyan, êdî wê demê bal Îsahak Marogûlov daxweza amade kirina alfabeya kurdî dîhar dibe.

Ji sala 1929 an dibistanên kurdî, yên komara Ermenistanê gişk bi fermî derbasî alfaba ser bingeha tîpên latînî bûn. Ev alfabe ji aliyê kurdên Sovyêt gîskan de hate pejirandin. Li komarên Azerbacan, Tûrkmênistan û Gurcistan jî di dibistanên kurdî de xwendin û nivîsar bi wê alfabê bû, pirtûkên kurdî bi wê alfabê çap dibûn.

Ji Adara sala 1930 î bi wê alfabê dest bi weşana rojnama ‘Riya Teze’ dibe.
Lê jiyana wê alfabê jî dirêj dom nekir. Sala 1938 an rêjîma Stalîn ew alfabe çawan ‘alfaba împêralîstan’ nav kir û qedexe kir.

Hukumata komara Ermenistanê sala 1941 ê biryarê digre, wekî ji bo kurdan ser bingeha tîpên kîrîlî alfaba nû bê amade kirin. Ji bo wî karî licnek ji pisporan tê kivş kirin û ew licne karê amade kirina alfabê dispêre Heciyê Cindî. Sala 1944 an alfaba nû berê ji aliyê licneya pisporan ve, du re jî ji aliyê hukumata Ermenistanê ve tê pejirandin û li komarê, ji bo kurdan dibe alfaba fermî. Kurdên Gurcistanê jî ew alfabe bi kar dianîn. Lê li komarên Azerbacan û Tûrkmênistan xwendin û nivîsara bi zimanê kurdî ji sala 1938 an dest pê kirî, heta hilweşîna Yekîtiya Sovyêt, usan jî qedexe ma.

Çawan tê xuyayê tesîra siyaseta Turkiyê ser wan hebû.

Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyêt li komara Azerbacanê çend pirtûk bi zimanê kurdî çap bûne, lê li Turkmênistanê ji sala 1938 an heta îrô tu berhemekî kurdî nehatiye çap kirin.
Divêt em navên dostên gelê kurd, xizmetkarê ziman û wêja kurdî, Lazo (Hakob Xazaryan) û Îsahak Marogulov ji bîra nekin. Hêvîdarim rojekê li Kurdistanê dibistanên bi navên wan bên vekirin.

 

XALBENDÎ di nivîsîna kurdî de

JI: Kovara Kanîzar, hejmar 5

__________________________________

Wek pdf vekin û bixwînin.

Mehmet Özer

 Ozer

Me di vê nivîsê de mijara bikaranîna xalbendiyê ya di zaravayê kurmancî de esas girtiye.

Berî ravekirina taybetmendiyên her xalbendikekê, me di sê zaravayên kurdî (kurmancî, kirmancî*[1] û soranî), sê zimanên cînar (tirkî, farisî û erebî) û zimanekî sereke yê ku di Cîhanê de herî zêde tê bikaranîn, îngilizî de navê wan nivîsiye.

Wek tê zanîn bikaranîna nîşaneyên xalbendiyê; bi piranî û bi awayekî berbelav, di zimanên bi tîpên latinî têne nivîsandin de xuya dibe. Ji ber vê sedemê, hinek nişane, sembol û karakter di zarava û zimanên bi tîpên aramî têne nivîsandin de peyda nebûn. Ew ên peydanebûyî jixwe di wan zimanan de bi awayekî berbelav nayên bikaranîn.

Bi nirxandin, rexne, pêşniyar û şîroveya xwe di amadekirina vê nivîsê de keda heval û hogirên li dewerên cuda de dijîn jî heye. Bi taybetî peydakirina berdêla peyvên di zarava û zimanên cuda de…

Ew kes û saziyên ku berî me di heman mijarê de kedeke bêhempa dane û her yek wekî kulîlkeke baxçê zimanê kurdî; pirtûk, kovar û meqaleyên em gihîştinê û me jê sûd girtine jî di rupelên dawî de amadene.

Wek her karî di vê nivîsê de jî lewazî, kêmasî û çewtîyên ku em tênegihîştine jî hene niha.

Em hêvîdarin ku bi nirxandin, rexne, pêşniyar û şîroveya we xwendevanên hêja, em ê nexşandina zimanê xwe bigihînine qonaxeke geştir.

Read More »

PIR: Hînkera alfabeya kurdî-erebî

Husein Muhammed

kurdi3

Zimanê kurdî xwedî du alfabeyên standard yên di rewacê de ye: kurdî-latînî û kurdî erebî[1].

Ji bilî van herdu alfabeyan, demeke dirêj herwiha bi alfabeya kurdî-krîlî jî (wek alfabeya zimanê rûsî) hatiye nivîsîn lê niha ev alfabe ji rewacê ketiye.

Alfabeya kurdî-latînî li hemû welatên kurdîaxiv li kar e. Li Bakurê Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê ew tekane alfabe ye ku kurd pê dinivîsin. Li welatên Sovyeta berê jî êdî bo nivîsîna kurdî tenê ew alfabe li kar e. Li Başûrê Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê herdu alfabeyên kurdî-erebî û kurdî-latînî li kar in lê li van herdu beşên Kurdistanê alfabeya kurdî-erebî serdest e. Li Başûrê Kurdistanê kitêb û rojnameyên kurmancî (behdînî) jî bi piranî bi alfabeya kurdî-erebî tên nivîsîn lê malper bi piranî bi alfabeya kurdî-latînî ne. Li Rojhilata Kurdistanê û li Xorasanê kurmancî bi alfabeya kurdî-latînî tên nivîsîn, soranî teqrîben bi temamî bi alfabeya kurdî-erebî û kurdiya başûrî (ku mixabin kêm tê nivîsîn) carinan bi alfabeya kurdî-erebî û carinan jî bi alfabeya kurdî-latînî tê nivîsîn.

Ev rêbername alfabeya kurdî-erebî hînî xwandevanên alfabeya kurdî-latînî dike.

Veke û bixwîne: Pir

___________________________________________

[1] Hin caran navê ”alfabeya aramî” li alfabeya kurdî-erebî tê kirin lê ew tenê propaganda ye: alfabeya kurdî-erebî ji bilî 5-6 herfan bi temamî wek ya erebî ye lê pir ji alfabeya aramî cuda ye: https://en.wikipedia.org/wiki/Aramaic_alphabet