Vekin û bixwînin
Helbestên Hafizê Şîrazî (n. 1320/26 – 1389/90) tijî hestên kûr yên evînî ne. Ev evîn dikare hem wek evîna navbera du mirovan û hem jî wek evîna navbera helbestvan û Yezdan yan helbestvan û gerdûnê bêt hesibandin.
Gelek şarezayên Rojavayî dinivîsin ku Hafiz li Rojhilata Navîn ji Shakepeare li Rojava zêdetir tê xwendin û hezkirin. Gelek şareza, hem yên Rojhilat û hem jî yên Rojava, Hafizî wek mezintirîn helbestvanê hemî deman dihesibînin.
Jiyana Hafizî jî mîna helbestên wî bi gelek raz û nehîniyan nixamtî ye. Sedema herî giring ew e ku pirr kêm bûyerên kitekit li ser jiyana wî tên zanîn. Navê wî yê resen Şemseddîn Muhemmed Hafiz bû û dorî 1320 û 1326 li bajarê Şîrazê, li Îrana niha hatiye dinyayê. Hê ew biçûk, babê wî wefat kir.
Diyar e ku Hafiz zewicîbû û kurrek jê re peyda bûbû. Pirraniya lêkoleran, lê ne hemû, bawer dikin ku ew sofî bû. Baweriya wî çi be jî, ew carekê ji alî serekên dînî ve ji Şîrazê hat derkirin ji ber ku helbestên wî wek bandorek xirab li civakê dikin dihatin hesibandin.
Ti çapên diyarkirî ji dîwana Hafizî nînin: di hin dîwanên “temam” de tenê nêzî 500 helbestan hene lê helbestên hinan jî digihin nêzî 1000î. Belkî pirraniya helbestên wî ne “resen” jî bin anku ne wî bi xwe nivîsîbin lê derengtir lê hatibin zêdekirin. Lê dîsan bandora Hafizî li ser wêjeyê û nivîskarên mezin bêpayan e. Hejmarek mezin ji navên gir yên wêjeya cîhanê – mîna Goethe, Emerson, Edward Carpenter û Gide – hemî deyndarên Hafizî ne. Bi taybetî Goethe heyranî Hafizî bû û bi salan mijûlî xwendin û vekolîna berhemên wî bû.
Ev helbest berî niha wek pirtûk di nav Weşanên Nûdemê de li Stembolê hatine çapkirin. Helbestên spehî yên Hafizî hejî zimanê şîrîn yê kurdî ne.