Dîsa hejmareke berfireh û têrnaverok li ber we ye
Kovara zimannasî û zimanê kurdî Kanîzar dîsa li ber we ye, xwandevanên hêja. Vê carê em gihiştine hejmara pêncem. Bi hejmara rûpelan, her pênc hejmar tên maneya bi qasî hezar rûpelên têrnaverok derbarê zimanê kurdî û zimannasiya giştî. Di vê hejmarê tenê de nêzîkî 300 rûpel hene.
Vê carê çendîn zimannas û nivîskarên kevn û yên nû cihê xwe di vê hejmarê de digirin. Vekolîn û nivîsarên vê carê bi kurmancî, soranî, zazakî yan inglîzî ne.
Mehmet Özer di vekolîneke berfireh de xalbendiya (nuqteşaniya, punctuation) kurdî bi nimûne pêşkêşî xwandevanên me dike. Ev lêkolîn bi dirêjahiya kitêbekê ye.
Husein Muhammed vê carê daçekên kurdî (adposition) kiriye mijara vekolîneke xwe ya 70-rûpelî. Daçek yek ji giringtirîn beşên zimanê kurdî ne lê heta niha yek ji jibîrkirîtirîn mijarên zimanê me bûne. Bi vê vekolîna berfireh û berhevder, armanc ew e ku valahiyeke berçav di zimannasiya kurdî de were dagirtin.
Di vê hejmarê de jî em nivîsareke dirêj ya Peter Trudgill bi soranîkirina Hesen Qazî diweşînin. Nivîsara me ya din bi soranî berdewamiya nivîsa Emîr Hesenpûr e ku em hem bi soranî û hem jî bi kurmancî pêşkêş dikin.
Gelo kurmancî, soranî û zazakî her yek zimanekî serbixwe yan jî çend zar û lehceyên eynî zimanî ne – û li gor çi şert û pîvanan? Ev pirs mijara nivîsareke berfireh ya bi zazakî ye ku em vê carê belav dikin. Ew ji aliyê Hasan Aslan ve ji kurmancî hatiye wergerandin.
Lezgîn Beranî, Esma Bamernî û Dilgeş Şerîf bi berfirehî li ser navên kurdî û binavkirinê di civaka kurdî de bi inglîzî dinivîsin. Nivîsara me ya din bi inglîzî ji Rizgar Behadur e û derbarê tesîra alfabeyê li ser hêsanî yan dijwariya hînbûna xwandinê ye.
Di vê hejmarê de jî em du kitêbên li ser zimanê kurdî dinirxînin – wek her carê, niha jî yeke nû û yeke kevn. Berhema nû Ferhenga Zanistên Civakî ya Abdurrahman Kıran e. Ya kevn jî dastana Memê Alan bi berhevkirin û fransîkirina Roger Lescot e. Em ne tenê vê berhemê dinasînin û dinirxînin – em herwiha wê ji xwandevanên xwe re li ser malpera xwe berdest dikin.
Bo hêsankirina têgihiştina nivîsar û vekolînên zimannasî, em di vê hejmarê de jî ferhengoka Kanîzarê ya peyvên zimannasî ji berê berfirehtir belav dikin.
Naveroka hejmara 5
[…] Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 5 […]
LikeLike
[…] Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 5 […]
LikeLike
[…] nuşte sifte Kovara Kanîzar (hûmara 5.) de […]
LikeLike
[…] JI: Kovara Kanîzar, hejmar 5 […]
LikeLike
[…] JI: Kovara Kanîzar, hejmar 5 […]
LikeLike
[…] JI: Kovara Kanîzar, hejmar 5 […]
LikeLike
[…] JI: Kovara Kanîzar, hejmar 5 […]
LikeLike
[…] JI: Kovara Kanîzar, hejmar 5 […]
LikeLike
[…] Kovara Kanîzar bi hevkarî li gel koma ”Zimanê Kurdî” li ser Facebookê […]
LikeLike
[…] JI: Kovara Kanîzar, hejmar 5 […]
LikeLike
[…] Kanîzar, hejmar 5 […]
LikeLike
[…] Husein Muhammed- Ji Kovara Kanîzar, hejmar 5 […]
LikeLike