
Husein Muhammed
Di Rêbera Rastnivîsînê ya Weqfa Mezopotamyayê de tê idiakirin ku rehê demên neborî (rehê dema niha, dema bêt û raweya subjunktîv) ”-hê-” ye û divê mirov wek ”ez di-hê-m, ew di-hê-n…” û ”ez bi-hê-n, ew bi-hê-n…” binivîse.
Wek ku me pêştir jî diyar kiriye, ev gotin ne rast e. Rehê orijînal ne -hê- ye.
Rehê orijînal -ê- ye, wek ”ez t-ê-m, ew t-ê-n”.
Pêştir me bi berhevdana li gel zar û zimanên din isbat kiriye ku rehê orijînal -ê- ye, ne -hê-.
Êdî ne wek rexne li Rêbera Rastnivîsînê lê wek hin belgeyên dîrokî li jêr jî em ê bi nimûneyên ji klasîkên kurdî (kurmancî û soranî) dîsa bipeyitînin û biselmînin ku rehê lêkera “hatin” -ê- ye û h tê de nîne.
Di lêgerîna me ya di nav klasîkan de tenê nimûneyeke wisa jî peyda nekir ku rehê lêkera hatin wek -hê- hatibe bikaranîn.
Herwiha em ê isbat ku di kurmancî de (lê ne di soranî de) pêşgira berdewamiyê (duratîv) li gel lêkera “hatin” di dema niha de t- ye (ez t-êm, tu t-ê, ew t-ê(t), em/hûn/ew t-ên). Anku ne pêşgira di- ya li gel piraniya lêkerên din e.
Ev lêkolîn bi alîkariya Lêgerîna berfireh ya malpera Asoya Helbesta Kurdî hatiye kirin.
Kerem bikin!
Elî Herîrî
Eql û huşim bûne esîr dinya ku geh geh tête bîr
Dem şubheta bedra munîr zulfa ji werdê bênxweş e
Melayê Cizîrî
Ma j`hesreta şîrînleban
Xew tête çehvan qet şeban
Firyad-i der ber kewkeban
Pirsê bike j’ bîdarê çerx
…
Min pir şevan hetta seher
Danîne rê sem` û beşer
Ew mahirû ma bête der
Ta bême newbetdarê çerx
…
D`ev kuhnexanê mislê deyr
çendîn kewakib têne seyr
Peykan bi davê şubhê teyr
Her jê dibarin narê çerx
- Dîsa ji nû bêhal e dil[3]
Mihra te pir ebter kirîn
Xalan ji ber biskan derîn
Zulfa muselsel `enberîn
çîn çîn ji çînê tête bac
Mey ku di camê bite noş
Bêdeng û sewt her tête goş
Jê tête di herdem siroş
Lew ev şerab alûde da
- Bi yarê firqetê sohtim[5]
Li kelbê asitanê xwe
Nepirsî qet hebîb carek
Gelo nayêne bîrê em
Di vê nêçîr û ravê da
Lami`a husn û cemalê dê ji `ilmî bête `eyn
`Işq-i da jê hilbitin kê dî heqîqet bêmecaz
- Min dî ji xilfet cam di kef
Min dî di newbê yarê tew sundus e ew bêm bêderew
Min bû di qewsê boyî ew şevan mi lew nayême xew
Ehmedê Xanî
- Ey Dila (Saqiyê Mehweş)[7]
Işqi bazî du terîq e, çi heqîqet çi mecaz
şem’ê can dê bi qejîtin,çi bi nar û çi bi nûr
şebê zulumatê bi îmkanê dibit subhî numa
Afîtabê Ehediyyet ji feleq tête zuhûr
Feqiyê Teyran
Geh geh sipî şubhetê şîr
Qet mislê te na çin tu tîr
Renge ku te yar tête bîr
Meyla `Hebîb j` çûna te tê
Sîne ey hubê herişte
Bi agirê işqê birişte
Qet li min nayên nivişte
Ay dilê min ay dilo
Mela Huseynê Bateyî
Tête heşrê ew digel xelqê berî
Ye`nî ba Pêxamberanî enwerî
…
Bête xwendin ger li yek sikke-diraf
Dê mubarek bin dera hin bêne zaf
Bête xwendin ger li avê û vexwit
Rehmî nazil cumleê ‘îlet dibit
Xwinavê girtî nesrînê
Cemed çêbû li sewlînê
Girya me tê ji bo asmînê
Zerî nayêne seyranê
Şêx Evdirehmanê Axtepî
Bo te qafî kim kelamê, guh bide beyta fesîh
Zanim ez, nayête destê min aşiqê çendîn melîh
Hacî Qadirî Koyî (soranî)
Dellên yar dêtewe babî mehebbet, ya Xuda wa bê
Eger duşmin dellê: Nabê! Muxennî to billê: Nabê
Nalî Şarezûrî (soranî)
Bînayîm kwêr e, hellnayê be rûy kes
Mujem yek yek dellêy bizmar e bê to
Le kin min ba wicûdî nas û ecnas
Kesî tê da niye em şare bê to
Pîremêrd (soranî)
Ew sîne safe şewq bidate aw
Aw bête lerze, şerim hellsê le naw
…
Înca be tikay nîga û be niyaz
Razî dill bête ser gurîşme û naz
_______________________________________
ÇAVKANÎ
[1] http://helbestakurdi.com/helbest/eli-heriri-disan-ji-nu-esqa-bere.html
[2] http://helbestakurdi.com/helbest/melaye-ciziri-ahe-ji-derde-dil-%28cerx%29.html
[3] http://helbestakurdi.com/helbest/melaye-ciziri-disa-ji-nu-behal-e-dil.html
[4] http://helbestakurdi.com/helbest/melaye-ciziri-ellah-sehergaha-ezel.html
[5] http://helbestakurdi.com/helbest/melaye-ciziri-bi-nare-firqete-sohtim.html
[6] http://helbestakurdi.com/helbest/melaye-ciziri-asiq-er-carek.html
[7] http://helbestakurdi.com/helbest/ehmede-xani-ey-dila-%28saqiye-mehwes%29.html
[8] http://helbestakurdi.com/helbest/feqiye-teyran-ey-av-u-av.html
[9] http://helbestakurdi.com/helbest/feqiye-teyran-ay-dile-min-ay-dilo.html
[10] http://helbestakurdi.com/helbest/melaye-bateyi-mewlida-kurmanci.html
[11] http://helbestakurdi.com/helbest/melaye-bateyi-ji-cirya-pasi-pe-da.html
[12] http://helbestakurdi.com/helbest/sex-evdirehmane-axtepi-asiq-u-masuq.html
[13] http://helbestakurdi.com/helbest/haci-qadire-koyi-dellen-yar-detewe.html
[14] http://helbestakurdi.com/helbest/nali-sarezuri-be-to.html
[15] http://helbestakurdi.com/helbest/piremerd-awatexwazi.html