
Şafî Muhammed
DEVOKA GUNDÊ GOSNÎ, EŞÎRA OSMANBEGIYAN
Gundê Gosnî (ku jê re Dêm Gosnî jî tê gotin) li ser navçeya Xawesorê (bi tirkî: Gürpınar) ya Wanê ye. Ev gund 8 km ji navçeya Xawesorê dûr e. Li gundên derdora Gosniyê exleb eşîrên Birûkî (bi devoka Serhedî diaxivin) û Ertoşî (bi devoka Hekarî diaxivin) niştecih in, eşîra Osmanbegiyan di navbera wan de bi awayekî îzole maye û kevneşopiya eşîrtiyê jî qels bûye. Li gundê bi kurdiya kurmancî tê axaftin, van salên dawî tesîra tirkî zêde ye. Ji mêj ve li gundê kurd niştecih bûne, lê belê li herêma Nordizê ku gundê Gosnî jî nêzî vê herême ye, sed sal berê niha hejmareke giring a ermenan hebûye.
DENGNASÎ
A: av, ax û di peyvên ”çav, mar, kanî” de wek xwe dimîne.
B: bager, bilind
C: can, cîran
Ç: bi herdu awayên nerm (çav, çem) û req (çend, çar) heye
D: dar, didan
E: ez, em
Ê: êdî
F: fehş, fîstan
G: gund, gul
H: heval
Ḧ (ح): Ḧesen, ḧeft, ḧeram
I: ”Δ gava tê dawiyê dibe ”i” (wî got > ewİ got, vî nanî > vİ nanİ)
Î: îşev, îro
J: jan
K: bi herdu awayên nerm (kêm, ka,) û req (kengê, kîşk)
L: lampe, lazim
M: mast, mange
N: nan, nehe
O: Ev deng di peyvinan de dibe ”u” (goşt > guşt, gotin > gutin)
P: bi her du awayên nerm (“pênc, par”) û req (“pir”)
R: reş, roj lê belê gava di navbera du dengdêran de nayê bilêvkirin an jî nayê sehkirin. (Gore > goe, erê > eê)
S: bi awayê zirav (”ser, sêv”) û hin caran jî yê qelew (”se, sed”)
Ş: şeş, şekir
T: bi her du awayên nerm (”te, tû) û req (têr)
U: tu
Û: bi giştî wek ”-ü-” ya tirkî lê dirêjtir tê gotin (hün, bük, zü, dür)
V: van, ev lê carinan ev deng gava di peyvinan de dibe ”f” (mirov > miruf)
W: we, ew
X: xêr
Xw: Xwedê
Ẍ (Ğ, غ): aẍa, ẍerîb
Y: yêk
Z: zebeş
’ (eyn, ع): ’ewr, ’esman, se’et
CÎNAV
Cînavên kesî yên xwerû:
- Ez / E (Bo nimûne: E jî têm, E naxwem)
- Tu / Ti
- Ew
- Em
- Hün (hwîn)
- Ew
Cînavên kesî yên çemandî/tewandî:
Cînava veger wek ”xwe” tê bilêvkirin.
Cînava hevber jî wek ”êkdu” tê bikaranîn. Lê belê gelek caran dengê /k/ nêzî dengê /y/ tê bilêvkirin an jî qet nayê bilêvkirin. Mînak:
Hin taybetmendiyên dî yên cînavan wiha ye:
- Ewi henê got
- Ewê henê got
- Ev kitabe baş e.
- Ev pêlave taze ye.
Ferqa “ev” û “ew” tune ye.
BERHEVDANA RENGDÊRAN
Ji bo berhevdana forma komparatîv a rengdêran paşgira ”-tir” tê bikaranîn. Bo nimûne:
- Baş > baştir
- Mezin > mestir
Forma sûperlatîv jî bi wî şiklî tê çêkirin:
HOKER
Hokerên giştî wiha tên gotin:
- Çan/çewan
- Kengê
- Çend
- Kîşk (kîjan)
- Wehe
- Hinde (evqas)
- Ku (çi)
Hokerên demê:
- Hingav / Wi çaxi
- Duhi
- Şeweq
- Îro
- Sibê / Dusibe
- Îşev
- Pêr / Betrapêr, Par / Pêrar / Betrapêrar
Hokerên bersivdanê:
- Erê / Belê
- Ne / Nexêr
- Belku
Li vir û li wir:
- Liye (li vir)
- Lê an jî li wê (li wir)
DAÇEK
Di devokê de pêşdaçek pir lawaz in, gelekî kêm tên bikaranîn. Wek pêşdaçek em dikarin behsa ”bo” bikin û paşdaçeka ”da”yê jî aktîf e.
Formên daçekan ên wek ”ji..re, ji…de, ji…ve, di…de, di…re, bi..re, bi..ve” qet nayên bikaranîn.
Pêşdaçeka ”bi”yê di devokê de bi tenê wek ”pê” peyda dibe:
Pêşdaçeka ”ji” wek ”ş” kêm caran tê bikaranîn: Bo nimûne:
Pêşdaçeka ”li” nayê bikaranîn. Mînak:
- E Wanê me. Anku ”Ez li Wanê me.”
Lê belê gava biker li malê be:
- E mal da me. Anku ”Ez di mal de me.”
- Her wiha: Tê da çi heye?
Komdaçeka komîtatîv ”gel” e. Mînak:
- E gel te me. E gel wi çûm. (Anku: Ez bi te re me. Ez bi wî re çûm.)
GIRÊDEK
Hin girêdek di devokê de wiha tên gotin:
- Belê / Ema (anku “lê”
- Çinku
- Seba ku (anku: ji ber ku)
- Lewma
Girêdeka /û/yê nayê bikaranîn. Mînak: Ne Ez û tu lê belê Ez tu.
HEJMAR
Hejmarên sade:
- 1-9: êk, du, sê, çar, pênc, şeş, heft, heşt, neh
- 10-19: Deh, yanzade, danzde, sêzde, çarde, panzde, şanzde, hevde, hejde, nuzde
- 20-90: Bîst, sih, çil, pênceh, şêst (carinan wek şöst), heftê, heştê, nehwêd
- Sed, hizar, milyun
H-ya 7, 8, 70, 70 wek Hesen, H-ya 1000 wek heval.
Hejmarên rêzî bi paşgira “-ê” tên çêkirin. Bo nimûne:
Di navbera hejmaran de girêdeka û-yê nayê bikaranîn. Ne “bîst û pênc” lê belê “bîst pênc”.
Hejmar bi vî awayî ditewin:
- Sala 1996an da ez xwedê dam.
- 2010an da ez çûm Mêrdînê.
- Ez seet 5an geheştmê.
ÇEMANDINA/TEWANDINA NAVDÊRAN
Çemandina navdêrên nêr bi paşgira ”-i” çêdibe, wek:
Bi awayekî din qet peyda nabe. Bo nimûne bikaranîneke wiha tune ye: nanê Şivên.
Navên mê jî ditewin:
Paşgira nediyariyê ”-ek” e. Bo nimûne:
Raveka pirhejmariyê ”-ên” e. Bo nimûne ”sêvên min”
Raveka yekhejmariya nêr û mê wek hev e. Herdu jî bi /ek/ê tên çêkirin. Bo nimûne:
- Mamek min (nêr) an jî
- Xaletek min. (mê)
Lê belê /k/ya dawiya peyvan gelek caran wek /y/ tê xwendin. Anku Mamey min an jî Xaletey min.
ÇEMANDINA LÊKERAN
Di dema niha de pêşgira berdewamiyê ”t” ye. Bo nimûne:
- E’t bêjim E’t xwem E’t çim
- Tu’t bêji Tu’t xwe Tu’t çi
- Ew’t bêjit Ew’t xwet Ew’t çit
- Em’t bêjin Em’t xwen Em’t çin
- Hün’t bêjin Hün’t xwen Hün’t çin
- Ew’t bêjin Ew’t xwen Ew’t çin
Di dema bê de pêşgira ”bi-” nayê bikaranîn:
- Ez ê bêjim
- Tu ê bêji
- Ew dê bêjit/bêjitin
- Em ê bêjin
- Hün ê bêjin
- Ew dê bêjin
Di dema borî ya sade û dûdar de cudahiyek tune ye lê dema borî ya dûr wiha ye:
- E çûbîm Mi gotibî
- Tu çûbî Te gotibî
- Ew çûbî Ewi gotibî / Ewê gotibî
- Em çûbîn Me gotibî
- Hün çûbîn We gotibî
- Ew çûbîn Ewan gotibî
Forma raweya şertî:
- Ez çûbam
- Tu çûbay
- Mi xwariba
- Te xwariba
Lêkera kirinê (rehê dema niha -ke-):
- E’t kem E nakem
- Tu’t ke Tu nake
- Ew’t ket Ew naketin
- Em’t ken Em naken
- Hün’t ken Hün naken
- Ew’t ken Ew naken
Lêkera bûnê:
- E mal da bîm E mal da nebîm
- Tu mal da bî Tu mal da nebî
- Ew mal da bî Ew mal da nebî
- Em mal da bîn Em mal da nebîn
- Hün mal da bîn Hün mal da nebîn
- Ew mal da bîn Ew mal da nebîn
Her wiha:
- E birsî me E birsî nîn im.
Lêkera “karîn”ê nayê bikaranîn, şûna wê “şiyan” tê gotin:
- E’t şêm Ew’t şêt
- Ez ê şêm Ew dê neşêtin
- Mi şiya Ewi şiya
Neyînîkirina raweya fermanî bi “ne-” yê ye. Bo nimûne:
Heye û tuneye:
- Pêlavê mi heye Pêlavê mi çunîne.
- Min du bira hene. Min xwişk çunîn in.
PEYVNASÎ
Gelek peyvên sereke ji kurmanciya standard cuda ne an jî wateya hin peyvên hevpar ji hev cuda ne. Em nikarin mînaka hemûyan bidin. Li jêr çend mînak hatine rêzkirin:
- Nêhe / nêhenê: Gava tiştek tê nîşankirin tê bikaranîn. Bo nimûne: Qelema mi ka? Nêhe! an jî Nêhenê zilamê me têtin!
- Pirç: Şûna peyva porê tê bikaranîn û ferqeke din jî ew e ku zayenda vê peyvê di devokê de mê ye. Bo nimûne: Pirça mi dirêj e.
- Terr: Anku şil, bo nimûne: Erd terr e. Peyva şil di vê devokê de di wateya tevizînê de tê xebitandin. E hinde rüniştim pêê min şil bîye.
- Lebê: Gava gazî yekî bikî bi vê peyvê bersiva te dide:
- Ehmeeed!
- Lebê!
- Ka were liye. (vê derê)
- Berze: Winda
- Kep: Poz
- Lalê min: Cem min, ba min
- Anegürê min: Li gorî min
- Şibî: Wekî, mîna
- Taze: Nû
Binêrin herwiha:
– Şehnaz Omerzade: Devoka şikakiyan (Ûrmiye)
– Zinarê Melê: Kurmanciya Dihokê
– Rêwan Mihemed: Devoka xerbî (Qamişlo)
– Kamîz Şeddadî: Kurmanciya Laçînê (Kurdistana Sor)
– Mihemed Hemkodî: Kurmanciya Celikan (Semsûr)
– Battal Battaloğlu: Devokeke Dîlokê/Entabê
– Peyam Aghdaşî: Kurmanciya Xorasanê (gundê Kelehnû)
– Îkram Baban: Devoka Panosê
– Reben Celikan: Kurmanciya reşiyan (Konya)
– Têngiz Siyabendî: Kurmanciya Ermenistanê
– Sadiq Der Goyî: Devoka Goyan
– Oruç Sural: Devoka Xoçvanê (Erdexan)
– Amed Çeko Jiyan: Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt)
– Fatih Aydin: Devoka Semsûrê
– Miradxan Şemzînî: Devoka Şemzînan
– Orhan Agirî: Kurmanciya herêma Agirî
– Îsmaîl Taha Şahîn: Devokan hacan ji eşîra ertoşiyan
– Raman Ehmed: Taybetmendiyên devoka Kobankî
– Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê
– Husein Muhammed: Taybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
– Qasimê Xelîlî: Taybetmendiyên kurmanciya Torê
– Mehdi Jafarzadeh: Kurmanciya Deregezê