DENGÊ DUBARE (GEMÎNASYON) DI KURDΠDE

deryace

Dengê dubare anku gemînasyon

Di dengnasiyê de mebest ji gemînasyonê (inglîzî: gemination) anku cêwîbûnê peydabûna du konsonantên wek hev li pey hev e. Bo nimûne:

  • gellek
  • xurttir
  • serokkomar
  • millet
  • pîzza

Di hinek zimanan de gemînasyon maneya peyvê diguherîne yan jî peyva cêwîherfî (du herfên wek hev li pey hev) ti têkilî bi peyva kitherfî (tenê herfeke wisa) ve nîne. Çend nimûne ji zimanê fînlandî/fînî:

  • kuka (kî) – kukka (gul)
  • tuli (agir) – tulli (gumrik)
  • vesa (şitil) – vessa (avdestxane, tuwalet)

Dengê dubare di peyvên xwemalî de

Berovajî bo nimûne zimanê fînlandî, di zimanê kurdî de gemînasyon anku du konsonantên wek hev li pey hev kêm caran peyda dibin.

Di peyvên xwerû yên xwemalî de di rewşa normal de hema bêje gemînasyon qet di kurdî de peyda nabe.

Di hinek peyvan carinan bi taybetî bi devkî – lê caran bi nivîskî jî – konsonantek tê şidandin bi mebesta xurtkirina wê peyvê yan maneya wê. Bo nimûne:

  • gellek (gelek gelek, pir gelek, zêde gelek, yekcar gelek, bêqam gelek)
  • tijjî / tijje (pir tijî, bi temamî tijî, gelek tijî, zêde tijî)
  • rreş (gelek reş, tam reş)

Di peyvên wiha de konsonant dikare ne tenê dubare lê çendbare jî bibe, bo nimûne:

  • gelllek, tijjjjî, rrrreş, spppî….

Lê ji peyvên wiha tenê ”gellek” bi awayekî berfireh di nivîsînê de tê bikaranîn.

Di kurdî de di nivîsînê de carinan du R di hinek peyvan de tên nivîsîn, bo nimûne:

  • pirr (”gelek, zehf” – bo cudakirinê ji ”pir = rêya di ser avê re”)
  • birrîn (”jê kirin” – bo cudakirinê ji ”birîn = birîndarî”)
  • kerr (”nebihîz, guhgiran” – bo cudakirinê ji ”ker = dewarek; parçeyek”)
  • şerr (şer)
  • bajarr (bajar)

Lê di dengnasiyê de ev ne gemînasyon e anku ne hebûna du R-yên nerm yên bo nimûne wek di peyvên ”çar, ser, mêr” de ye lê hewldana diyarkirina R-yeke ji R-ya nerm cuda ye.

Di peyvên pêkhatî (hevedudanî) yan bipaşgir de gemînasyon di kurdî mimkin e. Ew adeten hem di axiftinê de tê parastin û hem jî di nivîsînê de tê diyarkirin. Bo nimûne:

  • serreş (peyveke pêkhatî ji ”ser + reş”)
  • serokkomar (navdêrek ji peyvên ”serok + komar”)
  • xurttir (rengdêreke pilekirî ji ”xurt + -tir”)
  • zimannasî (navdêrek ji peyva ”ziman + -nasî”)

Pêştir ev peyv carinan kitherfekê dihatin nivîsîn, wek: sereş, serokomar, xurtir, zimanasî. Lê vê dawiyê bi piraniyeke diyar dest ji kitkirina cotherfê hatiye berdan ku bi rastî jî tiştekî baş e. Bi gemînasyonê hem ew nêzîktirî dengê xwe yê rast in û hem jî zelaltir diyar dibe ka ew çi peyvan peyda bûne. Wek din tirs heye ku çewtî peyda bibe, bo nimûne:

  • xurttir (ji ”xurt”) – xurtir (ji ”xur, xurr”)
  • giyanasî (zanista giyayan, riweknasî, botanîk) – giyannasî (zanista giyanê, derûnnasî, psîkolojî)

Dengê dubare di peyvên wergirtî de

Di peyvên xwerû yên ji zimanên din wergirtî de kêm caran gemînasyon tê parastin. Bo nimûne:

  • pîzza (ji îtalî ”pizza”)
  • millet (ji erebî ”mille[t]”)
  • gulle (li ber tesîra tirkî ”gülle”, wek din adeten ”gule”)
  • wellah (li gelek gelek awayên din jî: welah, welleh, wele, wela…)
  • cellad (ji erebî ”cellad” – lê di kurdî de bi piranî forma ”celad” tê bikaranîn)
  • hetta (ji erebî ”ḥetta” – lê bi piranî di kurdî de wek ”heta” tê gotin û nivîsîn ji bilî rewşa xurtkirinê wek ”gellek, tijjî”)

Kitkirina dengê dubare anku degemînasyon

Heta di peyvên ji zimanên din wergirtî de jî di kurdî de yek ji herdu konsonantên gemînasyonê dikeve. Bo nimûne:

  • erebî ”ḥecc” > kurdî ”hec” (bixwîne: ḧec)
  • erebî ”ḥeqq” > kurdî ”heq”
  • erebî ”xeṭṭ” > kurdî ”xet”
  • erebî ”miqqeṣ” > kurdî ”miqes, meqes”
  • erebî ”seyyid” > kurdî ”seyid”
  • inglîzî ”football” > kurdî ”futbol”
  • piraniya zimanên ewropî ”illegal” > kurdî ”îlegal” (neqanûnî, qedexe, qaçax)

Diyardeya kitkirina anku yekkirina dengê dubare (bo nimûne ”hecc > hec”) bi navê degemînasyon tê nasîn. Kurdî bi berfirehî degemînasyonê dixebitîne.

Gemînasyon di zimanên cîran de

Di nav zimanên cîranên kurdî de erebî û siryanî gemînasyonê bi berfirehî bi kar tînin. Di erebî gemînasyon wateguhêr e anku hebûn an nebûna wê dikare maneya peyvê biguherîne. Bo nimûne:

  • ”derese” (wî xwand, wî ders xwand)
  • “derrese” (wî ders da, wî kesekî din hîn kir)

Di nivîsîna erebî de gemînasyon ne bi dubarenivîsîna heman herfê lê bi zêdekirina ”şede”yê (nîşaneke wek “w”) li ser herfa dubare tê diyarkirin.

Di zimanên din yên cîranên kurdî de (azerî, ermenî, farisî û tirkî) gemînasyon di peyvên xwerû de kêm tê bikaranîn.

Lê cudahiya azerî, farisî û tirkî li gel kurdî ew e ku ew bi piranî gemînasyona di peyvên ji erebî de diparêzin. Bo nimûne:

  • erebî: ḥetta, neqqaş, xeṭṭaṭ
  • tirkî: hatta, nakkaş, hattat
  • kurdî: heta, neqaş, xetat

Tirkî jî wek kurdî gemînasyona peyvên ji erebî li dawiya peyvên radike. Bo nimûne:

  • erebî: ḥecc, ḥeqq, xett
  • kurdî: hec, heq, xet
  • tirkî: hac, hak, hat

Lê di tirkî de gava ku vokalek dikeve dûv van peyvan, gemînasyon dîsa lê vedigere. Di kurdî de gemînasyon êdî li van peyvan venagere. Bo nimûne:

  • hakkımız (heqê me)
  • hacca gitti (çû hecê)

Degemînasyon di dengnasiya kurdî de

Bo beşa pêştir: Asîmîlasyon û dîsîmîlasyon di dengnasiya kurdî de

rehnas

Husein Muhammed

Niha jî kerem bikin li van awayên cuda yên peyvan binêrin:

  • şembî, şemî (roja piştî îniyê û berî yekşemê)
  • bend, ben
  • çend, çen

Niha di kurmanciya nivîskî de mirov bi piranî navên rojên hefteyê bi awayê -şem- dibîne:

  • şemî, yekşem, duşem, sêşem, çarşem, pêncşem

Lê di hinek devokan de navên rojên hefteyê bi awayê -şemb- tê dîtin:

  • şembî, yekşemb, duşemb, sêşemb, çarşemb, pêncşemb (yan: şembî, yekşembî, duşembî, sêşembî, çarşembî, pêncşembî

Gava ku mirov li lehceyên din yên kurdî dinêre, mirov wisa texmîn dike ku B di kurmancî de li van peyvan zêde bûye ji ber ku di soranî û zazakî de B di van peyvan de peyda nabe:

  • soranî: şemme, şeme
  • zazakî: şeme

Lê eger em li zimanên din binêrin, em ê bibînin ku B bi rastî di peyvê de hebûye. Bo nimûne:

  • farisî: شنبه (niha bi “şenbê”, bi gotin “şembê”, berê bi nivîsïn “şenbe”, bi gotin “şembe”)
  • partî: şembet
  • azerî: şənbə
  • ermenî: շաբաթ (šabatʿ)
  • siryanî: ܫܒܬܐ (šabbəṯāʼ)
  • îbranî: שבת (šabát)
  • akadî: šapattu
  • erebî: السبت (es-sebt)

Ji ber ku di van hemû zimanan (û di gelek zimanên din de jî ku me li vê derê rêz nekirine de) di peyva ”şemî/şembî” de B heye, wisa diyar e ku “şemî” forma guheriye û B jê ketiye, ne ku B li peyva “şembî” zêde bûye.

Lê gelo çima B ji “şembî” û navên din yên rojan ketiye lê wek din di gelek peyvan de maye?

Bo bersivdana vê pirsê, kerem bikin dîsa li awayên cuda yên peyva “şemî” bi soranî binêrin:

  • soranî: şemme, şeme

Wek ku tê dîtin, di soranî de d yek ji herdu awayên vê peyvê de du M hene. Sebebê peydabûna du M-yan di peyva “şemme” da asîmîlasyon e. Diyar e ku demekê di soranî de jî peyv bi awayê “şembe” bû lê paşî dengê M dengê B yê li dûv xwe bi asîmîlasyona dengî wek xwe lê kiriye anku kiriye M:

  • şembe > şemme

Lê wek ku tê zanîn, di kurdî de adeten du konsonantên wek hev li pey hev li hev nakin loma yek ji wan dikeve. Bo nimûne:

  • paş + şîv > paşşîv > paşîv

Navê vê diyardeya kitbûna dengên cot anku ketina yek ji du dengên wek hev yên li pey hev di zimannasiyê de degemînasyon (inglîzî: degemination) e.

Loma peyva soranî, ya ku carekê diyar e ku “*şembe” bû, bi asîmîlasyonê bûye “şemme” û dûv re jî bi gemînasyonê bûye “şeme”.

Peyva kurmancî “şemî” jî diyar e ku pêşî “şembî” bû, dûv re bi asîmîlasyonê bûbû “*şemmî” û paşî jî bi degemînasyonê bûye “şemî”.

Cudahiya dîroka dengnasî ya vê peyvê di kurmancî û soranî de ew e ku peyva kurmancî “şembî” neketiye ber asîmîlasyona dengnasî lê “şemî” pêşî ketiye ber asîmîlasyona dengnasî û paşî ketiye ber degemînasyonê jî wiha guheriye:

  • şembî + asîmîlasyon > *şemmî + degemînasyon > şemî

Peyvên soranî “şemme, şeme” herdu jî ketine ber asîmîlasyona dengî û forma asîmîlenebûyî “*şembe” qet di soranî de nemaye. Dûv re di hin devokên soranî de peyva “şemme” ketiye ber degemînasyonê û bûye “şeme” lê li hin deran jî forma “şemme” hatiye parastin.

Di dîroka dengnasiya kurdî de asîmîlasyona dengnasî û dûv re jî degemînasyonê tesîr li ser gelek peyvan kiriye.

Bo nimûne:

  • bend > *benn > ben
  • *dizd[1] > *dizz > diz

Tesîra asîmîlasyon û degemînasyonê ne tenê di dîrokê de lê niha jî li ser gelek peyvên kurdî heye, bi taybetî gava ku ew di hevokan de di axiftina bilez de tên bikaranîn. Bo nimûne:

  • çend > çenn > çen

Di soranî de peyva ”dest” ji ber asîmîlasyon û degemînasyonê bi piranî wek ”des” tê gotin û wiha peyda bûye:

  • dest > dess > des

 

______________________________________________

[1] Bi zazakî ”dizd”, bi farisî ”dozd”.

Asîmîlasyon û dîsîmîlasyon di dengnasiya kurdî de

Dengnasi

Husein Muhammed

 

Bi ruxseta we, em li awayên cuda yên çend peyvan binêrin:

  • saet, seet
  • pare, pere
  • quwet, qewet
  • Xedîca, Xecîca

Gelo sebebên peydabûna van awayên cuda yên eynî peyvan çi ne?

Asîmîlasyona dengan

Eger em li herdu peyvên pêşiyê binêrin, em ê bibînin ku di wan di desteya ”saet, pare” de A heye lê di varyantên wan yên din de ” seet, pere” de li cihê A-yê jî îcar E heye.

Baş tê zanîn ku ”saet, seet” ji erebî ساعة (sa’e[t]) hatiye anku di kîteya yekem de A heye lê di kurdî de di hin devokan de ew A bi E guheriye. Herwiha tê zanîn ku ”quwet, qewet” ji erebî قوّة (quwwe[t]) tê anku di kîteya yekem de U heye lê di kurdî de bûye E.

Herwiha eger em peyva ”pare, pere” bidin ber hevberên wê di farisî (berê ”pare”, niha ”parê”) û tirkî (berê ”pare”, niha ”para”), em ê bibînin ku di kurdî de di hin devokan de dîsa A bi E guheriye.

Lê em herwiha dizanin ku A herdem di kurdî de bi E naguhere. Bo nimûne, vexwarina giştî di farisî de ”ab” e û di kurmancî de jî ”av” e anku A wek xwe maye û nebûye E. Yan peyva ”Quran” ji erebî hatiye wergirtin lê di kurdî de A-ya wê nebûye E (anku nebûye *Quren).

Sebebê guherîna A bi E (pare > pere, quwet > qewet, saet > seet) asîmîlasyona dengan e.

Mebest ji asîmîlasyona dengan ew e ku dengek (vokalek an konsonantek) dengekî din yê nêzîkî xwe wek xwe lê dike:

  • pare > pere
  • saet > seet
  • quwet > qewet

Ji van nimûneyan çend diyarde û fenomenên giring yên asîmîlasyona dengî diyar dibin:

Vokal tenê vokalê dike wek xwe lê konsonantan nake wek xwe. Bo nimûne, di peyvên ”pare, saet” de A (ku vokal e) dibe E lê P, R, S yan T yên konsonant nabin E. Li aliyekî din, di navê Xedîca/Xecîca de (ji erebî Xedîce) C-ya konsonant D-ya konsonant ya berî xwe wek xwe kiriye C.

Ji peyva ”quwet” diyar dibe ku ne tenê A (ku di nimûneyên ”pare/pere, saet/seet” de bûbû E) lê herwiha U jî dikare bibe E: quwet > qewet.

Wek ku tê dîtin, di nimûneyên me de vokala paştir tesîrê li vokala pêştirî xwe dike û wê diguherîne û wek xwe lê dike. Ji vê diyardeyê re tê gotin ”asîmîlasyona regresîv” anku ”bişivirîna paşvero”. Ev tê wê maneyê ku dengê paştir dengê berî xwe diguherîne lê dengê pêştir dengê dûv xwe naguherîne.

Di gelek zimanên din jî yên hindûewropî de asîmîlasyona regresîv peyda dibe. Bo nimûne:

  • latînî: ”octo, lectus, subtus” > îtalî “otto, letto, sotto” (heşt, nivîn, bin)

Di hinek zimanên din de asîmîlasyon ne regresîv (paşvero) ye lê progresîv anku pêşvero ye. Ev tê wê maneyê ku (berovajî kurdî) dengê pêştir tesîrê li dengê dûv xwe dike.

Yek ji zimanên ku asîmîlasyona progresîv tê de serdest tirkî ye. Bo nimûne, di tirkî de paşgira pirhejmariya navdêran -lVr e. Li vê derê mebesta V-ya navbera l û r vokalek e. Eger di navdêrê de vokalên paşîn (a, ı, o, u) hebin, di bin tesîra wan de paşgira pirhejmariyê dibe -lar:

  • ayak (pê) > ayaklar
  • çocuk (zarok) > çocuklar

Lê eger di navdêrê de vokalên pêşîn (e, i, ö, ü) hebin, paşgira pirhejmariyê dibe -ler:

  • kedi (pisîk, kitik) > kediler
  • Türk (tirk) > Türkler

Di asîmîlasyona vokalan de di kurdî de wisa dixuye ku bi piranî dengên A dibin E. Lê wek ku ji nimûneya ”quwet” dixuye, U jî dikare bi asîmîlasyonê bibe E, lê ihtimalen bi rêya I:

  • quwet > qiwet > qewet

Lê di kurdî de bi asîmîlasyonê E nikare bibe A. Bo nimûne, tiştekî wiha di kurdî de ne mimkin e:

  • kevan > *kavan
  • zeman > *zaman

Eger peyva ”zaman” di demê yan di nivîsên hin kurdan de bên bihîstin an dîtin jî, ew ne ji tesîra asîmîlasyona dengî lê ji ber tesîra tirkî ye.

Dîsîmîlasyona dengan

Niha jî kerem bikin li van peyvan binêrin:

  • nivîn, livîn
  • nimêj, limêj

Ji bilî asîmîlasyonê, di kurdî de herwiha hinek dîsîmîlasyona dengan jî peyda dibe. Mebest ji dîsîmîlasyona dengan ew e ku ji du dengên wek hev yan nêzîkî hev yek diguhere.

Bo nimûne, di piraniya devokên kurmancî de doşek, lihêf, balguh, betenî û hwd. bi hev re ”nivîn” in (têkilî peyvên ”nivistin, nivandin” anku ”razan, razandin” yan ”raketin, ketin xewê”). Lê di hin devokan de peyva ”nivîn” bûye ”livîn” anku N-yek ji herdu N-yên peyvên guheriye û bûye L.

Carinan dîsîmîlasyon ji heman dengan pêk nayê lê ji du dengên nêzîkî hev yek diguhere û dibe dengekî ji wan cudatir an dûrtir. Bo nimûne, piraniya kurmancîaxivan ji duayên rotînî yên rojane yên misilmanan re dibêjin ”nimêj” (li hin deveran ”nivêj”, hevreha soranî ”niwêj”, zazakî ”nimac” û farisî ”nemaz” ku wek ”namaz” ketiye tirkî jî.)

Dengên N û M yên ”nimêj”ê gelek dişibin hev. Lê di hinek devokan de dîsîmîlasyona dengan di vê peyvê de çêbûye peyv ji ”nimêj”ê bûye ”limêj” anku L cihê N girtiye.

Wek asîmîlasyonê, dîsîmîlasyon jî di kurdî de regresîv anku paşvero ye. Anku dengê pêştir diguhere û dengê paştir wek xwe dimîne. Bo nimûne:

  • nivîn > livîn (ne *nivîl)
  • nimêj > limêj (ne *nilêj)

Me li destpêkê diyar kir ku peyva “saet” bi rêya asîmîlasyona dengan bûye “seet”.  Lê di hinek devokan de peyv bi awayê “siet” (si’et) tê gotin. Anku yek ji herdu dengên E guheriye û bûye I.

Awayê “siet” bi dîsîmîlasyona dengan wiha peyda bûye:

– saet > (bi asîmîlasyonê) seet (bi dîsasîmîlasyonê) > siet.