Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 4

Ferhenga etîmolojiya kurdî navê ferhengokekê ye ku ji aliyê jineke bi bernavê Keça Kurd ve hatiye nivîsîn. Kitêb nêzîkî 300 rûpelî ye û sala 2014 di nav weşanên Nûbiharê de hatiye çapkirin.
Di kitêbê de texmînen 1000 peyv hene. Nivîskar ew kêm-zêde bi keyfî anku li gor dilê xwe bijartine û şirove kirine.
Danera ferhengokê adeten pêşî behsa cinsê anku zayenda rêzimanî ya peyvê dike, paşî gelek caran maneya peyvê şirove dike, hin caran nimûneyên di hevokan de dide û taliyê jî li gor zanîna xwe dibêje ka ew peyv ji kû hatiye anku etîmolojiya wê çi ye.
Mixabin ti hewleke cidî ya zanistî û zimannasî bo peydakirina etîmolojiya peyvan nehatiye dan. Ev kitêb ne ferhengeke etîmolojîk e lê ji serî heta binê ceribandineke zir-etîmolojîk e. Ji bilî peyvên bi zelalî pêkhatî wek “guhdarîkirin” (ku ji xwe her kes dizane ka ji çi pêk hatine û ne hewceyî ferhengên etîmolojî ye), hewlên peydakirina reh û rîşên peyvan pir kêm e.
Peyvên sade pir kêm tê de hatine vekolîn û etîmolojiya wan nehatiye peydakirin. Bo nimûne, peyvên wek ”ez” yan ”kirin” – û bi hezaran peyvên wisa ku ji peyvên bingehîn yên kurmancî ne – di vê ceribandinê de nayên dîtin. Çend etîmolojiyên peyvên nepêkhatî yên di ferhengê de heyî jî teqrîben 100 % bi nezanistî û xelet hatine şirovekirin.
Bo nimûne, peyva ”ageh” (agah) bi gotina wê ”etîmolog”ê ji ji ”a+guh” e ku qet ne rast e. Heta gelek ji peyvên pêkhatî jî xelet hatine şirovekirin. Wek mînak, peyva ”malxwê” bi gotina wê ji “mal+xwarin” e tevî ku ne hewce ye mirov etîmolog jî be bo ku bi hêsanî fehm bike ku ew ji ”mal+xweyî” (xwedî, xwedan, xudan) anku ”xweyiyê/xwediyê/xudanê malê” ye.
Carinan jî tenê mane û bikaranîna peyvê hatiye diyarkirin bêyî ku ti hewleke zanistî yan nezanistî jî bo diyarkirina etîmolojiya wê hatibe dan.
“Dr phil.” Husên Hebeş pêşgotineke pesinder ji kitêbê re nivîsiye ku tê de hem pesnê wê kitêbê û hem jî bi taybetî medhên ferhenga etîmolojî ya Cemal Nebez ya bi soranî Wişenamey Êtîmolojyay Zimanî Kurdî jî dide. Helbet Cemal Nebez hinekî ji ”Keça Kurd” zêdetir hewl daye ferhenga xwe wek berhemeke rast ya etîmolojî bide. Lê mixabin, ji bilî diyarkirina etîmolojiya hin peyvên ji zimanên ewropî, ferhenga Nebezî jî ji serî heta binî ceribandineke ji zanistiyê dûr e.
Cemal Nebez, berevajî rastiya ron, di ferhenga xwe de idia dike ku bo nimûne peyvên wek ”silav, welat, wijdan” ne ji erebî ”selam, wilayet, wicdan” in lê ”welat” bi ”war” ve, ”silav” bi ”salute” ya latînî ve û ”wijdan” jî bi ”wisdom” ya inglîzî ve girê dide bêyî ku ti bingehekî rastiyê ji van gotinan re hebe. Ev tenê çend nimûne ne, lê ceribandina Cemal Nebezî ji serî heta binî xwevedizîna ji rastiyan e û berhema wî bi nijadperistiyeke kurdî ya çavkorane û kerb û kîneke bêhempa ya beramber erebî û farisî dagirtî ye.
Husên Hebeş di pêşgotina xwe de pê ve diçe û rexne û tehnên neheq li berfirehtirîn û zanistîtirîn ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ya çapkirî anku ferhenga R. L. Çabolov dike ji ber ku Çabolov peyvên ji erebî di ferhenga xwe de dane. Lê Çabolov ew peyv dane yên ku di kurdî hene û kurd bi kar tînin, ne yên ku li gor hin kesan “divê kurd van peyvan bi kar bînin/neînin, yan ev peyv kurdî ne û ev ne kurdî ne.”
Paradoksa ”Ferhenga Etîmolojiya Kurdî” ya Keça Kurd ew e ku bi nav ew ferhengeke etîmolojîk e lê hêjayiyên wê di rastiyê de hin tiştên din in: Ew ji alî jineke navsere ya kurd ve hatiye nivîsîn, wê maneya peyvan bi awayekî balkêş û rewan şirove kiriye, cins û zayenda peyvan diyar kiriye, gelek caran nimûne ji helbestên klasîk yan ji folklorê jê re anîne û heta gelek wêne jî pê ve kirine.
Hêjahiyeke din ya vê ferhengê beramberî pêşnimûneya wê anku ferhenga Nebezî ew e ku ev ferheng ne bi kerb û kîna dijî zimanên cîran hatiye nivîsîn. Herçi Nebez e, hewl daye ku peyvên bi zelalî ji erebî û farisî jî, wek peyvên bi eslê xwe kurdî şirove bike û heta idia dike ku ereb hatine û ew birine nav zimanê xwe. Berevajî hin zir-etîmologên din yên wek Cemal Nebez, Ramazan Çeper û Emeg Raman, Keça Kurd heta hin peyvan wek bi eslê xwe ji erebî yan tirkî qebûl dike jî. Bo nimûne, qebûl dike ku “alif” ji erebî û “quzilqurt” dikare ji tirkî be. Lê mixabin li beramberî “alif”a ji erebî, idia dike ku peyva kurdî “êm” e û hay jê nîne ku “êm” ji tirkî “yem” e (ji “yemek” anku “xwarin”).
Mirov dikare peyvên ferhengê û şiroveyên wê bi balkêşî bixwîne. Lê mixabin mirov nikare vê ceribandinê bi ti awayî wek hewldaneke cidî ya ronkirina etîmolojiya peyvên kurdî bihesibîne.