Xebatên zimanî di navbera lehceyan de

 

Husein Muhammed

Salanu

Wek diyarî bo mamê hêja Îsmaîl Şahîn

 

Van çend dehsalên dawiyê xebatên li ser lehceyên cuda yên zimanê kurdî zêde û berfireh bûne. Hin ji wan lêkolînan bi kurdî û hinek jî bi zimanên din in.

Lêkolînên zimanî yên bi kurdî adeten li ser wê lehceyê ne ku kitêb bi xwe jî pê hatiye nivîsîn. Bo nimûne, kitêbên zimanî/rêzimanî yên bi kurmancî bi piranî behsa taybetmendiyên kurmancî, yên bi soranî qala taybetmendiyên soranî û yên bi zazakî jî aqlebe behsa xusûsiyetên zazakî dikin.

Lê herwiha bi taybetî vê dawiyê hin berhem bi lehceyeke kurdî li ser lehceyeke din jî ya kurdî hatine pêşkêşkirin. Hinek ji van berheman hewl didin qisekerên lehceyekê hînî lehceya din bikin lê hinek jî tê dikoşin wekhevî û cudahiyên du yan zêdetir lehceyên kurdî bi xwandevanên xwe binasînin.

Hinek ji berheman kitêb an nivîsarên li ser rêzimanê ne. Hinekên din jî ferhengên dulehceyî yan pirlehceyî ne.

Di vê nivîsara xwe de em ê van xebatên bi lehceyeke kurdî li ser lehceyeke din ya kurdî binasînin. Herwiha wek diyariyeke bo sala nû ya 2018 em ê piraniya van berhemên hêja di malpera Zimannas de bixin ber destê xwandevanên kurdî.

Read More »

Ferhengeke soranî-kurmancî-tirkî

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 8

__________________________

ekici

Husein Muhammed

Ferhenga soranî-kurmancî-tirkî ya Abdullah Ekici ferhengeke yekalî ye ku peyvên soranî rêz kirine û ew pêşî li kurmancî û paşî jî li tirkî wergerandine.

Ev berhem bi hecma ferhengên destan an ferhengên berîkan e û ji nêzîkî 340 rûpelan pêk hatiye. Di ferhengê de serpeyvên soranî li gor alfabeya kurdî-latînî hatine rêzkirin lê li ber wan serpeyv herwiha bi alfabeya kurdî-erebî jî hatine pêşkêşkirin. Wateyên wan yên kurmancî (û yên tirkî) tenê bi alfabeya kurdî-latînî hatine dan. Herwiha nimûne û hevokên soranî jî tenê bi alfabeya latînî ne.

Hejmara serpeyvên ferhengê nehatiye diyarkirin lê texmînen 4000 – 5000 serpeyvên soranî li gel wergerên wan yên kurmancî û tirkî di ferhengê de cih digirin.

Read More »

Kêşeyên soraniya nivîskî

 

Husein Muhammed

husein muhammed

Klîşeyek derbarê zimanê kurdî heye ku hem ji aliyê kurdên nezimannas ve û heta hem ji hêla zimannasên kurd û biyanî ve jî tê dubarekirin: “Soranî standard bûye lê kurmancî hê standard nebûye yan jî hê li ser rêya standardbûnê ye.”

Di zimannasiyê de gotina ”zimanê standard” dikare bi gelek awayan were fehmkirin. Mebesta van idiakerên ”soraniya standard” awayekî nivîsîna zimanî ya lihevkirî ye. Anku ”soraniya standard” li gor wan tê wê maneyê ku soranînivîs dizanin ka nivîsîna peyv, gotin û hevokan çawa rast e û ew hemû hema-hema wek hev dinivîsin tevî ku li gor devokên soranî gelek awayên cuda yên heman peyv û gotinan hebin jî.

Heman idiaker yekser idia dikin an jî di nav rêzikan de didin fehmkirin ku lehceyên din yên kurdî (kurmancî, hewramî, zazakî, devokên kurdiya başûrî anku feylî, kelhurî û kirmaşanî) nebûne standard anku lihevkirinek li ser rastnivîsîna wan peyda nabe.

Tevî ku ez pir dixwazim jî, mixabin nikarim bawer bikim ku ti lihevkirineke giştî di warê rastnivîsîna soranî de peyda bûbe. Di vê kurtevekolînê de em ê hewl bidin hin ji pirsgirêk û lihevnekirinên di nivîsîna soranî de berçav bikin.

Armanca vê nivîsarê bi ti awayî ne dijîtîkirina soranî yan ti zarekî din yê kurdî ye. Soranî jî parek ji zimanê kurdî ye ku zaroktiya xwe ve aşiq û şeydayê hemû lehceyên vî zimanî me. Rêzkirina van lihevnekirin, pirsgirêk û gengeşiyên nivîsîna soranî bi merema fehmkirina rewşa heyî û herwiha bi mexseda peydakirina çareyan bo wan tên destnîşankirin.

 

Çavkaniyên rastnivîsînê û otorîte kêm in

Li destpêka sedsala 20an hem kurmancî û hem jî soranî xwedî hin pêşengên daneriya zimanê nivîskî bû. Di kurmancî de ew ritbe û stêrk bêyî ti dudiliyê li ser milên Celadet Bedirxan e. Wî hem alfabeyeke nû ya li ser bingehê alfabeya latînî bo kurdî çêkir û hem jî berhemên wî yên rêzimanî û rojnamevanî bo kurmanciya nivîskî heta niha jî nimûne û otorîte ne.

Mirov dikare di soranî de jî bi taybetî navê Tewfîq Wehbî bide ber navê Celadet Bedirxan di kurmancî de. Lê tevî ku Wehbî gelek xebatên hêja pêk anîn jî, karê wî ne wek yê Celadet Bedirxanî sîstematîk bû û herwiha ti caran jî otorîteya ku Celadet di kurmancî de wergirtiye, ti caran nebûye para Wehbî.

Li nîveka duyem ya sedsala 20an hejmara berhemên bi soranî nivîsandî û çapkirî ji ya berhemên heman demê bi kurmancî belavkirî gelek zêdetir e. Lê dîsa jî di kurmancî hewlên bi zanetî yên danîna bingehên rastnivîsînê hatine dan û berê wan jî ji yên soranî biberekettir bûye.

Di soranî de ne berê û ne jî niha ti hewlên cidî yên çareserkirina gelek kêşeyên bingehîn yên rastnivîsînê nehatine dayîn yan jî ew hewl bi ser neketine. Yan çendîn mijarên serekî qet nehatine behskirin yan jî ti encameke lihevkirinê ji wan derneketiye ji ber ku piraniya soranînivîsan di wan meseleyan de her kes li gor dilê xwe yan devoka xwe dike.

Mirov dikare van pirsgirêkan wiha parve bike:

  • standardnebûna nivîsînê
  • standardnebûna çemandinê (tewandinê)
  • standardnebûna pêkve- yan cudanivîsînê
  • standardnebûna peyvan
  • standardnebûna hejmaran
  • standardnebûna xalbendiyê

 

Standardnebûna nivîsînê

Di warê lihev(ne)kirina nivîsîna soranî ya bi alfabeya kurdî-erebî[1] de çendîn kêşe û arîşeyên bingehîn û cidî hene.

 

U / Û

Wek prensîp, dengê ”u” bi kurdî-erebî bi و û dengê ”û” jî wek  وو anku bi du و-an tê nivîsîn. Lê di pratîkê de gelek caran tenê و-yek li cihê ”û” jî tê nivîsîn. Sebebên van şaşiyan ew in ku adeten ti herfên din yên alfabeya kurdî-erebî li pey xwe dubare nabe û ti dengek jî bi dubarekirina heman herfê nayê nivîsîn (berevajî alfabeya kurdî-latînî ku hin caran dengê R-ya şidandî bi du R-yan dinivîse, wek ”pirr, şerr”). Sebebê din yê serekî ew e ku و-yek (gava ku vokal be) di kurdî de dengê ”u” dide lê di farisî û erebî de dengê ”û” dide.

Mesele ne tenê di nivîsîna peyvên nadir û kêmnas de heye lê heta di peyvên herî sade de jî peyda dibe. Bo nimûne, heta lihevkirineke giştî di nivîsîna peyvên  anku ”bûn, mirdû, kirduwe بوون، هاتوو، کردووه‌” (”bûn, hatî, kiriye” anku ”tiştê ku hatiye kirin”) de jî nîne ji ber ku gelek caran ew wek ”bun, kirdu, kirdwe بون، هاتو، کردوه‌” tên dîtin.

Herwiha lihevkirin li ser wê jî nîne ka du و dikarin li destpêkê hebin yan na. Loma hin kes dinivîsin ”wutin, wurç, wurd ووتن، وورچ، وورد” (gotin, hirç, hûr) û hin jî wan wek ”witin, wirç, wird وتن، ورچ، ورد” dinivîsin.

 

ڕ / ر

Wek prensîp R-ya nerm / sist herdem di alfabeya kurdî-erebî de bi ر tê nivîsîn û R-ya şidandî / req jî bi herfa ڕ tê diyarkirin.

Wek teorî, ev ji tekane R-ya alfabeya kurdî-latînî çêtir e. Lê di pratîkê de ev herdu R tevliheviyeke mezin peyda dikin.

Di hin nivîsan de tenê ر tê bikaranîn ji ber sebebên teknîkî anku ji ber ku ڕ di gelek kîbord û klavyeyan de peyda nabe ji ber ku di erebî û farisî de ne li kar e.

Gelek caran jî ji ber ”jibîrkirinê” yan ”bêsexbêriyê” ر li cihê ڕ tê nivîsîn.

Lê herwiha lihevnekirineke bi zanetî jî li ser bikaranîna van herdu R-yan heye: hin kes li ser wê qenaetê ne ku madem ku R di kurdî de ji xwe li destpêkê herdem şidandî ye, ne hewce ye ku ”şidandîtiya” wê bi ”nizmeka” bin ر anku wek ڕ were diyarkirin. Ew kes dixwazin ku ڕ tenê bo şidandina ne-destpêkî were bikaranîn.

Piranî li ser wê baweriyê ye ku R-ya şidandî herdem bi ڕ were nivîsîn. Lê bo nimûne mezintirîn medyaya kurdî, tora medyayî ya Rûdawê berevajî wê dike.

 

Vokal li destpêka beşa duyem ya peyvên pêkhatî

Eger peyvek ji du peyvan pêk hatibe û li destpêka peyva duyem vokalek hebe, lihevkirinek li ser hindê nîne ku ew vokal bi yan bê ”hemze” (ئ) were nivîsîn:

  • bêhemze: سه‌ره‌نجام، گوله‌ندام، بێاو
  • bihemze: سه‌رئه‌نجام، گولئه‌ندام، بێئاو

anku ”serencam, gulendam, bêaw” (bêav).

 

Herfa li cihê kesreya erebî

Li cihê dengê ”i” yê peyvên erebî û ewropî carinan wek ”i” dimîne (ku di alfabeya kurdî-erebî de nayê nivîsîn) û carinan jî bi ”î” tê diyarkirin:

  • şahid / şahîd, Tahir/ Tahîr, hizb / hîzb (partî, rêkxistina siyasî)
  • televizyon, televîzyon

 

Nivîsîna ”-iy-”

Di alfabeya kurdî-erebî de herfa dengê ”i” nayê nivîsîn. Li cihê komherfên ”-iye”, lihevnekirineke cidî heye ka ew wek ”-y- -ی- yan jî -یی- be. Bo nimûne:

  • wek –y-: nye, çye, dyariyek نیه‌، چیه،‌ دیاریه‌ک (nîne, çi ye, diyariyek)
  • wek –îy-: dyarîyek, nîye, çîye دیارییه‌ک ، نییه‌، چییه‌

Herwiha lihevnekirin li ser wê jî heye ka gelo sê ی dikarin li pey hev peyda bibin yan bi zerûrî divê tenê du bên nivîsîn:

  • şayîyek شایییه‌ک yan şayiyek شاییه‌ک bi maneya ”şahiyek, cejnek”

Heta carinan mirov wê wek شایه‌ک (şayek) anku tenê bi ş-yekê jî di nivîsan de dibîne.

 

Raveka ”y” li pey ”î”

Li cihê ravekên kurmancî ”-ya” (mê) û ”-yê” (nêr) di soranî de raveka ”-y” ya bêcins yan ducins li kar e:

  • rojname-y kurdî (rojname-ya kurdî)
  • xanû-y kon (xani-yê kevn)

Lê gava ku peyva raveber bi Î bi dawî tê, lihevnekirineke berçav heye ka Y ya ravekê jî were zêdekirin yan na. Ev heta di navê lehceyê bi xwe de jî berçav e. Anku lihevkirinek li ser wê nîne ka kîjan ji van herdu forman bi wateya ”kurdiya soranî” rast e:

  • kurdî-y soranî کوردیی سۆرانی
  • kurdî soranî کوردی سۆرانی

Gelek rêzimannivîs dê sond bixwin ku forma jortir rast e lê di rastiyê de forma jêrtir serdest e û zêdetir tê dîtin li gel ku ti ji herdu forman ne yek awayên nivîsîna rast in.

 

Standardnebûna çemandinê

Di warê pêşgir û paşgirên herî bingehîn yênb çemandinê anku tewandinê de standardnebûn û lihevnekirineke berçav di soraniya nivîskî de serdest e ku kurmanciya nivîskî y abi alfabeya latînî ji zû ve xwe jê safî kiriye.

Bo nimûne, li cihê pêşgira herî berbelav ya lêkeran ya kurmancî ”di-” (wek di-bêjin, di-got, di-kin, di-kir”) de di soranî de lihevkirin nîne. Gelek kes wê wek ”de-” dinivîsin (de-łên, de-gut, de-ken, de-kird) lê gelek kes jî wek ”e-” (e-łên, e-gut, e-ken, e-kird).

Li cihê paşgira nediyariyê ya kurmancî ”-ek” di soranî de hin kes dinivîsin ”-êk” û hin jî ”-ek” û hin kes jî tenê ”-ê”:

  • rojêk, rojek, rojê

Di warê paşgira kesî ya kesê sêyem yê yekhejmar de lihevkirinek di soranî de nîne ka T li dawiya wê heye yan na:

  • ew deka, dełê (ew dike, dibêje)
  • ew dekat, dełêt

Anku li ser awayê standard yê peyvên herî sade yên zimanî jî lihevkirinek tine ye. Loma li cihê peyvên kurmanciya nivîskî ”ew dike” û ”ew dibêje” mirov dikare van çar varyantan bibîne ku her kes li gor dilê xwe yekê ji wan dinivîse:

  • ew deka, dekat, eka, ekat (ew dike)
  • ew dełê, dełêt, ełê, ełêt (ew dibêje)

Helbet ji bilî van çend formên devokî jî hene. Bo nimûne bi hewlêrî: ”ew derê, ew derêt, ew derêtin” (ew dibêje) yan ”ew dekatin” (ew dike).

Formên devokî helbet di kurmancî de jî hene, wek ”ew dibêjit, ew dibêjê, ew dibêjît, ew dibêjitin, ew dibêjîtin, ew dibê, ew dibêt, ew dibêtin”. Lê cudahiya kurmancî û soranî ew e ku bi kurmanciya nivîskî ya bi alfabeya latînî hema-hema her kes dinivîse ”ew dibêje”. Ti standardiyeke wisa di soranî de ne diyar e.

 

 

Nivîsîna bi hev re yan ji hev cuda?

Belkî mezintirîn kêşeya standardnebûna nivîsîna soranî ew e ku ti lihevkirinek derbarê nivîsîna peyvan ji hev cuda yan jî bi hev re nîne. Em ê li vê derê tenê çend mijarên jêrî vê meseleyê berçav bikin û hewl jî nedin behsa hemû pirsgirêkê bikin.

Nivîsîna lêkerên sivik: Di nivîsîna lêkerên sivik û lêkerên biwêjî de lihevnekirinek zîq û beloq li meydanê ye. Bo nimûne, heman gotin dikarin wiha bi du awayên ji hev cuda yan jî bi hev re nivîsandî bên dîtin:

  • kurt kird, kurtkird کورت کرد، کورتکرد (kurt kir)
  • gewre bû, gewrebû گه‌وره‌ بوو، گه‌وره‌بوو (mezin bû)
  • kotayî hat, kotayîhat کۆتایی هات، کۆتاییهات (bi dawî bû, bi dawî hat)
  • be kar hêna, bekar hêna, bekarhêna  به‌ کار هێنا، به‌کار هێنا، به‌کارهێنا  (bi kar anî)

 

Nivîsîna daçekan: Di meseleya nivîsîna pêşdaçekan bi peyva pey xwe ve yan jî jê cuda de standardiyek peyda nebûye. Di meseleya paşdaçekan de jî eynî kêşe berçav e. Loma mirov dikare li cihê ”li mal, li malê” ya kurmancî van her sê awayan di berhemên soranî de bibîne:

  • le mał da, le małda, lemałda له‌ ماڵ دا، له‌ ماڵدا، له‌ماڵدا

 

Nivîsîna biwêjan: Bi taybetî jî gava ku çend peyv bi hev re maneyeke taybet didin, lihevnekirina li ser nivîsîna wan bi hev re yan ji hev cuda zelal e. Loma gotina beramberî ”di van nêzîkan de, piştî demeke kurt” di soranî de dikare bi çendîn awayên nivîsînê were dîtin:

  • له‌ ئه‌م زوویانه‌ دا، له‌م زوویانه‌ دا، له‌م زوویانه‌دا، له‌مزوویانه‌دا
  • le em zûyane da, lem zûyane da, lem zûyaneda, lemzûyaneda

Yan li cihê ”wan dest pê kir” ya kurmancî:

  • destyan pê kird, destyan pêkird, destyanpêkird ده‌ستیان پێ کرد، ده‌ستیان پێکرد، ده‌ستیانپێکرد

 

Heta lihevkirineke kafî derbarê nivîsîna pêve yan cuda ya girêdeka ”û” jî peyda nabe. Loma mirov dikare li cihê ”ez û tu” van hemû varyantan di nivîsên bi soranî de bibîne:

  • min w to, minw to, min wto من و تۆ، منو تۆ، من وتۆ

 

 

Standardnebûna gelek peyvên bingehîn

Li ser awayê standard yê hin peyvên herî sade jî lihevkirinek peyda nebûye. Bo nimûne, li cihê peyvên kurmancî ”gotin” û ”li gel, bi … re” di soranî de hin kes dinivîsin ”wutin/witin” û ”legeł, le geł” û hin kes jî ”gutin” û ”degel”.

 

 

Standardnebûna nivîsîna hejmaran

Heta li ser awayê standard yê hejmaran jî lihevkirinek peyda nebûye. Ev her sê cûreyên hejmarên 0-9 tên bikaranîn:

Hejmarên rojavayî Hejmarên erebî Hejmarên farisî
1 ۱ ۱
2 ۲ ۲
3 ۳ ۳
4 ٤ ۴
5 ٥ ۵
6 ٦ ۶
7 ۷ ۷
8 ۸ ۸
9 ۹ ۹
0 ۰ ۰

Wek ku tê dîtin, hejmarên erebî (stûna navîn) di hejmarên 4, 5 û 6 de ne wek hejmarên farisî ne (stûna aliyê rastê).

Kitêbên ku li Rojhilatê Kurdistanê tên weşandin bi piranî hejmarên farisî bi kar tînin û pirtûkên li Başûrê Kurdistanê belav dibin bi piranî hejmarên erebî dinivîsin.

Heta carinan di heman berhemê de li derekê bi hejmarên rojavayî (stûna aliyê çepê) tê nivîsîn û li dereke din bi hejmarên erebî yan farisî.

 

 

Standardnebûna xalbendiyê

Di bikaranîna xalbendiyê (nuqte, bêhnok, nîvnuqte, dunuqte, dunik, kevanok û hwd.) de çendîn kêşe û lihevnekirin di nivîsên soranî de berçav in.

Yek ji diyardeyên serekî bikaranîna hevokên dirêj bêyî ti xalbendiyê yan jî tenê bi alîkariya nuqteyekê li dawiya teksteke dirêj e. Herwiha bikaranîna zêde ya du nuqteyên li pey hev (..) beloq e.

Ji ber ku di alfabeya kurdî-erebî de herfên gir (A B C…) ji herfên hûr (a b c…) nayên cudakirin, lihevnekirinek li ser awayê nivîsîna navên taybet (xaseten navên mirovan) heye. Hin kes wan bêyî ti nîşanên taybet dinivîsin, hin kes wan di kevanokan de dinivîsin û hin jî di dunikan de. Loma mirov dikare bo nimûne navê Ehmed Hesen wiha di tekstên cuda de bibîne:

  • ئه‌حمه‌د حه‌سه‌ن
  • (ئه‌حمه‌د حه‌سه‌ن)
  • “ئه‌حمه‌د حه‌سه‌ن”

 

 

Encam

Armanca vê nivîsarê ne ew e bibêje ku soranî rast nayê nivîsîn yan bi kêrî zimanê nivîskî nayê. Di her zimanî de hin standardnebûn yan dustandardî hene.

Armanca vê nivîsarê ew e ku bersiva wan idiayan bide ku dibêjin ”soraniya standard bûye lê zarên din yên kurdî ti awayên standard yên nivîskî nînin”.

Di meseleya nivîsînê de di sedsala 20an de bi soranî ji bi kurmancî zêdetir berhem hatine nivîsîn û çapkirin. Di sedsala 21 de herdu bi hev re gavan diavêjin. Lê idiaya ku dibêje soranî standard bûye û kurmancî na, idiayeke bêbingeh e.

Di herdu zarên kurdî yên serekî de hem pêşveçûneke berçav diyar e û hem jî hê kêmasiyên mezin hene. Kêmasiyên soraniya nivîskî – eger ne ji yên kurmancî pir zêdetir bin jî – bi ti awayî ne kêmtir in.

_________________________

 

TÊBÎNÎ

[1] Heman pirsgirêk di ”behdînî” anku kurmanciya bi alfabeya kurdî-erebî de jî serdest in.

KURDÎZAR: ferhenga soranî – kurmancî: Î

 

husein

Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammedî ye. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî, li bin L î wateya L-ya qelew dide, li bin H tê maneya H-ya wek di peyva “heft” de (ح).

 

Î î ئی

 

-î I -a, -ê: malî min mala min; espî reş hespê reş

II -î: kurd > kurdî, Kurdistan > kurdistanî; rast > rastî

-î III bn -ît

îca vêca, îca, vêga; (ew kat) hingê, wê demê, vê gavê

îcgar yekcar, êkcar, bi temamî, bivê-nevê, êdî tew

îftade êxtiyar, pîr, kal

îlla, îllan îlle, îlleh, bivê-nevê

îm- î-, ev-: îmro îro, evro; îmsal îsal, vê salê

îmro îro, evro, vê rojê

îmsal îsal, vê salê, ev sale

îmşew îşev, vê şevê, ev şeve

în (em) in: ême kurd în em kurd in

-în (em) –in: nazanîn em nizanin, deçîn em diçin

-îne (vokatîv pirrjimar) -no, -îno, -ino: kurîne kurrîno, kurrino, xelkîne xelkîno, xelkino

înca vêca, îca, vêga; (ew kat) hingê, wê demê, vê gavê

înfîcar teqîn, peqîn, înfîcar

îrhab teror, terorîzm, tirskarî

îrhabî terorîst, tirskar

îsbat îsbat, peyitandin, delîl, belge, îşaret, elamet, nîşan, beyan

îskan peyale

îstîqale îstîfa, destjêberdan, devjêberdan

îstîqlal istiqlal, rizgarî, serbixweyî, rizgarbûn

îş kar, şol, şuxl, îş

-îş jî: minîş min jî; ez jî

îşaret îşaret, elamet, nîşan, belge, delîl, îsbat

-ît -î: to dezanît tu dizanî, to nabînît tu nabînî

îtir êdî, hew, ji niha pê ve, ji hingê pê ve

îxtiyar êxtiyar, pîr, kal

 

 

 

 

 

 

 

 

KURDÎZARÎ: ferhenga soranî – kurmancî: Ê

husein

Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammedî ye. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî, li bin L î wateya L-ya qelew dide, li bin H tê maneya H-ya wek di peyva “heft” de (ح).

 

Ê ê ئێ

 

-ê I –e (paşgira lêkeran li gel kesê yekem yê pirhejmar di dema niha de): ew deçê ew diçe, ew dezanê ew dizane, ew dekenê ew dikene

-ê II –ekê, -ekî: rojê rojekê, care carekê

-êk -ek: wilatêk welatek; carêk carek

‘êl hoz, êl, eşîr

ême em; me

-ên- -în-: deçênim diçînim, bigeyêne bigihîne, nadirênê nadirrîne û hwd.

Êran Îran

êrane van deran, vira, van derdoran

êranî îranî, xelkê / tiştê (ji) Îranê

Êraq Iraq, Îraq

êre vir, vê derê, vira, vêrê, here, hire, êre, vî cihî, ev der

êsk, êsqan hestî, beşên req yên leşî

êsta, êste niha, noke, nika, niho, ana, aniha, vê gavê

êstayî nihoyî

êstir hêstir, qantir

êş êş, jan, elem, derd

                      ~ kirdin êşîn, êşan, biêş bûn

êşan êşîn, êşan, biêş bûn

êşandin êşandin, dan êşîn, kirin ku kesek biêşe

êşta hê, hê jî, hîn, hêşta, hîna, hîna jî

-êt, -êtin bn –ê I

êwar êvar, dawiya rojê

êwaran êvaran, her êvarê

êware, êwarê êvarî, dema êvarê

êwe hûn, hingo, win; we, hewe, hingo

êza xelat, badaşt

êzdî, êzîdî êzidî, êzdî

KURDÎZAR: ferhenga soranî – kurmancî: F

husein

Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammedî ye. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî, li bin L î wateya L-ya qelew dide, li bin H tê maneya H-ya wek di peyva “heft” de (ح).

 

F f ف

fafon fafon, bafon, aluminyum

fak lêb, lêhb, lihb, fêl, dek, dekûdolab, hîle

fal fal, pêşbînîkirin, diyarkirina bûyerên demên bên

~ girtinewe fal vekirin, pêşbînî kirin

fal telewî, rewşa mirovekî yan heywanekî ku tê de têkiliya cinsî pirr dixwaze

falawêj, falbêj, falçî, falgir falveker, falbêj, falçî

falawêjî, falbêjî, falçêtî falvekerî, falbêjî, falçîtî

fam fam, fehm, fêm, têgîştin, têgihiştin

fama fehma, têgihiştî, xwande, zana, ne cahil, ne nezan, ne mejîreş

famîde famîde, kesa/ê dikare tiştekî binirxîne û wê fam bike

famîn tê gîştin, fam kirin, famîn

fanos fanos, lampe, çira

faqe xefik, tepik, faqe, dav, davik

faris, fars faris

farisî, farsî farisî

fayiz fayiz, faîz, selef, riba

fayl dosye, fayl, belge

fekle cênîk

fele file, xrîstiyan, mesîhî, îsawî; asûrî, siryanî

felsefe felsefe, fîlozofî

fen (erebî) bn huner

fena wek, mîna, fena, nola, şibî, eynî

fend, feng fen, fend, feng, lêb, lêhb, hîle, lîstik, leyistik, lehîstik

~û fêl fen û fêl, lêb, hîle, xap, xapandin

fener fanos, fener, çira, lampe

feqê feqe, feqî, şagirdê dînî (t îslamê)

feqîr feqîr, hejar, belengaz, jar

fer nirx, hêjatî, hejîtî: Ferî niye qiseyş legel bikeyt Ne hêjayî ye li gel biaxivî jî

feramoş feramoş, nehesibandî, înkarkirî; jibîrkirî

~ kirin feramoş / pûç kirin, nehesibandin; ji bîr kirin

feramoşî sersarî, xemsarî; înkar; jibîrkirin, nehesibandin

feraqe bend, qeyd, zincîr (t yên pî / ling pê tên girêdan)

fer dergevan, kesa/ê karûbarên xaniyekî (t yên îdarî) yên mîna malînê dike

ferdar 1. bihagiran, binirx, hêja, hejî (tiştekî) 2. bikêr, biwec, bikêrhatî

ferde ferde, kîs, torbe, tûrik, telîs

ferec bn lûferec

fereh 1. fire, fireh, fereh, firhe 2. xweşî, şadî 3. bereket, zêdehî

ferheng ferheng, peyvname, bêjename, pirtûkên peyv tê de (li gor rêza alfabeyê yan mijaran) hatine rêzkirin û (bi zimanek din yan bi heman zimanî) hatine rave- û şirovekirin

ferhengok ferhengok, peyvnamok, bêjenamok, ferhengên biçûk; fehengok, çend peyvên rêzkirî

Read More »

KURDÎZAR: ferhenga soranî – kurmancî: A

husein

Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammed e. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî, li bin L wateya L-ya qelew dide, li bin H tê maneya H-ya wek di peyva “heft” de (ح).

 

A a ئا

a 1) belê, erê, e, a 2) a? çi?

-a carinan ciyê ‘e‘ ya kurmancî di paşgirên lêkeran de digire, wek: deka dike, naxwa (ew) naxwe

ab gelavêj, tebax, meha 8em ji salnameya zayînî

abor buhur, rê, rêk

abrû 1) şeref, namûs 2) şerm

adey! de! dê! de bike! de haydî! haydî! yella!

aferîde afirandî, xuliqandî

afirandin afirandin, xuliqandin, dan

afret jin, pîrek

aga hay, aga, ageh

            ~ lê bûn hay / aga jê bûn

aheng 1) şahî, cejn 2) aheng, harmonî

ajal kewal, sewal, heywan

ajawe têkoşîn, tevger, micadele, dijberî

akam encam, dawî

akar reftar, tevger, akar, rabûn-û-rûniştin

al tila navîn

ala ala, perçem

alif êm, alif

aloz tevlihev, dijwar, aloz, şêlî

~ kirdin tevlihev kirin, alozandin, şêlandin

altûn zêr

alûgor guher, guherîn, guhartin; danûstandin, têkilî

alûgoz guhestin, bi hev guherandin, pêguhartin

am ap, mam

amade amade, hazir

amaj nîşane, delîl, gova

aman! eman! hewar!

amanc armanc

amar hiljimar, statîstîk

amasan werimîn, perçivîn

amêr alav, amûr, alet

amêz hemêz, hembêz, koş, pêsîr

amojin jinmam

amoza mamza, pismam û dotmam, kurmam û keçmam

amraz alav, amûr, alet; (di rêzimanê de) pirtik, amraz

amser şû, hevser, jina yan mêrê kesekê/î

apter dîn, şêt, delodîn

aqil biaqil, aqilmend, hişyar, hişmend

ara le ara da li holê, li meydanê, li ber dest, berdest

araste pêşkêşî, raberî, pêşberî

ard 1) ar, ard 2) (agir) agir

areq xuh, xwêdan

arezû daxwaz, xwestek, hêvî

armûş hevrîşm

asa norm, adet, edet

asan hêsan, sanahî

asayî asayî, normal, adî, adetî, ji rêzê

asayîş ewlekarî, asayîş, emniyet

asewar kelepûr, bermayî, bermayiyên bavûkalan

asin asin, hesin

Read More »

KURDÎZAR: ferhenga soranî – kurmancî: E

husein

 

Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammedî ye. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî, li bin L î wateya L-ya qelew dide, li bin H tê maneya H-ya wek di peyva “heft” de (ح).

 

E e ئه‌

e e: ew kurd e ew kurd e

e- di-: ekat dike, edim didim, egiryan digirîn

-e -o; -ê (paşpirtika vokatîvî ya yekhejmar): kure kuro, mame mamo, apo, kake keko, bawke babo, bavo, kere kero; daye dayê, xwişke xwişkê, kiçe keçê

ebê 1. dibe, dibit, dibît 2. divê, divêt

ebleq matmayî, ecêbgirtî, mestbûyî

ebyal betenî

ebreş (anatomî) zirav

ecinda rojev, ajenda

eczacî dermanfiroş

eczaxane dermanxane

edî! bêguman, bêşik, tabî, helbet

edî? Ma ne? Ma ne wisan e?

efsane efsane, çîrokên mîtolojîk

efser serleşker, fermandara/ê leşkerî

egena, egîna yan na, heke ne, egîna

eger heke, eger, ger, herke

egîna wek din; heke ne

egrîce porrê/pirça ser eniyê

-ehasedeha bi sedan, hezareha bi hezaran, milyoneha bi milyonan û hwd.

ehlî sivîl, medenî; gel, xelk milet

ejdeha ejdeha, marê bidestûpê

ejmar hejmar, hijmar, jimar

ejmardin hijmartin, jimartin, hesab kirin

ejmêr hijmêr, hesabgir

ejno çok

-ekan -an: kiçekan wut keçan got

-ekanim -ên min: kitêbekanim kitêbên min

-ekanit -ên te: xizmekanit xizmên te

-ekanî -ên: zimanekanî ewropî zimanên kurdî; -ên wê / wî: hevalekanî hevalên wê / wî

-ekanman -ên me: dostekanman dostên me

-ekantan -ên we: malekantan malên we

-ekanyan -ên wan: pênûsekanyan pênivîskên wan

elbet helbet, bêguman, bêşik, bivê-nevê, hebe-nebe

elê dibêje

elfûbê alfabe, komtîp, koma tîpan, pergala herfan

elqe gustîlk, gustîrk

elmas elmas

elmode mode, bistîl

em ev, eve, vê, vî, viya, vêya

ema, emma lê, lêbelê, welê

emin min; ez

emîn pêbawer, emîn

emn, emn û asayîş(t) asayîş, ewleparêz, ewlekar, emniyet

emr ferman, bang, gazî

emust til, tilî

encam encam, akam, dawî

encin ker, parçe, qet

                      ~ encin kirdin hincinîn, ker kirin, qet qet kirin, hûr-hûr kirin

encumen encûmen, deste, konsey

endazyar endazyar, mihendis

endêşe, endîşe bîrdoz, îdeolojî

enem mem, çiçik, bersîng

engaw gav, pêngav

engûr tirî

entîke seyr, sosret, ecêb; awarte; kevnare, antîk

eqil aqil, hiş, bîr, awez

eramende perîşan, hejar, belengaz, feqîr

erc enîşk

ere birrek, mişar

erê 1) belê, erê 2) ma, gelo, erê, ecebe: Erê deynasî? Gelo wê/wî dinasî?

erk erk, wezîfe, kar, vatinî

erz erd, ax, xak, zevî

eskirî tirî, libên tirî

eskiwê heskû, mifsik, kefçî

eslen jixwe, eslen

esp hesp

espardin spartin

espayî bêpêjnî, tenahî, bêdengî, bêgeremolî, bêqerebalixî

esrîn hêsir, rondik, firmêsk, ava ji çavan tê dema mirov digirî

est- 1) Bi giştî cihê st- ya kurmancî digire: estêre stêr, estûr stûr

Estembol, Estemol Stembol

estêre stêr, stêrk

estêrk bendav

estêwilk hevîr

estî hestî

esto patik, paşsto

estûn stûn

eşk enîşk

eşkence şkence, lêdan, tazîb

eşkewt şkeft

eşya eşya, tişt, mal

etk hetk, rûreşî, şermezarî

etûn dojeh, cehenem, agiristan

ew ew; wê; wî (yekhejmar)

ewan ew, wan (pirrhejmar)

ewanîş ew jî, wan jî (pirrhejmar)

ewca paşî, peyre, dûre; encax

ewe 1) (amrazî amajekirdin) ewa/ê he, ewa/ê ha, ewa/ê han 2) (baştir e: ew e) ew e

-ewe ve-: geranewe vegerîn, xwardinewe vexwarin

ewende hind, ewqas, weqa

eweş ew jî

eweta, ewete işte, va ye, ev e, binere, bibîne

ewreng mirêsdar, mihteşem, ewreng, şiko

ewsa vêca, îca, îja, vêga; hingê, vêca hingê, wê gavê, wê demê, wî wextî

ewzar amraz, alav, amûr, alet

ey pa, ma, gelo: Min kurr im, ey to? Ez kurr im, pa tu (çi yî)?

ey! ey!

eylûl eylûl, îlon, rezber, meha 9em di salnameya romî de

eyna? ma ne? ma ne wisan e?

ezbole biharat

ezmûn azmûn, ceribandin, test, îmtîhan

KURDÎZAR: ferhenga soranî – kurmancî: C

husein

 

Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammedî ye. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî, li bin L î wateya L-ya qelew dide, li bin H tê maneya H-ya wek di peyva “heft” de (ح).

 

C c ج

ca îca, vêca, vêga, ca, ce, cevêca

cacik benîşt, cûyek, ‘ilk, bênîşt, cûyok

calcaloke tevnpîrk, tevnepîr

cam 1) şûşe, cam; pencere; neynik, awêne, qotîk

cam 2) tirar (amanek / firaxek madenî yê avpêvexwarinê)

cambaz akrobat, fenaker; hîlebaz, fêlbaz, cambaz, cembaz

car car, neql

            ~ û bar carinan, hin car, car-car, car û bar

car danezan, daxwiyanî, îlan, ragihandin

caran 1) caran 2) berê

            Sovyetî ~ Sovyeta berê

carbilaw belavok

caris bêzar, tengezar, mehtil, aciz, bêçare

casûs 1) sîxur, zêrevan, casûs 2) pêşnerî

cax tan, dîwarê darîn / textîn

cebeş zebeş, şitî, jebeş, şûtî

Cecal Decal

cefen fabel, çîrok, dastan

cehenem doje, cehenem, agiristan, dojeh, dozex

cehêl genc, nûgihayî (bi taybetî keç)

cejn cejn, şahî, roşan, roja taybet: cejnî newroz cejna newrozê; eyd: cejnî remezan eyda remezanê

cejnepîroze pîrozname, karteya pîrozkirinê

celad celad, serbirrê mirovan

celd çist, çeleng, ziring, fêris

celeb celeb, ker, birr, koma terş û tewalan yan dewaran

cemawer cemahir, cemawer, girseya gel; temaşevan, guhdar

cemat, cema’et cemat, cema’et, koma mirovan

cemedanî şaşik, cemedanî, serlav

cenab cenab, cinab: Cenabit çon e? Tu ya / yê hêja çawa yî? Cenabê te çawan e? Cenabtan le kiwêwe dên? Hûn yên hêja / berkeftî / delal ji kû ve tên?

Read More »