Dengê D – peydabûn û guherîna wî

Husein Muhammed

diyari

Di dengnasiya kurdî û piraniya zimanên latînînivîs de D / d dengê ”seknî-pidûyî-bilerz” e. Mebest ji ”seknî” ew e ku di dema derketina wî dengî de hewa pêşî bi temamî tê sekinandin anku rawestandin berî ku tê berdan. Merem ji ”pidûyî” ew e ku di dema derketina vî dengî de ziman bi pidûyan dikeve. Mexsed ji ”bilerz” ew e ku di dema gotina D de perdeyên dengî di gewriyê de dilerizin.

Di alfabeya kurdî-erebî de û herwiha piraniya zimanên erebînivîs de ev deng bi herfa د tê diyarkirin. Di alfabeya kurdî-krîlî û piraniya zimanên krîlînivîs de ev deng bi herfa Д (gir) û д (hûr) tê nivîsîn. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) de jî ev deng bi herfa [d] tê nivîsîn.

Veke û bixwîne!

Read More »