DÎROKA (ZIR-)ETÎMOLOJIYA KURDΠ-12-

(Bo beşên pêştir binêrin: 1, 2345678910, 11)

Ali Husein Kerim

Husein Muhammed

 

Ali Husein Kerim: Kürtçenin Etimolojik sözlüğü, 2019

Kitêba Ali Husein Kerim Kürtçenin Etimolojik sözlüğü (Ferhenga etîmolojî ya kurdî) sala 2019 derketiye û nêzîk 700 rûpelî ye. Ew çapa nûkirî û berfirehkirî ji ferhenga wî ya sala 2013 e ku nêzîkî 400 rûpelî bû.

Wek ku ji navê berhemê diyar e, zimanê serekî yê şirovekirinê tirkî ye tevî ku ew ji aliyê nivîskarekî kurd ve û derbarê peyvên kurdî hatiye nivîsîn. Tevî navê nivîskar yê bi şiklê xwe dişibe navên kurdên Başûr an Rojava, nivîskar di rastiyê de ji Bakur, ji herêma Xoçvana Erdexanê ye.[1] Wisa diyar e ku ”Ali Husein Kerim” navekî nepenî/guherandî ye ku ew ji xwe re bi kar tîne.

Berhem bi piranî ji wan nivîsan pêk tê ku nivîskar yek bi yek li ser malpera Dirokakurdistan.com û di hinek malperên din de belav kirine/dike.

Peyvên ferhengê ne li gor alfabeyê lê li gor mijaran hatine rêzkirin, wek ”dinya”, ”hewa”, ”riwek”, ”dewar” û heta mijareke wek ”xesandin” jî!

Ji ber ku ferheng li gor mijar û babetan hatiye avakirin û ne li gor rêzbendiya alfabeyê ye, gelek zehmet e ku mirov etîmolojiya hinek peyvên bingehîn jî yên kurdî tê de bibîne. Bo nimûne, etîmolojiya daçekan, cînavan, hokeran, piraniya rengdêran û hwd an di ferhengê de qet nîne yan jî dijwar e ku xwandevan wan ji nav ferhengeke 700-rûpelî peyda bike.

Wek din jî peydabûn an peydanebûna peyvekê di ferhengê de teqrîben bi temamî tiştekî tesedifî ye. Amadekarê ferhengê ne ku hewl daye ferhengeke giştgir anku komprehensîv ya peyvên kurdî (hemû peyvan an jî peyvên bingehîn) amade bike lê etîmolojiya wan peyvan nivîsiye yên ku dilê wî bi xwe xwastiye.

Ali Husein Kerim bi hinek kitêbên xwe yên li ser dîroka kurdan yên bi tirkî hinekî tê nasîn. Wek hinek nivîskarên din jî yên kurd, ew jî hema-hema her tiştê dîrokê û dinyayê dike malê kurdan – rastî wisa be yan qet ne wisa be jî.

Heman awayê nêzîkbûna wî di mijara etîmolojiyê de jî diyar e. Ali Husein Kerim peyvên herî bingehîn yên bi eslê xwe bêguman erebî û tirkî jî bêyî ti dudiliyê û fedîkirinê dike malê kurdî. Her argumenta ku zanistî yan jî nezanistî be lê bi dilê wî be, ew bo idiayên xwe yên kurdîkirina eslê peyvên erebî, tirkî û zimanê din bi kar tîne daku eslê wan bike kurdî. Qet nakeve şik û gumaneke zanistî û bi rûqayimî eslê peyvên bêguman biyanî jî dike malê zimanê kurdî.

Berovajî piraniya danerên kurd yên ferhengên kurdî yên etîmolojî, Ali Husein Kerim hewl dide karê xwe wek ku zanistî û bêalî be pêşkêş bike. Ew ji gelek malperên ser internetê yên zanistî, nîvzanistî û qet-ne-zanistî jî hejmareke mezin ya etîmolojiyan neqil dike kitêb û nivîsên xwe û hewl dide peyvên kurdî bi rêya wan şirove bike. Bo ku nêrînên wî zanistî bixuyin, ew wiha dike lê armanc û ajandaya wî diyarkirî ye: kurdîkirina eslê wan, ferq nake ku zanistî be, nîvzanistî be yan jî bi temamî bêbingeh be.

Ali Husein Kerim dijî hemû delîlên etîmolojî idia dike ku peyva ”ewil” (yekem, pêşîn) ne ji erebî ye. Herwiha dijî hemû belge û delîlên etîmolojî idia dike ku peyva ”gor, gorî” (wek ”li gorî, anegorî” û hwd.) ne ji tirkî ye.

Heta gava ku hinek peyvên eslî yên kurdî, bo nimûne peyva ”mak”, şirove dike jî, li şûna ku eslê wê yê zêdeyî sedsalekê diyar ji ferhengên etîmolojî yê zanistî pêşkêş bike û diyar bike ku ew hevreha bo nimûne farisî ”mader”, avestayî ”mater”, sanskrîtî ”mātar”, latînî ”māter”, inglîzî ”mother”, almanî ”Mutter” û hwd., ew diçe hinek peyvên bi deng ve hinekî nêzîkî peyva ”mak” lê ji aliyê etîmolojî ve qet ne têkilî wê ji zimanên heta Afrîkaya Navîn jî tîne.

Wek din jî hejmareke pir mezin ya peyvên zimanên din yên bi şikil ve nêzîkî peyvên kurdî lê ji aliyê etîmolojî ti têkiliya li gel peyvên kurdî nînin pêşkêş dike. Ev heman rê û rêbaz di ferhengên me pêştir behskirî yên Raman Emeg û Cemal Nebez de jî serdest e. Wek Cemal Nebez û Raman Emeg, neteweperistiya teng rêdîtina zanistî bi temamî li ber Ali Husein Kerim jî winda bûye. Mixabin li şûna zelalkirina eslê rast yê peyvên kurdî, danerên van her sê ferhengan tenê ser û mejiyê xwandevanên xwe tevlihev dikin.

Pirseke ku li ba mirov peyda dibe ew e ku gelo ferheng çima ne bi kurdî lê bi tirkî hatiye nivîsîn? Madem ku danerê vê ferhengê ewqas ji kurdiya xwe razî ye ku ne tenê zimanê kurdî dizane lê heta şarezayekî wisa yê reh û etîmolojiya peyvên kurdî ye ku bi amadekirina ferhengeke etîmolojî rabûye, çima wî ferheng ne bi zimanê xwe lê bi tirkî nivîsiye?

Tevî ku Ali Husein Kerim piraniya mutleq ya nivîsên xwe bi tirkî dinivîse jî, ew carinan bi kurdî jî dinivîse. Aşkere ye ku kurdiya wî têra nivîsîna vê berhemê bi kurdî jî dikir. Lê wisa diyar e ku ji ber sebebên siyasî û îdeolojî wî zimanê tirkî ji ferhenga xwe re bijartiye: Xwastiye qaşo ji tirkan û kurdên kurdînezan re aşkere bike ku kurdî zimanekî pir kevnar û pir zengîn e.

Lê li aliyekî, kurd hezar ferhengên etîmolojî binivîsin jî, qet ne mereqa tirkan e û ew ê bala xwe nedin kurdî. Li aliyê din, eger xwandevanên armanckirî kurdên kurdînezan bin, tiştê ku ji wan re hewce ye ne ferhengên etîmolojî yên kurdî bi zimanê tirkî ne lê berhemên hînkirin û xwehînkirina kurdî ne. Bila kurdên kurdînezan xwe hînî kurdiya sade bikin, ne lêkolînên etîmolojî yên kurdî bi tirkî bixwînin û pesnê ”kurdiya zengîn û kevnar” bidin lê her bi tirkî biaxivin.

Dê bidome.

________________________

TÊBÎNÎ:

[1] https://m.bianet.org/bianet/yasam/194184-diasporada-yazmak-i-ali-husein-kerim-yanitladi

Leave a comment