Husein Muhammed
Di dengnasiya kurdî de Ç / ç nîşana dengê ”paşpidûyî-xişok-nevizok yê bêlerz” e. Mebest ji ”paşpidûyî” ew e ku di dema gotina vî dengî de ziman bi paşiya pidûyan dikeve. Mebest ji ”xişok” e ku pêşî deng bi temamî tê sekinandin û paşî hêdîka tê vekirin û loma deng xişînek ji hewayê dengî derdikeve. Mexsed ji ”bêlerz” ew e ku di dema derketina vî dengî de perdeyên dengî di gewriyê de nalerizin.
Ji bilî kurdiya bi alfabeya latînî, herwiha di tirkî û albanî de jî ev deng bi vî Ç / ç tê nivîsîn. Lê wek din piraniya zimanên latînînivîs herfeke din bi kar tînin: gelek ziman vî dengî bi C / c dinivîsin (bo nimûne îtalî, polonî, romanî), hin ziman bi č / ĉ (bo nimûne çekî û sirbo-xirwatî), hin bi cotherfên ”ch” (bo nimûne inglîzî û spanî) û hin bi ”tsch” (bo nimûne almanî). Li aliyekî din, herfa Ç di hin zimanan de (bo nimûne fransî, portugalî, spanî) wek dengê S tê gotin.