Husein Muhammed
Di dengnasiya kurdî de C / c nîşana dengê ”paşpidûyî-xişok-nevizok yê bilerz” e. Mebest ji ”paşpidûyî” ew e ku di dema gotina vî dengî de ziman bi paşiya pidûyan dikeve. Mebest ji ”xişok” ew e ku pêşî deng bi temamî tê rawestandin û paşî hêdîka tê vekirin û loma xişînek ji hewayê dengî derdikeve. Mexsed ji ”bilerz” jî ew e ku di dema derketina vî dengî de perdeyên dengî di gewriyê de dilerizin.
Ji bilî kurdiya bi alfabeya latînî, herwiha di tirkî û azerî de jî ev deng bi vî C / c tê nivîsîn. Lê wek din piraniya zimanên latînînivîs vê herfê li cihê K, S yan Ç ya kurdî bi kar tînin. Li cihê dengê C yê kurdî, hin ziman J, hin G û hin jî cotherfên DZ dinivîsin.
Di alfabeya kurdî-erebî de û di nivîsîna farisî û hin zimanên din yên erebînivîs de ev deng bi herfa ج tê diyarkirin. Di alfabeya kurdî-krîlî de ev deng bi Щ (gir) yan щ (hûr) dihat nivîsîn.
Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî de ev deng bi cotherfên [d͡ʒ] tên diyarkirin. Berê ew wek [ʤ] dihat nîşankirin.