Husein Muhammed
Di kurdî de komeke cotkonsonantan heye anku du konsonant dikarin li peyv hev di heman kîteyê (hece, bi inglîzî syllable) de peyda bibin, bo nimûne (cotkonsonant hatine qelewkirin): kurd, reng, kerb, text, evd / ebd, blok, standin…”
Hin ji van komkonsonantan dikarin hem di peyvên xwemalî û hem jî di peyvên esil-biyanî de peyda bibin. Hin ji wan tenê di peyvên esil-biyanî de hene, bo nimûne koma BD wek di peyva ”ebd” ya erebî de yan jî KR di ”krîz” ya ji zimanekî ewropî wergirtî de.
Bi tabloya li jêr em ê hewl bidin hemû komên konsonantan yên di kurdî (kurmancî) de mimkin pêşkêş bikin. Paşî em ê ji her komekê ji wan çend nimûneyan bidin. Dû re em ê van koman li ser sê beşan parve bikin: 1) komên konsonantî yên ku di peyvên kurdî-îranî de peyda dibin, 2) komên ku di peyvên îranî de peyda nabin lê di peyvên ji erebî wergirtî de hene û 3) komên ku ne di peyvên esil-îranî de û ne jî di yên esil-erebî de peyda nabin lê yên ku di hin peyvên ji zimanên ewropî wergirtî de li kar in.
Piraniya mezin ya hemû komên konsonantî di kurdî û zimanên din de ji du konsonantan pêk tên. Lê di kurdî û hin zimanên din de jî çend komên 3-konsonantî jî hene ku em ê li jêr wan jî bidin nasîn.